Pêşeng, mezin an jî pêşkêş û serok û sermîyanên milet û civat û malbatan rojê carekê nayên rûyê dinyayê. Pêşengek an jî serokekî dîrokî bi sedsalan carek dertê. Di nava berxwedan û mucadeleyeke dûr û dirêj de, ango di warekî azad û aram de pêşkêşên miletan dertên. Tesîra zeman û meka- nan, tesîra rewşa civakan, çand û qerekter û sewîya serdestan û gelek sebeb hene ku rola xwe li ser gihandina serok û rêberan bileyzînin..

Bi gelemperî ku meriv bala xwe dide mezinên miletan, fîlozof û pê-xemberan, meriv dibîne ku di nav wan de keçel û gurrîyên ser tenûran nîn in. Di war û heyameke azad, aram û dewlemend de, di bajaran de, merkezên çand û zanînê da lîder û rêber dertêne holê. Ji  ber vê ye, ku “pêxember ji gundan dernayên”. Çanda gund, têrê nake ku yekî bike pêxamber.

Dikarim bibêjim ku di siltanîyê de tu kes bi ser Siltan Selaheddînê Mezin nakeve, di mêrxas û lehengan de Rustemê Zal, di warê serhildanê de Kawayê Hesinkar, di xanedanîtî û dewletsazîyê de Ehmed Merwan û Mihemed Şadî, di warê şoreşgerîyê da Ebû Muslimê Xorasanî, di şaxê eşq û evîn û helbestê de Mela Ehmedê Cizîrî, di warê raman û edebîyatê da Şêx Ehmedê Xanî, di warê dîplomasîyê de Mewlana Îdrîsê Bedlîsî, di dîroknasîyê da Şeref Xanê Bedlîsî, textên xwe di dil û mêjîyên me de bi cih kirine.

Bedîuzeman Mela Seîdê Kurdî, pêşengê dîndarên welatparêz e. Mîr Celadet Bedir Xan, reîsê rewşenbîr û zimanzana ye. Mîrxanê lehengê Biradostî, nîşana şervanan û remza berxwedanê ye. Şêx Seîdê Kal, serekê dîwana şehîdan e. Xalid Begê Cibrî, xwedan bîr û bawerî û raman e û kesera dilê me kurdan e. Mefkûra neteweyî, şexsîyeta neteweyî û xîreta neteweyî ramana Xalid Begê Cibrî ye.

 Doktor Fuad bijîjkê bêçaran e. Bavê Tûjo kelemê nava çavên neyaran e. Şêx Fexrî pilingê çîya û bilindîyan e. Şêx Ubeydullah şêxê rêka heqîyê ye, Mewlana Xalid şahê Neqşebendîyan e. Pêşewa Qazî Mihemed serekkomarê yekem û remz û nîşana fedekarîyê û diristîyê ye. Mela Mistefa Barzani serokê dîrokî û netewî yê mistesna ye û bê emsal e. Ew senbol û nîşana hemû kurdan e.

Zembîlfiroş yekê derwêş e, yekî gundî ye. Lê di rîya şerm û heyayê, ar û îfetê da ji Yûsif peyxamberê kenanî borandîye. Derwêşê Evdî mêrxasîya xwe bi dinyayê xistîye.

Kurd dibêjin: “Dinya dewle li serê mezinan li ser pêyan e.” Yanî em bi saya serê mezinan bi hev va mane. Di vê de tû keşf û keramet nîn in. Bi ya min ji bona mezinên dîrokî ev xeber hatîye gotin. Kurd, va ye 800 sal in ku bi xêra serê Selaheddînê Eyûbî serbilind û serfiraz in û qedrê wan li ba hemû miletan heye. Gava ku li dunyayê navê kurdan tê gotin, Selaheddînê Eyyûbi tê bîra hemî kesî. Zîrekîya wî, qehremanî û cesareta wî ya bê emsal, edalet û merhemeta wî ya bê hempa, merdîtî û toleransa wî ya bê sînor.  Tam 800 salin tû serdarek cîyê Selaheddînê Mezin negirt.

Ez dê niha behsa qehremanekê kurd yê berîya 550 salan bikim. Ev mêrxas Mihemed Axayê Kelhokî ye. Ez dê çîroka vî xweşmêrî ji Şerefnameya Şeref Xanê hikimdarê Bedlîsê, ji we xwendevanan re pêşkêş bikim. Şeref Xanê gorbehişt di Şerefnameyê da sê caran  mêranî, sedaqet û welatparêzîya vî lehengî neqil dike.

Cara yekem, Mihemed Axa dibe peyayê dewleta Rojkan. Bi cehd û xebata xwe, Bedlîsê ji bin bandûra Akkoyinîyan dide rizgarkirin. Tevge- reke dûr û dirêj û serkeftî..

Cara duyem, cesaret û sedaqeta wî ya bê hempa tê ber çavan. Mîrê Bedlîsê Şeref Xan li Îranê girtî ye. Girtîyê Şah Îsmaîlê Sefewî ye. Ev mêrxas bi Mehmûd Axayê Keleçêrî û Mihemed Mîraxurê Pertavî re diçin Şeref Xan ji esaretê xilas dikin, tînin Rojkan.. Ev yeka bi tenê destanekê bê hempa ye.

Cara sêyem dîsa barê pirsgirêka kurdan dikeve ser milê Mihemed Axayê Kelhokî. Bernameya îtîfaqa mîrekên kurdan û osmanîyan, projeya rizgarîya Kurdistanê dispêrine ser milê Mewlana Îdrîs û vî axayê welatparêz.

Lewra Mihemed Axa ne tenê peya ye, pêşmerge ye, canfida ye, welatpa- rêz e, zana ye, bi rêk û pêk û bi tenzîm û tedbîr e. Mihemed Axa pêşkêş e, dîplomat e, pêşeng û xebatkarekî serkeftî ye. Mihemed Axa serek û remza hemî axayên xwedîşeref û xwedî xiret e. Peyayê êl û eşîra xwe ye, Peyayê hikûmeta Rojkan, fermandarîya Bedlîsê, mîrekîya malbata Dîyaeddîn e. Welatê Rojkan, Bedlîs, Xelat, Mûş, Xinûs, Bayîkan, Motkan, Simek û Kavar e. Paytextê vî welatî Bedlîs e. Hikûm- darên vê hikûmetê malbata Dîyaeddîn in. Ev xanedan gelekî kevn û qedîm e û bi kêmanî 1000 sal li ser navê Rojkan û kurdîtîyê, hikim li vî welatî kirine.

Mihemed Axa ji vî welatî, ji vê federasyona eşîretên Rojkan û ji gundê Kelhokê ye. Bi kêmanî hikûmeta Bedlîsê weke Kuweytê, wek Behreyn û Qatara niha ku li Xelîca Faris ava ne û dom dikin, weke van îmaratan muxtar e, bi serê xwe ye û azad e. Ji ber vê em dikarin bêjin Mihemed Axa peya- yê dewleta Rojkan e. Xwezî me bikariba bigota, “peyayê dewleta kurdan” e.

Helbesteke Kamuran Bedir Xan ku di Hawarê de weşîyabû hate bîra min:

“Ne Botî me; ne Xerzî me,

  Xulamê axa Kurdistan

  Ne mîr im ez, ne axa me;

  Peyayê dewleta kurdan.”

Çawa ku Kamuran Beg ji xwe ve, ji ber xwe ve û bi îradeya xwe, ji bona xizmeta miletê kurd amade bû û heya dawîya umrê xwe, bo rizgarîya Kurdistanê xebata xwe ya welatparê- zîyê meşand, her wisa Mihemed Axa jî di salên 1480yî da xwe bi xwe, kiriye berpirsîyar û bi rûtbeya peya û pêşmergetî û rêveberîya welatê Rojkan kiriye. Mihemed Axayê Kelhokî, yekî wek Kamuran e, Celadet e, Memduh Selîm û Nureddîn Zaza ye. Ew her li pey dewletek jî dewletên kurdan e. Ruh û gîyanê wî  ruhê pêşmergan e ….

…..

Li gor Şeref Xan, Bedlîs di sala 1140î de ketîye bin bandûra Selçûqîyan. 40 sal di bin hikmê wan de maye. Piştî siltan Selaheddîn bûye melîkê Misrê, stêrka Selçûqîyan xuri- cîye û roja kurdan daye der. Eşîretên Rojkan bi piştgirîya Eyûbîyan welatê xwe rizgar kirine. Ji 1180yî heta 1465an nêzîkî 300 salî ev welat serbest û azad jîya ye. Mihemed Axayê Kelhokî kurê vî welatê azad e. Tama azadîyê hilanîye, qedrê azadîyê zanîye û qîma wî bi bindestîyê nehatîye.

Malbata Dîyaeddîn xwe ji kambaxî û hovîtîya Moxolan parastine. Dema Tîmûrleng hatîye, baregeha xwe li deşta Mûşê vedaye, mîrê Bedlîsê Hacî Şeref Beg, çûye mifteyên kela Mûş, Xinûs, Xelat û Bedlîsê pêşkêşî Tîmûrleng kirîye û bixêrhatinê lê daye. Tîmûrleng kêfa xwe ji Şerefê kurê Dîyaeddîn re anîye. Bi berat û fermannameyêk hikmê hikimdarîya wî teyîd û qebûl kiriye û di ser de bajarê Melazgîrê, Evîngê (Xoresan) û Pasînê daye vî hikimdarê sîyasetzan û aqilmend. Ew bajar bi aqarên wan ve li erda wî zêde kirî ye. Ev bûyer di sala  1396an de qewimîye. Piştî 10 salan siltan Qere Yûsifê Qereqoyinî hatîye Bedlîsê. Xwe avêtîye bextê Mîrê Rojkan Emîr Şemseddîn û keça xwe lê mar kirîye. Emîr Şemseddîn, di ber nextê qîza wî de Pasîn û Evîngê dide Qere Yûsif. Di avakirina Dewleta Qere Yûsif da piştgirîya Emîr Şemseddîn girîng e.. Siltanê Qereqoyinîyan jî bi fermannameyek hikûmeta Bedlîsê û hikimdarîya Emîr Şemseddîn teyîd dike û dipejirînê.

Piştî ku dewleta wan diherişe, Akkoyinî derdikevin pîyasê û çavên xwe li Kurdistanê pehn dikin. Sala 1466ê Bedlîs û bi aqarê wê ve dikeve bin hikmê Dewleta Aqqoyinîyan.

…..

Hesenê Dirêj, Bîjenoxlî Silêman dike serdarê artêşeke giran û dişîne ser Bedlîsê. Hemî Kelat û gund û bajarên Rojkan vedigrin. Sê salan Bedlîs li ber xwe dide. Di vê berxwedana dirêj de welatê Rojkan kambax û wêran dibe. Tengasî û xela serî dide, Roşkî bela- wela û beleder dibin. Mîrê Bedlîsê û kela Bedlîsê bindest dikin. Milletê Rojkan nikarin çandinîyê bikin. Terş û talan, pez û dewar telef dibin.

Wê demê mîrê Bedlîsê Emîr Brahîm e. Heya ku mîr û heft kes di kelê de sax dimînin, Emîr Brahîm şer dike û hikûmeta xwe diparêze. Sala sisêyan mefer û mecala mîr namîne. Li ser mercên teslîmbûnê diştexile û bi temînata Hesenê Dirêj ji kelê dertê. Emîr Brahîm û 12 malbatên Rojkîyan diçine Îranê teslîmê Siltan Hesenê Dirêj dibin û li bajarê Quma Ecem têne bicîkirin.

Emîr Brahîm, ji sala 1466an heta sala 1479an, ku hingê siltan Hesen dimire, li Qumê binecîyê binçav e. Li wir daweta xwe bi qîza eşrafekî bajêr re dike. Ji vê jina esîlmend sê kur têne dinê. Navên van prensan: Hesen Elî, Huseyn Elî û Mihemed Şah in. Sê prensên nazîk û delal, sê mîrzadeyên lewend û cindî, li welatê xerîbîyê, bi destê emîrbanûya pak û paqij têne xwedîkirin.

Ev her sê şêxzade (prens) li cem dê û babên xwe hêdî hêdî mezin dibin heta ku di sala 1479an de siltan Hesenê Dirêj dimire. Siltan Yaqûb dikeve dewsa babê xwe û ew mercên di navbera babê xwe û mîrê Bedlîsê de dixe bin pêyan û Emîr Brahîm qetil dike, wî dikujê.

Di vê niqteyê da Mihemed Axa, xwe ji bona xizmeta wan mîrzadeyên pak û paqij amade dike. Hemî wextê xwe dide xizmeta van prensan. Wek seydayekî ronakbîr û welatperwer bayê welatê Rojkan bi ser wan ve diweşîne. Xweşîya bajarê Bedlîsê, qewet û qudreta mîrên vê hikûmetê, esalet û giranîya malbata wan, malbata Dîyaeddîn, xizmet û selteneta vê malbatê, çîyayên bilind, zozanên rind, avên sar û bax û bostanên xweş û mêranî, wefadarî û mêrxasîya eşîretên Rojkan, hemî, yek bi yek, vedijîne û tîne hafa çavên  van Prensan

Mihemed Axa hem ruhê kurdîtîyê, Rojkanîtîyê û Bedlîsîtîyê dide van prensan û hem jî wan qenc hînî ziman û edebîyata kurdan û şervanîyê dike.

Hikûmdarî, mezinayî, berpirsîyarî û pêşkêşî çi ye, wana bi van pirsan şîyar dike û mêrxasîya babê wan û neçarîya lehengên Rojkan ji wan re bê kêmanî ders dik e..

Di vê navê de  dayîka mîrzadeyan jî tîne rê. Vê dayîkê jî bawer kiriye ku ev prens ne yên wê tenê ne. Ew her sê prens malên xelkê xwe ne, hêvî û gumana eşîreta Rojkan in. Mîrzadeyên hikûmeta Bedlîsê ne. Ev qedera hemî prensan û rîya hemî qiralan e. Ku ne welê be, ne prens dibin prens û ne jî siltan dibin siltan.

Ev her sê prensên hêja; Hesen Elî, Huseyn Elî û Mihemed Şah mîna navê xwe delal, bi talîm û terbîye û per-werdeyê mezin dibin. Qîma Mihemed Axa bi wan tê ku yekî ji wan bibe Bedlîsê, eşîra Rojkan li dorê kom bike û dest bavêje şerê azadîyê.

Rojekê ji rojan li ber xatûna Rojkan çok dide erdê, hûr û kûr û dûr vê meseleyê jê re vedike û daxwaza xwe beyan dike. Mihemed Axa yekê xweş- xeber û zana bûye ku karîye muxatabên xwe îqna bike û merama xwe bibe serî. Ev daxwaz jî daxwazeke heq e. Heqê Rojkîyan li ser vê malbatê heye. Heta hingê 500 sal zêdetir e ku vê malbatê hikûm li Bedlîsê kiriye. Bedlîs, Xelat, Mûş, Xinûs, bi Bayîkan, Motkan, Sîmek û Kavarê ve di bin fer- mandarîya malbata Dîyaeddîn de bûye.

 Ev welat  ji destê wan û eşîrên Rojkan derketîye. Rojkîyan bi sal û zemanan, weke ava çeman di ber aza- dîya vî welatî û îqtidara vê malbatê de xwîna xwe rijandine. Ev berpirsîyarî-yeke bivê-nevê ye, pîroz e û ferz e.

Dayîka prensan jî ji malbateke xanedan e, qîmet û giranîya xaneda- nîyê dizane. Welatê Rojkan nedîtîye, Roşkî li xerîbîyê nas kirine. Kelhokî bajarê Bedlîsê bi çol û çîya û çem û kanî û xweşbûna xwe ya xwezayî weke eyne danîyê pêş çavê mîrbanûya kurdan ya esilmend. Di warê îqnakirin û serwextkirinê de qehremanê me pisporekî bê hempa ye. Şeref Xanê rehmetî vê yekê teyîd dik e.

Rojkî însanên welatparêz in, camêr in, mêr in, merd in, wek şêran in, zana û bajarî ne. Xwenas in û gelekî aqilmend in. Şeref Xan dibêje: “Gotineke vî welatî heye. Dibêjin çi qeder kûç di kela Bedlîsê de hene, ewqas Rojkî  serî di ber vê kelehê de dane.”  Ev xwîn û micadeleya sedsalan bûye sebeb ku welatparêzîya welatê Rojkan di dilê hemî Rojkîyan de bi cî bûye.

Wexta ku aqqoyinî Bedlîsê sê salan ablûqe dikin û şer dirêj dibe, medahekî/pesindarekî Bijenoxlî Silêman Beg heye. Navê wî pesindarî Mehmûdoxlî ye. Mehmûdoxlî hel- bestekê dinivîse û ji siltan Hesen re bi rê dike Tebrîzê. Ji vê helbestê ev herdu rêzên han ketine Şerefnameyê:

Şeha! Ol Bedlisin Kürdü muti olmaz Süleymana.

Ezelden kalma adettir, çalişurlar Oçax üste.

Gava ku bi sed salan qewmekî, miletekî yan jî eşîrek azadî dîtibî û li welatekî rizgar jîya bî, ew tama serxwebûn û fermanrewayîtîya xwe ya xweser digire û êdî hew qîma wan bi bindestîyê tê.

Em bêne ser çîroka Mihemed Axayê Kelhokî. Mihemed Axa, bi şev û roj di xizmeta şahzadan de ye. Mîrza- deyên Rojkan û xatûna dîya wan kiriye tac û danîye ser serê xwe. Dayîka mîr- zadeyan jî ji dûr ve Rojkî û welatê wan nas kirîye. Mêrxasîya Rojkîyan bi serê wê ketîye. Mihemed Axayê xeberxweş û sîyasetzan, welatê Rojkan bi ser çîyan xistîye û ev warê şêran bi mîrbanûya dêya prensan daye qebûl kirin.

Nîhayet dîya prensan îqna dibe. Du kurên xwe, du egîdên xwe, du ezîzên ber dilê xwe teslîmî Mihemed Axa dike û bi dilekî şewat, bi stêrên çavan bi rê dike. Mihemed Axa, Hesen Elî û Hiseyn Elî dibe û berê xwe dide welatê Rojkan. Tê Hekarîya. Li Hekarîya wan teslîmî eşîreta Aşûrîyan dike. Dibêje, ev her du mêrxas kurên min in, emanetê we ne, heta ku ez bi ser wan de vegerim.

Tê Rojkan, ji alîyekî ve giregir û pêşkêşên Rojkan berhev dike, ji alîyê din ve jî li mîrek û eşîrên dormedor digere da ku piştgirîyê bidin Rojkîyan. Wan bi vê hereketê hişyar dike. Tam di vê navê de xebera nexweş û cewaba reş jê ra tê. Aşûrî û mîrên Hekarya şerên hev kirine, di nava toz û dumana şer de ev herdu prensên bê miraz winda bûne. Tu salix ji wan tune ye. Ew nûçe- ya ne bi xêr şoqeke mezin çêdike û ev xebat û emeka han gişt li haşî diçe.

Prensên Rojkîyan winda dibin. Windabûna Hesen Elî û Hiseyn Elî, dilê Rojkîyan birîndar dike. Qîrên û zarêna wan digihêje asîmanan, li her derî şîn û girîn û fîxan dest pê dike.

Belê tu kes ne di halê Mihemed Axa de ye. Birîna wî ji ya hemî kesî dijwartir û kûrtir e.

Mîrbanûya bêçar, dayîka mîrzade- yan qîma xwe pê anîbû û herdu ezîzên ber dilê xwe teslîmî wî kiribû. Dê ew niha çi cewabê bide wê, dê ji şahbanû- yê re çi bibêje. Sed mixabin ku herdu şahzadeyên ewçend delal û cindî, hewqas aqilmend û jîr, ew emek û teba ku Mihemed Axa li welatê xerîbîyê di ber wan de xwaribû, ewçend xwedîkirina bi ezîzî, qesta welatê bab û kalan kirin û welatê xwe yê şîrîn nedîtin.

Dê çawa be? Lê Rojkî! Gelo ji vê yekê zortir heye ku gumana miletekî geş bibe û di rojekê de ev guman bitefe; roj li wan reş bibe?

Mihemed Axa tê vê mizgînîyê dide wan. Mihemed Axa li Rojkîyan digere û wan berhev dike, umîda azadîyê dixe dilê wan. Mihemed Axa ketîye bin vî barê giran û ji nû ve diponije, dibe û tîne, serad û bêjing dike, ka çi rê deyne ber xwe.

Serê Mihemed Axayê Kelhokî di nav van xaxên giran de ye, ji nedîve xebereke xweş, mizgînîyeke xêrê tê guhê wî. Xebera xêrê ev e:

Wextê ku aqqoyinî di sala 1466ê da Bedlîsê zaft dikin, birayekî Emîr Îbrahîm, bi navê Şemseddîn, canê xwe xilas dike û direve xwe diavêje Botan. Li Botan, li Ewrexê binecî dibe. Mîrê Kela Ewrexê Mîr Mihemed e. Mîr Mihemed vî prensê Rojkî diparêze, keça xwe didê û ji vê keça Mîr Xwedê kurekî bi navê Şeref didê. Ev Emîr Şemseddîn, a niha li Ewrexê ye û şikir ji kerema Xweda re welatê Rojkîyan ne bê prens û esilzade ye. Kurê wî Şeref hê 12 salîye, ew Şerefê 12 salî wê rojek bibe Şeref Xanê IV. Wê xwarziyê Botîyan bibî Şeref Xanê Mezin.

Bê guman ev xebera xweş dilê Mihemed Axa geş dike. Bi bayê bezê xwe digihîne Emir Şemseddînê kurê Emîr Mihemed. Hal û ehwal û dax- waza eşîra Rojkan ji Emîr ra tîne ziman. Kevn û nûh çi heye rodike ser berîkê, heq û mafê Rojkîyan li ser vê malbatê heye, hikimdarîya wan bi sedsalan parastine û îro jî amade ne vê hikimdarîyê ji bin bandûra dijmin rizgar bikin û vê malbatê bînin ser hikim. Hasilê kelam Mihemed Axa, Emir Şemseddîn îqna dike û wî tîne welatê Rojkan.

Giregir û rûsipîyên eşîreta Rojkan meclîs û dîwanê datînin, şêwr û muşa- were dikin, stratejîya şer tespît dikin û 1500 şervanên çekdar hazir dikin ku herin ser Bedlîsê, bajarê xwe yê qedîm ê bab û kalan rizgar bikin. Siwarên Rojkan li tenişta Nemrûdê, li nava daristana Dehlereşê kom dibin û biryar digrin ku nîvê şevê herin bajarê xwe yê bab û kalan zeft bikin.

Mihemedê Şelwîyê Tirkmen artê- şeke giran berhev dike û tê hewara Tirkmenên Bedlîsê. Li deşta Rehwa, li navbera Tetwan û Bedlîsê li hindava Textelû ku dikevê Rehwa Biçûk li pêşîya artêşa Rojkan kemîn digrê, şerekî giran dest pê dike. Qeweta Rojkîyan bi dijmin nakeve. Emîr Şemseddîn bi 500 kesî ve têne şehîdkirin. Di nav van kesan de gelek mêrxas, leheng û pêşkêş ji dest diçin. Mihemed Axa bi dilekî şikestî û bê çare dîsa dikeve milhezeyên kûr û diponije.

Di vê navberê da em vê helbestê bi hev ra bixwînin:

Sala çarsed û nod û  çaran e

Li Rehwa Biçûk şerek giran e

Axa Kelhokî, ew jî di şer da

Şûr tazî bi dest, xencer di ber da

Gêj û perîşan, li nava leşan

Hate ser termê bi nav û nîşan…

Ew laşê pîroz, ew betlê mêran

Termê Şemseddîn, ferxikê şêran

Şûrê meqrawî, mertala Kurdî

Mabûn bi destên sar û cemidî

Tîrdank vala bûn ji tîr û sertîran

Xwîna neyaran li qevdên şûran

Demançe û gurz, nalçik û kalan

Li pişta mîr bûn çermên xezalan

Bazbend li zendan girêdayî

Sîm û hevrîşîm pê ve berdayî

Bi şal û şapik, piştik û egal

Cilbergên kurdî wê xemla delal

Kurkê samûr û kurtik û pêlav

Sol – gore bigre, heya serkulav

Malê Bedlîs bûn ew xeml û ew xêz

Leşker fermî bûn, bi tenzîm û rêz

Samûr û sîyar, hem caw û pertal

Rim û tîr û gurz, kevan û mertal

Nîşanên serbaz û hem leşkeran

Xemlên mîr û serdar û rêberan

Kelhokî xwe tewand ew bi himet

Dîsa qelibî bû lê roja dewlet

Dest danî ser wî dilê cemidî

Zû de têk çûbû Emîrê Kurdî

Şikrê Xwedan kir got: “- Ev qeder e

Çerxa felekê bo me nagere.”(*)

…..

“Çol û çolistan, berrî, beristan, havîn çû ma zivistan. Serê Mîrza Mihemed teze kete xaxên giran…” Asteng û pirsgirêkên ku têne holê û derdikevine pêşîya qehremanên çîrok- an, çîrokbêjên kurdan weha dibêjin:

Xax û astengên giran tên pêşîya mêrxasan, camêr û lehengan. Eger meriv rêyek da pêşîya xwe, bivê nevê qîma xwe bi xax û astengan tîne. Qedera Mihemed Axa jî weha hatîye nivîsandin.

Ew ne Mîrza Mihemed e. Axayek ji axayên Rojkîyane. Ji gundê Kelhokê ye. Kelhoka Weysilqeranî, Kelhoka Şêxcima, Kelhoka Mûşê. ( ? ) Kelhoka Mihemed Axa.(?) Kîjan Kelok e ez nizanim, lê ew qehremanekî millî… Welatparêzekî bi bîr û bawer û bi rêk û pêk û paqij e. Pêşkêşekî aqilmend, sîyasetmedarekî zana, şervanekî dij- war, bawermendekî xurt, azadîxwaz- ekî dilsoz û miletperwerekê xalis û muxlis e. Ew ê di çerçoveya vê  bawermendîyê de rîyek, çareyek ji dewleta xwe ya bindest re bibînê û vê dewletê ji bin bandora dijmin rizgar bike û derînê. Ew “narevê, namirê, nakevê.” Wê ew dewleta bab û kalan rizgar bike û rojên azadîyê bi çavên xwe bibînê. Mihemed Axa pêşkêş û lehengê serkef-

(*) Ev perçeyên helbestan ji berhema min ya ku min fersend nedîtîye neşir bikim û min bi navê “Destana Mihemed Axayê Kelhokî” hazir kirîye nin.. Ez hêvîdarim ku wê bi zûyî va ev DESTAN bikevê destê xwendevanan.

tinan e. Siwarekê miradbexş e. “Ya azadî û ya mirin” dibe şîyara wî.

Azadîya welatê Rojkan bê prensek, bêyî mîrzadeyêk ne mimkun e ku bi dest bixe… Ev malbat sitara hemî Rojkîyan e. Ev Xanedan ji bo wan bûye qiblegaya azadîyê. Bi şaristanî, bi dilovanî û bi wekhevîyê wan bi sedsalan îdare kirine. Ew jî Rojkî ne. Malbata Kisra jî îdî bûne Rojkî. Mîrên wan in. Hikimdarên wan in û mezin- ên wan in. Bê mezin û bê sermîyan qîma wan nayê. Bivê nevê dê yekî ji vê malbatê bixin pêşîya xwe û şerê azadîyê li dar bixin.

Mihemed Axa hiltîne datîne, tu rê ji rêyeke din dernaxe. Dengek ji xeybê tê guhên wî. Ev deng  dibêje:

“- Bi rastî û diristî ji xewa xefletê rabe. Zend û bendan girê bide, qemçîya xîretê bide destê xwe û li hespê miradbexş siwar bibe, berê xwe bide Îranê. Miraz û meqseda dilê te dê ancax li wê bête cî. Here Şah Mihemedê kurê Emîr Îbrahîmê mezlûm û şehîd bîne, ev hikimdarî qismetê vî prensî ye.”

Mihemed Axa merivekî dîndar û dilpaqij e. Ev dengê ku dikeve guhên wî, ji bo wî dibe bawerî. Hêvî û gumana wî xurt dibe û li hespê mira- zan siwar dibe, berê xwe dide Îranê, bajarê Qûmê. Ba Mîrbanûyê.

Gelo dê ji dayîka ezîzan û

bêmirazan ra çi bibêjê?

Heyhat û hey hewar!

Mihemed Axa diçe li ber xatûna birîndar çok dide erdê û serhatîyên xwe ji serî heta binî jê re qise dike. Bi girî û giryan, di bin hêstirên çavan da dayîka birîndar guhdarîya Axayê Rojkî dike. Mihemed Axa piştî ku gotinên xwe diqedîne weha dibêje ji Mîrbanûya bê çare re:

“-Mîrbanûya hêja û qedirbilind! Eşîra Rojkan serê xwe danîye secde- yê. Destên xwe ber bi Xwedayê jorîn va hevraz kiriye ku çavên xwe yên di hesreta şahzadeyên xwe de xirab kirine, bi toza binê lingê şah Mihemed derman bikin,  ew bi şev û roj dua dikin.”

Di helbestê de hatiye gotin:

“Piştî Kelhokî nûçe xilas kir

Ji mîrbanûyê prens daxwaz kir

Go: “- Ez hatime bo Şah Mihemed

Li benda wî ne ew der û beled

Bê perwa bûna min bibexşîn e

Welatê Rojkan, şîn û girîn e.”

Eynilheyatê peyvên wî birî

Bi qîr û giryan li wî zivirî

“- Min sparte te ezîzên dilan

Du şitlên ciwan ji bexçên gulan!

Ji bo welat min wan kir qurban

Wan xortên ciwan, ewan bê tirban

Min tenê maye yek dil û yek can

Tu dibê wî jî bide Kurdistan

Min bê dor û zor, cotek winda kir

Felekê malê li min wêran kir

Niha dibêjî vî jî feda ke

Ma ev ezezî ji bo te pak e?

Gelo dilê te qey ji pola ye?

Ev daxwaz pûç e û ne rewa ye

Ev barê giran ne barê min e

Ev fedakarî ne karê min e.”

Axa bi rûmet rabû ser pêyan

Got: “- Xatûna pak, dayka cindîyan

Ev daw û daxwaz ne ya şexsî ye

Doza welat e ne ya kesî ye

Ev yek li ser we, piştî û bar e

Ev malbat ji bo Rojkan deyndar e

Niha Rojkanî, destên wan hevraz

Ji Rebbê jorîn ew dikin daxwaz

Bi dilê dûxan,  stêrkên çavan

Bo we şandine rêz û silavan(…)

Û… heya ku Eyniheyat a dayika prensan îqna dibî dom dike. Mêzekin vê şêrejinê ji kurê xwe Şah Mihemed ra çi dibêje:

“- Ez qenc dizanim lawo, tê herî

Bona Rojkîyan çar û mefer î

Mafên min temam ji te ra helal

Tu bi xêr biçî prensê Delal…!

Ferxên şêr nabin ferxên kêwrojkan

Divê tu biçî hewara Rojkan

Mamhoste min jî ji xew şîyar kir

Maf û mafdarî bo min dîyar kir

Prensên kurd in, malên welat in

Xulamên Mûş û Bedlîs, Xelat in

Delalê dilan, kurê yekan e

Welatê Rojkan bê sermîyan e

Bandora zilm û zorîyê rake

Bedlîs rizgar ke’j nû va ava ke

Ku bi serketî, derketî ser text

Ez tê me cem te bi soz û bi bext

Wê demê ez û kurê xwe herin

Li herdû ferxên şêran bigerin…(…)

Li ser vê gotinê dilê dayîka prensan ronî dibe û prensê dawîn, delalê dilan, piçûkê hemîyan, Şah Mihemed jî teslîmê Mihemed Axa dike. Mihemed Axa Şah Mihemed hiltîne û berê xwe dide Kurdistanê.

Di sala 1495an de Bedlîs bi Şah Mihemed bextewar dibe. Roşkî li dor kom dibin û di şerê azadîyê de bi ser dikevin. Dijmin ji welat derdixin, Welatê xwe azad dikin û digihêjin miraz û meqseda xwe.

***

Mihemed Axa, ya dilê xwe dibe serî, lê ev çîrok li vir naqede. Mêranî û mêrxasîya Mihemed Axa dom dike. Dîsa ew peya û xizmetkarê hikûmeta Rojkan e. Em ê niha li gora Şerefnameyê du serkeftinên wî yên din jî bibêjin. Lê di vê navê de divê em Ebûbekir Axayê Bayîkî jibîra nekin. Ev meriv hem efsaneyek bê emsal e û hem jî meriv bi aqilmendîya vî camêrê Rojkîyan û welatê Rojkan îdî baş nas dike..

Gava ku eşîreta Rojkan bi hatina Şah Mihemed bextewar û serbilind dibe, bi kêfxweşî, bi şahî û govend li dora mîrzadeyê xwe berhev dibin û meclîsa şêwr û mişawereyê datînin. Di şêwrê de, stratejîya şer tesbît dikin û qerera xwe didin, ku ji nedîve bi dizî, şevekê nîvê şevê mêrxas û egîdên xwe bixin hundirê keleyê û bi ser bikevin. Radibin dişînin pey kelebazên Bayîkî û Motkîyan. Tênin meseleyê ji wan ra vedikin û fedekarî û canfedayîyê ji wan daxwaz dikin.

Ew mêrxas û kelebaz, mirina xwe tênin pêş çavên xwe û vê wezîfeya neteweyî qebûl dikin. Lê bi şertê ku jimarek zêde werîs (şerît) û silm (pêlpêlok) bên hazir kirin ji bo ku ji nedîve silman bidin ber dîwarê kelehê û bi şerîtan xwe bavêjin hundir û pasevanên kelehê bê tesîr bikin. Fermanrewayê kelehê tevî hemî berpirsîyarên aqqoyinîyan bikujin û kela Rojkan rizgar bikin. Ev teklîfa van fedayîyan tê pejirandin, lê ka evçend werîs û pêlpêlok dê çawa bi dest bixin?

Dîwana Şer di vê melhezeyê de mitale dike, diponije, ji nedîve Ebûbekir Axayê Bayîkî dide xwe radibî, diçî li ber Şah Mihemed kemerbeste dibî û weha dibêje: “Mîrê min, ji roja ku ev dewlet ji destê malbata Dîyaeddîn derketîye û heta îro îş û karê min ev bûye ku min pêlpêlok (silm) çêkirine û werîs badane. Werîs- ên min di kuvîyan da û pêlpêlokên min di bendê zevîyan da di binê mêwan da veşartî nin. Şikir ji Xwedê re ku emek û keda min li haşî neçû û îro bi kêr hat.”

Şah Mihemed û Meclîsa Rojkan, li ber vê jesta Ebûbekir Axayê Bayîkî heyran dimînin û ji ber fedekarî û aqilmendîya wî çavên wan şil dibin. Hema di wê saetê de diçin wan îhtî-yacên lojîstîk ji bin erdê û bendên zevîyan radikin, pîlana xwe tetbîq dikin û wê şevê Bedlîs û welatê Rojkan rizgar dikin.

Di Destana Mihemed Axayê Kelhokî de, ew dem û rewş bi vê hawayê hatiye ziman:

Şerkerên mêrxas û pak û çeleng

Ew şeva tarî û pir kerredeng

Silm û werîs û pêlpêlok anîn

Li dormedorê kela Kurd danîn

Bi sing û seko, hoçik û bizmar

Lehengên dilêr derketin dîyar

Bi gurz û rim û şûrên Şêxanî

Kelebaz, şervan, ew bi mêranî

Xweşmêrên Sîmek, Baykan û Motkan

Şêr û pilingên welatê Rojkan

Bi şûr û xencer, demançe, tifing

Heçik, pêlpêlok, werîs, tevr û sing

Bi çek û rext û bi rêz û rêzdar

Pêyên xwe danîn ser serê neyar

Nobedarên hov di xewna giran

Serxweş û mest bûn têjikên guran

Derketin kelê, çûne birca reş

Bi destan girtin walîyê qeleş

Dîzdar û karmend, hemî zêrevan

Li cehenemê wan kirin mêvan

Serî difirîn bi devên şûran

Anîn emanê têjikên guran

Serê sibehê tavê da koşkan

Bi ser ketibûn lehengên Rojkan

Dengê dîlanê kete kolanan

Rojkî xemlandin  ban û dikanan

Ala bilind bûn li serên bircan

Qîz – bûk xemilîn, bi dil û bi can

Fîzzêna bayê li haf û neqeban

Kewan dixwendin li gaz û kokeban

Ji nû ve vebûn baxçeyên gulan

Bûbû şahîya şalûl – bilbilan

Kulîlk û gîya, hemî dar û ber

Bûne wek bûka bedew û dîlber

Hemî av û çem ji nû ve derbûn

Li kû dinêrî kesk, sor û zer bûn

Xweza dizane xweşî – rizgarî

Xweda kuta kir ew rojên tarî

Teyr û tûr ew ro, bi kêf difirîn

Xezal û quling dîsa zivirîn

Ew roj, rojeke gelek pîroz bû

Bedlîsa rengîn, cejn û Newroz bû

Dewleta xedar hate emanê

Nûçe zivirîn çûne Îranê

Qelibî roja aqqoyinîyan

Ji warê kurdan hemî revîyan

Bû cejn û şahî hem coş û şabaş

Ev serkeftin kê bîhîstin man şaş

Beşdar bûn hemî mîrên Kurdistan

Melkîş û Siwêd, Mîrdas û Soran

Bi şand û bizzat, tev hatin paytext

Kurd rojek waha nedîbûn tu wext

Moral û guman, li wana der bû

Welatê Rojkan bo wan çeper bû

Ji vir û pê ve êdî hew dijmin

Kurdistan bigrin û ji me bibin

Wê mîrên kurdan bibine yek mist

Tifaq çênabin bi erk û dilên sist

Mîr pejirandin Mihemmedê pak

Prensê kurdan ew gernasê çak

Emîrê kurdan derkete ser text

Serê xwe tewand, feleka bê bext..

Piştî ku Şah Mihemmed derdikeve ser text, gazî Ebûbekir Axa dike. Wî teqdîr dike û du gundên Tetwanê ku navên wan  Xizorkîn û Engesor in, dide wî lehengî ku ev herdu gund bi mulkîyeta îrsî ji malbata wî re bin û heta hetayê ev malbat bê dewr û dor li van herdu gundan teserrufê bik e.

Me go ku, mêrxasîya Mihemed Axayê Kelhokî li vir naqedê.

Çawan me li jor bi kurtî qal kir, di salên 1511an de,12 mîrên kurdan diçin Îranê, zîyareta Şah Îsmaîl. Mîrên Bedlîsê, Cizîrê, Heskîfê, Şêrwan û Hezoyê ji van zîyaretvanên Şahê Sefewîyan in. Şah Îsmaîl destê girtinê datînê ser van mêvanên xwe, wan diavêje zîndanan. Dest û lingên wan bi zincîran girê dide û teslîmî serdar û serekhêzên tirkmenên bermayîyên aqqoyinîyan dike ku ev kesên ha neyarên kokê kurda nin.

Şah Îsmaîl piştî ku 12 mîrekan berdest dike, walîyên xwe dişeynê datîne şûna wan. Belê ev bûyer pir dom nake. Xebereke nexêrê ji şahê şîmariq ra tê, ku Ozbek ji alîyê Xoresanê ve bi ser Îranê da girtin e. Şah ditirse. Ji xwe merivên bêbext tirsonek in. Hema di wê gavê de wan ji zindanan dertîne û pirs dike ka qîma van mîran bi kê tê, ka serwerê wan kî ye. Hemî mîrek raya xwe didin ku qîma wan bi Melîk Xelîl û Emîr Şeref tê. Ew jî van herduyan dihêle û ew ên din serbest dihêlê.

Di vî nîrî de, gava ku artêşa şah ber bi Xoresanê ve dikişê û qesta Ozbekan dike. Melîk Xelîl û Emîr Şeref jî bi artêşê re di bin destê girtinê da bi xwe re dibin. Lê her yekî ji van teslîmê serekhêzê artêşek dikin.

Xizmeta Mihemed Axayê Kelhokî hingê dest pê dike. Mihemed Axa bi Mehmûd Axayê Keleçirî û Mihemed Mîrexurê Pertavî va bi hostayî û şarezayî xwe digehînin Şeref Beg. Şevekê sê hespên rehwan tînin, cil û bergên Mihemed Mîraxur li Emîr Şeref dikin. Mihemed Mîrexur dikeve nav nivînên mîr û xwe li xewê datîne. Ev her sê mêrxas li hespan siwar dibin û gemên hespan berdidin. Ji Sefewîyan were ku Emîr Şeref di çadira xwe de razaye. Heya piştî nîvro Mîr şîyar nakin. Gava ku dikevin şubhê û diçin çadirê mêze dikin, dibînin ku Emîr Şeref çûye û Mihemed Mîrexurê Pertavî di cîyê wî de li nava nivînê ye. Dengê xwe jê re nakin û cesaret û fedakarîya wî dipejirînin û wî serbest berdidin.

***

 Cara sêyemîn, dîsa Mihemed Axayê Kelhokî barê Kurdistanê danîye ser milên xwe. Wisa xuya dike ku gava fikra Emîr Şeref û hinek mîrekên din li ser yekîtîya kurd û osmanîyan bûye yek, wan xwestiye ku hemî mîrek û serekên kurdan bînin ser fikra xwe. Ev wezîfeya polîtîk û dîplomatîk dane ser milê Mewlana Îdrîsê Bedlîsî û Mihemed Axayê Kelhokî. Wisa tê zanîn ku qîma mîrekan bêhtir bi Mihemed Axa hatîye û sîyaneta vî camêrî di pratîkê de ligel hemî mîrek- ên Kurdistanê cîyê xwe girtîye..

Di dîroka hemî miletan da mêrxasên wekî Mihemed Axa, Ebûbekir Axa, Mehmûd Axa û Mihemed Mîrexurê Pertavî ranabin. Di rûpelên Şerefnameyê de gelek mêrxas û lehengên din jî xuya dibin. Eşîreta Rojkan û hikimdarîya Bedlîsê, rûpelek ji dîroka me kurdan û nîşana serbilindîya me ye.

Divê ez vê jî bibêjim, ji 50 salan bêhtir Mihemed Axayê Kelhokî xiz- meta welatê Rojkan kirîye. Sala 1465ê bi girtîyên Rojkîyan ra weke êsîran dibine Tebrîzê, Hesenê Dirêj wî dike amirhêzeke taybet û li vir dibî zabit. Hê di serî da têkilîyên wî bi Emîr Brahîm ra çêdibî. Ew jî êsîr ketîye, li xerîbîyê di bin çav da ye. Di gel vî halî û van meşeqetan daweta xwe kirîye, xwedî mal û eyal e, 2 kurên ku navên wan ketine dîrokê gihandî ye. Şeref Xan di Şerefnameyê da qala wan dîplomat û dewletsazan dike.

Gava ku di sala 1533-4 ê da Şeref Xanê Mezin li deşta Tatikê şehîd dikevê û Emîr Şemseddîn derdikevê ser text, kurekê Mihemed Axayê Kelhokî ku navê wî Hacî Şeref e, dibe wekîlemîr (cîgir), kurê din bi navê Qelender Axa jî dibe şêwirmendê Mîr. Ez hîvîdarim ku fedekarî û lehengîya Mihemed Axayê Kelhokî bibe rêber bo şorişgerên kurdên vî zemanî..

Jêder: kovara BÎR, Herjmar: 9

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*