Hasan Fehmi BeyHesen Fehmî, sala 1874ê li Îstenbulê ji dayik bûye û bi eslê xwe ji malbatekî arnawid bû. Li Îstenbulê Mekteba Mûlkîye xwendîye û hevalekî pirr nêzîk ê M. Rifat bû. Ji ber ku dijraberîya îstibdada Abdulhemîd dikir, piştî qedandina xwendinê, wî jî mecburê koçberîya Misrê kirine. Hesen Fehmî Beg demek li Misrê dimîne û paşê berê xwe dide Parîsê. Dema ku li Parîsê dimîne, li wê derê hin şexsiyet wekî Prens Sabaheddîn û endamên Cemîyeta Îtîhad û Terakkî nas dike û carna jî di rojnameya Meşveret a îtîhadparêzan de dinivsîne. Ew jî demekî dirêj li der ve mabû, piştî îlankirina Meşrûtîyetê vegeriyabû Îstenbulê.

Li Îstenbulê ji demek kurt şûn ve dest bi rexnekirina sîyaset û kirinên rêxistina Îtîhad û Terakkî dike. Di wê pêvajoyê de digel hevalê xwe M Rifat tevlî Cemîyeta Fedekaranê Millet dibe. Xebata wan a di nav vê cemîyetê de zêde dewam nake. Di navbera wan de nakokî peyda dibin û herdu heval ji vê cemmîyetê cûda dibin.

Piştî ku ev herdu heval ji Cemîyeta Fedekaranê Millet veqetiyan, dest bi neşirkirina rojnameya Serbestî kirin. Hesen Fehmî, sernivîskarê rojnameyê bû û xwedîyê qelemek tûj û radîkal bû. Herdu jî muhalîfên dijwar ên îstibdada Abdulhemîd û desthilatdarîya Îttîhad û Terakkî bûn. Desthilatdarî û rêvebirîya Îtîhad û Terakkî, ji xwe bi giştî tehamûla muhalefetê nedikirin, bi taybetî jî, ji fikrên M. Rifat û polîtîkaya weşana rojnameya Serbestî pirr aciz bûn. Ji ber vê yekê, berdewamî gef li wan dixwarin û bi kûştinê tehdît dikirin. Li gor agadarîya M. Rifat, mala wî çar caran hatîye talankirin, şewitandin û herweha êrîşê çapxaneya wî kirine, çapxane şikandine.

Piştî ku Îtîhadparêzan dîtin gefên wan tesîr li rêvebirên Serbestîyê nake, qîma xwe bi gefxwarinê neanîn, roja 6 Nîsana 1909ê, li ser pira Galatayê bera Hesen Fehmî Beg û hevalê wî Şakir Beg dan, li wê derê Hesen Fehmî di 35 salîya xwe de hat kûştin û Şakirê hevalê wî jî birîndar bû. Kûjerên bûyerê jî nehatin destgîrkirin. Tarik Zafer Tunaya dibêje:

“Îtîhad û Terakkî, ji bo bêdengkirina rojnamevanên muhalîf, yek bi yek kûştin û tunekirina wan dabû ber xwe. Taybeten, bi vê rêbazê, ji Nîsana 1909ê hetanî 10ê Temûza 1911yê, sê rojnamevanên muhalîf kûştibûn û ji ber vê yekê navê Îtîhad û Terakkî, bi cînayetên vî awayî dihete bîranîn… Îtîhad û Terakkî, biryara kûştina Mewlanzade Rifat û hevalê wî Hesen Fehmî dabû û di roja 6ê Nîsana 1909ê de jî biryara xwe pêk anîbûn.”[1]

Di 6ê Nîsana 1909ê de, muhalîfekê navdar ê îttîhdaçîyan, Hesen Fehmî yê sernivîskarê rojnameya Serbestî, li ser pira Galatayê bi îhtimalek mezin ji alîyê fedayîyek Îttihad û Terakkî ve hate kûştin. Roja dinê, merasîma cenazeya wî bû wek xwepêşandanek dijraberê Îttîhad û Terrakîyê.”[2] Roja pey wê, yanî 8ê Nîsan 1909ê, li ser rûpelê pêşî yê Serbestîyê tenê cumleyek hatibû nivîsandin: “Ji bo yekemîn qurbanê çapemenîya azad û ewladê hûrrîyetê Hesen Fehmî yê ku jîyana xwe li sirgunîyê derbas kirîye el fatîhe.

Li ser kûştina Hesen Fehmî, bi hezaran xwendevanên Unîversîteyê dersan boykot kirin, ber bi derîyê “Babê Alî” ve xwepêşandanek lidarxistin û dengê dirûşma “bila destê veşartî bişikin” bilind kirin û Sadrezam Hîlmî Paşa mecbur ma ku daxuyanîyek wisa bide: “Meraq nekin em ê di nav 24 seetan de kûjer bigrin û bi dar ve bikin…. Ne ku 24 seet, li ser bûyera kûştina Hesen Fehmî 102 sal derbas bûn, lê qatilên wî meçhul in.”[3] Burhan Felek li ser çêbûna vê bûyerê dibêje: “Li ser herdu serîyên wê pirê polîs û esker nobetê digirin, ji bo ku li vê derê mirov bête kûştin, divê alîkarîya hikumetê hebe yan jî bi biryara hikumetê be.”[4]

Kûştina Hesen Fehmî, roja li pey pêkhatina bûyerê, di nav rûpelên gelek rojnameyan de hate ragehandin. Rojnameya Îkdam li ser vê bûyerê weha nivîsandibû: “Cînayeta hovane û dilşewat a êvara roja do, îspat kir ku hîn hûrrîyeta rasteqîn negehiştîye welatê me, esareta sîyasî bi hemû xerabîyên xwe ve dewam dike. Pêkhatina vê cînayetê di roja pey wê de, şîn û xemgînîya gelê me yê bêçare, di wecê rûyê wî yê pakiş de xuya dikir. Gelê Îstenbulê hetanî îro rastê gelek felaket î îstibdadan  hatîye, do jî rastê tirsa kabûseke nû ya îstibdadê bûn û di nav êşa nedîyarîyek de gêr dibin. Ber derîyê îdarexaneya Serbestî, ji bo dirûstkirina merasîma cenazê û şermezarkirina hêz û kûjerên şehîdê hûrrîyetê Hesen Fehmî Beg, bi beşdarbûna komên gewre yên gel meydan tije bûbû.”[5]

Di rastîyê de acizîya Îtîhadçîyan, li hemberê muhalefet û polîtîka weşana Serbestî û xwedîyê wê M. Rifat bû. Li gorî dîtina hinek lêkolîneran jî, sernivîskarê Serbestî Hesen Fehmî, bi xeletî di şûna M. Rifat de hatîye kûştin. “Ji vê bûyerê şûn ve, êdî fikir û qelem bûn mehkûmê îdamê.”[6] Hefteyek ji kûştina Hesen Fehmî şûn ve, bûyera 31ê Adarê çêbû û meseleya kûştina Hesen Fehmî jî hate jibîrkirin. Lêbelê Îtîhadçîyan tenê qîma xwe bi kûştina rojnamevan Hesen Fehmî neanîne, sala 1910ê xwedî û sernivîskarê rojnameya Sada-yi Millet Ahmed Samîm Beg jî dan kûştin. Lakin kûjerên rojnamevanan, wisa pê bawer dikir ku hîn qasê divîya tirs di nav çapemenîyê de peyda nekiribû. Lewra rojnamevanek din jî dan kûştin; di roja10ê Temûza 1911yê de sernivîskarê rojnameya Şehrah, Zekî Beg jî hate kûştin.[7] Refîq Xalid Karay jî li ser van cînayetên matbuatê dibêje: “Ne kûştina Hesen Fehmî yê nivîskarê Serbestî û ne jî kûştina Ahmed Samîm têrê bêdengkirina muhalefetê nekiribû. Mecbur man ku sêyemîn cînayeta matbuatê pêk bînin; vê carê jî Zekî Beg ê nivîskarê Şehrahê li Bakırkoyê kûştin.”[8] Di vê demê de ev karê xerab, bi kûştina rewşenbîr û sîyasetmedaran jî dewam dike. Ji ber vê yekê ev gotina Abdullah Muradoglu rewşa wê demê pirr bi zelalî dîyar dike û dibêjê: “Di Dewra Îstibdadê de kesên muhalîf û rojnamevan bi girêdana meaşekî dihatin sirgunkirin, di “Dewra Hûrrîyetê” de jî bi paş histûyê xwe ve dihatin kûştin. Ferqa navbera herdu dewran ev bû.”[9]

[1] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler[Li Turkîyeyê Patîyên Sîyasî], Cild: 3, Weşanên İletişim, 2011, İstebul, r. 502, 503

[2] Erik Jan Zürcher, Savaş, Devrim ve Uluslaşma, İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları, Îstenbul, 2005, r. 107

[3] Abdullah Muradoğlu, Hasan Fehmi suikastıyla darbeye zemin hazırlandı, Yeni Şafak, 18 Kasım 2011, http://www.yenisafak.com.tr/yazidizileri/hasan-fehmi-suikastiyla-darbeye-zemin-hazirlandi-351696

[4] J. b.

[5] Erhan Ayaz, Muammer Erdem, yunus Kuloğlu, II. Meşrutiyet Döneminde Bir Faili Meçhul: Hasan Fehmî Bey, Elektronic journal of vocational colleges, May-2015, http://www.ejovoc.org/makaleler/may_2015/pdf/12.pdf

[6] Şerif Paşa, Bir Muhalifin Hatıraları, Nehir yayınları, îstenbul, 1990, r. 43

[7] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler[Li Turkîyeyê Patîyên Sîyasî], Cild: 3, Weşanên İletişim, 2011, İstebul, r. 504, 506

[8] Refik Halit Karay, Bir Ömür Boyunca, Weşanên İnkılapê, Îstenbul, 2009, r. 73

[9] Abdullah Muradoğlu, Hasan Fehmi suikastıyla darbeye zemin hazırlandı, Yeni Şafak, 18 Kasım 2011, http://www.yenisafak.com.tr/yazidizileri/hasan-fehmi-suikastiyla-darbeye-zemin-hazirlandi-351696