Çapxaneya pêşî li Ewropayê di sala 1450an de ji aliyê Johannes Gutenberg tê avakirin.[1] Di dîrokê de çapxaneya ewilî ya Kurdan Çapxaneya Cerîdeyî Kurdistan e ku li Qahireyê hatiye damezrandin. Rojnameya Kurdistanê ku bi hewldanên şexsî yên Mîqdat Mîthad Bedirxan ve di sala 1898an de derdiket li vê çapxaneyê dihat çapkirin.[2]  Mîqdat Mîthad Bedirxan kurê Bedirxan Beg û birayê Emîn Alî Bedirxan e. Rojnameya Kurdistanê ji sala 1898ê heta 1902yê bi tevahî 31 hejmar derdikeve.

Di sala 1876an de di welatê Osmanî de Pergala Meşrûtî tê îlankirin. Ev pêvajoya Meşrûtiyetê heta sala 1920an dewam kir. Bi destpêkirina Meşrûtiyetê derbirîna azadiya fikr û ramanan de pêngavên girîng tên avêtin. Her millet li gorî fikrên xwe yên siyasî û neteweyî gellek ‘’Cemiyet û Rêxistinên’’ cuda damezrandin û ji bo armancên xwe dest bi avakirin û weşandina rojname û kovarên fikrî, edebî, çandî, civakî, hûnerî kirin.

Di dewleta Osmanî de li Kurdistanê çend heb çapxane hatine vekirin lê ev  çapxaneyan ne bi zimanê Kurdî, bi zimanî Osmanî berhem çap dikirin. Di sala 1856an de li Erziromê, di sala 1865an de li Bedlisê, di sala 1868an de li Diyarbekirê, di sala 1889an de li Wanê çapxane tên avakirin.[3]

Di Împaratoriya Osmaniyan de çapxaneya ewilî di sala 1493yan de ji aliyê birayên David û Samuel İbn Nahmias ve tên damezrandin.[4] Çapxaneya Ermeniyan di sala 1567an de ji aliyê Apkar Tibîr[5] ve li Stenbolê, ya Tirkan di sala 1727’an de ji aliyê İbrahim Muteferrika[6] ve tê damezrandin.

Di Împaratoriya Osmanî de çapxaneya ewilî ya Kurdan di sala 1908an de ji aliyê Kurdîzade Ehmed Ramîz û Xelîl Xeyalî[7] ve li Stenbolê tê damezrandin. Ehmed Ramîz ji navçeya Licêya Diyarbekirê ye her weha damezirêner û xebatkarekî Cemîyeta Azmê Qewî ya Kurdistanê (CAQK) bûye. Ev cemiyet di sala 1900î de, bi serokatiya Fikrî Efendîyê Dîyarbekirî hatibû damezirandin. Ehmed Ramîz di vê çapxaneyê de nêzîkî 60 pirtûkan çap dike lê serboriya wî ya çapdêriyê di sala 1905an de li Misrê dest pê dike. Ew ji bo ku pirtûkên Kurdî biweşîne çapxaneyekê bi navê ‘Sadel Ekrad’ dadimezirîne. Di vê çapxaneyê de Mewlûda Nebî ya Mele Ehmedê Bateyî çap dike. Piştî ku di sala 24ê tîrmeha 1908an de bi îlankirina Meşrûtiyetê vedigere Stenbolê bi navê Amîdî çapxaneyek ava dike. Ew çapxane, çapxaneya ewilî ya Kurdan e ku di Împaratoriya Osmanî de hatiye damezrandin.

Di sala 1910an de Çapxaneya Diyarbekirê (Matbaa-i Amedi) li Stenbolê tê avakirin. Di vê çapxaneyê de pirtûkên Kurdî jî dihatin çapkirin. Piştî çapxaneya Kurdistanê, li Qahireyê di sala 1911an de Metbaa Kûrdistana İlmîyye ji aliyê Ferecullâh Zeki el-Kurdî ve tê damezrandin.[8]

Di heman salan de Dr. Evdila Cevdet û Abdurrahman Bedirxan dixwazin li Swîsrê çapxaneyek ava bikin lê ji ber zext û zordariyên dewleta Osmanî, rêveberên Swîsrê nahêlin çapxane bê damezrandin.[9]

Di Împaratoriya Osmanî de çapxaneya ewilî ya Kurdan di sala 1908an de ji aliyê Kurdîzade Ehmed Ramîz û Xelîl Xeyalî[10] ve li Stenbolê tê avakirin lê di axa Kurdistanê de çapxaneya pêşî ya Kurdan ku bi zimanê Kurdî weşana xwe dikir li Diyarbekirê ji aliyê Ekrem Cemil Paşa ve di sala 1918an de tê damezrandin. Ekrem Cemîl Paşa yek ji damezrînerê Cemiyeta Tealiya Kurd bû. Rojnameya Gazî ku di sala 1919an de li Diyarbekirê tê derxistin di vê çapxaneyê de hatiye çapkirin.[11]

Hisên Hûznî Mûkriyanî ji bo bilindkirin û pêşxistina jiyana neteweyî ya Kurdan di sala 1914an de diçe Elmanyayê bi bihaya 150 lîreya Osmanî makîneyeke çapê dikire û piştî salekê di sala 1915an de li Helebê çapxaneyek vedike.

Desthilatdarên wê çaxê naxwazin Mûkriyanî çapxaneyê bixebitîne, gellek zehmetiyên mezin derdixin pêşî wî, ji ber vê sedemê bi mecbûrî çapxaneyê bar dike Rewandizê. Mûkriyanî  di heman salê de pirtûka Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî ji bo xwendevanên Kurd çap dike. Ev çapxane heta sala 1925an xebatên xwe didomîne. Di vê çapxanê de kovarên wekî Zarî Kurmancî, Çiyayê Kurmanc, Botan, Diyarbekir, Soran hatine weşandin. Hûznî Mûkriyanî di sala 1947an de li Bexdayê dimire. Piştî mirina Hûznî, çapxaneyê birayê wî Gîw Mûkriyanî dixebitîne.[12] Gîw Mûkriyanî navê çapxaneyê diguherîne dike Çapxaneyî Kurdistan, hemû alav û amûrên çapkirinê ji Rewandizê bar dike Hewlerê, çapxaneyê heta dema mirina xwe ya li sala 1977ê li wir dide xebitandinê.

Di navbera salên 1920an û 1926an Kurdistana Başur bi destê Înglizan tê dagirkirin. Îngilîzan di vê navberê de 16 dibistanên Kurdî vedikin û ji bo perwerdekirina zarokên Kurdan 44 mamoste tayîn dikin. Di vê demê de ji aliyê rêveberên Îngilîzan ve çapxaneyek li Silêmaniyê  tê damezrandin. Di vê çapxaneyê de 14 hejmarên Rojnameya Bangî Kurdistan, 118 hejmarên rojnameya Pêşkewtin, 16 hejmarên Rojî Kurdistan û 6 pirtûkên curecur tên weşandin.[13]

Komara Kurdistanê ya li Mahabadê di sala 22’yê Çileya 1946an de bi piştgiriya dewleta Yekîtiya Sovyetê tê damezerandin. Jiyana komarê bi qasî salekê didome. Di vê dema kurt de ji bo perwerde û geşkirina xelkê komarê bi destekên Yekîtiya Sovyetê bi navê Çapxaneya Kurdistanê çapxaneyek tê damezrandin. Di vê çapxaneyê de kovar û rojnameyên bi navê Kurdistan, Gelawiz, Helale, Hawar, Hawarî Niştiman, Hawarî Kurd tên çapkirin û weşandin.[14]

Rojnameya Kurdistanê weşana fermî ya Komara Kurdistanê bû û ji aliyê komîteya navendî ve di heftekê de du caran bi 500 an jî 1000 nishe dihat çapkirin û belavkirin. Tê de mijarên siyasî, çandî, civakî û edebî cih digirtin. Edîtorê kovarê Saîd Muhammed Hamîdî bû.[15]

Tişta herî balkêş ew e ku di dîroka gelê Kurd de yekemîn kovara zarokan ya bi navê “Girrûgalî Mindalanî Kurd” li Komara Kurdistanê tê weşandin. Qadirî Muderrisî berpirsiyarê wê kovarê bûye. Di van herdu hejmaran de çend dersên ziman, coxrafya û behsên din tê de belav kirine. Li ser rûpela yekemîn a “Girrûgalî Mindalanî Kurd” wêneyê Selaheddînê Eyyubî hatiye weşandin.[16] Kovar û rojnameyên ku li komarê dihatin weşandin ji bo Kurdistana Başur jî dihatin şandin. Xelkê Başurê heta têkçûn û hilweşandina Komara Kurdistanê ew weşanên çapbûyî dixwendin. Çapxaneya Kurdistanê heta hilweşîna Komara Kurdistanê xebatên xwe bê navber didomîne.

Bi damezrandina devleta Sovyetê ve, Kurdên ku li vî welatî dijîn jî wekî milletên din kêm zêde gihîştine mafên xwe yên rewa. Pergala Sosyalîst ji bo bilindkirin û geşkirina zimanê kêmnetewan çapxaneyan vedike û dixe meriyetê. Li Erîvana Ermenistanê di sala 1921an de çapxaneya dewletê tê avakirin lê divê xwendevanan bizanibin ku ev çapxane ne ya Kurdan bû ya dewletê bû. Di vê çapxaneyê de pirr pirtûkên Kurdî tên çapkirin û belavkirin. Bi saya pergala Sosyalîst, Kurdên Qefqasyayê di dibistanan de bi zimanê xwe perwerde didîtin. Wekî Ermenîstanê, li Gurcistan, Azerbeycan û welatên din yên Yekîtiya Sovyetan de çapxane hatin damezrandin. Her milet ji wan çapxaneyan feyde didît û bi zimanê xwe pirtûk diweşandin.

Divê baş bê fêmkirin ku armancên çapxaneyên pêşî yên Kurdan ne karê bazirganî bû. Armanca sereke pêşxistina bîreweriya neteweyî ya milleta Kurd bû. Damezrînerên pêşî kesên îdealîst bûn, bi tenê dixwestin ku Kurd jî wekî milletên din xwedî rolek be di cîhanê de. Ji ber vê sedemê girîngiyê didan perwerde û xebatên çandî. Bi vê minasebetê bi rêxistinî hereket kirine, berî her tiştî cemiyet û komeleyên xwe damezrandine, ji bo fêmkirin û geşkirina hestên neteweyî rojname û kovarên siyasî, civakî û çandî çap kirine da ku civata Kurd jî azadiya xwe bi dest bixe.

Di roja me de karê çapxaneyê êdî bûye karekî ticarî, lewma li her çar parçeyên Kurdistanê gellek çapxaneyên Kurdan hatine sazkirin. Ji xêncî çapxaneyên Kurdan hûn dikarin bi pereyên xwe li çapxaneyên milletên din, weşanên xwe çap bikin.

ÇAVKANÎ:

[1] Cornelia Schneider, Mainzer Drucker – Drucken in Mainz, r. 208, Mainz Belediyesi Yayınları, Mainz 2000.

[2] M. Şükrü Hanioğlu, Bir Siyasî Düşünür Olarak Dr. Abdullâh Cevdet ve Dönemi, r. 111, Üçdal Neşriyat, İstanbul 1981.

[3] Hassanpour A. (2005). Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil. İstanbul: Avesta Yayınları. r.277.

[4] Naim Güleryüz, Türk Yahudileri Tarihi-1, Gözlem Basın ve Yayın Aş, 1993, r.124-125.

[5] Ermeni Matbaacılık Tarihi, Birzamanlar Yayıncılık, Kévorkian, 1999, r.174.

[6] Niyazi Berkes, “İlk Türk Matbaası Kurucusunun Dini ve Fikri Kimliği”, Belleten, Cilt XXVI, Sayı 104 – Ekim 1962.

[7] Malmisanij, M. (1986). Yüzyılımızın Başında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullâh Cevdet. Stockholm: Jîna Nû Yayınları. r.85.

[8] Malmisanij, h.b., r.85.

[9] Hanioğlu, M. Ş. (1981). Bir Siyasi Düşünür Olarak Dr. Abdullâh Cevdet ve Dönemi. İstanbul: Üçdal Neşriyat. r.111.

[10] Malmisanij, M. (1986). Yüzyılımızın Başında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullâh Cevdet. Stockholm: Jîna Nû Yayınları. r.85.

[11]Cemilpaşa, E. (1992). Muhtasar Hayatım: Kemalizm’e Karşı Kürt Aydınının Mücadelesinden Bir Yaprak. Ankara: Beybun Yayınları.

[12] Celile Celil, Kürt Aydınlanması, Avesta Yayınları,Istanbul, 2000, r.93-94.

[13] Amir Hassanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, r.193,194,195, Weşanên Avesta, 2005.

[14] William Aegleton Jr.,Wehabad Kürt Cumhuriyeti 1946, r.236, Komkar Yayinlari.

[15] Marziye Mammedli,  İran Kürtleri (23.12.1946 Tarihli Sovyet Raporuna Göre), r.16.

[16] Dr. K. Mezher Ehmed, Çend Rûpel ji Dîroka Gelê Kurd, Çap û Weşanxana APEC, r.132.