Seîd Veroj di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî û unîversîte li bajarê Diyarbekirê xwend.

Xebata wî ya li ser Kurdolojîyê, di salên xwendina unîversiteyê de bi berhevkirina materyalên ziman û folklora kurdî dest pê kiriye. Di sala 1997an de, bi tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir. War, hetanî sala 2004an li ser hev 16 hejmar hatin belavkirin û paşê weşandina Warê hate rawestandin. Di Newroza sala 2005an de, dest bi weşandina kovara Bîrê kiriye û hetanî sala 2011 li ser hev 12 hejmar hatin çapkirin. Ji meha Mijdara sala 2011ê vir de, kovara Bîr bi awayekî dijîtal weşana xwe berdewam dike. Di dawîya sala 2011an de, di Unîversîteya Artuklu ya Mêdînê de dest bi xwendina masterê kir û di destpêka sala 2014an de bi pêşkêşkirina têza bi navê “Veracêkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî/ Hevberkirina Gramera Zazakî û Kurmancî” xwendina masterê xelas kir. Deh pirtûkên wî hatine çapkirin.

Lêkolînên di warê nivîskariya Kurdî de diyar e rastî alozîyan te. Ger cenabê te van aloziyan ji me re eşkere bike.

Di warê nivîskariya kurdî de lêkolîn û lêgerîn babeteke pirr girîng e û pêdivîya civaka kurd jî gelek bi xebatên vê cûreyê nivîsandinê heye. Lewra Kurd neteweyeke bindest e û welatê wan jî hatîye dagirtin. Dagirkerên Kurdistanê ne tenê ax û dewlemendîya sirûştîya welatê me, herweha hemû nirx û afirandinên dîrokî, kulturî, edebî û neteweyî yên kurdan jî talan dikin, înkar dikin û qedexe dikin. Ji ber vê yekê, ji her milletî bêtir pêdivîya kurdan bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr hene. Lêkolîner û nivîskarên ku bixwazin li ser van babetan bixebitin, ronahîyê bidin ser van babetan, derewên dagirker û dilnexwazên milleta kurd derxînin meydanê, rastê gelek zixt, astengî û gefxwarinên cezakirinê dihêne. Bêguman alozîyên di vî warî de, ne tenê astengiyên dagirker û dilnexwazên kurdan e; digel vê lawazîya fehma neteweyî, xelet têgehîştin, şerletenîya fehma zanistî û wd. kêmasîyên me kurdan jî hene.  Heke em bixwazin di vî warî de astengiyan bibihurin û alozîya kêm bikin: 1- Divê li gorî rewşa dinya îroyîn, bûdçeyek girîng ji bo kar û barê lêkolînê bête veqetandin, bi perwerdeyeke baş û kadirên têgehiştî bêne amadekirin; 2- Di dibistan û zanîngehan de rê û rêbazên lêkolîn û afirandina fikren nû bêne hînkirin; 3- Kom û navendên thîn-tankan bêne avakirin û zêdekirin; 4-Bandora şerletanên zanist û mitehîdên bi girêdayî têkilîyên şexsî (takekesî), li ser vê sehayê bête şikandin û rakirin, cî û karkirina kadiran li gorî berhemdarî û selahiyeta wan bête dîyarkirin; 5- Ji bo derxistina belgeyên kevn û nû, xebata di nav arşîvên dewletên herêmî û yên bîyanîyan de bête berfirehkirin û piştgirîkirin;….

Di warê lêkolînê de girêdayî rastiya Kurd, gelek tişt nehênî ne û tên veşartin. Ev yek çi bandorê li nasandina dîrok û rastiya Kurd navxweyî û navneteweyî de dike?

Ji ber ku arşîvekê me yê xurt nîne û navendên lêkolînên me gelek kêm û qels in, bivê nevê em berê xwe didin arşîvên dewletên bîyanî û yên dewletên dagirkerên welatê xwe. Li ser Kurd û Kurdistanê, bi sedhezaran belge û dokûment di van arşîvan de hene ku em ji piranîya wan ne agadar in. Ketina arşîvên dewletên bîyanî li gor yên herêmî hîn hêsantir e. Bi dîtina min di arşîvên dewletên wekî Tirkiye, Îran, Sûriye û dewletên erebî de jî belgeyên gelek kevn û balkêş hene, bi taybetî jî di vî warî de arşîvên osmanîyan pirr girîng in. Lewra di sîstema Împeretorîya Osmanî de hemû bûyer û nivîsandinên fermî, hatine arşîvkirin û parastin. Di nava wan de gelek belgeyên li ser Kurd û Kurdistanê hene. Derxistin, tesnîfkirin, wergerandin û di ronahîya van belgeyan de ji nû ve şirovekirina bûyerên li ser kultur û dîroka me, pirr girîng e. Ev yek, dê xizmeteke mezin bike ji bo nasandina doza rewaya milletê Kurd, di seha neteweyî û navneteweyî de.

Kek Seîd diyar e, di salên dawî de te fokus/bala xwe zêdetir da lêkolînê, sedema vê yekê ji alî te ve çi bû?

Lêkolîn, ji bo bêtir ronîkirin û ji nû ve şirovekirina babetekê tête kirin. Gelek babet û mewzûyên li ser dîrok û kultura me hene ku zanîna me ya li ser wan gelek kêm e an jî li ser wê babetê hêç xebat û lêkolînek çênebûye. Hin pêvajoyên dîrokî hene ku wek zincîrek bi hev re girêdayî ne, hinek heleqeyên vê zincîra dîrokî qismen hatine ronîkirin û hinekê din jî qet nehatine lêkolandin û ronîkirin. Ez bi van xebatên xwe, dixwazim hinek heleqeyan bi hev re girê bidim û bêtir ronahîyê bidime ser dem û dîroka wan. Di vê çarçoveyê de, min xwest bi ev çar pirtûkên xwe yên dawîyê: Kovara Kurdistan û Mehmed Mîhrî Hîlav, Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî, Abdurehman Nacîm û Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923) hinek heleqeyên zincîra kovargerî û rojnamegerîya wê demê bi hev re girê bidim û ronahîyê bidime ser dema destpêka çapemenî û rojnamegerîya Kurd di nav sînorên Împeretorîya Osmanî de. Mînak; di bakurê Kurdistanê de rojameya Serbestî û kovara Kurdistan a Mehmed Mîhrî pirr kêm têne naskirin û xebatên li ser wan jî gelek kêm in. Bi taybetî jî Serbestî, yekemîn rojnameya rojane û herî temendirêj e ku ji alîyê kurdekî Silêmanîyeyî ve hatîye weşandin û pirr kêm tête nasîn. Lêkolînerên Tirk, ji ber neteweperwerî û kurdperwerîya Mewlanzade Rifat naxwazin li ser wê lêkolînê bikin, heta ku ji wan bê dixwazin veşêrin, ger em jî li ser xebatê nekin, dê kî xweyîtîya wê bike. Em li hemberê van şexsiyetên Kurd, bi her awayî mesûl in ku li ser wan lêkolînê bikin, binivsînin û bi nifşên nû bidine naskirin. Bi gotina Mehmed Mîhrî bibêjim: Ger ronahî ne ji me be, çiraya xatirê rêya me ronî nake.

Çi / kîjan babetên lêkolînê zêdetir di rojeva te ne û egera wê çi ye?

Li ser du babetan bêtir dixebitim. Ya yekemîn, li ser 50-60 salên dawî yên jîyana rewşenbîrî û çapemenîya Kurd di dema Împereretorîya Osmanî de; ya duyemîn jî, birawirdkirina zaravayên Kirdî (Dimilî/Zazakî) û Kurmancî dixebitim. Sebebê babeta yekemîn, hinekî din ronîkirina dema destpêka peydabûna fikra neteweyî û di vê çarçoveyê de ji nû ve xwendina pêşkevtina tevgera modernbûna milletê Kurd e. Ya duyemîn, xebata li ser birawirdkirina (muqayesekirina) zaravayên Kirdî û Kurmancî, babeteke pirr girîng e ku ji alîyê xêrnexwazên Kurdan ve li ser wê manîpulasyonên zêde têne kirin. Yên wekî min ku bi eslê xwe Kird/Zaza/Dimilî ye, bi xebatên zanistî yên muqayesekirî, dikarin ji alîyek ve rastîya têkilîya dîrokî-kulturî ya her du zaravayan derxînin meydanê, ji alîyê din ve jî bersiva pêdivî bidin manpulîst û şerletanan.

Pêşewaziya xwendevan/cîhana rewşenbîrî ya Kurd, ji xebata lêkolînê re çawa ye?

Bi qasê ku ez dibînim ne ew qas baş e. Pirranîya xwendevanan tiştên populer û kurtebirrî diğerin, zimanê lêkolînê û metnên lêkolînê giran dibînin. Rewşenbîrên me jî bi awayekî pêdivî û hesas, şopgerîya xebatên lêkolîn û lêgerînan nakin. Ew gotina ku dibêjin “her kes ji xwe re dinivsîne û yê xwe dixwîne” qismek rast e. Em pirralî naxwînin û naşopînin. Bêguman divê em di seha mijûlayî û pisporîya xwe de bêtir bixwînin, lê şopandina xebatên cûr bi cûr jî pirr girîng e. Divê em asta rewşenbîrîya xwe dewlemend û bilnd bikin. Ji bo vê yekê jî şopandina berhemên nû yên nivîskarên neteweyî û navneteweyî pirr girîng e.

Asta lêkolînê ya kurdî bi xwe, tu çawa dinirxînî?

Asta xebatên lêkolînî ya kurdî pirr lawaz û kêm e. Bi giştî nifûsa Kurdan ji 50î mîlyonî zêdetir e û li bakûrê Kurdistanê jî ji bîst mîlyonan zêdetir Kurd hene. Gelo di salekê de çend kitêbên me yên lêkolînê têne çapkirin. Rêjeya wan nizanim, lê bi dîtina min pirtûkên weha gelek kêm têne çapkirin. Lêkolîn kareke demdirêj û bi mesref e. Eger xebatên weha ji alîyê akademîyê ve, ji alîyê sazîyên siyasî û aborî ve neyin piştgirîkirin, pêşxistina asta lêkolînê pirr zehmet dibe.

Ji bo pêşketina lêkolînê rewşenbirî ya Kurd û bi taybetî ger em wekî realîteyekê bigrin desta desthilata Kurd (başûr, herweha şaredariyên bakur û rêvebiriya rojava), erka wan çi ye, divê çi xebat û projeyan bidin pêşya xwe?

Çawa ku di bersiva pirsên din de jî min got: Di xebatên lêgerîn û lêkolînê de, piştgirîya sazîyên profesyonel û desthilatdarîya sîyasî nebe, bi ked û xebatên şexsî ev seha dê pirr lawaz bimîne. Li başûrê Kurdistanê statuyekê federal heye, bi tevî hemû kêmasîyên xwe sazîyên hikumeta Kurdistanê hene. Lê belê ji ber parastina berjewendîyên hîzbî û grubî, lawazîya fehma akademîk û nakokîyên şexsî yên rêvebirên van sazîyan, di pêşiya afirandin û berhemdarîya fikrî de bûne astengên herî girîng. Karê rewşenbîrî, nivîskarî û lêkolînê bi serpereştîya rêvebirên ne ehlêkar û “ezbenî” bi pêş nakeve. Di vî warî de, mesûliyetî û barekî dîrokî li ser şanê hikûmeta başûrê Kurdistanê ye, divê potansiyel û hêvîya netewe û çavkanîyên wê, bi awayeke herî baş û aqilane bête bikaranîn.

Li bakurê Kurdistanê jî, ji sedî zêdetir şaredarî di destê Kurdan de bû, lê ev sazî ji ber fehma partîzanîyê bi awayekê berhemdar û aqilane nehatin bikaranîn. Di vê derê de naxwazim behsa xebatên wan ê civakî û sîyasî bikim, dixwazim tenê behsa nêrîna wan a li ser xebatên rewşenbîrî û kulturî bikim. Em dizanin ku bi taybetî ji damezirandina Cimhurîyeta Tirkiyê vir ve, polîtîkayek dijwar a veşartin, înkarkirin û tunekirina ziman, kultur û her cûreyê nirxên milleta Kurd hatîye meşandin. Ji ber vê yekê, di  vî warî de gelek texrîbat çêbûye. Bi destxistina rêvebirîya şaredarîyan, karibûn gelek tiştên veşartî û wenda derxistana holê yan jî piştgirîya proje û xebatên di vî warî de bikira. Lê mixabin ji xeynî hinek tiştên reklamîst û propagandayê, di warê xebatên kulturî û rewşenbîrî de gavên girîng nehatin avêtin. Her çalakîyek kulturî, di bin rêvebirîya komîserên sîyasî de kirin malzemeyê propaganda grubî û serwerîya rêxistinî. Herweha di rojavayê Kurdistanê de jî îro firsetekê dîrokî bi dest ketîye. Ger li wê derê jî xebat, bi têgehîştinek îdeolojîk a teng na, bi têgehîştinek neteweyî û demokratîk bête meşandin, di warê perwerdeyî û kulturî de dikarin gelek xizmetên girîng bikin, texrîbatên politîkaya erebkirin û kemera erebîyê qismen bişikînin. Ger xebata perwerdeyî û kulturî, bi girêdayî slogan û sembolên sîyasî bête meşandin, azadîya fikrî û sîyasî tune be, bawer dikim dê ji alîyê neteweyî ve xusar û lawazîyek girîn peyda bibe. Ya herî girîng jî li ser erdê Kurdan zêdebûna rêjeya nifûsa ereban e.

Dawîyê, dixwazim bibêjim ku bi qismî yan temamî, her derê ku destihilatdarî di destê rêxistinên Kurdan de be, di bin serpereştiya pisporên ehlî karê xwe de, sazîyên demokratîk û ciddî ava bikin ji bo pêşxistina lêkolîn û xebatên li ser kultur û dîroka Kurdan.

Giringîya lêkolîn û pêşxistina lêkolînê, ji dîrok/rastiya Kurd re çi ye, ger tu ji me re binirxîne?

– Lêkolîna li ser babetekê; bêtir ronîkirin û pêşxistina zanîna me ya li ser wê babetê ye, şiroveyek nû ya li ser wê babetê ye. Koma mirovan bi faalîyetên xwe yên dîrokî têne nasîn. Nasîna mirovan, nasîna çalakî û kirinên wan ên dîrokî ye. Ji bo rast têgehîştin û şirovekirina rewşa civakî ya îro jî, ji alîyek ve bi rast xwendina bûyerên kulturî, dîrokî û sîyasî yên berîya me mimkun dibe. Ev yek jî, bi xebatên lêkolîn û lêgerînê dibe. Ji ber vê, lêkolîn, ji bo ronîkirin, rast têgehîştin û ji nû ve şirovekirina bûyerên dîrokî, pirr girîng e.

Nebûna dewlet a Kurdistanê, çi bandorê li xebata lêkolînê dike?

Di dema me ya modern de berdewamî û hebûna neteweyek, di asta herî bilind de bi çêbûna dewleta neteweyî mimkun dibe. Dewleta neteweyî, ji alîyek ve pêkanîna sazîyên neteweyî ye. Sazîyên neteweyî, ji bo biserxistina serwerîya netewe, yekkirin û navendîkirina biryar û potansîyela netewe û pêkanîna xizmetên pêdivî yên netewe ye. Roja îro bi taybetî di seha xebatên medya, çapemenî û akademîyê de piştgirîya sazî û dewletan nebe, berdewamîya xebatên bi vî awayî û pêşkevtina wan pirr zehmet e.  Di vê çarçoveyê de nebûna xweyî û dewleteka neteweyî, gelek tengasî û lawazîyê dihêne ser xebatên bi vî rengî.

 Xebat û projeyên te yên niha û di pêşeroja nêzîk de çi ne?

-Vê gavê li ber destê min sê dosye hene: Dosyaya yekemîn, li ser etno-dîrok yanî beşekî dîrok-kultura herêmî ya Mîrnişînîya Gêlê ku xelkê wê herêmê bi navê Mîrdasî (Mirdasî) têne naskirin. Ez hemû xebat û lêkolînên xwe bi zimanê kurdî çêdikim. Ev xebata min, bi sernavê “Vîr û Warê Ma” û bi zarava Kirdî/Dimilî hatîye amadekirin. Ev dosye, tewaw e û ji bo çapkirinê amade ye. Dosyeya duyemîn: Ji çar alîyê Kurdistanê portreya 25 navdarên kurd e ku portreya sereke ya vê xebatê bi şair û edîbê gewere Fuzûlî dest pê dike. Ev xebat jî li ber xelasbûnê ye û bi zaravayê Kirdî û Kurmancî hatîye amadekirin. Dosyeya sêyemîn: Cardin xebateke bîyografîk e, li ser Kurdîzade Ahmed Ramîzê Liceyî ye ku ew bi xwe damezirênerekê Cemîyeta Azmî Qewî ya Kurdistanê (1900) ye û herweha weşangerekî girîng ê wê demê ye. Dosyeya çaremîn jî, li ser bîyografîyaya Emîn Feyzî Beg ê Silêmanîyeyî ye ku di sala 1862an de li Koyê ji dayik bûye.

Jêder: http://www.kurdistan24.net/ku/interview/8f0ff299-4fe3-4f0b-8cb8-6fcda84d4fba