Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen  hem jî wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û  vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de gotineke wî heye.

Gundiyên Qûçanê ku girêdayî eyaleta Xorasana Rezewiyê dijîn wî sofiyekî muzîkjen û derwêşekî gerok wek Evliya Çelebî an jî Evdalê Zeynikê dibînin. Li gorî wan Ceferqulî çûye welatên curecur di wan welatan de pirr mirov nas kirine bi sedan helbest nivîsandine û dîsa gotiye welat, welatê min ê zêrîn vegeryaye axa Qûçanê.

Bajariyên xwende û zehftirîn girêdayî çîna burjuvayên biçûk in, Ceferqulî zana, fîlozof û edîbekî wek Ehmedê Xanî an jî Melayê Cîzirê dibînin. Bawer dikin ku Ceferqulî çiqas îlm û zanîn hebin di hişmendiya xwe ya edebî û hûnerî de veşartiye. Li gorî wan Ceferqulî li dijî şahê Fethelî Şahê Qacar şer daye lewma ji welatê xwe hatiye sirgunkirin hemû emrê xwe li dijî serdestiyê derbas kiriye.

Her çendî bawerî û gotinên xelkê Qûçanê bi vî awayî bin jî lê çend pirs û pirgirêk hene ku em zelal û safî bikin da ku Ceferquliyê rastîn derkeve holê û baştirîn bê fêm kirin.

Pirsgirêka yekemîn ew e ku em dizanin ku Ceferqulî ne xwende bû û tucarî helbestek bi destê xwe nenivîsandibû. Eşkere ye helbestên wî bi muzîkjeniya wî re belav bûne di nava gel de helbest xwendine xelk pirr jê hez kirine û ezber kirine.

Pirsgirêka duyemîn, di destê me de tu delîl tunene ku em bibêjin Ceferqulî li dijî serdestiya Fethelî Şahê Qacar têkoşîn daye û hatiye sirgunkirin.

Pirsgirêka sêyemîn jî ew e ku em bi başî nizanin ku helbestên wî yên hatine berhevkirin û çapkirin, kîjanî yên Ceferqulî ne yan ne yên wî ne. Divê li ser helbestên wî yên ku hatine berhevkirin û çapkirin lêkolîneke berfireh yên zimanî û wêjeyî bên kirin.

Ez ê nêrînên xelkê Qûçanê ku tên gotin deynim aliyekî ji we re qala Ceferqulî kî ye çawa jiyaye çi kirine li ku miriye bikim.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê ku bi qasî Evdalê Zeynikê û Ehmedê Xanî girîng di heremê de bi hûner û wêjeya xwe deng vedaye, bi nasnavên Ceferqulî, Cefer, Ceferquliyê Kurd, Ceferê Bêbext, Bilbilê Xalxal, Ceferquliyê Bêçare, Ceferquliyê Endelîb, Ceferquliyê Muxtar, Ceferqulî Azad tê nasîn û binavkirin.

Ceferqulî Zengelî (Ceferquliyê Zengene, Ceferqulî Zengêlî, Ceferquliyê Zengine, Ce’fequliyê Zengelî) di sala 1799an de li gundê Gûganê yê bi ser bajarê Qûçanê ji malbateke feqîr û gundî tê dinyayê.

Qûçan girêdayî Eyaleta Xorasana Razewî ye. Serbajarê vê eyaletê Meşhed e. Îro nifûsa Qûçanê li dora 150î hezarî ye. Tê de Kurd, Faris û Tirkmen pev re dijîn. Qûçan 10 km. dûrî sînorê Tirkmenistanê ye.

Ceferqulî Zengelî ji êla Zengenê ye. Êla Zengenê êleke mezin e. Bêhtirîn li Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Kirmaşan, Hemedan, Lûristan û Gûranê bi cih bûne. Bi zaravayên Soranî, Kelhûrî û Lekî diaxivin.

Navê bavê Ceferqulî Mela Reza Qulî ye. Bavê wî ji ber nexweşiyê dimire û apê wî Hecî Elîesxer bi diya wî re dizewice. Ceferqulî ji aliyê apê xwe ve tê xweyîkirin û mezinkirin. Ew heta xortaniya xwe di gundê xwe de dimîne û mezin dibe.

Apê wî dixwaze Ceferqulî bixwîne, wî dişîne xwendingeha gund li cem Mele Berat lê Ceferqulî bala xwe nade dersên xwe naçe xwendingehê, heta ber êvarê li dora gundê xwe digere naxwaze bixwîne. Lewma Ceferqulî hînî xwendin û nivîsandinê nebûye.

Piştî 15 saliya xwe, bûye aşiqê qîzikeke bedew ya bi navê Melwarî ji sibê heta derengiya şevê bi eşq û evîna wê ya bêdawî ji vî gelî bigire ji geliyekî din wisa serberdayî rojên xwe bi xeyalên Melwariyê derbas dike. Bi xeyalên wê stranên evînî distrê û helbestên xamî di hişê xwe de digerîne.

Gundiyên herêmê Melwariyê qîzapa Ceferqulî û evîndareke rastîn dibînin lê bajariyên Qûçanê vê evînê wek evîneke mîstîk, xeyalî ya ku di hişê Ceferqulî de pêk hatiye teswîr dikin. Rastî her çi dibe bila bibe di encamê de muzîkjenî û helbestvaniya Ceferqulî bi eşqa Melwariyê dest pê kiriye.

Piştî xortaniya xwe Ceferqulî dixwaze Melwariyê ji bîr bike berê xwe dide welatên Qefqaziya, Osmanî, Hindistan, Ozbekistan, Turkmenistan, Efxanistan, Tacîkistan, Iraq, Erebistan, Sûriye, Misrê û Azerbaycanê lê nikare wê ji bîr bike dîsa vedigere Qûçanê. Di van geran de hînî zimanê Farsî, Erebî û Tirkî dibe. Ew xwe hînî amûra dûtaxê dike. Bi amûra dûtaxê helbestên xwe ji civatê re dixwîne. Xelkê herêmê bi vî awayî hînî helbestên wî dibin, bi demê re jê zehf hez dikin û lê xwedî derdikevin.

Stran û helbestên xwe ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî, Tirkî û Farisî jî vegotine. Em dibînin ku di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên Erebî, Farsî û Tirkî. Ceferqulî hem helbestên olî hem jî yên ser eşq, evîn, bêrîkirin, êş û elemî nivîsandine. Gellek stranên ku îro li herêmê tên gotin bi meqam û helwên Ceferqulî hatine bestekirin.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê mîna qalçîçekan hestyar, dilnazik, xwedî peyvên kûbar û nazenîn her çendî dîroka mirina wî tam neyê zanîn jî bi texmînî di sala  1894an de li Qûçanê, di cihê bav û kalên xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Helbestên wî şairê girîng yê Xorasanî ji aliyê Kelîmulayê Tewehudî ve hatine berhevkirin û ji mirinê hatine rizgarkirin. Li Kurdistana Bakur dîwana wî bi navê “Le Xakê Xurasanê” ji aliyê weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.

Ceferqulî bi romantîzmeke bilind, hestiyar û dilzîz hestên xwe bi awayekî vekirî, sade û watedar, bi helbestên canecan û dilgerm radixîne li ber hiş û rihê helbesthezan.

Helbesta wî ya Elo Xelkê vê rastiyê bi eşkere tîne ber çavan. Helbest bi êş, elem û hezkirineke mezin dest pê dike û wisa jî bi dawî dibe.

Elo xelko bibînin, bejnê yarê bû elem

Bi çavan û bijangan, min dikuje bi sitem

Herin hûn vegerînin, belkî li min bike rehm

Ez li arê işqê wê, dişewitim natê kerem.

Tê dîtin ku di gellek helbestên xwe de eşqa Melwariyê ku ew wek ar û alaveke sor şewitandiye, dîn û har kiriye tîne ziman. Bi taybetî di helbesta Qaliwek im  de ev rewş bi awayekî rasterast tê dîtin û hîskirin.

Qaliwek im li herdu rûyê min li asimîn

Şev û ro dia dikim, melek dibêjin amîn

Diayên min qebûl bike, Xwedawendê alemîn

Ya Melwariyê bide min, ya canê min tu bistîne

Herdem li dev û dilê min amîn, ya Erhemê rahimîn.

Di helbesta wî ya Şevê Çû Di Xewê De em hezkirina wî ya amûra dûtaxê û Melwariyê bi çîlekeşiyeke jandayî, xedar û bêdermanî dibînin. Ji bo Melwariyê dikeve rêyên dûr û dirêj bajar bi bajar, welat bi welat digere lê dîsa jî nikare dev ji Melwariyê berde û ji bîr bike.

Şevê çû di xewê de, dane min vê dutarê

Şevê axir çarşemê, ketim bi vê azarê

Ez gerandim şehr bi şehr, birme Xîwe-Buxarê

Perde hate hilanîn, min dî rûyê gul`uzarê

Min natê wê senemê, nedî li tu diyarê.

Ceferqulî Zengelî li axa Xorasanê wek semboleke neteweyî pêşengiya wêje û helbesta klasîk ya Kurd dike. Ciyê şanaziyê ye ku xelkê Xorasanê jê zehf hez dike û di her warî de lê xwedî derdikeve ku neyê jibîrkirin.