1. Malbat û perwerdeyî

Lûtfî Fikrî yan jî bi navê xwe yê din Omer Lûtfî Fikrî; kurê Husên Fikrî Paşa ye, di sala 1872an de li Îstenbolê ji dayik bûye. “Husên Fikrî Paşayê bavê wî, muteserifîya Dêrsimê kirîye û li wê herêmê hatîye nasîn û bûye xwedî şohret.”[1] Ji zewaca Husên Fikrî, du zarokên law û yek jî keça wî çêbûye; Mûncî, Omer û Zahîde. Wî li Îstenbolê Mekteba Mulkîyeyê xwendîye, paşê li Parîsê dest bi xwendina Îlmên Sîyasî û Koleja Hiquqê kirîye û di sala 1893an de xwendina xwe xelas kirîye û vegeriyaye Îstenbolê.[2] Di 13ê meha Sermaweza 1908an de, li Baroya Îstenbolê qeyda xwe çêkirîye.

  1. Di rêza mixalefeta hemberê rejîma Îstibdadê û Îtihad-Teraqîyê de

Piştî ku ji Parîsê vedigere, ew jî wekî gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên wê demê, di nav rêza mixalifên îstibdada Abdulhemîd de cî digre. Ji ber nivîs û gotarên wî yên mixalif, ji alîyê sîxurên rejîma mutlaqiyetê ve tête jurnalkirin. Ji ber vê yekê, ji alîyê mehkemeyê ve şanzdeh meh cezayê hepsê li wî tête birrîn. Ji xelasbûna ceza şûn ve, li bajarê Îspartayê dest bi karê miduriya Tehrîratê dike. Çend sal piştî vî karî, dibe qeymeqamê qezeya Tortumê. Ji ber îhtimala ji nû ve cezakirinê, ji wê derê ve direve Rusyayê, ji wir ve jî di serê Kanûna sala 1904an de diçe Almanyayê û ji demeke kurt şûn ve, ji wir ve jî diçe Misrê.[3] Demekê li Misrê parêzgerîyê dike. Herweha li Nîgde, Bor û Konyayê jî dixebite. Ew di bîranînên xwe de dibêje; “Jiyana min a li wan deran, hîn jî li ber çavê min wek xatireyeke kederengîz e.”[4]

Ji ragehandina Meşrûtiyetê şûn ve, ew jî wekî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên mixalif vedigere Îstenbolê. Di dema sereke ya Meşrûtiyetê de, mudetek kurt navbera wî û Îtihadparêzan xweş be jî, paşê dibe mixalifekî dijwar ê Îtihad û Teraqîyê. Di sala 1911an de bi tevî hevalên xwe Partîya Hurrîyetperwerên Mutedîl dadimezrînin. Di hilbijartina pêşî ya Meclîsê Mebûsan de, ji bo mebûsîya Dêrsimê hatîye hilbijartin. Ta ku Mesclîsa Mebûsan tête fesihkirin, ew, bi awayekî aktîf kar dike. Di vê dema mebûsîyê de, ji bo çêkirina qanunên nû gelek hewldan û teklîfên wî çêbûne, herweha li ser Îdareya Urfî, Dîwanê Herb, tûndrewî û êşkenceyên di hepisxaneyan de rexneyên dijwar li desthilatdarîya sîyasî ya Îtihad û Teraqî girtine. “Lûtfî Fikrî Beg, di sê salên pêşî yên mebûsîya xwe de, li hemberê Îtihad û Teraqîyê têkoşîneke dijwar û bêtirs dike. Ew, bi tevî ku nêzîkê Partîya Hurrîyet û Îtilafê bû, çawa ku li hemberê Îtihad û Teraqîyê bêtawîz bû, herweha bi temamî îltiheqê partîya Hurrîyet û Îtilafê jî nekirîye, berdewamî sîyasetek mixalîf û musteqîl meşandîye, her roj bi gotar û pirsên xwe hicûmên muthîş birîye ser Îtihad û Teraqîyê. Ew, ta ku hate mecbûrkirin ji bo îkameya di welatên ecnebî de, ji bo armanca pêkhatina azadîya fikrî û meşrûyeta qanûnî têkoşaye û bi berdewamî fikrên îstiqlalê parastîye.”[5]

  1. Nêrîna wî ya li ser “Meseleya Mîllîyetê

Ew, di nivîsa xwe ya kovara Rojî Kurd de, li ser rêbaza çareserîya pirsgirêkên sosyal diraweste û balê dikşîne ser çareserîya meseleya “Milliyet”ê û rewşa Împeretorîya Osmanî û tekamula wê, dibêje:

“Li nik me ji ragihandina Meşrûtiyetê vir ve, li ser meseleya mîllîyetê du ceriyanên mezin hatin dîtin. A yekemîn, qethen qebûlnekirina hebûna unsirên muxtelîf ên di nav hidudê daxilî yê memleketê osmanî de ye; ya duyemîn jî, bîleksê wê, hebûna unsurên din qebûl dike û dixwazin di navbera hemû unsiran de aheng û mêzînek çêbe. … Cereyana yekemîn, bi tecrubeya çar-pênc salan îflas kir… Lewra esra ku em têde ne, fikra mîllîyetê pirr di rewacê de ye. Di vê rewşê de, fikra ku hebûna miletan înkar bike, nikare demek dirêj hebûna xwe bidomîne. Bi zû yan jî dereng, qebûlkirina hebûna miletan, pêdivîya qanûnên civakî ye. Pêşîlêgirtina hereketa mîllîyetê, hewldanek beyxude ye.

Di nav me de peydabûna meseleya mîllîyetê, li gorî qewmên misilman û yên nemisilman, ciyawazî nîşan didin. Qebûlkirina hebûn qewmên nemisilman, hezar car ji qebûlkirina qewmên misilman asantir bûye û pirr zû hatine naskirin. Mîsal; hebûna Rum, Bulxar, Sirp û Ermenan ji zû ve hatîye qebûlikirin û sîyasetekê li gorî pêdivîya vê qebûlê hatîye meşandin. Lêbelê hebûna unsirên misilman, hetanî Meşrûtiyetê û ji wê şûn ve jî bi guman hate dîtin….

Mîllîyeta Kurd, ji qewmên muxtelîf ên împeretorîyê yên wekî Ereb û Arnawidan şûn ve unsirê rêzeya sisêyan e ku bi hebûna xwe hesiyaye û îdraq kirîye….Wekî mîllîyetên misilman ên din, hişyarbûna mîllîyeta Kurd jî bi derengî ketîye. …Ez jî bi rêzgirtinek mezin silav li hewldan û hişyarbûna milletê Kurd dikim, ji dil û can muwafaqîyeta wan dixwazim.”[6]

Dema ku Şerê Giştî yê Cîhanî dest pê kirîye, ew çûye Awrupayê û li Swêdê niştecî bûye. Ew, li Swêd maye heta bidawîhatina Şerê Giştî. Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê, careke din vegeriyaye Îstenbolê, xebatên siyasî û nivîskarîyê berdewam kirîye. Di vê demê de ew, bi Cemîyeta Tealîya Kurdistanê re di nav têkilîyê de ye û ji bo çareseriya meseleya mîllîyetên nava împeretorîyê û herweha “Meseleya Kurd”, di hinek hewldanan de cî digre. Ew, meseleyê tenê ne wek meseleya Kurd, wek “Meseleya Tirk û Kurd” dinirxîne, rexne li samîmî nebûna rewşenbîr û sîyasetmedarên tirk digre û li ser vê babetê rêzenivîsek di rojnameya Diyarbekir de neşir dike.

“Ew, di meqeleya xwe ya bi sernivîsa “Türk-Kürd Meselesi-5 [Meseleya Tirk û Kurdan-5]” de, rexneyek tûnd li rêvebirên “Milli Türk Fırkası” [Partîya Mîllî ya Tirk] digre û dibêje: “Bi rastî jî Partîya Mîllî ya Tirk, di bernameya xwe de li ser navê Tirkan bi xweşbînîyek mezin, tu qencî û bexişandin nemane ku ji bo milletên din kirîye!…

Di maddeya duyemîn a bernameyê de dibêje: “Partî li gor pêdivîya Pirensîba Mîllîyetê, di nav memleketê Tirkan de dereceya wekhevîya hemû mafê hiquqî, sîyasî û medenî yê Tirkan û eqeliyatên din qebûl dike.” Hela li dereceya xweşbînîya wan binêre, hun bi peyva “memleketê Tirkan”, qesta kîjan deran dikin? Eger Kurd bibêjin memleketê me ne meleketê Tirkan e, hun dê bibêjin çi?

Eger em bi mantiqek sade li bûyerê binerin û babet wek “Mesleya Kurd-Tirk” bête binavkirin… Ev yek dê çawa çareser bibe? Li alîyek Kurd hene ku hîn daxwazên wan bi temamî nezelal in, li alîyê din jî nûnerên herî tûndrew ên Tirkcîtîyê hene. Dê çawa ji bo her daxwaza Kurdan misade bikin û mafê çarenûsîyê jî di nav de. … Ger wisa be, di navbera wan de îxtilaf çawa peyda bûne?….

Hun tu alîkarîyê nadin Kurdan û nikarin bidin jî. Peyvên wek îsiqlalê jî qet di devê xwe de negerînin. Lewra hun dixebitin ku di her karê xwe de riza Kuwayê Mîllîye bigrin û ew jî ji vê yekê re îtiraz dikin… Hun bi van hewldanên xwe Kurdan tehrîq dikin… Ez ji Kurdan pirr îstirham dikim ku hay ji xwe hebin û di vê navberê de tiştekî nekin.

Eger bawerîya wan bi min û hemmîyeta min, bi tecrûbe û îsabeta fikrên min hebe bila guhdarîya min bikin. Aqîbeta her hewldanek ji veqetîna dewleta Osamnî, şikestina hêvî û xîyalên wan e. Heta ku di Konferansa Sulhê de ji bo me biryarek derkeve, divê hemû Kurd bi yek dil û yek ziman biqîrin û bibêjin ‘Em naxwazin ji dewleta Osmanî veqetin.’”[7]

  1. Lûtfî Fikrî di Konferansa Sulhê ya Parîsê de, endamê delegasyona Kurd e

Piştî îmzekirina paymana agirbest a Mondrosê, dor hatibû gotûbêj û dîyarkirina pêdivî û hûrgilîyên encamên Şerê Giştî. Di vê hengâmeyê de, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) dixebite ku bi navê mîllîyeta Kurd rasterast tevlî Konferansê bibe. Di çarçoveya qebûlkirina Prensîbên Wîlson û mafê çarenûsîya miletan de, doza rewa ya mafê milletê Kurd bike. Ji bo vê armancê, di navenda CTKê de mesayîyek girîng tê xerckirin, di navbera şexsiyetên pêşhatî û rêvebirên cemiyetê de gelek komcivîn çêdibin ji bo destnîşankirina şanda Kurd. Di encama van gotûbêjan de, serok û endamên şanda (delegasyona) Kurd têne destnîşankirin.

Di kovara Kurdistanê de nûçeya hilbijartina delegasyona kurd ji bo Konferansa Sulhê ya Parîsê weha hatîye belavkirin: “Bedirxanzade Sûreya Beg û kevnemebûsê Dêrsimê Lûtfî Fikrî, wek wekîl hatine tayînkirin ku di Konferansa Sulhê de mafê Kurdan biparêzin.”[8]

Heman nûçe di rojnameya Serbestîyê de jî weha hatîye belavkirin:

“Ji bo ku di Konferansa Sulhê ya Parîsê de daxwazên me yên mîllî bêne qebûlkirin, delegasyonek hatîye pêkanîn; ji bo serokatîya wê, ji mezinên Kurdan Şerîf Paşa, ji bo azayetîyê jî, ji xanedanên Kurdistanê Sûreya Bedirxan û Lûtfî Fikrî Begê kevnemebûsê Dêrsimê hatine hilbijartin.”[9]

Di Serbestîyê de, ji rojnameya Tesvîr-i Efkâr nivîsek bi sernavê “Lütfi Fikri Bey Sulh Konferansında Kürdlerin Hukukunu Müdafaa Edecek” hatîye neqilkirin û têde weha dibêje: “Lûtfî Fikrî Beg, demek dirêj li Awrûpayê jiyaye, zimanê Fransizî di dereceya zimanê xwe yê zikmakî de dipeyive. Wî tehsîla bilind kirîye û muqtedîrê ziman e. Bêguman şexsiyetekî wisa dikare bi awayekî kêrhatî parasatina hiquqa kurdan di Konferansa Sulhê de bike.”[10]  Ew, ji ber ku du salan li Almanyayê mabû, di dereceya xwe nasandinê de bi zimanê Almanî jî zanibû.

  1. Nivîs û nivîskarîya wî

Lûtfî Fikrîyê Dêrsimî, di gelek rojname û kovarên wê demê de nivîsandîye. Di hinek nivîsên xwe de mahlasên wekî “Kurdîzade Omer”[11] û “Kordîzade Omer Lûtfî”[12] jî bi kar anîye. Lûtfî Fikrî, midurmesûlê rojnameya Tanzîmat e. Rojnameya Tanzîmatê, rojnameyeke rojane ye, di 29ê Nîsana 1911an de dest bi weşanê kirîye, ku li ser bergê hejmara yekemîn hatîye nivîsandin ku “Her gün neşrolunur” [Her roj tête neşirkirin], nusxeya wê 10 pare ye. Ciyê îdareya wê: Şeref Efendi Sokağında daire-i mahsusa. Ewraqa ku çap nebe, nayê vegerandin.[13]

Rojnameya Tanzimatê, piştgirîya rêxistina “Mutedil Hürriyetperveran Fırkası” dikir. Ev partî, piştî ku Fırkaya Hurriyet û Îtilafê tête damezirandin, tevlî vê partîya nû dibe.

Wî sernivîskarîya (sermuharîrîya)  rojnameyên wekî Firka, Zühre, Matbuat, Mern, Maşrık, Tanzimat, Yeniden Tanzimat, Islahat, Tesisat, Îfham û Sabahê kirîye. Hemû rojname û kovarên ku wî serpereştî û sernivîskarîya wan kirîye, di xeteke mixalifê desthilatdarîya wê demê de bûn. Herweha di kovara Baroya Îstenbolê, Rojî Kurd û rojnameya Diyarbekir de nivîsên wî hatine weşandin. Hinek nivîsên wî yên ku di rojnameyên navborî de hatine çapkirin ev in:

Lûtfi Fikri, Di hejmara yekemîn a rojnameyê de jî nivîsa wî heye lêbelê ji ber ku ew derê rojnameyê qetiyaye, sernivîsa wî nehate xwendin. Tanzimat, No: 1, s. 1, 29ê Nîsana 1911

Lûtfi Fikri, Vilayet Kanun-i Lahiyesi ve Kanun-i Esasinin Kırkıncı Maddesi, Tanzimat,  No: 2, s. 1, 30ê Nîsana 1911

Lûtfi Fikri, Muhafazakarlık, Tanzimat, No: 3, s. 1, 1ê Gulana 1911

Lûtfi Fikri, İttihat ve Terakki Kongresi, Tanzimat, No: 4, s. 1, 2yê Gulana  1911

Lûtfi Fikri, Kanun-i Esasinin Dokuzuncu Maddesi ve Vahim Bir Mugalata [Yanıltmaca], Tanzimat, Numro: 5, s.1, 3yê Gulana  1911

Desim Mebusu Lûtfi Fikri, Payitaht Havadisi: Sadr-ı Âzam Paşa Hazretlerine Açık Mektup, Tanzimat, Numro: 5, 3yê Gulana 1911

Lûtfi Fikri, İdare-i Vilayet, Tanzimat, Numro: 6, s. 1, 2yê Gulana 1911

Lûtfi Fikri, Hak-ı Tefsir ve Suret-i İcrası, Tanzimat,  Numro: 8, s. 1, 5ê Gulana  1911

Lûtfi Fikri, Safra Atmak Politikası, Tanzimat, Numro: 9, s. 1, 6ê Gulana  1911

Lûtfi Fikri, Mutedil Hürriyetperveran Fırkası, Tanzimat, Numro: 10, s. 1, 7ê Gulana  1911

Lûtfi Fikri, “Parlman”nın Temdidi [Uzatılması] Meselesi, Tanzimat, Numro: 11, s. 1, 8ê Gulana, 1911

Lûtfi Fikri, Muğalata İhtisasi, Tanzimat, Numro: 14, s. 1, 6ê Cemazeyilaxira 1911

Lûtfi Fikri, Son İhtilaf-Hükümet Ne Yapacaktı, Tanzimat, s. 1, 8 Cemazeyilaxira 1911

Lûtfi Fikri, Matbuatta Hangi Yerin Mahkemesi Selahiyettardır, Numro: 18, s. 1, Tanzimat, 10 Cemazeyilahir 1911

Lûtfi Fikri, İnsanız Çabuk Unuturuz!, Tanzimat, Numro: 19, s. 1, 11 Cemazeyilahir 1911

Lûtfi Fikri, Selahiyet-i Vasia, Numro: 23, s. 1, 13ê Hazîrana 1911

Lûtfi Fikri, İttihad, Tanzimat, Numro: 26, s. 1, 16ê Hazîrana 1911

Lûtfi Fikri, Şimdi Ne Yapmalı?, Tanzimat, Numro: 28, s. 1, 18ê Hazîrana 1911

Lûtfi Fikri, İrtica, Tanzimat, Numro: 30, s. 1,  20ê Hazîrana 1911

Lûtfi Fikri, Avrupalılar Bize İnanmıyorlar, Tanzimat, Numro: 32, s. 1, 22yê Hazirana 1911

Lûtfi Fikri, Arnavutluk İslahatı, Tanzimat, Numro: 37, s. 1, 29 Cemazeyilaxira 1911

Lûtfi Fikri, Ma’mûrin-i Devlet, Tanzimat, Numro: 35, s. 1, 25ê Hazîrana 1911

Lûtfi Fikri, Harfe, Tesisat, Numro: 116, s. 1, 10ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Dr. N Efendiye Cevap, Tesisat, Numro:117, s. 1, 11ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Sadrazampaşa Hazretlerine, Tesisat, Numro:118, s. 1, 12yê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Yemin Meselesi, Tesisat, Numro: 119, s. 1, 13ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Meslis-i Ayan Ve Sadrazampaşa, Tesisat, Numro:122, s. 1, 16ê Teşrînîsanî 1911

 Lûtfi Fikri, Halit Ziya Beg Meselesi, Tesisat, Numro:124, s. 1, 18ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Matbuat Kanunu, Tesisat, Numro:126, s. 1, 20ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Onlar ve Biz, Tesisat, Numro:130, s. 1, 24ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Tek Sükûneti Olamasın, Bu İtirazlara Razıyız, Tesisat, Numro:132, s. 1, 26ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Şeyhülislam Efendinin Beyannamesi, Tesisat, numro:135, s. 1, 29ê Teşrînîsanî 1911

Lûtfi Fikri, Son Salah (Düzelme), Tesisat, numro:137, s. 1, 1ê Kanunîewela 1911

Lûtfi Fikri, İttihat ve Terakki Merkez-i Umumisinin Beyannamesi, Tesisat, numro:141, s. 1, 7ê Kanunîewela 1911

Lûtfi Fikri, İstanbul Müntahib-i Sanilerine, Tesisat, numro:145, s. 1, 11ê Kanunîewela 1911

Lûtfi Fikri, Muhtelit [Karma]Kabine Meselesi, Tesisat, numro:147, s. 1, 13ê Kanunîewela 1911

Lûtfi Fikri, Kanun-i Esasi Meselesi, Tesisat, s. 1, Numro: 150, 16ê Kanunîewela 1911

Lûtfi Fikri, Türk- Kürd Meselesi-5, Diyarbekir, Numro: 15, 2yê Rebiûlaxira 1337 (5 Ocak 1919)

Lûtfi Fikri, Mesleğimiz, İfham, Numro: 67, s. 1, 23yê Gulana 1912

Lûtfi Fikri, Kanun-i Esasinin Tehdili Meselesi, İfham, Numro: 69-203, 24ê Gulana 1912

Lûtfi Fikri, Hal ve Mevki, İfham, Numro: 70-254, s. 1, 25ê Gulana 1912

Lûtfi Fikri, Rumeli İslahatı, İfham, Numro: 71-255, s. 1, 26ê Gulana 1912

Lûtfi Fikri, Kavanin-i Mukate Meselesi, İfham, Numro: 72-256, s. 1, 27ê Gulana 1912

Lûtfi Fikri, Zeynelabidin Efendinin Mazbatası Meselesi, İfham, Numro: 73-207, s. 1, 28ê Gulana 1912

Lûtfi Fikri, Haki Paşa Kabinesi ve Divan-ı Âli, İfham, Numro: 74-208, s. 1, 29ê Gulana 1912

Lûtfi Fikri, Efû Değil Kanun Meselesidir, İfham, Numro: 114-298 s. 1, 8ê Temûza 1912

Lütfi Fikri, Bizde Ayan Bir Fırka-i Siyasiye Girebilmeli mi?, İfham, Numro: 112-296, 6ê Temûza 1912

Lûtfi Fikri, Ma’murinin Siyasetle İştigali Meselesi, İfham, s. 1, Numro:115-299, 9ê Temûza 1912

  1. Pirtûkên :

Şimdiki İzdivaçlar (Piyes), Kahire Türk Matbaası, 1905.

Tecrube-i İntikal, Duhter-i Hindu (Hintli Kız), Kahire Türk Matbaası, 1905.

Erkekler Arasında (Piyes), Kahire Türk Matbaası, 1907.

Lûtfi Fikri, Hükümdarlık Karşısında Milliyet ve Mesuliyet ve Tefrik-i Kuva Mesaili (23 rûpel e, Akşam Matbaası, 1338).

Lûtfi Fikri, Meşrutiyet ve Cumhuriyet (41 rûpel e, 25ê Eylûla, 1339).

Lütfi Fikri (Dersim Mebusu), Selanik’de Bir Konferans, Bizde Fark-ı Siyasiye: Hal-i Hazırı – İstikbali (48 rûpel e, Matbaa-yi Ahmed İhsan, İstanbul, 1326).

 Lütfi Fikri, Osmanlı Tarih-i Siyasisi, Birinci Cild: Meşrutiyet-i Osmaniye’nin Menşe’leri (112 rûpel e, Kadr Matbaası, İstanbul, 1329).

Ew, di sala 1920an de ji bo serokatîya Baroya Îstenbolê hatîye hilbijartin û heşt sal li pey hev serokaatîya vê sazîyê kirîye. Di karê parêzgerîyê de; ew terefdarekî pêbawer ê hiquqê û hiquqzanekî têgehiştî û merivekî pir serwext bû, heman demî hakimê deaweya xwe bû, deaweyên ku bawerî bi heqaniyeta wê nekira nediket bin mesuliyetîya wê. Pirranîya mişterîyên wî ecnebî bûn.

Piştî ku Îstenbol dikeve bin hukmê tevgera M. Kemal û li wê derê jî Mehkemeyên Îstiqlalê têne damezirandin, wekî gelek rojnamevanên mixalif, Kurdîzade Lûtfî Fikrî jî careke din ji ber nivîsa xwe ya di rojnameya Tanînê û wd. de tête mehkemekirin. Rojnamevanên din berat dikin, lê ji bo wî ceza îdamê tête xwestin û paşê vê cezayê werdigerînin mudetê pênc salan ceza qelebendîyê. Wê demê pismamê wî Halîs Turgut ê mebusê Sîwasê çûye nik wî û jê daxwaz kirîye ku efû bixwaze da ku ceza wî bête bexişandin. Ew, vê pêşniyarê red dike û dibêje: Ez ne mucrîm (tawanbar) im ku efûya xwe bixwazim, dixwazin bila hukmê li ser min hilînin!”[14]  Paşê di 16ê Tebaxa 1925an de bi mudexaleya Mistefa Kemal, heyeta mehkemê wî berat dike.[15]

“Kurdîzade Lûtfî Fikrî”, mirovekî dilsoz û têkoşer bû, hetanî dawîya jîyana xwe şînekirîye û di 7ê Teşrîna Ewela sala 1934an de li Parîsê koça dawî kirîye. Li gorî wesiyetnameya hiştî, milk û hebûna wî ya maddî bi vî awayî hatîye parvekirin: Beşekî milkê xwe bexşê şaredarîya Elezîzê (Xarpêtê) kirîye, bi şertê ku şaredarî her sal du zarokên Elezîzî li Awrupayê bide xwendin. Bi hatina salane ya emlaqê jî, bi serpereştiya komisyonek ku ji serokê Baroyê, rektorê Universiteyê û zatekî din hatibe pêkanîn û di bin çavdêrîya vê komisyonê de: her sal ji nivîskarê tewr baş ê ku li ser exlaq, cesareta medenî û yekîtîya malbatê nivîsandibe hezar lîre; ji hakimê serkevtî yên ku hikum û biryarên rast bidin re hezar lîre; bi yê mayî jî, bila her sal ji du xwendevanên feqîr ên serkevtî re bête xerckirin ji bo tehsîla wan a li Awrupayê.[16]

Jêder: Seîd VEROJ, Portreyên Şophiştî-I, Weşanê Dara, Dîyarbekir, 2019

[1]   Serbesti, Lütfü Fikri Bey Sulh Konferansında Kürdlerin Hukukunu Müdafaa Edecek, no: 485, s. 1, Constantinople, 4 Mayıs 1919.

[2]   Murat Çulcu, Cumhuriyetin İlanı ve Lütfi Fikri Davası, İkinci Cilt, Zafer Matbaası, İstanbul, 1992, r. 205.

[3]   Jêdera berê, r. 205.

[4]   Yücel Demirel, Dersim Mebusu Lütfi Fikri Bey’in Günlüğü, Arma Yayınları, İstanbul, 1991, r. 20.

[5]   Serbesti, Lütfi Fikri Bey Sulh Konferansında Kürdlerin Hukukunu Müdafaa Edecek, s. 1, no: 485, Constantinople, 4 Mayıs 1919.

[6]   Lûtfî Fîkrî, Kürd Milliyeti, Rojî Kurd, h.: 4, 30ê Tebaxa 1329 (12ê Eylûla 1913).

[7]   Lûtfi Fikri, Türk-Kürd Meselesi-5, Diyarbekir, no: 15, 25 Kanuni Evvel 1335( 25 Aralık 1919).

[8]   Kürd Şerif Paşa, Sulh Konferansı’nda Kürd Hukuku, Kurdistan, no: 8, 2yê Gulana 1919.

[9]   Serbestî, no: 479, 28ê Nîsana 1919.

[10] Serbesti, Lütfü Fikri Bey Sulh Konferansında Kürdlerin Hukukunu Müdafaa Edecek, s. 1, no: 485, Constantinople, 4 Mayıs 1919.

[11] Kürdizade Ömer, Hürriyet ve İtilaf Fırka-i Siyasisi Müessisin Kiramıne, Tesisat, no: 140, 6 Kanunievvel 1911, s. 2.

“Hürriyet ve İtilaf Fırka-i Siyasisi Müessisin Kiramıne

Vatan-ı mukaddesimizin selameti ve millet-i necibe-i Osmaniye’nin refah ve saadeti maksad-ı hayr-ı havahanesiyle Hürriyet ve İtilaf Fırkası nâmî tahtında bir fırka-ı siyasiyeyi teşkil ettiğinizden dolayı acizane tebrikle beraber her halukarda devam-ı muvaffakiyetinizi cenab-ı Huda-yı lemyezel’den temenni eylerim efendilerim.

Kürdizade Ömer”

[12] Kurdizade Ömer Lûtfi, Tesisat Gazetesi İdare-i Aliyesine, Tesisat, no: 149, 15 Kanunievvel 1911, r 2.

[13] Tanzimat, numro: 1, 29 Nisan Sene 1911.

[14] Yücel Demirel, Dersim Mebusu Lütfi Fikri Bey’in Günlüğü, Arma Yayınları, İstanbul, 1991, r. 190.

[15] Malmîsanij, Yüzyılımızın Başında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullah Cevdet, Jîna Nû Yay., Uppsala,1986, r. 55.

[16] Yücel Demirel, Dersim Mebusu Lütfi Fikri Bey’in Günlüğü, Arma Yayınları, İstanbul, 1991, r. 171, 197.