Nivîseke ku ligel wêneyê Doktor Daniel qala Mîsyoneriya li Kurdistanê dike  (Trosvittnet, nr 15/1903)

Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de bi seden kesên ji neteweyên ne-misilman berê xwe dane Ewrûpayê ji bo parsektiyê bikin. Kurd wek sedemê hemû belangazî û perîşaniya xwe nîşan dane. Berî çend salan lêkolîneke min bi navê “Parsekên Ne-Misilman Kurdan Didin Ber Topan” di kovara Dîroka Kurd de hate weşandin. Di vê nivîsê de ez bi giştî li ser mijara sedan parsekên ji wan herêmên ku kurd lê dijîn, hatine Swêdê sekinibûm:

Di destpêka sedsala 20an de bi sedan parsekên ermenî, sûryanî û nestorî, kesên ne-misilman ji Kurdistanê hatine welatên Bakûrê, bi rojan li Swêdê mane, pere berhev kirine. Ne tenê pere berhev kirine, herwiha çawa em ê li jêr jî bibînin bi devkî û nivîskî kurd dane ber topan jî. Gelek ji wan ketine dilqê parsekan, keran-lalan û bi “nasnameyên deynkirî” li van welatan mane, parsektî kirine. Lê belê paşê hemû ev kes hatine girtin û piraniya wan hatine dersînor kirin. Van kesan gelek caran gilî- gazin li kurdan kirine wekî kurd li wan zordestiyan dikin”. [1]

Beşeke wan jî gotiye ku wek mînak ew dixwazin li Kurdistanê dêr, zarokxane yan jî dibistanan vekin, bona van çalakiyan pere berhev kirine. Yek ji van jî kesekî bi navê ”Marcus Georg Daniel” bûye ku li ser Rûsyayê re hatiye Swêdê.  Ew di sala 1903-1904an de li Swêdê dimîne, tevî hin çalakiyan dibe û dixwaze li Kurdistanê dibistanekê veke. Navê wî di çapemeniya swêdî ya van salan de bi formên cihê hatiye nivîsîn. Hin caran wek Marcus G. Daniel û hin caran wek “ Fil. doktor Marcus G. Daniel” tê nivîsîn. Di çapemeniyê de gelek caran wek Doktor Daniel derbas dibe. Em ê li jêr forma Doktor Daniel bi kar bînin.  Lê belê piştî ku hin kes bi rêya çapemeniya swêdî li hemberî wî derdikevin êdî di nav neynokan de ”Dr. Daniel” tê nasîn. Piştî ve seferberbûna çapemeniyê nasnameya wî ya rastîn jî hêdî hêdî derdikeve holê. Di rojnameyên swêdî de di derbarê Doktor Daniel de qasî 30 nivîs hatine weşandin. Bi dehan dazanîn, îlan û anonsên di derbarê çalakiyên wî di rojnameyan de derketine. Beşek ji wan bi wênê wî û bi şiroveyên kurt hatine amadekirin. Mirov dikare bêje ku wî reklama xwe baş kiriye. Nûçeya pêşîn di meha gulanê de tê weşandin. Du kesên biyanî bi kincên xwe yên herêmî dema di nav bajarê Eskilstuna de geriyane bala mirovan kişandine li ser xwe. Rojnamek dinivîse ku yek ji wan waiz e ku berê serekeşîrekî rêbiran bûye û paşê bawerî guhartiye. Rojname navê wî nade, lê mirov fam dike ku ev kes Doktor Daniel e, li vir qala wî tê kirin.[2] Hin nivîs hene ku gelek dirêj in, wek nivîsa bi îmzeya El Zerez hatiye weşandin.[3]

Rojnameyên swêdî Doktor Daniel wek keşeyek, oldarekî sûryanî yan jî asûrî didin nasîn. Demek derbas dibe Doktor Daniel di konferanseke xwe de qala bûyereke ku li serê wî re derbas dibe, dike. Ew li vir xwe wek kurd nîşan dide. Li gorî vê çîrokê dema hê xort bûye bi karê rêberiyê mijûl dibe. Carekê bazirganekî ne-misilman derdike pêşiya wî û hewl dide wî bişêlîne. Lê belê dibe şahidê rehma vî bazirganî û ji kirinên xwe poşman dibe. Piştî vê bûyerê Doktor Daniel, baweriya xwe diguhirîne, derbasî li ser ola xiristiyan dibe, dibe mesîhî! [4]  Doktor Daniel li Swêdê û Norweçê tevî bi dehan konferans, ayîn û çalakiyên din dibe. Mijara konferansên wî zêdetir erf û edetên kurd, faris û netewên din in, herweha li ser rewşa jinan û mijarên din disekine. Di çapemeniya swêdî de gelek caran wiha tê nasandin: “Danielê ji Kurdistanê”. Lê belê ew di derbarê malbata xwe de, navê xwe yê kurdî, navê dê û bavê xwe de qet tiştekî nabêje. Di konferansên xwe de bi îngîlîz peyivîye, bi alîkariya wergêr xwe daye fam kirin. Serpêhatiya bawerîguhartina Doktor Daniel bala rojnameyên swêdî jî kişandiye, hin rojnameyan sernivîsên wek ”Kurdê bawerîguhartî” bikaranîne. Lê belê em ê li jêr jî bibînên serpêhatiya bawerîguhartina Doktor Daniel ne rast e, ew ji malbateke suryanî bûye.

Doktor Daniel bi zimanê reqeman jîyana xwe wiha aniye zimên, di civîneke ku li bajarê Uppsalayê pêkhatî de lîsteyeke bûyerên ku hatine li serê wî pêşkêş kiriye. Li gorî Doktor Daniel di 18 saliya xwe de bûye xirîstîyan, bi kêmanî 22 caran hatiye girtin, 30 caran birîndar bûye û 50 caran hatiye şêlandin. Ew bi 15 zimanan dipeyîve. Rojname Doktor Daniel kesekî jîyana wî bi bûyeran tijî ye, dide nasîn.[5] Di rojnameke din de jî gotiye ew di 6 saliya xwe de bi keçeke ku 10 sal ji wî mezintir re hatiye zewicandan. Keçik piştî zewaca 6 mehan bi yekî din re direve.[6]

Reklama civîneke Doktor Daniel bi kincên kurdî (Helsingborgs Dagblad, 20/5 1904)

Di havîna sala 1903an de di kovareke mîsyonerên swêdî de nivîseke balkêş û dirêj bi navê Mîsyonerî li Kurdistanê (Missionen i Kurdistan) tê weşandin. Kovarê ev nivîs ligel wêneyekî Doktor Daniel kiriye mijara bergê xwe yê pêşîn jî. Nivîs, bi îmzeya Efr.Sbm. hatiye weşandin.[7] Kovar di vê nivîsa bi wêne de kurd wek netew nasandiye, li ser welatê û civata kurdan tê sekinandin. Doktor Daniel di vî wêneyî de bi kinc û xençera kurd xuya dike. Di berdewama nivîsê di hundirê kovarê de tê gotin ku xebat û çalakiyên mîsyoneran di nav kurdan de gelek kêm in. Kovar dinivîse ku Doktor Daniel ji bo balê bikşîne ser mîsyoneriya li Kurdistanê berî demeke kurt hatiye seredana Swêdê. Nivîseke din jî bi sernivîsa Mîsyoneriya Kurdistanê hatiye weşandin.[8] Doktor Daniel bi dubarekirina mijara Mîsyoneriya Kurdistanê xwestiye têkeve çavên mîsyonerên Swêd û Norweçê, bo vê jî tevî konferans û ayînan bibe. Li gorî Doktor Daniel dîroka hezar salan ya Încîlî tenê dikare pergalekê bîne Kurdistanê.[9] Pêşneyar û proja xwe ya vekirina dibistanekê li Kurdistanê hertim xwestiye têxe rojeva xwe. Armanca wî ya sereke bi saya vê xebatê ji xwe re karekî bibîne bona zêde peran bicivîne, bide hev û paşê rojekê ji ortê winda bibe.

Doktor Daniel li gelek bajarên Swêdê geriyaye, li wan deran tevî hin çalakiyên wek konferans, ayîn û niqaşan bûye ku mîsyoner û oldarên swêdî amade kirine. Ew çûye bajarên wek Stockholm, Göteborg[10], Uppsala[11], Linköping, Helsingborg, Norrköping[12] û hin li cîhên. Him pereyê şopandina van konferansan, pereyê ketina hundur û him jî perecivandina di ayînan de gelek kêfa Doktor Daniel aniye. Di havîna sala 1904an Doktor Daniel berê xwe dide Norweçê û li wir jî ew di gelek ayîn û civînan de beşdar dibe. Wek tê zanîn Swêd û Norweç di navbera salên 1814-1905an de wek dewletekê tên hesibîn û navê wê datînin: “Yekitiya Swêd û Norweçê”. Doktor Daniel li Norweçê li bajarên wek Drammen, Tönsberg, Kristiania û cîhên din maye, wek mînak li bajarê Tönsberg tevî civîneke Komeleya Antî-Alkolîstan dibe. Ew li wir wek “Kesekî ji Kurdistanê ku alkolê venaxwe”  (En nykterist från Kurdistan) hatiye nasandin.[13] Doktor Daniel bi kincên xwe yên kurdî û xençera xwe ya kurd gelek bala swêdiyan dikşîne. Carekê dema li bajarê Goteborgê bûye, anîye wêneyên xwe zêde kirine û daniye li ser masa xwe ji bo firotanê.[14] Rojnamevanekî bi îmzeya El Zerez  di nivîseke xwe de kincên Doktor Daniel dide nasîn, ew kincên wî dişibîne wan kopyayên wêneyên ji gernameyên welatê kurdan.[15] Rojnamevanek ji Rojnameya Stockholmê bi îmzeya Ol ev xençera Doktor Daniel şibandiye ”kêreke mezin li ser zikê wî”. Ev nivîsa bi navê “Waizê ji Kurdistanê ku peran dicivîne” (kollektpredikant) herweha li ser çalakiyên Doktor Daniel yên li paytextê Swêdê, Stockholmê disekine.[16]

Doktor Daniel peyama xwe ya bi 23/3 1903 terîxî de ku di rojnameyeke swêdî de belav bûye, dîyar dike ku gelê asûr ev 4000 sal in bi dorgirtina kurdên dirinde û talankar de dijîn. Kesên ku ji van êrişan xwe xelas kirine, derketine bilindcîhan û serê çîyayên Kurdistanê. Piştî van gotinan ew ji biraderên xwe yên swêdî tika dike ku ew alîkariya wan bikin. Ev peyama ku di binî de navê Marcus G. Daniel heye nîşan dide ku “kurdbûna” wî tenê bi gotin e, ew koka xwe bi Asûryayê re girê dide.[17]

Doktor Daniel qeza û belayên ku hatine serê wî rêz dike (Dagens Nyheter, 9/6 1903)

Lê belê mamosteyek bi navê  P. Waldenstöm hişyarîyekê ji çapemeniyê re dişîne, ew li wir hemû vir û derewên Doktor Daniel radixwe ber çavan. Ev hişyarî him di çapemeniya swêdî û him jî ya norweçî de cîhekî fireh digre.[18] Piştî vê hişyarîyê êdî deng ji Doktor Daniel dernakeve. Mîsyonerekî cihû P. Wolff jî dîtinên xwe di derbarê Doktor Daniel de bi rêya rojnameya Morgonbladet pêşkêş kiriye. Ew li wir dibêje ku dema ew li Urmiyê bûye, nasên wî gotine ku ”Daniel ne kurd e, ew suryanî  ye”. Ew ne jî doktor bûye. Di nav van kesên ku Doktor Daniel nas kirine de Dr. Cochran (serekê mîsyonerên Amerîkayê) jî hebûye ku bi salan bi malbata xwe li Urmiyê di nav kurdan de jîyaye.[19] Dr. Cochran wek tê zanîn yek ji wan dostê herî nêzîk yê serekê kurdan Şêx Ubeydullah bûye. Ji rojnameyekê em fêr dibin ku Doktor Daniel gelek li ber xwe ketiye û hêrsa wî ji hemû dinya xirîstîyan ya li Norweçê hatiye. Wî gotiye ku ”Ev xirîstiyan di tevgerê xwe de sedî 199 car ji çînîyan xirabtir in”. Wî gilî û gazin li alîkar û hevkarên wî yên li Norweçê kirine bona ku wan ew pereyên ku di konferans û ayînan de hatine civandin xistine berîka xwe, nedane wî.[20]

[1] Rohat Alakom, Parsekên Ne-Misilman Kurdan Didin Ber Topan, Kürt Tarihi, nr 34/2018, rûp.47-48.

[2] En f.d. röfvarehöfding predikant, Trelleborgstidningen, 29/5 1903.

[3] El Zerez, Dr. Daniels föredrag: Kurder och Armenier, Norrköping, 30/6 1903.

[4] Missionen i Kurdistan, Trosvittnet, nr 15/1903.

[5] Skiftesrikt, Dagens Nyheter, 9/6 1903.

[6] En representant för ett förföljt folk, Öresundsposten, 14/8 1903.

[7] Missionen i Kurdistan, Trosvittnet, nr 15/1903.

[8] Kurdistan Missionen, Hemlandposten Halfveckoupplagan, 23/6 1903.

[9] En representant för ett förföljt folk, Öresundsposten, 14/8 1903.

[10] Fil. Doktor Marcus G. Daniel, Göteborgs Aftonblad, 24/7 1903.

[11] Dr. Daniel från Kurdistan, Upsala Nya Tidning, 9/6 1903.

[12] Kurder och armenier, Westerviksposten, 1/7 1903.

[13] Grannlanden Norge. Ärkedianoken Markus Daniel, Skåningen Eslöfs Tidning, 20/7 1904.

[14] “Dr. Daniel” Ny Tid, 2/6 1904.

[15] El Zerez, Dr. Daniels föredrag: Kurder och Armenier, Norrköping, 30/6 1903.

[16] En kollektpredikant från Kurdistan, Stockholmstidningen, 8/6 1903.

[17] Kurdistan Missionen, Hemlandposten Halfveckoupplagan, 23 6 1903.

[18] Varning för österländska bedragare, Grenna Tidning, 20/7 1904.

[19] ”Doktor Daniel”- Den omvände kurdern, Svenska Dagbladet, 21/7 1904. Li vir li dêvla forma yekhejmar (kurd) bi xeletî forma pirhejmar (kurder) hatiye bikaranîn.

[20] ”Dr. Daniel”, Svenska Dagbladet, 24/7 1904.