1. Warê jidayikbûnê û perwerdeyî

Adurehman Qasimlo, di roja 22.12.1930î de li bajarê Urmiyeya rojhelatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew zarokê lawîn ê tewr piçûk ê malbatê bû. Navê bavê wî Mihemed û yê dayika wî jî Nanê ye, di nav malbatê de ji wê re digotin Fatîme ku bi eslê xwe ji malbateke Asûrî bû. Piranîya dema zarokatîya wî, li gundê Qasimlo û gundên dorûberê wî derbas bûye. Peyva “Qasimlo” ku paşê wek paşnav bi kar tîne, ji navê gundê wan tê. Sala ku ew ji dayika xwe bûye, Simkoyê meşhûr ji alîyê rêvebirên dewleta Îranê ve bi awayekî bêbextî hate kuştin. Malbata “Qasimlo”, malbateke gelek fire û qelebalix e. Bavê wî, di avakirina Partîya Kominîst (Tudeh) a şaxa Rezaîyê de cî girtîye, lêbelê piştî demeke kurt ji wan veqetiyaye. Bi îhtimaleke mezin ji ber vê têkilîyê, Evdirehman di salên xwendina xwe ya navendîyê de fikrên çepgirîyê nas dike.

Evdirehman, di nav malbateke naskirî ya herêmê û dewlemend de mezin bû. Bavê wî bi sîyasetê re mijûl bû. Ew, di nav van têkilîyên sîyasî û civakî de gihaştîye û di 15 salîya xwe de bûye endamê Yekîtîya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê. Evdirehman, xwendina xwe ya navendî û lîseyê li Tehranê temam dike. Û paşê bavî wî, ji bo xwendina unîversîteyê, wî rêdike li nik kekê wî yê Ehmed ku li Parîsê Matematîk dixwend. Dema ku Evdirehman çûye Parîsê, xortekî 17 salî bûye. Desthilatdarîya wê demê ya Îranê, ji bo xwendevanên dervayê welat, piştgirîya maddî dida wan bi şertê ku ew tevlî sîyasetê nebin. Lê mixabin hîn Evdirehman dest bi xwendina unîversîteyê nekiribû, bi raportên îstixbarata Şah, alîkarîya ji bo wî tête qutkirin.

Dema ku damezirandina Komara Kurdistanê hate ragihandin, Evdirehman Qasimlo 17 salî bû. Piştî rûxandina Komarê, di sala 1948an de ji bo xwendina unîversîteyê çû Parîsê, li vê derê Kamiran Bedirxan jî nas kir û vê têkilîyê tesîreke girîng li ser wî kir.

Ew ji demekî şûn ve, bi piştgirîya Partîya Tudehê, ji bo xwendina unîversîteyê li Çekoslovakyayê, berê xwe dide wî welatî û li bajarê Pragê di beşê aborî de dest bi xwendina ûnîversîteyê dike. Di sala 1952an de bi dereceyeke bilind xwendina xwe xelas dike. Paşê li vî bajarî xwendina doktorayê jî temam dike û di heman unîversîteyê de li beşê aborîyê demekî mamosteyî jî dike. Ew, heman demî di bihara 1952an de bi Héléne Krulich xanimê re dizewice. Héléne bi kurtayîya navê Lena tête nasîn û di nav kurdan de jî bi navê Xwişka Nesrîn tête nasîn. Ji zewaca wan, du zarokên keçik çêbûne. Dr. Evdirehman Qasimlo bi zimanê kurdî, farisî, asûrî, erebî, fransizî û çekî zanîbû.

2. Xebata sîyasî û PDKÎ

Di vê kurtenivîsê de bi berfirehî danasîna serkirdeyekî sîyasî û entellektuelekî wekî Dr. Qasimlo, ne mimkun e, lêbelê heta ku karibim ez dê naveroka xebat û jîyana wî bi we bidim nasîn.

Dema ku ew li derva dixwîne bi berdewamî bala wî li ser Kurdistanê ye, têkilîyên wî bi Kurdistanê re, bi serkirde û qedroyên sîyasî yên kurd re qut nabe, dem deman seferên ji bo serdana Kurdistanê dike û hevdîtinên sîyasî dike. Têkilîya wî bi Îhsan Nûrî Paşayê serokê leşkerî yê tevgera Agirî re jî hebû û gelek caran hevdîtinên wan jî çêbûne. Ew, dema ku li Pragê dixwîne, ji alîyê îdeolojîya sîyasî ve nêzîkê nêrîna çepgirîya xeta Sovyetîk dibe. Piştê ku Çekoslovakya di sala 1968an de ji alîyê Dewleta Yekîtîya Sovyetê ve hate dagirtin, li hemberê dagirtina Yekîtîya Sovyetê bi serokatîya Dupçek, Tevgera Biharê dest pê kir û Dr. Qasimlo jî helwesta xwe ya li hemberê dagirtina Sovyetê bi aşkerayî dîyar kir û di nav Tevgera Biharê de cî girt.

Di sala 1958an de vegera Barzanî û hevalên wî ji Yekîtîya Sovyetê û di sala 1961an de destpêkirina Şoreşa Îlonê, li ser tevgera neteweyî ya li çar parçeyên Kurdistanê tesîreke girîng kir û Dr. Qasimlo bi xwe jî vê dewreya nû û bandora wê ya li ser Kurdistanê rast dixwîne. Piştê Peymana 11yê Adara 1970yî, ew jî tê başûrê Kurdistanê û demekê li Iraqê dibe mudirê Sazîya Plankirina Dewletê.

Di vê rewşa hanê de ew, di sala 1970yî de dibe endamê navendî yê PDKÎyê û di sala 1973yan de jî wek Sekreterê Giştî tête hilbijartin. Piştê ku Xudmuxtarîya li başûrê Kurdistanê têkçû, di sala 1974an de careke din vegerîya Awrupayê û li Parîsê cîwar bû. Heta ku vegerîya Kurdistanê, hinek demên kurt ne tê de, di navbera salên 1961-1978an de digel hevjîna xwe, li Unîversîteya Pragê mamosteyîya dersên Aborî kir. Di sala 1978an de vegerîya Kurdistanê û digel serkirdeyên hinek grubên din, pêşengîya xebata sîyasî û çekdarîya rojhelatê Kurdistanê kir.

  1. Şoreşa Îslamî ya Xumeynî û tevgera neteweyî ya Kurd

Di sala 1979an de, dema li Îranê bi pêşengîya Xumeynî Şoreşa Îslamî çêbû, piranîya erdê rojhelatê Kurdistanê di bin desthilatdarîya rêxistinên kurdan de bû û di nava van rêxistinan de ya herî bihêz partîya damezirêner a Komara Kurdistanê yanî PDKÎ bû û wê demê Dr. Qasimlo jî serokê partîyê bû. Xumeynî ji bo ku piştgirîya tevgera rojhelatê Kurdistanê bigre, bi serkirdeyên tevgera kurd re, peymana ji bo otonomîya rojhelatê Kurdistanê îmze kiribûn. Lê mixabin piştî serkevtina Şoreşa Îslamî, ew peyman hate înkarkirin yan jî rejîma nû li gora xwe şirove kir û xwestin naveroka peymanê pûç bikin. Wê demê pirranîya erdê rojhelatê Kurdistanê di bin desthilatdarîya hêzên kurd de bû. Li ser vê helwesta rejîma nû ya Îranê, di navbera hêzên kurd û rejîma Îslamî de şerê çekdarî dest pê kir. Bi serokatîya Dr. Qasimlo PDKÎ, hêzeke sereke ya vî şerî bû.

Di heman demê de şerê navbera Dewleta Iraq û Îranê jî dest pê kir. Di vê pêvajoyê de Komara Îslamî ya Îranê ji alîyên hêzên kurdan ve gelek zêde hate tengavkirin. Piştî ku şerê Îran û Iraqê hate rawestandin, rejîma Îslamî hemû qeweta xwe da li ser têkbirina tevgera rizgarî ya kurd. Rêvebirên rejîma Îslamî, di vê pêvajoyê de qîma xwe tenê bi karanîna rê û rêbazên hovane neanîn, pê li usilên dîplomatik kirin û wekî yên berîya xwe bextê xwe jî avêtin. Bi munasebeta çareserkirina meseleya kurd, daxwaza hevdîtinê ji PDKÎyê kirin. Ev daxwaz ji alîyê PDKÎyê ve hate qebûlkirin û bi serokatîya Dr. Qasimlo hevdîtinan dest pê kir. Di rûniştina sêyemîn de yanî di 13yê Temûza 1989an de, Dr. Qasimlo û du hevalên wî yên pêre Abdullah Gaderî Azar û Fazil Resûl ji alîyê nûnerên terorîst ên Îranê ve li bajarê Vîyanayê hatin terorkirin.

Vîyana paytextê dewleta Awusturya ye û bajarê wî yê tewr mezin e. Kujerên Dr. Qasimlo, piştî demeke kurt bi hêsanî û bê astengî terka sînorên Awusturyayê kirin. Hikumeta Awusturyayê, derbareyê terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de, pêdivîya hiqûqî ne anîye cî, prensîbên demokrasîyê jî binpê kirîye, dîplomatên terorîst ên Îranê derdest nekirîye û wan dernexistine ber mehkemeyê. Ev helwesta hikumeta wê demê ya Vîyanayê, ji bo gelê wê û demokrasîya wê bûye lekeyek reş di dîroka wan de.  Miletê kurd, li hemberê vê bûyera hovane ya rejîma Îranê, xwe kerr û  lalkirina hikumeta Vîyanayê qet jibîr nake.

Bi pêkhatina vê bûyerê, Abdurehman Qasimlo jî wekî Simko û Pêşewa Qazî Mihemed, di rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê de ji alîyê rejîma Îranê ve bi bêbextî hatin şehîdkirin.

Ev bêbextîya rejîma Îranê, ne ya pêşîn û ne jî ya dawîn bû. Sê sal piştî şehîdkirina Qasimlo û hevalên wî, di sala 1992yan de careke din serokê PDKÎyê Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li bajarê Berlîna Almanyayê, ji alîyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin. Divê hemû dijminên kurdan bizanin ku bi kuştina pêşeng û serkirdeyên kurdan, doza rewa ya miletê kurd naye çareserkirin. Divê miletê kurd jî bi qasê hemû miletên din xwedî maf be. Dîroka însanetîyê daye dîyarkirin ku bi tenê erêkirin û qebûlkirina mafê rewa yê miletan dikare bibe rêya çareserîyê. Bi tunekirin û xwînrêtinê, pêşî li daxwaza heq û hiquqê naye girtin. Xwînrijên ku bibin sebebê gola xwînê, dawîyê ew bi xwe jî di wê golê de dixeniqin.

Dawîyê, dixwazim vê yekê jî bînim bîra we ku bi tenê sucdarkirin û gazindên li hemberê hovîtîya dijmin ne bes e, bêguman di tekerûrkirina bûyerên wisa de lawazî û kêmasîyên me jî hene; divê em ji bûyerên pêkhatî dersê bigrin û bi berdewamî bîra xwe ya dîrokî û civakî zindî bikin. Wek nimûne; divê ev şîretên Pêşewa Qazî Mihemed her gav di bîra me de bin ku dibêje:

“Birayên min! Dijminê kurd ji çi reng û qewmekî be her dijmin e; bê wijdan e, rehmê bi we nake, dê we bi destên we bi xwe bide kuştin, dê we temah bike, bi fêlbazî û bi derewan we li bera hev bide. Di nêv hemû dijminên gelê kurd de dijminê ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e. Destê xwe ji tu tawanên li hemberî gelê kurd naparêze, di dirêjîya dîrokê de kerb û kîna wî li dijî gelê kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandine û pirr nemerdane kuştine. Heçî kurd e, zû bawarî bi sûnd û sozên eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjayîya dîrokê heya nûha tu kesan nedîtîye ku tu caran ecem soz û peymanên xwe bîne cîh û tu sozên xwe bi kurdan re bi cî neanîne, her direw û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya Xwedê de û ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger ecem hingivînê bide we, dîyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û baş bizanin ku tenê merama wan xapandina we ye. Ez bawerim gelek ji wan ên paş me jî, ji alîyê eceman ve bêne xapandin û yên ji me zanatir û jêhatîtir bin, lê hêvîxwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret.”

Çavkanî: Seîd VEROJ,  Portreyên Şophiştî, Weşanê Dara, Dîayrbekir, 2019

Çavkanî:

*Héléne Krulich, Kürt Ülkesinde Avrupalı Bir Kadın, Avesta Yayınları, İstanbul, 2012

*Carol Prunhuber, Kürdistanı Düşlerken Kürt Rahman’ın Tutkusu ve Ölümü, Avesta Yayınları, İstanbul, 2009

*Seîd Veroj, Dadgehîkirina Serokkomar Qazî Mihemed (Başkan Qazî Mihemed’in Yargılanması), Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007

* Seîd Humayûn, Jîyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Doz, Îstenbol, 2006