Rojî Kurd (Hejmar: 1)

0
413

Pêşekî

Rojî Kurd-hejmar-1 doc (PDF)

Zincîreyê jiyandineweyê govarî rojnamey Kurdî

Kurd wek miletekî misilman dewr- ekî gewre da hebûye, li çespandinî û parastinî hukmî Ûsmaniyekan, her weha hêvîkêş bûye le hêvîkanî rûxandinî.. Be navî parastinî ayinî misilmanî, Kurd girawete senger û bergirekanî dewletî pê girawe û derî awaney xeyrî misilman westawin. Le seretayî çerxî bîstê me we, weyaxud, le serdemê belawkirdinewe meşrutiyetewe kurdekan destiyan kirdiwe be pêkew- enan û damezrandinî rêkxirawî taybetî nek tenya binehînî belku be eşkeraş bo mebestî gorênî komel û belavkirdin- ewey şaristaniyet û medeniyet.

Nezanîn û hejarî û nexoşî, sê derdî kujende bûwen, baliyan be ser Kurdistan da  dagirtibûwe. Kurdekan ê le jêr em barena le bare detlanewe û qurbanîyan gelek zorbûn û be hesêb nedehat..

Pêşewayî û be rêweberayetî helsan û raperîn û şoreşekanî Kurdîstan, be dest derebeg û axa û milkdar û rewşenbîrî kurdekanewe bûn, çinku ê ma negeyiştibûne pêleyekî berz le komeleyê kurdewarî de. Kirdiwey ê ma ne le çakey çînayetiyey xuyanewe bûwe. Belam hergîz le dijî çakey çînekanî xo erweşe nebûwe, le ber ewe serbaz û şoreşgêrê em bizotnewa ne cotyar û şivan û rêncberî Kurd bûwe.

Her lew salane da bûwe, ke çend rêkxirawekî azadîxwaz kewtine cis û cowl û têkoşan bo belawkirdinewey bîrî azadî derbarey mafî netaweyatî Kurd. Ê ma ne destiyan girt be belaw kirdinewey çend rojname û govariyek. Bo têgeyandinî mafî neteweyatî Kurd be miletanî rojhelat û ronkirdinewey çûniyetî têkoşan û berberekanî kirdinî zûlm û zordarî. Ca ewey le maweye da bo êsegernegey komeleyî “Roj Kurd = Rojî Kurd”   belaw dekirdewe.

Le salî 1910 beşekî zor le netewe- kanî rojhelat, le jêrbarî hûkmî Ûsmanlî da detlawene û le nexoştirîn hala dejîyan, Kurdîş yekek bowe lew miletan e.. Qutabîye şoreşgêre Kurde- kanî Estembol le gel peyawe aza û navdarekan, komeleyekî şêwe aşkira- yan be nawî  “Hêvî” yewe dameziran, paşan em komele perey send û belaw bûwewe hemûwe çîne cîyawazekanî Kurdî girte xo..

Komeley “Hêvî” le salî 1913 da, sê jimarey le govarî “Roj Kurd-Rojî Kurd” derkird.

Amanc le balawkirdenewey tekstî her sê jimareke eweye ke tiwanî bîtim ke le yekîtirî bizotnewey roşenbîrî û mêjûwî netewey Kurd pirr bikemewe û em serçawe û kereste binçîneyîye bixeme berdestî newey tazey Kurd, bo ewey zîyatir le samanî netaweyatî nizîk bibinewe. Her weha reng e hendê tînûwîyetî ew pispor û zana û kurdo- lojîyanas bişkênim bew zanyarîyaney le naw laperekanî em sê jimareye tomarkiriwin.

1980.11.10

Cemal XEZNEDAR

 

GOVARÎ ”ROJ KURD-ROJÎ KURD” LE MÊJÛWÎ LÊKOLÎNEWE DA

Mînorskî derbarey govarî “Roj Kurd-Rojî Kurd” diwe  vedelî:

Le duwayî da komelêyêk le Kurdekan, le qutabî û rojnamenûsan le salê 1913 da, komeley “Hêviya Kurd” yan damezirand, wedesteyan kird belaw kirdinewey govarêkî mangane be nawî Roj Kurd/Rojî Kurd, em govare rêrewêkî neteweyî ronî girtibûwe, le ser laperey bergekanî em govare  wêney gewre piyawanî Kurdî belaw dekirdewe. Wek Selahedînî Eyûbî û Kerîm Xanî Zend.. Herweha em govare hestî netewayî le naw Kurd da belaw dekirdewe. Her em govarek buwe elîfbêyêkî tazey bo zmanî Kurdî dana, paşan nawî gowar buwe be govarî “Hetawî Kurd”le salî 1914 da.[1]

Herweha Mêjûnûsî Kurd Mihemed Nemînzey delê

Le salê 1910 da, le Estamol (Cemîyetî Hêvî) le teref telebey kurdewe tessîs kiraw ta şerê gewre dewamî kird. Le diway mutareke em cemîyete dîsanewe kombuwewe ta teslîmbûnî Estemol be hukumetî Kemalîyekan dewamî kird [2].

Le duway îlanî meşrutîyet le teref (Cemîyetî Hevî Kurd) ewe, mecmua- yekî usbuî be enwanê Roj Kurd le Estemol neşru le dûw nusxey ewelî da resmî sultan Selehedîn û Kerîmxanî Zendî tîya buwe, em duwe nusxeye le 6 î Hezîran, Temuz 1329 da û le teref Ebdulkerîm Efendî xelkî Suleymanî- yewe neşir kiraw le paş beynêk nawî gowar buwe be Hetawî Kurd.[3]

Mamosta Alaeddîn Seccadî,

derbarey govarî “Roj Kurd-Rojî Kurd” delê:

Rojî Kurd govarêkî hefteyî edebî buwe, le Hezîranî 1911[4] komeley Hîwa le Estemol deryan kirduwe, jimare yekem û duwem û sêyem Ebdulkerîm Efendî Suleymanî serukarî kirduwe, lew jimarane da wêneyî du padîşakey Kurd Selahedînî Eyyubî û Kerîmxanî Zend û Bedîrxan Huseyn Kenan Paşa tîyayana derkirduwe. Em govare paşa naw ra be (Hetawî Kurd), Ebdulezîz Baban her be mangî çarê jimareyekî be Kurdî û Turkî le Estemol lê derekird, yekem jimarey le 11 î Teşrînî yekemî 1329 î romî 1913 î mîladî buwe, wêney Ebdulrehman Paşay Baban lew jimareye da heye.”[5]

Her le babet govarî Rojî Kurd mamosta Cebar Cebarî dellê:

Le salê 1910 qûtabiye şoreş- gêrekanî Kurd le Estembol helsan be pêkhînanî komelêyêkî şêwe eşkera be nawî “Hêvî” yewe, le paşan em kome- leye firawan buwewe û hemû çîne cîyazewekanî Kurdî girte xo, we be hoy çalakî û dilsozî Xelîl Xeyalî yewe, buwe komeleyekî sîyasiyî û dewrêkî zor gewreyî dê, we eweyî lê re da şayanî bas e ke, legell Xelîl Xeyalî da sê lawîtir hebûn (Qedrî Beg û Ekrem Begî Cemîl Paşa û Memdûh Selîm Beg) êmanîş çalaktrîn endamî dame- zrînerî Hêwî bûn, we komeleke le salî 1911 [6] govarêkîyan be zimanî Kurdî û Turkî be nawî Rojî Kurd ewe derkird.[7]

Mihemed Tevfîk Wûrdî

Derbarey Rojnamegerî Le Kurdîstana Dellê:

Govarî Roja Kurd[8]: Ew govare le salê (1912) mangî carêk le layen komeley (Hîwa) dereçû, em komeleye govarêkîtirî be nawî (Hîwa-Hêvî) le Baxda derekird, paş derçunî çend jimareyek (Hîwa-Hêvî) nawekî gorîra kira be “Hetawî Kurdîstan” we çend salêk be rêk û pêkî derekira.[9]

Diktor Celîl Casim le salî 1975 lew tarêkî da ke le ser govarî “Rojî Kurd” î nusîwe, rojî derçunî jimare yekemî be rojî (6 î [10] Hezîranî salê 1913 destnîşan kirdûwe)[11]

Hendî carîş labelaw be mezende bas lem govare kirawe, ême namanewê nawî hemû ew kesane bibeyîn ke çunete naw em basewe bebê ewey jimarekaniyan çaw pê kewtibê, çunke belawkirdinewey wêney jimarekan le ser em laperane da hemû tengo çeleme û gêrme û kêşekan le naw deba û mesele ke sax debêtewe.

Tenya lem maweye da bo

belge nûmûneyêk lem

babetewe dehênînewe

Le ser çaweyêk da nuserawe (“Jimare 3   î  “Rojî Kurd” yekî abî salê 1329-1913) der çûwe. Jimare 4 î rojî 30 î abî heman sal çap kirawe, be me da wa derdekewê “Rojî Kurd” mangane bo bê û jimareyekî seretay Hezîranî salê 1913 ya ew dew rû ye re derçûwî bê.[12]

Xawenî em qesane tenya jimare sêyemî em govarey diwe, êtir bo jimare yekem be mezende delê, debê le seretay hezîrana bû bê, rastîyekey eweye ke le seretay hezîran nebûwe, belkû 19 î Hezîran buwe. Ême nazanin ke dellê:

Jimare çuwaremî le 30 î abî belaw kirawetewe, em zaniyariyaney le kuwê hînawe? Ya be mezende rojî 30 î abî durust kirdûwe.

Wera mî em pirsîyarane eweye ke nabuwêra jimare çûwaremî “Rojî Kurd” î nedîwe. Çunke ew jimareye le penc da derneçuwe, belko le paş derçuwenî sê jimare ke le govarî Rojî Kurd her bew qewareye le jêr nawî Hetaw Kurd/ Hetawî Kurd jimare yekî lê çap kirawe û be jimare (1) destî pê kirdûwe, wate jimare (4) î le ser dane mirawe wekû berdewamî “Rojî Kurd”. Her weha mejûwî damezirandinî mangî Zilqedey bo danerawe, le ser desturî govar û rojnamey dewrî hukumranî Osmanli- yekan.

Sahibî îmtiyaz û mudurî mesulî Ebdulezîz Baban buw, jimare ke le rojî 23 î Zilqedey 1331î hîcrî “rojî 11 î Teşrînî yekemî salê 1329 î romî” derçuwe.

Ewey le hemû şetêkîş ger nektir be eweye ke ew kesaney Rojî Kurd yan derdekird her xoyan nawe ke yan gorîwe em zanyarîye man lew nusxeye wergirtwe, ewey buwe be serçawe bo hemu zaniyarîyekanî le babet Hetawî Kurd ewe, le laperey duwayî ew nusxeye be zimanî Turkî û be xetî Ebdulezîz Baban em risteye nuserawe:[13]

“Gewreman Seyyîd Ehmed Efendî…be pey arezu û duway Şex Ebdulqadir Efendî (Roj Kurd) westênra, êsta lebatî ew (Hetaw Kurd)  belawkirêtewe…”.

Ê me bo mebestî lêkolînewe û mêjûwî meseleke, nawî ew kesane- man bird ke le nûsinekaniyan da nawî govarî Roj Kurd/ Rojî Kurd yan birdûwe, diyare zorbey here zoriyan jimarekanî govarekeyan neduwe û zanîyariyan le serçaweytrewe wergir- tibûwe, boye birîyarekaniyan be mezende buwe. Le ber ewe heleyan le salê mêjûwî derçûnî jimarekaniyan kirduwe.

Bo mêjûwî debê eweş botirê ke bo yekemîn car le wutarî (“Rojî Kurd” û “Şefeq” le tomarî zanistî û bîrewerî da )[14]

Ewey witman hemûwî bo mêjû bûwe, ewey bo ême û mêjû demên- îtewe, zindukirdinewey Roj Kurd/ Rojî Kurd wekû xwo, be bêdeskarî û desttêwerdan û rastkirdinewe. Em sê jimareye le salê 1913 da rongele malêgelê le xwindawerî Kurd buwbê, belam be dilniyayê yewe dellêm..

Em sê jimareye le salê 1981 da tenya le arşîfî ême da heye le hemû Iraq.

Ême dema newê her sê jimareke dîsa newe le salê 1981 le malê hemû xwendewarêkî Kurd û destgayêkî xwendewarî çeng bikewê.

Em dîyariye xwoy le xwoy da gelê benerxe, belam ême wekû dîyarîyêkî biçuk pêşkeşî hemû kesê- kî dekeyn.

 

[1] Ve Mînorskî, el ekrat mûlahezatîn we întîbaat, Bagdat s. 44 (Tercûmetun we telîfûn ve mukaddîmetûn ed doktor Maruf Xeznedar).

[2] Mihemed Emîn Zekî, Xulaseyekî tarîxî Kurd û Kurdîstan, cildî ewul (cizuyî duwem).Bagdat 1931, l 315

[3]  Serçawdî peşuw, 1306

[4]  Ême  eley çapîye debî salê 1913 bê, neksalî 1911

[5]  Elaeddîn Seccadî, mêjûwî edebî Kurdî, çapî   duwem, Bexda 1971

[6] Rastiyekey salê 1913 ye ne wek salê 1911

[7] Cebar Cebarî, mêjûwî rojnamegerî Kurdî, Silemanî, 1970

[8] Rastiyekey salê 1913 ewe ne wek salî 1912 her weha “Roj Kurd=Rojî Kurd” ne wek “Roja Kurd” Mihemed Tevfîk Wirdî.

[9]  Rojnamegerî le Kurdîstana, paşkoy rojnameyî  “Ennur”, Baxda, 3 î teşrînî yekemî salê 1969.

[10] Rastîyekey le 19 î hezîranî salê 1913 da der çûwe Berwane: Cemal Xeznedar, raberî rojnamegerî Kurdî, Baxda, 1973, L 20

[11] D.Maruf Xeznedar, Witarî “Rojî Kurd “ û “Şefeq” le tomarî zanistî û bîrewerî da, govarî rojî Kurdîstan, Baxda,jimare 54 adarî salî 1979, le 4

[12]  Dr.Kemal Mezher Ehmed “Têkoşînî Rastî “ û Şowînî le Rojnanûsî Kurdî da , Baxda 1978, parawêzî 77 L 73

[13] Sûpas bo Diktor İhsan Fûat bewey zanîyariy le babet “Hetaw Kurd=Hetawî Kurd” ewe pê bexşîn weku derdekewê ew zanyariyaney tomar kirdibu, ew nusxey dest nekewtubu û wê neşî ne girtibu.

[14] Govarî “Rojî Kurdistan” Baxda, jimare 54 adarî salê 1979, L 4

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*