1. Dîbace: Pêbendîya Rewşa Giştî û Nefsî

Dema di Tebaxa 2012an de li beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstitûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê me dest bi kar kir, heyecan û enerjîyeke mezin hebû. Me digot bo kurdan û herwiha bo min “dewreke nû” dest pê kirîye. Me bo xwe jî wisan digot lewra piştî mamostetîya bîst salan a ziman û edebîyata tirkî, dor hatibû ku em mesaîya xwe ya fermî bo ziman û edebîyata kurdî xerc bikin. Bi vî awayî me mesaîya nefermî ya salan a bo kurdî jî ji xwe re kir sermîyan û bi şewq dest bi kar kir. Bi rastî karekî giran bû. Ne ku ji bîst saetan jortir ez û hevalên xwe yên vê beşê diketin dersan û her yek ji me nêzîkî dused xwendekarên lîsans, lîsansa bilind a bitez û bêtez hebûn, li meydanê çêkirina mifredata dersên curbecur hebû û ji bo her dersê hazirî û hazirkirina notên dersê hebû, heta “cardin xwendina hin metin û berheman” hebû ku mirov hafizeya xwe nû bike… Lewma bo şexsê min mesaîya mezin esas li malê, li odeya xwe xebatê dest pê dikir. Lê tu westan û zehmetî xwe li ber vê berpirsîyarîyê nedigirt. Dilrehetîya amadebûnê ya roja din, bes bû. Xwedê dizane û herhal dê xwendekarên wê demê jî şahidî bikin ku ders jî xweş û mifadar derbas dibûn. Bi mamoste Zulkîf Ergun re di demeke kin de ji bo hemû dersên qada edebîyata modern, me mifradeteke standardkirî pêk anî. Bernameya her dersê ne tenê li ber destê me bû, ew di dersa pêşîn de diketin destê xwendekaran jî. Bi vî awayî li gor mijarê û metna edebî ya ku dê bihata xwendin (ji xeynî çavkanîyê, lîsteyek jî ji metnên neqandî hebû di dawîya wan bernameyan de) her kes hazir dihat dersê. Divê mirov bi heqnasî bibêje ku ji wan xwendekaran gelekan “bi heyecana li ber dergehekî nû” ev metin dixwendin û rê li pêşîya dersên înteraktîf vedikirin. Herhal rojekê, xebateke ku li gor rêbaza “sosyolojîya edebîyatê” kar dike, dê li ser hin kovarên ku bi van saîqan derketin û hin kulûbên xwendinê yên ku kitêbên van lîsteyan dikirin mijara guftûgoyên xwe, dê lêkolînekê bike. Eve di van dersan û carna jî sohbetên kulûban de, li ser navê xwe bibêjim, li rexê qeneetên xwe yên nivîskî an kitêbên lêkoleran, me cih dida hin tesbîtên xwe yên ku hêj li qelemê neketine jî. Lewma piştî demekê me didît ku hinek berîya me rahiştine modernbûna Hacî Qadirê Koyî[1], peydabûna cureyên nû yên dewra Hawarê, wergerên edebî yên Xelîl Xeyalî, taybetîyên modernîteya derengmayî… Bi rastî piştî hêrsbûneke demkin, toleransek rû dida. Qet nebe jê hinekan di beşa çavkanîyê de bi awayekî naîf cih didan peyveke bi vî rengî: “Ji notên dersa mamoste Remezan Alan”. Em dibêjin qey beşê mezin ê toleransa meya navborî ji vê naîfîyê diwelidî. Beşa piçûk jî digot tiştek nabe, xortên heweskar in, dixwazin xwe nîşan bidin, ev zeafeke ciwanîyê ye…

Piştre çi bû? Piştre atmosfera aram xera bû. Serokê îqtidarê bo berdewama postê rêveberîyê dev ji pêvajoya aştîyê berda; bizava legal bo destkeftîyên kurdan şûna ku bikeve nav bazarîyekê tevî strana (Em ê te nekin serok/Seni başkan yaptırmayacağız!) koroya çeprewên tirkan bû; têkilîyên îqtidarê û cemaeta Gulen xera bû û ber bi dijminahîyeke req ve çû; hizba daîmî ya dewletê bi şertê ku ev cemaet û hereketa kurd bê tesfîyekirin, piştgirî da serokê îqtidarê; wî jî li gor vê lihevkirinê pihînek li maseya mutebaqata Dolmebaxçeyê xist û got li vî welatî kêşeyeke kurd a ku bê çareserkirin nîne… Bizava îllegal jî rabû dest bi kolana hendeqan kir û li çend deverên ku bi kurdperwerîya xwe navdar bûn “xweserîya demokratîk” îlan kir. Dewleta ku dagerîyabû ser afirê xwe yê berê (eyarên fabrîqeyê) bo cezakirinekê ev kir fersendek. Dema di şer de ji xeynî wêranbûna siruşt û dîroka van deran, dîmenên trajîk jî rû dan (rizîbûna cendekê jineke şêst salî li kolanan, veşartina termêkeçeke deh salî di sarincokan de, mirina kebanîya malbatekê li ser sifreya taştê bi guleya topê, bi saxî şewitandina bi sedan insanan di bodrûman de…) me dît ku bi navê “Em ê Nebin Şirîkê Vî Sûcî” dengek bilind bûye, bi qewlê kurdên başûrî, ji nav “cami’eya me”. Li ser nefsa xwe dibêjim, bo ku piştgirî bidim hevpîşeyên xwe yên ku bi vê daxûyanîyê re marûzî şîdeteke mezin hatin û bo ku şer raweste, min jî îmzeyek da vê daxûyanîyê. Bi vê pêvajoyê re pêşî derbarê me îmzekaran de wekî li her zanîngehê, li Artukluyê jî lêpirsîna disîplînê vebû û li gor mewzûateke betalbûyî [2]cezayên “uyari” û “qinama” hatin dayin û axir sê-çar meh şûnde jî bi pêşnîyaza komîsyoneke veşartî ya zanîngehê ji beşa ziman û çanda kurdî ya enstitûyê em birrek kurd û ji beşên din jî nêzîkî bîst akademîsyenên kurdperwer û muxalîf hatin îxrackirin.

Ne ku li vir pêdivîyên “dîbace”yê îcra bibe destpêkeke wisan rû da, di heman demê de bo têkilîya “axaza qisseyê” ev dîbace bila bibe derbasokek. Lewra wekî her rûdanê, hîleya ku dê niha îfşa bibe jî (heta derekê) bi vê atmosfera giştî re têkildar e. Ger îro di asoya teng de rewaca bo lîsans û lîsansa bilind a kurdî hatibe ber qedandinê, dawî li wan kovar û kulûbên xwendinê hatibe, rêjeya çapbûna kitêbên kurdî û firotina wan kêm bibe, di qadên giştî de xuyabûna nav û nîşanên kurdî hatibe pileyeke piçûk, hinekan ji sendîqayên xwe yên salan îstifa kiribin û di asoya fireh de li ser hemû parçeyên Kurdistanê metirsî û gefên dagirkeran zêde bûbe, ev yek ji naveroka dîbaceya me xafil nîne. Ji bo qada ku niha me ‘eleqeder dike em xeber bidin: Dewletê bi van îxrac û dozên cezayê re, ehlê akademîyê “anî rayê”, di nav formeke paşverûtir a YOKê de zîhnîyeta xwe binecî kir, nîşan da ka beşên kurdî jî tê de patron kî ye. Bi rastî li hember vê yekê û polîtîkayên dij-kurd ên vê sîstemê, ezmûna civak û akademîsyenan, wisan tabloyeke ferahfeza bexş nake ku mirov ji bo dahatûyê hêvîdar be. Jixwe tiştê ku dilê mirov birîndar dike ev e: Bi rizîbûna îqtidarê re, civaka bêsewt jî dirize diçe. Li ber vê tabloyê mirov çawa hêvîdar be, nizanim! Di vê maweyê de em dibînin û dibihîzin ku hinek hêj jî xwe wek “akademîsyenên kurd” bi nav dikin, bila bikin, heqê wan e. Lê me dît ku ji wan komeke mezin, gava ji beşên kurdî û yên din hevpîşeyên wan hatin îxrackirin, bi rêya telefonekê jî nexwestin, tirsîyan an tenezûl nekirin bibêjin “derbasî be”. Di rewşeke wisan de dê mirov ji kîjan ’emelê wan hêvîdar bibe, nizanim. An di vê dewra tarî de, di nav ewqas îxrac û tenzîla rutbeyan de, kî di terfîkirina rutbeyan de xêrekê dibîne, ew dizane! Bi rastî cihê mereqê ye, ewên ku gava ev zilm dihat serê miletê wan (ku pratîkên “huqûqa ji bo dijmin” hêj jî berdewam e) dev ji protestoyekê berde, pilepileke zahirî jî ji devê wan derneket, gava li vir û wir beradê xwe didin û dibêjin “ez yekem doçentê xebatên kurdî me, “min pileya profesorîyê ji sehaya kurdî wergirtîye”[3] an dema li ser navê kurdan wek pisporên sehaya kurdî, ji tirkan re gotaran dinivîsin, di serê wan de ji bo miletê wan xizmeteke çawa heye?

  1. Axaz-i Qisse: Çîroka Hîleyekê

Qey mirov dibêje dê ji van “xizmetan” yek jî întîhal, yanî bi kurmancîya gewr, dizî be! Belê, dê pratîkên wisan rû bidin, lewra li pey vê rizîbûna mezin encax ’emelên xirab dê çêbibin. Jixwe dibin jî. Nivîsa Ayhan Tek (Gewerî) a bi navê “Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım” (2018: 415-423) tiştekî wisan e. Dema çendek berê çavê me bi sernavê wê ket, bala me kêşa. Me got herhal bi nivîseke me re di nav nîqaş û guftûgoyekê de, nexwe dê çima sernavekî analojîk/îltibasî (ku kurmancîya wê dibû “Li Ber Sîya Şîroveyên Şaş Xwendineke Sehîh Li Ser Ehmedê Xanî”) hilbijêre! Çinku nivîsa me ya ku hahanga hatibû bîra me ev bû: “Di Nav Lepê Şîroveyan de Mesnewîyeke Mîstîk”. Ew û wergera wê ya tirkî ya “Yorumların Pençesinde Mistik Bir Mesnevi” ketibûn nav kitêba Sempozyuma Ehmedê Xanî ya Navneteweyî (2008: 179-199). Teblîx bi kurdî pêşkêşî sempozyuma navborî bûbû, kitêba sempozyumê heman salê (2008) di nav weşanên Şaredarîya Mezin a Dîyarbekrê de çap bûbû, salek şûnde jî wek gotarekê ketibû nav kitêba Bendnameyê.[4] Lê dema me nivîs xwend û çavê me bi çavkanîya wê ya “dewlemend” ket, me fêm kir ku bazar bi awayekî din e. Em vîya ji kibr û hêrsbûnê pak dibêjin: Ger vê nivîsê me ‘eleqedar nekira, ya rast fikreke me ya ku bi salan bo qebûlkirina wê me ked dabû û em rastî nerazîbûnan hatibûn wisan bêperwa nekira malê xwe, me yê serê xwe pê neêşanda! Lewra zeîf û sethî bû û çavkanîya wê jî tê de bi temamî 8 rûpel bû û qaşo bersiv dida wan “şîroveyên şaş” ên derbarê Ehmedê Xanî de, lê ji ber bêîstiqrarîyeke naverokî bi ser nediket. Bi raya me bêîstiqrarîya wê ji “hîle”ya wê diwelidî. Herçend xwedîyê nivîsê hewl dabû ku hîleyê veşêre jî bi ser neketibû.[5] Wisan bû, çinku bi xwendineke basîd a berawirdî jî dixuya ku fikra sereke ya nivîsê, ne malê nivîskar bû. Tenê fikra sereke? Na, çend tiştên din jî, ku em ê niha ji sernavê wê dest pê bikin û pê ve biçin.

Dê xwedîyê nivîsê bibêje ya min “Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım” e û ji ya te cuda ye. Nexêr! Sernav jî hîlêyekê vedişêre û ev hîle pir rehet dikare bê îfşakirin. Erê navê gotara me “Di Nav Lepê Şîroveyan De Mesnewîyeke Mîstîk” e û balê dikêşe ser berhema Ehmedê Xanî û sifetek jî nayne pêşîya “şîroveyan”. Lê kesê xwendibin an piştî vê nivîsê mereq bikin bixwînin, dê bibînin ku di destpêkê de me ji çend nivîskaran feyz girtîye û di şûna “overinterpretation” yanî “aşırı yorum” a Umberto Eco de peyva “şîroveya bêhed”[6] minasîb dîtîye. Jixwe dema mirov nivîsa Ayhan Tek dixwîne, mirov dibîne ku qesta wî ji têgeha “yanlış yorum” (şîroveya şaş) bi temamî şîroveya bêhed e. Ne ku demêkê ji me re şik çênebû ku belkî Tek ew di mahneya “xwendina şaş” a Bloom de bi kar anîbe. Bi vê minasebetê me cardin li beşa “Pêşgotin Endîşeya Qirêjbûnê” û beşa “Clinamenan Xwendina Şaş a Helbestekê” ya Etkilenme Endişesi [Endîşeya Karîgerîyê] mêze kir. Lêbelê me cardin dît ku Bloom mahneyeke “afirîner”, yanî wesfekî erênî dide vê tegêhê (Bloom, 2008: 20, 79). Jixwe ev têgeh bo helbestvanan, ne bo rexnegir û lêkoleran e. Û li nav tradîsyona me ya edebî, berevajîyê nêrîneke Bloomî, “rehetî” û “bêendîşe”yek serdest e. Ji ber ku ew şairên ku dane pey Xanî (ku jimara wan ne hindik e) eşkere eşkere, mexrûr mexrûr ew teqlîd û dubare kirine. Yanî bêtir li meydanê rewşeke “bêendîşeya karîgerîyê” heye. Ji ber van yekan ne mimkûn bû ku “şîroveya şaş” hevalbend an muadîlê “xwendina şaş” bûya. Jixwe Ayhan Tek jî di rûpelekê de karê me hêsan dikir, otokontrola xwe winda dikir an bi qewlê psîkanalîstan zimanê wî dixelitî (xelitîna Freudyen/Freudyen sürçme) û wî bi xwe peyva “aşırı yorum” telafûz dikir: “… modern dünyanın kavramları ile aşırı bir yorumatabitutarak…” (Tek, 2018: 417). Piştî ku me ev jî dît, niha maf heye ku em bibêjin Ayhan Tek hîleyek jî bi Umberto Eco kirîye. Lewma bi qasî ku em dizanin di nav lîteratûrê de bo peywendeke wisan têgeha “aşiri yorum” tê bikaranîn an dema yek dixwaze di şûna têgeha Eco de tiştekî din bi kar bîne, pê re dikeve nav guftûgoyekê. Lê Tek bêyî ku tiştekî wisan bike, rasterast dibêje “yanlış yorum”. Çima wisan dike, an mîna me (elbet bo nimûne dibêjim “mîna me”, nexwe gelek rêyên din hene) di destpêka nivîsa xwe de ji hin nivîskaran (mesela ji Sontag û Eco) îqtibasan nake û nîşan nade ka hin şîroveyên derbarê Ehmedê Xanî de çima “şaş” in? Herhal ew jî difesirîne ger tiştekî wisan bike, dê hîleya wî kişf bibe. Di şûna wî de herwekî xwendevan ji “şîroveyên şaş” xeberdar be, hişê wî ji mijareke wisan re amade û stabilîzekirî be, tevdigere. Hal ew e ku nivîseke baş, hele jî nivîseke ku qaşo bi formeke “zanistî û akademîk” hatîye nivîsîn, mecbûr e di destpêkê de îzeh bike ka “şîroveya şaş” çi ye an xwedîyê nivîsê di mahneyeke çawa de ew bi kar anîye. Lê na, ne xwedîyê nivîsê wisan dike û îhtimaleke mezin ne jî edîtorên kitêbê nivîs lê vegerandine ku ev kêmasî çareser bibe.[7]

Elbet di sernav de mîna “şîroveya şaş”, navê “Ehmedê Xanî” jî kamuflaja hîleyê ye. Qey Ehmedê Xanî ji ber kîjan berhema xwe şaş hatîye şîrovekirin? Bi qasî ku em dizanin ne ji ber Nûbihara Biçûkan, Aqîdeya Îmanê an Dîwana xwe, ji ber Mem û Zînê, hadê em navê kêşeyê rast daynin, ji ber du binbeşên dîbaceyê (“sebeba telîfê” û “medhîye”) wisan tê şîrovekirin. Me ne tenê di gotara xwe ya navborî de beşeke mezin ji bo van beşên dîbaceyê veqetandîye ka ew şîroveyên ku pala xwe didin van binbeşan, çawa “ji hedên metna heyî” derketine û li pey nîyeta xwe çûne û bûne “şîroveyên bêhed”, lê me gotara xwe ya bi navê “Encamên Xweserîyekê”[8] jî bi temamî ji van binbeşan û daxwaza “îqtidar”ê (ku niha bûye “hamîtî” û “patronaj”) re terxan kiribû. Ji ber ku di nav tradîsyona mesnewîya Şerq-Îslamê de tijekirina naveroka van binbeşanbi bêtifaqî û bêdewletbûna kurdan, tebîetê wan ê bi temerrid û şiqaq, cografyaya wan a di nav osmanî û safewîyan de parçebûyî, bêfesaretîya umeraya wan a ku nedibû pêşengê qewmê xwe û ne jî piştgirê nezma zimanê xwe, tiştekî “xweser” û “nû” bû. Bi qewlê Xanî ev yek, di nav mu’tadekê de xîlafek bû û di heman demê de ev xweserî bû ku dibû çavkanîya birrek şîroveyên îroyîn. Lewma tam jî bo vê yekê di teblîxa sempozyumê de me bi feyza tesbîtên Sontag û Eco digot ku, ji bo ku em metnê bo daxwazên xwe yên îroyîn qul qul nekin, li gor mebestên xwe hin beşên wê neemilînin, divê em di nav peywenda giştî ya metnê de şîroveyan bikin û hurmet ji paşxaneya ziman û çanda wê re bigrin (Alan, 2008: 179).

Baş e Ayhan Tek di gotara xwe de cih dide çavkanîya şîroveyên şaş ên tenê derbarê “Ehmedê Xanî” de? Yeka ‘eletewş ne tê de,[9] cih nade tiştekî wisan. Çinku şîroveyên şaş ne ji “Ehmedê Xanî”, ji du binbeşên dîbaceya “Mem û Zîn”ê der dibin. Lewma Tek li dijî sernavê gotara xwe tevdigere û mîna me li ser Mem û Zînê hûr dibe û dema dest bi xwendina xwe ya “sehîh”jî dike peywenda wî her ev berhem e (2018: 420). Madem wisan e, heq e mirov jê bipirse ka çima di sernavê nivîsê de “Ehmedê Xanî” heye? Mirov dibêje qey sernav bibe “Yanlış Yorumların Gölgesinde Mem û Zînê Sahih Bir Yaklaşım”dê hîleya nivîsê hêj pêngava yekem de eşkere bibe.

Ku em ji sernav berjêrî hevokên destpêkê bibin, em ê van bibêjin. Metna Tek wiha dest pê dike. (Da ku em sibê rastî tawana “metna min xelet hatîye wergerandin” nebin, em digel tirkîya wê neqil dikin):

“Ehmedê Xanî (1651-1707), Kürtler ve Kürt edebiyatı hakkında yazılmış kaynaklarda kendisine ve eserlerine atıfta bulunulan kişilerin başında gelir. Bu yönüyle -ölümü üzerinden üç yüz yılı aşkın bir zaman geçmesine rağmen- Ehmedê Xanî ismi sadece Kürtlerin değil, Kürtlere dair söz söyleyenlerin çoğununun gündeminde canlılığını korumaya devam etmektedir. Bu bakımdan bir şair, edip ve mutasavvıftan ziyade, sosyo-politik alan ile ilişkilendirilerek okunan Xanî’nin asıl profili ve söylemi geriye itilirken, kimi zaman da anakronik yaklaşımlarla, şairin mensup olduğu edebiyat geleneği dışından bakılarak, şaire ait olmayan bir kimlik kendisine yüklenmek istenmiştir. Bu elbette tek yönlü bir yaklaşım olmayıp, Xanî bazen bir Kürt milliyetçisi olarak sunulurken bazen de eserlerinde öne çıkardığı çok yönlü söylemlerinin sadece birine hapsedilerek diğer yönleri örtülmeye çalışılır. Bunun sonucunda da herkesin kendine uygun birer “Xanî” yarattığı görülür. Nitekim bazı yaklaşımlarda Kürtlüğüne dair bir şey söylenmeyip salt “sûfi” profili görülebilirken, aksi durumlarda bütün dini referanslarından sıyrılmış “Kürt milliyetçisi” kimliği de görülebilecektir. Bu bağlamda Kürt edebiyatı ve kültüründe önemli bir yere sahip Ehmedê Xanî’nin gerçek etkisinin gün yüzüne çıkarılması niyetini taşıyan bu yazıda, Ehmedê Xanî’nin Kürt edebiyatına katkılarına ve bu edebiyatı taşımaya çalıştığı yüksek mertebenin yanı sıra, edebiyatına yönelik yanlış saptamalara da dikkat çekmeye çalışacağım.” (2018:415).

 Destpêka nivîsa me jî ev e:

Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî ya ku ji hemû hêlan ve bûye nasnava wî, ji duh heya îro, li ser xeteke domdar, mezherî ‘eleqeyeke mezin bûye. Ji vê ‘eleqeyê kullîyadek çêbûye, bi dehan pirtûk û bi sedan lêkolîn û gotar li ser hatine nivîsîn. Îro ev kullîyad di nava edebîyata kurdî de bê reqîb e û di nava ya dinyayê de jî xwedîyê gewdeyeke stûr e… Lê şaxên vê gewdeya stûr çiqas li dara wê tên, ew tiştekî din e. Jixwe sînorê gotinên me jî ji vir dest pê dike: Şaxên vê gewdeya stûr çawa bi “keyfî” hatine teamkirin û li miqabilê vê keyfîbûnê Mem û Zîn çima mesnewîyeke mîstîk e.” (2008:179).[10]

De baş e çi ferq hene di navbera wan de? Elbet çend ferqên şiklî hene: Ya Ayhan Tek dirêjtir e, hin tiştên ku di nav tehlîlê de, heta di encamê de bên gotin, di destpêkê de îlan kirîye û bi zimanekî “sar” (ku di akademîya îroyîn de ji vîya re dibêjin “zimanekî akademîk”) lê kirîye. Ya me kin û ketûm e, bi zimanekî “germ” ango bi zimanekî “metaforîk” hatîye nivîsîn. Ji alîyê naverokê ve çi dibêjin? Her du jî dibêjin ku di çavkanîyên kurdan û yên derbarê kurdan de Ehmedê Xanî û berhemên wî (ku me bi Mem û Zînê sînor kirîye ji heman sebebên îzehkirî) ji duh heta îro hêj jî xwedîyê ‘eleqeyeke zindî ye. Lê ev ‘eleqe bi rastîya Ehmedê Xanî û berhemên wî re ne di nav aheng û însicamekê de ye, qismî û yekalî ne. Dîsa em dibêjin ev şîrove di nav terkîbeke “keyfî” de ne, Tek dibêje  di nav “yanlış saptama”yan de hatine sazkirin. Û di dawîyê de herdu nivîs jî dibêjin em ê rastîya Xanî bibêjin. Ya me dibêje Mem û Zîn mesnewîyeke mîstîk e, ku ev taybetî Xanî dike şair û mutesewifek. Jixwe beşa duyem a nivîsa me (“Wek Bersiveke Giştî: Mîstîkîya Mem û Zînê”) li ser vê yekê ye û bo îsbatkirina vîya me xwe spartîye beşa “Evîna Rastîn” û “Gelo Ev Xewn e an Xîyal e?”[11] û çend motîfên mîna “zindan û çol”, “xewn”, “wesîyeta Zîn û Leylê” û bo têkîlîyeke întertekstûalî, me ev metin bi mesnewîya Leyla vû Mecnûna Fuzûlî û Nîzamî re qîyas kirîye (Alan, 2008: 189-194). Metna Tek jî dibêje alîyê Xanî yê şair, edîb[12] û mutesewif nayê dîtin û dê nivîsa wî hewl bide van alîyên wî derxe meydanê. (Elbet di hevokên bê de em ê destnîşan bikin ku destpêka nivîsa wî ji van weadan yekî jî bi cih neanîye.) Tenê di cîyekî de ferqeke destpêkên me heye. Tek dibêje ku “hinek xebat Xanî ji kurdbûna wî dişûn, wî di nav profîleke sûfî de dinirxînin.” Eve ev di destpêka me de û elbet di nivîsa me de tuneye. Jixwe Ayhan Tek behsa van şîroveyên nîyetxirab bikira, heta li pey wekî wê ya ‘eletewş biçûya (ku beşeke wan şîroveyan malê tirkan in û beşek jî malê kurdên muhefezekar in ku li gor têla dilê tirkan lê dixin) dê nivîsa wî ji vê mecraya ku niha bûye mijara me derketa, bûbûya tiştekî resen û me yê jî jê feyzek wergirta. Baş e, di nav nivîsa xwe de Tek behsa wan şîroveyên ku Xanî dikin “sûfî” dike? Na, hergîz, tu car! Ji ber ku derdê wî ne rijandina xwîdanekê ye, ew li pey nêçîreke rehet e.

Em niha li ber van herdu “destpêk”an bipirsin: Întîhal qey tiştekî tenê “lefzî” ye? Yanî qey lazim e hevok bi hevok eynî be? Ger wisan be me tevan top avêt. Lewra tu kes nikare heqê xwe bipirse û nikare îddia bike ka kî ji sînorê îlhamê derbas kirîye ketîye nav parêza “întîhal”ê û bi kêfa dilê xwe jê xwarîye. Xwedêkirî dinya hêj nehatîye ber kevîya vê felaketê û em dikarin bi rêya “naverok”ê, bi mahneya hevok, paragraf an beşekê jî întîhalê zeft bikin. Bi raya me jorê tiştê ku bûye, eve.

Bêguman ne tenê ev e. Di rêbaz û kompozîsyona nivîsê de jî heman rewşa xeyrî-etîk didome. Tek berî ku bersivek bide wan şîroveyên şaş, di bin sernavê “Ehmedê Xanî’ye Biçilen Modern Elbiseler” de wan şîroveyan tîne rojevê û di vê çarçoveyê de ji Celadet Alî Bedirxan, H. Mem, Faik Bulut û Ferhad Shakely îqtibasan dike û destnîşan dike ka ev şîrove çawa ji helbestvanîyê wêdetir mîsyonên dinyayeke modern li Xanî bar dikin (2018:417,418). Wekî ku me gotî, heta Tek di vê kêlîyê de otokontrola xwe winda dike û ji van şîroveyên modern re dibêje “şîroveyên bêhed” (aşırı yorum).

Baş e di nivîsên mîna “Di Nav Lepê Şîroveyan De Mesnewîyeke Mîstîk” û “Encamên Celebînîyekê” de me çi kiribû? Me tenê cih nedabû şîroveyên van kesên ku li jorê navên wan borî, lîsteya me bi kesên wek J. Kurdo, Qanatê Kurdo, Mehmed Uzun, Medenî Ayhan, Murat Ciwan, Nûredîn Zaza, Amir Hassanpour û xasma Îzeddîn Mustefa Resûl dirêj dibû ka ev camêr çawa bi hesasîyetên roja me ev binbeşên navdar şîrove kirine (2008: 180-189 û 2005: 85-87). Lewra di destpêka gotara me de îddiayek heye ku Ehmedê Xanî bi rêya berhema xwe (Mem û Zîn) “mezherî ‘eleqeyeke mezin bûye û ji vê ‘eleqeyê kullîyadek çêbûye, bi dehan pirtûk û bi sedan lêkolîn û gotar li ser hatine nivîsîn”. Madem Tek jî di pêşgotina gotara xwe de peyveke wek “Kürtler ve Kürt edebiyatı hakkında yazılmış kaynaklarda kendisine ve eserlerine atıfta bulunulan kişilerin başında gelir.” dike, çima cih dide tenê beşeke piçûk a vê ‘eleqeyê? Em dibêjin dîsa ji ber veşartina hîleyê ye. Nexwe li ba Îzeddîn Mustefa Resûl (ku Bir Şair Düşünür ve Mutasavvıf Olarak Ehmedê Xanî ve ‘Mem û Zîn’ xebata wî ya doktoraya ye), Murat Ciwan, Medenî Ayhan filan şîroveyên”seyrtir” hene ku ew riwangeha nivîsa Tek berfirehtir bikin. Lê Tek tiştekî wisan nake[13], çinku bike dê eyba nivîsa wî ya ku bi hemû konvansîyonên xwe ve li ser şopa nivîseke din diçe, zûtir kişf bibe. Elbet dîsa çi hikmet e ku nivîsa Tek jî wekî ya me di nav van şîroveyan de payeyek dide gotara Bruinessen a ” Ehmedê Xanî’nin Mem û Zîn’i ve Kürt Milli Uyanışının Ortaya Çıkışındaki Rolü” (2018: 417, 417, 422). Bo çi Bruinessen? Me ji ber vê sebebê heq daye Bruinessen: Mem û Zîn ne di dema xwe de, di destpêka sedsala bîstan de gava beş bi beş a bi temamî li Qahîre, Stenbol, Heleb, Hewlêr û Bexdayê çap bûye, agirê kurdperwerîyê geş kirîye (Alan, 2008: 180).

Elbet çavkanîyeke ku di nivîsa me de tuneye lê li vir heye, Garib-nâmeya Aşik Paşa ye. Tek serî li tesbîteke Kemal Yavuz dide û dibêje bi qasî Ehmedê Xanî nebe, tirk jî bo girîngîya hişmendîya zimanê zikmakî serî li vê berhema Aşik Paşa didin û jê hinek bi saîqên neteweyî hin beşên Garib-nâmeyê şîrove dikin (2018: 418). Bi raya me li vir jî (eve bû cara duduyan) bo Tek îmkana nivîseke resen hebû ger bi awayekî berawirdî, li ser dîbaceya Mem û Zîn û Garib-nâmeyê rawestîya û destnîşan bikira ka ev dîbace ji alîyê du miletên cuda ve çawa bi heman parametre û refleksên îroyîn hatine şîrovekirin. Lê mîna me gotî, nivîs xerîk e ku hîleya xwe veşêre, lewma fersendên ku derketine meydanê ji dest revandîye.

Yeka din, Tek di cihekî dewama nivîsê de[14] dibêje ku “…Xanî’nin eseri bir aşk mesnevisi olduğu için bu tarz eserler de hem aynı dil içinde hem de diğer dillerde yazılmış aşk mesnevileriyle karşılaştırılarak çözümlenebilir” (2018: 418). Elbet ji hîleyên vê nivîsê yek jî eve ku her wekî xwedîyê wê, ji gotarên me xeberdar nebe tevdigere. Belê, Tek ne xeberdar e (!) nexwe dê çima nedîta ku me heşt rûpelên gotara[15] xwe ya kovara Warê bo îsbatkirina mesnewîyeke Şerq-Îslamî veqetandîye û lêkoleran dawetî vê peywendê dike ku şîroveyên bêserûber nekin û me gotîye konvansîyonên vê berhemê ji mesnewîyên wek Leyla vû Mecnûn, Yusuf û Zuleyxa, Ferhad û Şîrîn, Hûsn û Aşq filan ne dûr in (Alan, 1997: 18-26). Û dîsa ger Tek xeberdar bûya (!) dê çima nedîta beşa duyem a teblîxa bo sempozyuma Ehmedê Xanî jî eve bi sernavê “Wek Bersiveke Giştî: Mîstîkîya Mem û Zînê” re ji nav beş û risteyên berhema Xanî cab dide wan şîroveyên bêhed û dibêje divê bo nêzîkî 128 beytên du binbeşên dîbaceyê nêzîkî 2530 beytên din neyê îhmalkirin û bi ser de ji alîyê guherîna lehengan ji eşqeke mecazî/beşerî ber bi eşqeke heqîqî/îlahî ve konvansîyonên metna Memû Zînê dişibe Leyla vû Mecnûna Fuzûlî û Nîzamî û wan berawird dike (Alan, 2008: 189-194)?..

Herwiha hewce nema ku em çend gotin jî li ser sernavê “Xanî’nin önceki şairlerden farkı: O bize bir hikâye anlattı” binivîsin gava ku ev beş bersiveke kamil û tekmîl (!) dide wan şîroveyên şaş. Ji alîyekî ve ew metnên ku bo rayagiştî ya tirkan tên nivîsîn, bi vî rengî di asta “elifbêtik”an de bin, çêtir e. Çawa be digel ewqas salan tirk hêj jî derbarê kurdan de encax bi qasî elifbêtikekê xwedîyê agahîyan in. Lê ev edaya ka “ez ê niha keşfeke mezin eşkere bikim!” ji bo kurdan hisîyeteke din çêdike û dîyar e xwedîyê nivîsê nafesirîne gava ku kurd nivîsên wisan bixwînin çi difikirin. Bi xwe li ba me ev hisîyata ha çêbû: Ev kes henekê xwe bi aqilê me dike? Qey em nizanin Ehmedê Xanî mesnewîyek nivîsîye û mesnewî jî çîrokên menzûm in?

Lê çi hikmet e dîsa, Tek bi sernavê navborî ve qet nakeve nav hewildaneke hûr ka ev metin di nav pîlanê mesnewîyekê de (me jî vê nivîsa ku hûn niha dixwînin li gor pîlana mesnewîyê nivîsî) çîroka xwe çawa îcra dike. Xwedîyê wê tenê tesbîteke nasyar dubare dike: Berîya Xanî tu şairên kurd mesnewîyeke eşqê nenivîsîbû, Xanî jî ji vê yekê xeberdar bû û wî di şûna mijareke erebî-farisî de destana Memê Alan ji berhema xwe re kir bingeh û bi îmkanên çîroksazîyê (kurgu) ew guhert, lê seba ku di destpêka van metnan de şair dengê xwe digihîne muxatabên xwe, bangî patronekê kir û gazindên wî yên ji bêpatronîya kurdî (bê hamîtî/bêpiştekî) jî ketin nav beşên “sebeb-i telîf” û “meth-i sultan” (2018: 420, 421). Belê, beşeke ku bi peyvên wiha dest pê bike “Ehmedê Xanî ismi etrafında gelişen yanlış algıların teşhisinden sonra, artık Xanî’nin gerçekten ayırt edici özellikleri ve etkisinden bahsedebiliriz.” û piştre xwe bi van tesbîtên ku me xulese kir bisînor bike, dê xwendevanekî/e ciddî çi bifikire? Bila bersiva muhtemel ji vê peywenda me dûr be: Dê bibêje, wileh sernavê artîstîk weada xwe pêk neanîye.

Em ê bibêjin Tek dîsa ji ber hîleya xwe nikarîbû li pey biketa ka herdu binbeşên dîbaceyê çawa bûn çavkanîya birrek şîroveyên anakronîk, hewlên ku Xanî derveyî erkeke poetîk bi meyl û xwendinên roja me ve resim dikin… Ku êdî mirov şerm dike bibêje xwedîyê van hevokan, di gotara “Di Nav Lepê Şîroveyan De Mesnewîyeke Mîstîk” de qismen, lê di ya “Encamên Xweserîyekê” de bi temamî li ser vê meseleyê nivîsîye û heta jê hatîye destnîşan kirîye ku di nav tradîsyona mesnewîya Şerq-Îslamê de xweserîya Ehmedê Xanî û berhema wî ji “vir” diwelide, di “wir” de gazindên Xanî ji tunebûna “îqtidareke tîp-mezin”, îqtidareke ku bi hemû wechên xwe ve qibleyeke maddî û manewî (2009:56-59) derîyê piştgirîyê jî vekirîye. Elbet me peyva “îqtidar” bi kar dianî, ji ber ku wê demê hêj bi Şâir ve Patron a Halil İnalcık û Tutsan Elini Ben Fakîrin a Tûbâ Işınsu Durmuş re peyvên wek “patron”, “sîstema patronaj”, “hamî”, “tradîsyona hamîtîyê” filan di devên me de nebûbûn benîşt. Xwedêkirî wê demê ev kitêb derneketibûn an derketibûn lê me ew nexwendibûn, nexwe ev şerha ku niha em ê pêşkêş bikin dê bêmahne bima: Sahîbkerem, alîcenab, letîfedan, suxennûwaz û xwedanê ku Xanî taleb dikir, ji hamî an patronê van herdu kitêban berfirehtir û mezintir bû. Xanî muqtedîrekî dixwest ku ew hem kurdan ji navbera qulzemê rûm û behrê tacîk rizgar bike,dînû dewlet tekmîl, îlm û hikmet tehsîl bike û axir hem jî qîmeta meqalatê (yanî nezmê) bizanibe. Lewma carna (ku peywend ne zexim be) kêşeyeke din e ku mirov li ber van têgehên li gor civakeke din, rabe xwe pênase bike an bi wan têgehan rewşa xwe temsîl bike. Lê ev ne mijara me ya aniha ye. Em dixwazin bibêjin ku di xebata Hâmîsiz Şâir Babasız Metin (2018) de jî, ku ew halê berfirehkirî yê doktoraya Ayhan Tek e, heman helwesta xeyrî-etîk didome.[16] Her wekî ji kurdan tu kesî berîya wî li ser têkilîya patrîmonyal, behsa şa’ir û mîr, tiştek negotibe an bi wan binbeşên navdar rasterast an nerasterast qala vê têkilîyê nekiribe, tevdigere. Baş e madem wisan e, em ê heta dawî biçin.

Îstitradek

Navê beşa pêşîn a xebata wî ya doktorayê ev e: “Ehmedê Xanî ve Eseri Mem û Zîn‘in Mesnevi Edebiyatındaki Yeri”. Baş e sernavekî gotara me ya “Mem û Zîn ve Edebiyatımızdaki Yeri” (War, 1997) çi ye: “Mesnevî Geleneği İçinde Mem û Zîn“. Yanî hema ji ber vê nêzikbûnê be jî mirov nivîsê meraq nake naxwîne an tê de qet tiştekî ku bi kêrî referansê be, nabîne? Ji mirov re gumanek çêdibe, ji xeynî meseleya vê “hîle”yê, ambargoyeke Ayhan Tek li ser me heye. Ambargoyeke ku mirov dibêje ji atmosfera vê dewrê diwelide. (Hêvîdar im ev tenê gumanek be!) Lewra me tecrûbe kir, di vê maweyê de carna muemeleya cûzzamîyan li me hat kirin. Nehatîye serê me lê hatîye serê hinek hevalan, gotarên wan ji alîyê kovarên bihakem ên beşên kurdolojîyê ve (ku bi vê pratîkê ew bi xwe pêşeroja xwe tayîn dikin û bila xêr ji bazara xwe bibînin!) ji ber heman atmosferê hatîye redkirin. Mirov dibêje qey ji hinekan bê, dê ji nav referansên xwe navê xebatên me derxin. Di xebata doktorayê ya Tek de teferûatek (belkî jî delîlek) heye ku meseleya “ambargo”yê nêzîkî ruhê vê dewra tarî dike. Belê, di kitêbê de referanseke wisan heye: Toska, Zehra (2015): “Klasik Edebiyat Bağlamında Mem û Zîn Mesnevisi”, Karşılaştırmalı Edebiyat Sempozyumu: Tarihselden Güncele Türkçe ve Kürtçe Edebiyatlarda Kimlik Tehayyülleri (amd. Nüket Esen-Ramazan Çeçen), Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları (2018: 174).

Zehra Toska, beşdareke sempozyuma edebîyata berawirdî bû ku min û Nüket Esen li ser navê beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Boğazîçî û beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê amade kiribû. Piştî pêşkêşîya Zehra Toska, di kêlîyeke sohbetê de me jî behsa xwendinên xwe yên ser Mem û Zînê, xasma jî teblîxa bo sempozyuma Ehmedê Xanî ya 2008an kiribû. Toska daxwaza vê teblîxê kiribû ku bixwîne. Xwedê dizane wê piştî ku wergera tirkî ya nivîsa me ya sempozyumê xwendibû, nemerdî nekiribû, çi feyz jê wergirtibû, di halê dawîn ê teblîxa xwe de nîşan dabû û wisan şandibû bo çapê. Madem Tek di xebata xwe de vê gotara Toska refere dike, vêga xwendîye û elbet di nav têbînîya wê ya yekem (1) de rastî agahîyeke wiha hatîye:

Remezan Alan: “Yorumların Pençesinde Mistik Bir Mesnevi”, Uluslararası Ehmedê Xanî Sempozyum Kitabı (30-31 Mayıs 2008), 180-202. Makalenin tümü bu türden aşırı yorumlara cevap niteliğindedir. (Toska, 2015: 110, îtalîk aîdî me ye.).

Elbet hewce bi vê têbînîyê nîne ku em îsbat bikin haya Ayhan Tek ji gotara me heye. Metna ku bûye sebebê nivîsandina vê gotarê besî me ye. Lê madem em derketin derveyî metnê, bila bi anekdotekê berdewam be. 2010 an 2011 bû tam nizanim, lê li Şaredarîya Mezin a Amedê çalakîyeke “rojên edebîyatê” belkî jî “mîhrîcana huner û edebîyatê” hebû. Dostek teklîf kiribû ku em bi hev re herin wê çalakîyê ku niha navê wê nayê bîra me. Çalakî li avahîya şanoyê bû. Li qata binî çavê hevalê min bi Ayhan Gewerî ketibû. Cara pêşîn li derveyê rewşeke “xîyaben” me wisan hev nas kir. Lewra Tek di TRT6ê de, ku wê demê hêj bêhneke kurdî ji vê qenalê dihat, bernameyek çêdikir ser kitêbên kurdî. Me ji vê bernameyê ew xiyaben nas dikir. Li gor gotina wî, wî jî me ji xebatên kurdî nas dikir. Berî ku em jê xatir bixwazin, wî tiştekî ku niha me eleqeder dike got, ku mealen wiha bû: Bendnamekitêbeke hêja ye, di fersenda ewil de ez ê wê jî bidim nasîn. Min spas kir û em jê veqetîyan. Wî kitêb da nasîn neda nasîn, nizanim, lê ji kitêbê û ger xwendibê ji vê gotarê hayedar bû ev bernameçêkerê sabiq ê TRT6ê.[17]

Ku em dîsa vegerin beşa vê nivîsê (“Xanî’nin önceki şairlerden farkı: O bize bir hikâye anlattı”), bi raya me, du hevok xwedî-nakok in. Ya rast em wiha îzeh bikin: Niha xwedîyê nivîsê dibêje ez ê xwendineke sehîh bikim ser şîroveyên şaş ên derbarê Ehmedê Xanî de, lê bi du cîyan de gotinên ku dikevin nav kategorîya Faik Bulut, H. Mem, Ferhad Shakely, Î. M. Resûl hwd. serf dike. Ji wan ya pêşîn ev e:

“...Xanî’yi Kürtçeyi bu dillerin (Arapça, Farsça ve Türkçe) seviyesine çıkarma stratejisinden dolayı Kürtlerin “milli” şairi olarak algılamanın çok da zor olmayacağını söyleyebiliriz.” (2018: 422).

 Îcar hevoka ku li pey vê hevokê tê û dixwaze xwe ji vê handîqabê vekêşe, piçek arabesk e:

Zira Xanî bu algı için oldukça münasip bir metin yazmıştır. Fakat şairin bu yönlerini modern milliyetçi kuramlarla okuyup açıklamak onu klasik edebiyat geleneğinin dışına itmek olacaktır ki bunun da Xanî’nin yaptığı işle uygunluk taşımadığı görülür.” (heman rûpel).

Yanî çi? Yanî xwedîyê van hevokan mealen dibêje ku dê ne zehmet be ji ber helwesta Xanî ya bo zimanê kurdî, mirov wî mîna şaîrekî “millî” bihesibîne; lêbelê dîsa jî dê ne rast be mirov li ber teorîyên netewetîyê wî mîna “neteweperwerekî” nîşan bide! Di tirkî de ji bo vê yekê dibêjin, “ne şîş yansin ne kebab!” Kurdî ya wê ya awamî lazim e ev be: Ji mast têr bixwe lê nabe tu toyê (qeymax) wê bişkînî! Yan Tek nizane ka “şairê millî” kategorîyeke çawa ye an jî ev metna ku ne hakimê naveroka wê ye, cardin bêîstiqrar dibe. Lewra hemû şairên millî, di heman demê de milletperwer in. Jixwe ji ber vê fikr û helwestê wesfekî wisan werdigirin. Bo kurdan Koyî û Cegerxwîn, bo felistînîyan Mahmûd Derwîş, bo îrlandîyan Yeats, bo amerîkîyan Walt Whitman filan tev wisan in… Di meseleya hesasîyeta ziman a Xanî de bo ku Amir Hassanpour nekeve nav anakronîyekê, Xanî bi fîlozof û nivîskarê frensî Joachim du Bellay re miqayese kirîye û gotîye fikr û hewla wî, bi awayekî qebe dişibe bizava edebî û linguîstîk a dewra pêşîn a Awrûpaya modern û helwesta makezimanperwerên (anadilci) mîna J. du Bellay (Hassanpour, 2005: 157, 158).[18]

Ya duyem ji referanseke artîstîkî diwelide, wek yarîzanekî di pozîsyona şûtkêşanê de bixwaze rovaşata bike lê bi ser nekeve û bikeve nav rewşeke qomîk:

… Xanî, Kürt kültür, sanat ve düşünce hayatını da etkileyecek kadar güçlü bir tesire sahip olmuştur. Bu bağlamda, Bloom’un (2008:11) “Shakespeare dünyayı, dünyanın onu etkilediğinden çok daha fazla etkilemiştir” ifadesine benzer bir şekilde söyleyecek olursak, Xanî de Kürtlere ilişkin her alanda günümüze kadar süren bir etki yaratmıştır.” (2018: 422, îtalîk aîdê me ne).

Li vê derê bo ku mirov pesnê tesîra Xanî bide, çi lazim e mirov serî li mubalexeyeke Harold Bloom a ser Shakespeare bide? Lê Tek ‘eleqe tune be jî (ku jixwe tuneye, lewra heta van peyvan tesîr an qîyasa Shakespeare di tu cihên nivîsê de tuneye û nivîskar jî dibêje “…ku em jî bi îfadeyeke manendê vê bibêjin…”. Yanî bi şibandinekê taqet digre û peyva Bloom refere dike. Lê ev referansa “forslî” vê carê tê ber derîyê “yanliş yorimcîyan”: Xanî jî li ser kurdan di her warî de tesîrekê çêkirîye ku ew tesîr heta roja me tê. Nexwe evên ku dibêjin (H. Mem, M. Ciwan, F. Bulut, M. Ayhan hwd.) metna Xanî mîna ansîklopedîyekê ji hemû hêlan ve kurdan qiset kirîye, mafdar in! Em beredayî û bi awayekî neheq bela xwe li wan didin!

Îstitrada Duduyan

Xanî derbarê mîzaca me kurdan de jî bi me çend têgehên îzehker mîras hiştîye ku yek ji wan jî “înqîyad” e. Belê, li ba me ev “serîtewandina bo hev” tuneye, em li beramberî ilmê hev, zanîna hev, hurmetkar nînin û ji hev re serî natewînin. Lê çi seyr e, em ji xebatên tirkan re bi têra xwe hurmetkar in, serîtewên in. Gotara ku behsa xebata me dike (ya Toska), dikeve nav çavkanîya kitêba Tek lê ya me nakevê. Gelo bi psîkolojîyeke çawa mirov cih bide çavkanîyeke yek rûpelî ya ku bi saîqên tirkperest hatîye nivîsîn (“Kıbrıs Çıkartmasındaki Ahmed-i Hanî”) û bi ser de jê re bibêje “oldukça enteresan” (bi têra xwe balkêş), lê çend hebên ku rasterast mijara gotara eleqeder bikin hîç nebîne?

Elbet em ne di wê îddiayê de ne dema dibêjin me ev û ev nivîsîye an cih daye filan teferûatê, hemû wechên meseleyê ronî bûne. Nexêr, digel ewqas neheqî û bêînsafîyê, daxwaza jêbirina navê me li dinyayê, şikir aqilê me li serê me ye û dinyayê jî ji her caran zelaltir dibîne. Em tenê dibêjin, gava nivîsek, li nêzikî nivîsa me, heta li rexê nivîsa me, dest bi heman guftûgoyê kir, heqê me heye jê re bibêjim, “Xêr e, çima tu min nabînî?” Ger koretîyeke qestî hebe, di vê yekê de an çavnebarîyek an tirseke bêexlaqî ya demê an jî hîle û întîhalek heye. Bi me di “olçek”a meseleya Ayhan Tek de bêtir îhtîmala sêyemîn berçav e. Lê belû nake li vê dinyaya kambax her tişt dibe! Dema mirov ji bîst salan jortir emrê xwe dabe kurdî û edebîyata kurdî, qenc an xirab çend kitêb û gotar nivîsîbe an li ser Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî sê gotarên mikellef nivîsî be, lê di encamê de rastî muemeleyeke wisan be, normal e ku gula reşbînîyê di şevekê de vebibe. Belkî jî ew hevalê ku çend roj berê di sohbetekê de wiha digot, mafdar e: Di demên tarî de ne ku gîyayê hewşê tahl e, talankirina hewşê belaş e.

  1. Xetîme: Çavkanîya Bêîstiqrarîyê

Wekî tevahîya nivîsa Ayhan Tek, encama wê jî muşewweş e. Ka em lê binêrin encam çawa musteheqî vî wesfî ye:

“Sonuç olarak Ehmedê Xanî’nin, özgün ama mütevazı bir şekilde, kendi dili Kürtçe ile Kürtler arasında bilinen bir halk hikâyesi olarak “Memê Alan”ı mesnevi tarzında kaleme aldığı söylenebilir. Böylece, kurgusu ve rol model olarak alınabilecek karakterlerin belirgin şekilde yer aldığı bir anlatı olarak Kürtçedeki ilk yazılı örnek yazılmıştır. Elbette Xanî, bunu Farsça ve Türkçenin hâkim patronaj ve kanonunun en güçlü olduğu bir dönemde gerçekleştirmiştir. Bu nedenle Xanî’nin bu bilinçli tercihi onu başlı başına önemli kılmıştır. Bu tercihiyle Xanî, ilk Kürtçe aşk mesnevisiyle Kürt dilinin yeterliliği ve kendi şahsi yeteneğini göstermekle beraber, Kürt kültürünün rakip kültürlerle yarışacak kadar zengin olduğunu da ispatlamak isteyecektir. Dolayısıyla Xanî’ye dair büyük sıfatlar kullanmak yerine onu sahih bir şekilde tanımanın kendisinin “büyük” ismine daha fazla yaraşacağı söylenebilir.” (2018: 422, îtalîk aîdî me ne).

Bi van hevokan re hewesek li ba mirov peyda dibe da ku mirov bipirse li gor vê encamê lazim e naverok û kêşeya nivîsê çi be? An nivîs ji bo eşkerekirina kîjan îddiayê/pirsê hatibe nivîsîn? Ka em çend rahênanan bikin: “Çavkanîya Mem û Zînê û Wek Yekemîn Mesnewîya Eşqê Bo Edebîyata Kurdî” an “Mem û Zîn û Asta Helbestvanîya Xanî”. Bi raya me li gor vê encamê, dê ev sernav ne xirab bin. Ka qaşo nivîs “sehîh  oqûmayek” dikir ser “yanliş yorim”ên derbarê “Ehmedê Xanî” de? Qet nebe bo selameta hîleya întîhalê, bila beşa encamê jî pêgirtîyê hemû metnê bûya! Yeka din bila kes li qusûrê nenêre wisan di nav hevokeke mûxleq de (“…Xanî’ye dair büyük sıfatlar kullanmak yerine onu sahih bir şekilde tanıma…”) encam di lehê “sehîhbûn”ê de îcra nabe. Ka di gewdeya metnê de tesbîtek hebû ku tewsîye dikir berhema Xanî mîna mesnewîyeke eşqê bi mesnewîyên wisan re divê bê analîzkirin? Madem Mem û Zîn di nav refê mesnewîyên eşqê de ye, çima di encam û car bi car gewdeya metnê de destana Memê Alan cihekî merkezî girtîye? Gerçî wisan dahûrînek jî li ser Memê Alan tuneye ka heta kîjan astê bûye bingeha mesnewîya Mem û Zînê! Lê nivîskar wekî gelek teferûatan li vir jî bi mantiqeke “toptancî” hereket kirîye. Lewra ew bo Memê Alan du caran dibêje “destan” û di beşa encamê de jî dibêje “halk hikayesi”. Hêvî dikim ev teferûat malê hişekî westîyayî û nebaldar be, nexwe her nêzenasê sehaya edebîyatê ji ferqên navbera van cureyan hayedar e.[19]

Li jorê dema Tek Mem û Zînê qest dike û hevokeke mîna “Xanî… Kürt kültürünün rakip kültürlerle yarışacak kadar zengin olduğunu da ispatlamak isteyecektir.” bi kar tîne, gelo cardin ji “sehîhîyê” bi dûr nakeve? An di vê îfadeyê de “pêjneke îroyîn” nîne? Ger di kêlîya nivîsandina vê hevokê de beytên mîna “Da xelq nebêjitin ku Ekrad/Bê ma’rîfet in bê esl û binyad/ Enwaê mîlel xwedan kitêb in/Kurmanc tenê di bêhesêb in/Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc/Işqê nekirin ji bo xwe amanc” (Xanî, 1990: 60) hatibin bîra wî, em ê Tek wiha rexne bikin: Peywenda van beytan bi nivîsandina mesnewîyeke eşqa heqîqî re têkildar e. Çinku nivîsîna mesnewîyên wisan meyleke serdemê ye, rewacek e, heta modayeke edebî ye. Xanî eşkere dike ku dê kurdan di vî warî de bike xwedîyê kitêbekê û buxtanên muhtemel berteref bike. Ne ku îsbat bike ku çanda kurdî jî bi yên reqîb re (tirk, ereb û ecem) dikare bikeve nav pêşbazîyekê!

Bi me têgeha “aşk mesnevisi” jî musteheqî şerhekê ye. Lê em ê bi kurtî bibêjin. Ya rast bipirsin: Qey rast e mirov hemû mesnewîyên eşqê bike nav vê kategorîyê? Ji alîyê wesif ve mesnewîyên ku ji eşqeke mecazî ber bi eşqeke heqîqî ve dimeşin û bi têgehên tesewifê vê seyrûsilûkîyê dihewînin û mesnewîyên ku çîroka eşqeke mecazî ne an ji riwangeheke mîstîk dûr in,  eynî ne? Yanî ji alîyê şîroveya eşqê ve, di navbera mesnewîyên mîna Mem û Zîna Xanî Leyla vû Mecnûna Fuzûlî, Hüsn û Aşka Şeyh Galib, Şah û Gedaya Taşlicalî Yahya hwd.[20] û mesnewîyên mîna Yusûf û Zuleyxaya Camî, Hüsrev ü Şirina Şeyhî, Vîs û Râmîna Gorganî, Mîhr û Mûşterîya Assar Tebrîzî, Zûhre û Mînuçehra Mîrza hwd.[21] de ferqeke wesfî nîne?

Hasilî ne lazim e ev gotar hinekî din dirêj bibe (jixwe bi têra xwe dirêj bû). Em bi gotineke Jusdanîs biqedînin, ku hin têgehên xebata wî bo modernîzasyona kurdan îlham daye me û me jî ev îlham çendîn cara eşkere kirîye: Di bunyeya modernîzasyonan de “teqlîd”ek, “qusûr”ek heye ku ew ji ber vê teqlîd û qusûrê tu car nikarin mîna “prototîp” bixebitin û di dawîya dawî de hewla wan dibe hewleke “derengmayî” (1998:11-12). Tiştê ku em li ber vê îlhamê bibêjin ev e: Ayhan Tek, ji bo ku tu wan şîroveyên bêhed ên li ser Ehmedê Xanî û berhema wî destnîşan bikî û xwendineke “sehîh” bikî, tu dereng mayî. Hinekan li berîya te ev kirine. Tu vîya bibînî jî nebînî jî heqîqet ev e. Tu naxwazî bibînî? Wê demê bi hîleyan neke malê xwe jî!

Adar 2019/Mêrdîn

ÇAVKANÎ

Alan Remezan (1997) “Mem û Zîn ve Edebiyatımızdaki Yeri”, İstanbul: War, 1, 13-37.

—– (2005), “Encamên Celebînîyekê”, Dîyarbekir: Bîr, 3, 85-91;(2005), “Bir Özgüllüğün Sonuçları”, Diyarbakır: Pitoresk, 2, 107-112; (2009), “Encamên Xweserîyekê”, dnd. Bendname, Stembol: Avesta, 51-60.

—– (2008), “Di Nav Lepê Şîroveyan De Mesnewîyeke Mîstîk” dnd. Sempozyuma Ehmedê Xanî ya Navneteweyî, 30-31 Gulan 2008, Dîyarbekir: Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekrê, 179-199.

Bloom, Harold (2008), Etkilenme Endişesi, bir şiir teorisi, , (wer.) Ferit Burak Aydar, İstanbul: Metis.

Hassanpour, Amir (2005), “Kürt Kimliğinin İnşası: Yirminci Yüzyıl Öncesi Tarihsel ve Edebi Kaynaklar”, dnd. Kürt Kimliğinin Kökenleri (amd.) Abbas Vali, (wer.)Fahriye Adsay-Ümit Aydoğmuş-Sema Kılıç, İstanbul: Avesta, 135-198.

Jusdanis, Gregory (1998), Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür, (wer.) Tuncay Birkan, İstanbul: Metis.

Tek, Ayhan (2018), ” Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım”, dnd. Kürt Tarihi ve Siyasetinden Portreler, (amd.) Yalçın Çakmak-Tuncay Şur, İstanbul: İletişim,  415-423.

—- (2018), Hâmisiz Şâir Babasız Metin, İstanbul: Nûbihar.

Toska, Zehra (2015): “Klasik Edebiyat Bağlamında Mem û Zîn Mesnevisi”, Karşılaştırmalı Edebiyat Sempozyumu:Tarihselden Güncele Türkçe ve Kürtçe Edebiyatlarda Kimlik Tehayyülleri, (amd. Nüket Esen-Ramazan Çeçen), Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, 110-144.

Xanî, Ehmedê (1990), Mem û Zîn, (wer.) M. Emîn Bozarslan, İstanbul: Hasat Yayınları.

[1] Gerçî di beşeke gotara “Em di Eyna Dîrokê de” li ser vê teferûatê, di asta “nûve”yekê de be jî me çend tişt nivîsîbû (2009), piştre li Zanîngeha Bilgîyê di panela “Li Ser Giyanê Edebiyata Nûjen a Kurdî” de, bi axaftina “Sedemên Neserkeftina Edebîyata Kurdî ya Modern a Qonaxa Pêşîn” (2011) me cardin devê vê dabaşê vekir;  di Konferansa Xebatên Kurdî-II de me bi teblîxa “Bêîmkanîya Apolîtîkbûnê ya Edebîyata Kurdî” (2014) hinekî din me fikrên xwe ron kirin, lêbelê dahûrîna ser vê meseleyê bi awayekî berfireh bû qismetê binbeşeke me ya doktorayê.

[2] YOK di nav maweyeke dîyarkirî de jibîr kiribû ku bo endamên xwe mewzûateke nû amade bike û bişîne komîsyona meclîsê. Lewra ya heyî huqûqen betal bûbû, lê bi talîmatên sîyasî dîsa jî hem ya kevin û hem jî mewzûata 657 hatin şixulandin.

[3] Ev zîhnîyeta hezkir a tiştên “yekem”, di xwe de kêşeyeke binhişî û narsîzmeke qomîk dihewîne û layîqî gotarekê ye, lê ne li vir. Niha bi awayekî basîd mirov ji wan re dikare bibêje, dema hûn payeyên wisan layîqî xwe dibînin,  haya we ji parçeyên din ên welêt heye?

[4]Esasen di Çirîya Paşîn a 2007an de me dest bi nivîsandina gotareke wisan kiribû û amadekarên sempozyumê jî hem ji vîya û hem jî ji nivîsên meyên din ên li ser berhema Xanî, mîna “Mem û Zîn ve Edebiyatımızdaki Yeri” (War, 1997), “Encamên Celebînîyekê” (Bîr, 2005) û wergera wê ya “Bir Özgüllüğün Sonuçları” (Pitoresk, 2005), xeberdar bûbûn lewma vexwendnameyek jî ji bo me bi rê kiribûn.

[5]Di eslê xwe de çend kesên ku çav bi vê nivîsa “hîlebaz” ketibûn, xwendibûn an tenê navê wê bihîstibûn, tê de “xerîbîyek” dîtibûn, lê herhal ji ber kîbarîyê, şexsê min pê nehesandibûn, belam gava seh kirin ku em ê tiştek li ser binivîsin, wan jî ev xerîbî bi dengekî bilind eşkere kir. Dema sibê meydan germ bû, elbet dê asta samîmîyeta wan jî kişf bibe.

[6] Hinek dikarin vê têgehê neecibînin an di şûnê de yeka din pêşnîyaz bikin, lê ji ber vê yekê me ew tercîh kirîye: Di “overinterpretation” yanî “aşırı yorum”ê de tiştekî ku ji sînorê/hedê metnê derbas dike, heye. Di kurdîya adetî de jî carna bo insanan wek îqazekê “Ji hedê xwe dernekeve!” an bo tesbîta rewşekê “Ew ji hed derketîye.” tê gotin. Bi raya me bo nûansa wê şîroveya ku ji sînorê metnê derdikeve, têgeha minasîb dê “şîroveya bêhed” be.

[7]Amadekirina kitêbên edîtoryal jî îro kêşeyeke din dihewîne. Zemanekê di berhevkirina keresteyên folklorîk de xala pêşîn ev bû: “Pêşî çavkanîya herî guncav peyda bikin.” Niha berhevkar bêyî ku herin qada xebatê û kesên xwedî-ehil peyda bikin, karê xwe bi heval, gundîyên xwe an bi efradên malê dibin serî.

[8] Ev gotar halê dawîn ê bo kitêba Bendnameyê bû, yanî di ber çavan re derbaskirina “Encamên Celebînîyekê” bû û wergera tirkî ya halê ewil di kovara Pitoreskê (2005) de bi navê “Bir Özgüllüğün Sonuçları” çap bûbû. Mîna adetekê, dîroka qedandina nivîsên xwe nîşan didim û li binê vê nivîsê hebûna dîroka “2005/2007”, sala çapbûna ewil û halê dawîn nîşan dide. Di nivîsa jorîn de nîşandana wê bi 2009an jî sala çapa Bendnameyê ye. Dema bo çapa vê gotarê em bibêjn 2005 lê di referansê de em 2009 binivîsin bila ev teferûat bê bîra xwendevanan. Axir me nizanîbû ev adet (di binê gotarê nîşandana dîrokê) dê rojekê bi kêrî me bê.

[9] Tek, di kovara Millî Folklor de nivîsek dîtîye bi navê “Kıbrıs Çıkartmasındaki Ahmed-i Hani” û li gor wî ev nivîsa “gelek enteresan” a yek rûpelî cih dide çîrokeke ku Xanî dike figûrekî tirk: Dema di wextê hereketa Qibrisê de (1974) pîlotê balafirê bo îqmala benzînê tam dê vegere baregeha xwe, kalekî nûranî xwe nîşana wî dide û dibêje, netirse kurê min, ez tirk im, navê min Ahmed-î Hanî ye, mala min li Doğubeyazıtê ye, bo alîkarîyê hatime, ger rojekê rêya te ket wê derê were serdana min, tu niha cihê ku nîşana te didim bordûman bike.(2018:419-420).

Wek me gotî li derveyî Mem û Zînê tenê ev mînaka ‘eletewş derbarê Xanî de ye ku vê carê hin tirk wî şaş şîrove dikin. Bi me ev ne şîrovekirina şaş e, ev polîtîkayeke dagirkeran e ku dixwaze sembolên neteweyekî ji destê wî bistîne. Di serbestkirina pîrozkirina “Newroz”ê de, mahneyên ku li “Newruz”ê dihatin barkirin bila bên bîra insanan. Yanî Ayhan Tek mînaka ku xizmeta sernava wî dike jî bi peywendeke şaş ’emilandîye.

[10] Esasen di nivîsa berî vê de jî em lê dinêrin heman însicam didomîya. Lewma ev gotinên ha dibûn hevokên dawî yên nivîsa “Encamên Xweserîyekê”:

“Ji min re wisa zen çêdibe ku digel kullîyada sitûr a derbarê wî, Xanî hê jî di nav dûrahîyekê de li me dinihêre. Kengî me dev ji hebandina neşîdeyan berda (qest şîroveyên keyfî bûn) û me nirxandineke ku mûbalexeyên navbera zemanê xwe û yê wî kêm bike peyda kir, dibe ku wê demê, şeraba mehsera wî ya mutehher, bi hemû wechan ve ma’neya xwe ji me re ‘eyan bike” (2009: 60).

[11] Ev sernav, yên çap û wergera M. Emîn Bozarslan in (Hasat, 1990). Nexwe orîjînalên van sernavan dirêjtir û belîxtir in.

[12] Di vê navberê de ger Tek peyva “edîb” rastgele (sözgelişi) bi kar anîbe, em tiştekî nabêjin, lê ger li gor peywendekê, bi zanebûn bi kar anîbe, em ê bibêjim ji bo Xanî ev wesif ne rast e. Lewra bi qasî ku em dizanin Xanî “nesir” nenivîsîye, hal ew e ku peyva edîb bêtir ji bo wan kesên ku hem “nasîr” û hem jî “şair” bû, dihat gotin. Mela Mehmûdê Bazidî ji bo Xanî dibêje “di nav şuaraya kurd de yê herî meqbûl û memduh”; di rojnameya Kurdistanê de Midhat Bedirxan berî çapkirina beşên Mem û Zînê ji bo wî dibêje “Ehmedê Xanî kitêbek menzûm nivîsîye, hemî bi beyt û şê’r in”. Kesên berê di van behsan de ji me meşgûlpesenttir bûn.

[13] Nivîsa wî bo rojnameyekê bûya, me yê bigota ji ber zarûretê, kin û xulaseyî ye, lê ji bo beşeke kitêbekê ye û bi ser de li ser portreyekî, portreyekî ku di nav çand û edebîyata kurdî de xwedîyê ciyekî berfireh û taybet e.

 Tek bi rêya têbîyên 4, 6 û 9an mafdarîya Bruinessen destnîşan kirîye.

[14]Bi raya me cihê bilêvkirina vê tesbîtê lazim e ne li binê sernavê, lê li binê sernava ” Xanî’nin önceki şairlerden farkı: O bize bir hikâye anlattı” bûya, lewra qaşo bi vê serenavê re Tek dest bi xwendina xwe ya “sehîh” dike. Lê ev bêpîlanî û bêîstiqrarî taybetîyeke hemû nivîsê ye.

[15]Gotar bi temamî 22 rûpel bû, hêj wê demê me bo wan şîroveyên ku li mesnewîyekê nedihatin gotibû “olmayanın estetîği” (estetîka tiştên tune); çawa be wê demê wergerên tirkî yên Yorum ve Aşırı Yorum (2003) a Eco û Sanatçı: Örnek Bir Çilekeş (1998) a Susan Sontag çap nebûbûn ku em ji termînolojîya wan îstifade bikin.

[16] Elbet gotarên wî yên wek “Mem û Zîn ve Hüsn ü Aşk Karşılaştırması Bağlamında Klasik Kürt ve Türk Edebiyatı Üzerine Notlar “(2011), Varlık, 1248, 10-16 û “Li Dor Behsa Patronajê Mem û Zîna Ehmedê Xanî” (2011) Mukaddime, 3. 41-60 jî li ser heman şopê ne.

[17] Di rûpela danasîna kitêba wî ya doktorayê de hevokeke wisan heye: “2009-2011 yilları arasında TRT Genel Müdürlüğü’nde program yapımcısı olarak çalıştı.” Bi qasî ku em dizanin maceraya Tek bi TRT6 ve mahdûd bû. Dibe ku ji ber rewşa wê ya îroyîn Tek xwe ji vê qenalê dide alî an di wê bawerîyê de ye ku karkirina li Gerînendeya Giştî ya TRTyê dê bo CVya wî çêtir be.

[18] Di vê refesansê de derseke etîk jî heye, lewra gava Hassanpour hewla Xanî bi ya “netewerperwerîya lînguîstîk” a li Ewrûpayê re qîyas dike, dibêje cara pêşîn vê qîyasê M.B. Rudenko kiribû û vîya bi têbînîyekê (têbînî 27) nîşan dide (2005: 157).

[19] Dîsa jî em çend ferqan bibêjin: Destan cureyekî gelek qedîm e, ji serî heta dawî menzûm e. Beşeke wan anonîm in û beşek na; bi unsûrên mîtolojîk tije ne, neasayîbûn elametê wan ê berçav e û xwedîyê  atmosfereke epopî ne (şer û mêrxasî). Çîroka gelêrî li gor destanê, nû ye, di navbera destan û çîroka modern de cureyekî melez e, lewma taybetîyên herduyan dihewîne. Li gor vê melezîyê hem unsûrên asayî û hem jî neasayî dihewîne; ji heman melezîyê ji beşên menzûm û nesîr pêkhatî ne; ji alîyê mijarê ve beşeke wan li ser şer û mêrxasîyê û beşek jî li ser eşq û evînê ye. Çîrokên gelêrî ji alîyê musennîf an dengbêjekî ve bên îcrakirin jî aîdî estetîkeke gelêrî ne.

[20] Heta di Mantiq al-Tayra Attar de çîroka “Şeyh Sen’an” û ger bi qalibê mesnewîyê bihata nivîsîn Şêx Sen’ana Feqîyê Teyran jî dikevin kategorîya eşqên mîstîk û heqîqî.

[21] Ji bo agahdarkirina ji berhema Faxredîn Gorganî û Îrec Mîrza, sipasek bo Veysel Başçı.