Bergê kurdî û bergê wergera fransî

Nivîskar Fawaz Husên ji bajarê Amûdê ye, di sala 1978an da hatiye Fransayê, li wir xwendina xwe ya bilind qedandiye. Di salên 1992-2000an da li Swêdê maye. Pirtûka wî ya pêşîn li wir hatiye weşandin (Siwarên Êşê, Weşanên Welat, 1994). Heta niha gelek romanên wî bi kurdî û fransî hatine weşandin. Hin ji wan bi wergerên zimanê din jî derketine. Hin berhem dema derdikevin ji ber gelek sedemên cihê mirov nikare wan bi germî-germî bixwîne. Lê demek tê ew gazî xwendevanên xwe dikin: “Min jî bixwîne”. Yek ji wan romanên wiha jî romana Fawaz Husên e ya ku bi navê Heftiyeke Dirêj li Amedê hatiye weşandin (Avesta, 2015). Ev berhem paşê bi zimanên din jî derketiye. Di destpêka romanê da agahiyeke piçûk heye, nivîskar li wir dîyar dike ku hemû lehengên di romanê da xeyalî ne, tenê lehengê sereke Amed di rastiyê da heye.

Roman bi rêwitiya kesekî penaber bi navê Ferzend dest pê dike. Ew li Parîsê balafirê sîyar dibe, berê xwe dide Amedê (Dîyarbekirê), paytextê kurdan yê nefermî. Balafira wî li ser Stembolê ra diçe Amedê. Ew dixwaze here li Amedê qasî heftekî li wir bimîne, paşê here aliyê Mêrdînê, li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê ji dûr ve bajarê xwe yê zarokatiyê Amûdê mêze bike, lempeyên wê bibîne! Wisa xuya dibe ku Ferzend gelek sal in bi hesreta dîtina vî bajarê kal û bavan jîyaye! Di balafirê da dema guhê xwe dadigre, dibihîze ku  kesekî li pêşiya wî rûniştiye bi dengekî nimz di nav lêvan da kilama Têliyê dibêje:

Were Têlî

…Lê lê Têliyê, zalimê

Ez bala xwe didimê, nizanim tu qîz î

Ez nizanim tu bûk î

Nizanim tu jinebî yî

Ser dev û lêvên te bi xêlî

Îsal heft sal e dilê min ketiye te

Malxerabê çima xwe davêjî paş deriyan       

Xwe vedişêrî?

Ev kilama evînê ku cara yekem ji aliyê dengbêj Şakiro da hatiye gotin paşê ji aliyê dengbêj Seyidxanê Boyaxçî da hatiye belavkirin. Nivîskar di cîhekî romanê da navê Seyidxanê Boyaxçî jî dide ku piraniya salên xwe li Amedê derbas kiriye. Divê em li vir bi bîr bînin ku dema ev roman hatiye nivîsîn (2015) dengbêjê navdar û hezkirî Boyaxçî hê li Amedê dijiya, çawa tê zanîn ew berî salekê di sala 2020an da çû dilovaniya xwe.

Ferzend li ser daxwaza nasekî diçe li Otêla Karwanseraya Rêberan dimîne. Di romanê da wek Karwanseraya Delîlan jî derbas dibe. Dema mirov hemû romanê dixwîne, dibîne ku lehengê romanê kolan, kûçe, avahiyên kevn û nû, derî, sûr û kelehên bajêr di nav vê hefteyê da yeko yeko nas kirine. Ew dibîne ku bajarê Amedê piştî koçberiyên ji gundan gelek mezin bûye. Piraniya şêniyên bajêr bêkar in, ne tenê polês, jendirme û leşkerên tirk, herwiha em di romanê da dibînin ku belengazî û xizaniyê jî bajar zeft kiriye. Çete, diz, sextekar û kesên xirab li bajêr cirîd davêjin, bajar bêemnîyet bûye. Dema Ferzend rastî keçeke bi navê Stêr tê, ew Ferzend hişyar dike bona li vî bajarî tiştek neyê serê wî. Şerê di navbera kurdan û hêzên tirkan da her berdewam e. Ne tenê ev şera, germa havîna Amedê ya fetisok jî ev bajarê qedîm kiriye “tenûreke dadayî”. Di cîhekî romanê da em van gotinan dixwînin: “Gurerura balefiran çîveçîva çûkan û kilamên denbêjan ditemirandin. Germa dojehê jî damarên bajêr zuwa dikirin û hestên me didan ber derziyên pûçkirinê û gerînekên gêjbûnê”. Peyva helîkopter di çend cîhên berhemê da dîsa tên dubarekirin. Angorî lehengê romanê Kurdistana şewitî bûye axeke bêyom. Ev peyva enînivîsa kurdan ya reş jî tîne zimîn.

Ferzendê Amûdî di navbera duh û îro da tê û diçe. Gelek caran xwe dirêjî Amûdê dike. Amûdê weke “Amûda rengîn” dide nasîn. Tenê îstîsnayek heye. Ew jî bûyera Şewata Sînemaya Amûd ye (13/11 1960). Navê vê bûyerê carekê di romanê da derbas dibe. Çawa tê zanîn bi sedan zarokên kurd wê demê can dane. Dema Ferzend tê Parîsê, dilketiya xwe ya li Amûdê, keçeke bi navê Berfînê jî tîne Parîsê. Lê belê piştî çend salan herdu zarokên wan jî dimirin. Berfîn êdî nizane çi bike, dîn dibe: “Rojekê ku ez li kar bûm, Berfînê kincên xwe yên kurdî yên herî xweşik li xwe kirin, xwe derman kir weke ku ê biçûya şêranî an dawetekê. Ew bi nêrdewana hesinî di kuleka ji camê re ji qatê heftan derket ser banê xanî”. Ev bûyera malbatî wek Şewata Sînemaya Amûdê êş û kedereke mezin peyda dike.

Di romanê da lêhatiyên (tesadûf) mezin diqewimin. Ferzend carekê di bin darekê da rastî zarokekî tê ku navê wî Mîrza bûye. Ew ligel dîya xwe di xanîkê da tenê dimînin. Keçeke wan jî çêbûye, xwestina navê wê daynin Perwane, lê belê berpirsên dezgehê nifûs ya tirkî ev nav qebûl nekiriye, navê wê kirine Yildiz. Malbatê jî hema kurdiya vî navî li keça xwe kirine, navê wê di dawiyê da bûye Stêr. Mijara Mîrza û Perwane paşê dîsa derdikeve pêşberî me. Ev zarokon Besnayê ne! Ka mêze bikin Besna kî ye, têkiliyên wê û Ferzende çi ne?

Nivîskar ji bo zincîra bûyeran bi hev ra girê bide, me dibe salên berê, salên 1970an. Mekan jî gundekî bi navê “Gundikê Melî” ye ku niha bi bajarê Şirnexê ra girêdayî ye. Li ber pêyên Çîyayê Cûdî ye ku hezretî Nûh berî hezaran sal keştiya (sefîne) xwe lê daniye. Xwedayê mezin li xiraban hatiye Tofanê, qira wan hemûyan aniye bona ji nifşeyên nû ra cîhaneke paqij û delal bihêle. Di romanê da navê Nûh du caran derbas dibe. Lehenga jinîn ya romanê Besna di sala 1971an da li vî gundî hatiye dinê, dema mezin bûye, ew dana Fermanê Mala Evdê. Besnayê gelek caran ji kurê xwe Mîrza ra gotiye salên jiyana wê yên herî xweş li kêleka ciyayê Cûdî derbas bûne.

Di dawiya romanê da Ferzend çenteyekî ji Mîrza û Besna ra dihêle bi mercê ew vî çendî piştî çûyîna wî vekin. Piştî çend rojan ew çente vedikinin, dibînin ku di  hundirê çente da tomere pere euro û nameyek heye. Di nameyê da Ferzend qala wê qederê dike ku ku ew anîne bal hev û demeke xweş bi hevra li Amedê derbas kirine: “…Mîrza, Besna, hesab bikin ku rêya me tucarî li Keleha Navîn, li ber siya dara qederan rastî hev nehatiye. Çi tiştekî balkêş bû, ji kêliya ku ez gihîştibûm Amedê, min xwe hîç biyanî nedidît. Bi saya we herduyan, min malbata xwe ya windabûyî ji nû ve peyda kir. Tiştekî din, firişteyekê herdem xwe bi ser milên min de xwar dikir û wê ez diparastim. Ez dibêjim ku hûn ê nêzîk çend agahiyan jê bigirin û ew ê bê serdana we. Jixwe cara pêşîn li Amedê em pir nêzîkî mala we, li kolana Küçük Kavasê, rastî hev hatibûn”. Di binê nameyê da ev nota heye: “Ferzendê Amûdî, yaxut Fermanê Evdê, da ku dilê Besnayê nemîne”. Ferzend vî pereyî wek alîkarî ji Besnayê û Mîrza ra dihêle û eger vegere para Perwaneyê jî di nav vî pereyî da heye!

Ferzend di dawiya romanê da bi kelecan û kelecoşeke mezin berê xwe dide sînorê binxetê û serxetê, dixwaze ji dûrve Amûda rengîn, lempeyên wê bibîne: “Di salên sirgûniya xwe de li Parîsê, li taxa Saint-Germain des Présê, Cioranê Rûmanî carekê xwe spart pêlên bêrîkirinê û got ku wî dimêna zaroktiya xwe bi hemû dîmenên dunyayê nedida. Min lê zêde dikir ku zarotiya min a li Amûdê welatê min bû û min ji bo wî dikaribû xwe li mirinê biqelibanda”. Ew di cîhekî da dîsa mijarê tîne ser sirgûnê û dûritiyê: “Ma ne gava mirov ji maka diya xwe derdiket sirgûnî jiyanê dibe?” Him nivîskar Fawaz Husên û him jî lehengê romanê Ferzend xerîbî, sirgûn û koçberiyê di jîyana mirovan da wek qezayeke here mezin dibînin. Mijara “dûrbûn û sirgûn”ê di romanê da wek wêranî mijareke bingehîn pêk tîne.

Romana Heftiyeke Dirêj li Amedê berhemeke Serhex û Binxetê ye, nivîskar xwendevanan zêtir li Amedê digerîne. Li belê gelek caran xet radibin, xwendevan dijwariyê dikşîne ka bizanibe kî, kî ye? Ferzendê ku ji Fransayê tê Amedê carcar dibe Ferman, Fermanê ku berî gelek salan li gundê Gundikê Melî li hêla Çîyayê Cûdî (li Kurdistana Tirkiyê) di zaroktiya xwe da bi Besnayê ra dizewice yan jî wî mecbûr dikin bizewice. Belkî jî nivîskar xwestiye xwendevanan di nav meraqekê da bihêle, hin mijar wiha bi sergirtî hîştine. Ev yek ji bo Stêrê jî derbas dibe. Di destpêkê da lehengê romanê Ferzend dema rastî Stêrê tê, nasnameya wê veşartî dimîne, mirov nizane ku ew kî ye. Paşê dema xwendevan romanê diqedîne texmîn dike ku ew kî ye, perçeyek ji serpêhatiya Ferzend e. Nivîskar bi vê teknîkê xwestiye nîşan bide ku di vê coxrafyayê da mirov mecbûr dibin herin dûriyê, herin serê çîyan, nav û nasnameyên cihê li ser xwe bigerînin, têkevin dilqên nû! Ev yeka gelek valahî û nezelaliyan, derd û kederan peyda dikin. Piştî çend salan Ferman diçe serê çîyan, tevî şervanên kurd dibe. Navê wî yê rêxistinî êdî bûye: “Hewal Ferzendê Amûdî”. Keça wan Perwanê jî dide pey şopa bavê xwe, diçe serê çîyan tevî tevgera kurd dibe. Sal zeman derbas dibin ji Ferman tu xeber dernakevin. Besna tevî kurê xwe Mîrza bar dikin tên Amedê cîwar dibin.

Peyvên tenûr û dîk di romanê da wek metefor hatine bikaranîn. Ne tenê germa havînê ya Amedê ku mirovan dîn dike, bi mecazî jî Amed di van salan da ji ber şer û zilma dewletê dibe tenûreke dadayî. Çawa ji bo teyrek nefire, per û baskê wî tê kurtisandin, rûçikandin, kurd jî di van salan da wisa bedhal in, êdî bûne dîkekî baskokirî: “Kurdistan dîkek e ku mirovekî bê îman serê wî jê kiriye û berdaye çolê, wê got. Dîkê reben jî baskên xwe li hev dixîne, tê ku bifire, here serê çiyayan, lê qedera wî bi kêrê hatiye nivîsîn”. Fawaz Husên bi vê berhema xwe rewşa û manzaraya Kurdistana Tirkiyê ya van çil salên dawîn bi mînaka Amedê gelek baş raxistiye ber çavan.