Di her dengdanê de wekî gelek kurdan, li ruhê min jî dubendîyek peyda dibe, ez di nav du aşan de dimînim. Pêlên ava van aşan, min ji peravekê dibe ya dî. Di navbera “qebûl” û red”ê de diçim û têm. Axir pêvajoyeka tehrîbkar rû dide. Bo çi ye ku di rojan wisa de ev yek dijwartir dibe? Min belasebeb negot “di her dengdanê de”. Nexwe bo şexsê min maweyeka dûvdirêj a vê dubendîyê heye. Erê, her ku min “tercih”ek kirîye, yanî li gor temsîla eşkerekirina raya welatîyekî min kirasê “dengdêr”ekî li xwe kirîye -nêzikî 33 sal û teqrîben 7-8 dengdan e- ev halê navborî li min peyda bûye. Lêbelê pileya tehrîbkarîyê, malê van salên dawîn e.

Dîmenê ku bi xwe re“qebûl”ê tîne û vê qebûlê dike forma “ka vê carê jî”, elbet ji qedera xirab a coxrafyayê, barê giran ê bindestîyê, zalimîya dijminan, îmkanên sînorkirî, bêkêrîya qumaşê pêşengên me yên sîyasî filan ne xafil e. Ev dîmen, ji wêneyê heyî re dibe çarçoweyek û qusûrên me yên şexsî vedişêre. Em dibêjin niha şert û îmkan ev in, malê me ev e, lê elbet dê rojekê ev rewş biguhere, heta wê rojê, rengê terciha min bila ehwenê şer, yanî başê xiraban be…

Dîmenê ku “red”ê diwelidîne û bi peyva “êdî bes e” re tê li ber teqînê jî sînorê tehemmûla me xêz dike. Êdî li wê derê xîret radibe pêdarê û dixwaze li pê stûyê hemû başê xiraban bike. Çinku bo bêferasetîya sîyasîyan, peydakirina hincetan ji her şaşîyên wan re, bêhêzî û lefezanîya alternatîfên wan, êdî nabe derman “ka vê carê jî”… Tam di cihekî kûr ê gewrîya we de dengekî asî dermale dibe û dixwaze bide qîran.

Ez dibêjim ne tenê li ba min, van rojan li ba gelek kesan hindik maye ku ev dengê asî gujî ser sehneya sîyaseta kurdan bibe. Ku bû, dê ev sîyaset çi bike? Dê bi peyva “ka vê carê jî” bixwaze me teskîn bike? Ev îhtimal heye. Ji ber ku ev sîyaset, çendek e ji xeynî miletê xwe, bi rizgarkirina her kes û her tiştî mijûl e. Xwedîyê barekî giran e lê ne hemmalê barê xwe ye. Digel berdêlên giran, ne dinyadîtî û serwext e jî mixabin. Heta ev sîyaset jî -êdî ji ber heman nan û avî ye nizanim- hêdî hêdî rengê dijberên xwe werdigire; mesela wekî wan hesab nade, şaşîyên xwe rexne nake, jakoben e û milet mîna milkê xwe dibîne. Û zen dike ew çi biryarê bide, ev milk dê wisa bike… Ev helwesta şaş sibê dikare sîyaseta kurdan bibe li ber derîyê xefletê. Hêvî dikim ku ne wisa be, lê pêwendî û dildarîya vê sîyasetê bi çeprewên tirkan re, ber bi wê derê ve diçe.

Bi rastî jî di nav vê hengameya dengdana îsal de, helwesta ku van rojan mirov dilgiran û asî dike, helwesta hin çeprewên tirkan e û li ber vê helwestê sernermî, meşrebfirehî û bêdengîya sîyaseta kurdan e. Min navê li vir behsa sicîla çeprewên tirkan bikim ka di kêşeya kurd de çiqas heqê çeprewîyê dane, hiqûqê sosyalîstîyê bi cih anîne. An li ber kêşeya kurd, dîroka wan a sîyasî, edebî, çandî û jîyana wan a rojane çiqas xwedîyê sermîyaneka zeîf û şermende ye. Ne hewce ye, bêlebê bo zindîkirina hafizeyeka nêz, em helwesta wan a li hember referandûma Kurdistana Iraqê bi bîr bînin; bo daxwazên rewa yên asgarî yên îro -wek perwerdeya bi kurdî, bikaranîna remz û sembolên kurdî, îadekirina navên coxrafyaya kurdan, statûya wan a sîyasî filan- li bêdengîya wan a daîmî binêrin bes e… Û elbet naxwazim behsa sicîla HDPê jî bikim ku gava ji realîteya xwe dûr dikeve çawa her car tûşî heman dîwaran dibe, enerjîyeka mezin di destê wî de pûç dibe diçe. Armanc niha ne ev in. Armanc zelalkirina van xalan e bi awayekî kurt û kurmancî: Gelo em mecbûr in bibin barkêşê tu kes û derdorê an ne? Em mecbûr in ji bo derdoreka kêm-sermîyan û marîjînal milkekî mezin teslîm bikin û destûrê bidin ku li ser wî milkî ji kîsê hevalan biçin seyda xezalan an ne? Em mecbûr in mîna cînarekî maqûl, naz û nûzên nehşîyê taxê qebûl bikin an ne?..

Elbet serê tîrên van metaforan digihîje sîyaseta TÎPê û di cismê wan de çeprewên tirkan. Wisa dibêjim ji ber ku van rojan nehşîtî û nexweşîyên wan ên caran, gujî rojeva me ya sîyasî bûye û axir wisa dixuye dê ya xwe bibin serî. Ev derdorên ku wan tevan ser hev top bikî, hêza wan têrî baraja ji % 7 nake, çi toz û dûmanek rakirin, me tevan dît! Li vir ne hewce ye qala argûmanên wan vala, qala gotara wan a kone û demagojîk bikim. Bila xêr ji bazara xwe bibînin! Ka çiqas partî û derdorên şoreşger, karker û kedhez in, naveroka navên xwe tije dikin, bila dengdêrên wan vê biryarê bidin. Lê nizanim çima sîyaseta kurdan xwe ewqas şikestîyê wan dibîne, li hember wan ewqas “ezîk” e!.. Ev halê zeîf di her bernameya televîzyonê û her daxwîyanîyê de xwe eşkere kir. Li hember helwesta wan a tehrîbkar û muhterîs gotina temsîlkarên me yên sîyasî bû çi? “Em hurmetkar in li beramberî vê biryara hevrîyên xwe.” Hûn jî xêr ji bazara xwe bibînin!

Hal ew e ku piştî 53 salan di dengdana 2018an de, kurdan ji bo TÎPê û çeprewên vî welatî deynê xwe yê zemanekî dan û ew defter hat girtin. Îro ev partî û yên wekî wan, dixwazin ruşda xwe isbat bikin? Dixwazin ji ber sîya kurdan a îro derkevin? An stratejîyên nûwaze peyda kirine bo berhevkirina dengên kedkar û karkerên vî welatî? Heqê wan e, azad in ku li meydana sîyasetê xwe biceribînin. Lê ne li ser pişta kurdan! Kurd jixwe van salên dawîn bi têra xwe bûn dengê bêdeng û kedkar û çeprewan; bi têra xwe bûn cihê temsîla kêmar û civatan; bi têra xwe bûn cangorîyê dozên bêsûd, bi têra xwe dest avêtin herkesî, li cihên herî kurdperwer bi têra xwe ji esiltirkan re wekîlî xelat kirin… Û ev yek jî wekî berdêlek lê vegerîya. Wekî çi? Wekî îhmalkirina cehwerê xwe; wekî dûrketina ji nirxên xwe yên neteweyî; wekî ji ber çaverêkirina dûrahîyan korebûna ber pîyê xwe…

Bi raya min, rêjeya mezin a dengdêrên kurd îro di wê kemalê de ye ku temsîlkarên wan, ji bo zêdetir wergirtina çend kursîyên dî xwe ji îttîfaqeka wisa re sist neke, xwe bênasname neke. Tiştê esil ne kemîyet e, wesf e. Heta bo xaka xwe, riwangeheka we ya neteweyî ya ku muqtedîrîyê ji xwe re kirîye armanc tunebe, ha 30 wekîlên hene ha 130. Nexwe di vê meseleyê de derd çi ye? Derd, teslîmkirina heq e, zanîna heddê xwe ye. Ger bi hinekan re îttîfaq bivênevê be -ku bi qebûlkirina daxwazên we yên neteweyî re sibê muhefezekar û lîberalên tirk jî dikarin bibin muttefîqê we yê dengdanê- pîvana texsîskirina tiştekî ne li gor îhtirasê, li gor rêjeya hêza sîyasî li dar dikeve. Edaleta ku bûye pelesengê zimanê me jî encax wisa îcra dibe. Her wiha temsîla edaletê jî li ser vî esasî dişixule.

Sîyaset li Tirkiyê sert e û ji bo kurdan bêînsaf e jî. Di her pêvajoyeka dîrokî de jê veguherîn û qelşên mezin çêdibin. Belê bo me tevan girtina vê dewra barbar, pêwistîyek e. Digel hemû kêmasî û şaşîyan, motîvasyona mezin niha ev e, amenna! Lê texmîn nakim ku kurd ji ber taliha xwe ya van salên dawîn, bo her bêferasetîya temsîlkar û sîyasetmedarên xwe, heta hetayê bibêjin “ka vê carê jî bila wisa be!..” Nexêr! Te divê li gor qanûnên Xwedê lê binêre û te divê li gor yên dîrokê, ji bo herkes û her tiştî maweyek heye. Ew mawe tije bû, îş temam dibe. Ji min re wisa tê ku ev rojên ha û dengdana ku nêzik dibe, dengê xîretkêşîya “êdî bes e”yê xwedî dike. Ji ber sedemên basîd ne îro be jî bo sibê mirov guh bide vî dengî baş dibe, nexwe encam xusran e.