Serdana Papa Francis li Kurdistana Başûr bi awakî serkeftî dawî bû. Xûya bû ku Hikûmeta Kurdistana Federe serdana Papa gelekî bi rêkûpêk bi rêxistibû. Serdana Papa hêviyên min ji bo dahatûya gele Kurd zêdetir kir.

Papa ziyareta gelê fileh kir. Em ji gelê fileh re dibêjin “Milletê Qedîm”. Ji wan re Nastûrî jî tê gotin.  Ew milletên Qedîm ku cara yekem baweriya xwe ji Hz. Îsa anine bi sedan sal in ku li Kurdaistanê bi cî ne. Ji ber wesiyeta Hz. Mihemmed û hebûna xencera wî li gel Nastûriyan heya dewra Bedirxaniyan milletê Kurd tu caran zirarê nedaye gelê Nastûriyan. Cara yekem mala Bedirxaniyan êrîş da ser Nastûriyan û bi hezaran fileh qetil kirin. Bedirxaniyan ne tenê Nastûriyan lê gelê Êzdiyan jî qetil kirin.

Asûrî, Suryanî û Keldaniyan xelkê Kurdistanî ne. Asûrî û Suryaniyan bi zimanê  Asûrî û Suryanî dipeyivin lê gelê Keldanî bi Kurdî dipeyivin ango Kurd in.

Hikûmeta Federe ya Kurdistana Başûr îspat kir ku di riya dewletbûnê de ne. Serdana Papa mesajek e ji bo dewletên dagirker û ji bo dewletên li Rojhilata Navîn. Serdana Papa di esasê xwe de serdana Kurdistanê bû ne serdana Iraqê! Ji alî qebulkirin û rûmeta eqaliyetên li Kurdistanê Hikûmeta Federe ya Kurdistanê di heremê de bê hempa ye. Ev yek li tû dewletên din ên li Rojhilata Navîn tüne ye. Turkmen, Asûrî, Suryanî û Êzîdî di baweriya xwe ya olî (dînî) de xwedî serbestî ne û li parlamentoyê tênê temsil kirinê.

Helbet kil û kêmasiyên Hikûmeta Federe Ya Kurdistanê hene. Ez bi hêvî me ku di salên pêş de van kil û kêmasiyên xwe çareser bike.

Referandûma serxwebûnê, danûstendina xwe ya dîplomasiyê bi dewletên Yekîtiya Ewropa, dewletên herêmî, DYA û Rusya re roj diçe xurttir dike. Hikûmeta Federe Ya Kurdistanê di rojeva dinê de ye. Papa Francis gelek eşkere piştgiriya xwe ji Hikûmeta Federe Ya Kurdistanê re nişan da. Piştgiriya Papa ji bo hemû dinê mesajek erînî bû.

Li Kurdistana Bakûr kar û xebata siyasî roj diçe ber bi başî diçe. Hejmara partiyên siyasî zêdetir dibe. Ji bo pêkanîna yekîtî yan jî hevkarî hevdîtinên van partiyên siyasî pir baş e. Ez di wê baweriyê de me ku di nav gel, partî û rêxistinan de fikra berjewendiya netewî roj diçe bi qewettir dibe.

Dezgehên folklorî û çandî roj diçe zêdetir dibe. Dema mirov dikeve înternetê û pêl kom û dezgehên folklorî û çandî yên Kurd dike bi sedan rûpel derdikeve pêşiya mirov. Bi taybetî komên muzîka Kurdî gelek pêşketî ne. Mûzîka Kurdî bi van komên Kurdî re modern bûye. Hevkariya hunermendên ji hemû Kurdistanê pir bi balkêş e.

Edebiyata nivisîn a Kurdî roj diçe dewlemendtir dibe. Hejmara roman, kurteroman, çîrok, kurteçîrok, helbest, destan û çîrokên efsaneyi yên Kurdî roj diçe zêdetir dibe. Min di ev dema pandemiyê de bi dehan kitêbên Kurdî xwendin. Çapxane û weşanxaneyên Kurdî roj diçe zêdetir dibe. Tiştek pir bala min kişand; çapxane û weşanxaneyên  Kurd ne tene kîtêbên nivîskarên ji Kurdistana Bakûr lê ji hemû Kurdistanê çap dikin û bela dikin. Guhestina tîpên Erebî bo tîpên Latînî û çapkirin û weşandina kitêbên nivîskarên Soran jî dewlemendiyek e ji bo xwendevanên Kurd.

Di van demên dawî de kampanya axaftina bi zimanê zikmakî gelekî bi balkêş bû. Bi hezaran kes tevlî vê kampanyayê bûn lê helbet têr nake. Mamosteyên Kurd ên li derveyî welêt di warê hindekarî de gelek bi serketî ne. Kurdolojiyên ku li zanîngehên bajarên Kurdistanê de hatine vekirin hem zimanê Kurdî hîn dikin hem jî dîrok û çanda gelê Kurd dikolin.

İstasyona televizyon û radyoyên Kurdî roj diçe zêdetir dibin. A niha li Kurdistanê bi dehan radyo û televîzyonên Kurdî rojê bi kêmasî 5-6 saetan bi Kurdî program diweşînin. TRTKurdî 24 saet programên Kurdî diweşîne.

Hêjmara programên Kurdî bi riya Facebookê jî roj diçe zêdetir dibe. K24 TV, Rûdaw TV, Çarpel Medya, Deng TV, Xanî TV û yên din îş û karê xwe bi awakî profesyonel dikin û roj diçe hejmara temaşevanan zêdetir dibe.

Helbet rastiyên li jor dewlemendiyek e ji bo me lê bi serê xwe tenê dikare zanîna dîroka Kurdî, çand û folklora Kurdî kûrtir bike. Rastiyên li jor jiyana me Kurdan dixemilîne. Hêviya me ji bo rojên dahatûyê zêdetir dike.

Alanya, 10.03.2021