qedri-cemil-pasa-doza-kuristan

 

Di Derbarê 60 Saliya Têkoşana Siyasî ya Gelê Kurd de Bîranînên Min

Berî 75 salan, qehwexaneyên koşkan di nav jiyana civaka Diyarbekirê de xwedan cihekî girîng bûn, cihê gotûbêj û axaftinan bûn. Di vê taybetmendiyê de li Diyarbekirê çar pênc qehwexaneyên navdar hebûn. Li qehwexaneya mala me jî kalemêrên taxê û axayên xwedan koşk û xizmetkar kom dibûn bi axaftinên xweş ve demên xwe diborîn. Li dûv wê demê, jiyaneka basît hebû, ji derdê debarê, ji pêlên siyasî dûr, di qada xwe de ji her rûdanên derveyî sînorên xwe bêagah, wek keriyek pez dijiyan. Di van civînan de serhatiyên xwe her çend caran bihête dubarekirin, dîsan jî bi hezekî dihate gotin. Demê 8-10 salî bûm, ez jî diçûme van qehwexanan û bi guhdariya van axaftinan kêfxweş dibûm. Mamê min ji bo ku mêvan aciz nebin, derkevtina me ya bo jûra selamê qedexe kiribû, ku   jimara me zarokan 12 kes bûn, lê me di her derfetê de xwe nêzîkê vê civatê dikir û bi kêfxweşiyekî ve guh dida axaftinên wan. Dîsa rojekî li qehwexanê bûm, Ebdilqadir Efendiyê kurê Hesen Axa -ku demê bapîrê min ji ber egerên siyasî hate sirgunkirin ew jî ligel xwe biribû da ku xizmeta wî bike- jî hatibû. Jiyaneka sirgunî ya dirêj jiyabû, Ebdilqadir Efendî bi xanimeka stenbolî re zewicîbû lê qederê nehêlabû ku pêkve bijîn. Bîranînên xanima xwe bi xemgîniyekî û jiyana xwe ya ligel wê derbaz kiriye bi dilsojî digot û wesa behsa derdê xwe dikir: “ne wek  jinên me yên kurd, axaftineka wê ya pir nazik û xweş hebû”. Di jiyana xwe de yekem car min ji bajêrvaniyekî peyva “kurd” dibîhîst.  Gelê bajêr kurd bûn û binyata her malbatekî û ji çi eşîrê ye dihate zanîn, lê ji ber ku zimanê fermî yê hikumetê Turkiye û bi taybet jî di xwendingehan de ji bilî tirkî zimanekî din nedihate xwendin, beşekî gel her çend zimanê xwe yê zikmakî kurdî bizanibe jî di nav xwe de tirkî diaxifîn. Hikumetên xelîfeyên îslamî di ruxsarî Îslam-Osmanî de, di rastiyê de hikumeta şoven ya tirk, di nav hewildanekî de bû da ku gel bikin tirk, hindek kesên ku didîtin kesê bi zimanê tirkî diaxife dibe xwedan îmtiyazan, ji bo berjewendiyên xwe yê kesanî, ji hestên netewî dûr, mifa dizanibûn gava bi tirkî biaxifin.

Li dijî fermanên ayîna îslama pîroz, gel bi rêka arezû û daxwaziyên xelîfe pêk dihat ku xelîfe li ser erdê wek sîbera xwedê dihate bi navkirin. Dijayetiyek li beramberî fermanên wî wek “kifir” dihate hejmartin. Ji ber vê çendê bi rastgoyî qurbanbûna fermanên hikumeta ku xelîfe destnîşan kiriye wek mercekî îslamê dizanibûn. Gelek dîndaran mijûliya derdên gel wek kifiriyekî dihêjmartin. Li gorê wan di îslamiyetê de qewmiyet nabe, elhemdulilah em hemu misilman in, me bes e ku em kole û evdê xelîfe-padîşahê nûnerê rastiyê û xelîfeyê Misilmana ne. Bi rastî xelîfeyê ku hemû îslaman yek astê de dizane, hêmanekî îslamî ser ya din re nagire, di mafên wan de rastî û dadweriyê diparêze divê mirov jê re serî bitewîne. Lê heger xelîfe hikumetê li ser siyaseta qewmiyetê damezrîne ne tenê kurdan, her çend zimanê ayînê erebî be jî hewl dan ereban jî bikin tirk. Li xwendingehên bajêrên erebistanê zimanê tirkî dihête xwendin, gel neçar bikin da ku tirkî biaxife, di dezgehên hikumetê de ji bilî tirkî çi zimanekî din nehête axaftin, wate li dijî ayîna îslamî karek dihête kirin, li goreyê ayînê jî çi dîndarek nîne ku vê rastiyê nepejirîne, divê li beramberî hikumeteka wesa berhingar bibin.

Di wê serdemê de li Diyarbekirê ji bilî xanên karwanan cihekî din wek otêl yan jî texteka din nebû ku mêvan bihêne ezimandin, ji ber vê çendê fermanberên ji derve dihatin bi taybetî jî yên ji Stenbolê dihatin di koşkên birêz de ezimandina wan şêwazek bû ku ji layê hikumetê ve jî dihate pesendkirin. Ji ber vê çendê dûvçûnê(mufetişê) leşkerî Ferîk Neşet Paşa yê ku ji Stenbolê hatibû, digel yên pê re bûne mêvanê koşka me. Her mêvan li goreyê pileyê xwe dihate ezimandin, ji ber vê yekê jî ji bo Neşet Paşa jî bezmeka curbecur hatibû amadekirin. Rojekî bavê min li ser sifrê kasê dewmastê rakir gote paşa; “paşayê min em kurd dewê wesa vedixwin” û ji kasa dewê, dew vexwer. Hêj di wê temenê min biçûk de ev her du peyv dê li ser bîra min ya paqiş de cîh biba. Ez di16-17 saliya xwe de demê ji bo xwen-dinê çûme Stenbolê ez û jimara wan bi qasî heft-deh zarokên kes û karên me û hevbajêriyên me em pêk ve çûne xwendingeha Nimune-î Teraqî. Ez û hevalên xwe, ji ber perwerda malbata xwe me xwe ji zarokên din ciyawaztir didît. Em têgehiştin ku ev ciwaziya me ji kurdiniya me dihat. Bi taybetî ew peyvên ku Ebdilqadir efendî di derbarê kurdiniyê de gotibû û peyva bavê min ya ku “em kurd dewê wesa vedixwin” karîgeriyek li ser hestên min kiribû, hest û hizrên kurdiniyê li gel min şiyar bibû.

Sala 1908 li Rumeliyê çend evserên îtîhatçîyên bi şeref bi drûşma “em azadiyê dixwazin” ve serî hilda. Di encama vê serhildanê de bêyî ku fîdekariyekî bikin azadiyek bi destvehî-nabûn, her kes ji ber vê azadî û serbestiyê serxweş bibû û dîn bibû. Her kes bi dirûşma “bijî azadî, dadwerî, yeksanî, biratî” bibû welatperwerek. Çi partiyeka bi rêk û pêk nebû ku rêk nîşanê gel bike û bi şayanî bi rêve bibin nebû, ji ber vê çendê jî heçî yê pênûs digirte destê xwe, xwe damezrênerê azadiyê û meşrutiyetê dizanibû û ji her derê dengek bilind dibû. Ji ber ku vê karîgeriya vê anarşiyê li xwendingehan de jî dest pê kir, eve di navbera xwendevanan de bû egera gendelî û grubên cuda. Bi taybet jî pevçûnên xwemalî û herêmê encam didan. Nimûne zarokên Rumelî, xwendekarên bajêrê Îskodra, Yanya, Manastirê ku wê demê welatekî Osmaniyan bûn bi Albaniya xwe ve pesnê xwe didan, xwendekarên Helep, Şam jî bi erebbûna xwe ve xwe dipesinandin û diviya xwe kesên bijare nîşan bidin. Li beramberî vê rewşê divê me jî gelê xwe bi hizra kurdîniyê ve kom bikiriba. Êdî li xwendingehê demê behsa me bikiribana digotin “kurdan wesa kir, wiha kirin”. Gurura me ya kurdîniyê geş dibû. Demê ev hestên me yên kurdîniyê dest pê kir, demê tehtîlan de em diçûne qehwexana Ebdila Çawuşê Erxanî ku li wê derê hevbajêriyên me kom dibin, min li wê derê demê xwe diborand. Hingê wê demê min didît kurd bi cil û bergên kurdiniyê ve dihêne qehwexanê, min bi balkêşiyekî ve ew temaşe dikirin û kêfxweş dibûm. Bi taybet jî demê min hostadê xwendekarên nur Mela Seîdê çeleng, bi hestên xwe yên babaegîdî, şal û şapik û destmal û kolozên kurdîniyê temaşe dikir, gelekî kêfxweş dibûm.