Ji berhemên Abdurehman Nacîm; Rahnameya Dîyarbekir (PDF)

Gelek nivîskar û rewşenbîrên me kurdan hene ku zanîna me ya li ser jîyana wan û berhemên wan ên nivîsandî gelek kêm e. Ji van kesayetîyan yek jî Abdurrehman Nacîm ê bavê rojnamevanê navdar Mewlanzade Rifat e. Dema em Abdurrehman Nacîm û xebata wî ya nivîskarîyê nas bikin, ji alîyek ve şopa demar û membaya li paş entellektuelîya Mewlanzade Rifat jî xuya dibe. Abdurehman Nacîm, entellektuelek î girîng ê dema xwe û milletê kurd e, li ser babetên cûr bi cûr xebat û nivîsên wî hene; ew bi nasnama xwe ya nivîskarî, perwerdekarî, hiqûqzanî, edîbî, şaîrî û karê tesnîfkirina kutbxaneyan tête naskirin.

A. Nacîm, li bajarê Silêmanîyeyê ji dayik bûye, endamê malbateke namdar û giragir ê vî bajarî ye. Li gor lêkolîner Alî Bîrîncî, “ew, di 21ê Gulana 1833-9 Gulana 1834ê de li qezeya Şehrezor a bi girêdayî bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mîrekên Silêmanîyê û kesayetîyek navdar ê wê deverê bû. Abdurrehman Nacîm bi leqaba xwe ya Mewlanbegzâde jî tête nasîn.”[1] Lêkolîner Îbrahîm Goksel jî dibêje: “Mewlanbegzade Abdurehman Nacîm Efendî, sala 1832an li Silêmanîyeya Iraqê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e û ew ji malbateke navdar û giragirên mîrekên Silêmanîyê bû. Li wê deverê malbata wan bi navê Mewlanbegzadeyan tête nasîn.”[2]

Wî, tehsîl û “Xwendina xwe, di medreseyên Silêmanîye û Bexdayê de îkmal kirîye û îcazeta xwe girtîye.”[3] “Di 21 salîyê de selahîyeta îrşadê û di 23 salîya xwe de jî selahîyeta îcazetê ji Şêx Osaman Siracedîn Efendî yê Tawîlan wergirtîye ku ew jî xelîfeyê Mewlana Xalid bûye. Ji wê şûn ve nêzîkê 4-5 salan di medreseyên Bexdayê de li ser îlmên Îslamî ders dane.”[4] Li ser dewra zaroktî û ciwantîya wî, agadarîyên berfireh li ber destê me nîn in. Piştî temamkirina xwendinê, “qasî 4-5 salan di medreseyên Bexdadê de li ser îlmên Îslamî ders daye. Li gor dosya wî ya sicîlê; bi zimanê turkî, erebî û farisî dixwend û dinivîsand, herweha muqtedîrê axaftina zimanê kurdî bû.”[5] Qasî ku tê zanîn ew di dawîya salên 1850an de hatîye Stenbolê. Wî heman demî perwerdeyîya hiqûqê dîtîye, hem di seha îlmîye û hem jî di seha mulkîyeyê de kar kirîye. Herweha ew, di tesewufê de girêdayî terîqeta Neqşebendî bû. Divê em vê têbinîyê jî bînin bîra xwendevanan ku ew, bavê rojnamevan û sîyasetmedarê navdar, xwedîyê rojnameya Serbestî Mewlanzade Rifat e.

A. Nacimî bi navên Mewlanbegzade Abdurehman Nacîm Efendî, Nacîm Efendî, Abdurehman Nacîm, Muddeîumumî-î wîlayet-î Hûdevendîgar Abdurehman, Abdurehman Nacîm Efendî, Sabik Hûdavendîgar Mudeîumumîsî Nacîm Efendî gelek meqale û pirtûk nivisîne. A. Nacîm nivîskarekî pirzimanî bû; wî bi zimanê erebî, farisî û osmanî berhemên manzûm û mensûr nivisîne. Ji nivîs û berhemên wî dîyar dibe ku ew heman demî muqtedîrê edebîyat, belegat û gramera van zimanan jî bûye. Hinek nivîs û meqeleyên wî didin nîşandan ku ew li ser edîb, edebiyat û perwerdeya kurdî jî xwedî zanîneke berfireh û kûr bûye. Hetanî îro berhemên wî yên bi zimanê kurdî nehatine dîtin, lêbelê di nivîsên wî de hinek cumle û hevokên kurdî wek mînak hatine nivîsandin. Ev jî didin xuyakirin ku bi kurdî zanîn û xwendina wî bêguman e. Di vê babetê de Alî Birincî jî dibêje: “Ew muqtedîrê axaftina kurdî bû.”[6]

Gelek pirtûk û meqeleyên wî hatine çapkirin. Xasleten bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê, ronahîyek girîng daye dîroka edebîyatê. Hezar mixabin ku ew kanîya zanînê zû çikiya. Ew, di demên dawî yên jîyana xwe de li Elezîzê serokê Mehkemeya Îstinafê bû, di 23yê Hezîrana 1895ê de, li bajarê Elezîzê di 62 salîya xwe de çûye ser dilovanîya xwe.

Pirranîya berhemên wî ji alîyê ÎBB ve hatine dijîtalîzekirin û kopîyên wan ên dijîtal, di Kutibxanaya Ataturk a li Taksîmê de têne parastin û li ser malpera înternet a kutibxaneyê jî têne daxistin. Mewzûya vê nivîsê, berhema wî ya bi navê Rahnameya Dîyarbekir an ku Rahnameyî Nacîm e.

Rahnameya Nacîm (Dîyarbekir)

           Destnivîsa Rahnameya Nacîm

 

Ev berhema piçûk a A. Nacîm, berîya pirtûka wî ya “Gulzar-î Asar” hatîye nivîsandin û destnivîsa wî jî li ber destê me heye. Di destnivîsê de wek “Rahnameyî Nacîm” hatîye binavkirin. Lêbelê heman berhem, bi hinek cûdayîyên pir piçûk, wek pêvekek di pirtûka “Gulzar-î Asar” de jî hatîye çapkirin. A. Nacîm vê rahnameya xwe, bi zimanê farisî nivîsîye. Wî bi zimanê farisî û arebî baş zanibûye û bi farisîyek xurt, bi helbestî û bi qalibek arûzî, bi edebîyateke bilind anîye ziman. Herweha bi wesîleyên cihê cihê di gelek ciyên Rahnameyê de pesnê Padîşah Abdulhemîd dide û dibêje: “Stenbol, ku meqamek pirr mezin e. Ji ber ku textgeha Padîşah Abdulhemîd e, ku parêzgerê dîn e. Siha Xuda ye, îftixara dewran e, penahgeha alemê ye, pêsenkê cin û însana ye. Heta ku dinya hebe, roj û hîv rohnî bide, Stenbol ji wî şeref û bilindayî digre.”[7]

Nivîskar vê berhema xwe di şiklê mesnewî de nivisîye:

————- a            ————- a

————- b           ————- b

————- c            ————- c

————- d           ————- d

Yanî di farisîya wê de misreyên her beytek di nava xwe de qafîye girtîye. Çawa ku li jor xuya ye; qalibê vê mesnewîya hanê ev e: Faîlatûn Fâîlâtûn Fâîlûn.

A. Nacîm, “bi wezîfeya reîstîya Mehkemeya Îstinafê di 12yê Sermaweza 1882yan de ji Stenbolê tayînê Diyarbekir bûye û di 10ê Sermaweza sala1885an de li vê derê mewqîya wî bilind dibe ji bo reîstîya Mehkemeya Bîdayetê [Asliyeyê]. Wî di jîyana memûrtîya xwe de, dema herî dirêj li bajarê Diyarbekirê kar kirîye.”[8] Dema tayînê Diyarbekir dibe, ji Stenbolê ve hetanî Diyarbekirê di rê de çi tiştên ku dîtine û derbas kirine, bi zimaneke edebî yê xurt anîye ziman. Di vê rêwîtîyê de, her cî û warê bînvedan û rawestandinê ku ji nav derbas bûne û li wir bûne mêvan, navê wan deran bi qelema rengê sor hatîye nivisîn. Di wergerê de, me navê wan deran bi rengê reş dîyar kirîye. Di vê rahnameyê de bi her firsetî heskirin û heyranîya xwe ya ji bo Diyarbekirê anîye ziman.

Dema ku A. Nacîm wek reîsê Daîreya Ceza ya Mehkemeya Îstinaf a Dîyarbekir tête tayînkirin, gelek kêfxweş û dilşad dibe, bi heyecan û bêsebrî çûyina ji bo Dîyarbekirê dipê. Di vê navberê de gelek caran Dîyarbekir tê xewna wî. Ew, vî heyecan û bêtebatîya xwe, di Rahnameya Dîyarbekir/ Rahnameya Nacîm de weha tîne ziman: “Dema ku zivistan çû û bihar hat, qerar ev bû; dê biçim Diyarbekir yanî Amed. Ew tiştê ku di gelek şevan de dilê min wan dîtî bû, Ameda reş Diyarbekir bû….”[9] “Roja duşenbe dozdeyê meha Receb, pazdeh ji meha Nîsanê bêzehmet û eziyet. Gihîştim Dîyarbekir bi kêf û xweşî, ev nezma me jî gihîşte paşî.”[10]

Wî, dema tewr dirêj a wezîfeya xwe ya fermî li bajarê Amedê derbas kirîye, bi rêvebir, minewer û şairên Amedê re têkilîyên wî yên germ û geş çêbûne. Wî dema ku li Xarpêtê jî kar kirîye, carina serdana Amedê û dostên xwe yên li Amedê kirîye. Ji ber van têkilîyên gurr û germ, wî, bi munasebeta mirina şair Ahmed Xeyalî, hevokên herikbar ên li jêrê teqdîm kirine û bi hesaba ebcedê dîroka mirina şaîr jî daye dîyarkirin:

“Eyledim hayli tahayyül âlemi ey ehli hal

Hadisin her ferdini gördüm hayal ender hayal

Söyledim Nacîm, Hayali eyledik te irtiyal

Oldu tarihi vefatı “ha Hayali ha hayal”[11]

Alî Emîrî di pirtûka xwe ya bi navê Tezkîre-î Şuaara-yî Amed  de, tenê ev hevokên wî yên li ser Ahmed Xeyalî negihandîye me, herweha wêneyekê wî yê pir hêja û yekane jî gihandîye roja me, ku di wêneyê de panzdeh kesayetî hene. Nivîskar li ser ciyê kişandin û dîroka wêneyê hewa dibêje: “Ev wêne li Diyarbekir, sal û nîvek berîya wefata Xeyalî Efendî yanî di Tebaxa sala 1301ê ya Rumî de (6 Eylûla 1885) de, di bexçeya koşka Kaws de hatîye kişandin ku li perava çemê Dîjleyê û di nav mesîreya çîyayê Qirqlarê de ye. Kesayetîyên di wêneyê de, bi reqamê ji rêzeya navîn û alîyê çep ve hatine nîşandan û di binê wêneyê de navê wan hatine nivîsandin.

1-  Ahmed Xeyalî Efendî.

2-  Alî Beg; walîyê kevn ê Trabzonê û rêvebirê berê yê Duyunî Umumîye. (Bi unwanê mifetîşê giştî yê Duyunî Umumîye, li Dîyarbekir kar kiribû).

3-  Qazesker Mehmed Mekkî Beg; misteşarê kevn ê Mifetîşîya Ewqafî Humayun. (Bi unwanê naîbî şerî wîlayet, li Dîyarbekir kar kiribû).

4-  Salih Paşa; walîyê kevn ê Musilê û azayê şuarayî dewlet ê berê. (Bi unwanê mifetîşîya Adilîyeyê, li Dîyarbekir kar kiribû).

5-  Abdurehman Nacîm Efendî; reîsê kevn ê Mahkemeya Îstinaf a Elazîzê. (Bi unwanê reîsê Mahkeme ya Cezayê, li Dîyarbekir kar kiribû).

6-  Terzî Mûrdîk Efendî.

7- Ji xalanê Xeyalî Efendî, Gulşenîzade Hecî Bekir Rewşen Efendî yê serkatibê tehrîrat ê Duyunî Umumîye.

8-  Mîhran Ferîd Efendî yê sermifetîşê Wezareta Duyunî Umumîye ku wê demê hatibû Diyarbekirê.

9-  Gulyar Efendî; mifetîşê kevn ê têlgrafa Diyarbekir.

10- Kandîla Efendî yê Beyrûdî; memûrê têlgrafa muxabere ya Dîyarbekirê bi zimanên ecnebî.

11- Husên Efendî; serkatibê kevn ê muhasebeya Duyunî Umumîyeya Diyarbekir.

12- Ahmed Cemîl Efendî yê Dîyarbekirî; muddeyî umumîyê kevn ê Mehkemeya Îstînaf a Sûriyê.

13- Hemdî Efendîyê Mûsilî; mifetîşê kevn ê adliyeya Diyarbekir.

14- Abdulhemîd Nîyazî Efendî; serokê şaredarîya Dîyarbekir ê kevn.

15- Fetullah Efendîyê Çizmecîyan; memûrê îcraya Diyarbikir û xwarziyê Kalîb Efendî yê xwedîyê rojnameya Tarîk.”[12]

Wexta ku nivîskarê vê kitêbê Abdurehman Nacîm, wek serokê Mehkemeya Îstinafê neqlê Dîyarbekir bûye. Ji Stenbol heta ku tête Diyarbekirê, tiştên di rê de dîtine, bi vî mesnewîya hanê bi zimanê farisî anîye ziman û gotîye: Xuda Diyarbekir ji her afet û xirabiyê biparêze. Herweha wî, di dawîya pirtûka xwe ya bi navê “Xulaseya Mentiqê bi Turkî” de jî dilxwazî û heskirina xwe ya ji bo Diyarbekirê anîye ziman û gotîye: “Xwedê wî bajarî ji afet, hîle û belayan biparêze.”[13]

“Rahnameya Diyarbekir

Dema ku zivistan çû û bihar hat, qerar ev bû;

dê biçim Diyarbekir yanî Amed.

Ew tiştê ku di gelek şevan de dilê min wan dîtî bû,

Ameda reş Diyarbekir bû.

Ji ber ku bi emrê şahînşahê zeman,

ez li wê bûm serwerê Mehkemeya Îstinafê.

Ji bo Mehkemeya Îstinaf a cezayê,

hukimkirin li ser xweyîyê cînayetan heq e.

Eger tu dîroka wî dipirsî:

Yek hezar û sêsed û du bû (Hîcrî-1302).

Hêvîya min ji Xuda û pêxember;

ew e ku ji edaletê hîç cûda nebim.

Bi xwestina dilê min,

berê min kete Amedê.

Ey dost, roja şenbe ji Stenbol,

ku meqamek pirr mezin e.

Ji ber ku textgeha Padîşah Abdulhemîd e,

ku parêzgerê dîn e.

Siha Xuda ye, îftixara dewran e,

penahgeha alemê ye, pêsenkê cin û însana ye.

Heta ku dinya hebe, roj û hîv rohnî bide,

Stenbol ji wî şeref û bilindayî digre.

Di saet şeşan de em li keştî siwar bûn

û agirê xwe yê dojehî vêxist.

Rêya me li ser Deryaya Reş bû,

hevalê me alîkarîya Xuda bû.

Em du şev li ser wê behrê man,

binî behr û jor asîman.

Ji bo rêwî tevekkûl lazim e,

ber dayina Xuda her dem lazim e.

Bi hemdê Xuda sehera roja duşenbê,

em gihiştin bajarê Semsunê.

Em li wê peya bûn,

ji wî cih û warê pirr memnûn bûn.

Em şevek li wê bi xweşî man,

roja şenbê em ji wê cûda bûn (çûn).

Bi heft mecîdiyeyê me arebeyek kirê kir,

xweyîyê erebeyê navê wî Murad bû.

Ew muhacir bû û mirovek dîndar bû,

dilsaf û xuypaqij û emîn bû.

Di rê de du zatê namdar bûn heval,

herdu jî bînbaşî bûn.

Yek ji wan navê wî Selîm bû,

yê dî Tewfîq û mirovek helîm bû.

Ji ber ku her navek ji asîman tê xwarê,

me ji navê wan xelasî hêvî kir.

Navê wan bû delîla serkevtin û selametî,

Xudayê Hadî ji bo me bes e û qenc wekîl e.

Bi vî umidê, tirs û weswesa me çû,

we rêya me bi terefê Sîwasê bû.

Wek dilê mirovê ber bi Xuda,

ev rêya me saf û sade bû.

Di vî rê de çavê me didît her zeman,

dar û gul û avên cûyan.

Gul û zîreat û çîmenên zêrîn,

bûne wek xalîçe û hezar kêf û kenîn.

Em di rê de şevek li Çakallî man,

di wexta sibehê beriya avêtina rojê.

Em ji xewa şîrîn zû şiyar bûn,

li wî cihê xweş heta seherê.

Em xweş raketin temamê şevê bi dilek ji dûrê xeman,

bêtirs û te’b û elem em ketin rê heman.

Em gihiştin Amasya bajarê namdar,

çi cihek dilkeş û xweş bû ew dîyar.

Gelek mizgeft û gelek avayîyên qedîm,

digel saetek pir mezin dihat dîtin.

Di nava bajar çemek pir cesur,

der û dorên wî qesrên bêqisûr.

Walîyê wî bajarê zatek alî bû,

alîkarê rêya heq bû, gelek xweyî weqar bû.

Navê wê Rif’et Xelîl Paşa bû,

asefê dewran û wezîrek xweşxûy bû.

Ji nû ve jîyan dabû bajar,

ji bo rêwîyan rêya xelasî çêkiribû.

Ji bo çêkirina rêya mezin a bajar,

rast û çep gelek çîyan rakiribû.

Gelek pirên mezin ava kiribûn,

bang dida: “Werin va ye rêya rast.”

Her dem difikirî ji bo karê çêtir,

ne ji bo menfaeta şexsî kar dikir.

Heta qiyametê xebata wî berdewam be,

li ser wezîr û walîyan hukûmran be.

Min çû dît zatê wî,

heyran mam ji eql û zekaya wî.

Em li wê bajarê şevek razan,

bi derketina rojê dîsa ketin rêyan.

Di rê de xanek hêja xuya kir,

ew zî yek eserê padîşahê bêmîsal bû.

Ruhê wî her dem bi rehmet şad be,

heta qiyametê navê wî bi qencî bimîne.

Rêya me rast bû, bênişib û firaz bû,

ev car cihê sekna me Çengelboxaz bû.

Em şevek li wê man,

sibehê rêya me berdewam.

Rêya me bê eziyet û cefa dewam kir,

em gihiştin Tokatê.

Bajarek e di nava şînahîyan de,

bi der û dorê xwe di nav bax û baxçeyan de.

Baxçe û rezên wî ji daran xemilîne,

ji gul û gulzaran wek qesrên Çîn e.

Hadî Paşa di wî bajarî de bû,

bi dîtina wî dile me rohnî bû.

Ez û ew, dost û hogirê hev bûn,

di rêya Tunûsê de em heval bûn,

Ez li wê derê razam heta seherê,

paşê em rabûn me kir ezma seferê.

Di wexta mexrîb de, bêzehmetî em gihîştin Yenîxanê.

Ez bûm mêhvanê rahibek,

ku xweyî îkram, edeb û xweşhogir bû.

Sibeha wê şevê em ketin rê û çûn,

heta gihîştin Sêwasê.

Bi navê Mîr Ehmed Şewqî Efendî li wê zatek hebû,

bi dîtina wî em gelek kêfxweş bûn.

Ji me re gelek wefa û îltîfat nîşan da,

ji kerema xwe me dawet kir, gelek memnun û dilxweş kir.

Peyvên wî wek durr û cewheran bû,

birayê Fehmî Paşa bû.

Ev zat nûha Nazirê Edliyê ye,

temamê fikrên wî wek navê wî qenc in.

Em du şev li Sêwas man,

paşê bi tevî hevalan rê dewam kir.

Ucreta erebeyê li vê zêde bû,

ji Sêwasê heta Xarpûtê.

Her yek ji me hijde mecîdî,

dea ji bo Abdulhemîd Xan.

Ji lûtfa xwe ew Padîşah li her cihê memleket e,

bi sed hezaran rêyên mezin çêkiribûn.

Li her terefê hizur û emnîyet hebû,

her alî ava bû, her kes kêfxweş bû.

Sebebê her rastî rêya xeyrê bû,

Şah adil e, sewaba wî qat bi qat.

Ew serwerê hemû sultanan,

fexra wî li ser temamê pêxemberan.

Ew pêxemberê xwedîyê exlaqê mezin,

di heqê Noşîrewan de binêrin çi gotibû.

“Ez di zemanê şahek adil de ji dayik bûme”,

Noşîrewan ji dinyayê çû, welê navê wî bi qencî ma ûma!

Milk û seltenet bi dîn û edalet dewam dike,

dea ji emîrûlmuminîn re bike.

Evan peyvan wek rêya mezin rast in,

kar û hikum her yê Şahînşah e.

Roja selteneta wî dê her dem ronahî bide,

sîya wî daîm li ser me be.

Eger sedeqet hebe xizmet tê kirin,

ji çewtîyê bi sedan afet çêdibin.

Ji behsa rastî û duristî gelek hat gotin,

di vî warî de me jî di rê de gelek tişt gotin.

Behsa edalet û rastîyê hîç naqede,

em dîsa werin mewzuya rêya xwe.

Ew roj bêezîyet me rê dewam kir,

ku bû şev li Delîktaşê me îstirehet kir.

Ew şev em razan heta wexta seher,

paşê em rabûn me da qerara sefer.

Me rê dişopand û eskerên bihar,

sef bi sef di îstiqbala me bûn aşîkar.

Berf hindik mabû li ser çiyayan,

av diherikî bi ser gul û gulzaran.

Ji cûdayîya berfê çiya digirîn,

ji girîna çiyayan lalezar dikenîn.

Bi kêf û xweşî bê xem û keder,

di nav deşt û newalan em rê diçûn sertaser.

Em diçûn û diçûn bi kêf û surûr,

dilê me tije bû ji erq û nûr.

Ji bayê nesîm û ji bihna nebat,

çi zewa û sefa bû, çi reng û heyat.

Heta ku gehîştin bi Alaca Xan,

ji bo raketin, em şevek li wê man.

Sibehê em ketin rê, rêya pir kevir,

gihiştin Hekîm Xanê wexta êvar.

Cihek pir xweş û dilhebîn bû li wê,

xew û rehetîkî xweş me kir li wê.

Em bûn mêvan li mala Mehmûd Efendî,

zatek mêhvanperwer û jîr û xwende bû.

Ew şev hat cem me yekê pir zana,

zana, jîr û bi xweş ziman bû.

Hişyar bû û dinya dîtibû,

gelek tecrûbeyan derbas kiribû.

Ji daîreya têlgirafê malnişîn bû,

navê wî Eflatûn bû.

Yek mudir jî li wê bû,

ew jî xwenda û jîr û zana bû.

Hîmmeta wî li ser sulh û aşitî bû,

navê wî Evdila Efendî bû.

Ji ber ku em di rê de pir westiyabûn,

ew şev em xweş raketin.

Bû sibeh em ketin rê,

ku bû êvar em li Hesenbitrîkê man.

Li ew der xortek bi pey me ket,

ew şev me kir mêhvanê xwe.

Pir delal bû û navê wî Hisên bû,

xuda wî ji çavan biparêze.

Ew xort bi mayina me gelek şad bû,

ku bû sibeh em dîsa ketin rê.

Rê mezin û întizam bûn,

lêbelê hinek cih nîvçe bûn.

Em di wan cih û rêyên xweş re diçûn,

deayên me ji bo padîşah bû.

Dema çavê me bi der û dor diket,

gund li pey gund xuya dikirin.

Her teref şên û ava bû,

edaleta padîşah li her cih xuya bû.

Di nav deştên pehn û fireh de çem in,

her gundek weha mezin wek bajar in.

Dilê me bi vî seyranê pir xweş bû,

em gihiştin Meletiyê şev bû.

Bajarek pir dilgîr û şîrîn e,

ji rez û bostan û gulan wek cenetê ye.

Pir in eywan û qesr û rewaq,

pir in qubeyên wek asîmanê heft qat.

Ji her teref av diherike,

bax û bexçe wek cenet in.

Li wê Şakir Paşa hebû,

ji ehlê keremê bû û muhterem bû.

Can û dilê me bi dîtina wî mesrur bû,

ji hûsn û cemala wî çavên me xweyî nûr bû.

Serok Îbrahîm Efendî me bi mêhvanî qebûl kir,

gelek hogirî nîşan da.

Ji pêşî ve dostanîya me hebû,

me dawetê mala xwe kir.

Heqîqeten heqê wefayê bi cih anî,

dostanîya temamî bi cih anî.

Sidq û rastî nîşan da,

pir îzzet û îkram nîşan da.

Ew şev ku hat wextê seher,

em rabûn rê bi ezma sefer.

Em gihiştin çemê Muradê,

ava wî gelek pirr bû û bi tirs bû.

Em li kelekê siwar bûn,

bi rehetî derbasê alîyê dî bûn.

Li wê bi navê Qadî Koyî cihek hebû,

mirovên wî kurd bûn.

Li wê gundê alimek pir bi nav û rûmet hebû û hecî bû,

gelek muteber bû û navê wî Hafiz Mihemed bû û ji ehlê hâl bû.

Ew şev em li wê razan,

û sibehê dîsa ketin rêyan.

Ji nêzbûna Amedê dilê me pir vebû,

can û beden û ruhê me şad bû.

Arzûya zû gihîştinê şewqa me zêde kir,

agirê eşq û mihebeta me zêde kir.

Wexta gihîştina yarê nêz bibe,

rehtî û westandin ji dilê aşiq dûr dibe.

Bihna bayê Amedê ye rehberê me,

bê eziyet xweş diçû ev rêya me.

Der û dorê me zevî ne, şînayî ne û çîmen,

em di nav de diçin pir bi kêf û ken.

Em gihîştin Xarpêtê cihek bi navê Mezrê ye,

em li wê man û dîsa xweş bû cihê me.

Walî Hecî Hesen Beg,

bi navê Raîf Efendî kesek şandibû îstiqbala me.

Ew zat di mehkemê de serkatib bû,

ji her alî mirovek zana û meşhur bû.

Wî bi mihvandarî me dawetê mala xwe kir,

ji bo zîyaretkirinê min pirsa walî jê kir.

Got: Anûha walî di nav mehkemê de ye,

wek amîyan di seyra mehkemê de ye.

Ji bo bibine hukmê edaletê,

ji ber ku roj rojên sultanê edaletê.

Ji bo zîyareta wî em çûn mehkemê,

me dît ku zêde bi qedr û qîmet e.

Me li wê derê Reîs Wehbî Efendî dît,

bi îlm û qanûn û zanîn me dît.

Hem jî Mehmûd Efendî,

ku hafizê Quranê bû me dît,

Dostek berê bû,

digel Şerîf Rûşdî Efendî.

Ew Şerîf xweyî îlm û emel bû,

zana û xettatek pir xweş bû.

Serokê Belediyê hem zatek durist û zana û şîrînziman bû,

ji bo rêwîyan xizmetkar û mîhrîban bû.

Salih Beg ku muawînê serok bû,

bi zanayî me tevan dawet kiribû.

Mifetîşê marif ku navê wî Rûşdî bû,

ehlê hikmetê bû, xizmetkarê îlm û îrfanê bû.

Dostek min yê berê bi navê Ensarî,

memûrê kadestro bû, me ew jî li wê dî.

Me demek bi hev re hevaltî kiribû,

hem sirr û hem kar û hem fikir bû.

Evan kesan hemû xizmetkarê ehalî bûn,

di fermana wî padîşahê alî bûn.

Walî hem hîmmet bilind bû zatê wî,

tev xuya bû cûmle û îcreatê wî.

Fikir û rey û îkrama wî qenc bû,

peyv û fiîlyatên wî qenc bû.

Ji bo me gelek îzzet û îkram nîşan da,

lûtf û xizmetek zêde nîşan da.

Em ji îltifat û xizmetên wî,

ji peyv û sohbet û îkramên wî gelek memnun bûn.

Me sê şev li wê îstirehet kir,

sibehê rêya xwe berdewam kir.

Digel herdu hevalan Tewfîq û Selîm,

li hespan siwar bûn bi qelbek selîm.

Rêya me gelek qenc û rast bû,

li serê çeman û pirên bêqisur bûn.

Li her teref gund û bajar çêbûne,

zevî û çem û bexçe bûne.

Ava zelal diherikî ji her cih,

bihar bû û her der çîmen û şînayî bû.

Ji ba û hewayê xweş,

wek gonceyê gulan dil dipişkivî.

Em di wan rê û cihên xweş de,

bê xem û derd dibihûrîn.

Ew roj her teref ronahî û xweşî bû,

ji bûkên biharê her cih tijî bû.

Li kenarê rê deryaçekî avzelal û saf û rûken,

derûdorên wê çiyayên xweş ên bilind û rûşen.

Navê wê Golcik bû yanî gola piçûk,

lêbelê pehn û dirêj bû wekî behrek.

Deşt û sehra teng hatibû ji bo wê,

dikelî hîdet û xezeb û pêlên wê.

Rê li xwe vekiribû li ser çemê Bexdadê,

yanî Dîjle ku diherike li bin Amedê.

Eger ev av ji vê deştê vala be,

dê gelek gund di cihê wê ava be.

Li kenar avê hebû Xanê Gêzîn,

em ji hespan hatin xwarê ji bo bêhna xwe bidin.

Sînorê Amedê ji vir dest pê dikir,

eşq û şewq û kêfa me zêde dikir.

Ew şev em li wê man û îstirehet kir,

me bi şev çay vexwar û bînvedanê kir.

Me ji wê çayê gelek lezet girt,

kêfxweşî û zewq û gelek îzzet girt.

Em bi şev man li wê û xewek xweş kir,

sibehê rabûn rê û me dilê xwe geş kir.

Rojê ku rohnî dida deşt û çîya,

wek çîyayê Tur dibûn xerqê zîya.

Her teref xweş û tijî bû ji bêhna bihar,

li her teref av diherikî ji çeman û ji cûbaran.

Di wan rêyan de mirov pirr diçûn,

ji çûn û hatin wek rêya Sêwas bûn.

Ewan çeman digel me dimeşîn,

serê çiyayan digehîşte asîman.

Di nava çîyan de ev rêya nûyîn,

çi qenc û xweş bû wek rêya hesin.

Li ser van çeman û pirên pirr qewî,

me dîtin gelek mehkûmên wek kevirên mermerî.

Gerçî li hinek ciyan ji ber lehîyan,

kevirên mezin ji çiya hatibûn xwarê.

Di wî rê de hem heywan û hem erebe,

bi rehetî karibûn derbas bin.

Dema Maden xuya kir,

me dîtina wî ji dil arzû kir.

Me berê xwe da nava Madenê,

ji bo em saetek îstirehet bikin.

Min li wê derê kesek hêja û bi heskirin dît,

ji Palo bû û xweşziman bû.

Navê wî Mihemed bû û exlaqê wî xweş bû,

xeber da serokê belediye.

Paşê Hecî Mihemed hat,

û ji bo me derê meclîsê vekir.

Tam di wê demê de serokê belediyê hat,

gelek xweşî û îltifat nîşan da.

Alîkarê serok jî hat,

navê wî Tewfîq bû û xweşxeber bû.

Katib û azayên meclîsê jî hatin,

hêja bûn û xweşsohbet bûn.

Piştî ku me hinek îstirehet kir,

ji Madenê ve hêja me berê xwe da Erxenîyê.

Dîsa dixwazim behsa Şahê Cîhan bikim,

medh û senayê zatê fexrê zeman bikim.

Ew xelîfe ye û Emîrûlmûmînîn e,

xweyîyê emr e û pêşewayê misilmana ye.

Navê wî Xan Abdulhemîd e û leqaba wî xazî ye,

neseba wî sultanê Osmanî ye.

Rêya wî ya mezin rêya edaletê ye,

Xuda wî li ser her kesî şahînşah kirîye.

Ewsafê wî zatê mezin dawî lê nayê,

em tekrar bizivirin bi ser rêya xwe.

Li Erxenî em bûn mêhvanê Sidqî Paşa,

gelek heskirin û gelek qencî nîşan da.

Xanîyê wî bilind û xweş bû,

zatê wî mitewazî û pirr wefa bû.

Ew şev em di mala wî de razan,

pir xweş û latîf bû digel herkesan.

Di wexta limêjê ku em şiyar bûn,

ji bo rêya xwe bi lez û kar bûn.

Rêya me di nav deştek mezin bû,

gul û çîmen û zevî û şînayî pirr bû.

Li rast û çepê rê, zevî pir hêşîn bûn,

her teref renga reng gul û hêşînayî bû.

Li her cih û her der zewq û sefakî hebû,

di her rû û her dil de tam aşitîyek hebû.

Dema em gihîştin ber Dewe Gêçidîyê,

qulubeyek nû min li wê dît.

Di hundirê wê zabitek hebû navê wî Elî,

çawîşê zabit û rebta li ber wî derî.

Ji bo me gelek îkram û xizmet kir,

ew şev me li wê derê xew û îstirehet kir.

Paşê min rêya xwe dewam kir,

ew rêya xweş û mezin jî derbas kir.

Roja duşenbe dozdeyê meha Receb,

pazdeh ji meha Nîsanê bêzehmet û eziyet.

Gihîştim Dîyarbekir bi kêf û xweşî,

ev nezma me jî gihîşte paşî.

Walîyê Amedê Semîh Paşa bû,

muşîrê esker bû, mirovek hêja bû.

Bi şecaeta xwe nav dabû Dinyayê,

bi şûr û qelem bû, îftixara gişan.

Bi şûrê zorê dijmin re mirin bû,

qelema wî ji milk û dewletê re heyat bû.

Ji ber vê yekê evî zatê pak,

dijminê dîn û dewlet kî bûn, dida wan helak.

Her daîma vî asefê dewran,

ji bo dostên milk û millet dibû emn û eman.

Alîkarîya Xuda ku bûye hevalê min,

vî cihê pîroz bûye warê min.

Nacîm di nîmetên Xuda de xerq bû,

şukrê van nîmetan li ser min heq bû.

Min alîkarî xwest ji xuda û pêxember,

di destpêka xizmeta min li Diyarbekir.

Hêvîya min tewfîqa Xuda ye,

îmdada min resûlê Kibriya ye.

Xizmetê min bigehîne qebûlê,

li ber Xuda û wî Padîşahê.

Menzûmeya min li vir bû temam,

navê wî “Rahname”ya rêwîyan.

Ji bo Sedrê Azam dibe hedîyeyek,

ku zatek hêja ye xweyî qîmet e.

Seîd Paşa ye bizane navê wî,

gihîşt milk û millet seadet ji wî.

Eger meqbûl bibe li ber sedrê xweyî kar,

ev “Rahname” beşê min e ji bo îftîxar.

Nacîm eger çi be nam û nîşan,

lûtfa sedr ji bo wî bilindî û şan e.

Eger li ser herîya min bike yek nazer,

ji tesîra wî tev dibe zîv û zêr.

Ez çi bêjim evsafê wî Sedrê Ezam e,

evsafê wî wek zatê wî hemû muhterem.

Ji kitaba hezretê melayê rûmî,

yanî Mewlana Celaleddînê Rûmî.

Ev gotina wî her dem di bîra min e,

“ku roj şahidê hebûna rojê ye”.

Seadet û xweşî her wext hevalê wî be,

wek hîva çardeyî sedrê şahînşah be.

Wekîlê fexra zeman, sîya Xuda û Mecîd,

yanî xaqanê mezin Sultan Abdulhemîd.

Xudayê teala daîm bike heybeta wî,

Xuda alîkar be û bilind bike selteneta wî.

Gihîşte dawî û qedîya gotin û kelam,

li ser ruhê paqijê “Ehmed” selat û selam.

12 Receb 1302 (27ê Nîsana 1885)

15 Nîsana 1301 (27ê Nîsana 1885)”[14]

(Wergera ji farisî: Ahmet Yalar)

Not: Nivîsa li jorê, di hejmara Adara 2017 ya kovara Nûbiharê de hatiye belavkirin.

[1] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, 2001, Îstenbul, r. 287

[2] İbrahim Göksel Baykan, Abdurrahman Nâcim Efendi ve ilk kütüphane katalogları,http://web.firat.edu.tr/ harput/sempozyum/2/19.%20%C4%B0.G.Baykan.pdf, 29.10.2015

[3] Ali Birinci, J. b., r. 287

[4] İbrahim Göksel Baykan, http://www.yek.gov.tr/Link/ShowLink?LINK_CODE=50&LAN_CODE=TR, 25.11.2015

[5] İbrahim Göksel Baykan, J. b., 29.10.2015

[6] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, Weşanên Dergah, Stenbol, 2001, r. 287

[7] Mudde-i Umumi serveri Abdurrahman Nacim, destnivîsa Rahnameyî Diyarbekir, 27ê Nîsana 1885, r. 2

[8] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşahir-i Meçhûleden Birkaç Zat, r. 288

[9] Abdurrahman Nacîm, destnivîsa Rahnameya Dîyarbekir, r. 1

[10] Abdurrahman Nacîm, destnivîsa Rahnameya Dîyarbekir, r. 12

[11] Alî Emîrî, Tezkîre-î Şuaara-yî Amed, Matbaayî Amedî, Stenbol, r. 319

[12] Alî Emîrî, Tezkîre-î Şuaara-yî Amed, Matbaayî Amedî, Stenbol, r. 319-320

[13] Abdurrahman Nacîm, Türkçe Mantık Hulasası, Weşanxaneya Mahmut Bey, Stenbul, 1306 (1890)

[14] Mudde-i Umumi serveri Abdurrahman Nacim, destnivîsa Rahnameyî Diyarbekir, 27ê Nîsana 1885