Serdemê Cengê Yekem ê Cîhanî û ruxîna Dewleta Osmanî, diyare Kurdistan bo cara duyem dabeş kir. Bi navê kêşeya Mosilê, Kurdistana Başûr ber Îngiliz kevt, yan bi wateyeke dîke, îngiliz ku dizanîyan bajarê Kerkûk malbendêkî gewre yê neft e. Frensizan li xişte bir, bi her cûreyêk bû, dest danîn ser û girt, ango ew beşê Kurdistana başûr bi hawakî nemirov- ane bi tevî Iraqa areb kirin …?! Zêdetir kêşeya kurd aloztir bû.. Û meseleya dirustbûna dewleta kurdî ji nav çû…!! Ca bo ku îngiliz û hikumranê taze yê Iraq, meseleya kontrolkirina bajarê Kerkûk û dûrxistina ji cergeyê kêşeya kurd, sîyasetêk rêgezperestaneyî darişt û zorbihûrî nexşeyê sîyasetê -ragiwêzan û bierebkirin- dest bicî peyrewî wan kir, zêde bi kurtî zêdetir ji heştê sal e nexşeyê gorîna pêkhatê neteweyî û komelayetî ya bajarê Kerkûk û dewrûberê wê, ango digate çîyayê Hemrîn, berdewam e belku pantayê -misahe- ew bajarî tadê teng dikirêteve, taku – eger bo wan bikirê- biyekcarekî hukmê faşîst ê êsta ke …! Nimuneyekê ew sîyasetê rêgezperest, di derheqê wî bajarî da ji sinûrî bider sitemdîde ye.. Ewe ta li heta salên Kovara Zarê Kurmancî yê Huznî Mukrîyanî yê mêjûnûsê gewre yê kurd, li jêr sernivîsa (hemû lîwayên Kerkûk kurd e -qeza û dêhat û nahiyeyên Kerkûk kurd in) belav kirîye, evro ku ev gotare zor binirx e, ku nûserêkî Kerkûkî binavê ( H. X.Y) berîya heftê sal li vira bedhalî Kerkûk nûsîbîyê cardin dadimênê …!

Helbet ji vê sîyaseta rêgezperestane hemû hikumranên Iraqê hevbeş in.. Ku wecê pakkirina nasnama netewî ya wî bajarê têkoşer e, belku paşxaneyê vê meseleya sîyasî-neteweyî ye. Mana wê -bi ya min ev e- yekser peywendî bi damezirandina dewleta neteweyî -dewleta kurdî- hebûye.. Ku çi bidîyar e, li maweyê ew heştê salan da, Bizava Rizgarîxwazî Kurdistan ji astê retdanewey ew şalawa(pêla) dirindane ya nexşe kêşrawî dujminên kurd û Kurdistan nebûye …!? Bi her halê, em li vira da, deqî ew gotara binirx -neteweyîyê- kovara Zarê Kurmancî weku xo bi rênûsî evro belav dikine,  bo ew ê zêdetir deng bidat, helwêsta beramber ew şalawa (pêla) zêde faşîyane yê van salên dawî yên Beasîyan dikirê, tundtir bê û belku zêdetir rîswa bikirê… htd. Eve jî deqê gotara kovara Zarê Kurmancî ye:

“Hemû lîwayên Kerkûk kurd e, qeza û gund û nahîyeyên Kerkûkê sertapa kurd in”

Eger binêrine “pênas-mebest- cografiya” Kerkûk bi her sê qeza û nahîye û hemû dêhatîyan ve lîwayê Kerkûk lîwayekî kurd e, li nav ev lîwayê gewre da çendêkî turkmen hene (Dûzxurmatu, Daquqe, Beşîr Tirkelan) in. Eger çi ev dêyana duanîyan merkezê nahîyan belam li dewrûpêtê wan ji kurdan cûda kesêk nabînê. Nava bajêr jî sê beşê wî kurd e û beşêkî kildanî û îsraîlî û turkman e, li mektebên Kerkûkê ders xwendin bi kurdî bîye (bûwe) bi turkî û tat(areb)î ye. Li mektebê îptîdayî qelat li hemû rêzekanîya -mebesta polên M.H- xwendin bi turkî ye, li mektebê ewqaf li çar rêz sinifa tedrîsat bi turkî ye, di pêncem û şeşemî ya bi tatî (mebesta bi zimanê erebî ye- M.H) ye, li mektebê mitewesîte li hemû sinifên wê bi tatkî ye -arebî ye M.- zarokên kurd xerîk û xerkawman her ku diçine mekteb li pêşîya çar salan bi turkî xwendine pê dibên kit, piçêk turkî fêr dibin meseleyekî ji am fêr nabin li paş ewe bi tatî “arebî”yan pê didan gotin ta sê çar salê, şeş û kuta tatî -arebî- dizanin înca bo daxîlbûna mektebê alî ku diçine Bexda bi tundî wan îmtihan dikin, diyar e paş dikevin û dernaçin!.. ya wan der dikin yan jî li paş çendêk bicarê terd dibinve (wate derdikirên- M.H) du sal e qutabîyên Kerkûk çûn hemû bigel hev(mebestî bi komelî M) diçine Bexda û herweha jî diêneve!!

Li Kerkûk tedrîsata mektebê kildanî û îsraîlî û ermenî bi zimanê xo yê zikmakî tête kirin, belam kurd bi mecburî bi zimanê bêganeyan dixwênin!.

Çend sal li pêş  bi vê koşiş û xîretê (Mîter Daylî) bo kurdan mekteb hate danîn, navê wê  danîn mektebê tekîye yê kurdan, dilê wan pê xoş bû mindalên xo birin li wê dane xwendin, li paş Mîter Daylî ew mektebe ji nav birin herçî bo negirtina wê cehd kirin biser nekevtin.

Li dayreyê seraya Kerkûk resmê wan îhzar celb û îlim û xeber herçî ewraqê muameleyê kurdan pê ku deybena layê melayê dêhat, çunke bi zimanê xo nîye -yanî bi zimanê kurdî nîye- M.H- nizanin bixwênin û têbigehin  ku biçine hikumet karê baş bikin û xo bi xo rizgar bikin, ji ber vê heqê wan difewtê û gelek mexdur jî dibin. Ji rûyê ev cûre tiştan ve îhtiyacî û perîşanî hicumê kire ser kurdan (jimare 19. 10.1929, Kerkûk: H.X.Y.).

Ewe maye yê serince, kovara Zarê Kurmancî li jêr gotarek da, em -tealîqê- nûsîye:

Zarê Kurmancî: her weku memurên tapo nimreyê xan û dukanên Rewandiz bi pênc aneyan neda bi kurdêk, bi nîv ropîyê didane mutalêk, çunke bi wan ew xoşî bû”.

Mebesta min ewe ye, memurên -fermanberên Rewanduz kurd nîn in belku areb in (xelkê Mosil in- M.H.).