Yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê, li gorî teqwîma rojê di 20/10/1325 (1946)an de û li gorî ya mîladî jî di 11/01/1946an de hatîye çapkirin û di bin navê rojnameyê de hatîye nivîsandin ku ev rojname “Belawkirewey Bîrî Hizrî Dîmokratî Kurdistan” e. Li alîyê rastê jî hatîye nivîsandin ku “Kurdistan le layen heyetî tehrîrîye derdeçî.” Û her du rojan carekî tête weşandin. Gerîndeyê giştî û sernivîskarê rojnameyê Seyid Mihemed Hemîdî bû. Di hejmara yekemîn a Kurdistanê de, ji alîyê Seyid Mihemed Hemîdî ve bi sernivîsa “Amancî Ême”, meqeleyek pêşekîyê hatîye belavkirin û di vê nivîsê de amanca derçûna rojnameyê weha hatîye ragehandin:

“Di vê katê (demê) de xaka Kurdistanê ji hemû wextekî zêdetir pêwistî bi fedekarîyên gewre ye. Li vê demê ku hemû neteweyên heyî ji bo ragirtin, vedestanîna serbestî û azadîya xwe, ji bo bidestxistina wesîleyên pêşkevtina hevnîştimanên xwe diteqilînin.

Di vê wextê da ku hemû neteweyên dinyayê ji xeyrî serbestî û gewrebûna welat amancekî wan nîye, bi şev û roj ji bo geyîştina vê amancê hewl didin. Em xerîkî çi ne û amanca me çi ye?

Lawan û gencanî Kurdistan li komelekê kombûn, destê birayetî û yekîtîyê dan destê yekûdin, bi xebata wan ta ku Hîzbî Demokratî Kurdistan bi wicud hîna û her ber helest û xanîyek me çêbû li nav Kurdistanê da ku me hemû li nav xwe hilgirt. Hizbî Dîmokrat di maweyek (demek) kin de tiwanî leqê xwe li tewawî şarekanî Kurdistana Îranê bikatewe.

Hevnîştimanên me bi çavêk temaşe dikin û em hemû ji bo miletê kar dikin û bi zimanê şîrîn ê kurdî dixwînin. Exlaqê me yê xerab guherîye bi exlaqê çak (baş).

Di dilê me de xwedîyê çapxane û neşrîyat bûyin tunebû; ev e me bi yarmetîya Xwedê Kurdistan danî û jimara pêşî belav kir. Ev nameya ku ji layê Hîzba Dîmokrata Kurdistanê ve belav dibe, divê bibe qeleyekî asinî ji bo pêkanîna yekîtî û birayetî….”[1]

Bi giştî û kurtayî behsa naveroka rojnameya Kurdistanê bête kirin: Ev rojname li ser hev 92 hejmar hatine çapkirin, di nava rûpel û hejmarên rojnameya Kurdistanê de bi giştî;  li  ser  dîrokê ku bi rêzenivîsa “Kurd ji destpêka dîrokê ta sala 1920an-30” û di bareyê Şoreşa Agirîyê de rêzenivîsa bi navê “Bi serhatî Ararat-25” bi tercûmeya Seyid Mihemed Hemîdî hatine belavkirin, li ser şexsîyetên namdar ên Kurd, bi taybetî jî nivîsên li ser zimanê kurdî û rastnivisîna wî, li ser cografya Kurdistanê, tercûmeyên nivîsên ji zimanên bîyanî, li ser rewşa sîyasîya Kurdan û parçebûna Kurdistanê, girîngî û pêdivîya serxwebûna Kurdistanê hatîye rawestandin. Nûçe û dengûbasê hundir û derve, agadarî, biryar, guherînên qanûnî û dengûbasê Radyoya Kurdistanê jî di rojnameyê de hatine belavkirin.

Di rûpela pêşî ya rojnameyê de, sê sernivîs hatine lêkirin: “Amancî Ême”, “Giftûgoyî Cenabî Qazî Mihemed” û “Be Boneyî Şêst û Şeşemîn Salî le Dayikbûnî Generalî Semus Stalîn”.[2] Di rûpela dido ya vê hejmarê de jî bi sernivîsa “Hilkirdinî alayî miqedesî Kurdistan le şarî Bokan.” nivîsek dirêj hatîye belavkirin. Di hejmara 3an de, li rûpelê yekê sernivîsek bi navê “Le ber çi Kurd Qîyamî Kird?” û di heman rûpelê de sernivîsek din jî bi navê “Silav le te Ey Kurdistana Mezin” hatîye nivîsandin.

Di hejmara sisê û ji wê şûn ve, di bin sernivîsa “Kurdên be Nawûbang”[3] û “Zanayanî Kurd”[4] de,  li ser gelek Kurdên rewşenbîr û navdar hatîye nivîsandin. Mînak: Mela Elî Qizilcî (h.3), Mela Camî, İbn Elhacib (h. 6), Siltan Sehaq (h. 7), Elî Termûkî (h. 8). Baba Tahir (h. 9), Mele Ebdulahê Pîrebab (h. 11), Şêx Marûfê Nodî (h. 12), Şêx Baba Seîd (h.15), Mela Husên İbn Osman (h. 16), Mela Hedrî Nalî (h. 17), Mewlana Xalidê Kurdî Şarezûrî (h. 21). Di nav rûpelên rojnameyê de, ji edebîyata bîyanî jî werger hatine kirin. Mînak; çîroka “Kelawsûr”, ji alîyê Mihemed Mecidî ve ji zimanê fransizî hatîye wergerandin.

Di hejmara 8an de, lîste û rêjeya alîkarîya xelkê ji bo dezgehên Komara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara 10an de, raportên li ser cejnên ragehandina Komarê di jêr navê, “Cejna Serbixweyî û Îstiqlala Kurdistanê” û naveroka peyam û axavtinên kesayetîyên Kurdistanê hatine belavkirin. Ev babete li jêr sernivîsa; “Istêra Xoşbextîya Kurdan Çirisî” hatîye nivîsîn. Di hejmara 14ê de, “Sirûda Millî ya Kurdistanê” hatîye belavkirin ku nivîskarê wê “Hejar” e. Rojnameya Kurdistanê, ji ber ku hem organa PDKê bû û hem jî organa nîvfermî ya Komarê bû, di nav rûpelên wê de gelek nivîsên cûr bi cûr ên derbarê jîyana civakî, rêvebirî, sîyasî û bajarvanî hatine belavkirin. Di hejmara 22 yê rojnameyê de, meqeleyek ji alîyê Seyid Mihemed Hemîdî ve bi sernavê “Şarewanî”[5] hatîye belvkirin. Hejmara 25an, bi sernivîsa “Hezretî Qazî Mihemed Pêşewayî Kurdistan” hatîye çapkirin û herweha rêzenivîsa “Cejnî Serbixweyî û Nasandinî Pêşewayî Kurdistan”, hatîye domandin. Hejmara 27an, hefteyek piştî hejmara pêşîya wê hatîye çapkirin. Ev hejmar, bi meqeleya Haşim Xelîlzade ya bi sernivîsa “Cejnî Newroz li Mehabad”[6] hatîye çapkirin. Di hejmara 29an de ku roja 30ê Adara 1946an hatîye belavkirin, meqeleyek bi navê “Ey dinya bizane ku Kurd serxwebûnê dixwazin” hatîye belavkirin. Di hejmara 30an de, şair Hêmin, bi sernivîsa “Dayikî Nîştiman û Hêmin[7] nivîsandîye. Di rûpela yekê ya hejmara 31an de, ji alîyê Haşîm Xelîlzade ve bi sernivîsa “Kurd û Radyoyî Turkîya”[8] de, bersiva rojnamevanê Tirk Falih Rıfkı Atay hatîye dayin ku wî li ser hatina Barzanî ji bo Azerbaycanê û damezirandina dewleta Kurd nivisandibû. Di hejmara 38an de, bi sernivîsa “Serhatîyên Araratê”, rêzenivîsek li ser Tevgera Neteweyî ya Agirîyê hatîye belavkirin. Di hejmara 55an de, meqeleyek dirêj hatîye belavkirin bi sernivîsa “Heft Sed Sale Kurd bo Serbixweyî Gîyanbazî Deka.” Di rûpela pêşî ya hejmara 85an de, meqeleyek balkêş a ku rewşa demokrasîya Kurdistanê bide zanîn, bi sernivîsa “Demokrasî çi ye? Demokrasî li Kurdistana azad da çawa ye?” hatîye belavkirin. Di hejmara 92an de li ser Qedrî Cemîl Paşa nivîsek bi sernivîsa “Qedrî Beg Cemîl Paşa: Peyawekî nîştimanperwerî Kurd” hatîye nivîsandin…

[1] Kurdistan, h.:1, r. 1, Mehabad, 11ê Janîve 1946 (11/01/ 1946)

[2] Kurdistan, h.:1, Mehabad,11ê Janîve 1946 (11/01/ 1946)

[3] Kurdistan, h.:3, r. 2, 15yê Janîve (Rêbendan/ Çirîya Paşîn) 1946

[4] Kurdistan, h.: 5, r. 2, 20ê Janîve (Çirîya Paşîn) 1946

[5] Kurdistan, h.: 22, 4ê Marsî 1946

[6] Kurdistan, h.: 27, r. 1, 25ê Marsî 1946

[7] Kurdistan, h.: 30, r. 2, 1 Avrêla 1946an

[8] Kurdistan, Kurd û radyoyî Turkîya, h.: 31, r. 1, 3yê Avrêl 1946