Seîd Veroj/ Di salvegera sîhemîn a şehîdkirina Dr. Abdurehman Qasimlo û hevalên wî de

1
3940

Dr. Ebdurahman Qasimlo, di roja 22. 12 1930î de li bajarê Urmiyeya rojhelatê Kurdistanê ji dayik bû.  Sala ku Ebdurahman Qasimlo ji dayika xwe bûye, eynî salê Simkoyê meşhûr ji aliyê rêvebirên dewleta Îranê ve bi awayeke bêbextî tête kuştin. Qasimlo û hevalên wî Abdullah Gaderî Azar û Fazil Resûl jî piştê 59 salan, wekî Simko û Pêşewa Qazî Mihemed, sêzdeyê Temûza 1989an li bajarê Vîyanayê di rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê de ji alîyê rejîma Îranê ve bi bêbextî hatin şehîdkirin.

Di vê kurtenivîsê de bi berfirehî danasîna serkirdeyek sîyasî û entelektuelekî wekî Dr. Qasimlo, ne mimkun e, lêbelê hata ku karibim ez dê naveroka xebat û jîyana wî bi we bidim nasîn. Dr. Qasimlo di nav malbateke naskirîyê herêmê û dewlemend de mezin bû. Bavê wî yek ji endamên şanda kurd bû ku di berîya damezirandina Komara Kurdistanê de serdana Yekîtîya Sovyetê kiribûn. Qasimlo di nav van têkilîyên sîyasî û civakî de mezin dibe û di 15 salîya xwe de dibe endamê Yekîtîya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê. Dema ku damezirandina Komara Kurdistanê hate ragihandin, Dr. Qasimlo 17 salî bû. Piştê rûxandina Komarê, di sala 1948an de ji bo xwendina unîversîteyê çû Parîsê, li vê derê Kamuran Bedirxan jî nas kir û vê têkilîyê tesîreke girîng li ser wî kir. Ji demekî şûn ve, ji bo xwendina li ser aborîyê berê xwe dide Çekoslovakyayê û li bajarê Pragê dest bi xwendina ûnîversîteyê dike. Li vî bajarî xwendina unîversîte û doktorayê temam dike û di heman unîversîteyê de dest bi mamosteyî dike.

Di vê navberê de têkilîyên wî bi Kurdistanê re qut nabe, dem deman seferên ji bo serdana Kurdistanê dike. Ew, dema ku li Pragê dixweyne, ji alîyê îdeolojîya sîyasî ve nêzîkê nêrîna çepgirîya xeta Sovyetîk dibe. Piştê ku Çekoslovakya di sala 1968an de ji alîyê Dewleta Yekîtîya Sovyetê ve hate dagirtin, li dijberê dagirtina Yekîtîya Sovyetê bi serokatîya Dupçek, Tevgera Biharê dest pê kir û Dr. Qasimlo jî helwesta xwe ya li hemberê dagirtina Sovyetê bi aşkerayî dîyar dike di nav Tevgera Biharê de cî digre.

Di sala 1958an de vegera Barzanî û hevalên wî ji Yekîtîya Sovyetê û di sala 1961ê destpêkirina Şoreşa Îlonê, li ser tevgera neteweyî ya li çar parçeyên Kurdistanê tesîreke girîng dike û Dr. Qasimlo bi xwe jî vê dewreya nû û bandora wê ya li ser Kurdistanê rast dixweyne. Piştê Peymana 11yê Adara 1970ê, ew jî tê başûrê Kurdistanê û demek li Iraqê dibe mudirê Sazîya Plankirina Dewletê.

Di vê rewşa hanê de ew, di sala 1970ê de dibe endamê navendî yê PDKÎ û di sala 1973an de jî wek Sekreterê Giştî tête hilbijartin. Piştê ku Xudmuxtarîya li başûrê Kurdistanê têkçû, di sala 1974an de carek din vegerîya Awrupayê û li Parîsê cîwar bû. Heta ku vegerîya Kurdistanê, hinek demên kurt ne tê de, di navbera salên 1961-1978an de digel hevjîna xwe, li Unîversîteya Pragê mamosteyîya dersên Aborî kir. Di sala 1978an de vegerîya Kurdistanê û digel serkirdeyên hinek grubên din, pêşengîya xebata sîyasî û çekdarîya rojhelatê Kurdistanê kir.

Dr Kasimlo digel pesmergeyanDi sala 1979an de, dema li Îranê bi pêşengîya Xumeynî Şoreşa Îslamî çêbû, piranîya erdê rojhelatê Kurdistanê di bin desthilatdarîya rêxistinên kurdan de bû û di nava van rêxistinan de ya herî bi hêz partîya damezirêner a Komara Kurdistanê yanî PDKÎ bû û wê demê Dr. Qasimlo jî serokê partîyê bû. Xumeynî ji bo ku piştgirîya tevgera Rojhelatê Kurdistanê bigre, bi serkirdeyên tevgera kurd re, peymana ji bo otonomîya rojhelatê Kurdistanê çê kiribûn. Lê mixabin piştî serkevtina Şoreşa Îslamî, ew peyman hate înkarkirin yan jî rejîma nû li gora xwe şirove kir û xwestin naveroka peymanê pûç bikin. Wê demê pirranîya erdê Kurdistana Rojhelat di bin desthilatdarîya hêzên kurd de bû. Li ser vê helwesta rejîma nû ya Îranê, di anvbera hêzên kurd û rejîma Îslamî de şerê çekdarî dest pê kir. Bi serokatîya Dr. Qasimlo PDKÎ, hêzeke sereke ya vî şerî bû.

Di heman demê de şerê navbera Dewleta Iraq û Îranê jî dest pê kir. Di vê pêvajoyê de Komara Îslamî ya Îranê ji alîyên hêzên kurd ve gelek zêde hate tengav kirin. Piştî ku şerê Îran û Iraqê hate rawstandin, rejîma Îslamî hemû qeweta xwe da li ser têkbirina tevgera rizgarî ya kurd. Rêvebirên rejîma Îslamî, di vê pêvajoyê de qîma xwe tenê bi karanîna rê û rêbazên hovane neanîn, pê li usilên dîplomatik kirin û bextê xwe jî avêtin. Bi munasebeta çareserkirina meseleya kurd, daxwaza hevdîtinê ji PDKÎê kirin. Ev daxwaz ji alîyê PDKÎê ve hate qebûlkirin û bi serokatîya Dr. Qasimlo hevdîtinan dest pê kir. Di rûniştina sêyemîn de yanî di 13yê Temûza 1989an de, Dr. Qasimlo û du hevalên xwe yên din ji alîyê nûnerên Îranê ve bi bêbextî hatin şehîdkirin.

Ev bêbextîya rejîma Îranê, ne ya pêşîn û ne jî ya dawîn bû. Sê sal piştî şehîdkirina Qasimlo û hevalên wî, di sala 1992yê de careke din serokê PDKÎê Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li bajarê Berlîna Almanyayê, ji alîyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin. Di salvegera şehadeta pakrewanan de vê kiryara kirêt a rejîma Îslamî, bi tûndî şermezar û rûreş dikim. Divê hemî dijminên kurdan bizanin ku bi kuştina pêşeng û serkirdeyên kurdan, doza rewa ya milletê kurd naye çareserkirin. Milletê kurd jî bi qasê faris, ereb û turkan xwedî maf e. Dîroka însanetîyê daye dîyarkirin ku erêkirin û qebûlkirina mefê rewa yê milletan dikare bibe rêya çareserîyê. Bi tunekirin û xwînrêtin, pêşî li daxwaza heq û hiquqê naye girtin. Xwînrijên ku bibin sebebê gola xwînê, dawîyê ew bi xwe jî di wê golê de dixenikin.

Dawîyê, dixwazim vê yekê jî bînim bîra we ku bi tenê sucdarkirin û gazindên li hemberê hovîtîya dijmin nebes e, bêguman di tekerûrkirina bûyerên wisa de lawazî û kêmasîyên me jî hene; divê em ji bûyerên pêkhatî ders bigrin û bi berdewamî bîra xwe ya dîrokî û civakî zindî bikin. Wek nimûne; divê ev şîretên Pêşewa Qazî Mihemed her gav di bîra me de bin ku dibêje:

“Birayên min! Dijminê kurd ji çi reng û qewmekî be her dijmin e; bê wijdan e, rehmê bi we nake, dê we bi destên we bi xwe bide kuştin, dê we temah bike, bi fêlbazî û bi derewan we li bera hev bide. Di nêv hemû dijminên gelê kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e. Destê xwe ji tu tawanên li hemberî gelê kurd naparêze, di dirêjîya dîrokê de kerb û kîna wî li dijî gelê kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandin û pirr nemerdane kuştine. Heçî kurd e, zû bawarî bi sûnd û sozên Eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjayîya dîrokê heya nûha tu kesan nedîtîye ku tu caran ecem soz û peymanên xwe bicîh bîne û tu sozên xwe bi kurdan re bicî neanîne, her direw û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya Xwedê de û ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger ecem hingivînî bide we, dîyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û baş bizanin ku tenê merama wan xapandina we ye.

Ez bawerim gelek ji wan ên paş me jî, ji alîyê eceman ve bêne xapandin û yên ji me zanatir û jêhatîtir bin, lê hêvîxwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret.”