1. Ciyê jidayikbûn, perwerdeyî û qeymeqemîya wî

Ahmed Cemîl, di sala 1872an de li bajarê Dîyarbekirê ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du salan di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”[1]

Bi qasê ku tê zanîn xebata sîyasî ya Ahmed Cemîl, bi endametîya şubeya Diyarbekir a Cemîyeta Îtihad û Teraqî ya Osmanî dest pê kirîye. Cemîyeta Îtihad û Teraqî ya Osmanî, di sala 1895an de hatîye avakirin û berdewamîya Cemîyeta Îtihadê Osmanî (1898) bû[2] û ji damezirêneran didoyê wan kurd bûn; Abdulah Cevdet û Îshak Sikûtîyê Diyarbekirî. Di vê pêvajoyê de ew û Zîya Gokalp bi hev re xebitîne û merivatîya wan jî heye. Ji endametîya wî ya vê rêxistinê xuya dibe ku ew, mixalifekî îstibdada Abdulhemîd bû.

Piştî xelaskirina xwendinê, “Di 10ê Hezîrana sala 1898an de wek memûrê maîyetê li wîlayeta Diyarbekirê dest bi kar dike. Piştî xelaskirina stajiyerîyê, terfî dike û dibe qeymeqam. Wî di roja 11/10/1899an de li Siwêrekê dest bi qeymeqamîyê kirîye û ji wê şûn ve li pey hev li qezeyên wekî Avnîye (21/11/1900), Mîdyat (21 /06/1901), Cizîrê(23/07/1904), Nisêbîn (07/08/1905), Dêrik (10/02/1906), Erve (20/07/ 1909)[3] wezîfe kirîye.

Di van salan de wî jî wekî gelek rewşenbîrên kurd û osmanî yên wê demê, çareserîya buhranên Împeretorîya Osmanî, di fikrên sîyasî yên wekî “Umetparêzî” û “Osmanîparêzîyê” de didît. Hetta ew “ummetparêzîyê” di qalikek hîn teng de tarîf dike û dibêje “ummeta osmanî”.[4] Dema ku wî wezîfeya qeymeqamîyê dikir, di sala 1908an de Meşrûtîyeta Duyemîn hate ragehandin. Ew jî wekî gelek rewşenbîr û kurdên mixalîf ên wê demê, ji dil û can ve parastvanê Meşrûtîyetê bû û roja pêkhatina Meşrûtîyetê wek “Eyda mezin a hurrîyetê”[5] bi nav dikir. Û digot: “Neslên azad ên dahatûyê, dê berdewamî çepikan lêdin ji vê merasîma navdar û bilind a serkevtinê re û dê osmanîparêzî jî hetanî ebedîyetê bi vê îftixar bike. Ji ber vê yekê, bi kêfxweşî bilindkirina şanê vê şoreşa millî, bi hemû tiwan û hebûna xwe ve pîrozkirina naveroka rewşa sosyal û tesîrên wê, ji bo me hemûyan wezîfeyeke namûsê ye û serbilindî ye.”[6]

Ji ber ku ew “Umetparêz” û “Osmanîparêz” bû, têkçûna osmanîyan di şerê Balkanan de, wî gelek xemgîn dike. Di vê pêvajoyê de wezîfeya qeymeqamîya wî dewam dike û bi pirranî jî li herêma Kurdistanê kar dike. Di navbera salên (08/01/1911) li Modkan, (12/04/1913) li Beşîrîyê, (11/07/1915) li Atîna (Pazar-Rîze), (01/02/1919) li Resûleynê, (06/08/1919) cardin li Beşîrîyê, (14/02/1920) li Reşadîyeyê, (09/03/1920) carek din li Dêrikê xebitîye û dawîyê li ser postê qeymeqamîya Mulkîyeyê bûye malnişîn.”[7] Piştî ku malnişîn bûye, hatîye li bajarê Dîyarbekirê bi cî bûye.

2. Hewldana niştecîkirina eşîretên koçber ên kurdan

Dema ku ew li herêma Kurdistanê qeymeqemîyê dike, gelek caran hewl dide ku eşîretên koçber ên kurdan bêne niştecîkirin. Di nivîseka xwe de, li ser eşîretan û pêwistîya niştecîkirina wan, gazindên xwe ji rêvebirîya Meşrûtîyetê dike û weha dibêje: “Hinek dibêjin ku ‘hîn dema îskankirina eşîretan nehatîye.’ Ez qethen ne digel vê yekê me, bi dîtina min ew dem ji zû ve hatîye…. Em bala xwe bidin îqlima berfireh a Mezopotamyayê. Ev der, di dema xwe de bûye cîyê sereke yê hêwirîna hemû mirovatîyê, bûye wekî ‘Amerîkaya Osmanî’, cî û warê aramîya bi mîlyonan mirovan, ev der îlelebet ji bo niştecîbûn û îskanê musaîd e.

Îro di vê herêma xam û tenha de, bi sedan çem û çavkanîyên avê hene. Di dema berê de, ev çavkanîyên avê bi zerreb û qenalan yek bi yê dî ve hatibû girêdan, li hemû dorûberê wan gelek dar û ber hatibûn çandin, gelek qeze û bajar li van deran hatibûn avakirin, bîzathî ez bi xwe bûme şahidê xirabeyê/şûnwarê wan. Em dikarin bi cehdekî hindik van zerreb û qenalên heyî ji nifûsa niştecîyan re amade bikin, paqiş bikin û ji nû ve bidin xebitandinê.

Ew bicîkirina eşîreta Batuwan, wek mînakekê dîyar dike û dibêje:

“Ev eşîret bi hemû şax û qebîleyên xwe ve, xwedîyê du hezar û sêzdeh xeym/çadiran in. Ew havînan diçin zozanan û zivistanê jî têne Dêrgulê.

Germayîya zozanên wan di navbera 38-42 derece û ya warê wan ê zivistanê jî di navbera 28-32 dereceyan de ne.

Şirnaxa ku ser rêya wan e, dikeve nava guzergeha wan û ji Şirnexê wêdetir bi dirêjahî qasê rêya çardeh saetan û bi berfirehî jî qasê çûna rêya şeş saetan erdekî vala heye. Bi texmînî firehîya rûyê erdê wî 200.000 km2 ye ku ji bo her ferdekê vê eşîretê teqrîben 1 km2 erd para wî dike.

Ev der, li gor nifûs û heywanên eşîreta Batuwan, cîyekî gelek fireh e. Ev mintiqeya berfireh, berîya nûha jî, ji şûnwarê jîyana nifûsek gelek zêde re musaîd bû. Gelo nûha ev ciyê musaîd çima ji bo eşîreta Batuwan nayê fikirandin?

Ji berê ve kom bi kom, qefle bi qefle mihacîrên mexdûr ji derve tên û li ser erdê osmanî ji xwe re ciyekî ji bo îskanê dibînin û têne bicîkirin. Lêbelê li ser vê babetê, li hemberê koçberên xwe yên hundir, xemsarî û acizîya ku ji alîyê desthilatdarîya osmanî ve tête nîşandan, nayê tesewirkirin.”[8]

3. Têkilîyên sîyasî û xebata wî ya di nav tevgera kurd de

Ji ragehandina Meşrûtiyeta Duyemîn şûn ve, yekemîn rêxistina legal a kurdan, di sala 1908an de bi navê Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurdan (CTTK) di bin serokatîya Seyid Evdilqadirê Şemzînî de hatîye damezirandin. Navenda CTTKê li Îstenbulê bû û li hinek bajar û bajarokên wekî Dîyarbekir, Bedlîs, Mûş, Erzerum, Xinûs, Mûsil û Bexdadê jî şûbeyên wê hatibûn damezirandin. Damezirêner û rêvebirên herî navdar û naskirî yên Cemîyetê ev bûn: Babanzade Zîhnî Paşa, Mûşîr Ehmed Paşa, Babanzade Ahmed Naîm, Babanzade Îsmaîl Heqî, Tewfîqê Silêmanî (Pîremerd), Mele Seîdê Kurdî, Şûkrî Mehmed Paxirmadenî, Xelîl Xeyalî, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî, Ahmed Ramîzê Liceyî û yên din.

Di warê xebatên vê Komelê de Qedrî Cemîl Paşa dibêje: “Di vê qonaxê de welatparêz û mirovê hêja Xelîl Xeyalî yê Modkî û hevalên wî yên hêja, canecan û niştimanperwer Mîrkatibzade Ahmed Cemîl û Kurdîzade Amhed Ramîzê Liceyî ji bo perwerdekirina zarokên kurd xwendingehek û çapxaneyek ser bi komelê danîbûn.”[9]

CTTK, girêdayî vê rêxistinê di 5ê Kanûna 1908an de dest bi weşandina Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Teavûn û Teraqîya Kurdan-RTTK] kirîye. Li ser bergê hejmara yekemîn a RTTKyê ku di 22yê Teşrîna 1324an (5ê Kanûna 1908an) de hatîye çapkirin, navê mudir û xwedîyê îmtiyaz û sermuharrîr [sernivîskar] hatîye nivîsandin. Xwedî îmtiyaz û mudirê wê Süleymaniyeli Tevfik [Tewfîqê Silêmanîyeyî] ye ku bi mexlasê xwe yê Pîremerd meşhûr e û di hinek nivîsên xwe de jî navê M. Tevfik bi kar anîye. Sermuharrîrê rojnameyê jî Diyarbekirli Ahmed Cemil [Ahmed Cemîlê Diyarbekirî] bû ku hemû nivîsên wî yên di rojnameyê de bi zimanê osmanî hatine nivîsandin. Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan li ser hev neh hejmar hatine çapkirin û paşê desthilatdarîya Îtihad û Teraqî hem Cemîyeta Teawûn û Teraqî ya Kurdan digre û hem jî weşana rojnameya wê dide rawestandin.

Destpêkirina Şerê Balkanan û di encama wî de wendakirina beşeke girîng ê erdê Împeratorîya Osmanî, ji bo têkçûna împeretorîyê bû destpêkeke girîng. Di pey wî re jî, Şerê Cîhan ê Yekemîn dawîya Împeretorîyê anî. Di vê pêvajoyê de, Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî qeymeqamê împeretorîyê bû.

Piştî ku Şerê Yekem ê Cîhanê xelas bûye, di sala 1918an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) li Îstenbolê hatîye damezirandin û li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê jî şax û şubeyên wê hatine damezirandin. Şubeya Dîyarbekir bi navê Cemîyeta Tealîya Kurd tête damezirandin. Ji bo koma rêvebir a Cemîyetê; “Cemîlpaşazade Qasim Beg serok, Xenîzade Dr. Cewdet Beg serokê duyemîn, Cercîszade Kerîm muhasib, Xoce Hemdî Efendî mûşawîr, Omer, Fikrî û Ekrem ji bo endametîya rêvebirîyê hatin hilbijartin… Koma propaganda ya Cemîyetê jî, ji Parêzer Mihemed Efendî (Bavê Tûjo), Mehmûd Efendîyê kurê Fewzî, Mîrîkatibzade Ahmed Cemîl û Elî Efendîyê Liceyî pêk hatibû.”[10]

Heta ku CTKê bi biryara hikumeta împeratorî û hewldana sîyasî ya tevgera Kemalîstan ve tête girtin, ew di nav cemîyetê de kar dike. Di pêvajoya parçebûn û girtina CTKê de, yanî di sala 1920an de ew êdî malnişîn bûye. Piştî parçebûna CTKê, têkilîya wî bi kîjan alî re dewam kirîye an jî dewam nekirîye, em baş nizanin. Her weha têkilîya wî ya bi Komîteya Îstiqlala Kurdistanê re hebû yan na? Em di derheqê wê demê de jî tiştekî zelal nizanin. Lêbelê ew jî ji ber Tevgera 1925an tête destgîrkirin. Li gor gotina Ahmed Sûreyayê dozgerê mehkemê: “Ahmed Cemîlê Diyarbekirî, ji ber gumana têkilîya wî ya bi Tevgera 1925an re, digel gruba Seyid Evdilqadirê serokê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê li Dîyarbekirê tête mehkemekirin. Di dawîya mehkemekirinê de kesên wekî Ahmed Cemîl, Nafîz, Kado, Sito, Rifat û Husên têne beratkirin.”[11]

Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî bi zimanê fransızî, erebî, farisî, kurdî û osmanî zanîbû. Piştî têkçûna tevgera neteweyî ya sala 1925an, ew, êdî di sîyaset û meydana xebata neteweyî de li ber çavan xuya nabe. Qedrî Cemîl Paşa dibêjê: “Mîrîkatibîzade Ahmed Cemîl Beg, zarokê malbateka nasyar û rêzdar ê Diyarbekirî ye. Cemîl Beg, bi sincê xwe yê dirust û wêrekîya xwe ve dihête niyasîn, xwedan pênûseka tûj û germ e, mirovekî hêja û di meseleya neteweperwerîya kurd de hestiyar bû.”[12]

Wî, di sala 1928an de Serkatibîya Jûra Bazirganî ya Diyarbekirê kirîye. Ji wê şûn ve heta mirina xwe bi çi re mijûl bûye baş nayê zanîn. Lê ji pirtûkên wî yên çapnebûyî wisa dîyar dibe ku, bi îhtimaleke mezin ew bi karê nivîsê re mijûl bûye. Dema ku di sala 1934an de qanûna paşnavan derdikeve, malbata wî paşnavê “Asena” girtîye. Li gor agadarîyên kurê wî Fîkret Asena, Ahmed Cemîlî di 24ê Sibata sala 1941an de koça dawî kirîye.

4. Nivîs û pirtûkên

Gelek nivîsên wî di rojname û kovarên wekî Rojnameya Teavûn û Terakkîya Kurdan (RTTK), Dicle, Peyman, Dîyarbekîr, Saadet û Gazîyê de hatine weşandin. Di rojnameyên navborî de nivîsên wî hatine çapkirin, di RTTK û hinek hejmarên Peymanê de jî sernivîskarî kirîye. “Ji ber hinek nivîsên wî yên di rojnameya Saadetê de, Ahmed Cemîl û xwedîyê rojnameyê Ahmed Fethî bi munasebeta heqaretkirinê, li ser şîkayeta Mûşîr Zekî Paşayê Orduya Çaremîn, di 7ê Kanûna Paşî ya sala 1908an de hatine mehkemekirin.”[13] Hemû nivîsên wî bi zimanê tirkî ne, em heta îro rastê nivîseke wî ya bi kurdî nehatine. Lêbelê di nameya wî ya pîrozbahî ya ji bo rojnameya Şark ve Kürdistan [Şerq û Kurdistan] de wisa xuya dibe ku ew bi kurdî baş dizane. Ew, di nivîsa xwe de behsa nameya gundîyekî Elezîzê dike û dibêje min ev nameya wî gundîyê dilpak ji kurdî wergerandîye tirkî û ji bo rêvebirîya rojnameya we rêdikim da ku hûn kurdî û tirkîya wê bi hev re biweşînin. “ Demekê berîya nûha li nehiyeya Çaykaraalî ya Elezîzê em bi karê hilbijartinê re mijûl bûn. Gundîyekî bi navê Bulutlu Halil Efendî bi rêya postayê nameyek kurdî ji min re rêkir. Bifikirin ku ew kes wisa bi unwana edîbekî gewre, ne bi navûdeng û xwedî îmtiyazê ye, ew gundîyek e. Ez wê nameyê, bi tevî tercûmeya wî teqdîmê we dikim ku di Şerq û Kurdistan a muhterem de bête weşandin.”[14]

Rojnameya Şerq û Kurdistanê, ji pêşniyaza Ahmed Cemîl re bersiveke weha nivisandîye:

“Ew belxata ku li ser pêşniyaza birayê me Ahmed Cemîl Beg, ji wî kurdê hemwelatîyê dilpak û zîrek hatîye, em ê di hejmara dahatû ya rojnameyê de tevî tercûmeya wê belav bikin û ev ji bo me îftixar e.”[15]

4.1. Meqeleyên wî yên di RTTK, kovara Dîcle, rojnameya Şerq û Kurdistanê de

Di RTTKyê de 5 nivîsên wî, di hejmarên berdest ên kovara Dîcleyê de 4 nivîsên wî û di rojnameya Şerq û Kurdistanê de jî nivîseka wî hatine tesbîtkirin.

Ahmed Cemîl, Osmanlı Amerika’sı ve Saadet-i Müstakbele-i Aşayir, Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, no: 1, 22 Teşrinisani 1324.

Diyarbekirli Ahmed Cemil, Milletin İlk Şehrayîn-i Arûs-i Hâkimiyeti[Milletin İlk Egemenlik Gelin Alayı], Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, no: 2, 29 Teşrinisani 1324.

Ahmed Cemil, Milletin Îd-i Ekber-i Hürriyeti [Milletin Büyük Özgürlük Bayramı], Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, no: 3, 6 Kânunıevvel 1324.

Ahmed Cemil, Tıbbiyelilerin Sahne-i Temâşâsını Ziyaret ve İshak Sükûtî-i Kurdî’ye Selam [Tıbbiyeliler Tiyatrosunu Ziyaret ve İshak Sükûtî-i Kürdî’ye Selam], no: 5, 20 Kânunıevvel 1324.

Ahmed Cemil, Ada Misafirleri, no: 8, 10 Kânunısani 1324 – Diyarbekirli Ahmed Cemi, Konferans: 10 Temmuz 1328 (23 Temmuz 1912), Dicle, no: 64, s. 2-3, 19 Temmuz 1328 (1 Ağustos 1912), Diyarbekir Amid Matbaasında basılmıştır, Mesul müdürü: Hakkı.

Mirikatibizade Ahmed Cemil, Aşiretlerin İskân Derecesi veya Yerleştirmeme İmkânsızlığı ve Hükümetin bu Konudaki İdari Kuruntusu, Dicle, no: 90, s. 3, Dicle Matbaası, 20 Cemazeyilahır 1331 (H)/27 Mayıs 1913.

Mirikatibizade Ahmed Cemil, Millet Ruhunun Derinliklerinde Kederli İnilti Ve Geleceğin Kanlı Bir Levhası, Dicle, no: 91, s. 1-2, Dicle Matbaası, 27 Cemazeyilahir 1331 (H)/3 Haziran 1913.

Mirikatibizade Ahmed Cemil, Osmanlılığın Bir Yüce Temsil Sahnesi ve Keldani Mektebi’nin Ödül Dağıtması, Dicle, no: 98, s. 3-4, Dicle Matbaası, 23 Şaban 1331 (H)/28 Temmuz 1913.

Ahmed Cemil, Şark ve Kürdistan Heyeti Muhterem-i Tesisine, Şark ve Kürdistan, no:2, 29 Şevval 1329 (24 Kasım 1908).

4.2. Pirtûkên wî

Li gorî neqilkirina Şevket Beysanoğlu; çar kitêbên wî yên ku hîn nehatine çapkirin hene:

    1. Arkadaşım Ziya Gökalp (Hevalê min Zîya Gokalp): Ji vê berhemê hinek beş, di rojnameya Ataizi û kovara Ziya Gökalp a hejmara didoyan de hatine belavkirin.
    2. Aşiretler (Eşîret): Ev pirtûk 239 rûpel e û hîn nehatîye weşandin, di arşîva Türk İnkılap Tarihi Enstitüsü ya beşê Nihat Gökalp Arşivi de, bi hejmara dosya 23 tête veşartin.
    3. Kürt Bedirhaniler (Bedirxanîyên Kurd): Ev pirtûk jî wek muswede di heman arşîvê de tête veşartin.
    4. Diyarbekir Tarihi Notlar (Notên Dîrokî yên li ser Diyarbekirê): Ev xebat jî wek muswede di heman arşîvê de tête veşartin.[16]

 

Çavkanî: Portreyên Şophiştî, Weşanên Dara, Dîyarbekir, 2019

[1]   Şevket Beysanoğlu, Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cilt 2, San Matbaası, Ankara, 1997, r. 269.

[2]   Dr. M. Şükrü Hanioğlu, Bir Siyasal Düşünür Olarak Doktor Abdullah Cevdet ve Dönemi, Üçdal Neşriyat, İstanbul, 1981, r. 25-26.

[3]   Şevket Beysanoğlu, Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cilt 2, San Matbaası, Ankara, 1997, r. 269.

[4]   Diyarbekirli Ahmed Cemil, Konferans: 10 Temmuz 1328 (23 Temmuz 1912), Dicle, no: 64, Diyarbekir Amid Matbaası, 19 Temmuz 1328 (1 Ağustos 1912), r. 2.

[5]   Diyarbekirli Ahmed Cemil, Konferans: 10 Temmuz 1328 (23 Temmuz 1912), J. b.,  r. 2.

[6]   Diyarbekirli Ahmed Cemil, Konferans: 10 Temmuz 1328 (23 Temmuz 1912), J. b.,  r. 2

[7]   Şevket Beysanoğlu, Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cilt 2, San Matbaası, Ankara, 1997, r. 269.

[8]   Mirikatibizade Ahmed Cemîl, Aşiretlerin iskân derecesi veya yerleştirmeme imkânsızlığı ve hükümetin bu konudaki idari kuruntusu, Dicle, no: 90, s. 3, Dicle Matbaası, 20 Cemazeyilahır 1331 (H)/27 Mayıs 1913.

[9]   Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 25.

[10] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 48.

[11] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklâl Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 167.

[12] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 26.

[13] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi (1908-1909), Wergêr ji tîpên erebî bo latînî: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Uppsala/Sweden, 1998, r. 131.

[14] Mülkiye Kaymakamlarından Diyarbekirli Ahmed Cemil, Şark ve Kürdistan, no:2, 29 Şevval 1329 (24 Kasım 1908), r. 1.

[15] Jêdera berê, r. 1.

[16] Şevket Beysanoğlu, Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cilt 2, San Matbaası, Ankara, 1997, r. 270.