Şakir Epözdemir/ Fehmîyê Bîlal

0
700

Fehmîyê Bîlal, li dor û berê Dîyarbekir pir bi nav û deng bû. Gava kû qala Şerê Şêx Seîdê nemir dikiran, bivê nevê navê Apê Fehmî derbaz dibûwa. Katibê Hereketa Efendî bû. Jê ra “Katibê Şêx Seîd Efendî” digotan. Wanên kû bi nêz nas dikirin “Emîyê Fehmî, Fehmîyê Licêyî” an jî “Fehmîyê Bîlal” digotan. Navê wî yê rismî, Fehmi Fırat bû.

Di sala 1964-65an de ez bi dîtin û hevnaskirina wî serbilind û miradbexş bûm. Her wekî kû ji sirgûnê zivirîbû. Lewra di berîya van salan de navê wî hebû lê ew bi xwe nedixwîya. Wexta kû daxilê Dîyarbekirê bû em hevalên welatperwer li dora wî kom bûn. Li Derê Çîyê, pêşberê Mizgevta Pêxember, li Otêla Anqerê bi cî bibû. Terzîxana Şemsî Hostayê Rehmetî di binê vê Otêlê da bû. Pirrî caran em li dikana kekê Şemsî digatin hev û me guhdarîya sihbeta wî dikira.

Fehmî Bîlal, weka fîleyzofêk Ewropayî tê bîr û ber çavên min. Rabûn, rûniştin; xwarin, vexwarina wî; xemil û wergirtina wî, pir maqûl bû. Bi rêzik û tertîb bû. Bi rêk û pêk bû. Bi tedbîr û xwedan sênc û sîyanet bû. Her kesî rûmeta wî digirta; lê wî ji her kesî bêhtir rûmeta xwe digirta û diparasta. Bêhna şerê germ jê dihata û rengê dîplomatiyê lê diketa. Tû wextî xwe ji şerê azadîyê dûr nexistîbû û gumana xwe qut nekiribû. Jîyana xwe bi şer, sirgûn û firarîyê derbaz kiribû. Şorişgerêk mêrxas û bawermend bû. Dûrbîn û pêşverû bû. Te digo ka di navbera neslên nuh û yên kevin de pir û pêgav bû. We digo ka alaya azadîyê ji destê wan şehîdên bi nav û deng û nemir girtiyê û anîye îro û vê rojê dide destê xortên şorişger û pêşverû…

Bi emrê xwe 65-70 salî dixwîya. Hingî jîr bû, wisa jî zîrek û çeleng bû. Hişk û bi lez bi rê da diçû. Pîyê xwe û serê kopalê xwe bi hiner û hişk li erdê dida. Pîrekalêk pirr bedew û cindî bû. Devbiken bû. Tinaz û henek û espirîyên wî xurt bûn. Civatê dikenanda, digiranda û diponijanda. Guhdarêk pirr qenc bû. Her wiha gava Apê Fehmî diştexilîya civat mat dibûwa û lê guhdarî dikira. Gotinên pûç û vale nedigo, gotinên wî di serê mirov da rûdiniştan. Hakimê civat û cimaeta xwe bû.

Mirov li cem pirp peya dima. Zanîna wî bi ser kêmzanîna mirov diketa. Mirov li cem xeşîm dima. Bê jimar serhatî û serborîyên wî yên xurt hebûn. Kêmasîyên me tesbît dikira û her yek çi jê ra lazim bî didayê. Hewceyîya me gelêk bi tecrûbe û serhatîyên wî hebûn. Wî jî gelêk diva kû berîya mirina xwe rohêk welatperwerî û şorişgerî bide me. Alaya têkoşînê wê bida destê me; belê berîya kû vê alayê teslîmê me bike kêmasîyên me temam dikira û me hazir dikira. Wexta kû kêmasîyêk didîta, vê kêmasîyê sawî dikira û gelêk li ser disekinîya heya kû cîyê xwe bigrê. Vê xizmetê bêyî reklam û merasim dikira. Gelêk tiştên kû em jê hîra bûn, piştî salan me zanî ka çî daye me.

Vale nediştexilîya. Peyvên sivik, gotinên pûç û galegalên beyteşe li cem tinebûn.

Piştî zemanêk dûr û dirêj dagerîbû welatê xwe, gihatîbû yara xwe ya nazenîn û birîndar. Piştî salan û salan gihabû yara şeng û şepal û bedew. Yara wî jîyan bû. Bedewa wî bi hêvî û guman bû. Belê birîndar bû. Gelêk rojên teng û tarî derbaz kirîbû. Dijmin li ser singa wê bû û pê dileyîsta. Çewa kû Cegerxwîn dibê: “Ey welatê min, zanim tû qîz î. Tirsim kû dijmin bi te dilîzî.” Welat gelêk melûl û neçar bû. Belengazî, nezanî û xêzanî konê reş li ser singê “Dayîka Niştiman” danîbû. Netewayê kurd huş û eqil û sewdayê xwe belav kiribû. Ew zarokên mêrxas, fêris û egîd giş winda bibûn. Şêx Fexrî, Yado, Şêx Ebdirehîm, Dr. Fûad, Parêzer Hacî Extî, Yûsif Zîya, Xalid Begê Cibrî, Xalidê Hesenî, Salih Begê Hênî, Ehmedê Silêman, Şêx Seîd û hevalê xwe tinebûn. Dinya guherîbû. Zeman zivirîbû. Firsatên pir mezin revîbûn û agir temirîbû.

Car cara ku Apê Fehmî diponijiya û hûr û kûr û dûr merheze dikira; mirov di nava çavê wî da van misreyên helbesta Cegerxwînê bi nav û deng dixwenda. Çewa ku Mamhostayê dilovan dibê:

“Hate ber derî

Min lê nenêrî

Lê gava ew çû

Me dil daye dû, min dil daye dû,

Ka ew çavên reş?

Ka ew dêmên geş?

Ka ew bîna xweş?

Ka ew reng û rû? Ka ew reng û rû? Ka ew reng û rû?”

Melayê Cizîrî, Seydayê nemir, şairê dilovan û qedirbilind dibê “Talî kû tête firsat, muhlet ligel heram e.” Sed mixabin kurdan muhletê daye firsatan, lewra kû îro bindest e, sefîl e, û xulam e.

Fehmîyê Bîlal Kurdistanê pirr rind nasdikira. Mirov digo ka ji wextê Zerdeşt pêxember va û heya niha dijî. Dîrok û cografya Kurdistanê di nava destê wî û di nîvê mejîyê wî da bû. Kurmancan, Zazayan, Sorîyan, Lorîyan tevan nas dikira. Jîyan û exlaq û qerekterên hemî herêmên welat dizanîya.

Pirr xwendibû û pirr dîtibû. Piştî Serhildana Şêxê Pîran, 40 salan şûnde me wî dît. Vî 40 salî bi sirgûn û firarîya Cimhûrîyetê derbaz kirîbû. Dîroka nêz û dûr giş dizanîya.

Wexta kû pirsa dîroka nêz a piştî Cimhûrîyetê jê dihata kirin, xwe nedigirta, bivê nevê hêrs dibûwa. Bi taybetî li ser mesela şerê 1925an. Ne bi hemdê xwe şer despêkiribû. Bê rêk û pêk, bê plan û program, bê rêzik û stratejî. Ne li hindir honandinêk di neqeba welatperwer û eşîran da pêk hatibû û ne girêdanî bi derveyê welat ra hebû.

Pêşîya Cimhûrîyetê û piştî Cimhûrîyetê kurdan gelek firsatên mezin ji destê xwe revandibûn. Ew firsat sed salan carêk bi dest nakevin. Firsata piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û felişandina Împaratorîya Osmanîyan derîyê azadîya hemî miletên bindestê vê dewleta koledar vekiribû. Belê kurdan vê firsata mezin revandibûn. Sîyasetêk rasteqîn di tû derî û li tû dewrî najotibûn. Ji Qoçgirê û heya Dêrsimê.

Xwendevan û zana, welatperwer û miletparêz pirr kêm bûn. Şer bê hemdê xwe û gelêk zû dest pê kiribû. Girêdana kurdan bi tû dewletên ecnebîyan va tinebû. Kurdan tiştêkê waha merheze nekiribûn û nehatibû bîra wana. Îngilizan barên zêran heya Dîyarbekirê anîbûn, belê hevalbend peyda nekiribûn. Bi gawiran ra yekîtî ji bo kurdan kafiristanî bû. Şêx şêxanîya xwe; axa, axayîtîya xwe bi Kurdistanêk azad û serbixwe neguhartibûn. Hemî mîrateyên Osmanîyan bo xwe rêkêk dîtin, belê gelê kurd, şêx û axayên bê mejî fêm nekirin ka wê çi bê serê wan. Kurdan derîyê xilasîyê li xwe dadabûn û bi xwe rê li xwe dabûne windakirin.

Belê hîvî û gumanê wî bi dû tiştan xweş bû. Şerê Mela Mistefa û şîyarîya kurdên Tirkîyê. Digo wê ev şer kurdan şîyar bike. Lewra ev zeman ne ew zemanê berê ye. Radyo û rojname li seranserê welat hewadisên rojê belav dikin. Her tişt eşkere û li ber çavan e. Li gund û bajaran bi şev û bi roj ev bûyer tê xeberdan. Wê kurd bi vî şerî şîyar bin û rîya xwe, rîya azadîya xwe bibînin. Sempatîya wî ji hereketê Sosyalîst a TÎPê ra jî hebû. Belê nedigo herin li nava vê hereketê cî bigirin.

Digo, “Divê partîya we bi xwe hebî. Divê kurd li ser programêk netewî partîya xwe bidamezrînin.”

Fehmî Bîlal, piştî serhildana 1925an derbazî Sûrî bibû. Hevalên Xoybûnê û hemî pêşkêşan nas dikira. Li Îraqê qala Xulam Elî dikira. Zabitêkê Îngilîzan li Kurdistana Îraqê dibî xulamê mala axayêk kurd. Kurmancî hîra dibî. Şiûra kurdîtîyê dide dormedorê xwe. Kurmancîyê ji kurdan bêhtir hîn dibî. Li vê herêmê gelêk ji Xulam Elî hez dikin. Bi gotina Apê Fehmî, wek pêxemberêk tê hezkirin. Apê Fehmî vî Xulam Elî dîtibû û dûr û dirêj pêra dan û sitandin kiribû. Digo “gava kû mirov li hizûra Xulam Elî rûdinişta, bi xeşîmî û nezanîya xwe dihesîya. Hêja jî min merivêk weka Xulam Elî zana nedîtiye.”

Şêx Mehmûdê Berzencî jî dîtibû. Digo “Îngilîz wexta ketine Kurdistana Îraqê, berîya kû statûya Bexdayê damezrînin Şêx Mehmûd xistine qralê Kurdistanê û Mosil, Erbîl, Kerkûk û Silêymanî di binê hikmê vî qralê kurd da bû. Îngilîzan ereb û kurd cûda cûda kirin dewlet. Îxtilaf di nêv kurd û îngilîzan de tinebû.”

Qasidekê Mistefa Kemal piştî wext û zemana diçê cem Şêx Mehmûd. Quranêk ji Şêx ra dibe û nameyêk kû mora Hezretê Muhemed li binî da ye dide Şêx. Mistefa Kemal ji Şêx Mehmûd Berzencî, ji qiralê kurdan ra –di vê nameyê da- dibê, “Em misilman in û mumîn hemî bira nin. Em li vir şerê kafiran dikin, hûn jî ji wê va şerê gawiran bikin. Emê lingê gawiran ji axa Misilmanan derxin û Dewleta Misilmanan saz bikin.”

Fehmî Bîlal digo, sebebê kû Şêx Mehmûd li Îngilîzan xist û şer kete navbera wana ev nama meşhûr bû. Kelamêkê Şerê Şêx Mehmûd Babê Letîf Kekê Qasim heye, pirr meşhûr e. Îngilîzan bi top û teyaran emanê ji kurdan birîye, lê hewara tirkan qe nehatîye.

Kawis Axa Dibê:

Hewara tirkan dûr e, kurd xayîno…

Bi rastî hewara tirkan virr bû û kurdan xwe li ber gulebaranên firokeyên Înglîzan negirt. Dibêjin Kawis Axa, ji kerba nava xwe bûye dengbêj. Kilama “Şêx Mehmûd, babê Letîf” meşhûr e. Hewar dike û bi qîr dibê, “De hewar e, hewara tirka dûr e, kurd xayîno…” Soz û bextê Mistefa Kemal ew bû kû “tû lêxe, ez têm hewara te.” Weka sozê Amerîqa û Hêzên Hevalbendê Evropî û piştî Şerê Korfezê. Çewa kû ji kurdan ra gotin li Seddam xin em li pişta we ne û xwe dane alî. Belê dîsa jî bextê vana ji bextê Roma Reş çêtir derket. Xeta û gunehên xwe pîne kirin. Sedam jî lingê xwe ji tirsan kurt kir.

Fehmî Bîlal digo Mistefa kemal gava Serekhêzê Qolordûwa Dîyarbekirê bûye, bi kurê Sêvdîn Paşayê Hezroyê ra xeber daye. Gotîye kû, ez li pêşberî Osmanîyan, li beranberê Siltan rabim, wê tû bikaribî min ragirî an na? Paşazade dibê “Erê, ez dikarim te biparêzim. Ew gundê min hene kû tû sed sal lê bimînî, Osmanî bi serva venabin.”(*)

Fehmîyê Bîlal li ser van tiştan car caran disekinîya û dida nîşandan kû biserketin tesedifî nîn in. Bi rêk û pêk, bi plan û proje û honandinêk pir xurt nebî, hisabên mirov rast dernakevin. Digo, “kurdan tû wextî merheza hevalbendên ecnebî nekirin. Ereban û misilmanên Afrîqa giş bi hevalbendîya bîyanîyan û bi bertîl û tawîzan, xwe xistin binê perrê îngilîz û fransizan, xwe ji bin nîrê zilma Osmanîyan xilas kirin. “Em hatin xapandin, me xwe xapand, xelkê em xapandin.” Van tiştan digo û keserên kûr dikişanda.

Mistefa Kemal fêm dike kû Mîrzade nezanî ka çi hatîye pirskirin û hîvîya xwe ji kurdan dibirê. Digo, “Mihafizên Kemal Paşa bêlûkêk kurd bûn û bi qiyafetê millî, bi şal û şapik bûn.” Kemal Paşa gelêk dûr dîtîye û zanîye kû wê osmanî bifeşilin, miletên bin hikmê wan wê azad bibin û dewletên xwe bidamezrînin. Ji ber vê yekê di despêka Şerê Cîhanî yê Yekemîn de merheza xwe kiriye, dostanî, destebirayetî û hevalbendîya şêx û axayên kurdan pêk anîye. Mêranîya xwe di şerê kurd û ûrus da nîşanî Botîyan, Xerzîyan û Rojkîyan daye. Destebirayê Cemîlê Çeto, Mala Herzet, Hacî Musa Beg, Resûlê Mehemed û Egîd Axa ye… Bi hemî giragiran ra minasebetê xwe hene. Stratejîya wî li ser welat û dîn ava ye. Tehlîka mezina mezintir ji bo kurdan; ermenîyan nîşan daye û bi kurdan daye bawerkirin kû divê bi birayên xwe yên tirk ra bibin yek da kû welatê wan nebit Ermenîstan û nekevin bin hikmê filan. Mistefa Kemal di vê rê da miwafiq bûye û bi ser ketîye.

Apê Fehmî li ser dîroka nêz nedisekinîya; belê dîroka kurdên qedîm moralê wî xweş dikira. Gava qala Eyûbîyan, Merwanîyan, Medan û Kardoxîyan dikira, beşera wî vedibû û gula wî dipişkivîya. Digo di Muza Fransa da, li flan bajarî kêlikên Dara hene. Ew darayê kû Ewropî dibên Daryos. Ev Dara Qralê kurda ye û li ser kêla wî “Darayê kurê Dara” bi zimanê kurdî nivîsandîye. “Ev besî me ye” digot. “Tarîxa miletan çiqas dewlemend be û dîroka wana qedîm û paqij be; hewçend baş e. Milet bi tarîxa xwe dibin xwedan rûmet û şexsîyet. Milet bi tenê bi zik têrkirinê najîn. Çewan kû kêmasî, qelsî an çavsorî, zilim û heqsizî însanan didin şermê; wisa jî miletan didin şermê. Serfirazîya gelên dinyayê bi paqijiya dîroka wan a qedîm va girêdayî ye.” Digota û desmala xwe ji berîka xwe dertanî xwîdana xwe ziwa dikira, berê xwe dida civatê û bi devêk ken dewam dikira, “Heya îro, heya niha dîroka bab û kalên we tû kêmayî û tû şermezarî neanîye ser we. Di tarîxa kurdan de, Cengizxan û Xûlago; Firewîn û Neron nîn in, Selaheddînê me heye. Noşîrewanê me heye, Ristemê me heye, Zerdeştê me heye, Brahîm Xelîl û Nemrûdê me heye. Darayê kurê Dara jî qralêk bi nav û deng û xwedan nîzamêk adil e. Em mezlûm in, bindest in, feqîr û perîşan in belê em ne şermezarên dîrokî ne. Miletêkê waha esilmend û alîcenab, wê cîyê xwe di nava miletên dinyayê da bigirê.”

Sihbetê wî pirr dirêj nedibûwan. Pirrê caran pirsên kû jê dihatane kirin, kurt bersîv dida, an di ser va diborîya. Carna pirsê bi tinazêk difetisand. Nediva kû serhatîyên xwe veke. Carêk bi tenê min jê hîvî kir kû serhatîyên xwe û serborîyên xwe binivisînê, an bide nivsandin. Go, “Min wextêk nivisand, winda bû. Niha jî dibêm gelo qenc e xirab e, ez teredud dikim. Bi rastî jî her tişt nayê gotin. Bila hema di cîyê xwe da bî.” Hevalan wî nerm kiribû kû bîranînên xwe binivisînê. 1965-66 an da ne teyb û ne vîdeo hebûn. Ev teknolojîya îro tinebû.

Apê Fehmî daxwaza van hevalan naşkênê û melayêk ji van hevalan 50 rûpel gotinên wî dinivisînê. Ez li wî hevalî gerîyam û min hîvî kir da kû van bîranînên Fehmî Bîlal bide min, an em bi hev ra bidin hev û çap bikin; mixabin wî hevalî di astengêk teng da van nivîsan şewitandîye. Heval yekê pir qenc û welatperwer e. Hîvîdarim kû ji min veşartibî û neşewitandibî. Ew heval Mela Xalidê Seetçî ye.

Cîyê sohbetên Apo li Terzîxana Şemsî Hosta, Otêla Mûş ê, dikana Mela Ebdirehmanê Ûçeman, li Otêla Anqerê kû berî şelbûna xwe lê radiketa û li ber derê Mizgevta Mezin, li çayxanê û li ser wan kursîyên nizim diborîya. Em heval li dorê kom dibûwan. Şêx Zilkîf, Mela Heqî, Mela Ebdirehman, Emer Turhan, Mela Xalid, Miftîyê Qulpê, Kekê Canib, Şemsî Hosta, Mamê Elî, Mela Ebdiletîf Sawaş, Mele Midûr, Cemalê û hevalên dî. Di xizmetê û berketina rehmetî da gelêk û gelêk fedekarîya Reco (recebê Kurê Şemsî Hosta) û rehmetîyê Şefiq İssî heye. Qencîya Reco û Şefiq nayê jibîrkirin. Bêna wî û hewesa wî bi Licêyîyan derdiketa.

Em li ber derê Mizgevta Mezin li qehweyê rûniştî ne. Li dora Kekê Fehmî kom bûne. Me rojname dixwend, çay vedixwara, titûnê dipêça û sihbeta rojê dikira. Fehmî Bîlal ji nedî va kopalê xwe li erdê da û gote me guhdarîya min bikin û çîrokêk dîrokî li ser Dîyarbekir go. Ev çîrok bi sebebê ew roj di rojnameyêk da Evlîya Çelebî qala Dîyarbekir kiribû û gotibû “Ez ji Dîyarbekir derketim, min berê xwe da rîya Farqînê (Silîvan), rojêk germ bû. Belê ji sîya darên behîvan heya kû em hatin Çemê Enbarê me roj nedî.” Me vê yekê dihêjanda. Çewa dibî? Niha yek dar li ser vê rîya 20 kêlometir nîne û ev camêr dibê ji ber sîya darên behîvan roj nexwîya bû. Niha emê çîroka van behîvan ji Apê Fehmî guhdarî kin:

“Siltan Silêman gava diçî Sefera Îranê di Kurdistanê da û di Dîyarbekirê da dibore. Li Dîyarbekir dibî mêhvan. Malekê xanedan û ji hemî bajarîyan dewlemendtir mala Mitranekê File bûye. Siltan li mala wî fileyî mêhvan e. Giregir û pêşkêşên bajêr û heyeta Siltan di mêhvanxana Metran da li ser xalîçeyên giranbûha û dewşek û nazbalîşên qedîfe û îpek da rûniştî ne, qedr û qîmet bêjimar e. Hêvarê şîv tê ber Siltan û mêhvanan; serî heye binî tineye. Sifreyêk waha siltanê osmanîyan hê nedîye. Siltan ferman dike ji xwedîyê malê ra kû Mitran jî bi wan ra şîvê bixwe. Mitran jî li ser sifrê rudinê, dest bi şîvê dikin, Siltan ji Mitran ra dibê “Ez misilman im û gelêk jî dîndar im. Min divê kû ez çewa qedrê dînê xwe digirim û xwe ji gunehan diparêzim, wisa jî her kesêk li ser dînê xwe bî û dîndar bî.” File dibê “Gelo we xeletîyêkê min dît, min xetayêk li hizûra we kir?” Siltan dibê “File, ez rind dizanim kû ev rojên kû em di nav de ne, ev roj di nîrê paxsa (rojî) we da ye. Diva kû tû niha bi rojî bûyayî û te şîv bi me ra nexwara. Lewra kû donê heywanan bo we qedexe ye.” Mitran radihêjê parîyêk nan hildide û waha dibê “Siltanê min ê ezîz, ev xwarina kû ji we ra hatîye pehtin û ev sifra li ber we raxistî, hemî bi dohnê behîva  hatîye çêkirin, dohnê heywanan tevlî nebûye.”

Cemal xortêk ciwan û şîrîn bû. Hezroyî bû. Em li dora Apê Fehmî kom bûne. Ji nedî va Cemal go, “Apê Fehmî, ez pirr ji te hez dikim.” Rehmetîyê Fehmî kenî, kenî, kenî û bêna xwe da go, “Cemalo, Xwedê dizane kû tû ji Hezro rabî bêyî destê Fehmî Bîlal ramîsî û bibî evînê min, nexwe ez înca qenc dizanim kû xilasîya me nêz e.” Cemal go, “Apo hûn teorîya Canib an ya Tarik digrin?” Fehmîyê Rehmetî kenî û go, “Cemalo lawo. Ez teorîya yekî jî qebûl nakim, lewra ez qominîst im.” Cemal welê şaş ma û carêk jî li Apê Fehmî rind mêze kir.

Rojêk yekê Licêyî destê wî ramîsî û xwe pê da naskirin. Navê wî Ebdirehman bû. Fehmîyê Rehmetî go, “Bes e lo, Ebdo bes e û ji serê te zêde ye.”

Rojêk em çend heval pêre çon Mizgevta Mezin bo kû wan stûnê mizgevtê yên qedîmî nîşanî me bike. Em di dirêncê ber derê mezin da berjêr bûn, yekê kal ji nimêjê derketibû rastî me hat. Wexta kû me dî, şewqa xwe zivirand û bi destê Apê Fehmî girt, xwe nizim kir kû herê destan, Apê Fehmî destê xwe bi zor kişand û neda maçêkirin. Fehmî Bîlal ji vî kalê nasê xwe pirsî go, tû ji kê derê têyî? Mêrik go “Ez ji nimêjê têm ‘emî.” Go: “Ez zanim tû ji nimêjê têyî, ez vê napirsim. Tû ji kû derê têyî?” Mêrik şaş bû. Go, “Emî, ez ji mizgevtê têm, Mizgevta Mezin.” Apê Fehmî li hêvîya vê bersîvê bû, qîr kir û go, “Kuro kero ma ev Mizgevt e? Ev ne Mizgevt e, ev Seraya Dîkranê kurd e. Seraya Dîkran e. Dîkran.”

Li gora gotina Apê Fehmî, ev Mizgevta Mezin Seraya Dîkranê kurd bûye. Digo, “Dibe kû Dîkran ermenî be jî, belê kurd û ermenî tim di nav hev da û bi birayetî, bi hikmêkê adil û wekhevî, bê firq û meyl diborandan.” Digo, “Dîkran kurd bî, ermenî bî, navê wî yê dîrokî “Dîkranê Kurd e” û ev mizgevt Seraya Dîkran e.”

“Berê ev Seraya Ateşgaha Zerdoştîyan bûye, pişt ra bûye îbadetxana Yahûdîyan û dêra Mesîhîyan, niha jî mizgevta Misilmana ye.”

Di eywana mizgevtê da, bi taybetî li milê roava û bakûrê da stûnên mermer hene. Ev stûnên bi heybet wek stûnên qedîmî yên Efesê pirr bi hostayî hatine çêkirin û nivîsandin, senbol û tilismên xwe hene. Belê pirrê van şiklan û nivîsandina hatine teraştin. Bi taybetî di dewra cimhûrîyetê da teraştine û herçî tiştên kû bi zimanê kurdî bî an dîroka kurdan eşkera bike giş xira kirine. Fehmîyê rehmetî li milê roavayê cîyêk şanî me da, li vê deverê Selaheddînê Eyûbî bi kurdî nivisandîye kû di vê salê da Amed di bin hikmê hikimdarê bi nav û deng, hikimdarê kurd Selaheddînê Eyyubî da bûye. Çewa kû min ji amedîyan dibihîst, navê Selaheddînê Eyubî li ser Sûra Dîyarbekir jî bi çend cîyan hatîye nivisandin û di dewra nijatperestên tirk da teraştine, xira kirine û winda kirine.

Niha jî kû mirov bala xwe dide Sûra Amedê, li her der û dorê sûrê cîyên kû hatine teraştin û xerakirin dixwîyên û li ber çavan e. Li Derê Çîyê, li hemberê Emirgan û Dîlan û Mala Ordîyê, Sûra Dîyarbekirê ji navkûwê rakirine. Bi guleyên topan anîne xwarê.

Fehmî Bîlal digo, “Li tû wext û zemanî, tû cî û mekanî de, kesî hevçend qetlîyama eserên dîrokî û qedîmî nekirine. Gelo bi xirakirina Sûra Dîyarbekir, an bi şewitandina çend gund û bajarên kurdan, wê çewa kurd ji navkoyê rabin û bibin tirk?”

“Sûra Dîyarbekir, Bedena Amedê, malê kurdan e, parêzgeha Amedîyan e, ne yê babê kesî ye. Kurd, ne li Amedê û ne li tû derî, dûr û dirêj bindest nemane. Herdem bîna wan di cîyêk da derketîye, hêvî û gumana wana, hebûn û jîyana wan kuta nebûye. Dostên wan ên mezinê mezintirîn çîyayên wan in. Çîyayê kurdan nebûna wê fena miletên Mezopotamyayê, neteweyên qedîmî yên vê delavê, wê ew jî ya winda bibûwan, an jî weka, Sûryanîyan wê gelek hindik mabûwan.”

“Digo Dîcle, Dijîle ye. Lê “dijî”, cîyê jîyanê ye. Çemê “jînê” ye. Ev çem, maka merovanîyê û dergûşa medenîyet û pêşvaçûna dinyayê ye. Mezopotamya, Dîcle û Firat anîne homê. Bajarên kevn ê kevintir li vê deverê çêbûne, kazik û dîzik û xanîyên bi balçîqê pêşî li vir hatine holê. Ev herêm maka hemî dîn, dewlet û medenîyetan e.”

Van gotinên Apê Fehmî gelêk morala me xurt dikira. Lewra dewrêkê wek sewgorê bû. Ne tarîya taristan û zilûmat bû û ronayîyêk naveroja weka îro roj bû. Merivên şîyar, welatparêz, miletperwer û bi bîr û bawer pirr kêm bûn. Kesî tarîxa kurdan nizanîya. Xebatên çand, folklor û rewşenbîrî pirr kêm bûn. Şerefname, tenê çend mamostayên medreseyê dizanîyan. Tarîxa merwanîyan bi destê mamosta Mehmed Emîn Bozaslan de bû dizîvranda tirkî. Navê dewlet û zept û reptên vê dewletê jî baş bi mejîyê mirov nediketa.

Belê Fehmî Bîlal wek dîrokêk zindî bû. Zimanên bîyanî dizanîya. Pirr xwendibû û tarîxa kurdan hêjandibû. Ji Serhildana Mezin a Şêx Seîdê kal tû delîl û kitêb di destê me da tinebûn. Her tişt li Dîyarbekirê bi devkî dihata gotin.

Evên kû welatparêz bûn tiştên xweş digotin. Pesnê serokê Hereketê û hevalên wî yên wek Salih Begê Hênî, Dr. Fûad, Hacî Extî, Şêx Fexrî, Yado Paşa û wek van didan. Ev şehîd di çavên me da qehremanên mezin bûn. Evên kû di dijê hereketê da bûn, an cehş û nezan bûn; wan jî digo, “Zaza dest avêtin dizî û talanan. Dikanên vî bajarî yexme (talan) kirin. Erê Şêx li ser heqîyê bû, belê bê xwedayî û zilma mirîda wisa kir kû nebire serî.”

Rojek yekê kal vê îddiayê kir, yekê dî kû ew jî di emrê wî da bû lê zivirand go, “Welleh tû îmana xwe difroşî, di dîn û wûjdana te da bî, li ber çavê te, te nedî kû Eskerê Mistefa Kemal kincên sivîl li xwe kiribûn, xwe xistibûn qiyafetê kurdan û paşika xwe tijî malê dikandaran kiribûn. Ev tertîba dewletê bû.”

Rewşa me û Dîyarbekir ev bû di vê hînê da. Ev nîr, nîrê şîyariyê bû. Miletê kurd, ji xewa gemar hê nûh çavên xwe vedikira. Mesela 49an, neşrîyatên van hevalan weka Dîcle-Firat, Deng û Roja Newe û yên dîtir. Şerê Mela Mistefa li Kurdistana Îraqê û xebata xwendevanên kurd çi zankoyî û çi medreseyî…

Wê hêmanê rind tê bîra min. 49 kes, hebo hebo; libo libo û yeko yeko me navê wan, dîplomeyê wan, ritbe û nîşana wan jiber dizanîya. Her xwendevanêkê bilind wek doktor, parêzer, mihendis, zabit, bo me hîvî û gumanêk xurt bûn.

Mela Mistefa şerker bû. Mela Mistefa general bû. Kurê wî Loqman pîlot bû, Îdrîs bi demançê teyarê dijmin danî xwar. Barzanî xofa dilê dijmin bûn. Pêşmerge şêr û plingên çîyan bûn.

Kurdên Sûryî pir zana bûn. Dengê xebata wan û helbestên Cîgerxwîn di guhê me da bûn. Ew jî karê mela û feqîyan bû. Mela û feqî li ser çokên xwe rûdiniştan û qîr dikiran helbestê şaîrê nemir Cîgerxwîn dixwendan. Zarokê şêxan jî, van helbesta xweş dixwanda kû yek ji van Şêx Mizbehê Silîvî bû. Şêx Mizbeh, Şêx Şîrîn, Mehdî Zana, Selîm Azîzoglu, Ebdilkerîm Ceyhan, Mahmûd Okutucu, Mela Emadedîn û Mela Evdilayê Timoqî refên Farqînê bûn.

Merivê kû hebêk bîna kurdîtîyê jê bigirtan, wî ji wezîfa wî ya hikûmetê davêtin. Parêzer (abûkat) li van kesan dibûn xwedî. Wextê kû 2-3 parêzer biketan daweyêk, ew dawe deng dida. Digotan, “Evûqat jî ketine daweyê, ev mafê kurdan heq û rewa ye.”

Hereketê Çep dest pê kiribû. Li Dîyarbekir xwendevanên kû bi kurdîtîyê hatibûn naskirin, wek Canib Yêldirim û Tariq Zîya Ekîncî di Partîya Karkerê Tirk da cîyê xwe xweş dikiran. Navê Sosyalîstîyê teze ketibû nava gelê kurd.

Qonferensa yekemîn kû min gûhdarî kir. Sadûn Aren li Dîyarbekir, li Qulûba Ticaran, li ser sosyalîzmê bû. Navê kurdan lê neborî. Belê digo, “Sosyalîst ne koledar in û hemî gel li cem wan wekhev û azad in.” Ev gelek li hisaba me dihata. Yekê jê pirsî ka hûn çawa azadîya gelan dinasin, wî mesela Partî Karkerê Îngilîz û pirsa Hindistanê vekir û nimûne nîşan da.

Me wê demê pirtûkên şerên azadî û xilasîya miletên bindest ên wek Hindistan, Cezayîr, Qongo, Yahudî, Fîn û wek vana dixwenda. Kitêbên çepîtî hê bi tirkî nehatibûn weşandin.

Xwendevan gelek kêm bûn. Ensîtûtiya Perwerdeyî ya Dîyarbekir di 1964 de mezûnan da. Lîse û Îmam Xetîb û Mektebêk Mamosteyan hebû. Bi min Lîse, piştî dewra Partî Demoqrat ya Menderes hat vekirin. Di berîyê de girtî bû. Ji bo kû kurd nexwînin. Bîra min tê kû mektebên welatê me yên mezin yek li Erxenî, yek li Arnêsê (Wan) û yek jî li Akçedaxê ya Melatya wek mekteba Mamhosteyan hebûn û ev dibîstan beriya Enstîtûyên Gundan bûn.

Li Metropolê, li Stenbolê birayên me yên hêja gelek gavên berketî davêtin. Weka weşanên Dîcle-Firat a Edîp Qerehan, Mûsa Enter û hevalên wan ên qedirbilind. Dîsa ji alîyê hevalên hêja Medet Serhed û Yaşar Qaya  kovara bi navê DENG hate weşandin. Belavokên Rîya Rast belav bûn. Rojnamenivîs û Raportajvanên kurd pirr xebatên rind kirin. Roja Newe, rojnameyêk kurdên zaza, an Dêrsimê bû. Li ser belavokên reklama Rîya Rast girtinêk çêbû. Zîya Şerefxan û bi hevalê xwe va 23 kes hatin girtin. Derxistina vê kovarê ma û ma. Kovarekê çepên tirkan hebû navê xwe YÖN bû. Ev kovar jî meseleyên me pirrê caran dinivîsanda. Kurdên çepgir ên nivîskar jî car cara hinêk tiştan dinîvsandan.

Di vî halî de û li bihara 1965 rehmetîyê Fehmî xwe gahande Seîd Elçî û Faîq Bucaq bi îsrar xwest kû partîyekê binerd û netewî pêk bê. Li ser vê yekê pirr sekinî. Hevalan îqna kir. Me partî di 11ê tîrmehê da li Dîyarbekirê, li Koşka Gazî, li benda zevîyek û li binê dareka çinarê ava kir. Me pênc hevalan li binê wê çinarê sond xwar. Em li ser rêka xebatê û program û nîzamnama partî sekinîn. Seîd Elçî bû Serekê Partî, hevalêk parêzer bû sekreterê Partî, ez jî bi navê Evîndarê Welat bûme mihasibê Partî. Ew herdû hevalên mayîn kû Azayên Koma Navkom û damezrandokên Partî ne, yek Emer Turhan bû û yê dî Derwêş Akgul bû.

Belê, ev Partî, bi îsrarkirina Fehmî Bîlalê rehmetî hate danîn û dîsa bi îsrara wî rehmetîyê Faîq îştiraqê me kir. 21ê tebaxa 1965 li Turîstîk Otêlê Faîqê pirr hêja û şorişger sond xwar, bû endamê partî û pêre jî bû serokê PDKT. Di pêncê tîrmeha sala 1966 da Faîqê rehmetî dihata Dîyarbekir, bi tertîba koledaran û bi destê karbidestên xayîn hate kuştin. Me îdî kes nekir serok. Piştî şehîdkirina Faîq BUCAK me serokatîya partî rakir. Sekreterê giştî, Sekreterê Encûmanê Sîyasî bû.

Em bêne ser bîranîna Fehmî Bîlal. Fehmîyê rehmetî di sala 1967 de şel (felç) bû. Li Otêla Anqerê nexweş dikevê û ji ber germa Dîyarbekirê şel dibî. Wexta kû şel dibî, agir berdide livînê xwe. Oda wî yek livîn bû. Bi tenê li vê odê radiket. Berîya her kesî xeberê Şemsî Hostayê rehmetî û kûrê wî Reco jê çêdibî. Şewatê ditefînin. Agir divemrînin. Xeber didine Emer Turhanê rehmetî. Emer ji me ra waha qisekir, “Kekê Şemsî telefonê daîrê kir –Emer di Ozel Îdareya Diyarbekirê da memûr bû- ez bi lez û bez hatim otêlê kû çi bibînim. Menzela kû kek Fehmî lê ye, tijî dû ye. Çav çavan nabînê. Şemsî û Recebê lawê wî av li nivîna kirine, agir tefîyaye belê dû û dûmana agir û bîna şewatê hê di mal da ye. Parîyêk bîna odê xweş bû, Apê Fehmî çavên xwe vekir. Me ser û guhên wî ziwa û paqiş kir. Belê ne bi xweşê wî bû. Wî diva kû kes lê xilas neke û ew ji vê jîyana şel xilas be. Kekê Fehmî êlekê xwe xwest, min êlekê wî ji sing anî, belê min fêmkir kû di cêbikên êlek da wê dermanê xwekuştinê hebî. Min destê xwe xiste cêba êlek vî dermanî deranî, lê wî min nedî. Min êlek dirêjê wî kir bi berva, wî destê xwe yê sax li berîkan gerand belê derman nedî, fekirî min û bi hêvî û zarezar go, “Çi dibî dermanê min bide min, min ji vê jîyanê bes e. Min navê kû ez piştî vî emrî bibim lêpok û bikevim nav dest û pîyan.” Min û kekê Şemsî Hosta wî teselî kir û me go, “Em di xizmeta te da ne û em ê te xwedî bikin, tû baştacê me yî.”

Rehmetîyê Emer xeber da min û Seîd Elçî, em çûn Otêla Anqerê, otêl wî qebûl nedikira bi wî halî. Me hilda bire Otêla Mûşê. Otêla Mûşê a me bû. A bav û apên min bû.

Me li Otêla Mûşê li menzela çarjimar ji Apê Fehmî ra cî çêkir. Oda wî di zemînê da bû. Me lê hilgirt anî danî ser cîyê wî. Mamê Şefîq -Şefîq Issî- wî şûşt, kincên wî guhart, wî pak û paqij kir û di ber da pir zehmetêk giran borand. Piştî em hatine girtin kurê rehmetî, wî dibe Licê û li wê derê diçî ser heqîya xwe.

Me wî bi tenê nedihişta. Em bi nobet li ber serê wî rûdiniştan. Ez, Apê Şefîq, Apê Elî –Elî Epozdemîr-, Recoyê Şemsî Hosta, Zarokên Rehmetîyê Şefîq û hevalên din.

Rojek ji rojan ez li ber serê Apê Fehmî rûniştî me, kitêbek di destê min de dixwînim. Apê Fehmî ji min ra go, “Ew çi kitêb e tû dixwînî?” Min go, “Mahatma Gandî ye.” Bênêk merheze kir û ji nedî va hiqên pê ket, girîya û di ber da go, “Erê Gandîhê min jî hebû. Gandîhê min, Gandîhê min mir. Gandîhê min mir.” Min merheze kir û wisa zanî ka ji bo kûrê xwe Parêzer Sirrîyê rehmetî dibê. Dîsa jî min go ez ê bipirsim. Kû ji bona kurê xwe Sirrî dibê, ez ê pirsa Sirrî jê bikim. Ka çewa bûye. Min go, “Apo Gandîyê te kî bû?” Go, “Gandîhê min nas nakî?” Min go, “Na Apo.” Carêk jî qirika wî tijî girîn bû, hiqên pê ket û bi vê kelegirînê go, “Gandîhê min Faîq Bucaq bû. Faîq Bucaq.”

Sitêrên xwe bi pêjgîrê ziwa kir. Bêna xwe da û berê xwe da min go, “Erê kitêb xwendin baş e. Xwendin lazim e. Xwendin nebî kes naçe pêş. Belê ne bes e. Divê hûn îdî lihev bicivin. Divê Partîyêk we hebî, rêzikêk bo we hebî. Hûn li dor nîzamêk bighên hev, programêk we hebî.” Ew partîya kû kekê Fehmî dixwesta hebû. Partî di 1965 de hatibû danîn. Serokê Partîyê jî Gandîhê Fehmî Bilal bû.

Min rojek şûnda Seîd Elçî û Emer Turhanê rehmetî dît û min gote wana. Me qirar da kû Fehmî Bîlal bikin azayê Partî Demokrat a Kurdistana Tirkîyê, AZAYÊ  ŞEREFÊ. Heval çûn jê ra vê qerarê beyan kirin. Pir kêfxweş û dilşad bibû û gotibû hevalan, “Îdî ez bimrim jî xem nîn e.”

Fehmî Bîlal katibê serhildana 1925 (Şêx Seîd Efendî), katibê giştî. Digo, “Gava hereket dest pê kir, min xwe gihande Dîyarbekirê cem Dr. Fuad. Doktor ji min pirsî ka em çewa dikarin vî hereketî bidine rawestandin. Lewra ne di wextê xwe de û ne bi hemdê xwe dest pê kiribû. Min gote, “ev şerê ha ne mimkun e bê rawstandin, welew serekê hereketê bê kûştin jî ev şer nayê sekinandin.” Dr. Fûad û Fehmî Bîlal, bi hevalên xwe yên welatparêz va dicivin û belavokên Hereketa Azadîya Kurdistanê dinivsînin, dibên em ê rengêk netewayî bidin hereketê. “Lewra hereket bi belavokên Neqşebendîyan û dînê Îslamê hatibûn belavkirin.”

Fehmîyê rehmetî diçî digehê serekê serhildana mezin û wan belavokan li seranserê welat belav dikin, gelê Kurdistanê bi doza wana şîyar dikin.

Fehmî Bîlal nediva kû hemî tişt bide bayê û derxe ser berikê. Digo, “Heqê me nîne kû em gazinda ji kesî bikin. Dewletên biserkeftî wek Îngilîstan û Amerîka û wan, azadîya me kirin tepsîyê û pêşkêşî me kirin, me pîyê xwe lê da. Mistefa Kemal merivêk şareza û zana bû. Nehişt kû dewletên ecnebî zêde îsrarê li kurdan bikin. Bi her aweyî tawîz da wan û me li ber çavên dewletên sosyalîst û kapîtalîst reş kir. Nehiştin kû kes feryada me bibihîze.

“Belê ne xem e. Kurd perîşan û belengaz bûne. Gelêk zehmet û cefa kişandine lê nemirine. Miletê kurd dijî û roj bi roj dipijî. Şîyar û serwext dibî. Belkî rojêk bê, li ser esasêk aşîtî, birayetî û wekhevîyê yekîtîya kurd û tirkan pêk bê û hemû kurd bi rirkan ra bighên hev.” Digo, “Mîsaqê Millî ew e kû axa tirk û kurd lê bi cî ne. Axa kû ev herdû milet li ser in, ew ax, ew welat di hindirê Mîsaqê Millî da ye û sonda van her dû miletan e. Şêx û axayên kurdan xwe li mesela xwe nekirin xwedî. Mistefa Kemal bangê Hacî Musa Beg û gelêk giregirên kurd bo civîna Erziromê kir; yek neçû û di ser vî de jî bangê wan bo Civîna Sêwasê jî kir. Kes nikare miletêk bi zor azad bike.”

Li gor kû min ji Fehmîyê Licêyî fam kir, bindestîya kurdan, xeta û gunehên serek û rêberên kurdan bû.

Tim dihatin xapandin. Tim û daîm li gora rihetî û dilê xwe meşîyan. Digo, “Emrê netewan bi sedsal û hezar salan nayê jimartin. Jîyana miletan bêhisab û bêsînor e. Her wisa micadela mafên gel û giştî jî divê dûr û dirêj bî. Divê alaya têkoşeran tû wextî nekevê ta kû li serê koçik û kelayên azadîyê bêne çikandin. Westana merivan tiştêk tebiî ye, belê netewe tû car nawestin.”

Fehmî Bîlal diva kû serhildan û hereketên borî çi hene ji kurdan ra bixe mal. Digo, “Ferd fanî ne. Belê milet qedîm in û jîyana wan bêsînor e.” Nexwe divê navê hemî hereketan li ser navê kurd û Kurdistanê bin.

Fehmîyê rehmetî ne merivêk olperest bû. Nîzam û meşa cîhanê di destê xurt û di bin hikmê zorê da didîta. Wek çewa kû Şêx Ehmedê Xanîyê nemir gotîye: “Cîhan bûkêkî erûs e, belê fetha wê di destê şîrê rûs e.”(Erûs: Teze û delale, rûs: tûj e.) Nexwe şîrê kî tûj bî, çekdarîya kî xurt bî, zanîn û zanyarî û bawerîya kî xurt bî, ev biser dikevê. Hacî Qadirê Koyî dibê: “Ne pênc bangên minaran, ne dengê çan li dêran / xilas nakin êsîran ji destê zor û zêran.” Ji devê Koyî vê helbestê digo, “Felek destê xwe nade kesî bi lava.” Pir şair û edîban, dîroknivîs û rewşenbîran nas dikira. Kitêb û weşanên kû wî xwendibûn giş bi zimanên biyanî bûn û hê nezivirandibûne zimanê tirkî. Wê demê di destê me da Ansiqlopedîya Îslamî, Mem û Zîn û çend helbestên Cîgerxwîn hebûn. Ji ber vê yekê zanîna wî ya li ser çand û rewşenbîrîya kurd merivên welatperwerên wê demê mest dikira.

Ev mejî û ev şarezayî ya Fehmî Bîlal ji civata wê demê kifş dikira. Her wisa şîyarî û zanîna wî ya xurt di dema şerê Şêx Seîd Efendî de jî cîyê wî dida kifşkirin û ferqa wî xwîya dikira. Dor û berê Şêxê Pîran li Şêx sîtem dikin. Bo çi evçend Şêx qedrê Fehmîyê bêdîn digirê. Hesûdî dikin û gilîya wî ji Şêx ra dikin. Şêx Seîd Efendîyê nemir dibê mirîd û hevalan, “Di nav we da yekê ji Fehmî Bîlal qenctir, bi aqiltir û serwexttir nîne. Dîndarî û ne dîndarîya wî ji me ra çi? Ew hisab bila roja heşrê Xwudanê Mezin jê pirs bike, xwedîyê dîn Xweda ye.”

Şêx Seîd Efendî pirr ji Fehmî Bîlal hez kiribû. Her wisa mala Efendî jî ji wî hez dikiran. Şêx Zilkîf û bi zariwên Şêx Ebdirhîm va; Şêx Hisamedîn û bi aîla Şêx Mehdî Efendî va ez şahid im kû ji Apê Fehmî gelek hes dikiran û wî parçeyêk ji Şêx Seîd Efendî yê kal didîtan.

Wî jî pirr rûmeta Efendî digirta. Qedrê wî li ba Fehmî pirr bilind bû. Digo, “Hereketê Şêx, serhildanêk meşrû û netewayî bû. Serekê hereketê dîndar bû, belê ev doz ne doza misilmanî û tarîqeta Nexşebendîyê bû. Mefhûmê kurd û Kurdistan eşkere û li ber çavan bû. Ew ne paşverû bû, pêşverû bû. Lewra li pêşberê zilmê, zordestîyê û bêbextîyê ye. Kurdan, guman û hêvîya xwe bi vê komara Mistefa Kemal anîye. Wisa zanîye kû ev Cimhûrîyet bi nîvî ye. Nîvî ê tirkan û nîvê dî yê kurda ne. Belê piştî danîna Cimhûrîyetê û heya Lozanê gav bi gav mafên kurda winda kirine û di Lozanê da fetisandine. Şêx û netewayê kurd, li pêşberê vê bêbextî û bêxwedayîyê serî hildaye.”

Fehmî Bilal, pêşkêşekî şareza û nemir e. Netewayê kurd wî ji bîr nekirîye û nake.

* Ev Mihemed û Xetib Begên Mala Sêvdîn Paşa nin. Mêzeke çîroka Cemîlê Çeto û Mistefa Kemal.

Çavkanî: Kovara BÎR

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*