Berî salekê min nûçeyeke swêdî ya gelek dirêj xwendibû ku sernivîsa wê wiha bû: “760 cihû bi navê azadiyê hatin xapandin û bûn girtiyên keştiya mirinê”. Kesekî bi navê Rolle Ståhlström ew nivîs amade kiriye (Expressen, 7/5 1970). Vê nivîsê ku du rûpelên rojnameyê tijî kiribû qala bûyereke ku di sala 1942an da li Stembolê qewimî bû, dikir. Gorî vê nivîsê bi sedan cihûyên Romanyayê bi keştiyeke xereba, teqeze û kevin ji bajarê Constanza rêdikevin û li ser Stembolê ra dixwazin canê xwe xelas bikin, herin bajarê Hayfayê (li Filîstînê). Wê demê dewleta Îsraîl hê saz nebûye. Temenê keştiyê 112 sal bûye, dema seferê gelek caran motora wê sekiniye, kar nekiriye. Ev keştiya bi navê Struma roja 14/12 1941an tê Stembolê. Lê belê Tirkiye û Îngîltere ku wê demê Fîlîstîn di bin kontrola wê da bûye destûrê nade bo ev keştî here Filîstînê. Romanya jî naxwaze ev keştiya careke din vegere bê welêt. Ew cihûyên bêgune ku hemû mal û milkên xwe firotine û bo vê seferê gelek bertîl dane ji du mehan zêdetir qasî 10 heftan di vê keştiya mirinê da wek girtiyan dimînin. Ne kes dikare têkeve hundur, ne jî kesek dikare derkeve derva! Ew di rewş û mercên gelek xirab da dijîn. Ji wan 100î zêtir zarok bûne. Tenê tuwalêteke keştiyê hebûye. Ahaliyê keştiyê ji ava paqij jî bêpar bûye. Ev 760 kes ji roja 14/12 1941 heta roja 23/2 1942 di orta behrê da bêhêvî dimînin. Keştî ji aliyê berpirsên fermî yên tirk da tê kişandin, keştiyê dibin cîhekî ji Stembolê du saet dûr, di orta behrê da dihêlin. Lê ev keştiya tijî mirov e di roja 24/12 1942an da tê torpîl û binav kirin, hemû rêwî ji der kesekî bi navê David Stoliar di Behra Reş da dixeniqin. Gorî David Stoliar tirkan ji bo vê serêşî û pirsgirêkê xelas bibin ev keştî bi zanetî torpîl û binav kiriye. Bi vî awayî Behra Reş ji van 759 rêwiyên cihû yên bêgûne ra dibe goristan.

Ez paşê fêr bûm ku ev bûyera ku di sala 1942an da li Tirkiyê qewimiye dibe mijara beşeke romana bi navê Serenad ya nivîskar Zülfü Livaneli. Di vê romanê da evîna akademîsyenê alman-amerîkayî Prof. Maximilian Wagner û jineke cihû Nadia heye. Nadia di keştiya Struma da bi hêviya bighêje mêrê xwe yê li Stembolê ye!

Qasî 60 sal derbas dibin. Wagnerê ku êdî kal bûye di sala 2001an da biryar digre ku here Tirkiyê, bo seredana wî cîhê ku di sala 1942an da ew qezaya mezin qewimiye û jina wî Nadiayê li wir can daye. Dema Wagner wek mêvanê rûmetê yê Unîversîteya Stembolê ji bo konferansekê tê Tirkiyê sekretera unîversîteyê ya bi navê Maya Duran diçe pêşwaziya wî û mêvanê xwe tîne Pera Palasê cîwar dike. Wagner kalekî bilind, çeleng û qeşeng bûye. Vebêja romanê (kesa ez) Maya ji mêrê xwe veqetiya ye, ligel kurê xwe Kerem di malekê da dijî. Piştî ku Wagner tê Stembolê karê wî yê pêşîn here seredana cîhê ku keştiya Sturmayê di sala 1942an da binav bûye û jina wî Nadia tevî 759 kesan li wir miriye. Lê belê hê haya Mayayê ji vê bûyerê tune ye! Wagner ligel Mayayê texsîyekê sîyar dibe di orta zivistanê da bi kemana xwe û tacegulekê (çeleng) berê xwe dide Şîleyê, bajarokekî ku li qiraxa Behra Reş e. Li ser wê tacegulê bi almanî “Für Nadia” (Bo Nadiayê) hatiye nivîsîn. Dema tên wir Wagner dixwaze ew tenê here qiraxa behrê. Ew li wir kemana xwe ji qutiya wê derdixe ji bo bîranîna Nadiayê serenadekê (perçe-muzîk bo dilketiyan) pêşkêş dike ku dişibe muzîka Schubert. Dema ew li Almanyayê cara pêşîn bûye evîndarê Nadiayê wî heman muzîk li ber derê wê lêxistiye. Navê romanê Serenad jî ji van demên evînê tê. Maya demekê şunda dibîne ku Wagner ji sermayê cemidiye, ber mirinê ye. Ew û Silêmanê şofor wî kaş dikin, dibin xolikeke nêzîk ya bi navê “Black Sea Motel” ku ew der jî wek bûzxaneyê ye. Maya hewl dide bi hembez û bi germahiya bedena xwe wî germ bike. Ev germahiya Mayayê li her derê Wagner belav dibe: “Hemû germaya bedana min hêdî hêdî derbasî wî bû”. Piştî demekê bi tesîra vê germahiyê ew di xewna xwe da Nadiayê jî dibîne! Wagner vê qenciya Mayayê tu car ji bîr nake. Maya wî ji mirinê xelas dike. Dema Wagner dimire, ew wê kemana xwe gorî wesîyetê ji kurê Mayayê, Kerem ra dihêle. Kingê ew dimre Maya xwelîya bedena wî ji Amerîkayê tîne Tirkiyê û dibe li heman cîhî davêje nav ava Behra Reş, wî cîhê ku jina wî Nadiayê berî 60 salan li wir can dabû.

Nivîskar Zülfü Livaneli di romana xwe da di navbera beşên 14 û 15an da beşeke dirêj cîwar kiriye û navê beşê jî daniye: “Serpêhatiya Max û Nadiayê”. Maximilian Wagner ji Mayayê tika dike ku, ew ji vir şunda wî tenê wek “Max” bi nav bike. Di vê beşê da Wagner bi dûr û dirêj ji Mayayê ra qala serpêhatiya xwe ya berî ku here Amerîkayê dike. Bi evîna xwe ya pêşîn dest pê dike. Wagnerê ku ne cihû ye, bi dilekî na bi hezar dilan berî salan li Almanyayê dibe evîndarê keçeke cihû ya bi navê Nadia. Ew mamosteyê hiqûqê ye, Nadia jî wek xwendekar di unîversîteyê da dîrokê dixwîne. Êrişên nasîstan di salên 1930î da li Almanyayê her diçin zêde dibin. Carekê Nadia û bavê wê yê terzî jî dibin hedefê van êrişan. Êdî çembera li dora cihûyan tengtir dibe. Demekê bo şopa xwe winda bikin Wagner û Nadia diçin bajarê Heidelbergê û Nadia navê “Katharina” li xwe dike. Ji ber zêdebûna êrişên nasîstan êdî li Almanyayê mercên mayînê ji wan ra namîne. Ew biryar digrin bi trenê herin Tirkiyê, li wir cîwar bibin. Lê belê ew di trenê da şopa hev winda dikin! Derdikeve holê ku Nadia ji aliyê polêsên alman da hatiye revandin. Wagner di dawiyê da tê Tirkiyê, di navbera salên 1939-1942an da li wir dimîne. Dema ew tê Tirkiyê bi saya lêgerîn û têkiliyên xwe ew fêr dibe ku Nadia bi malbata xwe ji ber van êrişan bar kirine Romanyayê. Paşê jê ra xeber tê û dibêje ku Nadia di demeke nêzîk da bi vê keştiya Struma ku me li jorê qala wê kir, tê Stembolê. Wagner bi şabûneke mezin benda hatina vê keştiya ku Nadiayê tîne, dimîne. Berî ku felaketa mezin diqewime, Nadia nameyekê ji mêrê xwe ra dişîne û paşê bi awayekî dikeve destê wî. Nadia di nameyê da dilşahiya xwe dîyar dike bona ku ew li heman bajarî ye ango li Stembolê ye, nêzîkî hev in û hêvî dike ku demeke di kurt da bighêjin hev! Lê belê wek me jorê li qala wê kir, keştî tê binavkirin  û Nadia jî wek wan 759 kesên din di Behra Reş da dixeniqin. Wagner paşê bi dilekî şkestî berê xwe dide Amerîkayê, Nadia hertim di bîra wî da ye!

Rêgeha keştiya bi navê Struma: Constanza-Hayfa (Fîlîstîn)

Di romanê da beşeke mezin ji têkiliyên Wagner û Mayayê ra tê veqetandin. Mirov dikare bêje jîyana lehengê sereke yê mêrîn Wagner û ya jinîn Mayayê di romanê da paralel dimeşin. Dema Maya serpêhatiya Wagner û Nadiayê fêr dibe, jîyana wê jî diguhire. Paşê ew jî li pey şopa pîrkên xwe dikeve (dayîka bavê wê û dayîka dayîka wê). Paşê em dibînin ku qedere van herçar jinan di cîhekî da dighêjin hev. Di romanê da derdikeve holê ku koka malbata Mayayê jî veşarti ye. Her malbatek di romanê da xweyê serpêhatiyeke veşartî û nependî ye. Koka malbata Mayayê diçe dighêje ermenan û tatarên Qirimê ku bi zora Tirkiyê li bal nasîstên alman cîh girtine. Dema pîrka wê (dayîka bavê) carekê nexweş dikeve, doxtor çend pirsan ji wê dike bo ka bizanibe gelo nexweşiyên dê û bavê çi bûne, çima mirine, di navbera wan da têkiliyên irsî hene-tunene. Lê belê ew bersîvê nade, careke din dipirse, bersîv dîsa tune! Paşê derdikeve holê ku ew ne ji ber nexweşiyê mirine, dê û bavê wê ermen bûne, ew hatine kuştin! Ji ber vê jî tirsiyaye û bersîva doxtor nedaye. Demek derbas dibe ew bi mercê Maya ji tu kesî ra nebêje hemû serpêhatiya xwe yeko yeko ji newiya xwe ra vedibêje. Sedemê mirina wan gorî vê pîrejinê “xirabiya mirovan” bûye. Navê wê yê rastî Mari bûye paşê navê Semahat lê dikin. Nivîskar beşa 5an ya romana xwe ji vê pîrka Maya û qira ermenan ra vediqetîne. Dema Maya serpêhatiya bapîr (Mari) û dapîra xwe (Ayşe) fêr dibe, ew tê li ser wê baweriyê ku hemû kesên li vî welatî dimînin wek ermenî, kurd, yunan û cihû bi awayekî bûne hedefê zordestî û êrişên etnîkî (rûp.143). Di cihekî din da tê gotin ku li vî welatî dêvla ku pirsgirêk bên çareserkirin, ew tên veşartin, bincilkirin. Kesên ku cuda difikirin bi tehrekî otomatîk wek dijmin tên hesibîn, qala îfadeya pirsgirêka kurd jî tê kirin (rûp.169). Maya di romanê da carina li dijî dîtinên birayê xwe yê mezin Necdet ku zabit e jî derdikeve. Birayê wê bi îdeolojî û perwerdeya fermî ya Tirkiyê mezin bûye, şaş û teng difikire, wek mînak di cîhekê romanê da ew dibêje ku Îsraîl bi têkiliyên xwe yên ligel komên kurd li Bakûrê Iraqê, li hemberî Tirkiyê tehdîtekê pêk tîne (rûp.427). Piştî ku Maya serpêhatiyên qederên pîrkên xwe yên tatar û ermen û qedera jinên cihû fêr dibe, dibîne ku qederên wan jinên gelên bindest di cîhekî da dighêjin hev, wek hev in. Ew êş û kedera ku van jinan kişandiye Nadyayê berbi bêhevitiyê dibin.  Tevî van serpêhatiyên nebaş mirov bi kurtî dikare bêje ku lehenga romanê ya jinîn Maya keseke mirovhez e. Ji ber vê jî ew bala me xwendevanan dikşîne ser xwe. Di romanê da em dibînin ku gelek rastiyên Tirkiyê hatine veşartin û hema wisa nixamtî mane, lê nivîskar hewl dide ku bi vê berhema xwe wan eşkere bike. Bi saya vê romanê dorberên fireh yên xwendevanan ji vê bûyera “Keştiya Struma” (1942) ku li Tirkiyê bi temamî hatiye jibîrkirin, agahdar bûne.