Mewlûd di tesewifa Îslamê de cihekî girîng digire. Koka vê peyvê ji zimanê Erebî tê. Li gorî kok û bêjeyê bi wateya welîdinê tê binavkirin. Mijara mewlûdan bi giştî jidayikbûna pêxember, heta mirina pêxember bûyer û qewimînên çêbûyî û mucîzeyên ku di vê navberê de pêkhatî ne. Hem di edebiyata Kurmancî hem jî di edebiyata Zazakî de ji ber baweriya ola Îslamê cihêkî taybet digire.

Di Kurmancî de mewlûdên herî girîng yên Melayê Bateyî, Mela Eliyê Baqustanî û Seydayê Tîrêj in. Ji bilî wan Mewlûdnameya Şêx Hisê Qazî ya bi Soranî û Mewlûdnameya Mela Ebdilla Bilberî ya bi Hewramî mewlûdên herî naskirî ne.

Di edebiyata Zazakî de cihê mewlûdan bi berhema Mela Ehmedê Xasî ya bi navê Mewlûda Nebî (Mewlidê Kirdî) dest pê dike. Ev berhem di sala 1892yan de bi tîpên Erebî tê nivîsandin û di sala 1899an de li çapxaneya Litografyayê tê çapkirin. Mewlûda wî ji 14 beşan û 366 beytan pêk hatine.

Ehmedê Xasî di sala 1867an de li gundê Xasê yê nehiya Hezanê ku girêdayî Licêya Amedê ye tê dinyayê. Navê bavê wî Hesen yê diya wî Medîne ye. Kalikê wî Osman di dema meletiya xwe de li Hezanê bi cih dibe. Bi navê Mistefa û Mihemed Emîn du birayên Xasî hene. Perwerdeya xwe ya pêşî li cem bavê xwe Hesen hildide.   Piştî bavê xwe ilm û îrfana xwe di gundê Pêçar de li ba mele û alimê wê demê bi Mustafa Hatib re didomîne. Piştî Pêçarê perwerdeya xwe di Medreseya Mesûdiyê de ku girêdayî mizgefta Mezin ya Diyarbekirê ye temam dike û îcazeta xwe ji miftî Hecî Îbrahîm distîne.

Xasî di saziyên dewleta Osmanî de erk û wezîfeyên curecur dike. Di sala 1909an de ji ber fikr û ramanên xwe yên ayînî bi fermana Îttihatparêzan sirgûnî girava Rodosê tê kirin. Heta damezrandina Komara Tirkiyê li navenda Diyarbekir û Hezanê  dersdariyê û li Liceyê miftîtiyê dike. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê dest ji karê xwe berdide û nawxaze di bin banê hikûmeta Kemalîstan de bixebite.

Ehmedê Xasî heta mirina xwe li Hezanê dijî, sê caran dizewice û ji jina xwe ya dawî xwedî qîzekê ye. Ehmedê Xasî zimanên Erebî, Tirkî û her du zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Zazakî baş dizane. Di 18ê sibata 1951ê de li Hezanê jiyana xwe ji dest dide. Gora wî li Savatê ye.

Mewlûda Nebî tam pênc caran tê amadekirin û Latînîzekirin. Transkrîpsiyon û latînîzekirina herî pêşî di sala 1985an de ji aliyê Malmisanij ve tê kirin û di kovara Hêvî de tê weşandin. Latînîzekirina duyemîn di sala 1994an de bi destê Mihanî tê kirin û ji weşanxaneya Firatê tê çapkirin. Latînîzekirina sêyemîn di sala 2005an de ji aliyê Mele Mihemedê Kavarî ve tê kirin. Latînîzekirina çaremîn bi destê W.K.Merdımin di sala 2008an de tê kirin û transkrîpsiyona herî dawî ji aliyê Roşan Lezgîn ve 2008an de tê amadekirin.

Kesên ku latînîze kirine di wergerê de navê berhemê ji hev cudatir bi nav kirine. Malmisanij wek Mewlidê Nebî, Mihanî bi Mewlûdê Nebî, Melle Mihemedê Kavarî Mevludî Zazakî, W.K.Merdimin wek Mewlîd û ya dawî Roşan Lezgin bi navê Mewlidê Kirdî sernavê berhemê senifandine.

Berhema Ehmedê Xasî ji aliyê nivîskî ve wekî mewlûda Melayê Batê cihekî girîng û taybet digire. Bi vê mewlûdê rêyek vedibe û mewlûdên cihê cihê yên zazakî tên nivîsandin.

Mewlûda duyemîn ku piştî ya Ehmedê Xasî, mewlûda Biyişê Peyxemberî ya Osman Efendiyo Babij e ku di sala 1903yan de hatiye nivîsandin. Mewlûda wî bi giştî ji 8 beşan û 196 beytan pêk hatine. Her beşê mewlûdê li gorî xwe behsa mijarekê dike.

Osman Efendiyo Babij di sala 1852yan de li gungê Babê yê Sêwrega Rihayê welidiye. Navê wî yê fermî Osman Efendî ye lê di nava gel de wek Osman Efendiyo Babij hatiye naskirin. Navê bavê wî Hecî Eyup Efendî û yê diya wî Emîne Xanim e. Bavê wî demekê miftîtiya Sêwregê dike ji aliyê gel ve pirr tê hezkirin. Osman Efendiyo Babij piştî perwerdeya xwe ya medreseyê îcazeta xwe hildide li Sêwregê dest bi memûriyetê dike. Bi mirina xoceyê wî yê hêja Zilfîkar Zuhtî Efendî re di sala 1905an de ji bo miftîtiya Sêwregê tê tayînkirin. 24 salên xwe di miftîtiya Sêwregê de derbas dike. Di sala 1929an de jiyana xwe ji dest dide niha gora wî li Sêwregê ye. Osman Efendiyo Babij zimanên Erebî, Osmanî, zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî  dizanibû.

Mewlûd piştî mirina Osman Efendiyo Babij herî pêşî di sala1933yan de ji aliyê Celadet Bedirxan ve bi tîpên Erebî li Şamê tê çapkirin. Transkrîpsiyona ewil ya bi tîpên Latînî di sala 1985an de ji aliyê Malmisanij ve tê kirin û di hejmara çaremîn ya kovara Hêvî de bi navê Biyîşê Pêxemberî tê weşandin.  Enstîtûya Kurdî ya Amedê di sala 2007an de mewlûdê careke din bi navê Mewlido Dimilî (Zazakî) çap dike. Dîsa Mewlûd ji aliyê Roşan Hayig ve di kovara Zazana de bi navê Biyayişê Pêxemberî tê weşandin. Herî dawî Ahmet Kırkan di teza xwe ya lîsansa bilind de mewlûdê bi navê Bîyîşa Pêxemberî bi nav dike.

Mewlûda ku ji aliyê Malmisanij ve hatiye amadekirin 196 beyt ya ji aliyê Enstutiya Kurdî ya Amedê 205 beyt, ya Roşan Hayig 206 beyt û ya Ahmet Kırkan 204 beytan pêk hatine. Mewlûda Osman Efendiyo Babij bi zimanekî sade, fambar û watebar hatiye nivîsandin.

Mewlûda sêyemîn ya Zazakî ji aliyê Mela Mihemedê Elî Hun ve di sala 1971an de tê nivîsandin. Mewlûd ji çar beşan pêk hatiye. Ziman û vegotina wî sade, herikbar, fambar û bi zimanekî xelkî ye lewma bi hêsanî tê fêmkirin û xwendin.

Mela Mihemedê Elî Hun di navbera navçeyên Palû û Gencê de li bajarokê Beyhanê yê Xarpêtê di sala 1930an de tê dinyayê. Navê wî yê fermî Mehmet Ali Öztürk e. Zarokatiya wî di bajarên Xarpêt, Sêrt û Şirnexê de derbas dibe. Bajarên Amed, Cîzir, Bismil û Farqîn ji bo wî dibin cihên ilm, îrfan û kemilandina olî. 25 salên wî bi peywira meletiyê derbas dibe, piştî ewqas xizmet û xebatên ilmî teqawît dibe. Mela Mihemedê Elî Hun di nava gel de rêz û hurmeteke mezin dibîne û ji aliyê xelkê herêmê ve pirr tê hezkirin.

Mewlûda wî di sala 2004an de ji aliyê kovara Vateyê tê weşandin. Berhem bi giştî 120 rûpelan pêk tê. Qesîdeyên Kerbela, Ûsiv û Zileyxa beşên balkêş in ku bi hêmanên xwe yên mîstîk û giyanî dilê mirovên bawermend hêsa dikin.

Mewlûda çaremîn ya Mela Kamil Puexî ye. Mewlûd 65 rûpel e ji beşekê û 104 beytên balkêş hatine sêwirandin û nivîsandin. Di sala 2003yan de li Stenbolê bi navê Mewlîdî Nebî tê çapkirin. Transkrîpsiyona Latînî ya ewilî ji aliyê W.K. Merdimin ve tê kirin. Mela ne bi tenê alimekî ye ew helbestvanekî jêhatî ye jî piştî kutabûna mewlûdê em dibînin ku heyşt helbestên wî yên li ser mirin, axret û  jiyana fanî di berhemê de cih digirin.

Mela Kamil Puexî di sala 1938an de li gundê Puexî yê Çewlikê tê dinyayê. Zaroktî û ciwantiya wî bi xwendin û têgihiştina olî ve derbas dibe. Perwerdeya xwe ya medreseyê li Mêrdîn û Diyarbekirê temam dike. Piştî medreseyê dest bi meletiyê dike. Di dema meletiyê de sirgûnî navçeya Gencê ya Çewlikê dibe. Emrê wî bi zor û zehmetiyan derbas dibe niha teqawît bûye.

Di sala 2003yan de kovara Vate di hejmara xwe ya 19. de mewlûdê diweşîne. Mela Kamil Puexî mewlûdê bi devoka Çewlikê nivîsandiye.

Mewlûda pêncemîn ya Mela Mehamedê Muradon e ku di navbera 1999 û 2000an de tê temamkirin. Tê de 7 beş û 204 beyt hene.  Berhem bi navê Mewlidî Zazakî ji aliyê kovara Vateyê ve di sala 2003yan de tê weşandin. Transkrîpsiyona mewlûdê bi destê W.K.Merdimin û N.Celali tê kirin.

Mela Mehamedê Muradon di sala 1952yan de li gundê Muradonê ku girêdayî Genca Çewlikê ye tê dinyayê. Perwerdeya xwe ya pêşî ji bavê xwe digire. Pişt re li Mûşê perwerdeya xwe temam dike û di sala 1976an de dest bi peywira xwe dike. Di sala 1977an de ezmûna meletiyê qezenc dike ji bo peywira xwe ya nû diçe navçeya Bongilanê ya Çewligê.

Di derbeya eskerî ya 12 îlonê de sirgûnî navçeya Gixî ya Çewlikê tê kirin. Sirgûnkirinê wek heqaretek qebûl dike dev ji memûriyetê berdide koçî Qosera Mêrdînê dibe. Di Medreseya Şêx Silhedîn de demekê dersdariyê dike. Bi şîretên derdora xwe dîsa serî li memûriyetê dike ji bo peywirê tayînî bajarê Çorûmê tê kirin. Piştî salekê vedigere Paliya Xarpêtê. Nêzî pênc salên xwe li Paliyê derbas dike. Bi biryara rakirina sirgûntiyê re ji bo wezîfeyê vedigere navçeya Gencê.

Mela Mehamedê Muradon jî wekî Mela Kamil Puexî helbestvan e. Li navçeya Qoserê dest bi nivîsandina helbestan dike. Hem helbestên xwe hem jî mewlûda xwe qeyd dike ser bandên teyibê ku bên parastin.

Mewlûda şeşemîn Mewlûda Nebî ye ji aliyê Abdulqadir Muşekî ve hatiye nivîsandin. Ev berhem bi nûshayên fotokopiyê hatiye zêdekirin lê hê nehatiye çap kirin. Tê de 268 beyt û 15 beş hene, bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin. Nivîskar di navbera salên 1992 û 1995an de amedekirina mewlûda xwe temam dike. Transkrîpsiyona wê ya Latînî nehatiye kirin. Bi taybetî nivîskar nexwestiye ku mewlûda wî bê Latînîzekirin.

Navê wî yê fermî Abdulkadir Arslan e, di sala 1968an de tê dinyayê. Li gundê Muşekiyê bi ser Çewligê ye lewma jê re gotine Abdulqadir Muşekî. Perwerdeya xwe ya pêşî li gundê xwe dibîne. Piştî xwendina medreseyê îcazeta xwe distîne dest bi meletiyê dike. Niha li Çewligê peywira xwe ya meletiyê didomîne.

Mewlûda heftemîn ya Bîlal Feqî Çolig e. Nivîskar di sala 1971ê de li navçeya Gencê ya Çewligê tê dinyayê. Berhem bi navê Mewlîdê Peximbêr Qey Tutunê Zazon ji bo zarokên Zaza ji aliyê weşanxaneya Dîwan Kitêb ve hatiye çapkirin. Armanca mewlûdê ew bû ku zarokên Zaza bi zimanekî hêsan û zelal hînî mewlûdê bibin û bixwînin. Berhem jiyana pêxember dide nasandin û li ser pesnê jiyan û xebatên wî dike.

Mewlûda heyştemîn ya Mehmet Akîf Demîr e. Nivîskar di sala 1978an de li navçeya Hênê ya Diyarbekirê tê dinyayê. Berhem bi navê Mewlûda Zazakî ji aliyê weşanxaneya Banga Haq ve di sala 2017an de tê weşandin. Berhem 10 beş û 278 beytan pêk hatine.

Herî dawî dixwazim ji we re qala Siyerekî Zazakî bikim da ku di edebiyata Zazakî de bi tenê Siyerekî heye ew jî Siyerê Nebî yê Mela Cimayo Babij e.

Çavkaniya herî sereke ya Siyeran Qurana Pîroz e. Hûn hemû jiyan, fikr û kirinên pêxêmber bi saya Siyeran dizanin. Pêxember li ku hatiye dinê, ciwantiyeke çawa derbas kiriye, çawa bûye Pêxember, ji bo ol û mirovên dinyayê çi kirine, armanca wî çi bû,  li ku û çawa miriye mijarên sereke yên Siyeran e.

Mela Cimayo Babij di sala 1946an de li navçeya Sêwregê ya Rihayê hatiye dinê. Navê wî yê fermî Osman Özusan e û ji eşîra Babij e. Perwerdeya xwe ya sereke û navîn li Sêwregê temam dike. Xwendina xwe ya lîsê ji derve temam dike. Piştî xwendinê dest bi meletiyê dike. Bi qasî pênc salan li navçeyên Sêwreg û Curnê Reşê meletiyê dike. Di demekê şûn de dev ji meletiyê berdide dibe memûrê tenduristiyê. Niha li bajarê Bursayê dijî. Zewicî ye û xweyî çar zarokan e, zimanên Erebî û Farsî dizane.

Siyerê wî 23 beş û 906 beytan pêk hatine. Berhema 104 rûpelî di sala 2009an de ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin.

Di edebiyata Zazakî de heya niha heyşt heb mewlûd û siyerek hatine nivîsandin. Mewlûdên Zazakî jî wekî mewlûdên Erebî û Tirkî bi heman mijaran derketine pêşberî me. Îro li gorî do edebiyata Zazakî di gellek waran de pêş ketiye wek roman, çîrok, helbest gellek berhemên hêja hatine çapkirin. Zazayên me bi pirtûk, kovar, malper û weşanên xwe xizmetî civata xwe dikin.

Îro hûn bi kîjan Zaza re biaxivin gilîkar in. Dixwazin ku siyasetên kurd û medyayên kurdî di her warê jiyanê de bi qasî zaravayê kurmancî girîngî û cih bidin zaravayê zazakî. Îro Zazayên Bakur ji aliyê bikaranîna zimên ve bindestên vî welatî ne. Hêviya min ew e ku gilî û rexneyên Zazayan bên dîtin, ji bo çareserkirinê xebatên pêwîst bên kirin, bi her awayî bên destekkirin da ku Zazayên vî welatî xwe bindest û tenê nebînin.

Gazete Davul.

Email: [email protected]

Site: https://occomahabad.wordpress.com/

 

ÇAVKANÎ:

1-Ahmedê Xasî’nin Hayatı ve Mewlid Adlı Eserinde Tema, İbrahim DAĞILMA, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi Yıl:1, Cilt:1, Sayı:1, Ocak 2015, ss. 124-146

2- Ehmedê Xasî, Mewlidê Kirdî, Amadekar û Tadayîş Lezgin Roşan, Weşanên Nûbihar, İstanbul, 2013.

3-Mele Ehmedê Xasî, Mewlid, Tadayox W.K. Merdimin, Weşanên Hivda İletişim, İstanbul, 2008.

4- Murat Varol, Zazalarda Mevlid ve Siyer Geleneği, 2. Uluslararası Zaza Tarihi ve Kültürü Sempozyumu, Bingöl Üniversitesi Yayınları, s. 625-654

5- Murat Varol, Benateyê Mewlidê Mela Kamilê Pueği u Mela Mehamedê Muradoni Dı Yo Muqayese, Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi 2018 6(2) 287-291

6-  Osman Efendi Babıj, (1933). Biyişa Pêxımberi, Şam: Weşanên Hawar.

7- Milla Cima Babij, (2009) Sîyerê Nebî, İstanbul: Weşanên Nûbihar.

8-Bîlal-Feqî Çolîg, (2012) Mewlîdê Peximbêr Qey Tutonê Zazon, İstanbul: Weşanên Diwan.

9- Akgündüz, Murat Osmanlı Dönemi Urfa Medreseleri ve Tedrisat Hayatı, İslâm Tarihi ve Medeniyetinde Şanlıurfa: “Osmanlı Belge ve Kaynaklarında Urfa”, 2018, cilt: III, s. 12-18

10- Ahmed-i Hasi Mevlîd,  Dr. Osman Özer, Bingöl Üviversitesi Yayınları, 2016.

11- Ercan ÇAĞLAYAN, “Osmanlı Belgelerinde Zazalar ve Zazaca Üzerine Notlar”, I. Uluslararası Zaza Dili Sempozyumu (13-14 Mayıs 2011), Bingöl Üniversitesi Yayınları, Bingöl 2011, s. 271-290.

12- Mola Mehemedê Muradan (2003) Mewlidî Zazakî, Vate, İstanbul, Weşanên Payîz.

13- Molla Kamil Puexi (2003) Mewlidi Nebi, İstanbul.

14- Molla Mehemed Elî Hûnî (2004) Mewlid, Weşanên Vate, İstanbul.

15- Molla Muhammed Kavarî (2005) Mevlûdî Zazaki, İstanbul.

16- Mela Kamilê Puexî (2003) Mewlidî Nebî, Vate, Hûmare: 19, Zimistan, Wisar.

17-Hasibe, MAZIOĞLU, “Türk Edebiyatı’nda Mevlid Yazan Şairler”, Türkoloji Dergisi, C.IV, S.1, 1974, s.31-62

18- Ahmet Kırkan, Mewlîdê Osman Efendîyo Babijî, The Zaza People: History, Language, Culture, Identity, 28-30 October, 2011, Yerevan.

19- Murad Canşad, Mela Mehemedê Muradan, Nûbîhar, Sayı 118, İstanbul.

20- Mehmet Uzun, Mela Mehmed Elî Hunî û Edebiyato Kirdkî (Zazaki), Vate, Hûmare:18, Hamnan, Payîz 2002.

21- Semra Alyılmaz, Mevlid ve Türk Edebiyatı’nda Mevlid Türü, Atatürk Üniversitesi Türkiyat Araştırmaları Enstitüsü Dergisi, Sayı 13.

22- Mustafa Fayda, “Siyer ve Megâzî”, Türkiye Diyanet Vakfı İslâm Ansiklopedisi, (Ankara: TDV Yayınları, 2009), 37: 319.

23- Îbrahim Dağılma, Mehmet Akif Demir û Mewlûda Zazakî, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Yıl:4, Cilt:4, Sayı:7, 2018.

24- Mehmed Malmîsanij, “Nimûney Edebiyatê Dimilkiyê Klasîk û Dînî” Hêvî, H. 4, Îlon, Parîs, 1985.

25- Mehmet Yergin, “Zazakî de Metnê Dînî”, Nûbihar, h. 119, Îstanbul, 2012.

26-dogruhaber.com.tr/haber/266816-bingolde-zaza-edebiyatinda-mevlidin-yeri-paneli/

27- rudaw.net/turkish/culture/02052016