Cemîyeta Tealîya Kurdistanê [Komeleya Pêşxistina Kurdistanê/KPK]

Hîç neteweyek nikare hêvî û daxwazên xwe yên pêşkevtinê bi bê rêxistin û hîç rêxistinek nikare bi bê netewe bernameya xwe pêk bîne.

(Memdûh Selîm Begî)

  1. Bidawîhatina Şerê Giştî û damezirandina rêxistinên Kurdan

Piştî bi dawîhatina Şerê Giştî yê Yekemîn, Dewleta Osmanî têk diçe û rewşeke nû peyda dibe. Ragihandina Prensîbên Wîlsonî û encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di nav civata kurd de hişyarî û fikra neteweyî bihêztir û zelaltir kir, di seha sîyasî ya herêmî û cîhanî de jî pirsgirêka Kurdistanê anîn asta navneteweyî. Ji ber vê yekê, li ser maseyên hêzên dewletên gewre û di peymanên veşartî yên navdewletî de, muxtarîyet û serxwebûn jî di nav de, Kurdistaneke nexşeya wê nedîyar dihate axaftinê. Lêbelê di derbarê vê meseleyê de hîn sîyaseteke zelal û aşkere ya dewletên mezin li meydanê tune bû û kurd jî di vî warî de xwedî sîyaseteke neteweyî ya zelal, tecrubeyeke gihiştî û rêxistineke bi rêkûpêk a biqewet nebûn.

Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekemîn, partîya sîyasî ya ku pêşiyê ji alîyê kurdan ve hatîye damezirandin Partîya Radîkal a Gel (PRG) e. Ev partî di roja 22/10/1918yê hatîye damezirandin û serokê wê jî Mewlanzade Rifat e. Emîn Alî Bedirxan jî, yek ji damezirênerê vê partî bû. Di nav lîsteya damezirêner û rêvebirên PRGê de navê van şexsîyetan derbas dibe: “Mevlanzade Rifat Beg (reîs), Emîn Alî Beg (ji Mifetîşîya Malîyeya Edirneyê teqawît e), Mazlûm Beg (rojnamevan), Mehmed Faîk Beg (ticar), Ragip Beg (xwedîyê rojnameya Mudafaa), Babanzade Azîz Beg.”[1]

M.Rifat dibêje: “Min bi navê Partîya Radikal a Gel, partîyeke sîyasî damezirand û li ser navê partîyê jî di 26ê Çirîya Pêşîn a 1918an de dest bi neşirkirina rojnameya İnkılab-ı Beşer [Soreşa Beşer] kir”[2]

Rêvebirên PRGê, di beyannameya xwe de parastina pêkhatina van reforman dikin û dibêjin:

“Ew ên ku bibêjin qebîlîyeta me ya pêkanîna reformên hevdem nîne, dixwazin bibêjin em esaret û darvekirinê dixwazin, milletê me ne layiqê azadî û serxwebûnê ye. Divê em li hember vê şaşîtî û gunehê mezin bêdeng nemînin… Ji ber vê yekê divê Qanûna Esasî ji nû ve bête tenzîmkirin; hilbijartina mebûsan li ser sîstema adedî nîsbî bête duristkirin; usûla îdareya mehelî û qanûna memûran ji nû ve bête tertîbkirin; otorîterîzm û bandora leşkerî bête rakirin; di çarçoveya pêşxistina çandinîyê de zîraet bête îslehkirin; bi teşwîq û rênîşandanê sinayî bête îhyakirin; malîye li gorî zîhnîyeta esra nû bête sazkirin; ji bo pêşxistina perwerdeyê, divê hejmara mekteb û medreseyan bête zêdekirin û yekrêzîya wan bête pêkanîn. Ji bo vê yekê, divê em dev ji îhtiras û adetên kevnare berdin û bi pêkanîna yekîtîya zumre, cemîyet û partîyan qeweteke kêrhatî bînin meydanê.”[3]

Li ser damezirandina PRG, nêzîkî du meh derbas dibin û di 17yê Kanûna Ewel a 1334ê (1918) de bi serokatîya Seyîd Abdulqadirê Nehrî, rêxistineke nû bi navê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) tête damezirandin. Ev sal, sala 100an a damezirandina CTKê ye. Qedrî Cemîl Paşa dibêje: “Bi agirbesta Mondrosê re dawî li Şerê Giştî hat û welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, komeleyeke sîyasî damezirandin.”[4]

Li ser roja damezirandina CTKê, tarîxên cihê têne dîyarkirin. Dîrokzan Tariq Zafer Tunaya, li gor nivîseke Wezareta Navxweyî, dibêje ev komel di roja 17yê Kanûna Ewel a 1334ê [ku teqabulê 30yê Kanûna 1918ê dike][5] de hatîye damezirandin. Di tuzika (rêznameya) navxweyî ya Komelê de jî tarîxa 6 Teşrîna Sanî ya 1334an hatîye nîşandan ku ev jî teqabûlê 19ê Kanûna 1918an dike. Di maddeya yekemîn a nîzamnameyê de armanca cemîyetê weha hatîye nivîsandin: “Ji bo temînkirin, parastin û pêşxistina berjewendîyên giştî yên kurdan, rêxistineke bi navê “Cemîyeta Tealîya Kurdistanê”[6] hatîye damezirandin. Cî û navnîşana CTKê; “Stenbol-Cagaloglu li nik Mala Îçtihadê”[7]

Di berdewamîya nîzamnameyê de ji bo heyeta îdarî di maddeya 6an de hatîye nivîsandin ku “Heyeta îdarî; ji serokek, du wekîlên serok û 13 endaman pêk tê. Muhasib, katibê giştî, katib û weznedar wek aza têne qebûlkirin.”[8] Bi pirranî “Yên ku pêşengîya damezirandina CTKê kirine, endamên çar malbatên navdar ên kurd in. Di nav damezirêner û rêvebirên cemiyetê de ji malbata Şêx Ubeydullahê Şemzînî 4, ji malbata Bedirxanîyan 12, ji malbata Baban 6 û ji malbata Cemîl Paşa jî 3 kes hene.”[9]

Li gorî nîzamnameyê, heyeta îdarî ji 16 kesan pêk tê. Mixabin hetanî îro lîsteyeke dirust a heyeta îdarî nehatîye tesbîtkirin. Lêbelê di çavkanîyên cur bi cur de, hin lîste hatine belavkirin. Di pirtûka Doza Kurdistan de, li ser endamên desteya rêvebir lîsteya jêrîn hatîye destnîşankirin:

“Di civîna hilbijartina desteya rêvebir de, kesên ku li xwarê navê wan heye hatine hilbijartin:

Serok: Seyîd Ebdulqadir Efendî (kurê Ubeydullah Efendîyê Şemzînanî -endamê Meclîsa Ayan),

Cîgirê serok ê yekem: Emîn Elî Beg ê Bedirxanî (ji mîrekên Botanê),

Cîgirê serok ê duyem: Fuad Paşa (kurê Seîd Paşayê wezîrê derva yê berê ye),

Sekreterê giştî: Hemdî Paşa (fermandarê Tumanê),

Jimaryar: Seyîd Abdulahê (kurê Seyîd Abdulqadir Efendî),

Endam: Mîralay Xelîl Begê Dêrsimî,

Endam: Mîralay M. Elî Begê Bedirxanî (xanenişîn)

Endam: M. Emîn Begê Silêmanî (Qaymeqamê leşkerî yê xanenişîn),

Endam: Xoce Elî Efendî (ji ulemayan),

Endam: Şefîq Efendî yê Arwasî (ulema û mamoste),

Endam: Babanzade Şukrî Beg (sernivîskarê rojnameya Tercuman e),

Endam: Babanzade Fuad Beg,

Endam: Fetullah Efendî (bazirgan),

Endam: Prof. Dr. Şukrî Mehmed Begê Sekban”[10]

Endam: Babanzade Hîkmet Beg,

Endam: Azîz Beg.

 “Piştî kongreya yekemîn a CTKê, ji bo koma rêvebir, ev damezirêner û endam hatine hilbijartin:

Reîs: Seyîd Abdulqadir (kurê Şêx Ubeydullahê Şemzînî)

Wekîlê reîs: Emîn Alî Bedirxan

Wekîlê reîs: Ferîk Fuad Paşa

Katibê giştî: Ferîk Hemdî Paşa

Muhasib: Seyîd Abdullah

Endam: Mihemed Alî Bedirxan

Endam: Mihemed Emîn Begê Silêmanî

Endam: Xoce Alî Efendî

Endam: Şefîq Arwasî

Endam: Babanzade Şukrî (sernivîskarê rojnameya Tercuman)

Endam: Babanzade Fuad

Endam: Fetullah Efendî (tucar)

Endam: Mehmed Şukrî Sekban”[11]

Damezirêner û rêvebirên komeleyê tenê ne ev kes bûn. Divê navê kesên li jêrê jî li ser rêzeya rêvebir û endamên çalak bêne zêdekirin:

Kamuran Alî Bedirxan, Necmeddîn Huseynî yê Kerkûkî, Reşîd Axa (serokê karkerên Kurd), Kadîzade M. Şewqî, Arwasîzade Mehmed Şefîq (sernivîskarê kovara Kurdistan), Mehmed Mîhrî (mesûlmudirê kovara Kurdistan), Hemze (mesûlmudirê kovara Jîn), Mewlanzade Rifat (xwedîyê rojnameya Serbestî), Emîn Feyzî, Memduh Selîm Begê Wanî, Abdulwahîd Berzencîzade, Dr. Hemîd Şakir, Law Reşîd, Dr. Fuad Berxo, Abdurrehîm Rehmîyê Hekarî, Yamûlkîzade Azîz, Hîzanîzade Kemal Fewzî.

“Di 17yê Hezîrana 1919an de ji alîyê şefekî îstixbarata leşkerî ve raportek bi hejmara (FO 371/4191) ji bo Wezareta Derve ya Brîtanyayê tête rêkirin û di nav vê raportê de CTKê wek partîyekê hatîye binavkirin û dîyar kirine ku navenda CTKê li Stenbolê ye û li Diyarbekir, Dêrsim, Sêrt, Xarpêt û Meletiyê jî buroyên wan hene. “Serbestî”, propagandaya CTKê dike. Her weha hatîye dîyarkirin ku tenê li Stenbolê hejmara endamên vê rêxistinê nêzîkî deh hezar in.”[12]

CTKê, di nav rewşenbîr û gelê kurd de xwedîyê bandor û cîyekê girîng bû. Di rewşa wê demê de, dixwest milletê kurd bi rêyeke aştîyane mafê çarenûsîya xwe dîyar bike. Di vê çarçoveyê de, ji alîyek ve bi rêvebirên hikûmetê re di nav têkiliyê de bû û ji alîyê din ve jî têkilîyên wan bi mixalefeta wê demê re hebû. Li ser daxwaza rêvebirên hikûmetê, di 10ê Temmuza 1919an de, di navbera nûnerên hikûmetê û rêvebirên Cemîyetê de hevdîtinek çêdibe. Di vê hevdîtinê de munaqaşeyên sert di navbera her du alîyan de çê bûne. Li gorî lihevhatina vê civînê; wek gavek destpêk û nîyetpakîyê, divîya M. Emîn Alî Bedirxan ji bo walîtîya Dîyarbekir bihata tayînkirin û herweha ji bo memûrên bilind ên bajarên Kurdisanê jî kesayetên kurd bihatana tayînkirin. Lê mixabin ji bo tetbîqkirina vê biryarê, tu pêngavek nehatîye avêtin.

Her çiqas di armanc û rêznameya komeleyê nehatibe dîyarkirin jî, di daxuyanî û têkilîyên dîplomatîk de rêvebirên CTKê, ji bo milletê kurd, mafê dîyarkirina çarenûsîyê diparêzin û dixwazin “Prensîbên Wîlson” ji bo çareserîya meseleya milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Ev daxwaz, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî tête pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlson, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezirînin.[13] CTKê û serokê wê Seyîd Abdulqadir jî, bi awayekî aşkere piştgirî didin vê muxtireya Şerîf Paşa.

  1. Di vê pêvajoyê de hinek xebat û hewldanên girîng ên CTKê
  2. 2.1.CTKê û Konferansa Sulhê ya Parîsê (18 Kanûna 1919)

Di vê demê de çalekîyeke herî girîng a CTKê jî, xebat û hewldana ji bo beşdarîya Konferansa Sulhê ya Parîsê ye. Ji bo vê yekê, li Stenbolê di navenda CTKê de çendek komcivîn têne sazkirin. Di encama van komcivînan de agahdarîyeke wisa di rojnameya Serbestîyê de tête belavkirin:

Ji bo ku di Konferansa Sulhê ya Parîsê de daxwazên me yên mîllî bêne qebûlkirin, delegasyonek hatîye pêkanîn; ji bo serokatîya wê, ji mezinên kurdan Şerîf Paşa, ji bo azayetîyê jî, ji xanedanên Kurdistanê Sûreya Bedirxan û mebûsê Dêrsimê Lûtfî Fikrî Beg hatine hilbijartin.[14]

Heman nûçe di kovara Kurdistanê de jî weha hatîye belavkirin:

“Sûreya Bedirxan Beg û mebûsê kevn ê Dêrsimê Lûtfî Fikrî, wek wekîl hatine tayînkirin ku di Konferansa Sulhê de mafê kurdan biparêzin.”[15]

Piştî hilbijartina delegasyonê, ji alîyê rêvebirên cemîyetê ve berdewamî li ser vê meseleyê civîn hatine sazkirin, agahdarî dane Şerîf Paşa û ji wî agahdarîyên nû wergirtine. Agahdrîyên der barê wan civîn û nirixandinan de, di nav rûpelên Serbestî de weha hatine ragihandin: “Heyeta me ya îdarî do di navenda CTKê de berhev bû û têlgirafên Şerîf Paşa yên der bareyê faalîyetên Konferansa Sulhê de guhdar û tedqîq kirin.[16]

Piştî ku hin guhartin di heyeta delegasyonê de çêbûn, di rojnameya Serbestî de daxuyanîyek nû hate belavkirin. Di vê daxuyanîya nû de weha hatîye gotin:

“Ji alîyê Cemîyeta Kurdistan a li Qahîreyê ve, ji bo beşdarîya di Konferansa Sulhê ya Parîsê de, bi serokatîya Arif Paşa heyetek ji rewşenbîrên kurd hatibû pêkanîn. Roja bihurî têlgirafnameyek li ser awayê hilbijartina heyetê, hejmar û selahîyeta wê gehiştîye navenda CTKê. Endamên navendî yên cemîyeta me, ji bo nirixandina vê meseleyê berhev bûn, biryar dan ku heyeta pêkhatî bigîje Parîsê û tevlî heyeta hilbijartî ya Şerîf Paşa bibin û ev biryar bi têlgirafê ji bo wan herdu alîyan hatîye rêkirin.”[17] “Herweha delegasyona hikûmeta kurd a Silêmanyeyê jî dê biçe Parîsê û bi tevî delegasyona Şerîf Paşa tevbigerin.”[18]

Bi tevî vê helwesta yekgirtî, li gor agahdarîya hinek çavkanîyan, ji ber şertên neyînî, ne heyeta hikûmeta Şêx Mehmûd û ne jî ya Komîteya Kurdistanê li Misirê, karîne bigîjin Parîsê.

Şerif Paşa, di vê pêvajoyê de bi nav û temsîlkarîya CTKê; gelek hewldanên dîplomatîk dike û ya herî girîng jî bi Wilsonê serokê DYAê re hevdîtinek pêk tîne û li ser vê danûsendinê bi têlgrafnameyek navenda CTKê jî agadar dike û dibêje: “Berîya çend rojan ji alîyê rêzdar Serok Wîlson ve hatim qebûlkirin û bi vê hevdîtinê şerefmend bûm. Wî behsa pêkanîna menfeetên mîllî kir ku pêkhatina wan esasen, li gor menfeetê mîllî yê me ye jî. Reşnivîsa me ya li ser daxwazên kurdan, pêşkêşê Konferansê bûye.[19] Muxtiraya ku ji alîyê Şerîf Paşa ve ji bo Konferansa Sulhê hatîye pêşkêşkirin, bi naveroka xwe ya sîyasî, dîrokî û sosyolojîk ve belgenameyeke pirr girîng e. Temamê metna muxtirayê, di rojname û kovarên bi girêdayî CTKê de hatine neşirkirin.[20]

2.2. CTKê û tevgera Qoçgirî

Li ser têkilîyên CTK û Tevgera Qoçgirîyê gelek nêrînên ciyawaz hatine gotin, lê hîn gelek nedîyarî jî hene. Tevgera Qoçgirî (Adara 1921), di dema gelemşe û lawazîya CTKê dest pê kir; di vê demê de ji alîkê ve nakokîyên nav rêxistinê û ji alîyê din ve jî zixtên desthilatdarîya sîyasî li ser cemîyetê hebûn. Ji ber vê yekê bi awayekî zelalî nayê zanîn ku têkilîyên Tevgera Qoçgirî û CTKê di kîjan astê de bû. Lê dema em bala xwe bidin têkilîya kesayetîyên serkêş û pêşengên tevgerê û CTKê, karin ji me re bibin dîyardeyên gelek tiştan. Rêber û pêşengên tevgerê, endamên CTKê bûn, şubeyek wê jî li qeza Ûmraniyeyê hatibû vekirin û Elîşêr bi xwe jî sekreterê vê şubeyê bû.

Armanc û daxwaza rêvebirên tevgera Qoçgirî, pêkanîna pêdivîyên Peymana Sevrê bû. Tevgera Qoçgirî ji alîyê Heyder Beg, Elî Şêr Beg û Baytar Nûrî ve dihate îdarekirin. Ev her sê şexsîyetên navdar jî endamên CTKê bûn. “Dr. Nûrî Dêrsimî, yek ji wan kesa ye ku ji bo xebata di navbera eşîretên Dêrsim û Sêwazê de hatîye wezîfedarkirin û bi unwanê veterînerîya Dîvrîgî-Qengalê hatîye herêmê.”[21] Li herêmê şubeyek CTKê hatîye damezirandin, bi tevî hin şexsîyetên navdar ên wekî Mustefa Beg, Heyder Beg, Elîşêr Efendî û û Elîşan Beg hinek xabatên rêxistinî û civakî jî hatine kirin. Lêkolîner Îsmaîl Goldaş dibêje di pêvajoya vê xebatê de: “Di navbera Seyîd Abdulqadir û Heyder Beg de, bi wasîteyê qasidên veşartî danûsendin hebûn.”[22]

  1. Parçebûna CTKê

Piştî xebata du salan, geşbûna bûyer û pêşketinên li herêm û cîhanê, li ser paşeroja Kurdistanê, di nav damezirêner û rêvebirên CTKê de nêrînên cuda derxistin meydanê. Ji bo dahatûya Kurdistanê, beşeke damezirêner û rêvebiran, di nav sînorên Dewleta Osmanî de pêkanîna muxtarîyetê (otonomî) diparast û beşeke din jî serxwebûnê dixwest. Yanî êdî rêzên CTKê ne yekpare bûn. Li gor hevpeyvîna Emîn Alî Bedirxan a di rojnameya Bosfor de: “Di nav kurdan de du daxwaz û nêrînên cuda hene; em hemû jî Sultan wek Xelîfe qebûl dikin, lêbelê terefek dixwaze ji alîyê polîtîk ve bi temamî ji Tirkiyeyê veqete û ji alîyê din ve jî, ji ber helwesta Awrupîyan û hîleyên tirkan, bi xweragirtinek oportinîst, dixwazin di bin sîwana Tirkiyê de otonomîyek çêbe. Lakin yên ku wisa dibêjin, beşeke hindik in.”[23] Ev rewşa dubendîya CTKê, di raporteke konsolxaneya îngiliz a roja 21ê Nîsana 1920an de, bi hejmara FO 371/5068 weha hatîye nivîsandin: “Cemîyeta Kurdistanê parçe bûye, li alîyê kurdan, dîtina temsîlkarekî pêbawer, ji her demê zehmettir e.”[24]

Daniel Methy li ser parçebûna CTKê dibêje: “Li Stenbolê bi parçebûna Kulûba Kurd, qonaxa yekem a dîroka Kurdistanê ya piştî Şerê Giştî, bi dawî tê.”[25]

Çar roj piştî nivîsandina vê raportê, di hejmara 25ê Nîsana 1919 yê rojnameya Serbestî de, ji bo yekrêzî û piştgirîya CTKê, bi navê “Ji Welatîyên Kurd re” bangewazîyek tête belavkirin û têde dibêje:

Welat li bendê ye ku her kes bi awayekî bêkêmanî wezîfeya xwe bîne cî. Ji alîyê her ferdekî ve teqdîrkirina girîngîya wezîfeyê, dê bibe navend û nuqteya jîyana Kurdistana xoşevîst. Em dibêjin, welatîyên kurd ên ku CTKê ji xwe re wek rêber qebûl kirine, divê hîn bi lezgînî tevlî heyet û faalîyetan bibin.

Divê em bizanin ku jêvegera her deqîqeyeke bihûrî ne mimkûn e. Gerek em bi rêbazeke medenî û bi hemû qeweta xwe ji bo armanca xwe ya neteweyî bixebitin. Îro her çeşîdê qudretê yanî qeweta malî, neqdî, îlmî û bedenî dikarin ji welatê me yê xoşevîst re bibin faydedar…

Mafê xwezayî yê her ferd û civakê heye ku bigihîje daxwaz û hêvîyên xwe. Em ketine bin mesûlîyetîya parastina mafê hiquqî yê her welatîyê Kurdistanê û bajarê xwe. Parastina berjewendîyên bilind ên hemû kurdan, wezîfeya siruştî ya CTKê ye û ciyê îftixarê ye. Bi kurtebirî em dixwazin dubare bikin; divê em bi xweşbînîyeke kûr û bi xoşevîstîyeke bêdawî yekîtîya xwe pêk bînin. Kurdistan li hêvîya heyat, îqbal, seadet, refah û ronakbîrên jêhatî û azîmkar e.”[26]

 Li ser parçebûna CTKê, Seyîd Mihemedê kurê Seyîd Abdulqadir dibêje: “Di nav CTKê de, Emîn Alî Bedirxan, Xelîl Rehmî Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Mewlanzade Rifat û Kemal Fewzî “îstiqlalê” diparastin.”[27] Di vê rewşa hanê de, di dawîya Sibata 1920an de beyanateke Seyîd Abdulqadir di rojnameyan de tête belavkirin. Di beyanatê de gotibû “Kurd daxwaza serxwebûnê nakin, ew, muxtariyetê ji bo Kurdistanê dixwazin.[28] Vê beyanata Seyîd Abdulqadirî, nakokîyên nav rêxistinê hîn bêtir derxistin holê û ji ber vê yekê beşekî endamên rêvebir ji CTKê veqetîyan. Ji nav van kesên veqetyayî; hinekan bi hev re rêxistineke nû damezirand û hinekên din jî bi tevî ku ji rêxistinê îstifa kirin lêbelê bêterefîya xwe jî dîyar kir. “Ew ên ku ji CTKê veqetiyan, bi navê Cemîyeta Teşkîlata Îctîmaîye ya Kurd (CTÎK) û Partîya Mîllet a Kurd du rêxistinên nû damezirandin.”[29] Yek ji endamê îdarî û kesayetîyeke girîng ê rêvebirîya CTKê Zeynelabîdîn Beg jî, ji ber vê parçebûnê îstifa dike û di daxuyanîya xwe de dibêje:

“Ji ber ku di navbera endamên komeleyê de îxtilaf û cudatîya fikrî çêbûye, min ji endametîya CTKê îstifa kirîye. Li gor dîtina min qenaet û şexsê Seyîd Abdulqadir Efendî gelek muhterem e. Ji ber vê yekê, sebebê îstifaya min ne dijberîya cenabê Hezretî Seyîd Efendî ye û li gor agahdarîya min wan hevalên rêzdarên din ên ku îstifa kirine, qenaeta wan jî di vê çarçoveyê de ye. Esasen netîce, wê di hilbijartinên yekşema hefteya pêşîya me de dîyar bibe.”[30]

Di nav vê grubê de şexsîyetên wekî “Emîn Alî Bedirxan Beg, Ferît Bedirxan Beg, Babanzade Şukrî Beg, Babanzade Hîkmet Beg, Dr. Abdullah Cevdet, Dr. Şukrî Mehmed Beg, Kemal Fewzî yê Bedlîsî, Ekrem Cemîl Paşa, Necmedîn Huseynî yê Kerkûkî, Memdûh Selîm Begî û Mewlanzade Rifat”[31] hebûn.

Vê parçebûnê, tesîra xwe li ser xebatên çapemenîya bi girêdayî komeleyê jî kirîye. Li gor gotina Zinar Silopî, ji vê demê şûn ve kovara Jîn jî wek weşana fermî ya Cemîyeta Îctimaîye ya Kurd hatîye weşandin û Memdûh Selîm jî bûye mesûlmudirê nû yê kovarê.

Li gorî agahdarîya Qedrî Cemîl Paşa, cara pêşîn “Reng û şiklê alaya neteweyî ya Kurdistanê cara pêşîn ji alîyê CTÎK ve hatîye destnîşankirin û ragehandin ku bi dirêjayî ji sê rengan pêk hatîye; li jorê wê rengê sor, nava wê sipî û jêrê wê jî kesk e û di nava wê de roj heye.”[32]

Emîn Alî Bedirxan pêşengîya gruba “serxwebûnxwazan” dikir û vê grubê dixwest prensîbên mafê çarenûsîyê ji bo milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Lêbelê li hemberî dîyarkirina mafê çarenûsîya xwe, tu daxuyanîyeke Seyîd Abdulqadir jî nehatîye belavkirin. Ji raportên îstixbaratên wê demê dîyar dibe ku di gelek hevdîtinên veşartî yên sîyasî û dîplomatîk de, mafê çarenûsîya milletê kurd parastîye û daxwaza dewletek di bin mandaterîya Brîtanyayê de kirîye. Robert Olson di pirtûka xwe de dibêje: “Ferqa di navbera Seyîd Abdulqadir û Emîna Alî Bedirxan de: Seyîd Abdulqadir Kurdistaneke yekgirtî tercîhî Kurdistaneke parçebûyî dikir.”[33]

Herçiqas CTKê, ji ber nakokî û dubendîya li ser “otonomîparêzî” û “serxwebûnparêzî”yê parçe bû, alîyekî, alîyê din bi pasîfîzmê rexne dikir jî, di xebata sîyasî ya pratîk de sînoreke mutleq di navbera van herdu gruban de tune bû. Di raporta hejmar FO 371/5068 a 20ê Gulana 1920ê de Komîserê Bilind ê Brîtanya li ser parçebûna cemîyetê agahdarîyeke balkêş dide û dibêje: “Mixalifên Seyîd Abdulqadir komeke heterojen e, di nav wan de hinek unsûrên wisa hene; ne ku serxwebûna Kurdistanê dixwazin, qasî ku Abdulqadir hîç neke, ew karin ji wê zêdetir jî nêzîkî alîyê tirkan bibin.”[34]

  1. Girtin û rawestandina xebata CTKê

Xebat û hewldanên CTKê; karkirina di warê çapemeniyê de (weşandina Jîn, Kurdistan û rojnameya Serbestî), propaganda û pêşketina rêxistinê li Kurdistanê, têkilî û hewldanên dîplomatîk û sîyasî, bi taybetî jî hewldanên ji bo Konferansa Sulhê ya Parîsê, acizî û nerehetîyek di nav hikûmetê de peyda kiribû. Berîya ku hewldanên fermî yên hikûmetê dest pê bikin, çawa ku Mistefa Kemal derbasî Anatoliyayê dibe, dixwaze şûbeya Dîyarbikir a CTKê bide girtin. Ji bo vê yekê jî, serdana hikûmeta Stenbolê dike. Bi taybetî piştî pêkhatina Kongreyên Erzerom û Sêwasê, ji bo ku hikûmeta Stenbolê xebatên CTKê rawestîne û cemîyetê jî bide girtin, zixt û hewldanên Mistefa Kemal û hevalên wî bêtir dibin. “Kazim Karabekir jî ji bo vê yekê, di 6ê Çirîya Paşîn a 1920an de nivîsek ji Bab-î Alî re rêdike û di vê nivîsê de bala hikûmetê dikişîne li ser tevgera neteweyî ya kurd û dixwaze pêşîya van tevgeran bête girtin.”[35]

Piştî çêbûna Peymana Sevrê (10ê Tabaxa 1920), li hemberê xebatên CTKê, nerehetî û acizîya hikûmetê hîn bêtir dibe. Di vê pêvajoyê de, li Kurdistanê xebata tevgera Kemalîst jî her ku diçû pêş diket û zixtên wan ên li ser tevgera kurd û gelê kurd jî zêde dibûn. Ji ber vê, “ji alîyê hikûmetê ve biryara girtina CTKê hatibû dayin.”[36] Ji xwe berîya wê jî dest bi girtina hinek şûbeyên CTKê kiribûn. Li hemberî tevgera kurd û CTKê, helwest û polîtîkaya Saraya Osmanî û Heyetî Temsîlîye ya Mistefa Kemal yek bû. Di encama vê helwesta yekgirtî ya Îstenbol û Anqereyê de, di rojnameya Îkdam de hatîye belavkirin ku “Di Temmuza 1920an de, ji alîyê hikûmeta Osmanî ve biryara girtina CTKê hatîye dayin.”

Lêkolîner Oğuz Aytepe dibêje: “Armanca esasî ya CTKê ew bû; ku ji vê rewşa nû ya piştî Şerê Yekem îstîfade bike û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê damezirîne.”[37]

CTKê, bi tevî hemû kêmasî û lawazîyên xwe ve di dîroka sîyasî, neteweyî û kulturî ya milletê kurd de helqeyeke sereke û pirr girîng e. Divê xebatên pirralî û berfireh li ser vê babetê bêne kirin.

  1. Xebatên di warê çapemenîyê de

Piştî bidawîhatina Şerê Giştî, Cemîyeta Neşrî Mearîf a Kurd (02/01/1919) û Cemîyeta Hêvî ji nû ve têne sazkirin û xebatên xwe yên vê dewreyê bi girêdayî CTKê dimeşînin. Herweha di vê demê de Partîya Millet a Kurd, Partîya Demokrat a Kurd û Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd jî bi girêdayî CTK/CTÎK têne damezirandin. Digel van rêxistinan kovara Jîn, kovara Kurdistan û rojnameya Serbestî jî bi girêdayî Cemîyetê têne weşandin.

Memmduh Selîm Begî ku yek ji damezrênerê komelê bû, di nivîseke xwe ya bi navê “Tarih huzurunda bir tashih/ Di hizura tarîxê de teshîhek” de dibêje: “Mecmuayên Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Kurdistan û rojnameya Jîn berhemê tovên çandî yên Komela Hêvî ne…. Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaî ya Kurd, Cemîyeta Tamîm Marîf û Neşrîyata Kurd û Partîya Millet a Kurd (Kürd Millet Firkası[38]) her yek ji abîdeyên îmana Hêvîparêzan e.”[39]

5.1. Jîn

Wekî li jorê jî hate gotin, CTKê di warê çapemenîyê de xebateke baş rêxistin dike û pêşiyê dest bi çapkirin û belavkirina kovara heftane ya Jînê dike. Kovara Jînê, weşana neresmî ya CTKê [Komela Pêşxistina Kurdistanê] ye, ji hefteyê carek tête weşandin û hejmara wê ya yekemîn di roja 07/11/1918 de hatîye çapkirin. Xwedî û berpirsyarê Jînê, Hemzeyê Mûksî bû. 20 hejmarên Jînê, di bin berpirsyarîya Hemzeyê Mûksî de hatine çapkirin û hejmara 20 û ji wê pê ve jî Memduh Selîm Begê bûye berpirsyarê kovarê.

25 hejmarên Jînê bi kedeke mezin ji alîyê M. Emîn Bozarslan ve hatine latînîzekirine û bi wergera wan a tirkî-kurdî sala 1985ê li Swêd, di nav weşanên Deng de hatine çapkirin. Li gor agadarîya M. Emîn Bozarslan, kovara Jîn, li ser hev 25 hejmar hatine çapkirin û hejmara wê ya dawî jî roja 02/10/1919 hatîye çapkirin. Lê belê li gor hejmarên berdest, hejmara 36. a vê kovarê jî di 20ê Hezîrana 1920ê[40] de hatîye çapkirin û li ser bergê wê peyva “journal” hatîye nivîsandin. Wisa xuya dibe ku piştî parçebûna CTKê, kovara Jînê ji alîyê CTÎK ve hatîye domandin. Ji ber ku hemû hejmarê Jînê li ber destê me nîn in, em nizanin piştî hejmara 36an li ser hev çend hejmar hatine çapkirin.

5.2. Serbestî

 Serbestî, yekemîn rojnameya rojane û herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar hatîye neşirkirin. Xwedî û mesulmidurê Serbestîyê Mewlanzâde Rifat; kesayetekî namdar û têkoşerekî girîng ê milletê kurd e, ew bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête naskirin. Ew bi xwe dibêje: “Ez endamê merkeza umumî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bûm.[41]

Lêbelê divê em pêşîyê vê yekê bibêjin ku problemên di warê xebatên vê sehayê de gelek in û herweha lêkolînên li ser rojnameya Serbestî û M. Rifat jî pirr kêm û berteng in. Hetanî îro li ser nivîs û berhemên wî yên di weşanên cûr bi cûr de, xebateke berfireh nehatîye kirin. Li gor pirtûk û meqaleyên berdest, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û berhemên wî, em dibînin ku M. Rifat xwedî qelemek tûj, mirovek xwîngerm û hostayê polemîkê bûye.

Rojnameya Serbestî, roja 1ê Kanûna 1908ê dest bi neşriyatê kirîye. Xwedîyê rojnaqmeyê M. Rifat heman demî mixalifekî dijwar ê Partîya Îtîhad û Teraqî bû, desthilatdarî û rêvebirîya Îtîhad û Teraqî ji xwe bi giştî tehamûla mixalefetê nedikirin, bi taybetî jî, ji fikrên M. Rifat û weşana rojnameya Serbestî pirr aciz bûn. Ji ber vê yekê, berdewamî gef lê dixwarin û wî bi kûştinê tehdît dikirin. Dawîyê qîma xwe bi gefxwarinê neanîn, di şûna M. Rifat de sernivîskarê Serbestî Hesen Fehmî kûştin. Demeke kurt ji kuştina Hesen Fehmî şûn ve jî Bûyera 31 Adarê qewimî û ji ber vê bûyerê M. Rifat sirgûnê Misrê kirin. Ew, ji Qehîreya Misrê derbasê Parîsê dibe û li wê derê bi piştgirîya maddî ya Şerîf Paşa dest bi weşandina Serbestîyê dike.

Serbestî wek rojnameyek heftane li Parîsê 12 hejmar têne çapkirin.”[42] Ji çapkirina 12 hejmaran şûn de, di navbera herduyan de nakokî peyda dibin. Şerîf Paşa piştgirîya ji bo çapkirina Serbestîyê qut dike û ji ber vê yekê çapkirina rojnameyê tête betalkirin. M. Rifat piştî rawestandina çapkirina Serbestîyê, carek din vedigere Misrê. Li Misrê ji nû ve hewl dide ku neşrîyata rojnameya Serbestî bidomîne û hetanî Sibata 1910ê, 7 hejmarên din li vê derê çap dike û paşê neşriyata rojnameyê tête rawestandin. M. Rifat bi alîkarîya hin şexsiyetên li Misrê, carek din bi hêvîya derxistina rojnameyê berê xwe dide Parîsê û vê carê jî 4 hejmarên din li vî bajarî çap dike. Bi vê awayê li ser hev 23 hejmarên Serbestîyê li derve têne çapkirin. M. Rifat, ji bêgavîyê di sala 1911an de bi tevî hevalên xwe vedigere Îstenbolê. Wî sirgûnê bajarê Bursayê dikin û piştî derketina efûyê, vedigere Îstenbolê û cardin dest bi weşandina Serbestîyê dike. Weşana vê carê hetanî dawîya sala1912an dewam dike û paşê ji alîyê desthilatdarîyê ve weşana rojnameyê tête rawestandin. Piştî Şerê Giştî û îmzekirina Peymana Mondrosê, vê carê Serbestî wek organa CTKê dest bi weşanê dike û hetanî sala 1922an weşana xwe dewam dike û li ser hev 770ê hejmar hatine çapkirin.

Serbestî, piştî Şerê Giştî, gehiştîye statuyek nûh. Serbestî, di vê dewreyê de wek weşanek rojane ya CTKê hatîye neşirkirin. Di vê dewreya nûh de, di nav rûpelên Serbestî de gelek nûçe û nivîsên li ser kurd û Kurdistanê hatine çapkirin.

5.3. Kurdistan (1919-1920)

Digel kovara Jînê, kovara Kurdistan jî, ji alîyê CTKê ve hatîye çapkirin û belavkirin. Yekemîn hejmara kovara Kurdistanê, roja 30ê Kanûna 1919 (30 Kanun-î Sanî 1335) di çapxaneya Necmî Îstiqlal de hatîye çapkirin. Ev kovar, kovareke hefteyî ye, tê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî û erebî hatine belavkirin. Ciyê çapkirina wê, bajarê Îstenbulê ye. Mehmed Mîhrî xwedîyê îmtiyaz û Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernivîskarê kovara Kurdistanê bû.

Îro em baş nizanin ku ev kovar li ser hev çend hejmar hatine çapkirin. Di nav rûpelên kovar û rojnameyên hevdem ên wê de, danasîna kovarê û nûçeyên çapkirina hejmarên nû hatine belavkirin. Di hejmara 490. a kovara Serbestî de ji ber çapkirina hejmara 8an a kovarê, nûçeyek weha hatîye belavkirin: “Hevalbenda me kovara Kurdistan weşaneke berdewamî ye û hejmara wê ya 8an hate çapkirin. Di nav rûpelên kovarê de bi kurdî û tirkî gelek meqaleyên mifedar hene. Em kovara Kurdistanê teswîyeyê hemû welatîyên kurd dikin. Ev kovar, bi eşqa neteweyî ya kurd xebatê dike û divê her welatîyekî kurd bi balkêşî û ji dil bixwîne.”[43] Di nav rûpelên gelek hejmarên kovara Jînê de nûçe û danasîna hejmara nû ya kovara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara 25an a Jînê de jî agadarîya çapbûna hejmara 14. ya kovara Kurdistanê[44] hatîye belavkirin.

Di bareyê hejmarên derçûyî yên kovara Kurdistanê de bîrûrayên ciyawaz hene. Li gor nivisîn û neqilkirina Dr. Ferhad Pîrbal, “Mamoste Eladîn Sicadî û Kemal Xeznedar li ser ew bawerîyê ne ku kovara Kurdistan 27 hejmar hatine belavkirin. Lêbelê ji bo rastnîşandana vê îddîayê, ji hejmara paşîn rûpelek tenê jî li berdest nîne. Mamoste Kemal Mazhar dibêje: “Hejmara dawî ya ku min dîtîye, hejmara 19an e û li ser bergê wî hatîye nivîsîn; 7ê Receba 1338 (1920) û sala duwemîn.”[45] Viladimir Minorsky jî dibêje: “Kovara Kurdistan a heftane, li ser hev 37 hejmar hatine çapkirin.”[46] Lê tu çavkanîyek jî dîyar nake.

Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekemîn weha hatîye lêkirin: “Ji dervayê sîyasetê behsê her babetê tête kirin, bi her zimanî tête çapkirin û kovareke hefteyî ye.[47] Di hejmarên 5-6an de em dibînin ku pênasaya jorîn guherîye û li şûna wê de weha hatîye lêkirin: “Sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.” Li ser bergê hejmarên 8. û 9.  jî weha hatîye lêkirin: “Kovareke fikrî û serbixwe ya sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.”[48] Wek ciyê belavkirinê jî navnîşana “Îstanbul Bab-ı Ali caddesinde Yeni Şark Kütüphanesi” hatîye dîyarkirin.

Kovara Kurdistan, bi xeta weşangerî û naveroka xwe, ji bo belavkirin û pêşxistine fikra netewîya kurd, bûye wasîteyek pirr girîng. Dema mirov bala xwe bide nivîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku navê gelek nivîskar û kadirên pêşhatî û namdarên wê demê têde derbas dibin. Ji nav nivîskarên kovarê, divê pêşîyê navê xwedîyê kovarê Mehmed Mîhrî bête bilêvkirin ku wî ne tenê bi navê xwe, bi nav û mahlasên wekî Mehmed, Mîhrî, M. Mîhrî, û M. M. nivîsandîye. Sernivîskarê kovarê Arwasîzade Mehmed Şefîq jî, bi navên A. Mehmed Şefîq û Mehmed Şefîq nivîsandîye. Digel nivîsên wan, nivîsên Abdullah Cevdet, Abdurrehîm Rehmî Hekkarî, Kemal Fewzî, Abdulwahîd, Ahmed Wehbî, Ahmed Arif, Qadîzade M. Şewqî, E. Q., M. Selîm Begî, Emîn Fewzî, Cano, Mehmed Osman, M. Yamulkîzade, Îbn el Reşîd, Lawê Delal û Sabrî Suleyman di nav rûpelên hejmarên kovarên bedrdest de hatine çapkirin.

Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, li ser van her sê weşanan weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiquqa me ya mîllî hatine neşirkirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaalakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehmîyetekî zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan raste rast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin… Kurdistan, li bende ye ku her kes wezîfeya xwe bêkêmanî pêk bîne.”[49]

Di encam de, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Jîn, Kurdistanê û rojnameya Serbestî, em dibînin ku du alîyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: A yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, edeb, dîrok, çand û rewşa komelî ya milletê kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûr bi cûr, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya kurd e.

Not: Axaftina min a ji bo Panela “Salvegera 100an a Damezirandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Çapemeniya Kurd” li Weqfa Îsmaîl Başikcî ya Şaxa Dİyarbekirê. 29.12.2018

[1] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler [Li Turkiyeyê Partiyên Sîyasî], Cild: 2, 4. Baskı, 2010, İstanbul, s. 105. Nivîskar di jêrenota xwe de dibêje ev nav ji daxwaznameya serdana Wezareta Daxîlîyeyê hatine wergirtin.

[2] Mevlanzâde Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, r. 319

[3] Radikal Avam Fırkası’nın Beyannamesi, Serbestî, no: 176

[4] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[5] Tarık Zafer Tunaya, Türkiyede Siyasî Partîler, Cild: 2, r. 198

[6] J. b., r. 215

[7] Tarık Zafer Tunaya, J. b., r. 198

[8] J. b.,  r. 216

[9] Bîlal Şimşir, J. b., r. 298

[10] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[11] Koçgiri Halk Hareketi (1919-1921), Weşanên Komal, Çapa 5., 2006, Stenbol, r. 46

[12] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), r. 41

[13]Bîlal Şimşir, Kürtçülük [Kurdîtî]: 1787-1923, Bilgi Yayınevi, 2009, r. 305

[14] Serbestî, no: 479, 28ê Nîsana 1919

[15] Kürd Şerif Paşa, Sulh Konferansında Kürd hukuku, Kurdistan, no: 8, 2yê Gulana 1919

[16] Serbestî, no: 486, 5ê Gulana 1919

[17] Serbestî, no: 489, 8ê Gulana 1919

[18] M. Emin Bozarslan, Jîn, Cild: 5, r. 913

[19] Kürd Şerif Paşa, Sulh Konferansında Kürd hukuku, Kurdistan, no: 8, 2yê Gulana 1919

[20] bn. Kürd delegasyonu reisi Şerif Paşa Hazretleri’nin Sulh Konferansı’na takdim ettiği muhtıranın tercüme suretidir Kurdistan, no: 9, 11 Heziran 1335-R (11 Haziran 1919

[21] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler[Li Turkiyeyê Partiyên Sîyasî], Cild: 2, 4. Baskı, 2010, İstanbul, r. 201

[22] Îsmaîl Göldaş, Kurdistan Tealî Cemîyetî [Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê], Doz Yayınları, 1991

[23] Dr. Bletch, Chirguh, Kürt Sorunu, avesta yayınları, 2009, Stenbol, r. 66

[24] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), r. 129

[25] Daniel Methy, Birinci Dünya Savaşı sonrası Constantinople’de Kürt örgütlenmeleri üzerine bazı belirlemeler. Studia Kurdica, no: 1-3, Paris-France, 1985, r. 48

[26] Kürdler ve Kurdistan: Kürd vatandaşlara!, Serbestî, no: 476, 25ê Nîsana 1919

[27] Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, cild: 3, r. 951

[28] Kurdistan Press, no: 50, Sweden, 1988, r. 8

[29] Rohat Alakom, Şerîf Paşa: Bir Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları, weşanên Avesta, 1998, Stenbol, r.102

[30] Serbestî, Kurd Tealî Cemîyetî, no:  595, Sêşema 20 Nîsana 1920, r. 2

[31] Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Tekîn Yayın Evi, 1991, Ankara, r. 186

[32] Kurdistan Press, no: 51, Aralık/Kuanûna 1988, Sweden, r. 10

[33] Robert Olson, Kürd Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Öz-ge Yayınları, Ankara, 1992,r. 49

[34] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, 1992, Stenbol, r. 134

[35] Abdurrahman Aslan, Samsun’dan Lozan’a Mustafa Kemal ve Kürtler (1919-19259), Doz Yayınları, İstanbul, 1991, r. 52

[36] İsmail Göldaş, Kurdistan Tealî Cemîyetî, Weşanên Doz, 1991, Stenbol, r. 217

[37] Oğuz Aytepe, Tarih ve Toplum, Yeni Belgeler Işığında Kurdistan Teâlî Cemîyetî, sayı: 174, Haziran 1998, r. 330

[38] Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe ya Doza Kurdistan de dibêje: “Ev partî ji bo armanca neteweyî bi dil û can dixebitî û alîkarîya Komela Teşkîlatê Îçtîmaîye dikir. Necmeddîn Huseynî, Memduh Selîm, Kemal Fewzî û Babanzade Ezîz Beg rêvebirên vê partîyê bûn. Bn. Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007-Dîyarbekir, r. 56

[39] Kurd Wanî (Memduh Selîm Begî), Dîyarîyî Kurdistan (Hediyetu Kurdistan), no: 16, 11/05/1925, Bexda.

[40] bn. Jîn,no: 36

[41] Mevlanzade Rıfat, Türkiye inkılabının içyüzü, Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 270

[42] Ali Birinci, j. b., r. 382

[43] Serbestî, h.: 490, Îstenbul, 9ê Gulana 1919

[44] Jîn, no.: 25, wergera M. Emîn Bozarslan, Cild:V, Weşanxana Deng, Sweden, 1988

[45] Dr. Ferhad Pîrbal, Kovara Kurdistan (1919-1920), Hewlêr, 1998

[46] Viladimir Minorsky & Thomas Bois, Kürt Milliyetçiliği, Örgün Yayınevi, Îstenbul, 2008, r. 202

[47] b.n. kovara Kuristan h.: 1, 30ê Kanuna 1919, Îstenbul

[48] Kovara Kurdistan, no: 5-6, 3yê Nîsana 1919

[49] Hekkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, no: 483