Di ferhengan de ji bo vê peyvê “bêkesî”,  “rewşa ku mirov tikûtenê dihêle” tê gotin. Jê dîyar e ku ew peyveka neyînî ye. Belkî carina ji bo wê fîlozof û hunermendan wesfên qenc bi kar anîbin. Seba ku bûye alîkarê fikrên dawerivî an bûye çavkanîya helbest, çîrok, roman û enwayê nivîsên astbilind, belkî bo wê medhîye jî hatibin nivîsîn. Lê ev yek tehlîya di kakilê wê de ji nav nabe. Di dawîya dawîn de ew hesteka xirab e, tehrîbkar e, mîna têzavekê dişewitîne… Heta seba ku dibe birrek encamên nexweş, ew bi xirabîyê jî dikare bê pênasekirin. Ber’eksê qenaeta heyî ew ne hesteka şexsî û dilgiranîyeka takekesî ye. Gava mîna cezayekê misletê serê qewmekî bibe, dibe hesteka giştî jî. Eve wê gavê jê çend dîmenên wiha diwelidin:

Li Benda Mehdîyekî

“Em tenê ne Javier, li vê kaînatê em tenê ne û ev ne xema tu kesî ye. Em tev, ez, tu û insanên ku em ji wan hez dikin… Em di nav valahîyekê de dikevin. Em li bendê ne ku rahibek bê û me rizgar bike. Ev derewek e. Kes tune û em ne xema tu kesî ne.”

Ev replîk ji fîlma La Memoria del Aqua [Hafizeya Avê] ya Matias Bize ye. Fîlm derbarê jin û mêrekî de ye ku bi mirina kurê wan ê çar salî re jîyana wan çawa diguhere û zewaca wan têk diçe. Di sahneyeka fînalê de, di nav peywendeka gelek şexsî de ev gotinên jorîn ji devê jinikê derdikevin. Lê tevahîya gotinan, mirov dibêje qey ji bo rewşa me ya giştî ya van rojan jî tercûmeyek e. Belkî ji ber vê manendîyê ye replîka vê fîlmê, piştî çend salan di van rojên xirab de, ji nişkeve hat bîra min.

“Li vê kaînatê em tenê ne û ev ne xema tu kesî ye!”

Elbet ev replîk hêza xwe tenê ji trajedîya mezin -tenêbûna li vê dinyayê- nagire, bi qasî wê, ji “xwerexnekirin”ekê jî digre: “Em li bendê ne ku rahibek bê û me rizgar bike, lê ev derewek e, kes tune!” Ku mirov peyva “rahib” mîna analojîyeka peyva “mehdî” bixwîne, dîmena ku em ê niha behs bikin, zêdetir wechê xwe dide der.

Mehdîtî, bi gotineka din mesîyanîzm, malê dînê mesîhîyan jî be, li wê derê nemaye, belavî bawerîyên din jî bûye. Heta ji bawerîyên dînî azad, bûye hêvîyeka sekuler jî. Rizgarkerek, xelaskerek bê û li ser rûyê dinyayê cinetek ava bike berîya axir-dewrê! Bi pêşengîya wî avakirina Hikumranîya Xwedê û hezar salên zêrîn ên berîya axiretê! Ev fikir dikare herkesî bengîyê xwe bike. Xasma jî insan û gelên bêçare, bindest û tikûtenê!

Ger mirov bibêje li ba me kurdan, bi parçebûna duyem a Kurdistanê re û li dijî vê parçebûnê, bi wan reaksîyonên me yên ku bûn serhildanên têkçûyî re, hêvîyeka ûtopîk a wisan rû daye, dê ne mubalexeyek be. Ji ber ku nêzikê sed sal e, em heman qederê dijîn. Her serhildana me, her fersenda dîrokî, çi ji ber bêferasetîya me, çi ji ber xeddarîya neyarên me, çi ji ber bêexlaqîya dewletên emperyal, çi ji ber qedera me ya reş berhewa dibe diçe… Li meydanê êşeka hinavsotî û enqazeka nedîtî dimîne. Di nav vê bêkesîyê de em li bendê dimînin ku yek bê û me rizgar bike. Bi safîtîyeka zarokane em li bendê ne ku humanîst û demokratên dinyayê, heta yên dagirkeran piştgirîya me bikin, li ser neheqîya ku li me dibe dengê xwe bilind bikin…

Rexnekirina vê hêvîya vala jî tê de Şêrzad Hesen, di 2015an de (berîya felaketa li Başûr a piştî referandûmê û ya van rojan a li Rojava) bi navê Diwa Şewî Dabezînî Îsa [Şeva Dawî ya Nazilbûna Îsa] romanek nivîsîbû. Li gor Hesen, kurd di her wexta teng de, bi şêweyeka îsewî “Xwedêyo! Te ez çima tenê hiştim?” gazindan dikin û piştre dimînin bendê ku Xwedê ji wan re xelaskerek bişîne; lê ev bendewarî pûç e; heta ku mirov nebe xelaskerê xwe û mucîzeya xwe bi destê xwe neafirîne, ji vê tenêtîya trajîk re çare nîne.[1]

Qeyrana Îmanê

Nehatina mehdî gava kûr dibe û hesta bêkesîyê tîr dibe, qeyranek jî li dor îmanê rû dide. Di roj û demên wisan de mirov dikeve nav gumanan ku haşa Xwedê jî me ji wê Rehmanîya xwe ya ku neqencan jî radipêçe mehrûm kirîye. Devê qelşa vê bêkesîyê bi carekê de wisan fireh û tarî dibe, mirov dibêje hema çi bû bêminet e û ji vîya wêdetir jî qîyamet e. Madem niha, li gor elametên zahirî, em taîfe û miletekî jibîrbûyî ne, madem îhsan û kerema Xaliq ji bo me destkurt bûye, bila ew roja ku esman şeq dibe, stêrk hûr û belav dibin, behr bilind û têkelî hev dibin, qebr hundirê xwe valayî derve dikin û herkes hîn dibe ka çi kirîye an nekirîye[2] zû bê. Bila zû bê ku em tev bibin yek û îcar ew ‘edaleta weadkirî li kû ye bila li dar bikeve. Nexwe li ser axa xwe ewqas kuştin, tehcîr, tehqîr, talan, zilm, mehrûmkirina ji mafên herî rewa, ji bo çi?.. Qey Alîyê şêrê Xwedê nebû digot, “Gava di derîyekî re feqîrî dikeve hundir, dîn di derîyê din re direve.” Xwedê jî dizane em ne tenê li ser axa xwe ya dewlemend di nav feqr û zarûreteka mezin de dijîn, ew kiryarên xirab ên ku me niha jimartin jî bûne rûtînên jîyana me. Mizgeftên ku dilxwedê Mala Xwedê ne ji her demê bêtir dinyewî ne û ji wesfê xwe azamî dûr in. Di nav vê kambaxîyê de mûcîzeyek e ku ev qewmê jibîrbûyî hêj jî li dilsozê Xwedê û pêxemberê Wî ye.

Dê niha hinek bibêjin Xwedê me diceribîne û bi vê zilmê li dojehê, agirê dagîrkerên me gur dike. Elbet mirov nizane ka Xwedê mirov çawa îmtihan dike, lê hinceta navborî dê cureyekî nixûmandina bêxîretîyê be. Ma ji bo Xwedê haşa bes nîne ku me jî bi kiryarên şexsî yên mîna dizî, tiralî, zinekarî, kedxwirî, derewkarî, misrifî, paşgotinîyê filan biceribîne, bi ser de radibe li her derê axa me, bi qewmî û giştî me musteheqî her cure zilm û zîlleta zaliman dike ka dê îmtihana me çi be?

Dizanim di demên qeyranên mezin de gazind jî mezin dibin, lewma êdî gazindên ji “felek”, “bext”, “qedera reş” an “dewr û dewran”ê têrî nakin. Teqla xîretê nayê mirov, mirov ‘edaleta Xwedê tîne ber pirsan, bêperwa dibe, heta tê ber derîyê asîbûnê. Ev hisîyata han a îro ne li ba nifşê min peyda bûye. Heftê-heştê sal berê li ba nifşê Hawarê jî peyda bûbû. Wan jî mîna şikestina serhildana Şêx Seîd û Agirîyê du felaket tecrûbe kiribûn. Herhal ji ber vê derûnîyê bû ku di cihekî şanoya Hevind de, gava Celadet Alî Bedirxan çend sahneyên şerê serhildana Agirîyê qiset dikir, van gotinên ha bi kaloyekî dida gotinê:

Kalo: – Xwedêo! Tu bi rehma xwe bike. Li ber vî halî çawan hedara te têt. Heke te mirovên dîndar divêtin, em in. Heke te mêrên qenc, xudanbext û rûmet divêtin, dîsan em in.

Pîrejin : – (Bi dengekî nizim) Xebera te ye bira. Lê kes bi şolê Xwedê nizane.

Kalo: – (Ew jî bi dengekî nizim) Belê Xwedê welê ye. Lê ev şol bi darê çavan e.[3]

Ji vî nifşî Mela Enwer di helbesta “Pirsa Min Ji Xudê” de, li ber derîyê gazindan diçû û dihat û wiha digot: Dizanim digel Te kîna tu kesî nîne; Tu bo herkesî Xudan î; Te zeman ji herkesî re kirîye yar; Te felek ji herkesî re kirîye dost; lê ji bilî me kurdan; qey em ne bendeyên Te ne; guneh, sûnc û kêmasîyên me çi ne? Ger dixwazî me bînî ser rêkeka rast û ron, ji bo me jî kesekî şahreza verêke; bes bila cih, mal û kodik li me bibin wêran; xwişk, bira, day û bav ji hev belav bibin; ji bin vî barê wek çîya û ji nîrê zor û seng ê bindestîyê, me jî xelas bike…

Herçiqas Mela Enwer bi helbesta “Cewab Ji Terefê Xudê” re piçekî xwe dida hev û bo dermanê perîşanîya kurdan “bo welat xebata bênavber, yekîtî li dijî neyaran” filan destnîşan dikir jî, di fînala helbesta ewil de ji bo bindestîya welatê xwe yê rind û dewlemend, xwe ji serfkirina van gotinan jî nedida alî:

            Ji ber çi Xuda ev ji ber çi Xuda

            Ma dê heta kengê [em] dê bimîn be xudan[4]

   Di helbesta “Hey Felek” de Cegerxwîn, qîma êdî xwe bi wan hidûdên konvansîyonel nedianî, wan gazindên adetî datanî ciyekî û bi îstîareyên vekirî vê felekê eşkere dikir û heta pileya dawî ya îsyanê diçû:

            Min navê cenet, ji te bê minet;

            Serbest û aza, va çûm cehenem.

            (…)

            Ev hezar sal in, t’em kirne ebid,

            Te em xapandin bi wad û weid.

            Qet ji min pê ve kes te nas nake,

            Bavê te tirk e, dayka te ecem.[5]

“Lavelav”a Osman Sebrî jî di nav vî refî de ye. Helbesta wî xemgînî, bêpiştekî, tarûmarbûna kurdperwerekî koçber û bêwar qiset dike. Dema dike jî geh bi Xwedê re û geh jî bi pêxemberê wî re dikeve nav hasbihalekê. Lavaya wî ji wan, bo gelê xwe alîkarî, rakirina pêleka xîretê û bexşkirina vînê ye ku ev gel bikaribe zilma neyaran ji ser xwe rake. Lê di ber lavelava wî de çend caran gazindên wiha jî serê xwe derdixin:

            Ev halê kirêt ko dirêj be

            Bawerî li dilê me rêj be

            (…)

            Bilahî ev giş li Te ye ya Reb

            Vê rûsarîyê Tu bûye sebeb

            Her gavê ez wayî derbider bûm

            Li erdê ava, ezî sê ser bûm

            Vîn nebû paqij bikim qirêjê

            Ma nexweş karin bikin nimêjê?[6]

Îro heman hissîyat e ku dibêje me dinyaya diravperest û durû fêm kir, temam. Me vê ummeta pûç a ku teslîmî hestên nîjadperest bûye jî fêm kir, temam. Baş e, ya Rebbê Alemê, tu jî dizanî, fedakarî, soz, bext, îxlas, xweşbihûrandin, mêranî, camêrî be, ev li ba me hene. Ne ku em beradê xwe didin, ev dinyaya durû, heta carina dijminên me yên çavsor jî van xisletên me yên pak teslîm dikin. Ger li gor qanûna dinyayê pîvan rijandina xwînê be, wileh me ji arnawûdên Kosowayê, ji romenên Moldovayê, ji bilîmûm gelên Makedonyayê, ji letonî, lîtvanî, estonî, slowaqî, erîtrîyan filan zêdetir xwîna xwe rijand. Bi qewlê şairekî me, xwîna ku hat rijandin bi têra deh azadîyan dikir. Nexwe qusûr û kêmasî di çi de ye?

Elbet li ba nifşê min piştî du şikestinên mezin (Li Başûr jidestçûna Kerkûkê û deverên Kurdistanî û rewşa niha ya li Rojava) ev hesta tenêtîyê tê û li ser dilê me rûdinê. Bi qewlê wî keftarê bêperwa em ne melek in, nexêr! Li Başûr ew pêşengên sîyasî di şûna eşqa bîrên petrolê de, bost bi bost evîndarê axa xwe bûna, ew hizba ku li Rojava pêşengîya milet kir ji ber îdeolojîyeka kor û berjewendîyên teng zemîna neteweyî berhewa nekira, ev bobelat nediqewimîn. An biqewimîna û encam eynî bûya, qet nebe dilê me ewqas nediêşa. Lê em çi bikin Xwedayo, em jî wekî her qewmê xwedîyê qusûran in. Ger cenabê Te bibêje kengê hûn ji van qusûrên şexsî û hizbî pak bûn, wê demê azadî heqê we ye! Dê aqil û nefsa me ya beşerî bibêje qey ummeta pêxemberê axirzeman a piranîya wan bûne dîlê hestên xwe yên nîjadperest, çiqas pak in ji qusûran? Dê bê gotin ku cewherekî li ba wan heyî, li cem kurdan nîne: Tifaq. Belê, sedeq! Rast e, em kurd bêtifaq in û şîretên nivîskî yên 350 sal berê hêj jî bo me bêkîfayet in. Erê, tifaq çîya werdigerîne… Tifaqa gundekî li ber êlekê, ya êlekê li ber padîşakî disekine… Lêbelê tifaqa dijminan çi ye? Li hundirê welatê xwe avakirina dîrok û nasnameyeka mişt-derew û li derve jî bi hev re qesasîya serê kurdan! Ger ev be xisletê wan ê qenc, bila ji wan re pîroz û bimbarek be heta hetayê.

Bibîranîna Bêferasetîyê

Pêknehatina bendewarîya mesîyanîk qeyrana îmanê diwelidîne, me got. Lê xirabîya tenêtîyê bi van mehdûd nîne. Ew, xwedîyê hafizeyeka dabirî ye. Di kêlîyên teng de dixebite. Dersa dîrokê, pûxteya tecrûbeyê, penda musîbetê piştî toz û dûmanê ji wê bîra xwe ya kûr derdixe û li ber me datîne. Hal ew e ku jîyana me ya ku kunên seradê lê vebûne, bîstûçar saet hafizeyekê bang dikin. Di selaya wê de em her kêlî mehrûmîyet û noqsanîyên xwe dibîhîzin. Di merkezê de kêşeya ku bi çarmêrkî rûniştîye jî “parçebûn” e mixabin.

            Belê, trajedîya me ya herî mezin û sebebê sereke yê têkçûna me parçebûn e. Her parçeyek, bûye pêxwarina devê mêtinkarekî. Lewra ji ber vê wê em nikarin di qamekê de bibin yek laş. Ji ber wê, ne yek lê çar dijminên vî laşê pare pare hene. Ji ber wê dema parçeyek dikeve tengasîyê yên din nikarin di hawara wî de herin. Ji ber vê parçebûnê em di nav elifba û zaravayên curbicur de kerr û lal bûne. Ji ber parçebûnê pişta hêvîya me sist e. Bêçarebûna vê parçebûnê ye ku çavê me li mehdîyekî dide gerandinê… Hasilî parçebûn e sebebê cehnima me ya ser rûyê vê dinyayê!

Lê me hêj vê rastîya kujer baş fêm nekirîye. Ne tedrîsateka ku malê me ye çêbûye ku em xwe pê nas bikin û ne jî sîstema mêtingeh fersendê dide qewmekî mêtinkirî çawa tevdigere. Di kêlîya azadîya herî piçûk û jirêzê de em vê paradîgmayê jibîr dikin. Ji wî em wekî miletekî di bin metirsîya tunekirinê/qelandinê de, tevnagerin. Peyva “teyaqûz”ê ji ferhenga me dûr e. “Amadebaşîya daîmî” tu car neketîye nav bername û rêziknameyên me yên sîyasî. Hal ew e ku gelên wisan, mesela zemanekî îbranî, wisan li ser pîya man. Wan bi vê haletê ruhîyeyê dewletek ava kir û dewleta xwe ya piçûk a têr-dijmin heta îro wisan parast.

Elbet encax di demên teng de em li ser bêferasetîya xwe dikevin nav hizran. Di demên din de herwekî em miletekî normal bin, dijîn. Herwekî welatê me parçe nebûbe û li ser her parçeyekî dewleteka despot û nîjadperest desthilatdar nebe, serên me wisan ser balgîvên rehet in. Xwezî tenê ew bûya! Sersarî û bêxemîya rojên teng, evçend beloq nebûya! Nexwe gava li parçeyekî welêt li ser serê xwişk û birayên me dibe axirdewran, li qehwexane, parq û li cihê kêf û seyranan ew bêxemîya ku mirov diqehirîne, çi ye?.. Ji bo kiryarên hovane qey di dilên me de misqalek jî buxz nemaye! Belê, mafek e ku mirov rehet, aram û bêendîşe bijî. Û Xwedê dizane ku jîyana di kirasê teyaqûzê de, barekî gelek giran e û cardin neheqîyeka mezin e. Lêbelê ger rewşa heyî, me mecbûrî rakirina barekî wisan bike, çare çi ye? Revîna ji vî barî, dê tenê cureyê hincetan zêde neke?

Tiryaq

Tenêtî mîna jehrekê hiş kor dike, ruh falincî dike. Dide jibîrkirinê ku mirov di şûna mehdîyekî de, ji cewherê yekûna xwe mehdîyek derxe; dide jibîrkirinê ku mirov xwedî-xîret be, ‘edaleta Xwedê li vê dinyayê zûtir tecellî dike; dide jibîrkirinê ku mirov xwedîyê welatekî parçebûyî û dijminên çavsor be, pêdivî bi amadebaşîyeka daîmî heye… Lê mîna van hevokên ku “kêşe” û “çareserî”yê bi hev re dihewîne, tiryaqeka (panjehr) tenêtîyê jî heye: Vejîngerî! Vegera Li Xwe! Xweîhyakirin! Serlêdana Li Cewherê Xwe! Ku ev helwest, di kêlîyên teng de bo gelek milet û erdnîgarîyan bûye rêya çareserkirina qeyranên maddî û manewî. Em mecbûr in li xwe vegerin û li wir ger cewherek hebe, bixebitînin. Ji ber ku rêyên din tev şemirîn, bo armancê neçûn serî, ji faydeyê zêdetir zirar dan. Wisan dibêjim lewra me ji bo faydeyên demkî ji nakokîyên dagirkerên xwe îstifade kir, lê neçû serî. Di dawîya dawîn de her carê wan dev ji nakokîyên xwe mezhebî, dîrokî, aborî, sîyasî berdan, li dijî me bûn yek. Me bo berjewendîyên xwe û wan bi ewrûpîyan re, heta bi hêzên emperyal re jî kar kir, nebû. Wan bo berjewendîyên mezintir, di gava pêşîn de em terk kirin. Hewlên me yên bo “biratîya gelan”, “piştgirîya enternasyonalî” an “îxwanul muslîmîn”, tu car pere nekirin, ew ji hemûyan zûtir li ber avê çûn… Niha tiştekî ku me heta niha neciribandîye, lê daîma li ber destê me ye, em bikin: Em hêza xwe ya mîna dêwekî tiral ê bêarmanc,* rakin pîya û îstiqameteka neteweyî bidinê, nabe?

Elbet em jî wekî miletên din homojen nînin, ji sinif û tebeqeyên curbicur pêk tên û Xwedê dizane ji ber vê yekê em xwedîyê îdeal û rêyên cuda yên civakî ne. Lewma dê hinek ji me li pey dezgehên lîberal, sosyalîst, şerîatxwaz, femînîst, ekolojîk filan û bêvan baz bidin. Lê heta wê rojê, em ji van mezintir û pîroztir tiştekî li dar bixin, tiştekî ku nebûye nesîbê nifşên berîya me, bi dest ve bînin, çêtir nîne? Ya rast ji bo ku em bi layîqî li pey wan îdeal û rêyên civakî baz bidin, ji me re azadîyek û ji bo vê azadîyê jî welatek lazim nîne? Ku ev yek jî niha sahneyeka fîlma Braveheartê tîna bîra mirov. Gava ew serok-klanên skoçî (ku pir dişibin hizbên me yên sîyasî yên îro), ser hesabên piçûk ketine nav devojenîyeka dijwar, William Wallace li wan vedigere û ji wan re wiha dibêje:

“Hûn bi piçikên ser maseya Çîpdirêj** wisan meşxûl in, we ji bîr kirîye ku Xwedê tiştekî xweşiktir daye we. Di nav we û me de ferqek heye: Hûn zen dikin ku gelê vî welatî ji bo ku hûn xwedîyê van mewqîyên bilind bin, dijîn. Lê bi min heta ku hûn ji bo azadîya wan bixebitin, dê ev mewqî qismetê we bin.”

Tenêbûn bêkesî û bêpiştekî be, bihevrebûn û tifaq jî ziddê wê ye. Li vegera vî cewherî jî dibe ku mirov negihijîne felatê. Ji ber ku bêyî ceribandinê mirov nizane. Tiştê ku şiklê dawîn dide qedera şexsî û giştî ’emel e, ew hewl û berxwedana kêlîya dawîn e. Çi ji dest hat mirov bike, heta mirov bi şewq û eşq bike. Digel vê, gava neçû serî, gava ew top ji potayê vegerîya, êdî maf heye ku em bi devekî şor, lê bi dilekî rehet wiha bibêjin: “Çi ji destê min hat min kir, çi bikim qeder reş e.” Belkî wê demê sebeb hebe ku em li benda mehdîyekî bin, gazindan ji ‘edaleta Xwedê bikin an laçika bêferasetîyê bidin serê xwe û heta hetayê di nav tenêtîyekê de bigevizin.

Çirîya Pêşîn 2019

[1] Bnr. “Şêrzad Hesen: Ev Romana Min Straneke Xemgîn e”, Hevpeyvîn: Ferhad Çomanî, Rûdaw, 25.05.2015, www.rudaw.net

[2] Meala pênc ayetên ewil ên sureya Înfîtarê.

[3] Celadet Alî Bedirxan, “Hevind”, Hawar, 8 Gulan 1933, j. 20, r. 7.

[4] Mela Enwer, “Pirsa Min Ji Xudê”, Ronahî, 1 Tîrmeh 1943, j. 16, r. 9.

[5] Cegerxwîn, “Hey Felek”, Ronahî, Tebax-Îlon 1944, j. 27, r. 20.

[6] Osman Sebrî, “Lavelav”, Hawar, 8 Gulan 1933, j. 20, r. 4, 5.

* Belê, ger em 40 mîlyon serî bin, em dêwek in, lê ger em hêj jî li ser axa xwe koçber, bindest û peragende bin, em dêwekî tiral ê bêkêr in.

** Çîpdirêj, leqebê qral Edwardê Yekem e ku di navbera salên 1272-1307an de li Îngilîstanê hikum kirîye.