Di vê kurtenivîsê de naxwazim bi dirêjayî behsa dîroka sîyasî ya xebata neteweya Kurdistanê û bi taybetî jî yê ev sedsala dawîyê bikim. Bêguma muhasebeya sîyasî ya van sed salan pir girîng e, gelek tecrûbe û dersên ku em ji wê derbixin hene. Divê nivîsê de dixwazim li ser “rewşa nû” ya ku bi tevî pêvajoya giştpirsîya serxwebûna başûrê Kurdistanê dest pê kir û bi dagirkirina Kerkûkê ji layê Heşdê Şeabî û Pasdaranê Îranê ve berdewam dike, kurtexwendinek pêşkêşê we bikim.

  • Giştpirsîya ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê, sîyaseteke dirûst û serkevtineke neteweyî ya dîrokî bû. Bi vê giştpirsiyê, gelê Kurdistanê îradeya mafê çarenûsîya xwe ji bo dewleteke serbixwe, ji hemû cîhanê re dîyar kir. Tu hêzek nikare bi mudexele û qanûnan, vê îradeyê ji holê rake. Ji ber vê yekê, netîceyên giştpirsîya başûrê Kurdistanê, mesûliyetî û selahîyeta ragihandina serxwebûna Komara Kurdistanê danîye ser milê serkirdayetîya sîyasî ya Kurdistanê, kengî û bi çi rê û rêbazê dibe bila bibe.
  • Di encama giştpirsiyê de, rêjeya îradeya gelê Kurdistanê û bûyerên pêkhatî, dîyar kir ku ji xeynî serxwebûnê tu çareseriyeke din nikare yekrêziya sîyasîya milletê Kurdistanê biparêze, aramiyê bîne herêmê û bi hemû pêkhateyên xwe ve gelê Kurdistanê azad û bextewar bike. Îxaneta 16yê Cotmehê darbeyek li vê proseyê xistibe jî, tu hêzek nikare wê pûç bike. Ji tecrûbeya cîhanê jî dîyar dibe ku rêya serxwebûnê ne rêyeke rast û bê asteng e, di vê rê de gelek hevraz, nişûv, kendal û zîvir hene. Di rojên pêşiya me de li herêmê dê bûyer û guhartinên hîn mezin çêbin, divê em bi sebir û bi bawerî li ser xeta sîyaseteke neteweyî û serxwebûnxwaz, doza xwe bajon, amadekariyek hîn berfireh û xurt bikin da ku roja me bête.
  • Tiştê ku di 16yê Cotmehê de qewimî, îxaneteke sîyasî bû. Ev xeta sîyasî ji serî ve li Kurdistanê heye, di fehm û fereseta wan de meseleya neteweyî ya Kurdistanê ne meseleya serxwebûn û dewletbûnê ye, meseleya bi destxistina hinek post û mafên îdarî, kulturî ye. Ji ber vê yekê, her dem berê wan ber bi paytextê dewletên dagirker ve ye. Kom û grubên wesa tenê li Kurdistanê peyda nebûne, di gelek welatên dinyayê de bûyerên wesa çêbûne. Îxaneta li Kurdistanê jî, îxaneta li hemberê daxwaza serxwebûn û dewletbûna milletê Kurdistanê ye. Bêguman sebeb û aktorên wê yên hundir û derveyî hene, divê em vê rewşê rast bixweynin û dersên pêdivî ji wê derxînin.
  • Faîlê tîfaqa 16yê Cotmehê ne tenê grubeke xwefiroş a nav YNKê ye. Mîmar û sazkerê herî girîng ê vê tîfaqê dewleta Îranê ye, PKK, Goran û hinek grubên îslamî jî bi aşkere yan neyînî di nav vê tîfaqê de cî girtine. Bingeha vê tîfaqê, bi navê “Tîfaqa Kurd û Şiîyan”, di dawîya sala 2011yê de ji alîyê Îranê ve hatîye dirûstkirin û bi destê hinek rêxistinên kurdan ve hatiye tetbîqkirin. Hîn di wan salan de li ser pêdivî û girîngîya vê tîfaqê rêvebirên PKKê weha dibêjin: “Dê ev tîfaq ji bo rojên dahatûyê bibe tîfaqeke stratejîk. Yên ku li hemberê vê tîfaqê li ber xwe bide, tenê PDK ye. PDK, dê xwe dûrê vê tîfaqê bike, feqet hêza esasî ya vê tîfaqê dê Îran û PKK bin ku ev her du alî lihevbikin Bakur, Rojava û Rojhelatê Kurdistanê jî tevlî tîfaqê dibin. Li başûrê Kurdistanê dê hêzên îslamî, YNK û Goran jî tevlî vê tîfaqê bibin. Dawiyê PDK, tenê bi serê xwe dimîne û ew jî nikare demeke dirêj liberxwe bide.” Em hemû dizanin ku ji wê rojê ve hetanî îro ji bo xerabkariyê gelek hewldanên vê tîfaqê çêbûn, 16yê Cotmehê xeleqeyek vê zincîreya xerabkarîyê ye lê ne xeleqeya dawî ye. Hemû armanca wan pûçkirina armanc û rêbaza serxwebûnxwaz a cenabê Kek Mesûd Barzanî ye.
  • Di nav 25 salên bihurî de pêknehatina yekrêzîya sîyasî û saziyên neteweyî, kêmasî û nîşana lawazbûna sîyaseta neteweyî ye. Li Kurdistanê sîyaseteke neteweyî ne baladest e, ji ber vê yekê yekrêzîya sîyasî û sazgêrîya Kurdistanê parçebûyî û lawaz e, ev yek rê vedike ji mudexeleya derve re, firset û cesaretê dide xerabkarîya sîyaseta kêmneteweyî ya îxanetkaran. Wekî hemû dinyayê di Kurdistanê de jî berê (qibleya) sîyaseta kêmneteweyî/eqeliyatî ber bi paytexta dewletên dagirker ve ye. Lewma di bajarên wekî Silêmanîyeyê de ku wek “Paytextê rewşenbîrîya Kurdistanê!” tête binavkirin, li wê derê rêje û beşdarîya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê pirr kêm bû û li hemberê karesata îxnetê jî bêdengîyeke mezin berdewam dike.
  • Bi dîtina min jî mesleleya dagirtina Kerkûkê, ne tenê ji ber encamên referandûmê (giştpirsiyê) û ne jî tenê pîlaneke dewletên herêmî û Iraqê bû, ji ber girîngîya jeopolîtîk û petrola wî, encama lihevhatineke sîyasî ya herêmî û navneteweyî bû. Ji bo pûçkirina sîyaset û pîlanên wesa, hewldanên pêkanîna yekrêziya partiyên sîyasî ne bes e, divê di çarçoveya sîyasetek neteweyî de yekîtîya neteweyî bête rêxistinkirin û herweha pêkanîna serweriya neteweyî bibe armanca bingehîn.
  • Giştpirsiya ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê û daxwaza pêkanîna mafê çarenûsiyê, careke din helwesta esasî ya dewletên wekî Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê dîyar kir; ku nakokîyên navbera wan çi dibin bila bibin û li ser tu tiştekî li hev nekin jî, dema mesele dahatûya kurdan û serxwebûna Kurdistanê be, bi tevî hemû nakokîyên xwe ve dikarin bi hev re hevkariyê bikin. Mîsal; di meseleya giştpirsî û Kerkûkê de Îran, Iraq û Tirkiyê hemû nakokîyên navbera xwe dan alîyek û bi hev re tevgeriyan, Tirkiyeya sûnne mezheb li rex Îrana Şîa cî girt. Li hemberê vê hevkariya dewletên dagirkerên Kurdistanê, ancax peydakirina hevkarên dilsoz ên navneteweyî û rêxistinkirina potansîyela neteweyî ya çar parçeyên Kurdistanê dikare berxwedaneke dûr û dirêj bide ajotin, parastina destkivtiyan bike û armanca neteweyî bi ser bixe.
  • Ji refdarî û dubendîya hêzên herêmî û navneteweyî wesa xuya dibe ku şerê li herêmê dê gurr bibe û dirêj biajo. Ev rewş, dikare aloziyên hîn mezin jî derxîne holê û dikare firsendên nû jî derxîne pêşiya me. Ji bo gihîştina armancê û serkevtinê, divê li çar parçeyên Kurdistanê jî potansiyela neteweyî bête rêxistinkirin li zer zemîna xwe û li gor şertên xwe.
  • Her têkçûn û serkevtinek, muhasebyek bi xwe re diêne. Bûyerên dawî û rewşa nû ya Kurdistanê pêdivîya tiştekî din derxist holê; divê rê ji kadirên ku karibin rewşa cîhan û herêmê baştir bixwînin vebe, bi giştî li seranserê Kurdistanê û bi taybetî jî di dezgeyên rêxistinî de çaksazîyên nû bêne kirin.
  • Îro xeteriyeke herî girîng jî ev e ku dewletên hawîrdor dixwazin bi sosyolojîya Kurdistanê re bileyzin; ciyawaziyên ziman û diyalektîkan, dîn û mezheban, cûdatîya kulturî û etnîkî bikarbînin. Li hemberê vê leyiztikê, divê em giş hişyar bibin û girîngiya pêdivî bidin cûdatî û rengînîya sosyolojîk û kulturî ya hemû kom û komikên li Kurdistanê. Di çapemeniyê de cih bidin lehçeya (dîyalekta) wan; girîngî bidin çapkirina berhemên bi zimanê wan; piştgirîya rêxistinbûn û çalakîyên wan ên kulturî bikin; di televîzyonên xwe de rasterast bernameyên bi ziman û dîyalektên cûda çê bikin û biweşînin.