Mistefa Barzanî

Di roja 14ê Adara sala 2021an de, li ser jidayıkbûna Mistefa Barzanî 118 sal derbas dibin. Ew, di 14ê adara sala 1903an de ji dayik bû û di 76 salîya jîyana xwe de ji nava me veqetîya û zêdetirê pêncî salên jîyana xwe ji bo têkoşîna rizgarî û serxwebûna Kurdistanê derbas kir. Têkoşîn û jîyana wî ya ji nîv esrî zêdetir, bûye parçeyek ji dîroka têkoşîna rizgarîya neteweya kurd. Ew şopgerekî dibistana Şêx Evdiselamê reformxwaz û şagirtê Şêx Ehmedê kekê xwe yê gewre bû. Dibistana Şêx Ediselam; li ser bingeha mefhûmên civakî û kulturî yên wekî hevkarî, hevparî, dilxwazî, edalet, îlimdarî û xwe îdarekirênê hatibû sazkirin. Di ber çavê wî de darvekirina Şêx Evdiselam Barzanî, ji wê rojê şûn de rê û rêbaza têkoşînê ji bo wî zelal kiribû. Ew şoreşger û pêşmergeyekî bêhisab û bêsînor bû di têkoşîna neteweyî de; li çar alîyên Kurdistanê bi hêzên serdest û dagirkerên welatê xwe re têkoşîyaye û şer kirîye. Li başûrê Kurdistanê, ji dawîya salên 1930an bigre hetanî mehên dawî yên sala 1945an, dem bi dem li hemberê hikûmeta Bexda û hêzên mandater ên Brîtanyayê ji bo bidestxistina mafê neteweya kurd şer kirîye. Her cara ku ketîye tengasîyê an jî ji bo pêdivîya hawargihandinê, sînor bezandine û tu berbest û astengek nasnekirîye.

Barzanî di dawîya sala 1931an de bi serokatîya Şêx Ehmed, mecbûr dimînin ku ji ber êrîşên hikûmeta Iraq û Brîtanyayê bi ser herêma Hekarîyê re derbasê bakurê Kurdistanê bibin. Ev bûyer di belgenameyên wê demê de weha hatîye neqilkirin: Eger Şêx bi awayekî penahî sînorê me bibezîne û îlticayê merkezekê îdarî bike, divê ew bêne neqilkirin ji bo wîlayetekî me yê alîyê xerbê. Digel ku ji bo neqilkirina xerbê mesrefeke pirr zêde lazim e, lêbelê ji bo dostanîya me û Iraqê pêdivî ye ev bête kirin.”[1] Tirkiyê di Adara 1933an de, Şêx Ehmed teslîmê hikûmeta Iraqê kir û li ser vê bûyerê, beşê mayî yê Barzanîyan jî vegerîyan başûr û berê xwe dan herêma Barzan. Şêx Ehmed hetanî dawîya sala 1933an li Mûsilê di bin çavdêrîya hikûmetê de ma û paşê malbata wan sirgûnê başûrê Iraqê kirin.

Mistefa Barzanî, di dawîya sala 1945an de bi tevî hevalên xwe derbasê rojhelatê Kurdistanê bûn û di avakirina Cimhurîya Kurdistanê de cî girtin. Ew li wê derê bû pêşmerge û generalê parastvanê ala pîroz û serwerîya Cumhurîya Kurdistanê. Di dema êrîşkirina hêzên dagirkerên Îranê de, bergirî û parastineke serkevtî kir. Piştî wergirtina biryara şernekirina kabîneya Cimhurîya Kurdistanê û pêşewa Qazî Mihemed, bi tevî pêşmergeyên xwe ve sînorên rojhelatê Kurdistanê û Îranê terikandin. Di 19ê gulana sala 1947an de, bi tevî 506 hevalên xwe, bi meşeke du mangî ya pirr dirêj a dîrokî, sînorên sê dewletan (Iraq, Îran û Tirkiyê) derbas kirin û di 18ê hezîrana 1947an de gihiştin ber derîyê sînorên Yekîtîya Sovyetê.

Babeteke girîng a dema Cumhurîya Kurdistanê heye ku hinek kes û alî dixwazin bi ser wê re, di derbarê têkilîyên Pêşewa Qazî Mihemed û Mistefa Barzanî de, nakokî û gumanên nerast pêşkêşê raya giştî bikin. Qaşo Barzanî nexwestîye Pêşewa Qazî Mihemed ligel xwe bibe da ku bi êsîrî nekeve dest Îranê. Daxuyanîyên Mîna Xanima hevsera Qazî Mihemed gelek bi zelalî ronahî dide ser vê babetê. Mîna Xanim ji Qazî Mihemed re dibêje: “Ez ji te tikayê dikim tu jî bi Mele Mistefa Barzanî re ji Mehabadê derkeve. Heyfa te ye ku bi destê dewleta Şahê Îranê bêyî kuştin. Li berevajî vê xwesteka min wî bi tûreyî (hersî) li min nêrî û got:  Herê Birale! Tu çi dibêjî? Baş e, eger ez birevim gelê Kurd dê çi bêje? Ew ê nebêjin vî bêşerefê tirsonek dewlet ava kir û di dawîyê de em û dewleta xwe bi tenê hiştin û canê xwe xelas kir. Baş e, ew sonda ku min di roja îlankirina Komarê de li Meydana Çarçirayê li pêşberî bi hezaran kesan xwar, hingê dê bête çi wateyê? Birale tu çi dibêjî? Ez nikarim xîyanetê bi gelê xwe yê bêguneh bikim. Min soz daye gel ku xîyanetê li Kurd û Kurdistanê nekim û berpirsyarîya her tiştî ez bi xwe dipejirînim. Tu jina Serokkomarê dewleteke qanûnî yî û pêwîst e pirr zîrek û bi cesaret bî, parastina şeref û namusa kurdan pirr girîng e.”[2]

Ji dokumentên arşîvan dîyar dibe ku di vê pêvajoyê de Tirkîyê li ser sînor tedbîrên pirr dijwar girtine, nexwestine kaxiz û beyannameyên Barzanî jî bikevin nav sînorên sîyasî yên Tirkîyê. Di roj 27/9/1948an de, bi nivîsa jimara 57376 ya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, ji bo Koma Wezîran hatîye pêşnîyarkirin ku biryara qedexekirina beyannameya kurdî ya bi navê “Kurd û Hurîyet” û “Hurîyeta Kurdistanê û Serdarê Gewre Barzanî”[3] bête girtin.

Barzanî û hevalên xwe, nêzîkê 11 salan li Yekîtîya Sovyetê dimînin, di vê mudetê de gelek tengasî dîtine. Di sala 1958an de, li Iraqê bi darbeyeke leşkerî sîstema Melîkî hate hilweşandin. Di destûra nû de Kurd, wek neteweya duyemîn a Iraqê hate qebûlkirin. Li ser vê guherîna sîyasî ya nû, ew bi tevî hevalên xwe, di roja 28ê Tebaxa 1958an de, ji Yekîtîya Sovyetê ve berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Piştî sê salan rejîma nû ya Iraqê, guhartinên destûrî û mafê neteweya Kurd ji bîr kirin. Di 11ê Eylûla sala 1961an de, şoreşa Kurd carekê din dest bi şerê çekdarî kir û di çarçoveya armanca “ji Iraqê re demokrasî û ji Kurdistanê re xudmuxtarî” de, heta serê sala 1970yî dewam kir.

Di 11ê Adara sala 1970yî de bi Sedam Husênê serokê hikûmeta Iraqê re paymana Xudmuxtarîyê hate îmzekirin, lêbelê vê pêvajoyê pirr dirêj neajot û bi tevî îmzekirina Peymana Cezayîrê di navbera Iraq û Îranê de, piştgirîya navdewletî ya ji bo şoreşê hate birrîn û ji alîyê dewleta Iraqê ve Peymana Xudmuxtarî jî hate betalkirin. Di dawîya gelek hevdîtinên navxweyî û dîplomatîk de,  serkirda­yetîya tevgera şoreşê, bi egera ku piştgirîya sîyasî ya navdewletî nîne û qetlîmên siwîl ên mezin çênebin, şer dan rawestandin. Hejmareke pirr zêde ji xelkê siwîl û serkirdeyên sîyasî carekî din li Îranê bûn penaber. Serok Mistefa Barzanî, wê demê şiroveyekê nêzîkê ya Pêşewa Qazî Mihemed dike û weha dibêje: “Bi dîtina min, divê em derbasê Îranê bibin, heta ku keyseke nû ji bo me peyda bibe em li wê derê bimînin. Weha xuya dibe ku ev tîfaqa Iraq û Îranê, mudetekê dirêj dewam nake.” Ev pêşdîtina wî rast derket û demeke kurt piştî koça wî ya dawî; di sibata sala 1979an de li Îranê şoreşa Îslamî ya Xumeynî çêbû û sala 1980yî jî di navbera Iraq û Îranê de şerekî nû dest pê kir. Lê mixabin Mistefa Barzanî yê ku ji nîv esrekî zêdetir mohra xwe li tevgera rizgarîya Kurdistanê dabû, di 1ê Adara 1979an de koça dawî kir.

[1] BCA, Bersiva Têlgrafnameya Meslehatguzarîya Bexdayê, roja 21/5/1932 û jimar 564, 436/12

[2] Kakşar Oremar, Yadîgarên Komara Kurdistan, Weşanên Sîtav, Wan, 2019, r. 295

[3] BCA, Başbakanlık Muamelat Umum Mürdürlüğü Kararlar Müdürlüğü, yer: 117-75-16, karar sayı: 3/8304, 1948