mukadimet-ul-irfan 

Mukaddimet-ûl Îrfan

(Destpêka Zanînê)

 

Nivîskar: M. M.

Çapkirin û Belavkirin

Ji Muderîsên Îstenbulê:

Arwasîzade Seyyîd Mehmed Şefîk

Hiquqa wê parastî ye

 Matbaeya Necmî Îstikbal/ Îstenbul

 

1918

 

Di vê dinya derewîn de herkes mêvan e û ji bo her fanîyek xelefek û pêgirekê riya wî lazim e. Min bi xwe jî di nava hemû kesên xwedî nêrîn, fikir, îlim û basîret de taca edîbên kurd û belkî jî hosteyê yekane yê alema şiîrê, merhum Mele Hedrî Nalî ji xwe re kirîye rêber.

Sebebên rêber qebûlkirina wî: herwekî di vî hedîsê de hatîye, sirrê gotina “ruh wekî leşkerên rêxistinbûyî ne û hevûdin temam dikin” ev e; li gorî pêdivîya karê wan, nêzîkayî û mînanîhevbûna terz, fikir, qebîliyet û tebîeta wan a edebî ye. Bi rastî jî şopandina fikrên însanî yên zatên wisa, bêguman ciyê îftixar û serbilindî ye.

Herwekî di naveroka gotina “Axaftina tewr bixêr, a kin û kurt e.” de hatîye, hostetî û xûsusiyetên edîbê me Nalîyê muhterem jî; di yek-du beytên ku ji xezîneya xebata wî ya giranbûha peyda bûne de, marîfet û xwedîwijdanbûna wî dîyar dibe.

Jixwe terz û hostetîya her kesî wekî ruhek tesîr li berhemên wî dike, ev wek ronahîya tîjê dîyar e.

Nalî di temenê jîyana xwe de, bi fikir û ramanên xwe yên xweşik bûye rêber, bi gotinên sivik û tiştên beradayî re meşxul nebûye, heta dev ji lezetên dinyayê jî berdaye û jê dûr ketîye. Em dikarin bêjin ku li hember xwarin û vexwarinê jî nefsa xwe terbîye kirîye, ji ber vê yekê jî zayîf û netiwan ketîye û bûye hedefê lomekirina dostên xwe. Di çend malikên xazelekî xwe yê ku bersîva van dostan daye de weha dibêje:

“Kurdebirsî men le ber çî kem dexom

Men be birsî qet mezate xem dexom

New’ê însanîk heye xem qûtîye?

Men xemê xom û xemê alem dexom

Xemdilê Nalî kî xemxwarî neka

Naîlacem men benî adem dexom.”

Wateya van amlikan: Ji ber kêm xwarin û vexwarina min heyret nekin, ji min nepirsin û zan nekin ku ez birçî me, lewra ez xeman dixum. Jixwe hinek mirov hene ku tenê bi xema xwe xweyî dibin û dijîn. Ez jî, hem bi xema xwe û hem jî bi xema xelkê xweyî dibim, lewma ji her kesî bêtir zad dixum. Bîlhese xem ji wî re dibêje “Ey Nalî! Eger tu min nexwî, ez dê ji ber mecburîyetê (bêgavîyê) xelkê bixum.” Li hemberê vê tehdîda xemê, ez mecbur (bêgav) dimînim ku ji hêza xwe zêdetir xeman bixum.[1]

Ev e, riya ustad. Lê belê yên wekî min, ji ber ku ne xwedî hêz û xebateke xurt in, nikarin hemû alemê bifikrin. Lakîn ji alîyê wijdanê ve mecbur im ku der bareyê rewşa alema Îslamî de bifikrim û ji ber vê yekê jî di nav heyret û teşqeleyê de me. Ez wisa bawer dikim ku her ferdekî mensubê dînê Îslamê jî, xwedîyê van hîssîyatan e û kêm-zêde di xezîneya xîyalên xwe û qonaxên fikirandina xwe de fikrên wisa tefekûr dike. Feqet dereceya qonaxan û piranîya dereceyan, her daîm dikare bête fikirandin. Herwekî ku hatîye gotin: “Her koma mirovan riya xwe, bi xwe dîyar dikin”.

Bi taybetî jî qebûlkirin û teqdîmkirina tiştê girîng û nêzîk, hukumeke pêwîst a îlim û aqilê ye.

Ku em werin ser mesela Xelef. Xelef, ne qesir û qonax û serwet e û ne jî ewlad û torin e, belkî eserek wisa ye ku bi hûrbînî û heqîqetên mifadar hatiye xemilandin.

“Eserên me, me nîşan dikin

Piştî me, hun dikarin li eserên me binêrin”.

Min di rewşek hanê de li gor terz û çarçoveya hatîye dîyarkirin, ji bo mifedarîyek giştî dest bi çêkirina vê eserê kir. Mifedarîya ku ji vê eserê peyda bibe, ji her kesî bêtir yê milletê kurd e. Ji ber ku di nav unsurên Îslamê de, ji her taîfe û komê bêtir pêdivîya kurdan bi ava heyatê ya îlim û îrfanê heye û ji her unsûrî bêtir pêdivîya wan bi zadê perwerdeyî û tedrîsatê heye. Digel vê yekê, ji ber ku ev xizmeta îlmî (zanistî), heman demî wezîfeyek girîng û muqades a Îslamî ye jî, bi hewldana vê xebata ku behsê wê hate kirin kêfxweş û serbilind im.

Mijara (mewzuya) berhemê

Mirov; hebûnek weha ye, ku dikarin bi hev re têkilî pêk bînin û divê di navbera mirovan de berdewamî pevgirêdanî û têkilî jî hebe. Nexwe mirovayetî wek hebûneke veşartî û jibîrkirî dimîne, rû bi rûyê jihevbûn û hovîtîyê dimîne. Tesîra yekane ya pevgirêdanî û têkilîyê jî dîalog, hevaltî, piştgirî û alîkarî, hevparîya fikrî, berjewendî û teqabula hiquqê ye û unsurê esasî yê van wesfan jî ziman e. Digel vê yekê, ji bo mirovayetîyê ziman û pêkanîna perwerdeyîya ziman, wezîfeyeke pêdivî ya pêşkevtin û perwerdeyîya mirov e.

Di çarçoveya vê helsengandinê de: Mijara (mewzuya) ev berhema ku bi navê “Îrfan” hatîye binavkirin, behsa lugata îslamî û zimanan dike û di nav van zimanan de jî dê bîlhesa behsa turkî, erebî, farisî û kurdî bête kirin. Wek destpêka vê pirtûkê, li vê derê, bi guherîna dengan (tîpan) ve girêdayî, dê hinek destûrên girîng û bingehîn ên der heqê guherîn û veguherîna mana û çêbûna peyvên zimanê kurdî de bêne nîşandan û li ser esasên qewî ji bo balkêşîya xwendevanan bêne arzkirin.

Ji alîyê yekgirtinî, terz û şêweyan ve maddeten hinek cihêtî di navbera zimanê qebîle û eşîretên kurdan de hebe jî, bi rastî ew ên ku weqfê van qaydeyan bibin, dikarin baş zimanê kurdî têbigîjin. Di dîyarkirina van qayde û destûran de, divê em bi nêrîneke durist û balkêşîyê, bê waswase û şaşitîyê li terz û şêweyê zelal ê qebîle û eşîretan bigerin û têbigîjin. Berîya ku em dest pê bikin, lazime hin xûsusiyet bêne aşkerekirin û arzkirinê:

  1. Zimanê kurdî di bingeha xwe de du beş e: Kurdî, goranî. Goranî jî di nav xwe de dibe du beş: Hewramî, zaza.

Kurdî (kurmancî û yên din) di nav xwe de dibe sê beş: Feylî, bilbasî, kurdî.2

Zimanê feylî: Şêweyên wî yên muhtelîf hene û bi rastî jî zimanekê serrast û yekgirtî ye. Bextiyarî jî feylî ne.

Bilbasî jî di nav xwe de dibin du beş: Kurmancî, bilbasî.3

Bilbasî jî du beş in: Kurmancî, bilbasî. Îhtilafa di navbera van beş, şube û cûreyan de tenê şiklî ye û aîdê şêweyan e. Di mahîyet û maddîyetê de tu ferq nîne, çawa ku roj bi bêjingê nayê veşartin, rastiya vê meselê jî di dahatûyê de mutlaq wê bê aşkerekirin.

  1. Bi awayek berfireh dîyarkirina navê qebîle û eşîretan, ji ber ku ciyekî berfireh digre, di vê xebatê de wê bi kurtayî bête nîşandan.

Kurtayîyên wê:

(H)       : Hewramî

(Z)       : Zaza

(L)       : Feylî

(B)       : Bilbasî

(K)       : Kurdî

(C)       : Kurmancî

Balkêşî (îhtar): Ku qaîdeyek yan jî zimanek, ji bo hemû qebîleyan be yan ji bo pirranî be yan jî ji bo hinekan be: Ji bo hemû (cm), ji bo pirranî (s), ji bo hinekan tîpa (q) tê nivisîn.

  1. Hewramî: Di navbera Silêmanî û Sineyê de niştecî ne.

Zaza: Di bajarê Azerbaycanê, Erzerum, Xarpêt, Diyarbekir û beşekê wîlayeta Bedlîsê de niştecî ne.

Feylî: Piranîya wan li Îranê û beşekê wan jî li Kerkûkê niştecî ne.

Bilbasî: Piranîya wan di Azerbaycana Îranê de (Savcbulak û derdora wî) û beşekê wan jî di wîlayeta Musilê de niştecî ne.

Kurd: Di wîlayeta Sine, Musil û Bexdadê de niştecî ne.

Kurmanc: Di bajarên Wan, Bedlîs, Erzerum, Dîyarbekir, Sîwas, Anqera, Qonya û Heleb de û herweha li herêmên Azerbaycana Îranê, Kafkas, û Sûriyeyê bi awayek pêkve yan jî têkel niştecî ne. Piştî feylîyan, ev beş para herî zêde yê kurdan teşkîl dikin.

  

 

Herfên zimanê kurdî

A, B, P, T, S, C, Ha, X, D, Zal, R, Za, J, Sin, Ş, Sad, Tı, Ze, Eyn, Ğayn, F, V, Q, K, G, L, M, N, W, H,  La, Y.

Di eslê xwe de ji van herfan “s”, “zal” û “sad” a ku bi serê ziman têne xwendin, di zimanê kurd de nîn in. Lê belê tê zanîn ku zimanê erebî bi maddî û manewî tesîrek girîng li ser zimanê qewmên misilman kirîye, ji ber vê yekê bi kêmanî be jî herf û dengên dîyarkirî têne bikaranîn.

Herekeyên di zimanê kurdî de

Herekeyên di zimanê kurdî de sisê ne: Damme (pêş), fethe/ziber (jor), esre/kesre (jêr). Damme li ser sê cûreyan parve dibe: Makbûd (girtî), mebsûd (vekirî) û dammeya sivik. Kesre jî li ser sê cûreyan parve dibe: sakil (giran), sivik û navîn. Fethe jî du beş in: Giran/tije, dûr û sivik.

Îşaret

Îşaretên ku herekeyan nîşan dikin du cûre ne: Herfîye û resmîye. Resmîye; ev îşaret ji berê de tê bikaranîn û îro jî di nivîsandin û çapemenî de dibe sebebê mûşkilatan.

Şiklê herfan jî ev in:  “w”, “elif”, “y” û “h”. Lêbelê ji ber ku ev herf nikarin îhtiyacê temîn bikin, pêdivî bi nîşankirina hin îşaretên din jî heye ku bi tevî herfan bêne nivîsandin. Herwekî li jêrê hatiye dîyarkirin: Dê tenê ji bo dammeya girtî îşaretên “w”, ji bo ya vekirî “w,” û ji bo ya sivik jî “w’”; ji bo fetheya tije (giran) “elîf”, ji bo ya sivik jî “h”, ji bo kesreya giran jî “y” û ya sivik jî “y,” bêne nivîsandin. Ji bo kesreya navîn û bêhereket jî dê îşaret neyin danîn. Belkî tunebûna îşaretan dê vê yekê nîşan bide. Lêbelê herfa hereke ya ku di navbera herfa bêhereke, kesreya navîn û herfa bihereke de wan ji hev bike, di serîyê de herfa herekê tête, ew a bêhereke nayê.

Rastnivîs

Di awayê nivîsandina peyvan (bêjeyan) de heta ku mimkun be rîayetê usulê heceyan bikin û ji bo vê yekê îşaretan deynin serê herfan.

Îşaretên der bareyê şirovekirinê de

Di vir de ji bo nîşankirina erebî îşaretê “eyn”, turkî “t”, farisî “f” û ji bo dirûvandin û wekhevîyê jî (=) tête bikaranîn.

Kurte mînakek:

Bûn[2], (ji bo min=le bo min), (kurr), (bab=bawik), (ber), (), (bê ber), (birîn)

    1                    2                     3              4             5       6         7         8

Çêbûn û manaya herfan

E (hemze)

  • Îşaretê halê nûha û dahatûya lêkerê ye. Wekî: “ekem, exum, elêm”. (K)
  • Di hinek peyvan de herfa zêde ye. Wekî: “ziman/ezman, sitandin/estandin”. (B)
  • Carina werdigere dibe “eyn”. Wekî: “ezman/e’zman, emir/e’mir”. (S)
  • Werdigere herfa “y”yê. Wekî: “esir/yesir, exte/yexte”. (S)
  • Werdigere herfa “h”yê. Wekî: “ênan/hênan, awan/hawan, erê/herê”. (Cm)
  • Car caran dikeve. Wekî: “le êre/lêre, le ewî/ lewî, le egre/legre”. (S)

B (bê)      

  • Herfa sondê ye. Wekî: “bi mergê te”(S). Carina jî wek herfa sondê werdigere “w”yê. (K) (L)
  • Ji bo sivikbûna peyvê carina ev deng ji wê dikeve. Wekî: “Seyrî bike/seyrî ke, biwace/wace”
  • Îşaretê raweya fermanî ye. Wekî: “je”, “bilê”, “biwace”.
  • Werdigere herfa “p”yê. Wekî: “bi min/ pi min, belg/pelk”. (Cm)
  • Werdigere herfa “w”yê. Wekî: “ba/wa, xerab/xeraw”. (Cm)
  • Di wateya (manaya) yekbûn, bihevrabûn û alîkarî xwestinê de tête bikaranîn. Wekî: “Be zor, be qelem, be men çî”.

P (pê)

  • Werdigere herfa “f”yê. Wekî: “çi pe/ çife”. (Q)
  • benda 10. û 14.

T

  • Dema ku di serê lêkerê de were lêkirin, dema nûha û dahatûyê dîyar dike. Wekî: “Tekem, texom, telîm”. (B)
  • Wek zemîrê hevdudanî di dema dahatû, bihûrî û maqamê hîtabetê de tête bikaranîn. Wekî: “Kerdet/ dekit, birdet/debit, xwazdet/dexwît”. (K) (B)
  • Di mrqamê hîtabê de wek zemîrê xweser tête bikaranîn. Lêbelê divê di her halûkarî de herfa pêşîya wê “elif (a)” yan jî kesreya sivik be. Wekî: “ekat, ebat, dexwat, eniwît”. (K) (B)
  • Ku were dawîya peyvê carina dikeve. Wekî: “mast/mas”, dest/des, xest/xes, ekat/eka”. (K, L)
  • Di meqamê hîtabê de wek zemîrê xweser tête bikaranîn. Wekî: “Te bir, te dibê, te xwar, ti dixwî”.* (C)
  • Ku raveker (temamker) piranî dîyar bike wek qertaf tê dawîya wî. Wekî: “elamiyetî me, mirovîyetî min”. (C) (B)
  • Werdigere herfa “ç”yê. Wekî:  “Tiştîr/çiştir, tirûsk/çirûsk”. (S)
  • Digel herfa “n”yê dibe qertafa mesdarê. Wekî: “gotin/witin”. (S)

C

  • Di erebî de hemberê wê “min” û di turkî de jî “-den” e. Wekî: “Ceyane”. (H)

Ç (çi)

  • Cînavkê pirsyarî ye. Wekî: “Çi bû? Çi nebû?” (Cm)
  • Werdigere herfa “ş”yê. Wekî: “çit/ şit”. (B)
  • bendê 21.
  • Werdigere herfa “ti”. Wekî: “çaşt/taşt”. (C)
  • Werdigere herfa “s”. Wekî: “birçî/birsî”. (S)
  • Werdigere herfa “h”. Wekî: “Çengel/ hengel”. (Q)

Ha

  • Werdigere herfa “h”. Wekî: “Hemû/ hemî, ḣemû/ḣemî”. (S)
  • Werdigere herfa “eyn”. Wekî: “Tehl=ta’l”. (Q)

X

  • Carina dikev û peyv sivik dibe. Wekî: “Xwarden/wardî, xoten/wetî”. (H)
  • Werdigere herfa “ğ”yê. Wekî: “Baxil/pağil”. (Q)

D (de)

  • Bête pêşîya lêkerê, dema nûha û dema dahatûyê dîyar dike. Wekî: “dekem, delêm, dexom”. (C) (B)
  • Li dawîya peyvê (bêjeyê) be, jê dikeve. Wekî: “bird/bir, zerd/zer”. (C)
  • Wezîfeya zerfê (hokerê) dibîne. Wekî: “Di mal, di naw-nav”. (C) (B)

R

  • Werdigere dengê “L”yê. Wekî:  “berwar/berwal, xal/xar”. (Q)

Z

  • Werdigere dengê “s”yê. Wekî: “Geztin/kestin, zik/sik, gezik/kesik”. (Q)
  • Werdigere dengê “j”yê. Wekî: “Bazar/bajar”. (C) (B)

J (ji)

  • Di ciyê “mîn”a erebî, “-den”a turkî, “ez”a farisî de û herweha di ciyê “lam”a erebî de ku wek herf-î cerr tête bikaranîn.
  • Werdigere dengê “ş”yê. Wekî: “Perj/perş”. (Q)
  • Werdigere dengê “ç”yê. Wekî: “Perj/perç”. (Q)
  • Werdigere dengê “c”yê. Wekî: “Herjen/hercen”. (H)

S (sê)

  • benda 38.
  • benda 28.
  • Werdigere dengê “ş”yê. Wekî: “Serêş/şerêş”. (Q)

Ş

  • Wezîfeya zemîrê hevdudanî dibîne û di ciyê zemîrê veşartî de tête bikaranîn. Wekî: “Kerd, wat”. (H)
  • Qertafa mesdarê (raderê) ye. (Z)

Z (zi)

  • benda 25.
  • benda 41.

“Ti”

  • Werdigere dengê “t”yê. Wekî: “Tteng/teng”. (S)
  • benda 27.

Zi

  • Werdigere dengê “z”yê.  Wekî: “Pezz/pez”. (S)
  • benda 3.

“Eyn”

  • benda 31.

“Ğeyn”

  • * benda 33.

F

  • Werdigere dengê “v”yê û carina jî dikeve. Wekî: “Mizgeft/mizgevt/mizget”. (C)
  • Werdigere dengê “w”yê. Wekî: “gûften/gotin, xoften/xotin, kêf/kîw”. (B)
  • benda 13.

Q

  • Werdigere dengê “k”yê. Wekî: “Kûtan/qûtan, bankût/banqut”. (C)
  • Werdigere dengê “g”yê. Wekî: “Leqleq/legleg”. (C) (B)

K

  • Manaya yekjimarîyê dide û carina jî bi tevî herfa “y”yê tête bikaranîn. Wekî: “Çarek/çaryîk, kerek/kerîk, însanek/însanîk”. (S)
  • Nîşanê piçûkkirinê ye. Wekî: “Kurrik, keçik, jinik”. (C )
  • Qertafa nîşankirinê ye. Lêbelê bi tevî herfa “h” tête nivîsandin. Wekî: “Maleke, piyaweke, qiseke”. (S)
  • benda 55.
  • Werdigere dengê “g”yê. Wekî: “pişkûl/ pişgul” (B)

G

  • benda 56.
  • Werdigere dengê “w”yê. Wekî: “Piyaw/piyag, mirdew/mirdeg, hange/hatiwe”.
  • Herfa zêde ye. Wekî: “Caw/cawig” gibi. (K)
  • Ev deng, di hin şêweyan de dikeve. Wekî “Gotin/ wûtin”. (K)
  • benda 61.

L

  • Beramberê “fî”ya erebî ye, herweha dişibe “de”ya turkî û “der”a farisî.
  • benda 37.

M

  • Qertafa dema dahatû ye. Wekî: “mekru, mekem, miwaçû, muşem”. (H) (L)
  • Wek cînavkê hevdudanî, di dawîya lêkera dema bihûrî ya halê axaftinê de tête bikaranîn.
  • Wek zemîrê xweser di serê lêkera dema bihûrî de tête bikaranîn. Wekî: “Me nûsî, me nivîsand”. (C)
  • Di dawîya lêkera dema nûha, dema dahatû û halê axaftinê de wek zemîrê hevdudanî tête bikaranîn. Wekî: “Ekem, dekim, tekem, mekru, mekem”. (Cm)
  • Herfa tekrar û tekîdê ye. Wekî: “Darûmar, nanûman, çeştûmeşt”. (Cm)
  • Pêşqertafa neyînîyê ye. Wekî: “meke, melî, mexwe”. (S)

N

  • benda 74.
  • Pêşqertafa neyînîyê ye. Wekî: “Nakat=nakit, naxwat=nemûrû”. (Cm)
  • Dema ku were dawîya peyvê, wezîfeya mesderê dibîne û di her halûkarê de divê ya “elîf”ek, yan “d” yan “t”, yan jî “y” û yaxud “w”yek bê pêşîya “n”yê. Wekî: “Kêşan, hatin, xwardin, nûsîn, çûn”. (S)
  • Di lêkerên dema bihûrî û dahatû de nîşana pirhejmarî ye. Wekî: “Ewan çûn, êwe hatin, ew çûn, hun hatin, ême hatin, em hatin=me hatin”.
  • Di lêkerên dema dahatû de bi tevî herfa “y”yê bête, nîşanê pirhejmarîya şexisê yekemîn e. Wekî: “deçûn”. (S)
  • Ji bo sivikbûna peyvê jê tê avêtin. Wekî: “Ciwanmêr/camêr”. (C)
  • Wezîfeya pevgirêdanîya peyvê dibîne. Wekî:  “Aynûton, aynûmen”. (H)

W/(O)

  • Di dawîya peyvê de wek herfa nermkirinê tête bikaranîn. Wekî: “Hemo, Elo”. (C )
  • Di halê nîdayê de bi dawîya peyvê ve dizeliqe. Wekî: “Kurro!”. (C )
  • Wezîfeya pirhejmarîya cînavkê şexisê duyemîn dibîne. Wekî: “Çiyo kerd”. (B)
  • Di lêkera dema dahatû de wezîfeya cînavkê yekemîn dibîne. Wekî: “Mekro”. (H)
  • Di lêkera dema dahatû de wezîfeya şexisê yekjimar ê sêyemîn dibîne. Wekî:: “Mekrû”. (H)
  • Dikare li ciyê ûtreyê jî bête xwendin. Ji ber vê yekê ferq, bi vekirîbûn û girtîbûna ûtreyê ve girêdayî ye.
  • Herfa pevgirêdanî ye, lêbelê wekî zammeyek tête xwendin, ne herfeke musteqîl e, ji ber vê yekê nivîskar bi xwe jî “w”yê bi tevî tiştê ji bo wî tê atifkirinê dinivîsîne.
  • Nîşana ravekerîyê ye. Wekî: “Yane û men”. (H)
  • Werdigere dengê “y”yê. Wekî: “rû/ rîy, mirduwe/mirîye”. (B) (C)
  • Werdigere dengê “h”yê. Wekî:  “H” harfine dönüşür: “Cu/cuh, cot/cûht”. (C )
  • benda 63.
  • Carina sivik dibe û jê dikeve. Wekî: “Peyaw/peya, pêxwas/pêxas”. (S)
  • benda 63.
  • Werdigere dengê “v”yê. Wekî: “Çaw/çav, aw/av”. (C )
  • Herfeke zêde ye û jê dikeve. Wekî: “Çim/çûm, mizget/mizgewt”. (C) (B)

 

V

  • benda 95.
  • benda 52.
  • Ji bo meşrubatê tête bikaranîn. Wekî: “Nan xwarin, av vexwarin”. (C )

H

  • Di ciyê herekeyê de tête bikaranîn.
  • Carina jê tê avêtinê: Wekî: “Bi îzneha xwedê/ Bi îzna xwedê”. (C )
  • Werdigere dengê “y”yê. Wekî: “Cih/cîy, bîn/bîhn, rih/ rîy”. (C )
  • benda 20.
  • Wek qertafê mêyîtîyê tê dawîya lêkera dema bihûrî. Wekî: “Peya got, jinî gote”. (H)
  • Herfa tekrarê ye. Wekî: “Xişexiş”. (Cm)
  • Herfa zêde ye, jê dikeve. Wekî: “Heşîn/Şîn”. (K)
  • Di halê nîdayê de bi dawîya peyvê ve dizeliqe. Wekî: “Şit e, kîj e, kûr e”. (S)
  • Peyvan bi hev ve girê dide. Wekî: “Em kitêbe baş e”. (Cm)
  • Nîşana raveya fermanî ye, lakîn tê dawîya peyva fermanîyê. Wekî: “Bike, were, rabe, danişe”. (Cm)
  • Yekjimarîyê dîyar dike. Wekî: “Bize, kite, tute”. (H)

Lêbelê ji bo ku ev qaîde pêk bê,  divê herfa çimayî û çawayîyê tune be.

  • Wek herfa îşaretkirinê tête bikaranîn. Wekî: “Em kitêbe, kitêbî hene”. (Cm)
  • benda 5.

(La=Elif)

  • Eger raveker mê be, peyveke bîyanî be jî divê elîf (a) bête dawîya wê. Wekî: “Jina min, bizina min, sebra min”. (C )
  • Di halê nîdayê de bi dawîya peyvê ve dizeliqe. Wekî: “Mamê Sofiya!”. (B)
  • Herfa zêde ye. Wekî: “Bawajin/bawejin”. (K)
  • Werdigere dengê “y”yê. Wekî: “Nan/nîn, naw/nîw, kard/kîrd”. (B) (C)
  • Herfa zêde ye, jê dikeve: Wekî: “Binware/binwere”. (B)

“Y”(ê-î)

  • benda 90.
  • benda 108.
  • Di dawîya hinek peyvan de bête zêdeyî ye. Wekî: “ber derî, berder”. (B) (C)
  • Bi awayeke giştî ji bo mêyêtîyê di ciyê herfa nîdayê de tête bikaranîn. Wekî: “Canê!, ciwanê!, keçê!”.
  • Nîşana ravekerîye. “Kurê min, bawkê min, jinê min*
  • Di dawîya peyvê de bête wateya piranîyê dide wê. Wekî: “bize/bizî, wele/welî”. (H)
  • Di ciyê herekeyê de tête bikaranîn.
  • Nîşana navê mesdarî ye. Wekî: “Başî, qencî, xasî”. (Cm)
  • Di lehçeya hewramî de qertafa mesderê ye. Wekî: “Amay, lîway, watey, wetey”. (H)
  • Yekjimarî dîyar dike û carina jî bi tevlî herfa “k”yê tête nivîsîn. Wekî: “kurî/kurîk, malî/malîk”. (S)
  • Di ciyê şexsê sêyemîn de wek cînavkê hevdudanî tête bikaranîn. Wekî: “kirdî, birdî”. (S)
  • benda 4.
  • Nîşana kirdar (subje) e. Wekî: “Malî çak e”, “kurî baş e”. (S)
  • Nîşana Obje ye. Wekî: “Serî şikan”, “destî birî”. (S)
  • Di peyvên dengdar û dubarekirî yên pêşîn de herfa “h”yê pêve tê nivîsandin. Wekî: “Xişe xiş, teqe teq, reqe req” gibi.
  • Peyvên ku di dema bangkirin û qewitandina heywanan de têne bikaranîn, carina dubare dibe û carina jî dibe yekjimar. Di halê yekjimarî de carina herfa “h”yê li ser zêde dibe, lê belê di dubarekirinê de ev herf li ser nayê zêdekirin. Wekî:  “Xete-xet/xet-xet”.
  • Herfa stûr carina zirav û nerm tê xwendin. Wekî: “Dill/dil, dellîm/delîn, mella/mele”.
  • Peyv, carina bi temamî û carina jî bi qismî berûvajî dibin, ev hal sebebek gewre yê jihevbûna zimanê kurdî ye. Wekî: “Kin/nik, lêr/rêl, befr/berf, pirasû/parsû”.

Dawî

Ez dikarim îkrar û îtiraf bikim ku milletê kurd di îlim û îrfanê de bi awayekî aşkere ji hemû milletan bêtir mehrum maye û ji ber vê yekê, ji her cûre pêşkevtin û geşepêdanê jî mehrum maye.

Di nav vî qewmî de gelek mirovên xwedî fazîlet û belkî yên dahî jî hebûne û bîlfiîl jî hene, feqet nikarîne xizmetên pêdivî pêk bînin. Lakîn van mirovan ji hinekan re gelek xizmet kirine û ji ber vê xizmeta wan jî, teşekûr û tebrîk ji bo wan hatine teqdîmkirin. Li hember vê yekê, wek dîyarîyekî ez vê beytê teqdîmê wan dikim: “Ew ên ku xwedîyê fazîletê bin û fazîleta xwe li hemberê qewmê xwe nîşan nedin û veşêrin, çawa ku îtimat bi wan nabe herweha jî lome ji wan tête kirin.”

Heqîqeten ji ber yên werkîno ye, ku ez bi xwe îro bi tesnîfkirina vê namilkeyê (broşûrê) di aleyhê alimên kurd ên wê demê de hereket dikim. Ji ber ku yên berîya me pêdivîya mesûliyetîya xwe neanîne cî, ez bi xwe bûm yek ji pêşengê xebatên vê sehayê. Di vê xebatê de ji xeynî hiş, bîr, dîqet, xezîneya xîyalan û rûpelên fikrên xwe, min çavkanîyek nedît ku murecat bikim û dîtin jî qethen nemimkun e. Mixabin rewş ev e, lê ev rewş nebû sebebê sistayî û bêhêvîtîya min, bîlakîs ev ji bo xebat û cîddîyeta min bû tesîrê herî girîng.

Be nûrê fitretê xot mîrewem der rehê eşq.

(Bi ronahîya xwe dimeşim di riya eşq de).

Çeraxê xatir kotah bîn “şû’a” nedaret.

(Ger ronahî ne ji te be, çiraya xatirê riya te ronî nake). 

Wergera ji tirkî: Seîd VEROJ

[1] Di kurdî de, hemberê “gam yemek” a turkî, “xemxwarin” e.

[2] (1- Erebî “Kewn”, turkî “olmak” ferisî “bûden”. 2- Erebî “liecli”, turkî “benim için”, farisî “beray-ê men”. Erebî “ibn”, turkî “oğul”, farisî “peser”. 4- Erebî “eb”, turkî “baba”, farisî “peder”. 5- Erebî “semer”, turkî “meyve”, ferisî “meywe”. 6- Erebî “xîlaf”, turkî “söğüt ağacı”, ferisî “bîd”. 7- Erebî “bilasemer”, turkî  “semersiz”, ferisî “bê meywe”. 8- Erebî “cerh”, turkî “yara”, ferisî “rîş”.)

*  Di metna orjînal de di şûna reqama 19 de,  29 hatîye lêkirin ( nota werger).

*  Di vê bendê de, ji ber xetayeke maddî di lêkirina reqaman de şaşîtî çêbûye, ev şaşîtî ji alîyê me ve hatiye serrastkirin.

* Di zarava kurmancî de “jin” peyveka “mê” ye, lê belê dîyar e ku di bilbasî de wekî peyveka  “nêr” hatîye bikaranîn.(n. w.)

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*