“Ruh û canêm bi qurban bin ji bo te xakî Kurdistan

Ji bîra min tu naçî ez heta werbim di goristan.”

  1. Cîyê jidayikbûn, malbat û perwerdeyîya wî

Îmadeddîn kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî bi girêdayî qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe li gundê Elebocîyan ji dayik bûye di sala 1937an da û navê dayika wî jî Rindê ye. Mele Îmadeddîn di hevpeyvînekî xwe de dibêje: “Li gor gotina bavê min, ez di sala 1933-1934an da hatime dinê.”[1] Li gor gotina Şêx Mîsbeh ku dibêje ew du sal ji min meztir bû, li gor vê agahîyê divê ew sala 1931ê ji dayik bûbe. Wê demê Mele Hesenê bavê wî li gundê Elebocîyan meletî dikir. Mele Hesen du car zewicîye; ji zewaca pêşîn Îmadeddîn, Mihemed Elî û Perîşanê çêbûne, ji zewaca didoyê jî Mahsûn û Nûredîn çêbûne.

Zaroktîya Îmaddedîn di dema salên Xelayê da di nav feqîrî, tunebûnî û birçîtî da derbas bûye, di wan salan da gelek zehmet kişandîye. Wî di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Duyemîn da, di medreseyên Kurdistanê da dest bi xwendinê kirîye. Di gelek war û gundên Kurdistanê da feqîtî kirîye. “Wî pirr feqîrî û zehmetî kişandîye; li ber destê jinbavê bû, di hucran da bû.”[2] Di dema feqîtîyê da li ser daxwaza mala Emînê Ehmed, Seydayê Mele Silêmanê Tilmizî feqî Îmadeddîn dişîne gundê Candêrê ji bo pêşlimêjîya rocîyê. Li wê derê wî li mala Hecî Qasimê bavê Têlî Xanima ku paşê dibe hevjîna wî bi cî dikin, da ku ew xweyîtîya feqî Îmadeddîn bike.

Têlî Xanim ji bo hatina wî ya gund weha dibêje: “Ew wê şevê hate mala me, em serê sibê rabûn û mêze kir ku waye yekî li nav cîya da ye, zer e û zer e, eweha zeyîfok e, di nav cîya da pişta xwe daye me û ji xwe ra kitêba xwe dixwîne. Dîya min rabû, dew kiland, taştîya wî danî ber; rûnê nivişk bû, mast bû û to bû. Wî got: Welle weha be min kêf kirîye. Îca bavê min kêfa xwe jê ra anî, virde û wêde, go hun çend bira ne, kî hene ji we? Wî go: Wella ez û birayekî xwe, ew jî 7-8 salî ye. Bavê min jê ra go: Tu çiqas hatî, wî jî bi xwe ra bîne.”[3] Zeman ku pêra diçe Hecî Qasim mêvanê xwe yê feqe Îmadeddîn baş nas dike û dibin destebirakê hev. Têlî Xanim dibêje: “Paşê bavê min ji wî ra dibêje du qîzên min hene, ezê yekê bidime te, eva yekê nabe, pismamê wî li ber e û li ser min sekinî. Dilê dîya min jî pêve bû, dîya min zaf ji aliman hez dikir, ji Meleya hez dikir, dîndar bû….”[4]

Mele Îmadeddîn di sala 1956an da bi Têlî Xanima qîza Hecî Qasim ra dizewice, deh zarokên wan çêdibin; heştê wan lawîn û didoyê wan jî keç in. Yehya, Şerefxan, Kamuran, Lokman, Xoşnav, Barzan, Mahabad, Server, Şoreş û Zozan. Kurê wî yê Şerefxan dibêje: “Ew bavekî gelek modern bû, diltenik bû û hezkirina xwe her gav dianî ziman. Digel van hestên wî lê dîsa evîna Kurdistanê li pêşîya her tiştî bû.”[5] Têlî Xanim hevsera wî jî dibêje: “Seyda hem ji zaroyên xwe ra, hem ji xelkê û gundîyan ra heya tu bibêjî fedekar bû. Ji zaroyên xwe qet nedixeyidî, zaro jê ra kezeb bû, li ber zaroyê xwe bû lê haya wî ji tiştekî tune bû. Rehma wî pirr bû, ji zarok û jinên xelkê dorûberê me ra daîm derman dianî, mala me wek eczexanê bû.”[6] Ew di şi’îra xwe ya bi sernivîsa “Dayika Kurdistan û Gurdilî” da, ji vê rexneya Xanima xwe ra bersivekî weha dide: “Zarok û eyal qurbana te bin/ Eger tu hebî bila em nebin/ Çibkim ji zaroka tu di bindesta bî/ Sed Şêrko, Rustem ji wan hebin[7]

Wî li gelek cî û herêman ji alimên navdar ders wergirtîye; li gundê Mezrê ji Seydayê Şêx Beşîr, li Tilmizê Seydayê Mele Faîq, li Korikê ji Mele Silêman, li Yuwacixê (Îwacixê) ji Mele Emer, li Ehmedîyê ji Şêx Arif û Şêx Efîf, li Batmanê ji Seydayê Şêx Fexredîn, li Sergewra ji Seydayê Mele Ebdula. Şêx Mîsbeh dibêje: Min û Mele Îmadeddîn bi hev ra di sala 1954an da li Sergewra xwendîye li bal Mele Ebdulayê Koxî. Di dema xwendina me ya feqîtîyê da Mele Îmadeddîn mîrê hucrê bû. Em nêzîkê 50 kes bi wî ve girêdayî bûn, ew feqî hemû di bin emrê wî da bûn.”[8] Di dawîya xwendina xwe da, sala 1960î ji Seydayê Mele Ebdulayê Sergewra îcaze girtîye. Ew, di hemû merheleyên xwendina xwe da bi zimanê kurdî û di medreseyên Kurdistanê da perwerde  bûye. Ev yek çavkanîya sereke ya têgihîştina wî ya neteweyî û Kurdistanî bû.

Wekî ku ew bi xwe neqil dike û dibêje: “Di îcazeya min da gelek alim civîyabûn. Civîna wergirtina îcazeya min bûbû wek festîvalekî. Ji her alîyê welat beşdarî hebûn, hinek ji wan feqîyên welatperwer merş û helbestên mîllî xwendin. Hinek meleyê ku bi vê dozê ne şîyar bûn, tepkî şanî dan lê bes tiştek ne qewimî, bi silametî derbas bû.”[9] Medreseyên ku Mele Îmadeddîn têda xwendîye û paşê bi xwe di van medreseyan da ders dide feqîyan. Kek Baqir Înanç dibêje: Ew “Alimê medresê bû, bi sedan feqîya li cem wî xwendine û îcaze sitandine. Ew bi bawermendî û şexsîyeta xwe merivekî dilsoz û pakiş bû, di medreseyên herêma me da ders jî dida…..”[10] Li gor agahîyên dorûberê wî, çiqas feqîyên Seyda hene giş welatparêz in.

Hest û fikrên netewî di dema xwendina medresê da pêra çêdibin. Di destpêka salên 1950yê da bi tesîra şi’rên Cîgerxwîn pêra fikrên neteweyî çê dibe. Ew di kurtejîyana xwe da dibêje: “Di sala 1950yê da çûme gundê Yîwacixê. Şevek feqîyekî bû mêvanê medresa me, min ji feqî pirsî gelo şi’rên Cîgerxwîn bi te ra hene? Wî feqîyî “Şehnama Şehîdan” da min, rojê carekî min ev helbesta Cîgerxwîn nexwenda, sebra min nedihat. Şehnama Şehîdan û şi’îrên Cîgerxwîn bandorekî mezin li ser min kire û alav û perîyên evîna Kurdistanê di dilê min de bêhtir geş kir, evîna Kurdistanê kete dilê min û ez bûm aşiqê Kurdistanê.”[11]

Di dema ciwanîyê da nexweşîyeke giran a kezebê pêra çêdibe, wê demê ji bo tedawîkirina nexweşîya xwe bi wesîteya Bînbaşî Şewket Tûran diçe xestexaneya eskerî ya Gulxaneyê li Anqerê.  Şewket Bînbaşî ji wî ra gelek alîkarî dike û paşê wî dibe mala xwe. Şewket Bînbaşî jê ra gotîye: “Ev der (yanî mala min) weqfa Kurda ye….”[12] Paşê ji alîyê fikra netewî ve jî gelek tesîra Bînbaşî Şewket Begê Zirkî li ser wî çêdibe.

Di sala 1958an da, ji Yekîtîya Sovyetê vegera Barzanî û hevalên wî, li çar alîyên Kurdistanê heyecanek mezin di nav miletê Kurd de peyda kiribû. Di Qanûna Esasî ya dewleta Iraqê de Kurd wekî neteweya duyemîn hate qebûlkirin. Ji ber vê bandorê, ji bo çavtirsandina Kurdên bakurê Kurdistanê, di sala 1959ê da, pêncî rewşenbîrên kurd hatin girtin ku ev mesele bi navê “Doza Çil û Nehan” tête binavkirin. Di 27ê Gulana sala 1960an da li Tirkîyê darbeya leşkerî çêbû û demekê kurt ji çêbûna darbeya leşkerî şûn ve, operasyonekê nû li hemberê rewşenbîr, serokeşîr û axayên Kurd hate kirin. Di vê operasyonê de 55 kesên giragirê Kurdan hatin girtin ku ev mesele bi navê “Bûyera 55an an jî Kampa Sîwasê” tê zanîn. Ji van bûyeran şûn ve li başûrê Kurdistanê di 11ê Eylûla 1961an de Şoreşê dest pê kir û nêzîkê deh salan têkoşîn û şerekî dijwar hate meşandin, di vî şerî de pêşmergeyan mêrxasî û qehremanîyên mezin nîşan dan. Evan hemû bûyeran fikr û hestên netewî yên Mele Îmadeddîn geş û gurr dikirin. Ew di dawîya salên 1950yê de dest bi nivisîna şi’îran dike û di şi’îrên xwe da mehlasê  “Gurdilî” bi kar tîne.

“Gurdilan”, navê çîyayek e, çîyayekî li herêma wan e. “Gurdilan”, ew çîyayê pişta Qurtelan e ku xwe digihêjîne Kelemêranê û belkî digihêjê Gelîkûşanan. Bi navê Mîrekîya Gurdilan statuyek heye ku ew jî statuyeke serbixwe ye û paytextê Gurdilan jî gundê Bêkendê ye. Navê “Kurtalan”a îro jî kopyayek ji Gurdilan e. Lewra “Kurtalan” û ew rêze gundên li dora çîyayê Gurdilan, ew gund jî li ser wê Mîrekîyê ne. Ew Mîrekî heya destpêka sedsala 19an dewam kirîye.” Salih Begê Şêrwî  (1787-1825) di bîrhatinên xwe yên 38 salên Mîrekîya Şêrwan da behsa vê Mîrekîyê dike ku ew jî weka Hezzo, Xerzan û Botan di rewacê da bûye.”[13] Gurdila beşeke ji rojhilatê herêma Xerza ye, li gor çavkanîyên herêmî, çîyayê Gurdila bi navê Çîyayê Bêkendê û Çîyayê Mila jî tête binavkirin.

  1. Helbestvanî û Şaîrîya wî

Ew di helbestekê xwe da dibêje:

“Evîna Kurdistanê ew kete nav dilê min

Tev medh û pesnê wê ne ev helbest û şi’îrên min.”

Mele Îmadeddîn hem sîyasetmedar û hem jî şaîr bû. Wî di sala 1958an de dest bi nivîsîna helbestan (şi’îran) kirîye. Gelek helbestên wî yên salên pêşî, ji ber tirsa avêtina ser malê, ji alîyê cendirme û polîsan ve, hatine şewitandin û wendakirin. Her şaîrekî bi rêbaza şaîrtîya xwe, xwe bi ekol û hostayên berîya xwe ve girê dide, ew dibêje: “Ez di helbestê de şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj im lêbelê tesîra Cîgerxwîn jî gelek li ser min çêbûye.”[14] Wî li ser babetên cur bi cur helbest nivîsandine; li ser têkoşîn û doza neteweyî, li ser evînê, li ser şînê, li ser roj û bûyerên girîngên civakî, li ser karesatên ser bi miletê Kurd ve hatî, li ser navdar û şehîdên Kurdistanê û wd… Heta vê gavê beşekî helbestên (şi’îrên) wî bi navê “Dîwana Banga Yekîtî bo Azadî”,  ji alîyê weşanên Nûbiharê ve di sala 2012an da hatine çapkirin. Ev Dîwana wî pêk hatîye ji 240 rûpelan. Beşekî helbestên wî jî ku bi navê “Dîwana Duyemîn” hatine nivisîn û vê gavê li ber destê me ye û xebata amadekarîya ji bo çapkirina wan dewam dike.

Ez ne edîb im û ne jî şaîr im ku li ser helbestên Mele Îmadeddîn tehlîlekî edebî bikim. Ew karê şaîra ye. Tenê dixwazim we agadar bikim li ser xebata wî ya çêbûyî. “Helbestên Seydayê Gurdilî li ser evîn û şînê, xwezayê, li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Barzanîyê nemir û gelek kesên sîyasî hene.”[15] Wî li ser Ehmedê Xanî, Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Mistefa Barzanî, Xalid Begê Cibrî, Faîq Bucak, Îdris Barzanî, Leyla Qasim, Mele Seîdê Kurdî (Bedîuzeman), Şewket Tûran, Şêx Qasimê Zîlanî, Seîd Elçî, Dr. Yusuf Azizoxlu û hwd. nivisîye. “Sala 1966ê, hema di wan rojên pêşîn da ku parêzer Faîq Bucak şehîd ket, wî, bi navê “Ey Bayê Seher Carek Here Sêwerekê” helbestek nivisandîye.”[16] Helbesta wî ya bi navê “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu” gelek meşhûr e.

Ew helbestvanê di nav gel da bû; hem dinivîsand û hem jî di civîn û şîn û şahîyan da bi xwe helbestên xwe dixwend. Herweha helbestên wî ji alîyê feqîyên wê demê ve jî di civatê da dihatin xwendin. “Seyda helbestvanekî baş û şaîrekî bi nav û deng bû. Her dem yek-du helbestên wî jî pêra bûn. Di civat û civînan da helbestên xwe dixwend. Herweha ji Meleyê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî dixwend. Li ba wî jî Mele Cafer hebû ku gelek deng xweş bû û pirranîya helbestên Seyda jiber kiribû û xweş dixwend. Di civatê da helbesta wî ya bi navûdeng ku min pêşîyê guhdar kirîye ev e: “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu”. Şêx Mîsbeh hîn jî wê helbestê dixwîne. Ev helbesta wî pirr meşhûr bû û bi rastî Seyda jî bi dil û can dixwend. Di şîn û şahîyên gundên deşta Silîva, Bismil û Batmanê da Seyda û feqîyên xwe bi hev ra dihatin û helbestên Seyda bi kurdî dihatin xwendin. Bi vî awayî propaganda kurdîtî û neteweyî dikir.”[17]

“Helbestên Seyda bi nav û deng bûn. Di gelek mijaran de helbestan dinivîsand. Di nava wan de babetên netewî, erdnîgarî, evînî û xwezayî jî hebûn. Seyda di her helbesta xwe da mexlesa Gurdilî bikartanî, ji ber ku devera Gurdila memleketê wî bû û dikeve ser navçeya Misirceya (Qurtelan) herêma Xerza. Seyda helbestan dinivîsand, Mele Cafer hebû ku dengê wî gelek xweş bû, wî jî beste dikir û dixwend. Weka sirûd jî digot. Dengê wî gelek xweş bû, ew jî hevalê Seydayê Gurdilî bû. Me li kasetê Mele Cafer guhdarî dikir, me ji kasetên Mele Cafer helbestên Seyda Gurdilî jiber dikir û me jî digot. Helbestên li ser Newrozê, li ser bizava Başûrê Kurdistanê bi taybetî yên li ser Mele Mistefa Barzanî.”[18] Heval û hemşerîyê wî yê Kek Lûtfî Baksî jî dibêje: “Mele Îmadeddîn li ser Şoreşa Eylûlê û mêrxasîya pêşmergeyan jî şi’îr dinivîsî û dema dihat qehweya Mele Ebdulkerîm, wan şi’îran ji hevalên derûdora xwe û xelkê qehwê ra dixwend. Mele Cafer jî daîm pê ra bû, dengê wî jî pir xweş bû û şi’îrên Seyda wekî qesîde dixwend. Her sohbet û civata me ya qehwê dibû wekî mitîngek. Bavê min ji Seyda pirr hez dikir û daîm bi xwe ra dianî malê, gava ew bihata mala me, 15-20 mirov jî dihatin cem wî ji bo guhdarîkirina helbestên wî û sohbeta wî.”[19]

“Seyda behra şi’îra bû, li ba dilê min hinek şi’îrên wî ji yê Cîgerxwîn jî çêtir in. Naveroka şi’îrên wî her Kurdistan e. Ew tenê aşiqê Kurd û Kurdistanê bû. Her tiştê wî Kurdistan bû; xîreta wî, îmana wî, namusa wî, kurê wî, dîya wî û bavê wî Kurdistan bû.”[20] Li herêmê gelek tesîra wî çêbû; heta Hezo, Sason, Farqîn û Mêrdînê li her derê tesîra wî çêdibû. Şi’îra wî ya bi navê “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu” zaf meşhûr bû, li hemû Kurdistanê belav bûbû, hatîbû jiberkirin, li her derê ketîbû devê xortan, di civat û civînan da, di mitîngên wê demê da dihatin xwendin.”[21]

Helbestên Seyda, bi xwendin û dengê xweş ê Mele Cafer di kasetan da jî hatibûn qeydkirin (tomarkirin). Bayram Ayaz dibêje: “Tê bîra min di salên 1975-76an da helbestên Seydayê Mele Îmadedîn bi xwendina Mele Cafer di kasetên teyban da dibû dengê Kurd û Kurdistanê, dengê Şoreşa Îlonê û Gulanê li başûrê welatê me. Wî di helbestên xwe da qehremanîya General Mele Mustafa Barzanî û pêşmergeyan digîhandin welatperweran, kurdperweran. Di Japon Pasajî ya Dîyarbekirê da li dikanekî kasetan bi dizî dihatin firotin û belavkirin.”[22]

Hevjîna wî Têlî Xanim dibêje: “Dema Seyda ji min ra şi’rên xwe dixwend pirr kêfa min dihat, min digo qey li ser min dibêje. Rokî min jê ra got nuha tu van şi’îra li ser min dibêjî? Ji min ra got: Na welle, li ser Kurdistanê dibêjim. Min ji wî ra got: Tu ji min pirr hez dikî yan ji Kurdistanê? Go: Wey tu çawa tiştê weha dibêjî weylo, weylo, weylo. Hemû qîz û jinên Kurda tev qurbana Kurdistanê bin.”[23]

“Pirranîya şi’îrên wî li ser hereketa Kurd û Mistefa Barzanî bûn. Wê demê di rojevê de tenê hereketa Barzanî hebû. Piştî têkçûna hereketa Dêrsimê, bêdengîyek ser bi Kurdistanê ve girtîbû. Bi giranî naveroka helbestên wî neteweyî bû û li herêmê zaf tesîra Seyda çêdibû. Ji Batmanê, Qurtelanê bigre heta Sêrtê û Eruhê jî tesîr dikir.”[24] Lêbelê pirr kêm be jî, hinek sofî û meleyên nezanên wê demê, li hemberê van helbestên netewî yên Seyda nerazîbûna xwe dîyar kirine. Mele Elîyê yê ku bi navê Mele Elîyê Hecî Heso tê naskirin, yek ji wan kesan bû. Ew sofîyekî nezan û muteasibê dijî maf û doza rewa ya miletê kurd bû. Li herêmê kî bigota ez Kurd im, wî digot “ew ji dîn derketîye, kafir e.” Di sala 1970ê da li ser kesên kurdperwer jî, van çarînên li jêrê nivîsandibû.

“Ne Kurd û Tirk û Romî me

Ne Zaz, Badikî û Xî me

Ne Fiş, Boşat û Qulpî me

Ne taxî qewmê Barzanî me.

   Ne îcazê bilêtî me

   Ne feqîyê nehwê me

   Ne mel fileyê zekatî me

   Ne hakim xeyrî Quran im

Ne ser birnêtê Rûsî me

Ne cil Emrîkî û Firengî me

Ne nav zennarêr kûfrî me

Ne Hamid, Fethî û Wehman im”

Malûm e, Seydayê Mele Îmadedîn, yek ji kesên kurdperwerê wê herêmê, endamê PDKTyê bû û herweha dilxwazê tevgera Barzanî bû. Ew, dema ku van gotinên Mele Elîyê Çirrikî dibihîze, bi rêzikên li jêrê bersiva wî dide û dibêje:

“Tu bê esl û bê fesl î

Tu bê binyad û bê nesl î

Çawa înkar dikî eslî

Nexwe pîç î wekî zanim.

   Tu teşkîlatê sîya (cîa) yî

   Meaş bo te girêdayî

   Yeqîn fileyê faşîsta yî

   Şîyarin xelkê Kurda me

Bi Papaxê Makaryûs î

Li serî bernîteya Rûsî

Te dî qe li serê Nûrsî

Bixwîne van xeberdanêm.

   Bixwîne da bizan kî me

   Ez im yek lawê Kurdî me

   Ne Hamid û ne Fethî me

   Xulamê bavê Lpqman im.

Dema ku Seydayê Gurdilî vê bersivê dide Mele Elîyê Çirrikî, bi şexsî, wî nas nake û hîç wî nedîtîye jî.  Lêbelê piştî ku wî nas dike û dibîne, ji gotinê xwe poşman dibe. Dibêje: “Min dît ku ew yekî rebenokî ye, feqîr e, de ka çi heqê min li ser vî mêrikî bû.”[25]

Hevalê wî yê heftê salan Mele Arif dibêje: “Ew şaîrekî pirr baş bû. Wî bi fikir û şi’îrên xwe wek rojê ronî dida milletê Kurd. Bi şi’îrên wî dehezaran însanê Kurd pê hişyar bûne. Wî çiqas şi’îrekî binivîsanda dema dihat Dîyarbekir digot, min şi’îrekî nû nivîsandîye, ji me ra dixwend. Pirranîya şi’îrên wî ji bo hişyarkirina milletê Kurd bû.”[26] Mele Îmadeddîn, “Bi helbestên xwe yên neteweperwerî di nav hozan û helbestvanên Kurdistanê da cihek xwe yê bi rûmet heye. Wek her kurdperwerekî jîyana wî jî di bin zixtên dewleta dagirker da derbas bûye û wek tê zanîn gelek helbestên xwe yên giranbiha ji ber zixtên dewleta zalim tune kirine.”[27]

  1. Xebata wî ya sîyasî û neteweyî

Li gorî ku Seyda Mele Îmadeddîn ji min ra behs kiribû; pêşîyê bi rêya seydayekî wî yê medresê fikra netewî pêra çêbûye. Paşê jî tesîra xortekî kurdê binxetê bi navê Heyder li ser wî çêbûye. Ew vê tesîrê di helbesta xwe ya bi navê “Kurtejîyana Min” da weha tîne ziman: “Dema ez li gundê Korikê bûm, xortekî bi navê Heyder bi doza Kurdayetî gelek zana û bîrbir hebû. Malbata wî ji Sûrîyê hatibûn û li Korikê bi cî bûbûn. Wan tim behsa kurdayetî ji bo gundîya dikir û wê malbatê kurê xwe yê Heyder teslîmê min kir ji bo ku dersa wî bidim lêbelê min jê kurdayetî hîn kir. Wî behsa Qazî Mihemed, serok Mistefa Barzanî û Komara Mehabadê dikir, behsa Mîr Celadet dikir û merşên (sirûdên) kurdî xweş dixwend. Bi van gotinên Heyder ez gelek heyirî mabûm ku bi vê doza netewî çima ez ne şîyar bûm. Evîna Kurdistanê ji wê demê ve ket nav dilê min.”[28]

Mele Îmadeddîn bi xwe dibêje: “Em bi kurdîtîyê di salên 1950an da şîyar bûn,  feqet wê demê tiştekî tune bû, ne ronahîyek, ne rêxistinek û ne partîyek. Kemalîstan her tiştî qedexe kiribûn.”[29] Ew di destpêka salên 1950an da Derwêşê Sado nas dike. Derwêşê Sado dibêje: Dema ku em ji binxetê zivirîn di sala 1952an da, ez li bakûrê Kurdistanê bi çirayê li kurdperweran digerîyam, cara yekem rastê Seydayê Mele Îmadeddîn hatim. Piştra min şopa kurdperwerên bakûrê Kurdistanê bi wasîteya Seydayê Mele Îmadeddîn dît. Herweha têkilîya wî bi Seîd Elçî ra jî çêdibe. Nasîna wî û Seîd Elçî, digîje salên dema “Doza 49an” yanî sala 1958an. Di sala 1958an da vegera Barzanî û hevalên wî ji Yekîtîya Sovyetê ve ji bo başûrê Kurdistanê, bandor û dengvedanekê girîng li ser çar alîyên Kurdistanê dike. Di heman demê da çêbûna Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê û hatina belavokên wê ji bo bakûrê Kurdistanê, tesîrek girîng li ser çêbûn û geşbûna fikra wî ya neteweyî dike. Mele Arifê heval û hevrêyê wî dibêje: “Min di sala 1952an da li gundê Yuwacixê (Îwacixê) bi feqîtî Mele Îmadeddîn nas kir. Wî û kirîvê min ê Mele Hisamedîn bi hev ra dixwend. Mele Mistefayê Elbetî, ji Sûrîyê hatîbû û Dîwana Cîgerxwîn bi xwe ra anî bû. Ew şi’îrên Cîgerxwîn li ser me feqîyan şoqek çêkirin, em bi xwendina wan li xwe hesîyan. Piştî wî, di salên 1957-1958an da belavokên Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê ji me ra dihatin. Bi wan belavokan em şîyar bûn.”[30]

Di 27ê Gulana sala 1960an da li Tirkîyeyê darbeyeke leşkerî çêbû, ji çêbûna darbeyê şûn ve di demeke kin û kêm da operasyoneke nû li hemberê sîyasetmedar, rewşenbîr, şêx, axa û serokeşîrên kurdan hate kirin. Di encamê da 485 Kurd hatin desteserkirin û sirgûn kirin ji bo qampekê li bajarê Sîwasê. Ji vê bûyerê şûn da, di Eylûla sala 1961an da li başûrê Kurdistanê bi serokatîya Mele Mistefa Barzanî şoreşa Kurd dest pê kir. Rewşa wê demê ya dinyayê, çêbûn û geşbûna van bûyerên herêmî, bandoreke girîng li ser kurdperwer û welatparêzên bakûrê Kurdistanê dikir. Wê demê bala wî û gelek kurdperwerên wekî wî, her li ser başûrê Kurdistanê bû, di nava xelkê de jî ev dilxwazî dihate zanîn. Lûtfî Baksî dibêje: “Naskirina min û Seydayê Mele Îmadeddîn, di salên 1963-1964an de bi wesîteya xalê min ê Hecî Evdî çêbû. Ji min ra got: Meleyekî heye û ew jî wekî te difikre, Barzanîcî ye, ez ê we herduyan bi hevûdu bidim naskirin. Piştî ku me hev nas kir, min zaf jê hez kir û êdî têkilîya me dewam kir hetanî dawîyê.”[31]

Di encama vê pêvajoyê da, di 11ê Temûza sala 1965an da Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDKT) bi serokatîya Seîd Elçî li bajarê Dîyarbekirê tête damezrandin. Damezrênerên partîyê ev pênc kes bûn: Seîd Elçî, Şakir Epozdemir, Şerafeddîn Elçî, Derwêş Akgul (Sado) û Omer Tûrhan. Ji damezrênerên PDKTyê Derwêşê Sado, ji berê ve heval û hemşerîyê Mele Îmadeddîn bû. Demekê kin ji avakirina partîyê şûn ve, li ser teklîfa Derwêşê Sado, ew bûye endamê PDKT û avakarê teşkîlata partî li bajarê Batmanê. Wî bi tevî pênc hevalên xwe ra; Mistefa Ramanlî, Mihemed Sidîqê Camcî, Şerîf (kurdekî Binxetê), Mele Seîdê Xincikî û Ehmed Eren lijneya herêma Batmanê pêk anîne. Ji wê demê şûn ve,  êdî seyda şaîrekî sîyasetvan e. Wî li ser gelek bûyerên sîyasî û netewî yên têkoşîna rizgarîya neteweyî şi’îr nivîsandine. Piştî ku dikeve nav xebata rêxistinî û sîyasî, êdî ew bi kar û barê rêxistinî û bûyerên sîyasî ve jî mijûl dibe. Têlî Xanima hevjîna wî dibêje: “Ew gelek caran bi şev ranediket, heya şefeqa sibê du caran don dixist lambeyê û ew don diqedîya. Ew qasî ku bi mêvanan ra xeber dida, derê me daîm ji mêvanan ra vekirî bû.”[32]

Ew wekî endam û alîgirên PDKTyê, bi awayekî aktîf beşdarî di mitîngên 1967an da kirîye. “Seîd Elçîyê Sekreterê PDKTyê di mitîngên Silîva, Dîyarbekir û Siwêrekê da peyivîye.”[33] Herweha li herêma Batmanê, ew, yek ji wan kesên pêşî ye ku di salên 1967an da bi tevî hevalên xwe Newroz pîroz kirine.” Têlî Xanima hevjîna wî dibêje: “Mele Îmadeddîn wextê Newrozê feqî didan hevdu, şi’îr çêdikirin û diçûne serê gazê û di bin darên behîvan, bi feqîyan ra agirê Şemal dadidan, qesîde dixwendin û govend digerandin. Gundê Mîrzebegan û Sergewran jî bona Newrozê agir vêdixistin, dinya alem pê dihesandin. Me digo ka Newroz çî ye, agirê Şemal çî ye? Li dora wî agirî şi’îran dixwendin. Dengê wan xweş bû, pirr xweş dikirin.”[34] Seydayê Gurdilî di Dîwana xwe da li ser Newrozê weha dibêje:

Bîst û yekê Adarê rojek xweş û şîrîn e,

Cejna gelê Kurdistan ew Newroza rengîn e.[35]

Mele Îmadeddîn ne tenê bi şaîrtîya xwe, bi xebata xwe ya neteweyî jî tesîr li ser hemû alîyên civaka Kurd kirîye. Ew kurdperwerekî dîyar bû, li herêmê jî bi kurdayetîya xwe û welatperwerîya xwe dihate naskirin. Kek Baqir Înanç dibêje: “Min Seyda dema zaroktîya xwe yanî di salên 1968-1970an da nas kir, cemaeta ku ew têda bûna her behsa kurdîtî bû. Ew çiqas biçûna şûn û şahîyên derûdorê Farqîn, Batman, Bismil û li wê deştê giş, ewê propaganda kurdayetî bikira. Wê demê alîyê wî yê sîyasî jî hebû lê min nedizanî ew di kîjan rêxistinê da kar dike lê min zanîbû têkilîya wî bi başûrê Kurdistanê wan dera ra heye. Agahî û geşepêdanên başûrê Kurdistanê jî em ji wî hîn dibûn. Tiştê ku wê demê diqewimî wî pir baş dişopand û em ji wî hîn dibûn. Radyoyekî wî hebû daîm deng û basê dinyayê bi zimanê erebî û farisî guhdar dikir û dihate ji me ra digo, belav dikir. Li wê herêma me ne bi tenê li ser min, li ser dorûberê me jî tesîra Seyda di çêbûna fikr û hestê neteweyî da gelek hebû. Me tevan jê sûd digirt. Em bi hest û propagandayên Seyda mezin bûn. Wê demê gelek mirovan di vî warî da xwe diveşartin, nediwêrîn hinekê tiştan bi aşkere bibêjin. Seyda van tiştê ku dikir bê tirs dikir, bê perwa bû. Bi vî awayî tiştê ku diqewimîn em ji Seyda hîn dibûn.”[36]

Ji ber xebata rêxistinî û propaganda kurdayetîyê, roja ku darbeya leşkerî ya 12 Adara 1971an çê dibe, wê şevê cendirme davêjin ser mala wî û wî digrin. Pêşîyê wî dibin Bismilê û ji wir ve jî dibin Dîyarbekirê. Dema ku wî derdixin îfadeyê, qumandarê cendirmeyên Bismilê li ser wî îfade dide û dibêje: “Albayê min Derwêşê Sado heye, ew mehkûm e, diçe ba Barzanî û hewadîsan tîne, ev jî wan hewadîsan li gunda belav dike, ev Kurdîtîyê ewî xiste qeza me ya Bismilê.”[37] Piştî berdanê, ew ji ber gefxwarina polîs û cendirmeya demekê xwe ji malê dide alî û derbasê binê Xetê dibe, li wê derê li ser gotina Derwêşê Sado cardin vedigere Batmanê. Piştî vegerê ew li Batmanê qezeyekî bi guman derbas dike, “Di sala 1971an da, bi qezeya motorsîkletekî birîndar bû û ji mirinê rizgar bû. Hêzên tarî lê qeza kiribûn lê ew birîndar rizgar bûbû.”[38]

Di civîneka veşartî ya li herêma Weysil Qeran da, biryar didin ku bi tevî heyetekê PDKTyê serdana başûrê Kurdistanê bikin û biçin zîyareta Serok Mistefa Barzanî. Di wê heyetê da, bi tevî sê hevalên xwe ve Seydayê Gurdilî jî hebû. Ew pêşîyê diçin ber bihûra herêma Xabûrê û di roja 28.11.1972an da derbasê Zaxoyê dibin.

  1. Hevdîtin û zîyareta Serok Mistefa Barzanî

Ew çar endamên PDKTyê; Derwêşê Sado, Mele Îmadeddîn, Hesenê Hiso û Mele Arif piştî ku derbasê başûrê Kurdistanê dibin, di roja 05/11/1972an da digihîjin Dilmanê ji bo serdana Serok Mistefa Barzanî. Seatek û panzdeh deqe bi wî û cemaeta pêra hevdîtin kirine û guhdarîya cenabê Serok kirine. Seydayê Mele Îmadeddîn di bîranînên xwe da fikr û hestên xwe yên wê roj û gavê weha tîne ziman:

 “Em gihîştine Dilmanê, ew der navê gundekî bû ku qerargeha Barzanî bû, pêşmerge li dora wî çember bûn. Heyecanekî hate min, dilê min evîn hilanî, min go em diçin zîyareta serokekî bêwestan û qehremanê sê şoreşan. Serokekî ku ji bo miletê xwe 53 salan têkoşîn kirîye, Partîya Demokrata Kurdistanê damezrandîye, sed hezar pêşmerge ji bo xebat û şoreşê perwerde kirîye, 500-600 kîlometre meş kirîye bi sê erdê dijminan ra derbas bûye û bi wan ra şer kirîye. Di şert û mercên wî da tu kesî bi vî rengî xebat û têkoşîn nedaye. Di dîroka cîhanê da cîyekî pir girîng sitandîye, ji malbatekê pir mezin, bav û kalên wî di vê rê da serî dane, mal û can dane. Di serî da Şêx Ebduselam Barzanî û wan qehremanên din ên Barzanîyan ji bo azadîyê serî dane. “Yan Kurdistan yan neman”, şîar û dirûşma wî bû, şîrîn û eşq û evîna wî bû. Ew tîr û derzîyekî di dilê dijmin da bû. Ew serok û pêşewayê miletê Kurd General Mistefa Barzanî bû. Pir bextewar im ku xeyala di dilê min da ku dîtina serok Barzanî bû, hate cî.

Berîya hevdîtina me, Kak Îdris saetkî şîret li me kir û got: Li ba Serok weha heyecan nebin, destê wî maçî nekin, weka hun dost û hevalê wî bin û bi rehetî li balê rûnin.

Dema em ketin hundirê eywana mêvana:

Serok Barzanî rûniştî bû, sehpayekî biçûk û kîsikê titûna wî li ber bû, me silav li wî kir û Serok ji kursîya xwe rabû û bi ber me ve hat, li nîvê odê em gihîştine hev, me xwest ku destê wî maçî kin ji ber ku Îdris gotibû ji dest maçîkirinê aciz dibe, me musahefe kir. Ferman kir got: Kerem bikin rûnin. Em rûniştin, serok li xeberên radyoyek guhdarî dikir. Radyoyek biçûk li ser çoka Elî Xelîlê amirhêzê Duhokê bû. Paşê go: Radyoyê bigrin. Êdî bi wî zarê xwe yê şîrîn go: “Hun bi xêr hatin”.

Kak Îdris nîv saet mohlet dabû me, ji ber ku em ji sohbeta wî têr nebûn haya me ji saetê nema. Derwêşê Sado go em rabin. Me ji serok destûr xwest. Go: “Hunê herin?” Me go: Belê. Go: “Hun ser ser û çavê min hatine.”

Serok Barzanî hewqa nefs piçûk û mutewazî bû lê dîsa meriv jê şerm dikir. Bi heybet bû ku berê xwe dida meriv, meriv nikaribû li nava çavê wî weka şêra binihêrtana. Di civatê da dema xeber dida, berê xwe dida her kesê ku li wir bûn. Dema peyva Kurd û Kurdistan ji wî zarê şîrîn derdiket, wusa bi eşq û heraret derdiket. Ji ber derdê milletê Kurd û bindestîya wî, cixarê li ser cixarê dikişand, însanekî pir mukemel bû.”[39]

  1. Li ser Seydayê Mele Îmadeddîn gotina dawî ya dost û heval û hevrêyên wî

Wî nezîkê 20 salan li gundê Aquba ya bi girêdayê Bismilê Meletî kirîye. Gundê Aqûba dikeve devera nêzî çemê Batmanê. Meletîya gundan jê ra zahmet dihat û mêzêna nav gundîyan jê ra astengîyan çêdikir. Dema Şerafeddîn Elçî bû wezîrê bayindirlixê, di sala 1979an de bi wesîteya wî li Dîyarbekirê di daîreya Bayindirlixê da dest bi kar kirîye û heta xanenişîn bûye, li wê derê xebitîye. Seydayê Mele Îmadedîn ulema, muderîs, helbestvan û sîyasetmedarekî me yê hêja bû, kurdperwer û dilsozê doza neteweyî û aşiqê Kurdistanê bû. “Seydayê Mele Îmadeddîn bi neteweperwerîya xwe û bi dilsozîya rêbaza Barzanî hatîye naskirin. Di serdema damezrandina PDKTyê bigre û heya koça dawî kir, endamtîya wî ya PDKT berdewam bûye.”[40] Ew di sala 1979an da, bi minasebeta wefata Serok Mistefa Barzanî, di nav şaşika xwe ya sor da, belavokan ji Batmanê digehîne Cizîra Bota. Ew heta dawîya jîyana xwe bi rêxistin bû, sala 1992yê jî bûbû damezrênerê PDK-Bakur. Di meha Temûza sala 2017an da bi tevî ku emrê wî li ser heştê salan bû, bi kelecoşa ciwanekî tevlî kampanya serxwebûna başûrê Kurdistanê bû û li meydanê ji xelkê îmze berhev dikir.

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Seydayê Gurdilî, peyamekê sersaxîyê belav kir û got: “Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya kesayetîyekî niştimanperwer û helbestvanê xwedîyê helwest Mele Îmadeddîn Gurdilî, em xemgîn û dilgiran bûn. Sersaxîyê li malbata wî ya niştimanperwer û xizm û dostên xwedêjêrazî dikin, em hevxemê we tevan in. Ji Xwedayê mezin hêvîdarin aramî û hedarê bi malbata wî ya birêz û kesûkarên wî bibexşê, ruh û giyanê xwedêjêrazî Mele Îmadeddîn Gurdilî bixe ber dilovanîya xwe û bi behişta fireh şad bike.”[41]

Lûtfî Baksî dibêje “Seyda M. Îmadedîn welatparêzekî mezin, şaîrekî baş bû, Kurdekî heta tu bibêjî Kurd bû, li ser rêbaza Barzanî bû. Di destpêka salên 1960an da li herêma me, yên wekî Seyda gelek kêm bûn; ew bû, xalê min ê Derwêş, Mistefa Ramanlî, Mele Seîd û Şêx Qasim bû, ji gundê Girêsîra Mihemedê Fatimê, Mele Çelebî û Mele Pîroz hebûn. Axa, Şêx û xelkê welatperwerê herêmê zaf qedrê Seyda digirt. Li Batmanê ji alîyê fikra neteweyî ve di hişyarkirina xelkê de tesîra wî pir zêde çêbû. Wê demê li Batmanê cîyê berhevbûn û hevdîtina me qehwa Mele Ebdulkerîm bû. Ew qehwe wekî qehwa kurdparêzan dihate nasîn, daîm di bin çavdêrîya mîtê da bû, piranîya xelkê nediwêrîya biçin qehwa Mele Ebdulkerîm.”[42]

“Seydayê Gurdilî heta dawîya jîyana xwe kurdperwer û sozdarê ala rengîn û Kurdistanê, sozdarê rêbaza Barzanîyê nemir, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, sîyasetmedar û helbestvan bû.”[43] Mamoste Fexrî Qerakoyunlu jî dibêje “Gava ku min li Batmanê di sala 1977an da dest bi mamostetîyê kir, min ji derûdora xwe navê wî bihîst. Gava min şexsê wî li kolanê bi şaşika sor ya Barzanîyan dît, hevalekî gote min, “Ev zilamê hanê serê pêşmergan e li vê deverê. Di bin emrê wî da bi sedan pêşmerge hene.”[44] Herweha kurê wî yê Şerefxan jî dibêje: Şaşika serê Seydayê Gurdilî taca zêrîn bû, sembola Kurd û Kurdistanê û pêşmergeyê qehreman bû.”[45] Di vê rê da “Seyda her doza xwe dişopand û li gor xwe xwedîyê rêbazekî netewî bû. Ew di rêbaza xwe de qet şaş nebû.”[46]

Wî bi xebat û “Bi şi’îrên xwe li her derê Kurdistanê tesîreke mezin kir, heta dawîya jîyana xwe qethen ji ya xwe nehate xwarê û ji miletê Kurd ra xizmet kir. Xizmeta wî ya ji bo kurdayetîyê nayê pîvandin, bêpîvan e. Ji ber vê yekê Seyda M. Îmadeddîn tu car nayê jibîrkirin, bi rastî jî gerek li ser bête nivîsandin û têkeve nav tarîxê.”[47] Gundîyê wî û dostê wî yê Baqir Înanç dibêje: “Naskirina min û wî, ji zaroktîya min dest pê kirîye. Ji wê rojê ve û heta ku seyda rehmet kir, têkilîyên me ji pêncî salan zêdetir dewam kir û qut nebûn. Bi kurtî bibêjim Seyda, berî her tiştî helbestvanekî bi navûdeng bû. Ya didoya, çawa ku min behs kir ji alîyê kurdperwerîya xwe va xwedî helwest bû, bêsînor û bêtirs bû. Ew bi xwe dîrok bû, xwedî daw û doz bû, kurdperwerekî dilsoz û kedkarê bîr û bawerîya netewî bû, bêhesab bû,  xwedî mejîyek paqij û helwestek zelal bû.”[48]

Têlî Xanima hevjîna wî dibêje: “Ez pirr kêm dibînim yê ku weka wî fedekarî ji welatê xwe ra, ji Kurdistanê ra kirîye. Çavê wî ne li malê dinya bû, kul û xiyala wî tev Kurdistan bû. Herê geleka bi dev digotin, lê ne ji dil û can bûn; hinek li pey malê dinyayê digerîyan, li pey nav digeriyan. Wî digot: Ez bi van çavan Barzanî bibînim bila Xwedê wê hingê rihê min bistîne. Gelek Kurd hebûn, gelek dilxwaz hebûn lê ne bi ecêba wî. Mal û canê wî tev bi dozê ra bû.”[49]

Heval û hevrêyê wî yê 70 salan Mele Arif dibêje: “Hevaltîya min û Seyda ji biratîyê wêdetir bû, hevaltîya netewî bû. Hevaltîya wî şîrîn bû, ehlaqê wî xweş bû, şaîrekî mezin bû. Wî wek rojê ronahî dida xelkê Kurdistanê. Seydayê M. Îmadeddîn kurdperwerekî pirr hêja, bi fereset û aqil bû. Li herêma Batmanê ji bo şîyarkirina fikra mîllî, di nav milletê Kurd da gelek tesîra wî çêbûye.”[50] Hevalê wî yê medresê û doza neteweyî Şêx Mîsbehê Farqînî jî dibêje: “Seyda, heyata xwe weqif kiribû ji doza Kurd û Kurdistanê ra. Temamê xizmeta wî ji bo hişyarkirina xorta bû di derbarê doza neteweyî da. Nanê wî ev bû, ava wî ev bû, xewa wî ev bû, her tiştê wî Kurdistan bû. Bi dilekî paqiş ew wek zêrekî bîst û çar eyar bû, wefata wî, wek xerabûna dîwarekî ji Kurdistanê bû.”[51] 29.11.2022

[1]       Aydı Üneşi, Hevpeyvîna bi M. Îmadeddîn ra, 09.03.2019

[2]       Têlî Xanim (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[3]       Têlî Xanima (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[4]       Têlî Xanima (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[5]       Şerefhan Yetiz, Hevpeyvîn, 26.11.2022

[6]       Têlî Xanima (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[7]       Mele Amadettin Yetiz (Seydayê Gurdilî), Dîwan (Banga yekîtî bo azadî), Amadekar: Abulhakim Günaydın, Weşanên Nûbihar, r. 104

[8]       Şêx Mîsbeh (Yaruk), Hevpeyvîn, 27.11.2022

[9]       Mele Îmadeddîn (Seydayê Gurdilî), Kurtejîyana Min

[10]     Bakır Înanç, Hevpeyvîn, 29.10.2022

[11]     Seîd Veroj, Hevpeyvîn bi Seydayê Gurdilî ra, 2018

[12]     Têlî Xanim (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[13]     Şakir Epozdemir, 02.12.2020

[14]     Seîd Veroj, Hevpeyvîn bi Seydayê Gurdilî ra, 2018

[15]     Yaşar Karadoğan, 06.12.202

[16]     Şakir Epozdemir, 02.12.2020

[17]     Bakır İnanç, Hevpeyvîn, 29.10.2022

[18]     Mehmûd Mele Abdullahê Xerzî (Timoqî), 15.09.2022

[19]     Lûtfî Baksî, Hevpeyvîn, 12.06.2022

[20]     Şêx Mîsbeh (Yaruk), Hevpeyvîn, 27.11.2022

[21]     Lûtfî Baksî, Hevpeyvîn, 12.06.2022

[22]     Bayram Ayaz, 02.12.2020

[23]     Hevpeyvîn bi Têlî Xanima hevsera Mele Îmadedîn ra, di 17 Temûza 20022an da

[24]     Lûtfî Baksî, Hevpeyvîn, 12.06.2022

[25]     Têlî Xanim (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[26]     Mele Arif Semerkant, Hevpeyvîn, 29.10.2022

[27]     Mehmed Konuk, Hevpeyvîn, 11.11.2022

[28]     Mele Amadettin Yetiz (Seydayê Gurdilî), Dîwan (Banga yekîtî bo azadî), Amadekar: Abulhakim Günaydın, Weşanên Nûbihar, r. 233, 234

[29]     Seyda Goyan, Hevpeyvîna bi M. Îmadeddîn ra, 09.03.2019

[30]     Mele Arif Semerkant, Hevpeyvîn, 29.10.2022

[31]     Lûtfî Baksî, Hevpeyvîn, 12.06.2022

[32]     Têlî Xanima (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[33]     Zeynelabidîn Zinar, Jînewarîya Derwêşê Sado, Nas Yayınları, 2011, r. 169

[34]     Têlî Xanima (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[35]     Mele Amadettin Yetiz (Seydayê Gurdilî), Dîwan (Banga yekîtî bo azadî), Amadekar: Abulhakim Günaydın, Weşanên Nûbihar, r. 64

[36]     Bakır İnanç, Hevpeyvîn, 29.10.2022

[37]     Mele Îmadeddîn (Seydayê Gurdilî), Kurtejîyana Min

[38]     Mehmûd Mele Abdullahê Xerzî (Timoqî), 15.09.2022

[39]     Mele Îmadeddîn (Seydayê Gurdilî), Kurtejîyana Min

[40]     Mehmed Konuk, Hevpeyvîn, 11.11.2022

[41]     https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/041220202

[42]     Lûtfî Baksî, Hevpeyvîn, 12.06.2022

[43]     Aziz Haco Ozdemir, 02.12.2020

[44]     Fahri Karakoyunlu, 02.12.2020

[45]     Şerefhan Yetiz, Hevpeyvîn, 26.11.2022

[46]     Mehmûd Mele Abdullahê Xerzî (Timoqî), 15.09.2022

[47]     Lûtfî Baksî, Hevpeyvîn, 12.06.2022

[48]     Bakır İnanç, Hevpeyvîn, 29.10.2022

[49]     Têlî Xanim (hevsera Mele Îmadedîn), Hevpeyvîn, 17 Temûza 2022

[50]     Mele Arif Semerkant, Hevpeyvîn, 29.10.2022

[51]     Şêx Mîsbeh (Yaruk), Hevpeyvîn, 27.11.2022