Seîd Veroj/ Di salvegera çapbûna kovara Hawarê de, du birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan

0
2605

Celadet û Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî Bedirxan in. Emîn Alî Bedirxan jî kurê Mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, mîrê dawîn ê Mîrnişîniya Botan bû û piştî têkçûna serhildana 1846an ji alîyê Dewleta Osmanî ve tête destgîrkirin û wî bi tevî hemû endamên malbatê, rêdikin Îstenbulê. Mîr Bedirxan şeş meh li Îstenbulê girtî maye, paşê biryara sirgûnkirina wî hatîye derxistin û ew bi tevî hemû endamên malbatê sirgûnê girava Girîdê kirine.

Mihemed Emîn Alî Bedirxan ê lawê Mîr Bedirxan, di sala 1851ê de li Girîdê ji dayik bûye. Dema zaroktîya wî, li giravên koçberîyê derbas bûye. Perwerdeyîya hiquqê dîtîye û di wîlayetên cûr bi cûr ên Îmeratorîya Osmanî de dozgerî û dadgerî kirîye.

Mihemed Emîn Beg du car zewicîye û heşt zarokên wî çêbûne: Ehmed Sureyya, Celadet, Kamiran, Tevfîk, Hîkmet, Safder, Mezîyet û Bedirxan. Di vê axaftinê de, bi giranî ez dê behsa xebat û têkoşîna her du biryan; Celadet û Kamiran Bedirxan bikim.

  1. Celadet Bedirxan

Celadet Alî Bedirxan, di 26ê Nîsana 1893ê de li Îstenbulê ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî li bajarên cûr bi cûr yên wekî Akka, Selanîk, Qonya, Anqera, Isparta û Edirneyê kar kirîye, li van bajaran mezin bû û beşekî perwerdeyîya xwe ya seretayî û navendî li van deran temam kir û paşê bû xwendevanê Mekteba Sultanî (Lîseya Galatasaray ya îroyîn) ya Îstenbulê û sala 1906ê ji ber dubare fermana sirgûnkirina Bedirxanîyan, ji mektebê hate derxistin.

Celadet Bedirxan û birayê wî Kamiran Bedirxan, bêtir bi xebatên xwe yên li ser ziman û kultura kurdî têne nasîn. Ev îmaja wan, ji ber xebatên dîplomatîk û kulturî yên piştî rawestandin û cûdabûna ji Xoybûnê ye. Salên sereke yên ciwanîyê ne têde, ji salên 1918an bigire hetanî 1932an, giranîya xebat û pirranîya mesayîya wan li ser sîyaset û rêxistinbûnê bûye. Di vê nivîsê de, bi giranî li ser deh salên sereke yên wê têkoşînê; li ser nivîsên wan ên di nav rûpelên rojnameya Serbestî, Türkçe İstanbul û İctihada Abdulah Cevdet de hatîye rawestandin.

1.1.Destpêka nivîskarîyê

Eger di quncikên arşîvxane û pirtûkxaneyan de nivîs û berhemên nû dernekevin ber ronahîyê, yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan, nameya wî ya ji bo rojnameya Serbestî ye. Ev nameya Celadet Bedirxan, bi îhtimaleke mezin nivîsa wî ya sereke ye. Lewra name, di 20ê Çirîya Paşîn a sala 1908ê de, di hejmara 5. a rojnameya Serbestîyê de hatîye neşirkirin. Gava em dîroka jidayikbûna Celadet bînin ber çavan, di vê demê de ew xortekî 15 salî ye.

Ji xeynî vê nameyê ku berhemên nû dernekevin ber ronahîyê, pirtûka Edirne Sukutûnun İçyüzü [Rastîya Sûkuta Edirneyê], yekemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamiran Bedirxan e. Ji pirtûka Edirne Sukûtunun İçyüzü xuya dibe ku her du birayên Bedirxanî, di tazeyîya ciwantîya xwe de dest bi nivisînê kirine.

Meriv dikare bipirse, gelo pirtûkek wisa çima hatîye nivîsandin û çi karê wan li wê derê hebûye? “Ji agadarîyên berfireh ên nava vê pirtûkê dîyar dibe ku Celadet û Kamiran Bedirxan di dema dorpêçkirina Edirneyê de, li wê derê kar û wezîfeya leşkerî kirine. Dema em bala xwe bidin nivîs û nêrînên wan ên wê demê, wisa dîyar dibe ku her du birayên Bedirxanî, wê demê di bin tesîra fikra Îslamîparêzî û Osmanîparêzî de bûne.

“Li paş bergê vê pirtûkê, behsa hinek xebatên din ên birayên Bedirxanî tête kirin, lêbelê em nizanin ku ew xebatên wan hatine çapkirin yan na. Ew heşt pirtûkên ku navê wan hatîye lêkirin, wekî li jêrê hatine nivîsandin û rêzkirin:

Dindaşlarımıza [Ji Hemdînên Me re];

Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan

Saltanat-ı Edebiyye [Seltenatê Edebîye]; Çar cild e,

Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan

Hacle [Jûra/Oda Bûkê]; du cilde e, Kamiran Bedirxan

Kadının Vazife-i İctimaiyyesi [Wezîfeya Civakî ya Jinan], nivîskara wê, Madam Anna

Lamperber e û ji alîyê Sureyya Bedirxan ve hatîye tercumekirin.

Felaketler Karşısında Milli İnfialler [Înfîalên Mîllî li Hemberê Bextreşîyan], Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan

Kurd Aziziye Hükümeti [Hikumeta Kurdî ya Azîzî], Sureyya Bedirxan û Kamiran Bedirxan

Muhasara Kıvılcımları [Çirûskên Dorpêçkirinê], Celadet Bedirxan

Paris Sen Muhakemesinde Otomobilli Caniler

[Kûjerên bi Otomobîl di Muhakemeya Sen a Parîsê de], Sureyya Bedirxan”[1]

Çîroka Celadet a bi navê Bobi’nin Hatası [Xeletîya Bobî][2] jî, di sala 1913 de tê nivîsandin, lêbelê di sala 1916yê de ji alîyê Çapxaneya Mûdafaa ve tête çapkirin. Piştê bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîhanê, ew jî wekî hemû zabit û serbazên di cepheyê de, vedigere Îstenbulê li nik malbata xwe.

Peymana Mondrosê (30ê Çirîya Pêşîn 1918) ji bo hemû Împeratorîya Osmanî û bi taybetî jî ji bo miletê kurd rewşeke nû anî meydanê. Di vê rewşa nû de; li ser navê kurdan rêxistinên nû hatin damezrandin, kovar û rojnameyên nû hatin weşandin. Emîn Alî Bedirxan bi tevî her sê lawên xwe di nav xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de cîyê xwe girtin. Berîya wê jî bi serokatîya Mewlazade Rifat, Partîya Radîkal Avam hatibû damezrandin û Emîn Beg, yek ji damezrênerê vê partîyê bû.[3] Piştî ku CTK hate avakirin, Partîya Radîkal Avam û rêvebirên wê jî tevlî Cemîyetê bûn. Mewlanzade Rifat bû endamê navendî yê CTKê, Mihemed Emîn Beg jî bû cîgirê serok û lawên wî jî bûn endamên aktîf ên cemîyetê. Di pêşxistina vê xebatê de, Mihemed Emîn Bedirxan û zarokên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran Bedirxan jî ciyê xwe digrin û dikevin bin berpirsiyarîyên girîng. Birayên Bedirxanî, di vê dewreyê de bi tevî karê rêxistinî û sîyasî, karê nivîsandinê jî digehînin qonaxeke nû û di rojnameya Serbestîyê de dest bi karê rojnamevanîyê dikin.

1.2. Celadet Bedirxan û rojnameya Serbestî

Sala 1918yê ku rojnameya Serbestî ji nû ve dest bi weşanê kir Celadet Bedirxan, bû edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestî û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestî bû. Xwedîyê îmtiyaz ê rojnameya Serbestîyê M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû. Herweha Celadet û Kamiran jî endamên CTKê bûn.

Serbestî, ji salên 1918yê şûn ve wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) weşana xwe dewam kirîye. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, di derheqê vê têkilîyê de weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiqûqa me ya mîllî hatine texsîskirin.”

Ji xeynê Serbestî, herdu birayan, di rojnameya Saîd Molla ya Türkçe İstanbulê de jî nivîsandine. Ji xeynî nivîsên van herdu rojnameyan, sê nivîsên Kamiran Bedirxan jî di Îctihada Abdullah Cevdet de hatine belavkirin.

Di nav rûpelên berdest ên Serbestîyê de, li ser navê Celadet Bedirxan nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.

Kürdler ve İttihat (İTC) Siyaseti [Kurd û sîyaseta Îtîhadê]

Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a Kürd Memurlar

[Kurd û Kurdistan: Memurên Kurd ji Kurdistanê re]

Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a Doğru-2

[Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve-2]

Kürdler ve Kürdistan-3 [Kurd û Kurdistan-3]

Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq

[Kurd û Kurdistan: Îttifaq di nav Kurdan de]

Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı-Zin ve Mem-I

[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-I]

Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı: Zin ve Mem-2

[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-2]

Di nav rûpelên rojnameya Türkçe İstanbul de jî ev nivîsên wî ahtine çapkirin:

Zabıtanın Terfihi [Terfîhkirina Zabîtan]

Develer [Hêştir]

Geçit [Bihûr]

Borazanın Kurşunu [Guleyê Borîjen]

  1. Kamiran Bedirxan

Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî û nevîyê Mîr Bedirxan e. di 21ê Tebaxa 1895an de li Îstenbulê ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî jî li Îstenbulê xelas kirîye.

Dema ku Bedirxanî ji ber bûyera kuştina Şehremînî (Şaredar) Ridvan Paşa (24ê Adara 1906an) carekî din bi tevî malbatên xwe ve têne nefîkirin, wê demê Kamiran Bedirxan, zarokek yanzdeh salî bû û di Dibistana Sultanî de xwendevanê pola seretayî bû. Kamiran Bedirxan, ji ber vê bûyerê, bi tevî kekê xwe yê Celadet û hemû zarokên Bedirxanîyan ji alîyê polîsan ve hatîye destgîrkirin. Ew, îfadegirtina zarokên Bedirxanîyan di merkeza polîsan de weha tîne ziman:

…Piştî nîv saetê, ji bo îfadegirtinê em yek bi yek ji eywanê derxistin, lê yê ku diçû nevedigerîya. Şev bi ser me da hatibû, dema bangî kekê min ê Celadet kirin û ew çû, ez tenê li odê mabûm. Wê gavê ne ku ez ditirsîyam, bi qasê tê bîra min ez gelek bi hêrs û kîn bûm; lê nizanim li hemberê kê bû. Dema derî vekirin û gotin “Kamiranê kurê Emîn!”, min xwe wenda kir, lewra ez hînê xîtabeteke wisa nebûbûm. Min vê yekê wek neheqî dît û li nik xwe sonda tolhildanê xwar… Polîsê ku ez birim di dema lêpirsînê de, ji paş ve milê min digûvaşt. Min ji wî re got; ‘destê min berde, tu min diêşînî.’ Wan guh neda min, ez gelek aciz bûm û min bi kurdî û dengekî bilind jê re got ‘Beraz!’…

Ji xeynî salên nefîkirinê, pirranîya jîyana zaroktî û ciwanîya her du lawên M. Emîn Bedirxan li Îstenbulê derbas bûye. Dema Şerê Balkan dest pê dike, Kamiran Bedirxan, bi rizamendîya xwe di 17 salîyê de tevlî Şerê Balkanê bûye. Di vê demê de, wekî gelek rewşenbîrên kurd, ew jî di bin bandora fikiryata “Osmanîparêzî” û “Îslamîparêzî”yê de dimînin. Ev bandor, di helbest û nivîsên wan ên wê demê de bi zelalî xuya dibe.

2.1. Destpêka nivîskarî û berhemên sereke

Yekemîn berhema nivîskarî ya her du birayan, pirtûka bi navê Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Sûkuta Edirneyê] ye û di Hezîrana sala 1913yê de li Îstenbulê hatîye nivîsandin.

2.2. Nivîsên yên di nav Serbestî de

Piştî bidawîhatina Şerê Cîhan ê Giştî, Împeretorîya Osmanî têkçûye û rewşeke nû derketîye holê. Cemîyet û rêxistinên nû  yên kurdan hatine damezrandin û bi wan ve girêdayî kovar û rojnameyên nû hatine belavkirin. Rojnameya Serbestî jî, yek ji wan neşrîyatan bû ku di vê dewrê de bi girêdayî CTKê, ji nû ve hatîye weşandin û belavkirin. Kamiran Bedirxan, di vê demê de hem endamê CTKê ye û he jî nivîskarê rojnameya Serbestî ye. Di hejmarên berdest ên Serbestî de, min panzdeh nivîsên Kamiran Bedirxan tesbît kirine. Navê meqaleyên nivîskar, li jêrê hatine destnîşankirin:

Kürdler Hakkında [Di derheqê kurdan de],

Kürdistan

Kürdistan-I,

Kürdistan-II,

Kürdistan-III,

Kürdistan-IV,

Kürdistan Hakkında Selahiyetdar Olmayanlar

[Ew ên ku di derheqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in]

Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’da Haleti Fikriye

[Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî]

Kürdler ve Kürdistan: Nazik Bir Vaziyet Karşısında

[Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyetek nazik]

Kürdler ve Kürdistan: Kurd Lisanı [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî]

Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerin Amali

[Kurd û Kurdistan: Hêvîyên kurdan]

Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a Göz Dikenler

[Kurd û Kurdistan: Yên ku çav berdana Kurdistanê]

Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]

Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]

Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]

2.3. Nivîsên di nav Türkçe İstanbul û İçtihadê de

Qasê ku min tesbît kirîye, di nav rûpelên van her du rojnameyan de nêzîkê deh nivîsên Kamiran Bedirxan hatine belavkirin.

Anadolu’ya Doğru [Ber bi Anatolyayê ve]

Kat’i ve Adil Tasfiye [Tesfîyeya qethî û adil]

Tahsili Tali ve Şekli Lazımi [Tehsîla talî û şiklê pêdivî]

Milliyet Meselesi [Meseleya mîllîyetê]

Ev sağlığı, İmar Meselesi [Tendirûstiya malê û meseleya îmarê]

“We la Tettektumuş-Şehade”[Şahidîyê veneşêrin]

Köleliğin Memnuiyeti Resmiyesi [Bi fermî qedexekirina koletîyê]

Kiliseler İttihadi [Îtîhada kilîseyan]

Hala Militarizm [Mîlîtarîzm berdewam e]

Kuholun Memnuiyeti Resmiyesi [Bi fermî qedexekirina alqolê]

Kamiran Bedirxan piştî ku xwendina xwe ya li Almanyayê xelas dike, ew jî derbasê Binxetê dibe û tevlî xebata Xoybûnê dibe û paşê jî bi tevî kekê xwe yê Celadet di nav pêvajoya derxistina Hawarê û kovarên ji wê şûn ve de kar dike. Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr û ji wê şûn ve jî di sala 1947an de çûye Fransayê û li wê derê Navenda Lêkolînên Kurdî ava kirîye, demeke dirêj berpirsiyarîya navendê û herweha nûnerîya tevgera neteweyî ya Kurd û Mistefa Barzanî li Ewropayê kirîye. Li nik pisporên Ewropayî Kamiran Bedirxan, heman demî pisporekî Rojhelatnas dihate qebûlkirin û li ser meseleyên Rojhelatê gelek caran pê dişêwirîn. Di sala 1954an de bi jineke Polonî (Nathalîya) re dizewice. Ji bilî Kurdî, bi zimanê almanî, fransizî, erebî, osamnî zanibû. Qasê ku ez dizanim, hetanê îro 30 pirtûkên wî hatine çapkirin.

* * *

  1. Kovara Hawar

Li vê derê ez dê bi kurtayî behsa Hewar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê bikim. Hejmara yekemîn a Hawarê, di 15yê Gulana 1932an de roja yekşemê li Şamê di çapxaneya Terekî de hatîye çapkirin. Hawar, ji panzdeh (15) rojan carekê bi kurdî-fransizî hatîye weşandin û li ser hev 57 jimar hatine çapkirin. Her çiqas mohra Celadet Beg li ser Hawarê be jî, divê em ji bîr nekin ku kovara Hawarê, heman demî berhemeke hevpar a rêxistin û kadroyên Xoybûnê bû. Herweha di amadekirina elfabeya Latînî ya kurdî û gramera kurdî de kedeke kolektîf a vê komê heye. Hawar, sala pêşî kêm-zêde li gorî peryoda xwe tête weşandin û paşê peryoda weşanê xera dibe, dem deman weşana wê mudetên dirêj hatîye rawestandin. Dema em peryoda derçûna wê binêrin; em dibînin ku hejmara pêşîn a Hawarê 15ê Gulana 1932an de hatîye çapkirin û hejmara 26an jî, di 18ê Tebaxa 1935an de hatîye çapkirin û ji wê şûn ve nêzîkê şeş salan navber daye û di 15ê Nîsana 1941an de hejmara 27an hatîye çapkirin. Hejmara dawîn a Hawarê, di 15ê Tebaxa 1943an de hatîye çapkirin.

Naverok û babeta nivîsên di nav rûpelên Hawarê de; dema em bala xwe bidin naveroka Hawarê, em dibînin ku bi giranî li ser babetên jêrê nivîs hatine weşandin.

Ziman û millet

Alfabe û rêziman

Ferheng

Edebîyat û folklor

Danasîna klasîkên kurd

Wergerandin

Tarîx û erdnîgarî

Jîyana civakî û neteweyî

Kitêbxaneya Hawarê

Nameyên xwendevanan

Nivîskarên Hawarê: Celadet Bedrirxan, Rewşen Bedirxan, Dr. Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nûredîn Zaza, Lewê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman, Nêrevan, Reşîd Kurd, Tewfîq Wehbî, Evdil Xaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Pîrot, Lawêkî Kurd û wd.

Celadet Bedirxan di Hawarê de bi navên wekî Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Bişarê Segman, Stranvanê Hawrê, Bavê Cemşîd, Bavê Cemşîd û Sînemxanê nivisîye….

  1. Ronahî

Ronahî, di roja çarşemba 1ê Nîsana 1942an de li Şamê bi gernendeyîya Celadet Bedirxan dest bi weşanê kirîye, peryoda weşana wê mehane bûye û ew “pêveka wêneyî ya kovara Hawarê” bû. Li ser bergê paşîn ê kovarê weha nivisandîye: “Xwedî û gernînendeyê berpirsyar: Mîr Celadet Alî Bedir-Xan. Şam- Sûrîye, Çapxana Sebatê.”[4] Weşana Ronahîyê, rastê dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê tê û hejmara pêşîn a Ronahîyê, çardeh roj berîya derçûna hejmara 42 ya Hawarê hatîye çapkirin. Hejmara pêşîn a Hawarê 15ê Gulana 1932an de hatîye çapkirin.

Ronahî, bi teknîk û naveroka xwe kovareke cûda bû ji yên berîya xwe; kavareke pirr wêneyî bû, tenê di hejmara yekem de 27 wêne hatine çapkirin û pirranîya van wêneyan li ser dengûbasê tevgera Şerê Duyem e. Ji wan 27 wêneyan, tenê yek wêne yê komek govendgêrên kurdan e. Peryoda çapkirina Ronahîyê mehane bûye ji destpêkê ve heta dawîyê, li ser hev 28 hejmar hatine çapkirin. Hejmara 28an, di Adara 1945an de hatîye çapkirin. Ji xeynî çend hejmarên dawî, hejmarên sereke bi awayekî sîstematîk di dema xwe de hatine çapkirin. Hin hejmarên wê 16 rûpel in, hin hejmar 20 rûpel in û hinek hejmar jî 24 rûpel in.

Pênc hejmarên pêşîn ên Ronahîyê, bi giştî li ser nûçe û agadrîyên Şerê Duyem in. Ji hejmara pêncan şûn ve em dibînin ku peyderpey çîrok, stran, lawik û wekî din nivîsên li ser kurdan jî hatine belavkirin. Nivîskarên Ronahîyê; di serî de gerînendeyê giştî Celadet Bedirxan ku bi mexlasên wekî Bişarê Segman, Herekol Azîzan, Bavê Cemşîd, Xeberguhêz û Nêrevan nivisîye û digel wî Osmanan Sebrî, Cîgerxwîn, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Lawût, Xelîlê Genco, Qadirê Ferman, Hesenê Mistê, Smaînê Serhedî, Silêmanê Ferho, Hisênê Perîxanê, Sibhîyê Dîyarbekirî, Evdilezîz Metwar, Meleyê Şozê û wd. bûn.

  1. Roja Nû

Roja Nû, di 3yê Gulana 1943an de li Beyrûdê bi serpereştîya Kamiran Bedirxan dest bi weşanê kirîye. Roja Nû, rojnameyek hefteyî bû û li ser hev 73 hejmar hatine çapkirin. Her hejmarekê wê çar rûpel e; du rûpelên pêşîn bi kurmancî û du rupelên paşîn jî bi zimanê frenszî hatine amadekirin. Hejmara dawî; 2 rûpel e, bi zimanê fransizî hatîye nivîsandin û di 27ê Gulan sala 1946an de hatîye çapkirin. Ji alîyê teknîkî ve çap û mîzampaja Roja Nû, wek rojnameyeke modrn a wê demê ye. Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekem nivisîye: “Xwedî û Gerînende: Mîr. Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan”[5] Li alîyê çep ê nivîsa gewre ya Rojan Nû dibêj: “Kiryarîya Roja Nû: Ji bona erdên Sûriye-Libnanê; 10 lîreyên Sûrî, ji bona welatên din 2 lîreyên îngilizî. Bûhayê hejmarekê: 10 Qemerî”[6]

Di hejmara yekemîn de, bi sernivîsa “Merhele”, nivîsa destpêkê ji alî Celadet Alî Bedirxan ve hatîye nivisîn û di naveroka wê de tehlîla rewşa mewcûd hatîye kirin û weha dibêje: “Li dinyayê ji me kêmtir kes ne maye. Heçî milet hene tev de bûne dewlet û hikûmet, xudan kitêb û dibistan. Bi tenê em, miletê kurd; bi şûn da mane; reben, feqîr, nezan, belengaz, di destên xelkê de lehîstok. Xelkê hevsara me kirîye destê xwe, li gora kêf û menfeheta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji roavê dide rohelêt. Ji lewre divêt em jî bixebitin xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê… Heçî merhela ku em îro tê de ne, merhela “a” û” bê” ye. Lê heke me dil kir, em di vê merhelê re zû dikarin derbas bibin. Ji ber ko hînbûna “a” û “bê”ya me, ji mehekê bêtir najo.”[7]

Di hejmara duyem de li ser kovar û rojnameyên berîya xwe û yên mewcûd de, bi sernivîsa “Çapa Kurdî”, behsa kovar û rojnameyên kurdî dike û weha dibêje: “Roja Nû ya ko dikeve nav eyleta çapa kurdî, silavan li hevalên xwe ên jê kevintir dike û hilanîna navên wan ji xwe re wezîfeke havaltîyê dinase. Kovar û rojnameyên kurdî yên ko îro belav dibin ev in:

Rêya Teze:  Li heftê sê caran û li bajarê Rewanê belav dibe; rojnameya kurdên Sovyetistanê ye. Bi zar û tîpên kurdmancî tête nivîsandin.

Jiyan: Koverek edebî û ilmî ye; li serê her heftê carekê û li Silêmanîyê bi der têt. Bi zarê soranî tête nivîsandin.

Gelawêj: Kovareke edebî û ilmî ye. Li serê her mehê carekê li Bexdayê derdikeve. Zarê wê soranî ye. Kovara Kurdî a mezintir û tekûztir e.

Hawar: Kovareke edebî ye. Ji sala 1932an ve li Şamê û bi zarê Kurdmancî tête belav kirin.

Ronahî: Ev du sal in, li Şamê dest bi derketinê kiriye. Zarê wê kurdmancî ye. Ronahî kovareke misewer e û li serê mehê carekê derdikeve.”[8] Ev nûçeya bi sernivîsa “Çapa Kurdî”[9], di hejamra sisê û ji wê şûn de jî bi heman formatê di beşa fransizî û kurdî ya kovarê de gelek car hatîye belavkirin.

Di hejmarên Roja Nû de; meqale, stran, dûrikên cûr bi cûr, helbest, çîrok, rêzewergera Girîgorî Petrof a bi navê “Di Welatê Zembeqê Gewir de”, ji alîyê Qedrî Can ve hatîye wergerandin. Herweha nûçeyên ji Moskû, Londre, Washington, Parîs, Berlîn, Qahire, Cezayîr, Italiye, Delhî, Zurîx û nivîsên di derbarê Şerê Duyem de hatine belavkirin.

Nivîskarên Roja Nû; gerînendeyê giştî Dr. Kamiran Bedir-Xan, Celadet Alî Bedir-Xan, Qedrî Can, Osman Sebrî, , R. Lescot, Kake Emîn Hiwêzî, Celal Cemîl, Ebdilhadî Mihemed, Subhiyê Dîyarbekirî,  Sebrîyê Serhedî, Reşîd Kurd, Brahîmê Metînî, Mensûr Şelîta, Silêmanî Mercî, Melayê Gerdî, Kevnezan, Ezîzê Merziak, H. Hişyar û wd. bûn

Di nav rûpelên Roja Nû de, bi tevî nûçeyan, gelek wêne û dîmenên Şerê Duyem hatine belavkirin. Em dikarin bibêjin ku piştî Ronahîyê di vî warî de yekem kovara kurdî ye ku ew qas wêne di nav de hatine belavkirin. Ev jî, bi îhtimaleke mezin nîşanê têkilîya wan û dewletên hevalbend ên wê demê ye.

  1. Stêr

Kovara Stêr, wek pêveka Roja Nû salane hejmarek hatîye weşandin û li ser hev 3 hejmar derçûne. Hejmara yekem, di roja duşemba 6ê Kanûna Pêşîn a 1943an[10] de çap bûye. Çapbûna hejmara yekem a Stêrê, rastê dîroka çapbûna hejmara 30î ya Roja Nû tê, yanî her du jî di rojekê de hatine çapkirin.

Stêr, li ser hev çar rûpel bûye û li ser bergê hejmara yekem, wêneyekî gewre yê paytextê Franseyê hatîye belavkirin û digel wî serborî û kurtejîyana Jan Dark a xelaskara Fransayê hatîye nivîsandin. Her çar rûpelên vê hejmarê, ji bo danasîna welatê Fransayê hatine terxankirin; çîya û robarên wê, avahîyên dîrokî û bergehên wê, nivîskar û feylesofên navdar ên Faransayê hatine nasandin. Hejmara duyem, di roja duşemba 28ê Sibata 1944an de hatîye çapkirin. Di naveroka vê hejmarê de, bi tevî nûçe û nivîsên li ser Şerê Duyem ê Cîhanê, helbesta Cîgerxwîn a bi navê “Şehnama Şehîdan”[11] û çîroka “Rovî û Toz Beg” a Silêmanê Mercî hatine belavkirin. Hejmara sise ya Stêrê jî, di roja duşemba 22yê Çirîya Berî ya 1945an de hatîye belavkirin û li ser bergê pêşîn ê hejmara dido û sisêyan de mottoya “Welat Berî Her Tiştî” hatîye nivîsîn. Di anveroka vê hejmarê de; helbestek Cîgerxwîn, çîroka “Bum û Rovî”[12], strana “Yadê Rebenê” û “Dêrsimê” hatîne belavkirin. Nûçeyek herî balkêş a vê hejmarê jî ew e; nav û pêla weşana çar radioyên ku rojane bi zimanê kurdî deng û basê dinyayê belav dikin hatîye belavkirin. Radioyên navborî; Radioya Beyrûtê, Radioya Bexdayê, Radioya Kurdistanê û Radioya Azerbêcanê bûn. [13]

Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr; di çarçoveya armanca pêşxistina kultura neteweyî de, di warê ziman, edebîyat û folklora kurdî de xizmetên pirr girîng kirine. Ev her çar kovar û rojname kêm-zêde di dawîya salên 1945an de çapkirina wan tê rawestandin. Ev jî bi me dide zanîn ku ji alîyê teknîkî û fînansekirinê ve têkilîya çapkirina van weşanan, bi dewletên “hevalbend” ên Şerê Duyem re hebûye. Taybetî jî bi nûnerên dewletên Brîtanya û Freanseyê re. Lewre di naveroka van weşanan de propaganda sîyaseta van dewletan bi zelalî xuya dibe û herweha tevî bi dawîhatina şer, weşana van kovar û rojnameyên navborî ji ber problemên aborî hatîye rawestandin. Bêguman ev têkilîya ku em bas dikin, tiştek normal e, lewra wê demê ev dewletên navborî hêzên dagirker û serderst ên herêmê bûn.

* * *

Dawîyê; di vê pêşkêşîyê de bi awayeke giştî em dikarin xebata rewşenbîrî/kulturî û sîyasî ya her du birayên Bedirxanî, bi ser sê dewreyan ve dabeş bikin. Dewreya yekemîn, ji salên 1913an bigre hetanî dawîya Şerê Cîhan ê Yekem dom dike; pirranî û giranîya xebatên wan ên vê demê, di çarçoveya fehma “yekgirtina osmanî” û “umetparêzî” de li ser kultur û edebîyatê ye. Dewreya duyemîn, ji rawestandina Şerê Cîhan ê Yekem şûn ve bi damezrandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê dest pê dike û hetanî derçûna ji Îstenbulê dom dike; giranîya nivîsîn û xebata vê demê jî li ser karê rêxistinî û sîyasî ye. Hemû berhem û nivîsên wan ên vê demê, bi zimanê osmanî hatine nivîsandin.

Dewreya sisêyan, ji damezrandina Xoybûn û çapkirina Hawarê dest pê dike û hetanî kolandina “Bîra Qederê” ku wî di roja 15yê Tîrmeha 1951an de ji nav me vediqetîne, dom kirîye. Celadet Bedirxan, di 58 salîya xwe de ji nava me veqetîya û tevlî karwana nemirên dozdarên Kurdistanê bû.

Kamiran Bedirxan jî di 4ê Çileya Pêşîn a sala 1978an de li Parîsê koça dawî kir û li ser wesîyeta wî, laşê wî dane Fakulteya Tibbî ya Parîsê ji bo lêgerînên zanistî.

Bi giştî gelek endamên malbata Bedirxanîyan û bi taybetî jî Emîn Alî Bedirxan û zarokên xwe; Sureyya, Celadet û Kamiran di pêvajoya pêşkevtina fikra/hizra neteweyî û tevgera rizgarî ya Kurdistanê de xwedî ked û roleke pirr girîng in. Wan ji alîyê xebata sîyasî, rêxistinî, çapemenî, kulturî û dîplomasîyê ve gelek xizmetên mezin ji bo neteweya kurd kirine. Ji destpêkê ve hetanî dawî, bi awayekî berfireh ronîkirin û dîyarkirina xebatên wan ên li ser babetên cûr bi cûr, di çarçoveya xebateke wisa de bicîkirin ne mimkun e. Pirtûka li ber destê we, bi giranî berhema beşeke xebata wan a deh salên (1913-1923) di dewreya dawî ya Împeratorîya Osmanî de ye.

Jêder: Seîd Veroj, Rojnamegerî û Kovaregerîya Kurd (1898-1932),(Weşanên Dara, Dîyarbekir, 2021)

[1] Malmîsanij, Cızîr’a Botanlı Bedirhaniler, Weşanên Avesta, çapa: 2., 2000, Stenbol, r. 236-237

[2] Celadet Alî Bedirxan & Kamuran Âlî Bedirxan, Bobi’nin Hatası, Weşanên Avesta, İstanbul, 2011, r. 35

[3] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler [Partiyên Sîyasî li Turkiyê], cilt: 2, İletişim Yayınları, 4. Baskı, İstanbul, 2010, r. 105

[4] Ronahî, Numro: 2, 1ê Gulana 1942, Çapxana Sebatê, r. 16

[5] Rojan Nû, Hejmar: 1, 3yê Gulana 1943, r. 1

[6] Rojan Nû, Hejmar: 1, 3yê Gulana 1943, r. 1

[7] Celadet Alî Bedir-Xan, Rojan Nû, hejmar: 1, 3yê Gulana 1943an, r. 1-2

[8] Rojan Nû, Hejmar: 2, Duşembe, 10ê Gulana 1943, r. 2

[9] Rojan Nû, Hejmar: 3, Duşembe, 17ê Gulana 1943, r. 1

[10] Stêr, no: 1 Duşemba 6ê Kanûna Pêşîna 1943an, Bêrût (Ji arşîva Lûtfî Baksî)

[11] Stêr, no: 2, Duşemba 28ê Sibata 1944an, Bêrût

[12] Stêr, no: 3, Duşemba 22yê Çirîya Pêşî ya 1945an, r. 2

[13] Stêr, no: 3, Duşemba 22yê Çirîya Pêşî ya 1945an, r. 2