Mesûd Serfiraz, “Kovara Hetawî Kurd Nasandin û Naveroka Wê”, Zend, j.18 (havîn 2012), r. 66-72.

H K-3-1

Kovara Hetawî Kurd

Nasandin û Naveroka Wê

Hetawî Kurd, yek ji kovarên kurdî ya dewra Osmanî ye. Ew li Stenbolê dihate weşandin û xwedî û mudîrê berpirsiyarê wê Baban ‘Ebdulezîz bû.[1]

Kovar ji aliyê Civata Telebeyên Kurd Hêvî (Hêvî Kürd Talebe Cemiyeti) ve dihate weşandin. Ev civat, piştî îlan kirina meşrûtiyeta duyem (1908) di 27’ê Tîrmeha 1912’an li Stenbolê ava bûye. Qedrî Cemîlpaşa, ‘Emer Cemîlpaşa, Fuad Temo, Cerrahzade Zekî sazkarên wê; Kemal Fewzî, Memdûh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa, ‘Ezîz Baban, Mistefa Şewqî, Mihemed Şefîq ‘Erwasî, Hemzeyê Muksî, Asef Bedirxan, Mihemed Mîhrî, ‘Evdirehîm Rehmî jî ji hin endamê wê bûn.[2]

Civata Hêvî, gelek armanc dane pêşiya xwe. Ev armanc di beyannameya xwe de yek bi yek nîşan dane:

  1. Feqeê Kurdan bi hev bidine nas kirin û di mabeyna wan da biratiya Misilmanî bidine danîn.
  2. Zimanê Kurdan yek kirin û kitêbên Kurdî civandin û tarîx û qewaid (rêziman) çêkirin û çap kirin û kitêb ji bo zarokê Kurdan çêkirin.
  3. Di Kurdistanê da medrese vekirin.
  4. Zar’wê feqîrê Kurdan li ber xwendin û sin’et danîn û ji bo muhtacan arî kirin.
  5. Di Kurdistanê da û xasseten (taybetî) di gundan da [ji] mizgeft û mekteb çêkirin ra rêberî kirin.
  6. Ji bo pêşçûna Kurdan û bilindbûna wan çi ji dest bê ewê çêkirin.
  7. Xebat ji me, muyesser kirin (bi serketin) ji Xudê[3].

Civat, pêşî kovarekê bi navê Rojî Kurd derdixe. Ev kovara bi kurdî û tirkî, hejmara wê ya ewil di 19’ê Pûşpera 1913’an de derketiye. Piştî jimara çarem (12’ê Rezbera 1913’an) weşana kovarê betal bûye. Bozarslan dibeje ku kovar ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin.[4]

Civata Hêvî, piştî rawestîna weşana Rojî Kurd bi demeke kurt vê carê dest bi weşandina Hetawî Kurd dike (24’ê Çiriya Pêşîn a 1913’an). Îro di destê me de hejmarê wê yên 1, 2, 3, 4, 4-5[5] û 10’an hene. Kovar, heta hejmara çara mehane, piştî wê jî serê panzdeh rojan carekê derketiye. Gava mehane bûye her hejmar 32 rûpel bûye, piştî ku dibe serê panzdeh roja tê şazdeh rûpelan.

Du hejmarên ewil ên kovarê li çapxaneya Resimli Kitab, ya çaran li çapxaneya Hikmet, ya 4-5 û deha jî li çapxaneya Necmî Îstîqbal çap dibin. Di hejmarên kovarê de şeş wêne hatine weşandin: Baban Ebdurehman Paşa (Bergê hejmara ewil), li Şamê malbatek Kurd (Bergê hejmara duyem), Babanzade Îsmaîl Heqqî Beg (Bergê hejmara seyem), Babanzade Asim Beg (Bergê hejmara çarem), Şêx Mihemed Nisredîn Efendî (Bergê hejmara dehem), Serekê Eşîra Terkan Mihemed Axa û maiyeta wî (Jimara dehem, rûpel 8).

Ji berga paşîn a hejmara 4-5’a em hîn dibin ku îdarexaneya kovarê li Şehzadebaşi, li kolana Fewziye, di avahiya Civata Hêvî de ye. Kovar li vir û li Kitêbxaneya Şefeq dihate belavkirin. Ev agahî di berga paşîn a hejmara dehemîn de jî tê nîşandan.

Piştî hejmara dehem a 3’yê Tîrmeha 1914’an weşana kovarê radiweste, lewra ji ber Şerê Cîhanê yê Yekem Dewleta Osmanî seferberî îlan dike û gelek endamên civatê jî wekî ‘esker tevlî vî şerî dibin.

Zinar Silopî dibêje ku piraniya mesrefên komeleyê û weşanên wê ji mezinên kurdan û bi rêberiya yek ji serekê kurdan Seyîd ‘Evdilqadirê Nehrî (Kurê Şêx ‘Ubeydullahê Nehrî) ji ‘emeleyên kurd dihate temînkirin[6].

Naveroka Hejmarên Hetawî Kurd

Hejmar 1 (23 Zilqe’de 1331 / 11 Teşrînî Ewwel 1329 / 24 Çiriya Pêşîn 1913)[7]

Beşa Tirkî

  • Hetawî Kurd Gazetesi Muharrirlerine, Dr. ‘Ebdullah Cewdet, r.2-3
  • Dersa’âdette Hetawî Kurd Cerîde-i Garrâsı Müdîriyet-i Aliyesine, Mes’ûd, r.3-8
  • Kürd Gençlerimizden Bir Temennî, T., r.8-10
  • Kürd Ulemâsına!, Kerküklü Necmeddîn, r.10-13
  • Kürdistan Mektûbları -Malâtya-, Bênav[8], r.13-15
  • Pûşîde-i Târîh, Kerküklü Necmeddîn, r.15-116

Beşa Kurdî

  • Zemanê Hişyariye, Slêmanî Zîwer, r.17 (Helbest, soranî)
  • Se’y Bikeyn, Zehawîzade E. M., r.18 (Pexşan, soranî)
  • Ji Mezinê Kurdan ra ye, M. X., r.19-22 (Pexşan, kurmancî)
  • Xeften Beseleme Ziyatir!, Benî Erdelanî E. M., r.23 (Pexşan, soranî)
  • Şa’irî Baban û Soran[9], M. X., r.24-26 (Helbest, soranî)
  • Paranewe Le Hemiyetmendanî Kurdan!, Hetawî Kurd, r.27 (Pexşan, soranî)
  • Here Dûr Were Axûş, Mihemed Nûrî el-Mardînî, r.27-31 (Pexşan, kurmancî)

Hejmar 2 (4 Muharremu’l-haram 1332 / 21 Teşrînî Sanî 1329 / 4 Çileya Pêşîn 1913)

 Beşa Tirkî

  • Muhterem “Hetawî Kurd” Gazetesi Müessislerine, Mewlanzade Rif’et, r.2-3
  • Fu’tebirû Ya Uli’l-Ebsar, Babê Naco, r.3-10
  • Kürd ‘Ulemâsına 2, Kerküklü Necmeddîn, r.10-13
  • Kürdistan Mektûbları -Fırât Sâhili-, Bênav, r.13-14
  • Pûşîde-i Târîh, Kerküklü Necmeddîn, r.15-117
  • Kürdlük 1, Bitlîsî Şehab Malwer, r.17-18
  • Hetawî Kurd -Şems-i Tulû’da-, Bitlîsî Şehab Malwer, r.18-19

Beşa Kurdî

  • We’z, Necmeddîn Kerkûkî, r.20-22 (Pexşan, soranî)
  • Qesîdey Kurdiyye Eserî Mehwî Efendîyî Slêmanî Le Wesfî Roja, r.22-25 (Helbest, soranî)
  • Derdê Kurdan -nizanim çiye paşvemane û roj bi roj paş ve diçin-, M. X., r.25-30 (Pexşan, kurmancî)
  • “Kitêba Kurmanca” Ser Çîroka û Bajariya Kurmanca Du Sê Gotin, Zeko ‘El, r.30-31 (Pexşan, kurmancî)

Hejmar 3 (13 Saferu’l-Xeyr 1332 / 29 Kanûnî Ewwel 1329 / 11 Çileya Paşîn 1914)

Beşa Tirkî

  • Zavallı Kürdlük ve Bir Ufûl, Hetawî Kurd, r.2-3[10]
  • Kürdler ve Kürdistan, Babanzade Îsma’îl Heqqî, r.4-6
  • Tercüme-i Hâli, Bênav, r.6-7
  • Bedbaht Kürdler!, Kerküklü Necmeddîn, r.7-9
  • Acı Bir Felâket Daha, Slêmaniyeli Ehmed, r.9
  • Mersiye, Kerküklü Rasix, r.10 (Helbest)
  • Hissî Hâdiseler ve Aklî Hâdiseler, Dr. ‘Ebdullah Cewdet, r.11-12
  • Büyüklerimiz, Law…[11], r.13-15
  • Kürdistan Mektupları 3 -Harpût-Mezre-, Bênav, r.15-16
  • Şerâit-i Sıhhiye I, Harpûtlu H. B., r.16-18
  • Kürd Gençlerine, Babanzade Ehmed Ref’et, r.18-19

Beşa Kurdî

  • Babanzade Îsma’îl Heqqî Beg Wefat Kird, Kerkûkluzade Kerîm, r.20 (Pexşan, soranî)
  • Bê Tali’îya Kurdan, Necmeddîn Kerkûkî, r.20-21 (Pexşan, soranî)
  • Ji Qesîdeyê Hecî Rehmetî Têne Zanîn Ku, M. X., r.21-22 (Pexşan, kurmancî)
  • Eûzu Billahî Mineşşeytanirrecîm, D..zade Mihemed Mîhrî, r.22-24 (Helbest, soranî)
  • Dîwanî Merhûm Mehwî Efendî ye, r.25 (Helbest, soranî)
  • Hilo Rabin Gelî Mu’mîn[12], Îbrahîm Heralûş, r.26 (Helbest, kurmancî)
  • Mesteî Weten, Îsma’îl Heqqî Slêmanî, r.26-27 (Helbest, soranî)
  • Ji Şêxan Gerwaza[13], Hecî Qadirî Koyî, r.28-30 (Helbest, soranî)
  • Mekteb Çi ye, Qadîzade Mistefa Şewqî, r.30-31 (Pexşan, soranî)
  • Tawî Hetawî Kurd, Bênav, r.31-32 (Pexşan, soranî)

Hejmar 4 (5 Cemaziyu’l-Ewwel 1332 / 19 Mart 1330 / 1 Nîsan 1914)

Beşa Tirkî

  • Muzâ’af Te’essüflü Bir İrtihâl, Bênav, r.2
  • Yine Bir Zıyâ’-ı Elîm, Bênav, r.3
  • Fecî’ Bir Hâdise, Bênav, r.3-4
  • Erbâb-ı Hamiyet ve Himmete, Babê Naco M. X., r.4-7
  • Kürdlerde Hiss-i Millî, Zehawîzade Y. Z., r.7-8
  • Înneme’l-Mu’minûne Îxwetun, ‘Ebdulmecîd [Nûrsî], r.8-9
  • Ey Hetawî Kurd Hey’et-i Muhteremesi, ‘Ebdulmecîd [Nûrsî], r.9
  • Kürdlükte Seyyâle-i Hayât, Baban ‘Ebdulezîz, r.10-12
  • Kardeşim Âsafa, Dersimli A. C. Riza, r.12-13
  • -I- Uyan, Diyarbekirî M. N., r.14-15
  • Hetawî Kurd Gazetesinin Muhterem Sâhibine, M. ‘E. Mehmûd, r.15
  • Hetawî Kurde Takdîm, Elhac Hesen Tehsîn Sîwerekî, r.16

Beşa Kurdî

  • Bo Gewrekanî Kurd, Slêmanîyeli Zîwer, r.17 (Helbest, soranî)
  • Qesîdeyî Rehmetî Hacî Qadirî Koyî, r.17-19, (Helbest, soranî)
  • Eş’arî Merhûm Nalî, r.20-21 (Helbest, soranî)
  • Mersiye Babanzade Îsma’îl Heqqî Beg, Mihemed Mîhrî, r.21-22 (Helbest, soranî)
  • Tereqqiî Dînman Diwê…, Qadîzade Mistefa Şewqî, r.22-24 (Pexşan, soranî)
  • Kurdistana Hitâb, Elhac Hesen Tehsîn Sîwerekî, r.24-25 (Helbest, kurmancî)
  • Modanî M. X. -Gazindeê Kurdan-, Fuad Temo, r.25-26 (Helbest, kurmancî)
  • Name[14], Mihemed Huseyn Xal, r.26 (Pexşan, soranî)
  • Bismillahirrehmanirrehîm, Mihemed Şefîq [Erwasî], r.27-29 (Pexşan, kurmancî)
  • Ji Bo Hetawî Kurd, Hemze[yê Muksî], r.29-30 (Helbest, kurmancî)
  • Bismillahirrehmanirrehîm, Mihemed Zekî bin Mela Celî, r.30-32 (Helbest-Pexşan, kurmancî)

Hejmar 4-5 (27 Cemaziyu’l-Axir 1332 / 10 Mayis 1330 / 23 Gulan 1914)

Beşa Tirkî

  • (Kürd Talebe Hêvî Cem’iyeti)nin Beyânnâmesidir., Kürd Talebe Hêvî Cem’iyeti, r.1-4
  • Kürd Talebe Hêvî Cem’iyeti Lozan Şu’besi, Bênav, r.5-7
  • Şerâit-i Sıhhiye II, Harpûtlu H. B., r.7-9
  • Kürdlük İçin, Slêman Asef, r.9-10

Beşa Kurdî

  • Beyana “Civata Hêvî” Feqeê Kurdan, Civata Hêvî Feqeê Kurdan, r.11-14 (Pexşan, kurmancî)
  • Beyanamey Cem’iyetî Talebey Hîwî Kurd, r.15-16 (Pexşan, soranî)

Hejmar 10 (9 Şe’ban 1332 / 20 Hezîran 1330 / 3 Temmûz 1914)

Beşa Tirkî

  • Hêvî ve Gençlik, Hetawî Kurd, r.2-4
  • Kürdistan Mektûbları -Sîwerek-, Cindo, r.4-7
  • Hetawî Kurd Risâlesine, Manisada Kürd Kızı Kewser, r.7-9

Beşa Kurdî

  • Nehcu’l-Enamu’l-Kurdî, r.10-12 (Pexşan, kurmancî)
  • Mela Ehmedê Cizîrî bona Pêxemberê Axirzeman Gotiye, r.12-13 (Helbest, kurmancî)
  • Mersiye, Şêx Hemze Himmetullah, r.13-14 (Helbest, kurmancî)
  • Ey Şa’irê Şêrîn Ziman Rûmî Tahiru’l-Mewlewî, Babê Naco M. X., r.14-15 (Werger, Helbest, kurmancî)
  • Diyarî Hetawî Kurd (Le Kerkûkewe), Tahir Fuad, r.16 (Helbest, soranî)
  • Dilmayin, Fikrî Necdet, r.16 (Helbest, kurmancî)

Li gorî vê lîsteyê tabloyeke bi vî awayî derdikeve holê:

Ziman Helbest Pexşan Giştî
Tirkiya Osmanî 1 42 43
Kurdî (Kurmancî) 8 9 17
Kurdî (Soranî) 12 11 23
Giştî 21 62 83

Li Gor Naverok û Îstatîstîkan Çend Têbînî

1- Nivîsên tirkî ji bilî yekê -ew jî mersiyeyeke ku li ser mirina Babanzade Îsmaîl Heqqî hatiye gotin- tev pexşan in lê di nivîsên kurdî de helbest û pexşan bi sêra hev in. Ya rastî ev ji aliyê edebiyatê ve dewlemendiyek e lê ji aliyekî din ve jî diyar dike ku di kurdî de serdestiya helbestê didome û kevneşopiya pexşana kurdî hê xurt nebûye.

2-Di Hetawî Kurd de, bandora malbata Babanzadeyan aşkere xuya dike: Mudîrê kovarê Baban ‘Ebdulezîz e. Di bergê hejmara yekem de wêneyê Baban ‘Ebdurrehman Paşa, di jimara seyem de yê Babanzade Îsmaîl Heqqî Beg, di hejmara çarem de yê Babanzade Asim Beg heye. Nivîsên hejmara sêyem piranî li ser wefata Babanzade Îsmaîl Heqqî Beg in. Balkêşiyek din eve ku li gorî Rojî Kurd, di Hetawî Kurd de hejmara nivîsên soranî pir in û di Hetawî Kurd de tu nivîskarên ji malbata Bedirxaniyan tune ye. Wekî tê zanîn Bedirxaniyên kurmanc û Babaniyên soran du malmatên mezin ên Kurdistanê ne ku piştî tesfiyekirina mîrektiyên Kurdistanê sirgunî Stenbolê dibin û li vir pêşengtiya tevgera rewşenbîriya kurd dikin. Agahiyên li jor pirsekê tîne bîra însan ku “Gelo di navbera van her du malbatan de berberiyek hebû û betalbûna Rojî Kurd yan jî guherîna wê ya Hetawî Kurd bi vê berberiyê re têkildar e?” Ya rastî di destê me de hemû hejmarên Hetawî Kurd nîn in, ihtîmale ku ew hejmarên winda van angaştên me pûç bikin lê li gorî daneyên mewcûd ev pirs ne dûrî aqilan e.

3-Di hin nivîsên kovarê de nivîskaran navên mustear bi kar anîne. Bi taybetî du kes di vî warî de derdikevine pêş: Xelîl Xeyalî û Mihemed Mîhrî. Xelîl Xeyalî navên Babê Naco û M.X bi kar tîne. Wî di Rojî Kurd de (hejmar 2, rûpel 28) navê “Modanî X” jî bi kar aniye. Cutyar Tofîk Hawramî neql dike ku Mihemed Mîhrî ji bilî navê xwe yê rastî îmzeyên wekî Zehawîzade E.M, Benî Erdelanî E.M bi kar anine.[15] Di Hetawî Kurd de bi van her du navan jî nivîs hene. Lê Malmîsanij E.M wekî [E]hmed [M]uhsîn xwendiye û der heqê têkiliya vê îmzeyê û Mihemed Mîhrî de tu agahî nedaye.[16] Di Hetawî Kurd de derbas nabe lê nivîsên Mihemed Mîhrî yên bi mustearên Mîhrî, Kakaheme, Îrfan, Dawer Erdelanî jî hene.[17] Her wiha wî di kitêba xwe ya Muqeddîmetu’l-Îrfan de (Stenbol, 1918) navê xwe wekî “M.M” nivîsiye.[18]

4-Şexsiyetekî Kurd heye ku ew bi nivîsên xwe di Hetawî Kurd de cih nagire lê siya wî aşkere xuya dibe: Bedîuzzeman Seîdê Kurdî. M.X (Xelîl Xeyalî), Hemzeyê Muksî, Mihemed Şefîq Erwasî, Mihemed Mîhrî û ‘Ebdulmecîdê Nursî ku nivîs û helbestên wan di kovarê de hatine weşandin, her pênc jî şagirtên Bedîuzzeman in. Ji wana Hemzeyê Muksî, Mihemed Şefîq Erwasî û ‘Ebdulmecîdê Nûrsî, li Wanê di Medreseya Horhor de ji Bedîuzzeman ders standine. ‘Ebdulmecîdê Nûrsî jixwe birayê piçûk ê Bedîuzzeman e. Mihemed Mîhrî û Xelîl Xeyalî jî piştî ku Bedîuzzeman tê Stenbolê dibine şagirdê wî û Mihemed Mîhrî di heman demê de dibe parêzvanê Bedîuzzeman.[19] Balkêşe Hemzeyê Muksî, Mihemed Şefîq Erwasî, ‘Ebdulmecîdê Nûrsî û Îbrahîm Heralûş di kovarê de îmzeya xwe wekî “Şagirtên Medreseya Reşadiya Zehra (Medrese-i Zehrâ-yı Reşâdiye)” diavêjin. Em dizanin ku Medreseya Zehra, projeyeke Bedîuzzeman e, ew dixwazê wê li Wanê ava bike û tê de hem ‘ilmên fenî hem jî yên dînî bi hev re û bi zimanên kurdî, tirkî û ‘erebî bêne xwendin. Di sala 1914’an de Waliyê Wanê Hesen Tehsîn, agahiyê dide ku bi alîkariya Wezîrê Ewqafê Xeyrî Beg li Wanê dest bi çêkirina Medrese-i Zehrâ-yı Reşâdiye hatiye kirin. Lê der barê encama wê de agahiyên me tune ne.[20]

Parçeyên Bijarte yên Xwendinê

Derdê Kurdan[21]

M. X. (Xelîl Xeyalî)

“Dinyayê da çiqa milet heye hemî pêş ve çûne û roj bi roj pêş ve diçin. Ji van kurdê reben, belengaz tenê ba-wûcûdê mêranî û ciwamêrî û xîret paşve mane û roj bi roj paş ve diçin.

Ji xala min we ye ku her milet di wextê xo da şiyar bûye, muhtaciya qewmê xo dîtiye, zû bi zû li çare wê geriyaye her çi ji destê wî hatiye çêkiriye û çêdike. Kurd, di xeweke wisan da maye ku tu car şiyarbûn û pêşçûn bîra xo neaniye.

Eger şiyarî û pêşçûnî bîra xo bianiya heya niha wekî miletê dî li zimanê xwe xweyî dibû, ewwel bi ewwel bi zimanê xo kitêban çêdikir û bi zimanê xo xwendin û nivîsandin dikir.

Temamê dinya dizanê ku qewmê bê ziman, wekî mirovê ker û lal tu tiştek nikare bêje. Eger mela û feqeê kurdan, ew xîret û xebata[22] ku li zimanê xerîban kirine û dikin ji sedan yekê wê der heqî zimanê kurdî da bikiran îro di nav xelqê da bê ziman û bê me’arîf nediman û herkes te’nan li me nedida.

Kurd ji bê ziman û xwendinê û nivîsandinê wisan nezan maye ku miletê xo, bav [û] kalê xo, cinsê xo, welatê xo nizanê. Melayê wan şîretan li wan nake. Daîma li xirabiya hev digerin, çavê wan dinya û halê dinyayê nabînê.

Nezan ji xo nezan e, zanayê wan jî ji zimanê xo bê xeber e. Ji xala wî we ye ku zimanê temamê miletê ‘alem ji ezmanan hatiye, ya me tenê ji ‘erdê derketiye.

Hal ew e ku zimanê me ji giştê zimanê ‘alem çêtir e û bi rehetî tê nivisandin û xwendin, edebiyata me heye, feqet ji nezaniya me bê rewac maye.”

Rave: Xelîl Xeyalî, di sala 1865’an de li navçeya Bedlîsê Modkan, li gundê bi navê Zender hatiye dinê. Navê bavê wî Yûsif Axa ye. Ew li mekteba mehelî ya Bedlîsê û li medreseyan dixwîne û di şazdeh saliya xwe de dîsa li Bedlîsê dest bi memûriyetê dike. Di sala 1890’î de bo bidestxistina mufettîştiyê tê Stenbolê û li vir jî di gelek memûriyetan de dişuxile. Di dawiya sala 1911’an de tayînî Mekteba Zîraetê a Xelkelî (Halkalı) dibe.[23] Jixwe Civata Hêvî, li vê mektebê û bi teşwîqê Xelîl Xeyalî ava dibe.[24]  Di Rojî Kurd û Hetawî Kurd de nivîsên wî pir in. Em bi rehetî dikarin bibêjin ku di nav nivîskarên Rojî Kurd û Hetawî Kurd de yê ku kurmancî herî baş bi kar tînê Xelîl Xeyalî ye. Ew di warê ziman de pir hesas e û girîngiyeke mezin dide xwendin û nivîsandina bi kurdî. Wî ev hesasiyeta xwe di pratîkê de jî nîşan daye û kitêbeke bi navê Elifbayê Kurmancî amade kiriye. Ev kitêb di sala 1325/1909’an de ji aliyê Kurdîzade Ehmed Ramiz ve li Stenbolê tê çapkirin. Ev yekemîn alfabeya Kurdî ya bi tîpên ‘erebî ye.[25]

Hetawî Kurd Risâlesine[26]

Manisada Kürd Kızı Kewser

“Âcizeleri Baban kabîlesinden bir Kürd kızıyım. Henüz mekteb-i i‘dâdîde tahsîlde bulunuyorum. Pederim cerîde-i ferîdenize abonedir. Ayda bir kere gelen gazeteyi okuyoruz. Mündericâtı mensûb olduğumuz kavmin terakkîsine hıdmet itdiğinden seviniyoruz. Ba‘z sûzişli makâlelerini, ‘ale’l-husûs dördüncü numrodaki âteşîn bir kalemle yazılan makâleyi okudukca te’essürden ağladık. Ve Sawucbulaglı Qadizade Mistefa Şewqî Efendi tarafından (Tereqqiî Dînman Diwê) makâlesini pederim tercüme iderek bize anladınca ne kadar doğru ve iyi yazıldığını anladım.”

Rave: Di Hetawî Kurd de tenê nivîskarek jin heye, ew jî Kewser e. Nivîsa Kewser, nameyek e ji kovarê re ku tê de wekî xwendevan fikrên xwe beyan dike.

Ji nivîsa wê xuya dike ku Tirkiya Kewserê pir baş e lê bi Kurdî nizane, lewra dibêje: “Nivîsa Qadîzade Mistefa Şewqî Efendi bavê min ji me re tercûme û rave kir û wê gavê me fehm kir ku ev nivîsek rast û baş e.” Qadizade Mistefa Şewqî Efendi ew nivîsa xwe bi kurdiya soranî yan jî bi gotina wê demê Babanî nivîsiye. Wekî keçeke Kurd ji êla Babanan hewce bû Kewserê ev nivîs bê tercume fehm bikira. Diyar e ku ew pirsgirêka ku civanên kurd  bi zimanê xwe nizanin wekî îro wê demê jî hebûye. Civata Hêvî ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike kitêbeke bi navê “Hînkerê Zimanê Kurdî” di sala 1921’ê de li Stenbolê çap dike.[27]

Ey Şa’îrê Şêrîn Ziman Rûmî Tahiru’l-Mewlewî[28]

Tahiru’l-Mewlewî, Wergêr: Babê Naco M. X (Xelîl Xeyalî)

Kulağında küpe olsun unutma

Rûmelinin dağı taşı ağlıyor

Kan içinde her su başı ağlıyor

Parçalanmış gövdelerin yanında

Tercuma wê

Bîr meke bila di goy te da guwar be

Dar û berê Rûmîlî digrî

Di nav xwîn da her çem û kanî digrî

Li bal cendek di parî bûyî

Rave: Tahiru’l-Mewlewî yan jî bi navê xwe yê fermî Tahir Olgun (1877-1951), yek ji helbestvan û rewşenbîrê tirk e[29]. Wî, ev helbesta xwe li ser goçberên Rûmelî ku piştî şerê Balkanan mecbûr mane warê xwe biterikînin û werin nav sînorên Osmanî gotiye. Ev helbest, ji aliyê Civata Goçberên Misilman ê Rumelî (Rumeli Muhacirîn-i İslâmiye Cemiyeti) ve wekî broşureke mezin çap dibe û bo alîkariya wan goçberan tê firotin.[30] Xelîl Xeyalî jî ev helbesta Tahiru’l-Mewlewî 28’ê Sibata 1914’an wergerandiye Kurdî û ev, tevî orîjînala wê di dehemîn hejmara Hetawî Kurd de tê weşandin. Helbest ji şeş çarînan pêk tê. Di kovarê de wekî du stûnan çap bûye. Li stûna rastê orîjinalê helbestê, li aliyê çepê wergera wê ya kurdî cih digre.

Xelîl Xeyalî di Rojî Kurd de jî helbesteke Mehmed Akîf wergerandibû.[31] Her çiqas îro ji ber ku Merşa Serxwebûnê ya Komara Tirkî (İstiklal Marşı) nivîsandiye wekî “Şairê Millî” bê binavkirin jî Mehmed Akif wê demê yek ji parêzvanê fikra Îslamî bû û îttîfaqa misilmanan diparast. Wî rexne li nezanî, kasûlî û xemsariya misilmanan dianî û ev yek di helbestê wî de ya ku Xelîl Xeyalî wergerandiye jî xuya dike:

Li kû ye mislimanî! Ji me boriye heta merivayî

Ger xelq xapandine meqsed: kes nake bawerî

Çend misilmanî heqîqî min dî: hemû li qebrê da ye

Misilmanî, nizanim heye ema xala min di heşrê da ye[32]

Ev werger ji du aliya ve girîng in: Yek, fikriyata Xelîl Xeyalî ya wê demê nîşanî me didin. Em dibînin ku ew nêzî fikra Osmanîtî û Îslamî ye. Ew dixwaze fikra Kurdayetiyê di nava van her duyan de bi cih bike. Nêrîna wî li bûyerên der barê qedera Osmanî de nêzî fikra rewşenbîrên tirk e. Ya duyemîn jî ev metn di dîroka wergera kurdî de ji mînakên ewilîn in. Diyar e ku Xelîl Xeyalî, rewşenbîrekî piralî ye û aliyê wî yê wergêriyê li benda lêkolînê ye.

Encam

Yek ji çavkaniyên sereke yên kurdiya nivîskî kovar û rojname ne. Hetawî Kurd jî, di dîroka çapemeniya kurd de ji mînakên ewil e. Bi tîpguhêzî û weşana Hetawî Kurd û yê din wê hê gelek xezîneyên veşartî ji xwendevan û lêkolînerên Kurd ve aşkere bibin.

Jêder: Ev nivîs di hejmara 18an (Havîn 2012, r. 66-72) a kovara Zendê de hat weşandin.

[1] Zinnar Silopi, di kitêba bi navê Doza Kürdüstan de (Çapxana Stewr, Bêrût, 1969, r.35)  dibêje ku berpirsiyarê Hetawî Kurd Hemzeyê Muksî bûye. Lê ev xelet e, Hemzeyê Muksî demekê berpirsiyariya kovara Jîn kiriye lê ya Hetawî Kurd nekiriye.

[2] M. Emîn Bozarslan, Jîn Cild I, Weşanxaneya Deng, Stockholm, 1985, r.123

[3] Civata Hêvî Feqeê Kurdan, Beyana “Civata Hêvî” Feqeê Kurdan, hejmar 4-5, r.13

[4] M. Emîn Bozarslan, berhema navborî, r.123

[5] Ji bilî hejmara çarem a serbixwe hejmara çar û pêncan bi hev re jî derketiye.

[6] Zinnar Silopi, Doza Kürdüstan, Çapxana Stewr, Bêrût, 1969, r.36

[7] Me dîroka jimarên kovarê bi teqwîma hicrî, rûmî û mîladî nîşandan. Ji bo ku teqwîmên hicrî û rûmî wergerînin mîladî me “Takvim Çevirme Kılavuzu” bi kar anî. Bnr. http://193.255.138.2/takvim.asp?takvim. Di vê wergerandinê de -bela ku nêzîkî teqwîma Kurdî ye- me teqwîma rûmî esas girt.

[8] Nivîsên ku dibin de nav ne hatibe nivîsin me wekî “Bênav” nîşan dan.

[9] Di vê nivîsê de M. X. ango Xelîl Xeyalî çar helbestê Hecî Qadirî Koyî dane hev, di bin de bi têbîniyekê nîşan daye ku hewceye şairên kurdan yek bi yek bên lêkolînkirin, biyografiyê wan bête nivîsîn da ku winda nebin.

[10] Malmîsanij&Mehmûd Lewendî (1992, r.62), dibêjin ku ev nivîs ji aliyê Hîzanîzade Kemal Fewzî ve hatiye nivîsin. Lê ya rastî dibin nivîsê de navê Hetawî Kurd heye.

[11] Min ev nav tê dernexist.

[12] Di kovarê de sernavê vê helbestê tune bû, min jî risteya awil wekî sernav bikaranî.

[13] Di kovarê de tê gotin ku ev helbest perçeyek ji nivîsa  “Ji Qesîdeyê Hecî Rehmetî Têne Zanîn Ku” ye lê bi xeletî jê cuda çap bûye.

[14] Ev nivîs di kovarê de bê sernav e. Ev nameyeke ku hikimdarê Sawucbulagê (îro Mehabad) Babamîrî Muhammed Huseyin Xal şandiye.

[15] Cutyar Tofîk Hawramî, Yadêk Le Mihemmed-î Mihrî, http://www.saradistribution.com/mihri.htm, 16.06.2012

[16] Malmîsanij; Kürt Talebe-Hêvî Cemiyeti, Weşanxaneya Avesta, Stenbol, 2002, r.156

[17] Veysel Aydeniz, Bediüzzaman Said-i Nursi’nin Kürt Aydınlarıyla Olan İlişkileri, Vefatının 50. Yılında Uluslararası Bediüzzaman Said Nursi Sempozyumu, Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol, 2011, r.352

[18] Bo tîpguhêzî û agahiyên derbarê wê de binerin: Mehmet Mihri Hilav(M. M)/ Mukaddimet-ûl Îrfan, http://www.kovarabir.com/mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/, 19.05.2012

[19] Veysel Aydeniz, Heman Berhem, r.351-352

[20] Mehmet Bayrak, Said-i Kurdî Ve Kürt Sorunu – II, http://www.kurder.dk/nuce/2012/04/14/surgun-ve-hapisle-gecen-bir-omur/, 19.04.2012

[21] Hetawî Kurd, Hejmar 2, r.25-26. Tîpguheziya vê metnê mamoste Tahir Baykuşak çêkir, jê re spasdar im. Di orîjînalê metnê de xalbend pir şaş hatine bikaranîn, me ew serast kirin.

[22] Di orîjinala metnê de wekî “xata” hatiye nivîsîn lê diyare ku ev xelet e.

[23] BOA. DH.SAİDd, 84/409, bo tîpguhêziya sîcillî ehwala Xelîl Xeyalî binerin: Malmîsanij, Yirminci Yüzyılın Başında Diyarbekir’de Kürt Ulusçuluğu (1900-1920), Weşanxaneyî Vateyî, Stenbol, 2010, r.126-129

[24] Zinnar Silopi, heman berhem, r.28

[25] Mamoste Qedrî, Xelîl Xeyalî, http://www.kovarabir.com/xelil-xeyali/, 18.05.2012

[26] Hetawî Kurd, Jimar 10, r.7

[27] Hînkerê Zimanê Kurdî -Rehberê Zimanê Her Du Kurdî: Kurmancî-Babanî, Çapxana Necm-î Îstiqbal, Stenbol 1921, 64+1 r.  Tîpguhêziya vê kitêbê ji hêla Koma Xebatên Kurdî di Çavkaniyên Osmanî (bi navê xwe yê nû Koma Xebatên Kurdolojiyê) ve hat amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya bgst’ê ve hat çapkirin. (Stenbol, 2008)

[28] Hetawî Kurd, Jimar 10, r.14-15

[29] Derheqê jiyana Tahiru’l-Mewlewî de bo agahiyên berfirehtir binerin: Tahir’ül-Mevlevi Hayatı ve Eserleri, Dr. Atillâ Şentürk, Weşanên Nehir, Stenbol, 1991

[30] Emin Akdağ-Haşim Söylemez, Sürgün yurdu Anadolu, kovara Aksiyon, jimar 494 http://www.aksiyon.com.tr/aksiyon/haber-9495-34-surgun-yurdu-anadolu.html. 16.04.2012

[31] Malmîsanij, Kürt Talebe-Hêvî Cemiyeti, Weşanxaneya Avesta, Stenbol, 2002, r.100

[32] Rojî Kurd, jimar 2, r.32. Bo orîjînala helbestê binerin: Safahat, Amadekar: M. Ertuğrul Düzdağ, Weşanên Çağrı, Stenbol, 2006, r.286