Destpêka nivîskarî û rojnamevanîyê

celadet-bedirxan_1893-1951Eger di quncikên arşîvxane û pirtûkxaneyan de nivîs û berhemên nû dernekevin ronahîyê, yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan, nameya wî ya ji bo rojnameya Serbestî ye. Ev nameya Celadet Bedirxan, bi îhtimalek mezin yek ji nivîsên wî yên sereke ye. Lewra name, di 20ê Sermaweza sala 1908ê de, di hejmara 5. a rojnameya Serbestî de hatiye neşirkirin. Gava em dîroka jidayikbûna Celadet bînin ber çavan, di vê demê de ew xortekî 15 salî ye. Navnîşan û mixatabê nameyê weha hatîye nivîsandin: “ji Alî Riza Paşa yê Wezîrê Herbîyeyê re”. Mewzûya nivîsa wî: nûçeyek rojnameya Servet-î Fûnun e, ku di vê nûçeyê de behsa zêdeyîya personel û karmendên “Firka Duyemîn” û îsrafa wê hatîye kirin. Di naveroka nameyê de, daxwaz dike ku rêvebirên Meşrûtîyetê, di vê dema teng û qrîza aborî de, dawî bi vê halê ku ji dewra îstibdadê mayî bîne.”[1]

Ji xeynî vê nameyê ku berhemên nû dernekevin ronahîyê, pirtûka Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rastîya Sûkuta Edirneyê], yekemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamuran Bedirxan e. “Ji pirtûka Edirne Sûkutunun İçyüzü xuya dibe ku her du birayên Bedirxanî, di tazeyîya ciwantîya xwe de dest bi nivîsandinê kirine. Dema ev pirtûk hatîye nivîsandin (1913), Celadet Bedirxan bîst salî ye û Kamuran Bedirxan jî hijdeh salî ye.”[2]

Meriv kare bêje, gelo pirtûkek wisa çima hatîye nivîsandin û çi karê wan li wê derê hebûye? “Ji agadarîyên berfireh yên nava vê pirtûkê dîyar dibe ku Celadet û Kamuran Bedirxan di dema dorpêçkirina Edirneyê de, li wê derê kar û wezîfeya leşkerî kirine. Dema em bala xwe bidin nivîs û nêrînên wan ên wê demê, wisa dîyar dibe ku her du birayên Bedirxanî, wê demê di bin tesîra fikra îslamîparêzî û osmanîparêzî de bûne.

Celadet BedirxanÇîroka Celadet a bi navê Bobi’nin Hatası [Xeletîya Bobî][3] jî, di sala 1913 de tê nivîsandin, lêbelê di sala 1916yê de ji alîyê Çapxaneya Mûdafaa ve tête çapkirin. Piştê bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîhanê, ew jî wekî hemû zabît û serbazên di cepheyê de, vedigere Stenbolê li nik malbata xwe.

Peymana Mondrosê (30ê Çirîya Pêşîn 1918) ji bo hemû Dewleta Osmanî û bi taybetî jî ji bo mileta kurd rewşeke nû peyda kiribû. Di vê rewşa nû de; li ser navê kurdan rêxistinên nû hatin damezirandin, kovar û rojnameyên nû hatin weşandin. Emîn Alî Bedirxan bi tevî her du lawên xwe di nav xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de bûn. Berîya wê jî bi serokatîya Mewlazade Rifat, Partîya Radîkal Avam hatibû damezirandin û Emîn Alî Beg, yek ji damezirênerê vê partîyê bû.[4] Piştê ku CTKê hate avakirin, Partîya Radîkal Avam û rêvebirên wê jî tevlî Cemîyetê bûn. Mewlanzade Rifat bû endamê navendî yê CTKê, Emîn Alî Beg jî bû cîgirê serok û lawên wî jî bûn endamên aktîf ên cemîyetê. Di pêşxistina vê xebatê de, Emîn Alî Bedirxan û zarokên wî; Sureyya, Celadet û Kamuran Bedirxan jî ciyê xwe digrin û dikevin bin berpirsiyarîyên girîng. Birayên Bedirxanî, di vê dewreyê de bi tevî karê rêxistinî û sîyasî, karê nivîsandinê jî digehînin qonaxeke nû û di Serbestîya Mewlanzade Rifat de dest bi karê rojnamevanîyê dikin. Wê demê Celadet û Kamuran, jîyana xwe ya aborî jî bi karê rojnamevanîyê derbas kirine.

Rojnameya Serbestî û Celadet Bedirxan

“Celadet Bedirxan, edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestî bû”[5] û Kamuran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestî bû. Xwedîyê îmtiyaz ê rojnameya Serbestî M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû.[6] Neşrîyata rojnameya Serbestî jî, piştê Şerê Giştî gehiştîye statuyeke nû. Ji vê demê şûn ve Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) weşana xwe domandîye. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, di derheqê vê têkilîyê de weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiquqa me ya mîllî hatine tehsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaalakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehmîyetekî zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistanê rasterast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin… Kurdistan, li bende ye ku her kes wezîfeya xwe bêkêmanî pêk bîne.”[7] Ji van agadarîyan jî tête fêmkirin ku Serbestî, piştê damezirandina CTKê, wek weşanek rojane ya cemîyetê hatîye neşirkirin.

Tiştê ku hetanî vê gavê me tespît kirîye, wê demê ji xeynê Serbestî, her du birayan, di rojnameya Saîd Molla ya Turkçe Îstenbulê de jî nivîsandine. Ji xeynî nivîsên van herdu rojnameyan, hinek nivîsên Kamuran Bedirxan di Îçtihada Abdullah Cevdet de jî hatine belavkirin.

[1] Bedirhanzade Celadet, Serbesti gazetesine, no: 5, s. 4, 7 Teşrîni Sani 1324 (20ê Sermaweza 1908)

[2] Malmîsanij, Cızîra Botanlı Bedirhaniler, Weşanên Avesta, çapa: 2., 2000, Îstenbûl, r. 235

[3] Celadet Alî Bedirxan & Kamuran Âlî Bedirxan, Bobi’nin Hatası, Weşanên Avesta, Îstenbul, 2011, r. 35

[4] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler [Partiyên Sîyasî li Turkiyê], cilt: 2, Weşanên İletişim, çapa 4., İstanbul, 2010,  r. 105

[5] Edward William Charles Noel, Kurdistan 1919,  Weşanên Avesta, İstanbul, 1999, r. 95

[6] Mevlanzâde Rifat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Weşanên Pınar, İstanbul, 2000, r. 270

[7] Hekkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919, http://www.kovarabir.com/ hekkarili-abdurrahim-rahmi-kurdler-ve-kurdistan/, 19 Şubat 2015

1 Şirove

  1. […] Eger di quncikên arşîvxane û pirtûkxaneyan de nivîs û berhemên nû dernekevin ronahîyê, yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan, nameya wî ya ji bo rojnameya Serbestî ye. Ev nameya Celadet Bedirxan, bi îhtimalek mezin yek ji nivîsên wî yên sereke ye. Lewra name, di 20ê Sermaweza sala 1908ê de, di hejmara 5. a rojnameya Serbestî de hatiye neşirkirin. Gava em dîroka jidayikbûna Celadet bînin ber çavan, di vê demê de ew xortekî 15 salî ye. Navnîşan û mixatabê nameyê weha hatîye nivîsandin: “ji Alî Riza Paşa yê Wezîrê Herbîyeyê re”. Mewzûya nivîsa wî: nûçeyek rojnameya Servet-î Fûnun e, ku di vê nûçeyê de behsa zêdeyîya personel û karmendên “Firka Duyemîn” û îsrafa wê hatîye kirin. Di naveroka nameyê de, daxwaz dike ku rêvebirên Meşrûtîyetê, di vê dema teng û qrîza aborî de, dawî bi vê halê ku ji dewra îstibdadê mayî bîne.”[1] […]

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*