Serdana Papa Francis dengek xweş da! Pirsa Kurd û Kurdistanê di raya giştî de geştir bû. Li hemû dinê pirsa Kurd û Kudistanê bû pirsa rojane. Em xweş dizanin ku dostên Kurdan kêm in. Dostên heyî jî li gor rewşa dinê û li gor berjewendiyên xwe gavên xwe paşde davêjin, me Kurdan tenê dihêlin.

Piştî serdana Papa Francis pulek ku hêj li ser tu biryar nehatiye dayîn bû sedemek ku nîjadperestiya dagirkeran bi awakî hov, bi bêrûmetî û bi zimanek bê ahlakî carek din derkete holê. Cîh û warê Kurdan Kurdistan carek din  hate înkar kirin. Berdevka HDPê berê nîjadperestan da Kurdistana Başûr, Hikûmeta Herêmî ya Kurd û Barzaniyan. Hemû partiyên siyasî weke ku li hev kiribin hebûna cîh û warê Kurdan, Kurdistan înkar kirin.

Înkarkirina Kurdistan hem ji alî siyasî hem jî ji alî ahlakî ve ne rast e. Navê herêma ku Kurd hezaran sal in  lê dijîn di hemû belgeyên dîrokî de heye. Çawa ku navê welatê Turkmenan Turkmenistan, navê welatê Kazakan Kazakîstan, navê welatê  Afganan Afganîstan be navê welatê me Kurdan jî Kurdistan e. Ev rastiyeke dîrokî ye. Înkarkirin bê edebî ye.

Lê pir mixabin dezgehên siyasî yên Tirkiyê dema dikevin tengasiyan -hem siyasî hem jî aborî-  berê xwe didin Kurdan û êrîşê hêjayiyên Kurdan dikin.

Pula ku dimena Papa Francis û nexşeya Kurdistan lê bû hêj neketibû resmiyetê. Tu biryar li ser nehatibû dayîn. Tenê di merhela pêşniyarê de bû. Mizginiyek di vê pulê de hebû. Mesajek bi pîroz dida bîr û raya giştî; Kurdistanek serbixwe!

Dadgeha Bilind (Danıştay) biryarek da ku sonda tirkbûnê li dibistanan neye xwendinê. Ji sala 1933 û vir de heya sala 2013 ev son dli dibistanan hate xwendin. Zarokên milletên wek Kurd, Êrmen, Laz û yên din mecbur kirin ku ev sonda tirkbûnê bixwînin. AKP, sala 2013 bi biryarek xwendina sonda Tirkbûnê ji holê rakir. Biryarek baş bû. AKP xeletiyeke dîrokî ji holê rakiribû.

Sonda nîjadperest a Tirkbûnê di sala 1933’an de hate qebûl kirin. Sondên weha yên nîjadperest di dema Mussolînî û Hîtler de li îtalya û li Almanyayê dihatin xwendinê. Bi vê sondê ruhiyeta faşîzmê din av gel de dihate peyda kirine. Bi vê sondê hebûna milletên din dihate înkar kirine. Sonda Tirkbûnê jî vê rola xwe ji sala 1933 û vir de leyîst, alîkariya asîmîlasyona millete Kurd, Ereb, Êrmenî, Laz û Çerkezan kir. Bi sonda nîjadperest milletên din mecbûrî înkarkirina xwe bûn.

Di serî de MHP û pişt re CHP û İP êrîş dan ser Dadgeha Bilind(Daniştay). MHP û İP  nîjadperestiya xwe li hember vê biryarê bi awakî hov anîn ziman. CHP xwedî berhema xwe ya dîrokî derket. Her sê dezgehên siyasî bi devekî, nîjadperestiya xwe bi dengekî bilind rijandin. Bi kirinên xwe agirê nîjadperestiyê xwestin pêxin.

Hem bûyera serdana Papa hem jî pirsa sondxwarina Tirkbûnê diyar kir ku dewletên serdest di pirsa Kurd û Kurdistanê de li hev dikin, têne cem hev û berjewendiya xwe diparêzin. Dezgehên siyasî di pirsa Kurd Kurdistanê de bi devekî êrîş didin ser maf û hêjayiyên Kurdan. Divê dezgehên Kurd ên siyasî ji van bûyeran derseke baş derxin. Divê dezgehên Kurdan di berjewendiya Kurd û Kurdistanî de tu asteng li hember xwe nehêlin. Rojek zûtir divê hêzên xwe yên siyasî û demokratik bikin yek.

Alanya, 17.03.2021