Barzani Book-krmancî 2021 (pdf)

Banga Qazî Mihemd

Piştî salekê ji şoreşa çekdarî li dijî dagîrkeriya Brîtanya û Iraqê [1945-1946] û piştî paşvekişîna wan ji Başûr bo Rojhilatê Kurdistanê, li jêr rêberî û fermana Şêx Ehmedê Barzanî “Xudan”, Barzanî tev li hewldanên damezrandina Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê bûn.

Piştî ku artêşa Iraqê bi piştevaniya artêşa ingilîzan êrîşî devera Barzanê kir, Şêx Ehmed Barzanî ji [1931-1933] şoreş li dijî hikûmeta Iraqê rakir. Ji bo cara yekem bombeyên napalmê li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên Brîtanî li ser devera Barzanê hatin barandin. Ew şoreş bêtirî du salan berdewam bû. Di dawiya sala 1932an de, Şêx Ehmed Barzanî ber bi Bakurê Kurdistanê ve paşve kişiya.

Lê hikûmeta Tirkiyê Şêx Ehmed Barzanî girt û di sala 1933an de ew radestî hikûmeta Iraqê kir. Ew şoreş wek şoreşa yekem a Barzan tê naskirin. Di sala 1945an de hikûmeta Iraqê bi piştevaniya ingilîzan careke din êrîşî devera Barzanê kir. Şêx Ehmed Barzanî ferman da birayê xwe yê biçûk Mela Mistefa Barzanî ku berevaniyê li xwe bikin û li hemberî êrîşa artêşa Iraqê rawestin. Bi hatina demsala zivistanê û peydabûna metirsiya girtina rê û otobanan, Şêx Ehmed fermana paşvekişînê da leşkerên Barzan ku biçin Rojhilatê Kurdistanê ku li wir ezmûneke din a şoreşê û qewareyeke kurdî dihat ku ava bibe.

Di nav rojên xweş ên Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê, di roja 16ê tebaxa sala 1946an de, di heman roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] de ku bavê wî Mistefa Barzanî dibe damezrîner û serokê wê, kak Mesûd Barzanî li taxa ermeniyana bajarê Mehabadê li [Xwendingeha Sultanî] ku malbata Barzanî tê de niştecih bûn, tê ser rûyê dinyayê.

Ew xwendingeh an dibistan niha nemaye û hotelek li şûna wê hatiye avakirin û dikeve ser kolana sereke ya Selahedînê Eyûbî li navenda bajarê Mehabadê.

Salih Mehmûd Zubêr ku wek “Salihê Metê” tê naskirin, kurê meta Mesûd Barzanî ye. Piştî ku bavê Salih di şoreşa Barzan de şehîd dikeve, Mela Mistefa Barzanî wî dibe ba xwe û ew di mala wî de mezin dibe. Derbarê wê heyamê û hal û rewşa Mehabadê, gelek tişt bi hûrgilî li bîra wî ne. Wê çaxê temenê wî di ser 10 salan re bû. Di derbarê roja jidayikbûna Mesûd Barzanî de dibêje: “Roja jidayikbûna serok Mesûd Barzanî, Partî [PDK] hate damezrandin. Wê çaxê serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê bû. Pêşmergeyên Barzanî li ser enî û bereyên parastina komarê hatibûn belavkirin.Em Barzanî li ser gund û gundik û eşîran hatibûn belavkirin. Mala me li Mehabadê bû, di nav mala Mela Mistefa de bû.”

Gava Mesûd Barzanî ji dayik dibe, bavê wî li derveyî Mehabadê bû û çûbû serdana pêşmergeyan li bereyên parastina komarê. Piştî çend rojan, Pêşewa Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî tevî endamên kabîneya hikûmetê û fermandarên artêşê bi wê helkeftê mazûvan dike. Di wê mêvandariyê de, Qazî Mihemed di guhê kurê Barzanî de bang dide.

Wê çaxê temenê pismamê Qazî Mihemed, Mistefayê Qazî di ser 16 salan re bû û ew yek bû ji kesên ku berdestî û xizmeta Qazî Mihemed dikir û bi berdewamî nêzîkî wî bû. Di derbarê wê mêvandariyê de, Mistefayê Qazî dibêje: “Di nav kurdan de, di nav mezheba me de, gava zarok ji dayik dibe, çimkî em misilman in û ji pêrewên ola hezretê Mihemed in, divê bangdan di guhên wî de bê kirin. Carekê di guhê wî yê çepê de û carekê di guhê wî yê rastê de. Paşê qendav an şekiravekê di piyaleyê de tînin û hinekî li devê wî didin.”

Pêşewa Qazî Mihemed bi xwe di guhên Mesûd Barzanî de bang dide. Pîrozbahiyê li Mela Mistefa dike û dibêje: “Ya reb navdar bibe, ya reb navdar bibe û rêwresma bavê xwe winda neke.”

Piştî nêzîkî salekê ji ragihandina wê, bi sedema hevkêşeyên herêmî û navdewletî Komara Kurdistanê hildiweşe. Di roja 15ê berfanbara sala 1946an de, artêşa Îranê Mehabad dagîr kir, lê hêzên Barzaniyan ku hêzên Komara Kurdistanê yên herî mezin û bibandor bûn, xwe radest nekirin û ji bo navçeya Şinoyê paşve kişiyan.

Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyên xwe nikarîbûn komarê biparêzin, her çiqasî bergiriya herî dijwar encam jî dan. Herwiha Qazî Mihemed razî nebû tevî Barzanî û hêzên pêşmergeyên Barzan here, lê ala Kurdistanê wekî emanet da destê Mela Mistefa Barzanî. Barzanî ji wê rojê bi şûn de bûne parêzerên ala Kurdistanê ku Qazî Mihemed spart Mela Mistefa. Ew ala ku Mesûd Barzanî li Mehabadê li jêr sîbera wê ji dayik bû û dibêje ez amade me di her deqeyekê de ji bo wê bimirim.

Kak Mesûd Barzanî di salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] di 16ê tebaxa sala 1999an de di vî warî de li pêşberî mêvanan û medyayê di bersiva wan kesên ku dijî ala Kurdistanê dipeyivîn û daxwaz dikirin ala Kurdistanê bê guherandin, got: “Bila behsa hinek tiştan neyê kirin ku bûne beşek ji pîroziyên me, wek perçema Komara Kurdistanê ku di 1946an de hate bilindkirin. Ez bi xwe di wê rojê de ji dayik bûm. Ez li jêr sîbera ala Kurdistanê li Sablaxê ji dayik bûm û ez her deqîqeyekê jî amade me li jêr sîbera wê alê û ji bo wê alê bimirim.”

Piştî ku digihin ser sînorê navdewletî yê Îran û Iraqê, Barzanî dibin du beş. Beşek ji wan ku piraniya wan jin û zarok in tevî Şêx Ehmed vedigerin Başûrê Kurdistanê. Beşê din jî ku bêtirî 500 pêşmerge ne, yaweriya Mistefa Barzanî dikin û berê xwe didin Yekîtiya Sovyetê. Şêx Ebdilwahid Barzanî ku pismamê kak Mesûd Barzanî ye û wê çaxê temenê wî bêtirî 10 salan bû, li ser rojên wan ên dawî li Komara Kurdistanê dibêje: “Tê bîra min kurê mezin ê apo Mela Mistefa Barzanî, Ubeydullah şevekê hat û got xwe berhev bikin em ê ji Mehabadê herin. Kamyon anîn û malên xwe bar kirin û em çûn Şinoyê. `Xudan` tevî mala xwe gihişt Şinoyê û li wir bereyên nû yên şer hatin çêkirin. Divê ez vê jî bibêjim ku hêzên Barzaniyan ne wek wê çaxê bûn ku gihiştin Rojhilat. Pir cuda bûn. Hejmareke zêde ya tifingan ketibû destê wan. Herwiha rahênan kiribûn. Çekên wan ên giran hebûn ku çend efserên Azerbaycanê bi wan re bûn û ew pisporên avêtina topan bûn. Hikûmeta Îranê daxwaz kir Mela Mistefa here Tehranê. Mela Mistefa ew serdan encam da û jê re gotibûn eger hûn çekan deynin hûn dikarin li Îranê bimînin. Lê Xudan ew pêşniyar red kir. Şer dest pê kir û bi wê zivistanê artêşa Îranê bi top û balafiran êrîş dikir. Lê hêza Barzan xwe ragirt heta ku karîn rêyekê vekin û zarok û jinan bigihînin ser sînorê Iraqê û li devera Gaderê. Wê çaxê ji nû pêşmergeyên Barzanî vekişiyan. Li wir apo Mela Mistefa û bêtirî 500 pêşmergeyan berê xwe dan Yekîtiya Sovyetê û Şêx Ehmed û jin û zarok jî vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Li ser sînor rêveberê polîsên siwar Elî Hîcazî hatibû pêşwaziya Şêx Ehmed. Em roja paşê gihiştin Sîdekanê. Em du şevan li wir man, paşê em çûn Diyana û li meydaneke têlbendkirî hatin desteserkirin. Tenê mala Xudan li derveyî têlan bû. Du dergehên wê meydana têlbendkirî hebûn ku polîs li ser wan hatibûn danîn. Dotira rojê bangî Xudan û zilamên malbata Barzan kirin û ew birin bin konê berpirsê leşkerî yê navçeyê. Navê wî efserî nayê bîra min, lê çimkî ez bi bavê xwe re çûbûm, tê bîra min ku ji `Xudan` re got ji bo dîtina Wesî Ebdilîlah pêwist e herin Bexdayê û paşê vegerin. Hemû li otomobîlan siwar kirin û birin. Bavê min paşê gote min, dema digihin Şeqlawe Xudan dadikeve û dibîne kurê wî Sadiq bi ambûlansê birine, çimkî pir nexweş bû, demildest fam dike ku ew desteser in û ber bi zindanê ve tên birin.”

Salih Mehmûd Zubêr dirêjahiyê dide axaftina xwe û behsa qonaxên zindankirin û raguhastina wan dike: “Şêx Ehmed û endamên din ên malbata Barzan bi heman biryara sala 1945an hatin desteserkirin û ji bo zindanê hatin şandin [di dema şoreşa duyem a Barzan de bi serokatiya Şêx Ehmed Barzanî, biryara bidarvekirina wî derketibû.]

Pêşî Şêx Ehmed û endamên malbata şêxên Barzan girtin û şandin zindana Besrayê. Paşê bêtirî 300 mirovên wan ên din girtin û şandin Mûsilê û li Balafirgeha Mûsilê zindaneke taybet ji wan re vekirin. Çend rojan paşê 547 kesên wan ên din şandin Kerkûkê û di dibistaneke cihûyan de zindan kirin. Ez yek ji wan bûm. Her çiqasî ez biçûk bûm û wan ez negirtim, lê gava min dît hemû mêr birin, ez jî bi pey wan ketim û min xwe xist nav otomobîlekê ji otomobîlan.

Piştî girtina mêran, zar û zêçên wan jî guhastin bajarê Kerbelayê. Piştî du salan rê dan ku ew vegerin Hewlêrê. Herwiha ew mêrên ku li Kerkûk û Mûsilê hatibûn desteserkirin, hatin azadkirin.”

Mesûd Barzanî ku temenê wî negihiştibû heft mehan, di hembêza dayika xwe de tevî malbatên din ên Barzaniyan ku derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê dibin, li devera Soran û bajarokê Diyana ji aliye hikûmeta Iraqê ve têne desteserkirin û di nav têlbendekê de tên bicihkirin.

Ji bo dema çend rojan, wan di meydaneke têlkirî de dihêlin. Di wê demê de Mehmûd Axayê Zêbarî bavê Hemayil xana dayika kak Mesûd Barzanî, ku wê çaxê endamê Encûmena Nûnerên Iraqê bû, herwiha serokê eşîra Zêbarî bû, kurê xwe yê mezin dişîne û bêtirî bîst malbatên Barzaniyan û xwişka xwe û xwarziyê xwe bi xwe re dibe gundê Nipaxiye li devera Zêbarê.

Reza Zêbarî ku vêga serokê eşîra Zêbarî ye û kurê xalê Mesûd Barzanî ye û dibe neviyê Mehmûd Axayê Zêbarî, tevî kak Mesûd Barzanî mezin bûye û bi hev re jî çûne dibistana seretayî, di derbarê birina kak Mesûd Barzanî ji bo gundê Nipaxiye de dibêje: “Mela Mistefa çûbû Rûsyayê û malbata wan li Diyana mabû. Bapîrê min Mehmûd Axa, apekî min ku navê wî Teyib bû şand Diyanayê.

Dema çûbû ew di nav sîmê [têlbendê] de bûn. Mehmûd Axa di nav hikûmeta Iraqê de kesekî destdirêj bû. Mesûd û dayika wî anîne vir [gundê Nipaxiye] tevî bîst malbatên Barzanî yên din. Xelîl Desko bi wan re bû. Dayika Xelîl Desko ku navê wê Mirarî xanê bû, jineke pir malmezin û bi desthilat bû. Erkê perwerdekirin û çavdêrîkirina Mesûd di stûyê wê de bû. Mirarî xanê her şev jê re behsa bavê wî û dîroka Barzaniyan dikir, ew fêr dikir çawa li dîwanxaneyê rûne û çawa bi mirovên biyanî re tev bigere. Jineke pir bi hukm bû. Mesûd ji her kesî bêtir bi gotina wê dikir û guhdarî lê dikir.”

 Xwendekarê herî jêhatî

Heta temenê wî dibe 13 sal, Mesûd Barzanî li wî gundî [gundê Nipaxiye] dijî. Dîsa li wî gundî diçe dibistana seretayî jî.

Salih Mehmûd Zubêr dibêje: “Mehmûd Axa ku endamê Encûmena Nûneran bû, ji ber xatirê Mesûd Barzanî û ji bo ku bixwîne, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku dibistanekê li gundê Nipaxiye veke.”

Xwendekar Mesûd Barzanî

Reza Zêbarî jî dibêje: “Sala 1953 yan 1954 bû. Em bi hev re çûn dibistanê. Bi rastî Mesûd li dibistanê pir jîr û zîrek bû. Di pola me de hevrikiya zîrekiyê di navbera du kesan de bû, Mesûd Barzanî û Îbrahîm Tahî ku paşê di artêşa Iraqê de bû korgeneral û di şerê Iraq û Îranê de hate kuştin. Lê Mesûd ji wî jî zîrektir û jêhatîtir bû.”

Hacî Ehmed Zêbarî ku niha jî li devera Zêbariyan mijûlî çandinî û ajeldariyê ye û hevpolê Mesûd Barzanî bû, mînakekê li ser jîrî û zîrekiya Mesûd Barzanî tîne û dibêje: “Dema dibistan li Nipaxiyeyê hate vekirin, xwendekarek pir dereng hat, nêzîkî mehekê meh û nîvekê piştî me hate dibistanê. Dema hat em nêzîkî ezmûnên nîvê salê bûbûn, mamoste jê re got wê meha ji bo ezmûnan maye here ba Mesûd wane û dersên xwe bixwîne. Dema mehekê wî xwendekarî li ba Mesûd wane û dersên xwe dixwendin. Xuya ye Mesûd jîr û zîrek bû, lewma mamoste ew xwendekar şand ba wî.”

Dr. Seîd Zêbarî ku hevpolekî wî yê din bû, sedemê jêhatîbûn û zîrekiya kak Mesûd Barzanî vedigerîne wê yekê ku derfeta wî ya fêrbûna zimanê erebî hebû û di vê barê de dibêje: “Ew xwendekarekî ji me zîrektir bû, ji ber ku çûnûhatina wî ji bo Mûsilê hebû, vê jî derfet dida wî ku fêrî zimanê erebî û tiştên din jî bibe. Mala birayê wî yê mezin Şêx Ubeydullah li Mûsilê bû. Mesûd havînan diçû wir. Her carekê ku diçû jî bêtirî mehekê li wir dima.”

Di hevpeyvînekê de bi kanala Kurdistanê re [Kurdistan TV], kak Mesûd Barzanî di derbarê dûriya bavê xwe de dibêje: “Gava bavê min çû Yekîtiya Sovyetê, temenê min şeş heft meh bû, gava hat temenê min bûbû 12 sal. Wê çaxê ji min re eşkere bû ku bavê min çûye Moskowê ji bona doza Kurd û ji bona Kurdistanê û Barzaniyan beşdarî di Komara Kurdistanê li Mehabadê de kirine û bi hezaran şehîd ji bona Komara Kurdistanê dane. Bêguman pir ne xweş e ji bo her mirovekî bi zarokatî dûrî bavê xwe be. Lê ez dixwazim li vir bibêjim ku bi rastî diya min pir dilovan bû. Tiştê ji destê wê dihat dikir da ku valahî û dûriya bavê min dagire.”

Di 14ê tîrmeha sala 1958an de, bi hilweşîna rejîma paşatiyê re, bendemana Mesûd Barzanî ji bo dîtina bavê xwe bi dawî hat. Rêberê derbeyê û serokkomarê komara nûzayî ya Iraqê lîder Ebdilkerîm Qasim daxwazê ji Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî dike ku vegerin Iraqê û herwiha Şêx Ehmed Barzanî û girtiyên din ên Barzanî ji zindanan berdide û wan azad dike.

Di heman hevpeyvîna navborî de, kak Mesûd Barzanî dibêje: “Gava bavê min vegeriya, em ji bo pêşwazîkirina wî çûn Balafirgeha Bexdayê. Ji Qahîreyê dihat. Ji Moskowê hatibû Qahîreyê. Min li wir ew girseya xelkê dît. Ereb û Kurd û hemû şêniyên Iraqê daketibûn ser cade û kolanan û dirûşm digotin û bixêrhatina wî dikirin. Wek niha ew kêlîk li bîra min e gava li balafirgehê peya bû û hate beramberî min. Nayê gotin bê çiqasî xweş bû. Yekem wek bav, ku însan bigihe bavê xwe. Duyem wek qehremanekî ku ji aliyê hemû miletê Iraqê ve bi wê coş û germiyê dihate pêşwazîkirin.”

Mela Mistefa Barzanî li Bexdayê niştecih dibe. Kak Mesûd Barzanî ji bo temamkirina xwendina xwe ji bo Bexdayê tê veguhastin. Casim Mihemed Reşîd hevpolê kak Mesûd Barzanî bû û vêga jî bawernameyên kak Mesûd Barzanî û kak Îdrîs Barzanî parastine.

Casim Mihemed ku niha korgeneralê malnişîn ê pîlot e, qala çawan25iya wergirtina wan li dibistanê û jiyana wan li Bexdayê dike û dibêje: “Sala 1958an, Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî di ezmûna bakaloryayê [lîseyê] de numreyên bilind wergirtibûn. Mistefa Barzanî dixwest wan li dibistaneke nimûneyî deyne. Wê çaxê dibistana herî baş û nimûneyî dibistana [El Xerbiye el Mitewesîte – Navendî ya Rojavayî] bû ku dikeve navçeya [Bab el Mihedimê.] Rêveberê dibistanê Salih el Abid bû ku serokê komîteya wergirtina xwendekaran bû. Herwiha du mamosteyên din jî pê re hebûn. Ew jî Tofîq el Werdî û Ebdilcebar el Muftî bûn. Em her sê di heman rojê de hatin wergirtin. Ez û kak Mesûd ketin polekê û rehmetiyê Îdrîs Barzanî ket poleke din. Kak Mesûd di hemû ders û waneyan de pir jîr û zîrek bû. Tê bîra min carekê di ezmûna cografiyayê de ku mamoste Tofîq el Werdî dida me, kak Mesûd bersiv ji sedî sed rast dabûn, lê dema me encam wergirtin 87 anîbû ku bilindtirîn numre bû û hemû xwendekarên din kes ji me negihiştibû 70. Kak Mesûd ji mamoste re got ku diviyabû wî numreya tam bida wî. Mamoste Werdî jê re got di hemû jiyana min a mamostetiyê de ev cara yekemîn e ez numreyeke wiha bilind didim xwendekarekî, lewma li ba xwe wiha bihesibîne ku te ji % 100 aniye.”

Korgeneralê malnişîn Casim Mihemed dirêjahiyê dide axaftina xwe û dibêje “Tê bîra min careke din mamoste Mehfûz, mamosteyê me yê zimanê erebî bû, yek bû ji kesên ku rêzimana zimanê erebî ji qonaxa navendî re danîbû, rojekê ezmûnek ji me re çêkir, ezmûneke ji nişka ve, encama xwendekaran di asteke nizm de bû, numreyên kak Mesûd Barzanî ji yên me baştir bûn, mamoste em lome kirin û gotin ji me re gotin, got hûn çima wiha ne? Hûn Erebin, çima hûn bi başî bersiv nadin? Yê ku ji we hemûyan baştir bersiv daye ne Ereb e, lê Kurd e. Di pola me de tekane kurdê ku hebû kak Mesûd Barzanî bû. Min berê xwe da kak Mesûd û min got ha ew tu yî. Wî û rehmetiyê Îdrîs Barzanî bi berdewamî bi hev re çûnûhatin dikirin. Wek cêwiyan bûn. Li hundirê dibistanê jî bi hev re digeriyan û dilîstin. Ez jî bi wan re dilîstim. Em li meydana dibistanê ku meydaneke xwelî bû, bi futbolê dilîstin. Em li wir di dema bêhnvedanan de dilîstin.”

Dayika Mesûd Barzanî Hemayil xan

Korgeneral Casim Mihemed bêtir derbarê kak Mesûd û kak Îdrîs dipeyive û dibêje “Wek cêwiyan bûn. Bi berdewamî bi hev re bûn. Di dema bêhnvedana navbera wane û dersan de bi hev re bûn. Tew piraniya rojan cil û kincên wan jî mîna hev bûn. Kak Mesûd pir ji futbolê hez dikir. Di dersa sporê de yan di bêhnvedanan de, piraniya wext em li meydana dibistanê bi futbolê dilîstin. Min çend caran [bi ken] piyê xwe li piyê wî dida yan min ew dida erdê. Gava diêşiya min digot li min bibore. Wî jî digot tiştek nîne û guh nediyê. Em gelek caran diçûn Stadyuma Navdewletî ya Şeib ji bo temaşekirina maç û lîstikên lîga Iraqê yan maç û lîstikên tîma Iraqê bi welatên din re. Stadyuma Şeib nêzîkî mala wan bû, herwiha kak Mesûd û kak Îdrîs pir ji xwendinê jî hez dikirin. Piraniya wext piştî dibistanê li kitêbxaneya niştimanî bûn an kitêb dixwendin an li pey jêder û çavkaniyan digeriyan ji bo encamdana erkên dibistanê û nivîsandina raporên waneyan.”

Têkçûna rewşê di navbera kurdan û Ebdilkerîm Qasim de, di destpêka sala 1961ê de diyar bû. Mela Mistefa Barzanî terka Bexdayê kir û vegeriya devera Barzanê. Vê jî derfet da Kak Mesûd ku bêtir nêzîkî bavê xwe bibe.

Şêx Ebdilwahid Barzanî dibêje: “Qasî min Mesûd dîtiye, pir îtaetkar û li jêr ferman û destûra bavê xwe bû. Însanekî pir hişyar e. Dilê apê min Mela Mistefa pir bi Mesûd xweş bû. Mesûd li ba bavê xwe pir nazdar, delalî û hezkirî bû. Mesûd pir miqate û agahdarê arşîv û nivîsar û belgename û tiştên din ên bavê xwe bû. Mesûd wek bawermendî girêdayî bavê xwe bû û bi serkirdatî û serokatiya bavê xwe sersam bû, ne tenê wek bav û kur, lewma qet guhê min lê nebûye ew bavê xwe rexne bike û bêje filan tişt an li filan cihî bavê min xeletî kir. Hertim bi hikmet û lojîk û aqilmendî qala mezinahiya bavê xwe dike.”

Kak Mesûd Barzanî dixwest vegere Bexdayê û xwendina xwe xilas bike. Lê yekemîn êrîşa balafirên Iraqê ku dikirin wî û birayê wî kak Îdrîs bihingêvin, ew da famkirin ku ji niha bi şûn de, qonaxeke nû û cuda di jiyana wî de dest pê dike. Ew jî qonaxa şoreşê ye û Mistefa Barzanî dibe serkirde û rêberê wê. Di pirtûka xwe ya [Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd] de, Mesûd Barzanî hêvî dixwaze ku xwezî pêketin û gurrbûna Şoreşa Îlonê ne di serdema Ebdilkerîm Qasim de bûya, yan berî wî yan jî piştî dema wî bûya, çimkî gelek başî û qenciyên wî li ser neteweya Kurd bi giştî û eşîra Barzan bi taybetî hebûn, wek azadkirina `Xudanê` Barzan Şêx Ehmed Barzanî, herwiha vegera Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê. Herwiha Ebdilkerîm Qasim di destûra demkî de, di madeya sêyem de bi îsrar û pêkutî ev yek çespand ku “Kurd û Ereb di vî welatî de şirîk in.”

Li jêr berpirsiyariya Haçik…

Di 11ê îlona sala 1961ê de, şer li temamiya Başûrê Kurdistanê belav bû û Barzanî û pêşmergeyên xwe çûn enî û bereyên şer. Mesûd Barzanî bi birayê xwe Îdrîs Barzanî re, li jêr serpereştiya Şêx Babo yê apê wan, tevî beşekî ji malbata xwe terka Barzanê dikin û berê xwe didin cihekî nediyar ku geliyekî kûr e û dikeve çiyayê Pîrefatê û berpala gundê Dorê. Li wir di nav çend berqef û şikeftan de xwe ji ber êrîşên balafirên Iraqê û sîxurên wan winda dikin. Tenê çend kes û malbatên gundên derdorê cihê wan dizanin û ji bo hevkarîkirina wan serdana wan dikin.

Şêxomer ku cara yekem li wî cihî Mesûd Barzanî dibîne û hev nas dikin, bi berdewamî serdana wan dike û li ba wan dimîne. Ew qala niştecihbûna malbata Mela Mistefa Barzanî li wê deverê dike. Şêxomer Dorî di vê derbarê de wiha dibêje: “Dema şoreş pêket, Mistefa Barzanî û pêşmergeyên xwe terka devera Barzanê kirin û ber bi devera Behdînanê ve çûn. Malên wan ku li jêr serpereştiya Şêx Babo bûn, hatin vî geliyê ku navê wî [Gelok] e û di nav van berqef û şikeftan de niştecih bûn. Dayê Hemayil di şikeftekê de bû. Hefse di şikefteke din bû. Ya jêrtir jî Mehbûbe lê bû ku her sê jî hevjînên Mela Mistefa bûn. Kak Mesûd û diya xwe di hundirê şikeftekê de dijiyan û hemû jî li wir radizan. Wê çaxê temenê min 12 salî bû. Ez gelek caran dihatim li vir li ba wan dimam. Ji bilî çend malbatan, kesî din nizanîbû ew li vir in. Tew hikûmeta Iraqê jî tevî hewldanên zêde nizanîbû cihê zar û zêçên Mistefa Barzanî li ku ye. Çimkî eger şêniyên wê navçeyê bizanibûna jî, cihê wan eşkere nedikirin. Herwiha ew navçe wê çaxê li ser nexşeya leşkerî ya Iraqê nehatibû naskirin.”

Wek Şêxomer behs dike, kak Mesûd Barzanî tevî birayê xwe yê mezin kak Îdrîs Barzanî, li wî cihê dijwar û dûredest, wê şikeftê hildibijêrin û dikin yekemîn baregeha xwe û tê de pêşwaziyê li şanderên Barzanî û mêvanên xwe dikin. Bi henekî jî navê wê dikin Polîtbîro [Mekteba Siyasî] û her li vir jî kak Mesûd Barzanî biryar dide bibe pêşmerge.

Şêxomer dibêje: “Dema hatin vir, ev şikeft bû yekemîn baregeha Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî. Di wê şikeftê de pêşwazî li şandiyên Mela Mistefa dikir, herwiha li mêvanên xwe yên ku ji deverên cuda cuda dihatin. Tatiyên [merş, berrik] mezin raxistibûn û Îdrîs li aliyê rastê yê devê şikeftê rûdinişt û Mesûd jî li beramberî wî û cihê rûniştina mêvanan jî li raser û naverasta wan bû. Gelek caran dema mêvanên wan hebûn û me dixwest herin ba wan, ji me re digotin nêzîkî vir nebin, ev der Polîtbîro ye [Mekteba Siyasî] [bi ken], me nav lê kiribû Mekteba Siyasî. Li jêr şikeftê eywanek hebû ku ji bo cihê mabûna mêvanan hatibû çêkirin û mêvanên ku bi şev diman xizmeta wan li wir dihat kirin. Cara yekemîn Mesûd Barzanî li vir dest bi karê siyasî kir. Her li vir jî biryar da bibe pêşmerge. Gelek caran digot eger Xwedê derfetê bide ez ê di zûtirîn dem de herim bigihim bavê xwe û bibim pêşmerge.”

Pêşmerge Mesûd Barezanî

Kak Mesûd Barzanî bi xwe behsa rewşa wê çaxê û awayê biryardanê dike ku pêwendiyê bi hêzên pêşmerge yên Kurdistanê re bike. Di vî warî de wiha dibêje: “Wê çaxê çûn û hatin zehmet bû. Di hundirê Kurdistanê bi xwe de jî çûn û hatin zehmet bû. Li her cihekî hikûmetê çavdêriya hemû xelkê dikir. Dorpêç li ser navçeyê [navçeya jêr desthilata şoreşê] hebû. Ez careke din jî dibêjim di wê demê de apê min Şêx Babo nehişt em hest bi valahî û dûriya bavê xwe bikin. Ew ji bo me apekî dilovan bû. Min daxwaz jê kir îcazeyê bide min, min got ez ê herim pêwendiyê bi hêzên pêşmerge re bikim û herim ba bavê xwe. Got divê em şêwira cenabê Şêx Ehmed bikin û jê bipirsin. Min ji kak Îdrîs re jî got çimkî ew mezinê me bû li malê. Min daxwaz ji wî jî kir. Wî ji bo xwe nedixwest ez jê dûr bikevim. Pir hewl dida min îqna bike. Ez ditirsiyam cenabê Şêx Ehmed rizamendiyê nede. Carekê rehmetiyê apê min Şêx Babo çû Barzan, bi cenabê Şêx Ehmed re behs kiribû û wî jî rizamendî da. Min wiha hîs kir ku dinya hemû bûye milkê min. Êdî ez di 20ê gulana sala 1962an de bûm pêşmerge. Wê çaxê bavê min li [Bêxme] bû. Dema ez çûm û min ew leşker dîtin, bi rastî heybetek bû û hesteke wiha di nava însan de dirust dikir ku min serwerî, merdî, rûmet û nemaze serxwebûna Kurdistanê di çavên wan pêşmergeyan de didît. Atmosfereke pir xweş bû. Min dizanî wan pêşmergeyan xwe ji bo armanceke herî pîroz terxan kirine, lewma min dixwest ew rûmet bibe para min jî.”

Yekemîn ders û wane di jiyana pêşmergatiyê ya kak Mesûd Barzanî de, li ser destê Mela Mistefa Barzanî, çend şîretkariyên kur û bavîtiyê di ronîkirin û zelalkirina zehmetiyên jiyana pêşmergatiyê de bûn. Piştî ku Kak Mesûd ji şîretkariyên bavê xwe re erê dibêje, îcar Mela Mistefa Barzanî çend şert û mercan jê re datîne.

Mesûd Barzanî bi xwe di wê hevpeyvîna televizyonî de behsa wan şert û mercan dike û dibêje: “Min pir dixwest bi wan pêşmergeyan re bijîm. Wek wan bim. Dema min pêwendî kir, min nameyeke apê xwe Şêx Babo ji bavê xwe re bir ku îcazeya Şêx Ehmed tê de bû.

Kerem kir û got baş e, lê pêşmergatî ne wiha hêsan e. Hinek şîret li min kirin. Got eger tu dizanî tu yê tehemul bikî baş e eger na vegere. Got yekem ew hemû kurên min in û tu ji wan ne mezintir û çêtir î, hemû ji te giringtir in ji bo min, jiyan û cil û kinc û xwarina te wek a wan dibe û berpirsê te jî Haçik e.”

Kar bi xweşî û têgihiştin

Elî Silêman ku bêtirî 50 salî ye tevî kak Mesûd Barzanî pêşmerge ye û berpirsê pasevanên wî ye, qala rengvedana şîretkariyên Mela Mistefa Barzanî li ser jiyana Kak Mesûd dike ku bûne beşek ji taybetmendî û kesayetiya wî heta niha.

Elî Silêman dibêje: “Her wek çawa pêşmerge radibe û rûdine, di xwarin û razanê de, ew jî wiha bû. Min kesekî wiha nedîtiye ji bo xwarinê, te nanê hişk danîba ber wî, te goşt û birinc danîba ber wî, te nanê şewitî danîba ber wî, şîv xweş bûya yan na, qet guhê min lê nebû ew însan bêje ez vê xwarinê naxwim. Pir bi tehemul e û min qet nedîtiye ji pêşmergeyekî hêrs bibe. Min gelek caran jê re gotiye xwezî min carekê dîtiba tu hêrs bûyî. Her car dibêje nabe em hêrs bibin, divê kar bi xweşî û têgihiştin bê kirin. Dema em li çiyê jî bûn dîsa wiha bû. Di her tiştî de hevkariya pêşmergeyan dikir û mîna wan dijiya. Dixwest her tiştî bi pêşmergeyan re parve bike. Bi berdewamî radyoyeke biçûk li ba wî bû û guhdariya nûçeyan dikir. Dema nûçeyeke xweş dibihîst tavilê ji pêşmergeyan re digot û dile wî bi xwe jî xweş dibû. Guhdariya radyoya Dengê Kurdistan dikir û eger têbîniyên wî hebûna ji wan re dişand.”

Mesûd Barzanî bi refek pêşmerge re – Şoreşa Îlonê 1962

Kak Mesûd Barzanî bi xwe dibêje: “Ew exlaq û rewiştên ku pêşmerge di Şoreşa Îlonê de li ser wan hatibûn perwerdekirin, bi rastî jî tiştekî pîroz û bilind bûn. Rewişteke ewqasî bilind bû xelkê çavnebarî û hesûdiya wê dikir. Pêşmerge mûm bûn dişewitîn ji bo ku mirovên din li ber ronahiya pêşmergeyan bijîn. Pêşmerge dimirin da ku mirovên din bijîn. Ne mumkin bû pêşmerge herin gündeki bi zorê nanekî werbigirin. Ne mumkin bû pêşmerge sîleyekê li dîlekî bidin ku di şer de hatibû girtin. Lewra jî pêşmerge ewqasî li ba miletê Kurd hezkirî bûn. Xelkê bi serê pêşmergeyan sond dixwar û xelkê şanazî dikir ku kurekî wan an xizmekî wan pêşmerge ye. Evqasî heybeta pêşmergeyan hebû.”

Xaniyekî du odeyî

Di payîza sala 1963an de piştî derbeya 8ê sibatê, agirbest di navbera şoreş û hikûmeta Iraqê de hate ragihandin. Kak Mesûd Barzanî ev wek derfet dît ji bo pêkanîna jiyana hevseriyê û li gundê Dêrê yê nêzîkî bajarokê Ranyeyê gihişte dilxwaza xwe.

Hacî Mela Dêrî, ku şêniyê gundê Dêrê ye, behsa wê yekê dike ku cara yekem Mela Mistefa Barzanî serdana gundê wan dike û biryar dide li wir niştecih bibe, herwiha behsa amadekariyên berî ahenga pêkanîna jiyana hevjîniyê ya kak Mesûd Barzanî dike û dibêje: “Mela Mistefa hate gundê Dêrê. Em wê çaxê 7 mal bûn. Em hemû bira û pismam bûn. Got li vê navçeyê ev der pir bi dilê min e. Eger hûn cih ji min re vekin ez ê bêm û bibim yek ji we. Got ez nehatime vê yekê bi ser we de ferz bikim. Ez hatime daxwazê ji we bikim. Me jî gund kir sê beş. Beşek ji bo mala Ebas Axayê Serkepkan. Beşê din me her heft malan xwe kir yek û em çûn wî rexê gund û beşê din jî ji bo mala Mela Mistefa. Ew çûne nav du xaniyan. Çend malên din jî çûne nav sê çar xêniyên din. Yên din jî kon vegirtin û li vir niştecih bûn. Bi temamî em bûne bêtirî 50 malan. Demekê berî jinê ji Kak Mesûd re bînin, kak Îdrîs aheng saz kiribû. Me li nêzîkî mala Mela Mistefa konekî mezin jê re vegirt. Konekî bedew û rêk û pêk. Umer Axayê Dolemerî serpereştiya wan karan dikir. Me xênî ji Kak Mesûd re ava kir.

Xaniyekî bi herrî û keviran. Xanî du ode bûn. Me di rojeke tenê de dîwarên xênî ava kirin. Şêniyên gund û pêşmergeyan bi hev re kar dikirin. Dema dîwar xelas bûn, darên wan nebûn ku serê wan pê bigirin. Min ji Umer Axa re got çend spîndarên min hene, werin bibirrin û biavêjin xêniyê wî. Bi vî awayî me xênî ji Kak Mesûd re ava kir.”

Xecîce Nebî ku wê çaxê bûka yek mehî bû û beşdarî ahenga jinanîna Kak Mesûd bû, dibêje her tişt li bîra min e derbarê wê ahengê û bi vî awayî behs dike: “Her tişt tê bîra min. Yek ji Serkepkan hat û hawar kir dewaran bînin..dewaran bînin bûk gihişt. Min got ya rebî ma gelo dewar çi ne! Gotin yanî hêstir, hêstir zîn kirin, kurtan kirin û çûn pêşwaziya karwanê bûkê. Sê sed çar sed kes pê re bûn. Tenê du sê jin bi wan re bûn. Yên din hemû mêr bûn. Dema bûk gihişt ba malê, jinek hat û li şûna çoklêt û şîrîniyan heft kulêre bi ser sere bûkê de avêtin. Min pirsî gelo çima kulêre avêtin, gotin ji bo ku xêr û bereket bikeve wê malê û bikeve dexlûdan. Rehmetiyê Mela Mistefa li jora gund bi mêvanan re rûniştibû li cihekî nêzîkî kaniya gund, ku bi ser wê zeviyê dinerî ku şahî tê de dihat kirin. Şahî du beş bû. Jin û mêr ji hev cuda bûn. Adeta wan wiha bû. Em şêniyên gund jî di her tiştî de bi wan re bûn. Çimkî demeke kêm bû kak Îdrîs jî dawet kiribû. Herdu aheng gihiştibûn hev. Bêtirî mehekê bû her şahî û dawet bû. Îcar payîz bû û baran jî bû, çimkî di meha 11an de bû. Meydana şahiyê her dibû herrî. Zibl bi ser dadikirin û ziwa dikirin. Li ser hemû girên ku li derdora gund hene, baregehên pêşmergeyan hebûn. Hejmareke zêde ya pêşmergeyan hebû. Ew jî beşek ji wê dawetê bûn.”

Gera balafirên şer li esmanê navçeyê û gihiştina nûçeyên ne xweş ji Bexdayê, banga destpêkirina şer didan. Piştî deh rojan tenê Kak Mesûd û hevjîna xwe neçar bûn heyva xwe ya hungivîn veguhêzin bin wî kevirê ku dikeve derveyî gundê Dêrê.

Di sala 1964an de baskê Polîtbîroyê [Mekteba Siyasî] cuda bû û li dijî Barzanî rawestiyan. Ji bo tijekirina wê valahiyê Baregeha Barzanî hate damezrandin, herwiha Encûmena Serkirdatî û Cîbicîkar a Şoreşê hate danîn ji bo baştir meşandina kar û barên pêşmerge û hevwelatiyan. Erkê birêvebirina kar û barên Baregeha Barzanî bi Kak Mesûd û Kak Îdrîs hate spartin. Wê çaxê baregeh û mala Barzanî li gundê Dîlmanê bûn. Dîlman gundekî biçûk bû, lê cihekî wî yê stratejî hebû. Mela Mistefa Barzanî li wir xênî ji xwe û kurên xwe û birayê xwe Şêx Babo re ava kirin. Herwiha du dîwanxane jî ji bo pêşwazîkirina şandên welatan û rojnamevanan û şêniyên Kurdistanê bi giştî. Li gor gotina Kwêxa Brahîm Dîlmanî ku Barzanî cara yekem çû mohlet ji wî wergirt da ku cihekî bide wan û xanî li ser ava bikin, her wê rojê jî Mela Mistefa nasnavê kwêxa [axa – muxtar] diyarî wî kir.

Kwêxa Brahîm Dîlmanî bi vî awayî behsa wê bûyerê dike: “Rojekê Mela Mistefa Barzanî û çend pêşmerge ji gundê Wesanan dihatin xwarê û hatin ba min. Ji min re `Xwedê quwetê bide te` gotin û Mela Mistefa got were li ba min rûne. Got ez hatime daxwazê ji te bikim tu rê bidî me em bêne Dîlmanê û li vir bijîn. Min jî got wey hûn li ser çavên min bên. Wê çaxê em hemû çend malek bûn. Barzanî got navê te çi ye? Min got ez qurbana te bim, navê min Brahîm e. Got ji îro bi şûn de tu Kwêxa Brahîm î û tu yê bibî kwêxayê min. Ji wê rojê ve navê Kwêxa Brahîm bi dû min ket. Mala Barzanî û Baregeha Barzanî hatin vir, xênî li vir ava kirin. Barzanî bi roj bêtir diçû derveyî gund û bi piyan diçû. Bi şevan jî li dîwanxaneyê pêşwaziya xelkê dikir. Lê Kak Îdrîs û Kak Mesûd kêm dihatin dîwanxaneyê. Dewama wan li Qesrê bû. Her roj diçûn Qesrê û li wir pêşwaziya xelkê dikirin û kar û barên hizbî dikirin. Êvaran jî gava dihatin hemû tiştên xwe dibirin ba Barzanî û wî biryar li ser wan dida. Paşê bersivdan û karên sibeyê ji wan re diyar dikir. Barzanî diçû dîwanxaneyê û ew jî heta derengî şevê bi kar dadiketin. Çimkî diviyabû dotira rojê bersiva xelkê bidin. Ewên ku karê wan jî xelas nedibû, li Qesrê mêvanxaneyeke taybet ji bo pêşwazîkirina pêşmerge û hevwelatiyan hebû. Bîst û çar demjimêran vekirî bû û xwarin û razan tê de belaş bûn. Xelk diçûn li wir diman heta roja dîtir an her çend rojan ku karê wan bi paş biketa.”

Damezrandina Parastin

Her di heman salê de bi hevkariya hinek hevalên xwe, kak Mesûd Barzanî dest bi damezrandina toreke berhevkirin û komkirina agahî û zanyariyan kir bi merema parastina şoreşê û bidestxistina agahî û zanyariyan li ser tevger û keft û leftên dijmin û neyaran.

Derbarê hewldanên kak Mesûd Barzanî û karên wî yên wê çaxê, Dr. Mehmûd Osman wiha dibêje: “Ji xwenîşandan û xwederxistinê hez nedikir. Karê xwe bi bêdengî dikir.”

Mehmûd Osman dirêjahiyê dide axaftina xwe û dibêje: “Berî avakirina dezgeha Parastin, her li ser dosyeya ewlehî û berhevkirina zanyarî û agahiyan kar dikir. Toreke bihêz bi xwe re ava kiribû. Agahî ji nav dijmin kom dikirin. Ne îş û karên navxweyî, lê belê li derve li Bexdayê, ewên ku pêwist bû em bizanin ka beramberê me çi dike, nihêniyên wan çi ne û rewşa wan çawa ye?”

Herwiha Muhsin Dizeyî jî di vî warî de dibêje: “Çimkî hem li hundir û hem li derve jî dijminên şoreşê pir bûn, pêwistî bi dezgeheke parastinê hebû, ji bo ku şoreşê biparêze. Kak Mesûd mijûlî vê yeke bû ku wê dezgehê damezrîne, bi rastî jî dezgeheke bihêz û xurt damezrand.”

Tora komkirina zanyariyan piştî kêmtirî du salan dibe dezgeheke bi bandor a hewalgiriyê û navê [Parastin] lê tê kirin.

Dr. Mehmûd Osman dibêje: “Mirovên wan li Bexda û Besrayê hebûn. Dezgeheke biçûk bû, lê bi bandor bû. Zanyarî kom dikirin, nihênî bûn. Da bizanin çi li welatên din heye. Dezgeheke çalak bû ji bo komkirina zanyariyan.”

Babekir Zêbarî yek ji pêşmergeyên kevn, her di derbarê dezgeha Parastinê de dibêje: “Di dema Şoreşa Îlonê de bi şahidiya MÎT û Mossad û Sawakê, digotin Parastin dezgeheke dibe ku ji wan jî derbas kiribe, çimkî ewqas zanyarî û şiyana wê hebû, li nav artêşa Iraqê, ji nav koşka komarî bi xwe, ji nav hemû cihan.”…..

Bi hebûna dezgeheke bihêz a hewalgiriyê ku kak Mesûd Barzanî serpereştiya wê dikir li gel hêzeke pêşmerge ya birêkxistî û bibawer ku Îdrîs Barzanî berpirsê Bîroya Eskerî bû, roja 12ê gulana sala 1966an pêkan bû di êrîşeke berevajî de li çiyayê Hendirênê, hevkêşeya hêzê bê berevajîkirin, piştî ku bêtirî 3000 leşkerên iraqî tên kuştin û bi sedan çekên giran û navincî dikevin destê pêşmergeyan.

Lîwayek beramberî du birîndaran

Bi vî awayî hikûmeta Iraqê ket rewşa paşvekişînê. Ev heta sala 1969an berdewam bû û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê gurza dawîn li devera Ranye û Pişderê veweşandin artêşa Iraqê û ew neçar kirin daxwaza agirbest û danûstandinan bi serkirdatiya şoreşê re bike. Şewan Dorî, ku yek e ji wan pêşmergeyên ku bi kak Mesûd Barzanî re bû û nasîna wan vedigere berî bibin pêşmerge û ew bi xwe yek bû ji wan pêşmergeyên ku beşdarî wê dastanê bûne, dibêje: “Di sala 1969an de hikûmeta Iraqê hemû navçeya Pişder û Serkepkanê girt û ber bi aliyê Dîlmanê ve dihat. Mela Mistefa Barzanî, Îdrîs û Mesûd şandin, nexşe danîn û me hemû girt, me lîwayeke eskeran ji nav bir bêyî ku yek pêşmerge bi destê dijmin xwîn jê bê, tenê du pêşmerge birîndar bûn, ew jî xwe bi xwe bû.”

Danûstandinên ku di dawiya sala 1969an de dest pê kirin, roja 11ê adara sala 1970, di peymanekê de hatin ragihandin ku tê de mafê otonomiyê ji bo Kurdistanê hat diyarkirin. Kak Îdrîs û kak Mesûd Barzanî wek nûnerên Mistefa Barzanî bi endamên din ên şanda PDKê re bûn.

Piştî salekê di kongreya heştan a Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] de ku li Nawpirdanê hate girêdan, kak Mesûd Barzanî û kak Îdrîs Barzanî wek endamên Polîtbîroya [Mekteba Siyasî] ya Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] hatin hilbijartin.

Baweriya kak Mesûd Barzanî bi hikûmeta Iraqê nedihat, lewma di çar salên peymanê de, ji bo bihêzkirina pêwendiyan bi welatên cîhanê re û peydakirina çekan ji bo pêşmergeyan kar dikir.

Mistefa Nêrweyî pêşmergeyekî kevn û dêrîn e. Pêwendiya wî ji nêzîk ve bi Mela Mistefa Barzanî û paşê bi kak Mesûd Barzanî re hebû, niha jî yek ji dostên Kak Mesûd e. Mistefa Nêrweyî dibêje “Gelek caran Kak Mesûd derengî şevê telefonî min dikir û pirsa hinek tiştan ji min dikir, niha çimkî ez nexweş im û şiyana min a axaftinê kêm e, kêmtir telefonî min dike, lê her serdana min dike yan dişîne dû min û ez diçim mêvandariya wî.”

Derbarê wan çar salên danûstandinên navbera hikûmeta Iraqê û şoreşa Kurdistanê bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî, Nêrweyî dibêje “Baweriya Mesûd Barzanî qet bi hikûmeta Iraqê û Sedam Hisên nedihat.” Pêşmergeyê kevn Mistefa Nêrweyî bi vî awayî behsa wan hûrgiliyan dike û dibêje: “Mesûd Barzanî di wan salan de bi piştevanî û agahdariya birayê xwe Îdrîs mijûlî encamdana du erkan bû. Erkê yekem: Avakirin û pêşxistina pêwendiyan bi welatên dinyayê re. Di dema wan çar salan de pêwendiyên şoreşê wek toreke berfireh û bihêz bû. Erkê duyem: Peydakirina çekan ji bo pêşmergeyan bû. Herwiha vekirina xulên rahênan û fêrkirinê, çimkî wek min got baweriya wî bi hikûmeta Iraqê û sozên wê nedihat.”

Kesê dawî bû çû Îranê

Piştî çar salan ravekirina Mesûd Barzanî ji bo rahênan û amadekariya pêşmergeyan rast derdikeve, çimkî hikûmeta Iraqê ji cîbicîkirina peymanê poşman bû, bi taybetî derbarê pirsa bajarê Kerkûkê ku Mela Mistefa Barzanî bi ti awayî ne amade bû dest jê berde û hikûmeta Iraqê jî di wê baweriyê de bû ku bihêz bûye û dikare bi rêya leşkerî dawî li daxwazên kurdan û şoreşa wan bîne. Şer careke din dest pê kir. Piştî salekê ji şer artêşa Iraqê digihe wê baweriyê ku li pêşberî hêzên pêşmerge şiyana wê ya xweragirî û pêşrewiya zêdetir nemaye, lewma çara serê xwe di peymaneke navdewletî li dijî şoreşa Kurdistanê de dibîne ku fena “Peymana Cezayîrê” tê naskirin. Ev peyman bi serpereştiya Amerîkayê û navbênkariya Cezayîrê di 6ê adara sala 1975an de di navbera Iraq û Îranê de hate îmzekirin. Li gor wê peymanê, Iraqê dev ji ava Şetûlerebê ji bo Îranê berda. Li beramberî ku Îran hevkariya wê bike ji bo jinavbirina şoreşa Kurdistanê û rê li ber alîkarîkirina şoreşa Kurdistanê bigire.

Kak Mesûd yek bû ji wan serkirdeyên ku baweriya wî bi ranewestandina şoreşê û berdewamkirina şer bi awayê partîzanî dihat. Lewma weke kesên ku pê re bûn tînin ziman, Kak Mesûd serkirdeyê herî dawî bû ku li ser fermana Mela Mistefa Barzanî terka axa Başûrê Kurdistanê kir û ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve çû.

Dr. Mehmûd Osman di vê derbarê de dibêje: “Gelekî bi Kak Mesûd ne xweş bû. Dixwest bi her awayî be li Kurdistanê bimîne û dirêjahiyê bide şerê çekdarî. Lê ji gotina bavê xwe dernediket. Lewma kesên herî dawî ku çûn Îranê, Kak Mesûd, ez û şehîd Elî Eskerî bûn.”

Herwiha Muhsin Dizeyî dibêje: “Bi hemû kesî ne xweş bû ku şoreş têk biçe. Lê Barzaniyê nemir ji me hemûyan dûrbîntir bû. Wî dizanîbû eger şer berdewam be, em ê ziyaneke mezin bibînin û şoreş bi ser nakeve, ji ber ku pişta me hatibû girtin. Îran hemû hevkarî birrîbûn, bi Iraqê re li hev kiribû ku herdu ji paş ve li şoreşê bidin. Min bi xwe bi çavên xwe efserên Iraqê dîtin ku li Xanê li nêzîkî Hacî Omeranê bi efserên Îranê re ew navçe teftêş dikirin ka çawa êrîş bikin, nexşe datanîn.”….

Kak Mesûd Barzanî di pêşgotina pirtûka xwe Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd] de derbarê têkçûna Şoreşa Îlonê wiha nivîsandiye: “Ez yek bûm ji kesên ku baweriya wan bi berdewamkirina şerê çekdarî heta guleya herî dawî dihat. Ew biryara min hestdar û dilînî bû û li gor dilgermî û dilsoziya min ji bo berdewamiya şoreşê bû. Min dixwest li ser axa Kurdistanê bimirim û neçim Îranê. Paşê min metirsî û xeternakiya serdestiya atîfe û hestdariyê bi ser aqil de fam kir. Çimkî piraniya caran biryarên ku bi atîfe û hestdarî tên dayîn rast dernakevin. Çawa dibe bila bibe, li ba min gotin li ser fermanên bavê min nebû.”

Bi hezaran zar û zêç û malbat koçberî Îranê bûn û hikûmeta paşatiya Îranê ew malbatên koçber û derbider pir ji hev veqetandin û hemû veguhastin bajarên Îranê û ji sînorên Başûrê Kuridstanê dûr xistin. Piştî 6ê adarê, Mela Mistefa Barzanî li Tehranê bi şahê Îranê re dicive. Piştî vegera wî, bi serkirdên siyasî û leşkerî yên şoreşê re dicive û biryara dubare xwe birêkxistin û berdewamkirina şoreşê didin.

Dr. Necmedîn Kerîm dibêje: “Pir baş tê bîra min, Mela Mistefa Barzanî çû Tehranê û civîna wî piştî 6ê adarê li Tehranê bû. Bi şahê Îranê re civînek saz kir. Hate Kurdistanê û careke din çû Tehranê. Di vegera wî bo Nexedeyê de, li wir serkirdên hizbî û endamên komîteya navendî û kadro û mirovên ku li Nexede û Mehabad û derdora wan cihan bûn, hemû kom kirin û agahdar jî kirin û moralên wan mirovan bilind kir ku em ê îlem vegerin. Ev nayê wateya ku em ê dev jê berdin. Ji ber vê morala Kak Mesûd bilind bû û tevgereke bi quwet kir ji bo ku dîsa şoreşê li Kurdistanê bide destpêkirin, her çiqasî şikestin û têkçûneke mezin bi ser miletê me de hatibû jî.”

Piştî vê biryara Mela Mistefa Barzanî, Kak Mesûd sala 1975an tevî çend hevalên xwe ku paşê bûne endamên Serkirdatiya Demkî, li ser kaniyeke derveyî bajarê Nexedeyê dicive û pêngava yekemîn ji bo xwe birêkxistinê diavêjin. Di encama wan ked û hewldanan de Serkirdatiya Demkî hate damezrandin.

Şerê partîzanî bi du mefrezeyan

Sekreterê Polîtbîroya [Mekteba Siyasî] ya Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] Fazil Mîranî di vê barê de dibêje: “Piştî têkçûnê barê herduyan [Kak Îdrîs û Kak Mesûd] pir girantir bû. Me çend civîn bi Barzaniyê nemir re saz kirin û wî gotina xwe got û rênîşanderiyên pêwist dane me. Cîbicîkirina wan rênîşanderiyan û erke li hawarçûna mirovên koçber û kêmkirina bandor û karîgeriyê Peymana Cezayîrê ketin ser milê rehmetiyê Îdrîs Barzanî û serok Mesûd Barzanî. Em komek kadroyên pêşketî bûn bi serpereştiya cenabê serok Mesûd Barzanî û kak Îdrîs, me biryar da ku em li berdewambûna xebatê bifikirin. Me nikarîbû kongreyê girê bidin, lê em li siberoja PDKê difikirîn û me biryar da em [Serkirdatiya Demkî – Qiyade Mueqete] ava bikin. Min hest kir xemeke mezin di dilê serok Mesûd Barzanî de bû. Piştî damezrandina Serkirdatiya Demkî, dixwest wek reaksyon û karvedan, bi lez tiştekî bike. Serok Barzanî dînamoyê pêketina şoreşê li derveyî welat bû. Nexasim şandina rênîşanderiyan û avakirina pêwendiyan bi welatên cîhanê re û herwiha komkirina hevalên ku berê xwe dabûn derveyî Kurdistanê. Li hundir jî şehîd Îdrîs Barzanî livînerê şoreşê bû. Piştî ku Şoreşa Gulanê di 26.05.1976an de hate ragihandin, dest bi şandina pêşmergeyan ji bo hundirê Başûrê Kuridstanê hate kirin.”

Bizavên kak Îdrîs Barzanî û kak Mesûd Barzanî li Kurdistanê bêtir û çalaktir bûn. Wan bi rêya hiştina du mefrezeyên pêşmergeyan li navçeyên sînorî yên navbera Iraq û Tirkiyê nehiştin dawî li şoreş û xebata çekdarî bê anîn. Babekir Zêbarî ku di Şoreşa Îlonê de li devera Behdînanê pêşmerge bû, ji nêzîk ve agahdarî wê yekê bû ku du mefreze bi agahdariya kak Îdrîs Barzanî û kak Mesûd Barzanî li Kurdistanê mane û bi rêya şerê partîzanî dirêjahî dan şoreşê. Wek Lîwa Babekir Zêbarî dibêje, wan Şoreşa Îlonê bi Şoreşa Gulanê ve girêdan: “Ez behsa du mefrezeyan dikim. Mefrezeyên Têlî Goyî û Umer Şetyûnisî. Herduyan xwe teslîm nekir. Herdu man. Yanî Şoreşa Îlon û Gulanê bi hev ve girêdan. Bi berdewamî çalakî dikirin, kemîn vedidan û destkeftên wan hebûn.”

Mistefa Şetyûnisî kurê Umer Şetyûnisî ye û yek bû ji wan pêşmergeyên ku bi bavê xwe re ma. Derbarê mabûna wan di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, bi wê çendê ve girê dide ku ew bi xwe şêniyên wê deverê ne ku wek devera Doskiya Jorî tê naskirin. Herwiha dibêje hejmara wan pêşmergeyên ku bi bavê wî re mabûn bêtirî sed pêşmergeyan bû. Mistefa Şetyûnisî bi vî awayî behsa pêwendiya xwe bi kak Mesûd Barzanî û kak Îdrîs Barzanî re dike û dibêje: “Bi rêya Selîm Eshed Xoşewî, pêwendiyên me bi Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî re hebûn. Em diçûn Geverê li Bakurê Kurdistanê. Xizmên me li wir hebûn. Bi telefonê bi kak Mesûd û kak Îdrîs re dipeyivî û zanyarî derbarê navçe û rewşê dida wan.”

Di roja 26ê meha gulana sala 1976an de pêketina “Şoreşa Gulanê ya Pêşverû” hate ragihandin. Li gor wê nûçe û destnivîsa ku sala 2018an di medyaya Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] de hate belavkirin, daxuyaniya ragihandina pêketina Şoreşa 26ê Gulanê bi navnîşana “Kurdistan qada rasteqîne ya xebatê ye”, ji aliyê kak Mesûd Barzanî ve hatiye nivîsandin.

Çend mehan piştî xwe birêkxistinê, Mela Mistefa Barzanî ji bo dermankirin û çareseriya nexweşiya xwe diçe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê [DYA]. Mesûd Barzanî, Muhsin Dizeyî û Dr. Necmedîn Kerîm jî pê re diçin Amerîkayê. Ji bilî mebesta çare serkirina nexweşiya xwe, mebesteke siyasî jî ji çûna Mela Mistefa Barzanî bo Amerîkayê hebû. Ev nerîna Dr. Necmedîn Kerîm e. Dr. Necmedîn Kerîm diyar dike ku kak Mesûd Barzanî beşek ji wan tevger û kêferatên siyasî û dîplomatîk bû yên ku Mela Mistefa Barzanî li Amerîkayê dikirin ji bo bihêzkirina şoreşê û peydakirina piştevaniyê.

Pêşmergeyê kevn û doktorê Şoreşa Îlonê Dr. Necmedîn Kerîm wiha dibêje: “Cenabê Barzanî ji çûna Amerîkayê zêdetir mebesteke wî ya siyasî hebû. Di heman demê de mebesta wî çareserî jî bû. Çareserî girîng bû, lê bêtir mebesta wî siyasî bû. Kak Mesûd di nav wan hemû hewldanan de bû. Serdana Kongresê dikirin. Serdana kesayetiyên giring dikirin. Wê çaxê Sendîkeya Karkerên Amerîkayê pir karîger û bi bandor bû li ser siyasetê, serokê wan George Beny bû. Serdana wî dikirin. Serdana senator Kennedy kirin. Senator Hemgry ku di salên şêstî de cîgirê serokê Amerîkayê bû. Lê di wan rûniştinan de, ne tenê behsa raboriyê dikirin.”

Li Amerîkayê kak Mesûd Barzanî hewl dida kadroyên ku li Ewropa û welatên din belav bûbûn careke din kom bike û bîne ba hev. Lewma çend caran serdana Ewropayê kir û hejmareke zêde ya serkirde û kadroyên pêşketî û siyasî û leşkerî û ewlehî yên serdema Şoreşa Îlonê kom kirin. Di sala 1979an de li Viyanayê hikûmeta Iraqê hewl da wî teror bike û bikuje, lê Mesûd Barzanî ji wê hewldanê filitî û du hevalên wî birîndar bûn.

Li Viyanayê teror

Dr. Pîrot Ehmed ku bi Azad Berwarî re di wê hewldana terorkirinê de birîndar bû, demekê li nexweşxaneyeke Viyanayê man û çareseriya pizîşkî wergirtin. Dr. Pîrot sedemê hewldana terorkirina kak Mesûd Barzanî di wê demê de vedigerîne wê yekê ku hikûmeta Iraqê ji bizav û hewldanên wî ji bo destpêkirina şoreşê ditirsiya, lewma tîmeke taybet bi serpereştiya zirbirayê Sedam Hisên Barzan Tikrîtî şandibû Viyanayê.

Dr. Pîrot Ehmed vedibêje ku Kak Mesûd li mala wî bi Faris Bawe re civiya, ku yek ji fermandarên herî naskirî yên Şoreşa Îlonê bû. Faris Bawe piştî barkirina wî ji Iraqê bo Nemsayê di bin çavdêriya tund a balyozxaneya Iraqê de bû. Dr. Pîrot bi vî awayî bi hûrgilî behsa bûyerê dike: “Berî serê sala 1979an bû, çend rojek bû Kak Mesûd hatibû Viyanayê. Min li wir, di roja 08.01.1979an de Kak Mesûd piştî têkçûna şoreşê dît. Ez li oda xwe rûniştibûm. Êvareke dereng bû. Ez mijûlî xwendina dersên xwe bûm. Zengilê derî hate lêxistin. Min derî vekir, dîtina min dît va Kak Mesûd, Heme Reza û Azad Berwarî li ber derî ne. Min got diviyabû we berê xeberek bidana, lê ew wiha hatibûn ku ti kes bi wan nehese. Gava rûniştin cenabê Kak Mesûd got ez dixwazim Faris Bawe bibînim.”

Dr. Pîrot behsa hûrgiliyên bêtir ên wê bûyerê dike û dibêje: “Faris Bawe bi agahdariya hikûmeta Iraqê hatibû Nemsayê û ji hikûmeta Iraqê re gotibû ku pêwendiya wî bi Mesûd Barzanî re heye. Lewma balyozxaneya Iraqê bi berdewamî çavdêriya wî dikir. Min ji Kak Mesûd re got Faris Bawe mala min nas nake, lê me ew bi rêya birayê hevjîna kak Ebdilxaliq ku hevalekî çalak ê PDKê bû dît. Ez bi telefonê bi kak Faris re peyivîm. Got eger biryar e ew birader [mebesta wî Kak Mesûd bû] bê, hingê ez ê taksiyê bigirim û divê tu jî taksiyê bigirî, çimkî otomobîlên me herduyan di bin çavdêriya balyozxaneya Iraqê de ne. Min bersiva wî da û got niha tu were vir, pêwendî bi wî tune, karê min bi te heye. Piştî bîskekê Bawe bi xezûrê xwe Ebdilxaliq re hat. Bi rastî nizanîbû Kak Mesûd li ba min e. Gava min derî vekir û çavê wî bi Kak Mesûd ket, bi sersamî got ev tu li vir î? Bi xêrhatina wî kir û li hal û rewşa hev pirsîn. Paşê çûn odekê û tenê rûniştin. Heta piştî demjimêr 11ê şevê rûniştin. Çaxê ew li hundir bûn, telefonek hat. Hevalekî me bû, got cimaet gihişt?

Min got erê gihiştin. Kak Mesûd pirsî ew kî bû? Min got filan kes bû. Demjimêr bûbû 11 û nîvê şevê. Zivistan bû û berfeke zêde bariyabû. Ew li ser çûnê bûn û xwestin herin. Kak Faris ji Kak Mesûd re got cenabê te neçe xwarê, bila pêşî heval kolanan bipişkinin îcar tu here. Em li qata sêyem bûn. Ez û Heme Reza û Azad Berwarî û Ebdilxaliq çûn xwarê. Ebdilxaliq û Heme Reza bi aliyê destê rastê de çûn. Ez û Azad jî bi aliyê din de çûn. Kesek li nav qulûbeya telefonê bû. Em bi rexê wî de çûn. Kesekî din ji wî aliyê kolanê ber bi aliyê me ve hat. Qapûtekî reş lê bû û kumekî rûsî li serê wî bû. Azad li pêşiya min diçû. Ew kes ji min derbas bû û dehfek li Azad da û ew da erdê û demançeya xwe derxist. Wî demançeya xwe rakişand. Li aliyê din ên kolanê teqe çêbû. Em vegeriyan û me hewl da xwe bigihînin pala dîwarekî. Em vegeriyan nav avahiyê û gulopa korîdorê hate vemirandin û dinya tarî bû. Azad got ez birîndar im. Min got berdewam be li çûnê, ez jî birîndar im. Azad ne şareza bû û cara yekem bû dihat wir, çû û piyê wî ber pêlika yekem a derenceyê ket û hate xwarê û ez jî bi ser wî de ketim. Eger em neketibana dibe ku şeş heft guleyên din jî li me biketana û dibe ku tiştekî xirab bi ser me de hatiba. Paşê ambûlans hatin û Azad birin nexweşxaneyê. Birîna min siviktir bû. Polîs gihiştin û çimkî almaniya min baş bû, min Kak Mesûd bi wan da naskirin û min got ev Mesûd Mistefa Barzanî ye. Polîs pir bi rêzdarî rawestiyan û gotin ji niha ve em ji parastina jiyana te berpirs in û qet xema te nebe û em di xizmeta cenabê te de ne. Kak Mesûd birin cihekî parastî. Piştî serhildanê dema ez vegeriyam Kurdistanê, serok Barzanî gote min ku di dema çûna wî ji Viyana bo Şamê de, wî li Balafirgeha Atînaya paytexta Yewnanistanê Barzan Tikrîtî û grûpa wî dît û wan jî ew dîtibûn. Kak Mesûd got ku piştî serhildanê ez ji bo danûstandinan çûm Bexdayê, Barzan Tikrîtî got ez bi niyet bûm bêm û silavekê li te bikim dema min hûn li Balafirgeha Atînayê dîtin.”

Piştî hewldana terorkirina wî, televizyona Nemsayê hevpeyvînek bi kak Mesûd Barzanî re saz kir. Kak Mesûd di wê hevpeyvînê de behsa tevgera Kurd û şoreşa Kurdistanê kir, herwiha behsa plan û hewldana terorkirina xwe kir û wiha got: “Bi nerîna min tiştê qewimî ji aliyê dezgeha sîxuriya Iraqê ve hatibû kirin. Bêguman kesekî cîbicî kiriye, lê ew kes ji aliyê dezgeha sîxuriya Iraqê ve hatiye arastekirin. Bêguman em ê li ser xebat û têkoşîna xwe berdewam bin. Em şerê partîzanî dikin. Em bi rêya şerê partîzanî rûbirûyî artêşa Iraqê dibin. Niha bêtirî 30 hezar kesan hatine girtin ku ne zindaniyên asayî ne û ji ber wê yekê hatine girtin ku piştevaniya şoreşê kirine û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] ne û bi tevgera kurdayetiyê re ne.”

Civîna Londonê û Peymana Şamê

Berhevkirin û şandina pêşmergeyan û serkirdatîkirin û berdewamkirina şoreşê û şerê partîzanî ketibû ser milê kak Îdrîs Barzanî. Kak Mesûd Barzanî jî ji bilî hewldana komkirina kadroyên Ewropa û welatên din, ji bo dirustkirina çarçoveyeke hevkarî û hevahengiyê di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de ku piştî têkçûna Şoreşa Îlonê dirust bûbûn kar dikir. Fazil Mîranî ku piştî koçberbûna ji bo Îranê, bêtir navê wî wek endamekî Serkirdatiya Demkî derket holê, dibêje ku dirustkirina çarçoveyeke karê hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de ku piştî têkçûna Şoreşa Îlonê çêbûbûn, yek bû ji karen ku Kak Mesûd hewldanên zêde ji bo vê mebestê pêk anîn: “Piştî têkçûnê, hewldanên nehiştina navê Barzanî û PDKê hertim li holê hebûn. Partiyên ku çêbûn nedigotin em ê bi PDKê re hevkariyê bikin ji bo gurkirin û pêxistina şoreşê, lê belê digotin ku PDKê nemaye. Divê ez ji bo dîrokê jî vê bibêjim ku hikûmeta Iraqê dirustbûna partiyan han dida, herwiha hevkariya wan jî dikir. Lewra ji bo me dirustbûna partiyên din çaverêkirî bû.”

Fazil Mîranî, ku yek ji kadroyên pêşketî yên Şoreşa Îlonê bû, di dirêjahiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Di rojên piştî têkçûnê de, li Nexedeyê me gotûbêj di derbarê vê mijarê de dikirin. Baweriya me wiha bû ku ne ji ber tiştekî be, ji ber ravekirina ûşt û sedemên encama têkçûnê, tew veqetîn di nav me bi xwe de jî dirust dibe, çimkî di nav PDKê de jî du araste dirust bûn. Yek ji wan ûştên derveyî [objektîv] bi ser ên [zatî] û navxweyî de serdest dikirin û me digot ku planeke navdewletî li dijî me hatiye kirin û pêwîst e em rûbirûyî wê planê bibin. Berevajî vê çendê, arasteya din serkirdatiya PDKê tawanbar dikir û bêtir ber bi çepgeriyeke radîkal ve diçûn. Li wir me digot ew dibin ûştê ji hev veqetîna fikirî û rêkxistinên nû dirust dibin û partiyên nû li ser bingeha wan ava dibin. Cenabê serok Mesûd Barzanî di konferansa tebaxa 1976an de ku li Ewropayê hate sazkirin, dirûşma dirustkirina Bereya Kurdistanî bilind kir, ku paşê di kongreya nehem di sala 1979an de bû yek ji dirûşmên kongreyê. Baş e, Bereya Kurdistanî bi kê re? Bêguman bi wan partiyan re ku li Kurdistanê hene, lê pirs di vir de ye, mixabin ew partiyên ku dirust bûbûn bi rejîmên Iraq û Tirkiyê û rejîma Şah li Îranê re dixwestin ku Partî nemîne. Ev jî bû sedem ku dirustbûna Bereya Kurdistanî bikeve qonax û rewşeke din.”

Hewldanên kak Mesûd Barzanî ji bo yekkirina şiyana hemû hêzên Kurdistanî di çarçoveya bereyekê de ji gotin û daxuyaniyan bûn pêngavên kirdarî û pratîk. Sala 1978an, Barzanî du caran bi Sekreterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê [YNK] Mam Celal re civiya. Carekê li Londonê û careke din jî li Sûriyê. Lê ked û hewldan bi sedema ûşt û hokarên navçeyî û navxweyî negihiştin encamekê. Dr. Necmedîn Kerîm di vê derbarê de dibêje: “Kak Mesûd pir baş dizanîbû ku hêzên din dirust dibin û pêwîst e hevahengî bi wan hêzan re bê kirin û karek bê kirin ku nakokî peyda nebe. Lê mixabin nakokî peyda bû. Her ew jî bû wiha kir ku Kak Mesûd ji Londonê here Şamê û peymanekê bi rehmetiyê Mam Celal re îmze bike. Peymaneke stratejî ji bo ku pêşmerge hevkariya hev bikin û şerê hev nekin.”

Ednan Muftî ku yek ji kadroyên bilind ên Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê bû û paşê jî bû endamê Polîtbîroya [Mekteba Siyasî] ya YNKê, dibêje: “Sala 1976an hewldanek hat kirin ku nakokî berdewam nebin û şerê birakujiyê dirust nebe. Ji bo vê meremê li Londonê rûniştinek hate encamdan, paşê li Şamê jî Kak Mesûd û Mam Celal bi hev re rûniştin û peymanek îmze kirin û biryar dan ku hevkariya hev bikin û dijminê wan ê sereke rejîma faşîst a Iraqê be û hemû hewldanên wan ji bona wê yekê bin.”

Dr. Mehmûd Osman jî di vî warî de dibêje: “Bi rastî Kak Mesûd dixwest rêkeftin û lihevkirin hebe. Kak Îdrîs û Kak Mesûd ne dilxwazên şer bûn. Lê kêşe û pirsgirêkên kevn ku di şerê 1964an de û paşê jî di navbera Îbrahîm Ehmed û Mela Mistefa de dirust bûbûn, bandor û karîgeriyeke wiha dirust kiribûn ku ne pêkan bû bi hêsanî û gengazî bene derbaskirin û piştguhxistin.”

Îdrîs û Mesûd…Bira û heval

Mistefa Barzanî, Îdris Barzanî û Mesûd Barzanî

Hewldanên yekkirina hêzên Kurdistanî neçûn serî û li Îranê Şoreşa Gelên Îranê bi rêbertiya Îmamê Xumeynî bi ser ket. Mesûd Barzanî û serkirdatiya PDKê, berî serketina Şoreşa Gelên Îranê, agahdarî tevger û keft û leftan bûn. Kak Mesûd ji bo nêzîkbûna ji bûyeran û xwe guncandina bi rewşa nû re, vegeriya Îranê, lê nûçeya koça dawî ya bavê wî Mistefa Barzanî berî wî gihişt.

Koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî, herdu kurên wî Îdrîs û Mesûd xistin pêşberî ezmûn û îmtîhaneke mezin ku gelek kesan girew li ser wan dikirin ku ew nikarin bi hev re biguncin û wê li ser cihgirtina bavê xwe di serokatiya PDKê de ji hev veqetin. Lê piştî ku kongreya nehem hate girêdan û tevî dûrketina hinek endamên Serkirdatiya Demkî jî, herdu bira ji wê ezmûn û îmtîhanê serkeftî derketin û ew tecrûbe derbas kirin. Dr. Necmedîn Kerîm dibêje: “Kak Îdrîs û Kak Mesûd bira bûn. Hevalên hev ên hizbî bûn. Gelek caran behsa wê yekê dihat kirin ku nakokî di navbera wan de hebû. Lê ti bingeh û rastiyeke van gotinan nîne. Ev gotin vêga jî bi rengekî din tên kirin. Min hertim gotiğe ti hîm û bingeheke van gotin û galegalan nîne û destçêkirî ne. Wan bi berdewamî karên xwe bi hev re dikirin. Bi şêwir bi hev re kar dikirin. Gava cenabê Mela Mistefa di jiyanê de mabû bi serpereştiya wî kar dikirin, li jêr destê wî perwerde bûne, bi wî awayî jî hatine perwerdekirin ku hertim bi hev re kar bikin wek bira û wek birader û heval. Her bi wî awayî jî bûn. Bi nerîna min kê dibe serok û kê nabe, mesele ne ev bû. Mesele li ba wan bêtir pêşvebirin û dirêjahîdana xebatê bû ji bo ku gelê Kurdistanê bigihe hemû mafên xwe.”

Parêzer Muhsin Dizeyî ku yek ji pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû û paşê bû nûnerê Barzanî li derve, di vê derbarê de wiha dibêje: “Kak Îdrîs û Kak Mesûd ji bira zêdetir bûn ji bo hev. Bira bûn û heval û biraderên pir nêzîkî hev jî bûn. Ti karek bêyî hev nedikirin. Bi berdewamî pirs û şêwir bi hev dikirin û biryar li ser babet û mijaran didan. Hertim nerîna wan di derbarê kêşe, bûyer û pirsgirêkan de yek bû. Gotûbêjeke wan a misêwa li ser her tiştî hebû. Bi rastî pêwendiya ku di navbera wan de hebû, min bi xwe di navbera ti du birayên din de nedîtiye.”

Fazil Mîranî, ku ji wê qonaxê bi hemû hûrgiliyên wê agahdar û serwext e, dibêje: “Cenabê kak Îdrîs miameleya serok Mesûd Barzanî wek serok dikir, lê li derveyî karê hizbatiyê Kak Mesûd miameleya birayê mezin bi kak Îdrîs re dikir. Ev jî yek ji taybetmendiyên wan e ku belgeya rêzgirtin û rewişt û perwerdeya wan e di bihevre mabûn û têkiliyên civakî de.”

Ji bergiriyê bo êrîşê

Xelasbûna kongreyê û şandina pêşmergeyan ji bo hundirê Başûrê Kurdistanê, herwiha pêwendîkirina wan kesên ku çaverêyî dîsa destpêkirina şoreşê bûn li gund û bajarên Kurdistanê, hêzên pêşmergeyan di aliyê hejmar û hêzê de zêdetir dikirin. Lê hê jî di qonaxa xweparastinê de bûn. Heta nîveka salên 80î yên sedsala bîstan dema kak Mesûd Barzanî tevî hejmareke zêde ya serkirdatiya PDKê vegeriyan Başûrê Kurdistanê û li devera Behdînanê û li sînorê liqa yekê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê [PDK] plan ji bo qonaxeke nû dariştin.

Kadroyê liqa yekê ya PDKê û pêşmergeyê Şoreşa Gulanê Hesen Nûrî ku wê çaxê yek bû ji pêşmergeyên ku beşdarî di wan şeran de kir, herwiha agahdarî bandor û karîgeriyên siyasî û civakî yên wan bûyeran bû, dibêje: “Hatina cenabê serok, çalakiyên pêşmergeyan ji navçeyên sînorî veguhast derdora bajaran. Di aliyê leşkeri de ev werçerixîneke mezin bû di şiyana pêşmergeyan de. Ev jî bi rênîşanderî û plana Mesûd Barzanî bû ku pêşmergeyan ji rewşa bergiriyê bibe ser rewşa êrîşkirinê. Êrîşên pêşmergeyan ku li jêr serkirdatiya rasterast a Mesûd Barzanî dihatin encamdan, li navendên siyasî û medyayî yên cîhanê deng vedan. Bi taybetî destana girtina balafirgeha Bamernê ku li ser nexşeya cîhanê wek balafirgeheke leşkerî dihat naskirin, herwiha ji bo artêşa Iraqê jî pir giring bû.” Hesen Nûrî dibêje: “Gava ew gihişt, werçerixînek di xebata liqa yekê de û di hemû aliyan de çêbû. Werçerixînek bû di aliyê leşkeri de, werçerixînek bû di aliyê siyasî de, di aliyê civakî de, kert û tiwêjên devera Behdînan û liqa yekê her roj bi bernameyeke têrtije, bi hezaran mirov dihatin serdana wî. Dever hemû ket werçerixîneke bêhempa. Bi rastî vê jî tirseke mezin xistibû dilê dijmin. Enerjî û moraleke mezin dabû biçûk û mezinên devera me li liqa yekê.”

Di dema mabûna wî de li wê deverê ku bêtirî salekê domand, bi dehan çalakiyên din li dijî artêşa Iraqê hatin encamdan, ku ji bilî bilindkirina moralên xelkê di nav bajaran de, di heman demê de destkeftên mezin ên leşkerî hebûn di destgirtina bi ser cografiyayeke berfireh de, herwiha çekên zêde yên cuda cuda ji çekên sivik bigire heta top û çekên dijî firokeyan ketin destê pêşmergeyan.

Kêfxweşiya serkeftinên pêşmergeyan û kêfxweşiya nûçeyên jihevnêzîkbûn û îmzekirina peymana aştbûnê di navbera PDK û YNKê û herwiha partiyên Kurdistanî de ji bo kak Mesûd Barzanî û pêşmergeyan zêde dom nekir û bi xebera koça dawî ya birayê wî yê mezin Îdrîs Barzanî bi dawî hatin. Mesûd Barzanî terka bereya şer û pêşmergeyên xwe nekir û di birûsknameyekê de sersaxî li pêşmergeyan û gelê Kurdistanê kir. Hesen Nûrî behsa wan rojan dike û dibêje: “Gava kak Îdrîs wefat kir, em çûn ba cenabê serok ji bo sersaxiyê. Baregeha wî li Kanî Sarkê bû li Nêrweyê, xwest ji me re bipeyive, hema bêje nikarîbû deh deqîqeyan bipeyive, kela girî di gewriya wî de bû, paşê gotinek kir, got wê niha hemû xelk hest pê bikin bê ew valahiya ku rehmetiyê Îdrîs li pey xwe hişt çiqasî mezin e.”

Pêşbîniyên piştî Xwakurkê

Hikûmeta Iraqê proseya Enfalê xelas kiribû. Bi serwindakirina bêtirî 182 hezar însanan, herwiha bi xopankirina bêtirî 5 hezar gundan ku şêniyên wan di kamp û akincîgehên bi zorê de kom kiribûn. Di nav wê bêhêvîtiyê de, kak Mesûd Barzanî di şerê bi nav û deng ê Xwakurkê de ku ziyaneke mezin gihişte artêşa Iraqê, ji pêşmergeyên xwe re got: “Destpêka bi dawîhatina wê rejîmê nêzîk bûye.” Destana berxwedana pêşmergeyan li Xwakurkê ku di 19.07.1988an de dest pê kir û heta 05.09.1988an berdewam bû, bi ziyaneke mezin ji bo artêşa Iraqê bi dawî hat.

Li Xwakurkê, Barzanî ji pêşmergeyên xwe re got: “Siyaseta me rast be û em berxwedanê bikin û teslîmî dijmin nebin, ev rêya tenê ye ku me bigihîne armancên me. Ez piştrast im ku di demeke nêz de, wê gelek tiştên din ron û zelal bibin. Yan wê rewş bi giştî biguhere yanî rewşa navxweyî ya Iraqê, ew pêşketinên ku rû didin an dijmin neçar dibe, bêguman eger ev cûreya berxwedanê hebe, li rewşa xwe bifikire.” Qasim Mel Mihemed Emîn ku ji sala 1961ê ve pêşmerge ye û piraniya wext nêzîkî kak Mesûd Barzanî bû, diyar dike ku di wê deme de bawerîanîna bi wan pêşbîniyên kak Mesûd Barzanî ne hêsan bû, çimkî rejîma Beisê di gupîtka hêzdariya xwe de bû û Kurdistan xopan kiribû, jenosîda Helebceyê encam dabû, herwiha di proseya Enfalê de bêtirî 182 hezar însan bi kotekî biribûn û serwinda kiribûn.

Qasim Mel dibêje: “Dema ew gotin dikir, min ji xwe dipirsî gelo ev camêr ji ber çi van gotinan dibêje. Axir wê çawa ew tişt biqewimin, wê çawa ew rejîm hilweşe. Baş e eger ew tişt rû nedin, wê çaxê wê çawa bersiva xelkê bide?”

Babekir Zêbarî ku beşdarî di dastana Xwakurkê de kiribû, dibêje: “Kak Mesûd li Xwakurkê got wê ew akincîgeh û kampên kotekî rojekê bibin barût û bi rûyê dijmin de biteqin, lê kesî bawer nedikir.”

Di 2ê gulana sala 1988an de, hewldana ku kak Îdrîs Barzanî û Mam Celal û Newşîrwan Mistefa berî du salan dest pê kiribûn, gihişte encamekê û Bereya Kurdistanî bi îmzeya 8 partiyên Kurdistanî hate ragihandin. Kak Mesûd Barzanî li hundirê Kurdistanê bû serok û li derveyî welêt jî Mam Celal serpereştiya karên wê bereyê dikir.

Fazil Mîranî behsa roja îmzekirina peymana aştbûna navbera PDK û YNKê de dike û dibêje: “Di sala 1986an de aştbûna giştî di navbera Îdrîs Barzanî û Celal Talebanî de li Tehranê hate mohrkirin. Ez bi rehmetiyê Îdrîs Barzanî re bûm. Kak Ferîdûn Ebdilqadir bi Mam Celal re bû li Hotêla Îstiqlalê ya Tehranê. Min û kak Ferîdûn daxuyanî nivîsand. Ez bi kak Ferîdûn re li odekê bûm. Mam Celal hat. Cara yekem bû min ew rû bi rû dît. Wî jî ez nas nedikirim. Gote min ezbenî bi dilê te ye? Min got erê. Got nexwe ez naxwînim û demildest îmze kir. Wiha lê kir kak Îdrîs jî ji kak Ferîdûn re bêje tu razî? Got erê. Wî jî demildest îmze kir. Bêguman ev tişt hemû bi agahdarî û rênîşanderiya serok Mesûd Barzanî bûn. Ew serokê PDKê bû. Rast e kak Îdrîs birayê mezin bû, lê etîka me ya pertîtiyê wiha ye.”

Serhildana 1991

Piştî dagîrkirina Kuwêtê ji aliyê Iraqê ve, rewşeke navçeyî û navdewletî ya kêrhatî derket holê. Pêşbîniyên ku Barzanî berî nêzîkî 3 salan ji pêşmergeyên xwe re li Xwakurkê ragihandin, di roja 5ê adara sala 1991ê de bûne rastî û gelê Kurdistanê dest bi serhildanê li dijî rejîma Sedam Hisên kir û di nava 15 rojan de hemû Başûrê Kurdistanê ji artêşa Iraqê paqij kirin, bajarê Kerkûkê jî di nav de.

Sekreterê Polîtbîroya [Mekteba Siyasî] ya PDKê Fazil Mîranî xalekê ji xalên bihêz ên serketina serhildana Başûrê Kurdistanê vedigerîne derxistina biryara lêborîna giştî ku pêşniyara kak Mesûd Barzanî bû, bi lêborîna li wan çekdarên Kurd ên [Caş] ên ku bi rejîma Beisê re bûn: “Ramana cenabê serok Mesûd Barzanî bû ku biryara lêborînê ji bo wan hemû çekdaran bê derxistin ku bi rejîma Sedam re bûn. Wê çaxê bêtirî 200 hezar çekdar hebûn. Eger her kesek ji wan şeş kes pê ve girêdayî be, yanî dike bêtirî milyon kesî, ku wê çaxê dikir sê li ser yekê şêniyên Başûrê Kurdistanê. Herwiha rola wan di serhildanê de hebû û alîkariya pêşmergeyan kirin. Hertim ruhê cenabê serok ê lêborînê hebû.”

Mesûd Barzanî di yekê ji gotarên xwe di rojên serhildanê de vê daxwazê ji xelkê dike: “Ez hêvîdar im em vê serketinê bi yekîtiya rêzên xwe biparêzin. Îro roja biratiyê ye, roja yekîtiyê ye, ricaya min ew e ku bi ti awayî taqîba meremên şexsî neyê kirin. Bi dû tiştên kevn nekevin. Çimkî eger em paş vê serkeftinê û paş ku hemû cemawerên miletê Kurdistanê rola xwe bi başî lîstin, divê li seranserê Kurdistanê rûpeleke nû bê vekirin.”

Barzanî serketina serhildanê wek destpêkirina qonaxeke nû ji bo gelê Kurdistanê pênase dikir û di wan gotarên ku ji bo xelkên serhildêr dida behsa pêwistiya encamdana hilbijartinan dikir ji bo ku bi wê rêyê Kurdistan ji qonaxa rewatiya şoreşgerî derbasî qonaxa sazî û dezgehan bibe.

Barzanî di rojên destpêka serhildanê di meha adara sala 1991ê de, li bajarokê Koyê di gotarekê de ji bo xelkên serhildêr behsa pêwîstiya encamdana hilbijartinan û damezrandina dewleta yasayê dike: “Komîteyên Bereya Kurdistanî li hemû bajaran hatine agahdarkirin, ku di zûtirîn dem de hewl bidin xizmetguzariyên pêwîst ji xelkê re misoger bikin. Çi pêwîst be, heta damezrandina dewleta yasayê û hilbijartineke azad li seranserê Kurdistanê bê kirin, em ê wek Bereya Kurdistanî bi hemû hêz û şiyana xwe hewl bidin ku palpiştên wan kadro û sazî û dezgehan bin ku welatê me bi rêve dibin. Em ji bo vê mijarê amade ne. Lê em naxwazin formûleke taybet li ser gelê xwe ferz bikin. Lê belê pêwîst e Kurdistan li navçeyê bibe nimûneyeke demokrasiyê.”

Bergirî ji bo mabûnê

Serhildan bi ser ket û bû mezintirîn bûyer di dîroka sed salî ya gele Kurdistanê de, lê mîna hercar xweşiyê zêde nedomand. Amerîka ku serkirdatiya hevpeymaniya li dijî Iraqê dikir, gulopa kesk ji rejîma Sedam re pêxist ji bo çewsandin û serkutkirina serhildana şîeyan li başûrê Iraqê û serhildana kurdan li Kurdistanê. Di encamê de jî bêtirî milyonek Kurd berê xwe dan sînorên navdewletî yên Îran û Tirkiyê û di dijwartirîn rewş de rûbirûyî çarenivîseke nepenî bûn.

Barzanî li Kurdistanê ma û her roj li ser çeperên pêşmergeyan digeriya, herwiha serdana xelkê dikir û ji wan re dipeyivî. Gelekî xelk han dida ku terka welêt nekin û berê xwe nedin jiyana tal a derbiderî û koçberiyê û terka axa xwe nekin. Li bajarokên Şeqlawe, Soran û Rewandizê çend gotar ji bo bi hezaran kesên koçber û derbider û şêniyên wan navçeyan pêşkêş kirin, ku di hemûyan de digot ew bi ti awayî ne amade ye terka Kurdistanê bike eger tankên dijmin bidin ser wî û pê li wî jî bikin, daxwaz ji xelkê jî dikir xweragir bin û baweriya wan bi pêşmerge û serkfetinê hebe.

Di gulana 1991ê de, li Soranê, Barzanî di gotarekê ji gotarên xwe de ev gotin ji xelkê re dubare kir û got: “Divê her yek ji me vê pirsê ji xwe bike, gelo em bi ku ve diçin? Gelo rêyeke din li pêşiya me heye ku em xwediyên hebûn û rûmet û namûsa xwe bin? Da ku em bikarin xwe ji êrîşên rejîma Beisê ya faşîst biparêzin, gelo rêyeke me ya din heye? Bawer bikin ti rêyeke me ya din nîne ji bilî ku bi her nirx û qurbanîdanekê be, em berxwedanê bikin. Ev jî erkê li ser milê her kurdekî ye. Îro ne roja wê yekê ye em bifikirin terka Kurdistanê bikin. Roja wê yekê ye em bifikirin Kurdistana rizgarkirî biparêzin. Rast e dijmin şiyaye ji ber nakokiyên me yên navxweyî çend deveran bigire, lê pêwîst e em careke din wan cihan jî ji bin destê neyar derxin. Bila morala we bilind be, çimkî morala pêşmergeyan bilind e.”

Artêşa Iraqê bi ser bajarên mezin ên Başûrê Kurdistanê de serdest bû û hewla pêşrewîkirinê ji bo girtina hemû Başûrê Kurdistanê dida. Lê roja 7ê nîsana 1991ê li derbenda Korê ku dikeve navbera havîngeha Pîrmam û bajarokê Şeqalwe, artêşa Iraqê li ser deste pêşmergeyan, ku kak Mesûd Barzanî bi xwe serpereştiya wan dikir, tûşî têkşikandineke mezin bû.

Piştî vê bûyerê, êrîşa dijmin li parêzgeha Silêmaniyê jî li çiyayê Ezmerê têkşikest, ku mefrezeyeke Partiya Sosyalîst a Kurd – PASOK bi fermandariya Apê Brahîm û paşê jî pêşmergeyên PDK û YNK û Partiya Komunist jî rol tê de lîstin.

Biryara 688an li Hacî Omeranê

Liv û tevgerên leşkerî rawestiyan. Lê roj bi roj jiyana xelkê dijwartir dibû û bendewarî zêdetir dibû. Barzanî li nav xelkê û pêşmergeyan ma û ji bo dezgehên medyayê yên cîhanê dipeyivî û hewl dida ku civaka navdewletî li hana gelê Kurdistanê bê. Tekane mirova ku li ser wê bobelatê bêdeng nema û li hanê hat, rehmetiya Danielle Mitterrand bû ku wê çaxê xanima yekem a Fransayê bû. Tevî nerazîbûna Îranê, wê sînorê Îran û Iraqê derbas kir û li nav mirovên derbider û koçberbûyî bi Mesûd Barzanî re civiya û herduyan li wir hev dît. Barzanî ku Newşîrwan Mistefa jî yawerê wî bû, li navçeya Hacî Omeranê, bi Madam Mitterrand re gotinên xwe di du xalan de kurt kirin: Lihawarhatina mirovên derbider û koçberbûyî, herwiha encamdana karekî ji bo ku miletê Kurd nebe miletekî koçber û bê ax û li welatên din di kampan de neyê komkirin.

Barzanî ev gotin ji Danielle Mitterrandê re gotin: “Armanca me ya sereke ne ew e ku ev milet bibe penaber û bibe miletekî bê ax, lê armanca me ew e ev milet li ser axa xwe xwedî maf be û bi serbilindî bijî, rojekê ji rojekê zûtir ev pêk bê baştir e, ji bo vê jî em ji bona pêkanîna vê armanca xwe doza piştgiriyê ji we dikin.”

Ew dîdar bû sedem ku Fransa li Konseya Ewlekariya Navdewletî ji welatên din re bibêje heke hûn hevkar dibin kerem bikin, heke na em ê tenê li hana wî miletî herin û wî ji neman û qirrkirinê biparêzin. Vê helwesta Fransayê biryara 688ê ya Konseya Ewleka77 riya Navdewletî bi dû xwe de anî ku “navçeya dijîfirînê” li ser hela 36an çêkir.

Derketina biryara Konseya Ewlekariyê û destpêkirina danûstandinên bi Bexdayê re hevdem bûn. Barzanî biryareke dijwar dida ji bo rûniştina bi Sedam Hisên re ku biryarderê xopankirina Kurdistanê û kuştina bêtirî 200 hezar însanên Kurd bû. Barzanî gelek caran û di gelek boneyan de behsa wê serdana xwe ji bo Bexdayê kiriye û gotiye ku min ji Sedam Hisên re got ku ez di ser deryayeke xwînê re hatime, lê ji bona aştî û mafê miletê xwe, ez amade me her tiştî bikim. Yekemîn şanda gotûbêjan bi serkirdatiya Mam Celal çû Bexdayê û Nêçîrvan Barzanî û sekreter û nûnerên partiyên din jî yaweriya wî kirin, wek şanda Bereya Kurdistanî, paşê Kak Mesûd bi serkirdatiya şanda duyemîn çû Bexdayê.

Barzanî di rûniştinekê de di 9ê tebaxa 2017an de, di dema kampanyaya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de bi dîndar û oldaran re, behsa wan danûstandinan dike û dibêje: “Em çûne Bexdayê û me danûstandin jî kirin, dîsa badilhewa bû. Bi awayekî reftar dikirin wek ku qenciyeke wan a mezin li ser me heye. Me nagirin û me îdam nakin. Çimkî em yaxî ne [mûtemerid] bi gotina wan em li dijî qanûnê ne û çi tiştê xirab heye me kiriye. Tê bîra min ez di wê civînê de beşdar nebûm. Lê paşê hevalan ji min re behs kirin, pirsa Enfalkiriyan ji wan kiribûn ka gelo çi bi wan hatiye, bila em çarenivîsa wan diyar bikin. Elî Hesen Mecîd pir hêrs bûbû û ji wan re dibêje mebesta we ez im, min biryara aliyên di ser xwe re cîbicî kiriye û ji xwe min biryar nedaye. Bêguman hemû desthilatên Meclîsa Serkirdatiya Şoreşê bi wî hatibûn dayîn. Paşê dibêje hûn di hejmarê de pir zêdegavî anku mibalexeyê dikin. Hûn timî dibêjin 200 hezar. Dibe ku hemû sed hezar bin. Dotira rojê dema em çûn rûniştin ji bo gotûbêjan, min got min tiştekî wiha bihîstiye ku tu dibêjî sed hezar bûn, bila 50 hezar jî ji bo xatirê te bin, ka 50 hezarê din? Dema mirov amade be yek kesê bêtawan bikuje, amade ye yek milyonî jî bikuje. Mesele ne hejmar e. Tenê mesele niyeta tawanê ye.”

Ednan Muftî ku wê çaxê endamê Polîtbîroya [Mekteba Siyasî] ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bû, endamê wê şandê jî bû ku bi serokatiya kak Mesûd Barzanî ji bo danûstandinan diçe Bexdayê. Muftî behsa helwesta Barzanî di dema danûstandinan de dike: “Gava em çûn Bexdayê, em 40 rojî li wir man. Bi rastî serokê şandê bû. Lê dixwest bi xwe neçe nav hûrgiliyan, tenê eger ku tişt ne bi dilê wî bûna, helwest nîşan dida û li ber disekinî yan bi kurdî digot an doza paşxistina civînê dikir. Lê wî bi xwe bêtir çavdêriya rûniştinan dikir. Wek mînak li Bexdayê du kesan bêtir gotûbêj dikirin, Dr. Mehmûd û kak Samî Ebdilrehman, ên din jî li wir bûn diaxivîn, wî wek serokê şandê digot bila em bi paş bixin ji bo sibe yan rojeke din. Em vedigeriyan û me helwestên xwe dikirin yek, nemaze li ser navçeyên veqetandî, meseleya sînorê hukmê zatî, wê çaxê me doza hukmê zatî dikir, meseleya pêşmergeyan.”

….

Amadekirin: 

Aso HACÎ

Kurmancî: Besam MISTEFA