Mehmud M. E. Xerzî/ Mustafa Remzî BUCAK

0
2655

“Ger ji 60 hezar Turkên Kibrisê re Federasyon bibe, çima ji 8 mîlyon Kurdên Turkîyeyê re nabe?”

Her netewe xwedî kêmasî û xetayên xwe yên xas in. Belkî hin xwendevan an bîrewerên me vê gotinê qebûl nekin lê baweriya min ev e, ku dê gelek kes tevlî vê gotinê bibin. Di nav me de jî kêmasiyekê pirr mezin heye. Çi ye ev kêmasî? Em dîrok û serpêhatîyên xwe zû jibîr dikin. Duyemîn jî, nav me de rêzgirtina ji keda însan re kême. Divê em di van herdu babetan de xwe temam bikin. Halbûkî di vî warî de em xwedî mîraseke zahf qewîn e: Feylezof Ahmedê XANÎ gotiye ku “her gîya li ser koka xwe hêşîn dibe.” Ma ev ne bese!

Min ji bo çi evan tiştan got! Gelo wexta em dakevin nav xelkê û em pirsa hin navên pêşîvan û mezinên kurdan ji wan bikin dê çend kes bizanibin? Bi ya min, pirsgirêk ev e ku em tiştên derbasbûyî zû jibîr dikin. Bi vê sedemê ez ê di vê nivîsê de behsa mezinekî Kurd bikim da em wî bibîr bînin an jî kesên ku wî nasnakin bila wî nas bikin.

Mustafa Remzî BUCAK

 Mustafa Remzî BUCAK, rewşenbîr, hûqûqnas û siyasetmedarekî kurd bû. Ew di sala 1912an de li qeza Sêweregê li gundê Anazûyê tê dinyayê. Navê bavê wî Mihemed Axa ye. Bavê wî piştî bizava azadî ya 1925an tê nefîkirin. Ew xwendina xwe ya seretayî li Sêweregê, ya navendî û bilind jî li Stenbolê diqedîne. Berî ku xwendina xwe ya hûqûqê xelas bike, yanî di sala 1935an de diçe Parîsê û salekê li wir dimîne. Di sala 1940î de hem hûqûqê xelas dike hem jî bi ZEHRA qîza Osman Paşayê Kurd re dizewice.

Di salên 1940 û 1950yan de zarokên kurda yên halxweş û hin yên feqîr jî derfeta xwendina bilind dîbûn. Lê li Kurdistanê unîwersîte tunebûn. Ewana mecbûrê Anqere û Stenbolê kiribûn. Lê ciyekî ku lê bimînin, razên, bixwin û vexwin tunebû. Mustafa Remzî Bucak û xanima wî Zehra Xan, DÎCLE TALEBE YURDU ava kirin. Ev herdu kes ji bo xwendevanên kurd bûbûn wek bav û dê an xwuşk û bira yên mezin. Li yurdê gelek kesên ku paşî wê di doza kurd de tevbigerin diman. Dîcle bûbû xwendegeha kurda. Dr.Yusuf Azîzoglu, Mustafa Ekinci, Faik Bucak, Musa Anter, Dr.Tarik Ziya Ekîncî, Edip Karahan, Ali Karahan, Ziya Şerefhanoglu, Nejad Cemîloglu, Edip Altinakar, Enwer Aytekîn…..û gelek kurdên din piştevanên vê yurdê bûn.

Di DÎCLE TALEBE YURDU de xebatên li ser zimanê kurdî, yên sîyasî û kulturî dihatin kirin. Li gora ku em ji Musa Anter û Dr.Tarik Zîya Ekîncî dixwînin; li yurdê her sal Newroz dihat pîrozkirin, folklor dihat hînkirin, kovara HAWAR a ku Mîr Celadet û hevalên wî derdixistin, di nav xwendevanan de dihat xwendin. Hetta behsa pêwendîyên mabeyna Mîr Celadet û Mustafa Remzî Bucak tên kirin.

Mustafa Remzî Bucak li Diyarbekirê parêzerî dikir. Di sala 1949an de serokê Partîya Demokrat a Turkiyê Celal Bayar tê Diyarbekir û di civînekê de hev dibînin. Di mabeyna wan de hin axaftinên di derbarê sedemên netevlîbûna Mustafa Remzî BUCAK û hevalên wî ji bo Partîya Demokrat derbas dibin. M. R. BUCAK sedemê wek ku çima dewlet ferqê dixe mabeyna kurd û turka nîşan dide. Celal Bayar dibêje ku ewan van tiştan jibîr kirine. Belkî ev axaftina Celal Bayar ê serokê Partiya Demakrat a Turkîyê, hêvîyekê dabe M. R. BUCAK û hevalên wî.

Di sala 1950î de Mustafa Remzî BUCAK, Dr.Yusuf AZÎZOGLU û Mustafa EKÎNCÎ di hilbijartina giştî de bi ser dikevin û li Parlementoya Enqerayê dibin wekîlên xelkê Diyarbekir. Di Meclîsa Enqerayê de xebatên zahf baş dikin.

Di sala 1943yan de li qeza Ozalp a Wanê ku li ser sînorê Îranê ye, 33 kurd, bi fermana General Mustafa Muglali hatibûn kuştin. Sedemê vê bûyerê, çav tirsandina kurda bû. Ji bo ku tevgera kurdên rojhilat li kurdên rojava bandor neke. Lê dema Mustafa Remzî BUCAK û hevalên xwe çûn Parlementoya Turkiyê, pêşniyar kirin ku lêkolîn li ser vê bûyerê bê kirin. Dozê şopandin, heya ku General Mustafa Muglali xistin zîndanê û ku ez ne xelet bim ew di zîdanê de jî mir.

Mustafa Remzî BUCAK sala 1948an di rojnama Musa Anterî ku navê wê Dîcle Kaynagi bû de, bi navê İki Cemaat nivîs dinivîsîne.[1]

Mustafa Remzî BUCAK û hevalên xwe di roja 21.11.1952yê de teklîfa betalkirina qanûna di derbarê damezrandina Mufettîşîya Ûmûmî de didin meclîsa Anqerayê. Evan Mufettîşên Ûmûmî ew kes bûn ku mala kurda xerab kiribûn. Ev pêşniyarî di roja 24.11.1952 ade qebûl dibe û qanûn tê betal kirin.[2]

Di sala 1959an de 50 kurdên xwendevan, di dema desthilatdariya Partîya Demakrat de ku wê demê serokê wê Adnan Menderes bû, têne zîndanî kirin. Yek ji van zîndankiriyan bi navê Emin Batu di zîndanê de wefat dike. Seîd Elçi bi nexweşîya jana zirav dikeve û Bînbaşî Şewket Turan jî bi nexweşiya şekir(diyabetê) radikin nexweşxanê. Çar meh tu kes agahdarî ji wan nastîne. Êdî Xwendegeha Herbîyê bûye Zîndana Herbîyê. Ev bûyera hanê Mustafa Remzî BUCAK zêde diêşîne.

Ji bilî vê bûyerê, bûyereka din ya sereke heye ku dê Mustafa Remzî BUCAK ji welatê wî dûr bixîne. Di sala 1960î de Serokkomarê Turkîyê Celal Bayar, rojekê M. R. BUCAK û gelek kesên din dawetî koşka xwe dike. Piştî xwarin û vexwarinan Celal Bayar dikeve millê rast ê M. R. BUCAK û wî ji civatê dûr dixe. Jêre weha dibêje, “Remzî Beg, em dizanin tu kî yî û armanca te jî dizanin. Em te dişopînin. Jibîr neke ku mesela kurda, ji bo me ji ya Ermeniyan jî girîngtir e. Ger hun naxwazin aqûbeta Ermeniyan were serê we, ev muamele û xweşbînî(musamaha) ji bo we bes e.”[3] Piştî ku serokê komarê vê gotina xwe dibêje, bi yek carekê ji millê wî dertê û xwe jê dûr dike.

Evan gef û gurrên han Mustafa Remzî BUCAK ji têkoşîna wî dûr nexistibû. Fikrên xwe di odeya serokê wezîran de eşkere ji Adnan MENDERES re jî dibêje.

Baweriya min û gelek kesan jî ew e, ku evan du sedemên ku me got, tesîrê li Mustafa Remzî BUCAK kir û di 2yê Gulana 1960î de terka welatê xwe kir û çû Amerîkayê. Nedixwest bê zîndanîkirin û tade lê bête kirin.

Demekê tê Parisê û dibe mêvanê Mîr Kamûran BEDİRXAN. Mîr pirsa Elî Fûad BUCAK jê dike û gelek agahdarîyan didê. Elî Fuad BUCAK wekîlê Meclîsa Mebûsan ya Osmaniyan bû. Dewlemend bû. Di Meclîsa 1921ê de jî hebû. Mustafa Remzî ji Kamuran Bedirxan fêr dibe ku Elî Fuad Bucak welatperwerekî gelek baş bûye. Elî Fuad paşî tê nefîkirin ji bo Anqerayê. Di sala 1944 an 1946an de li wir wefat dike.[4]

“Mustafa Remzi BUCAK di serê sala 1984an de hate mala min a li Parisê. Mala min yek odekê bû. Çendekî li mala min ma. Lê mal biçûk bû. Min cixare dikêşa. Ji bo ku ew aciz nebe min mala xwe jê re hêla û ez çûm xanîyekî din. Halê wî yê aborî baş bû. Ji halê min gelek baştir bû. Maaşê xwe li ser dolar distend. Wê demê dolarek bi 12 Franka bû.”[5]

“Mustafa Remzî BUCAK li dora du sal û nîv li Awrûpa ma. Li Parîsê dijiya. Kêfa wî zahf zêde ji Enstîtûya Kurd re dihat. Diçû cem Kendal NEZAN. Li wir pirtûkan dixwend. Yilmaz GÛNEY li wir bû. Ahmed KARLI  li wir bû. Wê demê gelek ciwanên bakûrî koçberî Awrûpa bûbûn. Di her çar perçeyên Kurdistanê de şoriş qels bû. Ew jî aktîf nînbû.

“Ji alîyê xweşbînî û bîhnfirehîyê ve xwedî exlaqekî xweş bû. Bi Dr. Tarık Zîya EKÎNCÎ re gelek cara sohbet dikir. Tevî ku fikrên wan ne yek bûn jî, pêwendîyekî zahf germ di mabeyna wan de hebû. Bi xortan re diaxifî. Kesên ku muhtacî pera bûn, pere dida wan û bi wan re alîkarî dikir. Carna dihate cem min li Almanyayê. Carna diçû mala Hemreş Reşo. Lê bêrîya Parîsê dikir û diçû. Ji xwe di sala 1935an de dema di hûqûqê de xwendevan bû, bi zanîn di wê salê de xwe negihandibû îmtîhanan ji bo di sinifê de bimîne da ku bikaribe here Parîsê û salekê li wir bimîne. Wî weke bîranîneke xwe vê behsê ji min re dikir.

“Ew gelek caran li ser Dîcle Talebe Yurdu, li ser bavê min Faik BUCAK û kesên din diaxifî. Dema li Parisê wefat kir, pirr kesên ku min wan dinasî an jî nedinasî hatibûn seremonîya cenazeya wî. Enstîtuya Kurd ya Parisê bi sedema wefata wî deftereke amade kiribû, da ku kesên dixwazin têde di derbarê wî de binivsînin. Ez dibêm ew defter li Enstituyê ye. Ez nizanim çi pirtûkên wî hebûn lê hemûyan dane Enstîtuyê.”[6]

“Rojekê Dr.Tarik Zîya Ekîncî li min gerîya. Go ku ew li telefona Mustafa Remzî BUCAK digere lê tu bersiv nîne. Texmîna min ew bû, ku belkî çûbû Elmanyayê li cem Zozan BUCAK. Ez li Zozan gerîyam û min jê pirs kir lê neçûbû wir. Em çûn mala wî. Mifta derê malê bi min re hebû. Min derî vekir. Mixabin Apo Remzî wefat kiribû. Me doktor û polis anî. Pêdiviyên fermî hatin bi cîhanîn.”[7]

Ez bi xwe ne layengirê gotinên bûyerê weha me. Lê gelek hevalên min ên hêja, ji min re behsa rastgotinên di bûyeran de kirin. Gotin ku ev rastîya xelkê me ye. Min jî li ser rû behsa wefata wî kir. Mixabin xelkê kurd ji ber hin sedemên ku ne di destê wan de ne, gelek caran penaber bûne. Li der û dertûnên bîyanîyan bi xwe heyîrî mane û bûne weke nokên li tahtê ketî. Di dema wefata wî de lazime mirov bêje ku ji sazîyên kurda ya ku li pîya bû Enstîtuya Kurd ya Parîsê bû. Di mesela rakirina cenazê de baregeh ew der bû.                                                                                                        “Dema Mustafa Remzî BUCAK wefat kir hemû karên ji bo cenaze li wir hatin kirin. Yek rojekê cenaze li katafalqê de ma. Kurd bi merasîm dihatin seredana wî. Amadekarîya rakirina cenazê, tevî katafalq û şandina Sêweregê hemû 10 rojan ajot. Ji bilî serokê enstîtuyê Dr. Kendal Nezan gelek kes hebûn. Dr.Tarik Zîya EKÎNCÎ, kurê mamê min ê Remzî Mihmed, keça wî Leyla, Sertac BUCAK jî li wir bûn. Leyla keça wî ji Anqerayê hatibû. Zozan ji Almanyayê hatibû. Weke ku li bîra min maye cenaze çû balafirgeha Batmanê. Ji Batmanê heta Sêweregê û li Sêweregê kî beşdarê rakirina cenaze bû, kî nîn bû ez nizanim. Ji ber ku min nikarîbûm bi cenazê re herim. Cenazê wî li kêleka gora Av. Faîk BUCAK hate definkirin.”[8]

Jîyana hêja M. R. BUCAK ya li derveyî welat xweş nayê zanîn. Lê di sala l965an de nameyekê ji bo serokwezîrê wê demê yê Turkîyê, ji Îsmet Înonû Paşa re dişîne. Di sala 1933yan de bi sedema 10emîn salvegera damezrandina Komara Turkîyê, Mîr Celadet BERİRXAN jî namekê ji bo Mustafa Kemal ATATURK şandibû. Herdu name di dîroka me de bi nav û deng in. Name bi Turkîya kevn hatiye nivîsîn û zahf dirêj e. Ji ber vê sedemê min nameyê bi qederê ku mana wê neguhûre kurt kir. Serê nameya wî wihaye.

“Nameyeke Aşkere ji bo Serokwezîrê Komara Turkîyê,

Yan jî ji bo Çi Turkîyeyê Federasyon Neyê Bi Cîhanîn

Newyork.N.Y. 

                                                                             1965

Birêz ÎNONÛ,

Min fikrên te yên di derbarê çareseriya mesela Kibris de ku te di 4ê Sibata 1964an de di rojnameya New York Times de dabû belawkirin xwend. Ez bi halê Kibrisê, wek însanî xemgîn bûm. Di meseleya Kibrisê de kî berpirsiyar e an kî nîne emê ji bo dîroknivîsan bihêlin.

Min gelek caran bawerîyên xwe yên ji bo pêşeroja Turkîyê ji bo milletê turk gotiye. Ez dîsa jî, ji wî aliyê oqyanûsan, ji dûr ve fikr û ramanên xwe ji we desthilatdarên ku bi salane bûne xwedî tecrube re dixwazim bibêjim.

Wî Celal Bayarê ku di sala 1949an de li Diyarbekir ji min re gotibû ku ew êdî tiştên berê jibîr kirine, di sala 1959an de car din diranên xwe yên dirinde nîşanî kurda da û xortên kurda xistin zîndana Herbîye ya İstenbolê. Bûn sedemên îşkence û kuştina wan.

Rojekê em li koşka serok komar bûn. Li koşkê wekîlmilletên kurd jî hebûn. Celal Bayar kete millê min ê rastê û em ji kesên din du gav pêşdetir çûn. Got:Remzî Beg, em dizanin tu kî yî û çi dikî. Em te ji nêz ve dişopînin. Jibîr neke ku mesela kurd ji bo me ji mesela ermenîyan girîngtir e. Ger hun naxwazin aqûbeta ermenîyan were serê we, ev kiryar û xweşbînî ji bo we bes e.Belê vê axaftina ha ya serokkomarê Turkîyê bû.

………….

Birêz ÎNONÛ,

Ew fikra ku te ji bo Kibrisê pêşnîyar kiribû gelo tu heman tiştî ango OTONOMÎYA HINDİIRÎ, HUKUMETA FEDERATÎFÎ ji bo Turkîyê fikirî yî an na? Bi rastî em hemû li ser vê fikrê bûn. Hetta hemû xebat û  armanca me ji bo federasyonê bû.

Fikra otonomîyê ya ku Prens Sabahaddîn ji bo şiklê îdara dewletê pêşniyar kiribû, ger hatibûya bi cihanîn, dê dewleta Osmanî nebûna wekî nokên li tahtê ketî. Îttîhad-Terrakî û Jon Turkan bi tundî û req tevgeriyan. Agir ji devên wan dirijiya. Lewra welat anîn vî halî.

Îro di nav sînorên Turkîyê de 8 mîlyon Kurd dijî. Tevî ku heqên wan yên însanî ku di Lozanê de hatiye qebûlkirin, her tim tê binpêkirin. Mêjîyê dewleta îro, ew mêjî ye ku kî xwe bilebitîne dibêjin li pey wê lebatê hêzeke bîyanî heye.

Birêz İnönü, Em car din dibêjin. Em 8 mîlyon kurd in. Em ji alîyê sîyasî, aborî û kulturî ve bi qasî turkên li Kibrisê jî xwedîyê tu heqî nîn in. Kurd nikarin bêjin ku em kurd in, nikarin bi zimanê xwe binivîsin û biaxifin. Kurd dema bi zimanê xwe diaxifin, îşkence li wan tê kirin.

Divê tehlîla welat baş bê kirin. Weke tehlîla ku doktor li nexweşekî datîne. Teşxîs û rastgotin deynê namûsê ye. Deynê we mezinên dewletê ye. Divê tu jî weke doktorekî li mesela kurda binihêrî û çareser bikî.

Di 1925an de piştî bizava Şêx Seîd, çapemenîyê got “Me Kurdistan û kurdayetîyê xiste nav gorrê.” Lê di 1928an de kurd ji Agirîyê cewaba we dan. Paşayê we yê bi nav û deng Salih Omurtak bi hemû hêza komarê ve çûn ser Agirî. Lê têkçûn. We çi kir? We axa xwe da Ecemistanê û hêj nû ve Agirî dorpêç kir. Hun îro jî mesela axa Ozalp a Wanê bi dizî digrin.

Eskerên ku li Agirî mirin bûn şehîd û yên ku xelas bûn, bûn xazî. We madalyayên Herekata Agirî da wan. We dîsa got ku we Kurdistanê li Agirî defin kir. Tevî evan kiryaran îca li Dêrsimê, li Zîlanê, li Sasonê, li Qerekopriyê kurdan çawa bi esker û memûrên turkan didan gotinê “bijî Kurdistan.” Bi van kiryaran ne kurd ne jî kurdînî namire.

Dema Cemal Gursel Paşa çûbû Dêrsimê û li wir, bi xeddarî jin, zarok, pîrejin, pîremêran kuştibû. Îro jî serokê Komarê ye. Di seredana xwe ya Dîyarbekir de ku navenda manewîyet û kultura Kurdistanê ye, ji xelkê re dibêje “Di vî welatî de Kurd tune ye, yê ku bêje ez kurd im tif kin riyê wî.” Ev jî doktorîya wî ye.

Birêz ÎNONÛ, eger li Turkîyê kurd tune bin, hemû dinya rabe pîya, nikare Kurd û kurdayetîyê çêbike. Eger li Turkîyê kurd nîn bin, dawa we çiye!

Ew cîyê ku hun jê re dibêjin Herêma Rojtilat û Başûrê Rojhilat, di nexşeyan de navê wê Kurdistan e. Bi gotinên we kurd nabin tişteke din. Dema Îhsan Nûrî û çend hevalên xwe yên sûbay bi we re şerr kirin, hun bi wan re nederketin serî. Lê ku mesele bibe wek mesela Fransiz û Cezayîrê hunê çi bikin? Ku hêj mesele li ser we giran nebûye, divê hun heq û hebûna kurda qebûl bikin.

Di nava wekîlên kurd de gelek kes hene ku dê bêjin ew ne kurd in û ji were destên xwe didin ser hev. Li Cezayîrê jî hin wekîlmillet ji Fransiza re digotin ku Cezayîr yê Fransayê ye.

Sala 1930 an jî 1932 bû. Mala me li Stenbolê bû. Mêvanên me yên firavînê hebûn. Piştî her kes çûn, sê mêvan man. Di baxçeyê me yê pişt malê de rûniştibûn. Wezîfeya min xizmeta ji bo mêvanan bû. Ez gelek cara bi bavê xwe re diçûm mêvandarîyê. Ewlehî di van mêvandariyan de esas bû.

Piştî ku dîtin kes nemaye û bi min jî ewle bûn, meselê anîn ser Hereketa Agirîyê. Li Agirîyê bê çewa tade û zilm li jin û zarok û xelkê sivîl hatibû kirin! Yek ji wan sê kesan bi tinazî got ku …Ma hukumet çi bike? Hukumet li hember ew kurdên wehşî yên ku goştê xav dixwun û ji îro ve daxwaza serxwebûna kurda dikin, wê çawa tevbigere.Bavê min li ser vê gotinê pirr hêrs bû, rabû li ser çokên xwe rûnişt. Çirûsk ji ber çavê wî diçûn… Bi hêrs bersiva wî wiha da:

“Dema Rûs hatin Bedlîsê, Fransiz Eyntabê, Rihayê û Mereşê dagirkirin û Yûnanî jî li ber Polatliyê ketin mewzîyan, ew dem em ne wehşî bûn û me goştê xav nexwaribû. Dema ji Erzeromê, ji Sêwasê û ji Enqerayê daxwaza alîkarîyê ji me dikirin, dest û rihên extîyarên me û çav û dêmên xortên me radimûsan. Me xwîna xwe, ne ji bo ku em bibin dîl û esîrên Anqerayê li hember Fransiza rijand.”

Kurmamê min Xelîl Fexrî Beg bi kêf û henek, ji bavê min re got: dê çi bibe. Ew şerrê ji bo xwedê bû. Apo ma tu nizanî heya di ser pirê re derbas bibin ji hirçê re dibêjin Xalo. Ew, we kirin hirç, li pişta we siwar bûn û bi wî awayî di ser pirê re derbas bûn.

Bavê min got: Na, nîvê sûcan yên wekîl û mebûsan e, ku çûn Lozanê û li ser navê kurda di heyeta Îsmet Paşa de cîhê xwe girtin. Dema bavê min vê gotina ha got, kesê hemşehrîyê me got Ma em çi bikin Mihemed Axa! Me nezanibû vê kerr(İsmet Paşa) dê ew qasî dijwar be.

Zatê sisêyan jî heman hevokê dubare kir…

Dema ku mêvanên me rabûn, ji tirsa xwe xwestin ku evan axaftinên han di mabeyna me de bimîne. Ez dixwazim navê van kesên ku mêvanên me bûn bibêjim.Yek ji wan, wextakî ku wezîrtîya Nafiê(kar û barên gunda) kiribû Pirinççîzade Feyzî Beg bû.Yê din Zûlfî Begê Egilê bû ku di heyeta Lozanê de li ser navê Kurdistanê bi heyeta İsmet Paşa re çûbûn û herdu jî wekîlmilletê Diyarbekirê bûn. Yê dîtir Osman Paşazade Xelîl Fexrî Beg bû ku di hilbijartinên 1925an de bûbû wekîlmilletê Sêweregê.

Birêz Îsmet Paşa!.. Her wekî ji axaftinên wan jî tê zanîn, wan kesan kurdînîya xwe înkar nedikirin. Bes heyfa wan lê dihat ku çawa hatin bi karanîn. Di vir de qesda min ji kerr, Îsmet Paşa ye. Ew serokê heyeta Lozanê bû, bi salan serokwezîrî kir û bi sed hezaran kurd kuştîye.

Di sala 1948-1949an de ez çûbûm derdorê Urfayê. Mêrdînê, Dîyarbekirê û Sêweregê. Min dozên xwe dişopandin. Bi gundî û bajarîyan re têkiliyên min baş bûn. Rojekê ez mêvanê Bozan Axayê mezinê eşîra Îzolîya bûm. Me behsa Îsmet Paşa dikir. Min dizanîbû ku Bozan Axa bi Zilfîqar Axayê bavê xwe re di sala 1926an de bi malbatî hatibûn nefîkirin û gelek jî perîşanî dîtibûn. Hêj di sala 1919an de ku tu kes guhê xwe nedida Erzerom û Sêwasê, ewana li Urfayê, li Eyntabê, li Mereşê li hember Fransizan bi cengawerî şerr kiribûn. Dewletê perrûya wan dabû wan: 1500 malbat hatin sirgûnkirin. Di rêya sirgûnê de li Edeneyê gelek kurd rastî hevdu tên. Êvarekê Zilfîqar Axa tê û ji kurê xwe Bozan Axa re dibêje Bozo Lawo! Ezê ji îro û pêde ji Îso re(Îsmet Paşa) dia bikim. Heya niha min nizanibû di dinê de ew qas kurd hene. Min wisa dizanîbû ku ji bilî Riha û Dîyarbekir û Sêweregê li tu derê Kurd tune ne. Ji bajarê Colemêrgê, Wanê û Mûşê bigre heya  Erzînganê, nizanim kîjan qezayên Edeneyê û Sêwasê giş kurd bûne, haya me pê tunebûye. Xwedê ji Îso razî be, em hişyar kirin. Ji îro û bi şûn de ji wî re dian bikin.

Zulfîqar Axa tevî ku kurd bû jî, bi bandora van kiryaran kurdînîya xwe baştir îdraq kiribû û xwe minetdarê Îsmet Paşa didît. Ne tenha Îsmet Paşa lê kesên wekî Celal Bayar, Kerîm İncedayı, Îbrahim Talî, Abîdîn Özmen, Namık Gedîk, Cemal Gûrsel û Hifzi Oguz Bekata bi zilm û kurdkujî û nefîkirinê kurda hişyar kiribûn.

We hemû dibistanên Kurdistanê yên ku ji dewra Osmanîyan mabûn ji holê rakirin. Hun jî dizanin ku zankoyeka tenê li Stenbolê têra herkesî nake. Lê hunê li Anqarayê, li Îzmirê, li Trabzonê, li Samsunê, li Egeyê vekin lê li Kurdistanê na. Ji ber ku desthilatdar hemû dixwazin kurd nexwînin û di cehaletê de bimînin. Hun dixwazin zimanê kurda bihelînin û asîmîle bikin.

Piştî sala 1950yî, we li Kurdistanê çend mektebên seretayî û nawendî vekirin. Lê we ne îmkanên fêrbûnê û ne jî mamosteyên wan temam kirin.

Piştî hilbijartinên 1950yî teklîfa rakirina qanûna di derbarê qamçûra heywan de hat dayîn. Lê baca(qamçûra) mêşinan(mihan) tenê nehat qebûl kirin. Min rojekê wezîrê darayî Polatkan di korîdora meclîsê de zeft kir.Min jê re behsa rakirina qamçûra mîyan kir. Kurd ji destê wê bacê zêde perîşan bûn. Ji bo ku kurd heywanan xwedî dikirin. Polatkan got: Remzî Beg, bihêle bila piçek jî dûva kurda di destê me de bimîne.

Birêz ÎNONÛ, ev ne ecêb e? Ew zarokên doyî ku hê jî bêhna şîr ji devê wan tê, çi zû dersa xwe fêr bûne?

Dema Atatûrk li Dîyarbekir bû, ji kurda tabûrekê ekser ava kiribû. Hermû bi şal û şapik bûn û xencera wan î ku temsîla kurda dikir jî di ber wan de bûn. Hetta daha pêşdetir jî çûbû û wana ji bo parastina xwe bi kar anîbû. Gelek ji wan kesan li heyatê ne. Weke mînak: Ethem Ulcay Beg. Ne tenha wî, gelek kesên ku çi alaqa wan bi serhildanan nînbûn we wan jî sirgûnê Anadolê kir.

Dadgeha Îstîqlala Dîyarbekir, sirf ji bo ku Dr. Fûad şal û şapikên kurdî li xwe kiribû, wî bi tewana ku bi wan cilan alemdariya netewaperestîya kurdînîyê kiriye we wî îdam kir. Lê wî, li ber sêpêya îdamê, ew beyta ku xwend, hêjî di rihê her kurdî de ye

      “Şevekê tarî, ya heye hîv yan tune ye hîv,

        Deşt di xewda, çiya digrî, ne hilat hîv!”

Ezê meseleyekê bi îbret ji we re bêjim. Du sal berê ez li Amerîkayê çûbûm Detroitê. Ez bûm şahidê bê ku turk çawa ji navê Dr. Fûad fêde dîtine. Dewleta Turkîyê di wê demê de, ji bo ku ji kurdên li Amerîkayê îstîfade bikin, serokê Kızılaya Turkîyê Dr. Fûad Bulca dişînin Amerîkayê. Fûad Bulca xwe dixe şûna Dr. Fûadê îdamkirî û dibêje ew nûçeya ku di rojnameyan de derket ku Dr. Fûad hatiye îdam kirin ne raste û ew, ez bi xwe me. Dr. Fûad Bulca bi derewên xwe bi ser dikeve û gelek jî alîkarî berhev dike.

Di 1925an de serokêwezîrê Turkîyê Fethî Okyar ji bo mesela eskerên Pîranê gotibû: “Pêwistî bi bizaveka leşkerî nîne, ez dikarim bi hêzên deverê meselê halbikim.” Ez dibêjim Fethî Okyar ne xayîn bû. We pê da îstîfa kirin û tu ketî cihê wî.

Dostê bavê min Heyder Kang Begê Dêrsimî, ji ekserîyê ji ritba yuzbaşîtîyê teqawûd bûbû. Li Stenbolê zewicî bû û bi cîh bûbû. Herkes dizane ku li Dêrsim û Sason û Zîlanê çi qewimî. Dayîka wî ya 70 salî, bavê wî yê 80 salî û xwuşkên wî yên pîr, jin, zarok, extîyar tevan tînin dixin mala wan, benzînê li wan dikin û wan dişewitînin. Malbata wî tevî ku li devera dervayî serhildanê de dijiyan jî, di tevgera Dêrsimê de hatibûn kuştin. Heyder Beg, ne li Stenbolê û ne jî li Anqerayê kesekî nedîtibû ku derdê xwe ji wan re bibêje. Min di sala 1955an de li ser hin qanûnan lêkolînan dikir. Ez leqayî qanûna jimara 1850 hatim. Qanûn wiha bû: “Li herêma îsyanê sûbay, ekser, sivîl, memûr, mistexdem û mîlîsên ku bi wan re hevkarî kiribin, li gora Qanûnên Ceza yên Turk sûcên wan çibe jî nayên ceza kirin.”

Çi qanûneke tewş û berredayîye ne wisa?

Piştî ku Dadgeha Îstîqlalê ya Dîyarbekirê biryara di dardakirina Şêx Seîd da û bi cîh anî û defin kirin, di şevekê de bi emrê serokêwezîr Îsmet Paşa, ji gorra wî hate derxistin û eskeran cenazê wî neqlê cihekî ne dîyar kirin. Ji bo ku tirba wî nebe zîyaretgaha kurda.

Eger xelk bi te bawer be û tu Diyarbekir baş nizanibî, dê yek bi millê te bigre û te ji Derê Xarpûtê derxe ber bi riya Erxenîyê ve bibe. Li ser vê riyê, li ser goristana kevin mala artêşê(orduevî) hatiye avakirin. Dema tu ji derê mala artêşê wek bikevî hundir û li destê rastê bizivirî û ber bi dara esrî ve herî, tê bibînî hevalê te fatîha dixwîne. Dê hevalê te ji te re bêje: “Li binê vê dara ha remetîyê Şêx Seîd hatibû defin kirin.”

Di Kurdistanê de tu keseke ku li hember Şêx Seîd bi bê hurmetî tev bigere nîne. Lê hin kurdên desthilatdar ên hevkarên we hene. Weke çawîş, serokê beledîyan. serokên partiyan…..Yahûdîyên ku bi Hîtler re hevkarî dikirin gelek bûn. Lê dadgehên dewleta Îsraîlê hê jî hesabên wana safî nekiriye.

Birêz Îsmet Paşa.. Armanca min ne ew e ku ez dijminahîyê têxin mabeyna xelkê kurd û turk ku ev qas sale bi hev re jiyane. Ger armanca min ew bûya, minê vê nameyê ji te re nenivîsanda. Eger ev kiryarên we li dij kurda bidomin, dê rojekê rabin pîya û dê kes nikaribe wan bide sekinandin. Roj hatiye ku tu tedbîran bigrî, xêrekê bi dewleta xwe bikî û xwe ji gunehên xwe paqij bikî. Mezinên Îngîlîzan, Fransizan, Hollanda û Ewrûpîyan dibînin bê îro ew welatên ku di destê wan de bûn, çawa kite kit ji destê wan diçin. Êdî 8 mîlyon kurd kiryarên we qebûl nakin.

Dema qralîçeya Îngîlîztanê salê yek carê diçe seredana xelkê Îskoçyayê, kincên wan li xwe dike, ji orf û adetên wan re rêz digre. Parlementoya wan jî zîyaret dike. Hukumeta Îngîlîz ku zimanê wan di dinyayê de di rêza duwemîn de ye, zimanê xwe li ser eyaleta Gallerê ferz nake. Gallerî di dibistana seretayî de bi zimanê xwe dixwînin. Ez nizanim hun, hukumet û artêşa we li ser vê meselê lêkolîn kiriye yan na?

Herkes ê ku di mesela ziman de qet tiştekê nizane, dibêji qey zimanê kurdî heye! Peyvên erebî, farisî, lêkerên wan û peyvên ku ji zimanê Ewrûpîyan hatine sitendin ji turkî derxin eceba di zimanê turkî de çi dimîne?

Kengî 3 an 5 gênc li Stenbolê werin ba hev û bixwazin ji xwe re kovarekê derbixin, dozger bi hêceta ku gênc dewletê xerab dikin û cudatîyê dixin mabeyna xelkê, dest bi taqîbatê dike û dadgeh bê pirs û lêkolîn derhal wan dixe zîndanê. Dadgeh evan biryaran li ser navê milletê dide û ev jî di dîrokê de li ser turka dibe mal.

Pirr ecêb e, şexseke cilên dewletê li xwe dike, di welatekî fireh de li 9 an 10 wîlayetan bi dilê xwe tevdigere. Îbrahim Tali, Abîdîn Ozmen, Abdullah Paşa, Salih Omurtak û kesên di emrê wan de, bê pirs mal û can û namûsa milletê payîmal dikin, wan dikujin. Çawa malê xelkê yaxme dike, teşwîqa xerabîyê dike û dest datîne ser mal û milkê xelkê. Ev xirabîyên hanê ji bo ku ji we re nebe sûc, ji parlementoya Turkîyê bi emrê te Îsmet Paşa qanûnên xas derdixîne. Ev kirinên han ne sûc in lê weşana bi kurdî li gora we sûc e?

Li Balqana, li Erebistanê, li Sûriyê, li Lubnanê û li alîyê din li Anedolê li hember Ermenîya sê, pênc, heşt an deh kesên çav bi xwîn ên ku desthilatdarên dewletê bûn, ew qas însana kuştin û dane kuştin. Di hizûra tarîxê de hemû kiryarên xwe kirin sitûwê rebenê milletê turk. Hestîyên evan çend kesên han di çalan de jî ne rihete.

Di pirtûkên dîrokê û erdnîgarîyan de navê Kurdistanê bi fermî hatiye nivîsandin. Evan herêmên ku hun ji wan re dibêjin herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat, yanî wîlayetên kurda, dev ji asîmîlekirina wan berdin. Hun dixwazin wana bikin turk. Dev ji van tiştan berdin û rastîyan bibînin. Kurda weke kurd qebûl bikin û wan hembêz bikin da pêşeroja we baş û rohnî be.

Cemal Paşayê wezîrê behrîyê ji Kastamonûyan re gotibû ku dê Yemenê bike Kastamonû. Dawîyê çi bû? Ew tenê xwîna xelkê Kastamonûyê li Yemenê rêt û li Sûrîyê felaketa çêkir. Dawîyê çi bû? Hemû ereb û Yemenî bûn dijminên Turka. Îro yek dostekî we jî nemaye. Çarmedorên we hemû ew millet in ku di dîrokê de, çend paşayên we li wana zilmê kirine û wana tarûmar kirine. Ew li hember we bi kîn û nefret in. Azerî bi xwe ku di eslê xwe de turk in, ji we re dibêjin ku hun seyên Osmaniyan e.

Di sala 1933yan de bi sedema dehemîn(10.) salvegera damezrandina Komara Turkîyê, çapemenîya Stenbolê li seranserê welat lêkolînan çê dikir. Bê ka xelk ji komara nû çi fahm kiriye! Ger hun li rojnama Cumhuriyetê ya wê rojê binêrin hunê li rûpela yekem wêneya kurdekî  bibînîn. Di destê wî de şewqeyekê perritî û wê nîşan dide. Dibêje “Ez ji cumhurîyetê vê şewqeya ha fahm dikim. Şewqeyê ji me re anî.” Çi bersivekê ecêb e!

Li bajarê Dîyarbekir û Rihayê turkên ku wezîfedar bûn, digotin “Di bazarên bajêr de kesên ku bi kurdî nizanibin, nikarin kirrîn û firotanê bikin.”

Pêwîste êdî dewlet rastiyan bibîne. Teşxîsê deyne û dest bi dermankirinê bike. Şertên teşxîs û tedawîyê çi ne?

Bi kurtayî, ew modela ku hun ji bo 60.000 hezar turkên Kibrısê pêşnîyar dikin, ango îdara federatîf, heman tiştî ji bo 8 milyon kurdên ku îro di nava sînorên Turkîyê de dijîn qebûl bikin û bi cîh bînin. Dewletên ku pirsgirêkên xwe bi rêya federasyonê çareser dikin, roj bi roj zêde dibin. Yek mînakekê bidim: Mereşal Tîto li Yugoslawyayê federasyonê danî. Heft komar di nava yek dewletê de cîh digrin. Her komar bi çanda xwe, bi aborîya xwe, bi komalgehên xwe serbest in, lê di pêwendî û temsîlê de girêdayê hukumeta Belgradê ne. Her kes tetmînkare û çi kes şîkayetê nake. Hetta ew Yugoslawên misilman û Boşnaq jî ku hun ji wan re dibêjin turk.

Ew Îsmet Paşayê ku ji Kibrisê re federasyonê dixwaze, gelo ji bo çi, ji wê dewleta ku serokwezîrtîya wê dike û di nav wan de 8 mîlyon kurd hene, rojekê zûtir wê hizra xwe nake?

* Kurd tîhnî û birçî hatine hiştin. Ev tîhnîbûn û birçîbûna kurda ya manewî, berîya hemû derdê kurda ye. Ango kurd dixwaze bi serbestî bi zimanê xwe bixwîne û binivsîne. Dixwaze di Kurdistanê de xwendina xwe ya seretayî û nawendî, di xwendegehên xwe de bi zimanê xwe bixwîne. Divê ev perwerde mecbûrî be.

* Kurd dixwaze di şûna memûrên Anqerayê de, li Kurdistanê, memûrên kurd bên wezîfedarkirin û ji alîyê memûrên kurd ve bên îdare kirin.

* Divê kurd bi xwe biryarên jîngehên xwe yên komelayetî, aborî û çandî bidin. Kurd naxwaze bibe parsekê Anqerayê û li ber rehma wan bimîne.

* Kurd dixwaze li ser axa xwe di warê zîraî(keştûkalî) de, di warê senayîyê de her tiştên xwe bi dest bixîne û vana hemûyan di fabrîkeyên xwe de çêbike. Ji hemû aqarên xwe fêde bibîne. Warîdatên ku li Kurdistanê ji zîraet û senayîyê tên bi dest xistin, li Îzmirê û Stenbolê û Anqerayê berredayî û kêfî têne xerc kirin. Kurdên perîşan li nexweşxaneyên weke axura, li dersxaneyên bê ser û ber bi awayekî leşkerî têne perwerdekirin. Divê kurd ji vana xelas bibin û li gora lîyaqata xwe nexweşxane, xwendegeh û karmend bêne danîn.

* Her kurd dixwaze di qezaya wî de lîsekê, dibistaneke sinetê û li her wîlayatekê(parêzgeh) xwendegeha(zanko, unîversîte) bilind hebe.

* Kurd dixwaze rê herin hemû deverên wan. Hemû gund û qeza û wîlayetên kurda bi rêyan bi hev re bên girêdan.

* Kurd van hemû pêdiviyên xwe dikarin ji warîdatên xwe yên li Kurdistanê her wekî yên ku dê ji paxir û ji krom û ji rissas û ji petrola xwe bi dest bixînin, dikarin fînanse bikin. Bi vê yeka ha jî bawer in.

Piştî şerrê te Îsmet Paşa û Şêx Seîd, kurekî hate dinyayê. Milletperwer e û îro ew 40 salî ye. Bi sihet e û mêrane ye. Bi hêz e û heqqê wî heye ku di nava neteweyên dinyayê de bijî. Ew mêrxasê 40 salî, fêr bûye an jî hatiye fêrkirin ku kurd û kurdîtî bi qasî turk û Turkîtîyê ezîz û lezîz e. Lîyaqê rêz û jiyanêye.

Zan nekin ku hunê her carê yek an du kesan ji kurda bikin wekîlmillet û kurda bixapînin. Di vê babetê de wextakî ew kesê ku li meqamê herî jorê rûniştibû, wî we hişyar kiribû. Sal 1953ê bû. Wekîlê wîlayeta Yozgatê Avnî Dogan hate lokala meclîsê a li taxa Ulusê. Ji bo milletê turk hemû agahdar bibe, ezê gotinên wî hemûyan bibêjim.

 “Serokê Komarê Îsmet Paşa, bi me walî û mufettîşên ûmûmî re civînekê çêkir. Dixwest fikrên me bizanibe. Ez jî ji Diyarbekir hatim Anqerayê. Pirsê ji min kir. Min jî gote wî: Eman Paşa tu çi dikî! Kurdên îro ne yên duhî ne. Ji bo xatirê me, mal û milkê xwe li pey me û li paş me êdî nema fîda dike. Ya rast, me ew hestê têde nehişt.

Em dixwazin gelê turk jî bizanibe ku ew tiştên weke sirrên dewletê tên zanîn, kurd jî dizanin. Ji bo fêda we, em dixwazin hun jî bizanibin. Kurd ev 4000 sal zêdetire li ser vê axê dijî. Li ser axa kurda çawa behsa temsîla kurda tê kirin.

* Hun çawa ji turkên Kibrisê re  çareserîya FEDERATİF dixwazin bila ji kurda re jî bê kirin. Eger ev nebe di pêşerojê de, qewimandinên ku çê bibin, hun bi xwe ji wan berpirsîyar in.

* Wekî hemwelatîyekî we fikir û ramanên min ev e ku hun di destûra bingehîn de guherandinê bikin, xwe ji nû ve birêbixin û federasyonekê ava bikin.

Bi hêvîya dîtina dewleteka kurd û turk ya federal. Silav û rêz.

03.01.1965

619 W 176 apt.5K

Mustafa Remzî BUCAK

Newyork 33 N.Y.”[9]

Mustafa Remzi BUCAK, di 10ê Hezîrana 1960î de ji Dallas Tex. ê namekê ji wezîre darayî yê wê demê Ekrem ALÎCAN re dişîne. Di wê demê de esker hatiye ser hikim. Di namê de dibêje ku ew ji 11ê Gulanê û vir de li derneyî welat e. Her wiha di nameya xwe de, ji bo çareserîya pirsgirêka kurd, behsa modêla Îsvîçrê dike. Pejirandina hatina leşkeran ji bo ser îdara Turkiyeyê jî  ji dîrokê re dihêle.

Ji bilî van nameyan, nameya ku ji bo Dr.Yusuf Azîzoglu nivîsandîye heye. Doktor Yusuf Azîzoglu partîyekê nû bi navê Yenî Turkîye Partîsî ava kiribû. Bi kurdî dibe Partîya Nû ya Turkîyê. Name ne pir dirêje. Lê ezê bi qederê ku naveroka nameyê ne guhûre kurt bikim û ji bo we xwendevanên hêja pêşkêş bikim.

“Dr.YusufAzizoğlu   

                                                                                      30 tebax 1961

Serokê YTP ê.

Dallas Tex.U.S.A.

Diyarbakir/Turkey

Ezîzê min Yusuf,

Nameya te duhî kete destê min. Piştî ku ez li serê fikirîm, biryara min ev bû ku ez vê nameyê ji te re bişînim.

Sipas ji bo daweta te ya nazik û ji dil ya ji bo sîyasetê. Ez bawerim ku te hê jî ji min fahm nekiriye. Tu dizanî ku min di nav kîjan şert û mercan de, biryara çûyîna derva daye. Her daîma mumkun bû ku dewletê min bigirta û zîndanî bikira.

Di her demê de kesayetîya min li holê bû û aşkera bû. Ez her gav bi bav û dîya xwe ya kurd difexirîm. Vê rêya ku heya îro ez tê de çûme jê venagerim. Temenê min li dora 50î ye. Ez bawerim ku em dikarin bi turka re bijîn. Şiklê îdara ku di hiş û gumana min de ye her wekî federasyona Îsvîçrê ye, her wekî Belçîkayê, her wekî herêma Gallê ya li Îngilistanê û her wekî Yugoslawyayê.

Berê, hêvîyên min hebûn. Lê piştî ku min, sala çûyî, di kovara Manchaster Guardien a bi îngîlîzî de xwend ku Cemal Gûrsel(serokê konseyê) gotiye: “Di Turkîyê de ne kurd û ne jî kurdîtî tune ye.” Van gotinan hêvîyên min ên ji bo pêşerojê şikandin. Cemal Gûrsel çawa hebûna kurda înkar dike. Ev 40 salên komarê ye ku her demên wê tijî serhildanên kurda ye û dewlet bi têkbirina van serhildanan meşxûl e. Dewletê Mekteba Herbîyê ya Stenbolê ku berê navenda îlm û îrfanê bû, çawa îro kiriye zîndan. Û xortên kurda, wan xortên munewer kiriye wê derê ku ji xeyrî kurd bûna wan tu sûc û gunehên wan tuneye. Bi mehan, wan xorta nederxistin huzura dadgehê di wan hucreyên ji tabûtan xerabtir de hiştin û wana yeke yek weke mûmên ku dohnê wan diqede, bi mirinê re rû bi rû hiştin.

Eger înkara 8 mîlyon kurd bê kirin, dê halê memleketê çawa bibe? Ratib Tahir di rojnama Akşam de dibêje: “Tevî ku Riha 400 sal e di bin îdara fermî de ye, Begên kurda bê minet li Eynzelxayê dimeşin, li Dîyarbekir keseke ku bi kurdî nizanibe, li sûkê nikare tiştekî bikirre an bifroşe.”

Hikmê dewletê li ser eyaleta Kurdistanê bi qederê hikmê dewleta Fransayê yê li ser wîlayeta Cezayîrê tune. Pêwîste mezinên dewleta me van tiştan bizanibin. Kurd, çi hişyar bûbin û çi jî hatibin hişyarkirin, kurdîtî ne tenê ji Hekkarîyê heya Erzeromê, ji Dîyarbekir û Rihayê heya Wan û Bedlîsê, ji taxa Altindaga Anqerayê heya Cîhanbeylîya Konyayê, ji taxa Zeyreka Stenbolê heya Haymanayê hemû kurd, bi axa û şivan û şêx û xwendevanên xwe ve hemû fama netewaperestîya xwe kirine.

Birayê min ê hêja! Ez ji te dipirsim!

Wekîlên ku dê ji Kurdistanê bêne hilbijartin, bêje wê çi wezîfe bikin? Weke wekîlên berê dê înkara zimanê xwe bikin? Ev înkar ne dijminahiya milletê turk e jî?

Di welat de azadîya çapemenîyê tune ye. Kesek nikare fikr û ramanên xwe bi serbestî aşkera bike. Eger ev ne raste, bi tenê vê nameya min bila di çapemenîya Turkîyê de bê belavkirin da ez bibînim rexneyên erînî an neyînî bêyî ku bikevin şirk û kufrê lê bikin. Ew çax emê bizanibin ka çendîn azadî heye. Wê çaxê ezê bizivirim welat û xebata xwe bidomînim.

Bi evînî û hesretekê zêde çavên te radimîsim.

Mustafa Remzî BUCAK

Nameya ku Dr. Yusuf Azîzoglu ji Mustafa Remzî BUCAK re hinartîye di dest me de tune ye. Lê her wekî em ji nameya M. R. BUCAK fahm dikin, doktor Yusuf, wî dawetî welat dike û dixwaze bi hev re xebatên xwe di Turkîyê de bimeşînin. Lê her wekî ji nameyê tê zanîn, hêvîyên M. Remzi BUCAK ji desthilatdarên Turkîyê nemaye. Me her çiqas nameyê kurt kir jî, di dirêjahîya nameyê de behsa gelek desthilatdarên wekî Îsmet Paşa û Cemal Gûrsel Paşa hwd. bi awayekî neyînî dike ku çawa memleket dibin helakê.

Mustafa Remzî BUCAK, ji bilî van nameyan, nameyekê ji Îlhamî Erten re dişîne. Îlhamî Erten, wekîlmilletê Partiya Adaletê ye. Ev name di 24ê Tebaxa 1964an de ji New Yorkê nivîsîye. Di serê nameya xwe de wiha dibêje: “Heyhat! Car din heyfa Gelê Turk e.” Ev name li ser axaftina Îlhami Erten e ku di 1ê Temmûza 1964an de di meclîsa Turkîyê de kirîye. Esas Mustafa Remzî BUCAK, Îlhamî Erten nas nake. Tenê axaftina wî ya di meclîsê de dizane.

Di nameya xwe de her weha behsa tiştên ku di nameya ji bo Îsmet Paşa re şandiye dike. Lê di nameyê de tiştekî herî balkêş ev e ku behsa qanûna hejmar 1850 dike. Ezê temamê qanûnê ji xwendevanan re binîvsînim:

“JIMARA QANÛN : 1850

EV QANÛN DI DERBARÊ  KIRYARÊN DI HERÊMÊN ÎSYANÊ DE  KU HATINE KIRIN NABIN SÛC

Tarîxa qebûlkirina qanûn                 :20 Temmûz 1931

Tarîxa weşanê                                   :29 Temmûz 1931

Jimara rojname ya fermî                    :1859

Xala 1ê: Ew tevgera(serhildana) ku li derdora Ercîşê, Zîlanê û li Agirîyê çêbûye û li pey wê jî herêma di bin berpirsîyarîya Mufettîşîya Ûmûmî de û şopandina di nav sînorê qeza Pulûmûra ku li ser bajarê Erzîncanê ye, di tevgerîya hêzên dewletê de, ji 20ê Hezîrana 1930yî heta Kanûna Ewwel a 1930yî, hêzên leşkerî, memûrên dewletê û ew bekçî, cerdevan, mîlîs û xelkên ku bi dewletê re çi bi serê xwe çi jî bi hevkarî tevgerîya be, tu kiryarên wan nabe sûc.

Xala 2yê:  Ev qanûn piştî hate weşandin tê bi cîhanîn.

Xala 3yê: Rêvebirên vê qanûnê wezareta Dadê û ya karên hundirî ne.”

Qanûnên wiha ji bilî welatên mustemleke(mêtingeh) li ku tên derxistin û bi cîhanîn?

Her weha Mustafa Remzî BUCAK nameyekê ji berpirsîyarê rojnama Cumhuriyetê re di 28ê Êlûna 1964an de dişîne. Name li ser nivîsa Cemîl Saît Barlas e ku di 6ê Temmûza 1964an de bi nâvê Mohra Kurdîtîyê (Kurdçûlûk Damgasî) nivîsîye. M. R. BUCAK ramanên di nivîsê de kêm dibîne û hinek babeta firehtir dike. Mirov dikare bêje name hem bi erdnîgarîya Kurdistanê re hem jî bi jimara kurda re weke îstatîstîkî têkildar e.

Li kîjan wîlayetên Komara Turkîyê çiqas kurd dijîn, nisbeta kurda li wan wîlayeta çend e û tevahîya kurda çend in di nameya M. R. BUCAK de wek agahîyeke belgeyî heye. Di nameyê de nufusa kurda bajar bi bajar hatîye dabeşkirin.

 

  • Wîlayetên ku nufusa wan ji %100 û ji %85ê wan kurd in:

Hakkarî, Wan, Bedlîs, Sêrt, Mêrdîn, Dîyarbekir, Urfa, Adiyaman,     Dêrsim, Agirî.

2-   Wîlayetên ku nufusa wan ji %65 û ji %85ê wan kurd in:

Elezîz, Meletî, Erzerom, Qers.

3-   Wîlayetên ku nufusa wan ji %45 û ji %65 ê wan kurd in:

Gaziantep, Mereş, Erzincan, Kirşehîr, Newşehîr.

4-  Wîlayetên ku kurd têde belawela dijîn:

a-Hinek gund û zozanên Adanayê.

b-Qeza Zara û Dîvrîgî ya Sêwasê û nehîye û gundên derdora wan.

c-Cihanbeylîya Konyayê û qeza û nahîyeyên ku li der û dorên wê têne   avakirin.

      d– Qeza û gundên li derdora Çiyayê Kurd ên girêdayîyê wîlayeta Hatayê.

e-Qezaya Haymana, Bala, Polatlî û gund û nahîyeyên derdora wan. Piranîya gundên Keskînê. Kurdên li taxa Altindag û Yenîşehîra Anqerayê.

     f– Ber bi rojava ve kurdên li derdora Adapazarîyê, Eskîşehîrê.

     g– Kurdên li taxên Stenbolê her weke Zeyrek û hwd.

Piştî van agahîyên hêja, Mustafa Remzî BUCAK nufusa kurda wek 8 mîlyon datîne û nîsbeta Nifûsa kurda ji % di ser 25an de tesbît dike. Dibêje ku mesela kurda ne tenê mesela reforma erd e, di heman demê de mesele sîyasî ye, aborî ye, kulturî û parevekirina îdara Turkiyê ye.

Divê em her dem mezinên xwe bi bîr bînin û di jiyana wan de qedrê wan bigrin. Qedirgirtina dema jiyan û piştî wefata wan jî pêwîste bibe weke prensîbeke bo hemû kurdan. Em jî car din evî mezinê kurd bi bîr tînin û dibêjin sipas bo kiryarên te yên ji bo xelkê.

[1] Ji Yusuf Serhat Bucak

[2] Yeşiltuna. Serap- Atatürk ve Kürtler– İleri Yayınları.

[3] Bucak, Mustafa Remzî- Ji rewşenbîrekî kurd, nameyek ji bo Îsmet Paşa– Weşanên Doz/Stenbol-1991

[4] Ji axaftinên Av. Alî Fuad BUCAK.

[5] Ji axaftinên Av. Alî Fuad BUCAK.

[6] Ji axaftinên Zozan BUCAK.

[7] Ji axaftinên Av.Alî Fuad BUCAK

[8] Ji axaftinên Av.Alî Fuad BUCAK

[9] Bucak, Mustafa Remzî- Ji rewşenbîrekî kurd, nameyek ji bo Îsmet Paşa– Weşanên Doz/Stenbol-1991