“Hîç neteweyek nikare hêvî û daxwazên xwe yên pêşkevtinê bi bê rêxistinê û hîç rêxistinek nikare bernameya xwe bi bê netewe pêk bîne.”
(Memdûh Selîm Begî)
Seyid Ebdulqadir

Îro em li vê derê bi minasebeta 93. salvegera darvekirina serok, serkirde û alîgirên Tevgera 1925an berhev bûne. Bi giştî li ser navê van hemû şehîdan û taybetî jî bi navê rêber û serwerê şehîdan Seyîd Abdulqadirê Nehrî, Şêx Seîdê nemir û Xalid Begê Cibran we ji bo deqeyek dawetê rawestana rêzgirtinê dikim.

***

Bi minasebeta vê panelê, fersend ji bo me jî çêbû ku li ser hinek alî û qonaxên tevgera rizgarîya neteweyî ya 1925an, bala we bikşînim li ser hinek nûqte û têbinîyan. Ezê di axaftina xwe de bi taybetî li ser alîyê rêxistinî (teşkîlatî) yê vê pêvajoyê rawestim. Lewra rêxistina li paş Tevgera 1925an ji alîyê hinekan ve yan bi nezanî tê jibîrkirin yan jî bi zanîn tê veşartin. Çinku tevgerek civakî û netweyî, ji pêvajoya wî ya gihaştin û rêxistinbûnê bête qutkirin, ew tevger, wek tevgerek ferdî tête nîşandan û bi vê awayê jî alîyê wî yê sîyasî û neteweyî tête veşartin. Di encamê de, mîrasgirên wê yên civakî û sîyasî têne manîpulekirin û xapandin. Ji ber vê yekê, di axaftina xwe de dixwazim bi kurtayî behsa pêvajoya rêxistinî ya wê demê bikim; ji damezirandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê heta rêxistina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê.

Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK)

Piştî bidawîhatina Yekemîn Şerê Cîhanê, di 17yê Kanûna Ewel a 1334ê (1918) de bi serokatîya Seyîd Abdulqadirê Nehrî, rêxistineke nû tête damezirandin. Qedrî Cemîl Paşa dibêje: “Bi agirbesta Mondrosê ve dawî li Şerê Giştî hat û welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Komela Tealîya Kurdistanê rêxistineke sîyasî damezirandin.”[2]

CTKê, dixwaze “Prensîbên Wîlsonî” ji bo çareserîya meseleya milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Ev daxwaz, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî tête pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlsonî, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezirînin.”[3]Armanca esasî ya CTKê ev bû; ku bikare ji vê rewşa nû ya piştî Şerê Yekem îstîfade bike û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê damezirîne.[4]

Damezirêner û ndamên desteya rêvebir CTKê ji van şexsiyetan pêk dihat:

Serok: Seyîd Ebdulqadir Efendî (yê kurê Şêx Ubeydullah Şemzînanî)

Cîgirê serok ê yekem: Emîn Elî Beg ê Bedirxanî

Cîgirê serok ê duyem: Fuad Paşa (kurê Seîd Paşayê wezîrê derve yê berê),

Sekreterê giştî: Hemdî Paşa (fermandarê Tumanê),

Jimaryar: Seyîd Abdulahê (kurê Seyîd Abdulqadir Efendî),

Endam: Mîralay Xelîl Begê Dêrsimî,

Endam: Mîralay M. Elî Begê Bedirxanî (xanenişîn)

Endam: M. Emîn Begê Silêmanî (Qaymeqamê leşkerî yê xanenişîn),

Endam: Xoce Elî Efendî (ji ulema ye ),

Endam: Şefîq Efendî yê Arwasî (mamoste),

Endam: Babanzade Şukrî Beg (sernivîskarê rojnameya Tercumanê),

Endam: Babanzade Fuad Beg,

Endam: Fetullah Efendî (bazirgan),

Endam: Prof. Dr. Şukrî Mehmed Begê Sekban”[5]

Li gor gotina nivîskarê pirtûka Doza Kurdistanê; “Kamuran Alî Bedirxan, Necmeddîn Huseynî yê Kerkûkî, Reşîd Axa (serokê karkerên Kurd), Qadîzade M. Şewqî, Mehmed Mîhrî (mesûlmudirê kovara Kurdistan), Hemze (mesûlmudirê kovara Jîn), Emîn Feyzî, M. Selîm Begê Wanî, Abdulwahîd Berzencîzade, Dr. Hemîd Şakir, Law Reşîd, Dr. Fuad Berxo, Abdurrehîm Rehmîyê Hekarî, Yamûlkîzade Azîz, Hîzanîzade Kemal Fewzî.”[6] jî damezirêner, rêvebir û endamên çalak ên komeleyê bûne. Bêguman di vê lîsteyê de tenê navê hinek rêvebirên çalak hatine rêzkirin, ji xeynî wan gelek endam û xebatkarên jêhatî û çalk jî hene. Di hinek çavkanîyan de behsa navê 260 kesan tête kirin.

Navenda CTKê li Stenbolê bû û li Diyarbekir, Dêrsim, Sêrt, Xarpêt û Meletiyayê jî buroyên wan hebûn. Di heqê rêxistinbûna CTKê de, T. Z. Tunaya dibêje “Cemîyetê li her derê Kurdistanê şûbeyên xwe damezirandine. Li Dîyarbekir, Elezîz (Xarpêt), Arapgîr, Xerzan, Xozat (Dêrsim), Erzerom, Wan û Adanayê şûbeyên xwe vekirine.”

Piştî xebata du salan, geşbûna bûyer û pêşketinên li herêm û cîhanê, li ser paşeroja Kurdistanê, di nav damezirêner û rêvebirên CTKê de nêrînên cuda derxistin meydanê. Ji bo dahatûya Kurdistanê, beşeke damezirêner û rêvebiran, di nav sînorên Dewleta Osmanî de pêkanîna muxtarîyetê (otonomî) diparastin û beşeke din jî serxwebûnê dixwestin.

Di nav CTKê de şexsîyetên wekî “Emîn Alî Bedirxan Beg, Halîl Rehmî Bedirxan, Ferît Bedirxan Beg, Babanzade Şukrî Beg, Babanzade Hîkmet Beg, Dr. Abdullah Cevdet, Dr. Şukrî Mehmed Beg, Kemal Fewzî yê Bedlîsî, Ekrem Cemîl Paşa, Necmedîn Huseynî yê Kerkûkî, Memdûh Selîm Beg û Mewlanzade Rifat”[7] hebûn.

Emîn Alî Bedirxan pêşengîya gruba “serxwebûnxwazan” dikir û vê grubê dixwest prensîbên mafê çarenûsîyê ji bo milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Lêbelê di rastiyê de ji alîyê armancê ve, di navbera her du alîyan de jî nakokî û ferqeke mezin tunebû.

Robert Olson di pirtûka xwe de dibêje: “Ferqa di navbera Seyîd Abdulqadir û Emîn Alî Bedirxan de ev e: ku Seyîd Abdulqadir Kurdistaneke yekgirtî tercîhî Kurdistaneke parçebûyî dikir.”[8]

Piştî çêbûna Peymana Sevrê (10ê Tabaxa 1920), nerehetî û acizîya hikûmetê li hemberê xebatên CTKê hîn bêtir bûn. Di vê pêvajoyê de, li Kurdistanê xebata tevgera Kemalîst jî her ku diçû pêş diket û zixtên wan ên li ser tevgera kurd û gelê kurd jî zêdetir dibûn. Ji ber vê, “ji alîyê hikûmetê ve biryara girtina CTKê hate dayin.”[9] Ji xwe berîya wê jî, dest bi girtina hinek şûbeyên CTKê kiribûn. Li hemberî tevgera kurd û CTKê, helwest û polîtîkaya Saraya Osmanî û Heyetî Temsîlîye ya Mistefa kemal yek bû. Di encama vê helwesta yekgirtî ya Stenbol û Anqereyê de, “Di Temmuza 1920an de, ji alîyê hikûmeta Osmanî ve biryara girtina CTKê tête dayin.”

CTKê, bi tevî hemû kêmasî û lawazîyên xwe ve di dîroka sîyasî, neteweyî û kulturî ya milletê kurd de helqeyeke sereke û pirr girîng e. Li vê derê, tenê di çarçoveya bîrxistina wê demê de, hin tişt hatin gotin. Divê xebatên pirralî û berfireh li ser vê babetê bêne kirin.

Damezirandina Komîteya Îstîklala Kurdistanê

Biryara girtina CTKê, ji alîyek ve sistayî û bêmecalîyek xistibû nav rêvebirên CTKê û ji alîyê din ve jî hewldanên lêgerîn û peydakirina rê û rêbazên din dabûn destpêkirin. Di vê rewşa hanê de serokê Cemîyetê Seyîd Abdulqadir, ji Stenbolê ve bi rêya Elî Rizayê kurê Şêx Seîdê nemir li ser navê Şêx Seîd mesaja xwe digehîne hemû kurdperwer, rewşenbîr, ulema û giragirên Kurdistanê; dibêje: “Ji bavê xwe re bibêje ku li vê derê tu rêyek ji bo xebatê nemaye, ger karibin li wê derê xebatê geş bikin baştir e. Ew, rewşa Kurdistanê baş dizane û têkilîyên wî bi xelkê re hene. Xelk hûrmetê nîşanê wî dide û guhdarîya wî dike. Bila li welat, li Kurdistanê rêxistinê bikin.”[10]

Her wekî ku berîya nûha jî hate gotin, piştî jihevbûna navendî ya CTKê, şûbe û komîteyên li Kurdistanê jî ketibûn nav lêgerîneke nû. Em dikarin bibêjin ku bi îhtîmaleke mezin gelek endamên CTKê ketine nav lêgerîn û xebateke îlegal û rêxistinên nû damezirandine.

Rêxistina “Komîteya Kurd a Erzeromê” di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd kirîye û bi Komîteya Stenbolê re jî têkilîyên xwe yên veşartî domandine. Serokê rêxistina Komîteya Erzeromê Xalid Begê Cibrî bû. Li gor agahdarîyên konsolosê Rusya, di dawîya sala 1920an de li Erzeromê bi navê “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê” yan jî “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê” rêxistinek hatîye damezirandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Li gor agahdarîyên Îsmaîl Heqî Şaweys;

“Mîralay Xalid Begê Cibrî, di sala 1921ê de li Erzeromê komeleyeke veşartî (îlegal), “Komîteya Îstîklala Kurdistanê” ava kiribû. Ev komele li Kurdistana Tirkiyê di demeke kurt de li her şeş bajarên mezin belav bû û dest bi xebatê kir.”[11]

Di raporteke veşartî ya Hêzên Hawayî yê Îngilizan de, li ser têkilîya CTKê û Komîteya Îstiqlala Kurdistanê weha hatîye gotin:

“Ev rêxistin, berdewamîya Cemîyeta Kurd a Stenbolê ye. Ji ber zixt û gumanên hikûmetê, Cemîyetê sala 1921ê qerargaha xwe ji Stenbolê ve birîye Erzeromê û ji wê rojê ve hetanî îro xebata xwe li vê navendê pêşxistîye.”[12]

Di raporta navborî de, derbarê rêxistin, şûbeyên (şaxên) wê yên li Kurdistanê, serokên van şûbeyan, navê eşîret û serokeşîrên piştgir, kadroyên pêşeng û endamên leşkerî yên nav dewlet û ordîya osmanî de hatine dîyarkirin. Li van bajar û qezeyan şûbeyên rêxistinê hatine avakirin û navê rêvebirên wan wisa hatine dîyarkirin:

“Erzerom (navenda rêxistinê ye û serokê wê Mîralay Xalid Begê Cibrî ye), Stenbol (serokê şûbeyê Seyîd Abdulqadir e), Qers (serokê şûbeyê Yuzbaşî Tewfîq Efendî ye), Bazîdê (Şêx Îbrahîm), Eleşgirt, Melezgird (Kor Huseyin Paşa), Varto (Xalid Begê Hesenî), Xinûs (Rûştî Efendî), Muş, Bedlîs (Yusif Zîya Beg), Wan (Mele Abdulmecîd Efendî yê birayê Seîdê Kurdî), Sêrt (Yuzbaşî Îhsan Beg), Şirnax (Silêman Axa), Cizîr (Hecî Dûrsin Efendî), Dîyarbekir (Ekrem Cemîl Paşa), Mêrdîn (Hecî Xidir Efendî), Erzingan, Dêrsim (Kangozâde Elî Heyder), … ”[13]

Di vê demê de herweha têkilî û xebata ji bo yekgirtina rêxistin û grubên kurd jî berdewam bû. Di encama van hewldanan de, Komîteya navendî ya li Stenbolê û Komîteya li Erzeromê, yekîtîya xwe pêk tînin. “Komeleyên eşkere û nihênî (legal û îlegal) yên Kurdistanê, wek Komela Tealî ya Kurdistanê, Teşkîlata Îctîmaîye, Hêvî, Demokrat û Sosyalîstên Kurdistanê xwe gihandin hev û ji bilî vana jî, li Anqerê Yusif Zîya Beg ku mebûsê Bedlîsê bû, wî jî di sala 1922an de komeleyek îlegal a bi navê “Îstîqlala Kurdistanê” ava kiribû û şaxên wê li bajarên Wan, Bedlîs, Anqere û Stenbolê çêbûbûn.”[14] Di dawîya xebatên yekgirtinê de “Komîteya Kurd a Stenbolê”, “Komîteya Kurd a Erzeromê” û Komîteya Îstiqlal a li Misrê, bi tevî hin grub û rêxistinên din bi navê “Komîteya Navendîya Kurdistanê” rêxistineke nû damezirandin ku paşê navê wê hate guhartin û bû “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (KÎK)”. Komîteya Îstîqlala Kurdistanê li hemû deverên Kurdistana Tirkiyê bi awayekî nihênî hate damezrandin, herweha teşkilat û têkilîyên xwe bi rêxistinên li başûr û rojavayê Kurdistanê re jî pêkanîbûn.

Li gor nivîsandina Dr. Nûrî Dêrsimî, “Komîteya Kurdistanê ya li Erzeromê, di nav sala 1919an de li ser dîrektîfa navenda Stenbolê ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, bi serokatîya qehremanê kurd Xalid Begê Cibran hatîye damezirandin.”[15] Îsmaîl Heqî Şaweys jî dibêje: “Di sala 1921ê de li Erzeromê navenda Komîteya Îstîqlala Kurdistanê hate danîn ku 24 qehremanan tê de cih digirt. Di navbera salên 1921-1922an de, çi eşkera çi nihênî, hemû partî û komeleyên siyasî yên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê xwe dan bin alaya “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê” û bi hev girtin. Ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê peyman girêdan û bi kontr-partiyên tirk re yên ku li dijî Kemalîstan bûn, dest bi xebatê kirin. Xalid Begî di çarçoveya armanca komîteyê de, bi Simko û Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û nevîyên Şêx Evdilqadirê Şemzînanî re li hev kiribû.[16] Armanca Komîteyê ev bû ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêbike û serxwebûna Kurdistanê pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê armancê Komîteyê, Kurdistan kiriye sê qisim: Qismê yekem; Kurdistana Tirkiyeyê û bakûrê Sûriyeyê. Qismê duyem; Kurdistana Iraqê. Qismê sêyem; Kurdistana Îranê.

Li gor konsolosê Rûsyayê Pavlovskî, “Komîteya Kurd a Stenbolê û Komîteya Kurd a Erzeromê di Nîsana 1922yê de yekîtîya xwe pêkanîne.”[17] Li gor neqilkirina Mele Xalid, Fehmîyê Bîlal jî dibêje: “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, di sala 1921ê de hatîye avakirin û di nav zemanek kurt de li tevayîyê herêmê rêxistina xwe pêk anîbû.”[18] Piştî yekbûna herdu gruban, navê rêxistina nûh dibe “Komîteya Navendîya Kurdistanê.” Ji yekîtîya van herdu gruban şûn ve, xebata ji bo yekîtîyê hîn bi berfirehî hate domandin, di encamê de hinek grubên din jî tevlî vê yekîtîyê bûn û navê rêxistinê kirin Komîteya Îstiqlala Kurdistanê. Di hin çavkanîyan de jî bi navê “Komîteya Azadîya Kurdistanê (KAK)” yan jî bi navê xwe yê kurt, wek “Azadî” tête binavkirin. Di belgenameyên Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê de, rêxistina navborî bi navê “Kürdistan İstiklal ve İstihlas Cemiyeti” [Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê] derbas dibe. Li gorî raporta Pavlovskyê Konsolosê Rusyaya Federal li Erzeromê, Xalid Beg serokê vê rêxistinê bû û Îsmaîl Heqî Şaweys bi xwe jî endamê rêvebirîya vê rêxistinê bû.[19]

Di raprotek veşartî ya bi hejmara “FO 371/10121” ya Konsolxaneya Îngiliz de, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê wek berdewamîya CTKê hatîye destnîşankirin û dibêje, ev rêxistin bi wesîteya Dr. Mehmed Şûkrî hatîye naskirin û herweha têkilîya wan bi Şerîf Paşa re jî heye. Ji ber xweparastin û şupheyên hikûmetê, sala 1921ê qerargaha xwe birine Erzeromê û serokê wê jî Mîralay Xalid Beg e.[20]

Di raporta navborî de navê gelek damezirêner û endaman, şûbe û serokê şûbeyan, kadroyên eskerî yên nav ordîyê, eşîr û serokeşîran jî hatine nivîsandin. Rêvebirên Cimhurîyeta Kemalîst bi hemû rê û têkilîyên xwe ve xebata Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bi hesasiyetê dişopandin. Bi hênceta bûyerên Beytûlşebabê Yusif Zîya û paşê jî serokê rêxistinê Xalid Beg di roja 20ê Kanûna Ewel a 1924an de hate girtin.

Piştî girtina Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, barê rêber û serokên mayî bêtir giran dibe û Şêx Seîdê nemir û hevalên xwe xebata rêxistinkirina şoreşê berdewam dikin. Xebata şoreşê di 13yê Sibata 1925an de bi bûyera Pîranê provake dibe û berîya dema dîyarkirî, tevgera serhildanê dest pê dike. Navê Şêx Seîdê nemir, di vê pêvajoyê de wek serokê sîyasî yê tevgerê derdikeve pêş. Tevgera 1925an, di çend mehên pêşî de ji alîyê çapemenîya Komara Tirkiyê ve ve bi unwanê “tevgera kurd” tête binavkirin, lê paşê bi biryara Serokerkanî û Wezareta Derve, wek tevgerek “îrtîcayî” û paşverû tête nîşandan û gorbihuşt Şêx Seîdê nemir jî wek serokê vê tevgera îrtîcayî didin nîşandan. Bi vê awayê dixwazin alîyê sîyasî û neteweyî yê Tevgera 1925an veşêrin. Mixabin ev nêrîna sîstema dagirkerî, tesîreke negatîf li ser beşekî girîng ê kurdan jî kirîye. Xulesa Tevgera 1925an, bi keda hemû rêber û serokên xwe yên hêja, bi rêberî û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê çêbûye.

Li gor yên berîya xwe du xusûsîyetên cuda yên vê rêxistina nû hebûn: 1- Ev rêxistin di şiklê cepheyekî neteweyî de hatibû sazkirin, 2- Yekemîn rêxistina îlegal e ku li ser erdê Kurdistanê tête damezirandin û kadroyên wê yên navendî li Kurdistanê bûn.

[1] Axaftina min a di panela “Di salvegera 93an a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de, Tevgera Kurd a 1925an” de. 28.06.2018

[2] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[3] Bîlal Şimşir, Kürtçülük[Kurdîtî]: 1787-1923, Bilgi Yayınevi, 2009, r. 305

[4] Oğuz Aytepe, Tarih ve Toplum, Yeni Belgeler Işığında Kurdistan Teâlî Cemîyetî, sayı: 174, Haziran 1998, r. 330

[5] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[6] J. b., r. 198

[7] Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Tekîn Yayın Evi, 1991, Ankara, r. 186

[8] Robert Olson, Kürd Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Öz-ge Yayınları, Ankara, 1992,r. 49

[9] İsmail Göldaş, Kurdistan Tealî Cemîyetî [Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Stenbol, r. 217

[10] Hesen Hişyar, 63 yıl sonra Şeyh Said direnişi, kovara War, h.: 8, 1999

[11] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, bn. Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[12] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, “FO 371/10121” nolu ve11 Kasım1924 tarihli, 1992, Stenbol, r. 143

[13] J.b., r. 147, 148

[14] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[15] Dr. Nuri Dêrsimî, Hatıratım [Bîranînên Min], Weşanên Doz, Stenbol, 1997, r. 47

[16] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, bn. Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[17] Di derbarê Meseleya kurd de raporta bi dîroka 26.07.1923 yê Konsolosê Erzeromê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008

[18] Mele Xalid, Fehmî Firat kî ye? Kovara Bîr, hej: 7, Havîna 2007-Dîyarbekir, r. 212

[19] Di derbarê Meseleya kurd de raporta bi dîroka 20.12.1922 yê Konsolosê Erzeromê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008

[20] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), r. 143, Weşanên Doz, Stenbol, 1992