Barzanî bi çavê xerîba (biyanîyan)

Nivîskar: Pavel Anatolîyeviç Sûdaplatov

Werger ji Rûsî: Doç. Dr Ekrem Önen

Ev nivîsa jêrîn ji pirtûka Pavel Anatolîyeviç Sûdaplatov a ku bi zimanê Rûsî, di bin navê “Îstixbarat (muxaberat) û Kremlîn” de hatiye wergerandin. Pirtûk di sala 1997an de hatîye çapkirin, di pirtûkê de Sûdaplatov behsa gelek tiştê hundur û navnetewî yê heta nûha ku bi dizî bûn dike; wek problemên Ukrayna, Valenberg, Troçkî û gelekên din. Sûdoplatov her weha behsa Mele Mistefa Barzanî dike dema ku ew hatibû Yekîtîya Sovyet. Ew qismê ku behsa Barzani dike, ji rûpela 308-314an min ji Rûsî wergerandiye Kurdî. Berîya ew wefat bike me hev nas kir behsa hinek tiştên Barzanî dikir ku di pirtûkê de nîne. Min li vir behsa wan tiştên di sohbeta me de derbas bûne lê nekirine. Bes li vir beşê li ser Mistefa Barzanî ên di pirtûkê de hatiye wergerandin.

Pavel Anatolîyevîç Sûdaplatov kîye?

Leonîd Şabaşkin ku serokê îstixbarata derve ya KGBê bû, Pavel Anatolîyevîç Sûdaplatov weha dide nasandin:
“Casusa Yekîtîya Sovyetê yê herî mezin bûye. Di sala 1907an de li bajarê Melîtopol hatîye dinyê. Di îstixbarata Yekîtîya Sovyetê de ji sala 1921an heta sala 1953an, serhev 32 sal xebitîye. Di sala 1951an de bûye wekîlê serokê qismê derve yê NKVD (Komîta Gel a Karê Hundir). Her weha bûye serokê qismê casustî yê NKVD-NKGB. Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn bûye serokê qismê teybetî yê Wezareta Ewlekarî. 15 sala di hepsa Sovyetê de maye, di sala 1992an de şeref û îtibara wî bi şunde danê, heger di îstixbaratê de efsane hebûna, Sûdaplatov wê biba qehremanekî wan.”

Di sala 1946-1947an de hêzên Kurda yên çekdar, di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanî de bi ordîya Şah re ketin şer û ew mecbûr man ji alîyê hudûdê me ye Îranê de derbas bûn hatin nav Azerbeycanê.
Kurdê kû li Iraqê, Îranê û Türkiyê dijîn tu zulim nema ku ne kişandin. Her weha di salen 1939-1941an de dema di serokatîya Tehranê de tesîra Almanya xurt dibû, berpirsyarê hukûmeta Îngliz ewên bi Kurdan re dilîstin, piştî ordiya Îngiliz û Sovyetê derbasê Îranê bû dev ji Kurdan berdan.

Hezên Barzanî ên çekdar dema ku hudud derbas kirin ku nêzê du hezar çekdar û hewqas jî malbata wan hebûn, hukûmeta Sovyetê destpekê ew girtin û xistin kampeke, di sala 1947an de Abakûmov (Wezire Emnî. Wer.) emir da min ku ez bi Barzanî re têkilî deynim û pêşniyar bikim ku, Barzanî û yen pêre hatine, penaberên sîyasî ne û wan li Ozbekistanê li gundê dora Taşkentê bi cîh bikim.
Ez bi Barzanî re bi navê Matveyev, wek Wekêlê Mudûre Gişti TASSê (Ajansa Telegrafe ya Yekîtîya Sovyetê) û berpirsyarê hukûmeta Sovyetê hatim naskirin. Di jiyana xwe de bi rastî cara yekemîn bû ku ez bi Axayekî bi meerîfet re bûm nas. Her weha qenaetek bi min re çebû ku Barzanî siyasetvanekî jêhatî û qumandarekî eskerî bi tecrübe ye. Wî ji min re got; di sedsala dawî de Kurda heyşte caran serhildan li dijî Fransa, Iraq, Turkiya û Îngilîza kirine û bêtirî şêst carî ji Rûsa alîkarî xwestine û wek lazim e alîkarî wergirtne. Li gor peyvê wî ji alîyê wan de pir tebîîye ku di dema ji wan re zehmet e, wextê hukûmeta Îranê Cumhûriyeta Kurdî ji ortê radike alîkarîyê ji me bixwazin.

Berî van weqîetan, serokên serhildana Kurdê Îranê ketin feqa (xefka) Şah: Ew hatin dewetkirin ji bo Tehranê ji bo guft û go; lê li wir ew girtin û dardekirin. Bes Barzanî filitî. Dema Şah Barzanî dawetî guft û go kir, wî bersiv da, ku ewe bi wî şertî be, heger Şah hinek kes ji malbata xwe wek rehîn bişîne meqerê wî. Dema hazirîya guft û goya bi Şah re dibû, Barzanî bêtirî hêze xwe bi alîyê başûrê Îranê nezî hudûdê Sovyetê de bir. Ji alîyê me de, menfîetê siyaseta me dixwest ku, em Kurda ji bo tesîra Îngilîz û Emerîkîyan, ku li ser welatên Rojhilata Navîn a ku li ser hudûde Yekîtîya Sovyetê bû kêm bikin û bi kar bînin. Min ji Barzanî re da diyarkirin ku, terefê Sovyetê qebul dike ku Barzanî û hinek amirhêzên wî di dibistana eskeri û akademîyên me de xwendinek xas bikin. Her weha min bawerî dayê ku, bi cîh kirina wan a li Asya Navîn weqtî ye ku heta şertên vegera Kurdistanê çê bibin. Abakûmov ji min re qedexe kir, ku ez naveroka guft û goyên bi Barzanî re, bi teybet razî bûna Stalîn a ku îmkan da ku amirhêzên Kurda dikarin di xwendegehê me yên eskerî bixwînin, ji serokê Partiya Komunîst a Azerbaycanê Bagirov re bibêjim. Ji ber kû Bagirov dixwest Barzanî ji bo tevlihevîyê (bê istiqrarî) li Azerbeycana Îranê çê bike bi kar bîne. Bes Mosko dihesiband ku Barzanî dikare rolek girîngtir bileyze, wek wergerandina hukûmeta Iraqê ku di bin tesîra Îngilîza de bû. Dervî wê, tiştê muhîmtir, bi alîkarîya Kurdan em dikarin demek dirêj bîrên petrola Iraqê (Mûsilê) xera bikin ku ji bo hêzên Îngiliz û Amerîka li Rojhilata Navîn û li Behra Sipî ku wê demê roleke girîng dilîst.

Piştî guft û go bi Barzanî re, ez bi teyarê hatim Taşkentê, min ji bo hatina Barzanî înformasyon da serokên Ozbekîstanê. Pişt re vegerîyam Mosko.

Barzanî û mufreza wî ya be çek tev malbate wan çûn Özbekîstan. Piştî pênc salan, di adara 1952an de, ez çûm Ozbekîstan li nêzî Taşkentê, ji bo ku çareserkirina problemên derketibûn ez û Barzanî hevûdu bibînin. Barzanî ji sekna bê kar (bê hêvê) û ji têkilîyên hukûmeta Ozbekîsnê ne razî bû. Wî xwe gihandibû Stalîn, ku alîkariyê dixwaze û xwestibû ew sozên ku berê dabûne bînin cî. Wî dixwest ku mufrezên Kurda çekdar çêbikin. Barzanî dixwest tesîra wî li ser terefdarên wî kêm nebe, ewên ku li kolxozê dora Taşkentê belav kirine her weha karîbe wan kontrol bike.

Rasthatina min bi Barzanî re li havîngeha hukûmetê çêbû. Tercumanê min Zamskov, serbazekî eskerî bû, ew jî wek Barzanî bi İngilîzî dipeyivî. Barzanî ji min re digot ku, çawa Emerîkî û Îngiliz dixwestin wî bikin terefê xwe, ji bo zorê bidin hukûmetên Iraq, Îran û Turkîyê. Bi emrê Wezîrê Emnî ê nuh Îgnîyatev min plan çêkir ku, ji Kurda mufrezeyek eskerî ya teybetî ku ji hezar û pêncsed kesî pêk bê ava bike, ji bo emelîyatên eskerî li Rojhilata Navîn. Her weha ji bo vergerandina hukumeta Nûrî Seîd li Bexdadê, ewê ku dihat plan kirin, ku we tesîra Îngilîza li hemû Rojhilata Navîn kêm bike. Bi alikarîya Kurda ev plan giha serî di sala 1958an de, dema ku ez di hepsê de bûm. Kurda her weha dibê rolek di teqandina xeta petrolê di navbera Iraq, Îran û Sûryê de bilîsta, heger şer an ji tehdîda hucûmekê li ser Yekitîya Sovyet heba.

Barzanî diyar kir ku amadeye bi hukûmeta Sovyetê re îtifaqê îmza bike, bi şertê garantî û xebata Mosko ji bo avakirina Cumhûriyetek Kurdî; ew cihê ku Barzanî digot Kurd bi hev ra dijîn, mintiqa hudûde bakurê Iraq, Îran û Turkiyê bû.

Piştî min Barzanî guhdar kir, min bersîv dayê, ku ez nikarim biryar li ser îtîfaqek weha bidim, ji ber ku di destê min de hewqas berpirsiyarî nîne (qesta Sûdoplatov ew e ku qiyada Sovyetê ya bilind dikare îtîfaqek weha munaqeşe bike. Wer.) Bes em ne li dij bûn ku hukûmetek Kürdî li surgûne ava bibe. Ewê ku em bi hev re çûbûn ji bo guft û go, xebatkarê qismê navnetewî yê KM (Komîta Merkezî) ya Partîyê, Mancxa, pêşniyar kir ku Partîya Demokrat a Kurdistan bi serokatîya Barzanî bê avakirin. (Qesta Mancxa, rêxistina partîyê li Ozbekistanê bê avakirin. Wer.) Bi fikra Mancxa, Partîyê wê kordînasyona karê hukûmeta Barzanî li tevaya mintiqê ku Kurd lê dijin bike û meqerê partîyê li gor peyva Barzanî li kolxoza ku panzdeh kîlometra ji Taşkentê dûr e, çêbike.

Ez tevlî vê peyvê nebûm, bes min bi dîqet guhdar kir. Dema peyv xelas bû, Barzanî ez dewet kirim rasthatineke bi amirhêzê meqerê xwe re. Bi rasthatina me, di odê de sî meriv bi hev re “bi rehetî” rabûn ser xwe. Piştre bi emir giş daketin ser çonga û bê deng ber bi Barzanî ve çûn, ji bo Barzanî rê bide wan qiraxa kinc û solê wî maçî bikin. Bê guman, xeyalê min ê Kurdistana demokratîk heta wê gavê hebû; ji wê seetê pê ve wenda bûn. Ji min re hate eşkerekirin ku eve ji însiyativek fikrî ya KM (Komita Merkezî, Wer.) li meydana kevn e (Meydana kevn cihê avayîya Komîta Merkezî ya Partîya Kominîst ya Yekîtîya Sovyetê bû. Wer.)

Di Nîsana sala 1952an de Barzanî bi malbat û merivên xwe re li kolxozek mezin li dora Taşkentê bi cih bûn, li Mosko qerar hatibû dayin ku ji bo Kurda navçeyek otonomî bê ava kirin. Kar hat dan Wezareta Emnî ku ji bo Kurda perwerdeya eskerî çêbikin, her weha îmkana çêkin ku karibin têkilî bi Kurdê der ve re bikin. Me ceriband ku em zilamên xwe têxin dora Barzanî an hineka ji wan bikin zilamên xwe. Bes em bi ser neketin, hemû ji alîyê komîta wan a emnî ve hatibûn girtin. Bes Zemskov, ew e di têkilîyên Kurda de bi tecrû be bû, yek ji amirhezên ku akademîya eskerî dixwend razî kiribû ku bi wan re kar bike, lê piştî ku ev amirhêz vegerîyabû Taşkentê, wenda bû û me nikarîbû ew bidîta; em gîhan wê qenetê ku amirhez bi emre Barzanî hatibû tesfîye kirin.

Bi rîya pirsa Kurdî min qaidê burokratîyê jî nas kir; ku ji polîtburo re çawa dokûment dihatin hazir kirin. Îgnatev emir da min ku ez li oda Mancxa bimînim, heta ku razî bûna xwe bînin li ser pêşniyarê me di mesela Kurdî de. Îgnatev merivekî her tim nazik û bi terbiye bû, bes wextê min jê re got li otela Mosko rasthatina min bi Barzanî re heye, wî bi acizî ji min re got, ku tu muhîmîya pirsê fêm nakî. Emir da min, ku ez rasthatinê texîr bikim, berî her tiştî dibe em razî bûna polîtburo di mesela Kurdî de bistînin. Ez, Mancxa û Îgnatev em çûn cem Molotv û Vişînskî (Molotov Wezirê Derve, Vişînskî Cîgirê wî bû), ji bo em razîbûna wan li proja çareserkirina pirsa Kurdî bistinin. We çaxê min dît ku Molotov û Vîşînskî çuqas îxtiyar û bê taqet bûne. Bes taqeta wan têrê kir ku ji pirojê tiştê ku pê ne razî bûn derxin û ew tiştê ku Wezareta Derve jî ji bo guft û go û şêwrê dixwaze, ji bo mesela Kurdî karbînin. Her weha wan dixwest ku ev pirs bi pêşniyarîya Wezareta Emnî li politburo bête gengeşîkirin, lê ne wek pêşniyarek muşterek a Wezareta Derve û ya me. Dema me pêşniyarê Mancxa kir ku em herin cem Lûbyanka û ji nûh de şiklê dokumentê yê talî li ser esasê peyva Molotov û Vîşînskî ber çav bigrin û lê bikin. Îgnatev razî bû.

Ji vir û pê de tiştê ji ali min ne dihatin fêmkirin dest pê kirin. Me şiklê tekstê dawî peşniyarî Îgnatev kir; wî razîbûna xwe anî. Bes ji bo wezîr jî her weha gelek muhîm bû nama li gel tekstê a ku wê ji endamên politburo re bihata şandin. İgnatev sê cara dokument bi paşde vegerand, ji ber ku navên endamên polîtburo, ewê ku lazim bû dokumenta me hazir kirîye, wekî ji wan re bi hata şandin. Ne wek lazim bû hatibû lêkirin. Heta wî ji Mancxa pirsî lazim e nav li gor elfabê bê lêkirin an pêşiyê navên endamê polîtburo ên endamê komisyona têkiliyên derve. Bi vî awayî lazime navê Xrûşov beriya navê Bûlganîn bê lêkirin. Bêrîya çawa bikin, lazime ew li pêş Melnkov be? Ev nûansa ku min jê fêm nedikir, ez pê ecêbmayî dimam. Bes Mancxa di hazirkirina dokûmentan de yekî jêhatî bû, di vî warî de wî rê li ber Îgnatev dixist. Ji bo wê jina ku dokument li deqtîlo dixist ecêb ma bû: Ji bo çi dokument ji nûh de bê çapkirin, tevî dervî guhertina navên endamên KM (Komîta Merkezî) û hukumetê nefsa dokûmentê tê çapkirin…

Di bihara sala 1953an de tiştekî eceb bi min re çebû, min qayide disiplîna eskerî xerakir. Barzanî dihat dersa akademîya eskerî, ewa ku min bi xwe lê dixwend. Carekê wî ez bi kincê generalî dîtim. Bê ku mirov his bike, wî çav ji min re şikand û bi rîya tercûmanê xwe ve, ku letinantekî xort bû, ji mim re got:
Ez gelekî kêfxeşim bi têkilîyê li gel berpirsyarê hukûmeta Sovyetê ku xwedîyê rûtba eskerî ya bilind e. Min, ji alîyê xwe de, bersîva wî bi serketina fêrbûna disîplîna eskerî da.

Cara dawî berî girtina xwe min Barzanî li ser riya Gorkî dît. Ez bi kincê eskerî bûm. Wî ez dîtim û min jê derxist ku dixwaze bê cem min. Ji rewşa xwe ya wê demê min hesiband ku rasthatina me wê bê mane be û min weha kir ku wek ez le hay nebûme, min lezand û di nav xelkê de wenda bûm.

Barzanî gelek bi aqil bû. Wî fêm dikir ku pêşeroja Kurda bi nakokîyê navbera dewletê mezin ve giredayî ye; bi taybetî ewên ku menfîetê wan li Rojhilata Navîn heye. Em dev ji nêrînê berê berdin, tu dinerî, dewletê mezin xebat nakin ku pirsa Kurdî bi awakî adil safî bikin. Qedera Kurdistanê, wek di menfîetê Kurda de tu carî ne li Kremlînê, her weha ne li Londonê û ne li Waşîngtonê nehatîye lênêrîn. Menfîetê welatê rojava û ê me tenê tiştek bû; belê derdê me ew bû ku emê çawa bighêjin bîrên petrolê yê Rojhilata Navîn. Ev çiqas bê ar û bê edebî ye. Piştre pirsa Kurda sparte Sûslov, wî soz dan Barzanî ku ewê hemû alîkarîyê ji bo otonomîyê bi Kurdan re bikin, ji bo bikaribin bi alîkarîya Kurda hukmê Nurî Seîd li Iraqê wergerînin. Emerîkîyê jî ji alîyê xwe weha soz dan Barzanî, ji bo ku bikaribin hukmê li Iraqe ku bi Îngilîza ve girêdayîye wergerînin û zilamê xwe deynin cihe wî, bes di dema herî zehmet de wana siyaseta xwe guhart bi Îngiliza re li hev kirin, yanî wan, bi qedera Kurda çiqas karibûn hewqas lîstin.

Di salên 40-50an de armanca me ew bû ku em tevgera Kurdî di nakokîyê di navbera me û welatên rojava de, di “şerê sar” de bi kar bînin. Fikra avakirina cumhûriyeta Kurdî îmkan dida me ku em tesîra siyaseta Îngiliz û Emerîkîyê li Rojhilata Navîn kêm bikin bimeşînin, bes siyaseta kêmkirina tesîra Îngiliz û Emerîkîyê li vê mintiqê ji tevaya Kurda re pir ferq nedikir.

Heta dawîya sala 1950yê li Rojhilata Navîn hevalbendên me tenê Kurd bûn. Piştre bi înqilabek eskerî (bi alîkariya me) rejîma Nurî Seîd hat wergerandin û me gelek hevalên wek Iraq, Sûrî û Misir bi dest xist, li gor menfietê jeopolîtîk ê Yekîtîya Sovyetê ew ji Kurda muhîmtir bûn. Iraq û Sûrî rola esasî di siyaseta me ye Rojhilata Navîn û di nakokîyê me bi welatên Rojava re li vê mmtiqê bêîstiqrar de lîstin.

Tragediya Barzanî û a gelê wî ew bû ku, di menfeatê Yekîtîya Sovyet û welatên Rojava (heta dereceyeke welatên Ereb û Îran) li Kurda tê nêrîn wek quwetek pê hevdû bitirsînin an jî wek kartekê di nakokiye navbera wan û Turkî, Îran û Iraq de bi karbînin.

Çareserkirina pirsa Kurdî bi awayekî maqûl wê ew be ku, di bin garantîya navnetewî de otonomî bidin Kurda, bira çiqas kêm be jî. Di esas de ne li welatên rojava û ne li welatê Ereba kesek naxwaze, ku petrola Mûsile di Kurdistanekê serbixwe de, an di kontrola wê de be. Di sala 1963an de di navbera me û hukmê Qasim û qewmiyê hatibûn şûna wî nexweşî derket. Ez wê çaxê di hepse de bûm, ji wir min pêşniyara xwe şand ku bi Barzanî re têkevin têkiliya û min bihist, ku ew pêşniyara min hatîye qebûlkirin. Ji Kurda re alîkarî û sîleh şandin ji bo ku karibin axa xwe ji hicûmê ordîya Iraqe biparêzin. Bes karê me yê ku em Kurda bikin hevalbendê xwe yê stratejîk, ji bo em karibin teesîrê li ser Problemên Iraqê bikin, bi ser neket.