Seîd Veroj/ Kurmê darê ji darê nebe, dar pûç nabe

0
2541

Peyv û gotinên ku bi kin û kurtayî naveroka bûyerên 16ê cotmehê bihêne ziman, belkî ev gotina pêşiyan e ku bûye sernivîsa van rêzikan. Di roja 16ê cotmehê de kûdetayeke nav rêxistinî û leşkerî ji aliyê komeke rêvebir û endamên YNKê ve hat pêkanîn. Ev kûdeta, berdewamiya planên hewldanên dagirkirina Kerkûkê û pûçkirina encamên giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bû.  Di encama vê de, li bereya Kerkûkê pêşmergeyên Kurdistanê şikestin û bi paş ve vekişiyan,  Kerkûk ket destê hikûmeta Îraqê. Vekişîna ji Kerkûkê, lawaziyeke girîng di xeta parastina sînorên Kerkûkê û yekrêziya siyasî ya Kurdistanê de peyda kir, herwiha îhtimala şerekî navxweyî û parçebûna başûrê Kurdistanê jî derxist holê.

Ev rewşa hanê, bandoreke pirr girîng li ser serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê kir. Digel vê, gef û zextên dewletên herêmî û navneteweyî jî bûn sebeb ku pêşmergeyên Kurdistanê bi tevayî vegerin ser sînorên dema beriya êrîşên DAÎŞê yanî sala 2014an. Herwiha ev yek, wekî şertê destpêka diyaloga navbera Kurdistan û hikûmeta Îraqê jî hate nîşandan. Di encama vê de, ji bajarên wekî Xaneqîn, Duzxurmatû, Mexmûr û Şingalê jî pêşmerge vekişiyan û ev der bi piştgiriya hêzên leşkerî yên pasdarên Îranê, ji aliyê artêşa Îraqê û Heşda Şabî ve hat dagirkirin.

Piştî êrîşên hovane yên DAÎŞê ji nû ve dagirkirina gund û bajarên Kurdistanê ji layê Heşda Şabî ve, pêla zilm û zordestiyeke nû li ser miletê Kurdistanê da destpêkirin. Bi sedan xelkê sivîl û medenî yên bêtawan hatin kuştin, xaniyên wan hatin sotin û xerakirin, bi deh hezaran jî hatin koçberkirin ji bo bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê. Hîn travmaya DAÎŞê nehatibû jibîrkirin, yeke nû bi serê wan ve hat. Hezar mixabin ku vê carê jî destê hemnijadên Kurdan di vê kiryarê de hebûn, diz ji malê bû, kurm ji dara hewşê bû. Ku şûna berjewendiyên neteweyî jî kerb, kîn û nefreta takekesî, destkeftiyên grubî, şexsî û malbatî bigire, lihevanîna îdeolojiya hevkariya bi dagirkeran re jî temam dibe. Tenê dimîne firseta tetbîqkirina wê.

Bi tevî hemû gef û astengan, pêkhatina referandûma serxwebûna Kurdistanê û rêjeya bilind a erêkirinê (93%), xewa dagirkerên Kurdistanê, hevalbend û hevkarên wan jî diheriman. Plangeriya wan a ku di pêvajoya pêkhatina referandûmê de dest pê kiribû, ceribandineke wê ya herî girîng, hewldana roja 24ê Îlonê bû ku bi ser meclîsa bajarê Kerkûkê ve girtin û xwestin Kerkûk li derveyê referandûmê bimîne. Lêbelê ev hewldan jî ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hat pûçkirin.

Pûçkirina vê hewldanê, îxanetkar û gruha nava YNKê û hevkarên wan ên dagirker har kirin. Diviya ji wê gavê şûn ve tevdîr û hesabên planên nû yên dagirkeran bihata kirin. Kêmasî û hesabnekirina li ser plan û hewldanên xerabkariya hêzên hundir û derve, di bin mesuliyetiya serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê û bi taybetî jî yê YNK û PDKê de ye. Divê muhasebeya vê yekê di demeke aram de bête kirin.

Tiştê ku di 16ê cotmehê de qewimî, îxaneteke siyasî bû, tiştên wisa tenê li Kuristanê çênebûne, di gelek welatên dinyayê de bûyerên wisa çêbûne. Îxaneta li Kurdistanê, îxaneta li hemberî daxwaza serxwebûn û dewletbûna miletê Kurdistanê ye. Bêguman sebeb û aktorên wê yên hundir û derveyî hene, divê em vê rewşê rast bixwînin û dersên pêdivî ji wê derxînin. Li gor dîtina min:

  • Dagirkirina Kerkûkê, ne tenê ji ber encamên referandûmê  û ne jî tenê planeke dewleta Îraqê û herêmî bû, ji ber girîngiya jeopolîtîk û petrola wê, encama lihevhatineke herêmî û navneteweyî bû.
  • Di serî de berjewendiyên hêzên navneteweyî yên wekî DYA, Brîtanya, Çîn û herwiha dewletên herêmî yên wekî Îran, Tirkiye û Îraqê naxwazin di rewşa îro de dewleteke serbixwe ya Kurdistanê çêbibe.
  • Digel vê rewşa siyasî ya herêmî û derveyî, li Kurdistanê siyaseteke neteweyî ne baladest e, yekrêziya siyasî û sazgêriya Kurdistanê lawaz e, ev yek rê vedike ji mudaxaleya derve re û cesaretê dide xerabkariya siyaseta kêmneteweyî ya îxanetkaran.
  • Wekî hemû dinyayê di Kurdistanê de jî berê siyaseta kêmneteweyî ber bi paytexta dewletên dagirker ve ye. Wisa xuya ye ew Silêmaniyeya ku weke “paytextê rewşenbîriya Kurdistanê” tê nasîn, ew jî ketiye ber bayê vê siyasetê. Lewma li wê derê rêjeya erêkirina serxwebûna Kurdistanê pirr kêm bû û li hemberî kûdetaya nava YNKê jî bêdengiyeke mezin berdewam dike.
  • Li hember erîşên Heşdê Şabî û hevkarên wê, serkeftina parastina pêşmergeyan; têkşikandina çekên Amerîkayî û şikestina pasdarên Îranê, nêrîn û helwesta raya giştî ya dinyayê bi aliyê Kurdistanê ve diguherîne.
  • Di dawiyê de wisa xuya ye, rêjeya îradeya gelê Kurdistanê û bûyerên pêkhatî, diyar kir ku ji xeynî serxwebûnê tu çareseriyeke din nikare aramiyê bîne herêmê û bi hemû pêkhateyên xwe ve gelê Kurdistanê azad û bextewar bike.
  • Lêbelê rêya serxwebûnê ne rêyeke rast û bê asteng e, di vê rê de gelek hevraz, nişûv, kendal û zîvir hene. Divê em bi sebr û bawer bin.

Çavkanî: Basnews, no:40

Not: Ji ber salvegera îxaneta 16ê Cotmehê, min xwest vê nivîsa ku germagerm piştî bûyerê hatibû nivisîn dubare bi we ra parve bikim.