Bo zanayî Îbin Sîna (Îbnî Sîna) bê wêneye, we le muzegewrekanî Awrupa da, wêney Îbin Sîna le serewe, wêney mamosta benawekanî dî cîhan le ber pêy ew da hellawesrawe (hatine helawistin).

Ereb, leber watey “Îbin” dellên Ereb e, Tirkîş le boney wezîrîkirdinî (Îbin Sîna) bo padşay Buxara dellên Tirk e, minîş dellêm le nejadî Kurd û le tîrey Goran e. Çunke naw (el’elem) ya le seretay nawda watey “eb, îbin, ex” yanî “elkunye” nîşaney Erebî nîye. Îmrro mîlyonêk Kurd heye ke nawî Mihemed, Hisên, Hesen û Elî ye, we be boney em nawanewe … Be Erebî “kunye” nawe û heywanekan le ziwanî Ereb da hemû (kunye)yan heye, weku “Ebu ziyad” û “Ziyadun lestu e’rifu min Ebuhu” kunyey çeqel û ker e wekû wajebêj wituye:

Îbin Sîna le xakî Hemedan bûwe mamostayetî kirduwe, padşay Buxara nexoşî dillî bûwe, çarey nekirawe, be tika û parranewe Îbin Sînay birdote Buxara dermanî kirduwe, we bo nexoşî dill be zimanî Erebî nameyekî zor çakî bo padşa nûsîwe, em nameye tenha le Estemull da le yek namexane da dîwime, we kesî dî agay lê nîye. Paşan padîşa Îbin Sînay kirduwe be wezîrî gewrey “Es-sedrul-E’zem”î (Sedrî E’zem) xoy.

Ke wa bê Tirkî Îbin Sîna leber dermankirdin û wezîrî padîşay tîrey Ozbeg be Tirkî Buxara eger çî Tirk be Farisîş dediwên, we boye Îbin Sîna lewê bûwe be wezîr.

Êranî dellên Îbin Sîna Êranî ye, çunke be nawî Hemedanî benawûbang e “meşhur”e. Name û wajey zorî be Farsî ye, Tirkî hîç nezanîwe, le sayey xwêndin fêrî Erebî bûwe, we be barî “El’ade” ew deme nawyan nawe Îbin Sîna, nawî Mihemed û kunyey “Ebê ‘Elî” ye.”[1]

1- Min dellêm Îbin Sîna le nejadî kurd û le tîrey goran e, çunkî “Sîne” paş “Hisin Awa” bûwe be şar, berê dêyekî (gundekî) zor biçuk û sî xanû bûwe, boye nawyan nawe “sîyane” û sî (30) û (yan) be şêwey Goran xanuwe û “îne” le sîyane hatûwe û Îbin Sîna lem dêyeye (li vê gundê), paşan nawî em dêye gorrawe bûwe be “Sine”. Nejadî kurd, merz, tîre û kar deken bebayî piyaw, weku kurrî germên kurrî caf, kurrî ceng û leber ewe ew piyawe gewreye kirawe be kurrî Sîne û nawî bûwe be Îbin Sîna.

2- Silêmanî zor tazeye, Sineyş 700 sall paş Îbin Sîna bûwe be şar, le demî jiyanî Îbin Sîna da Hemedan şarêkî gewre û kon û benaw bûwe, leber ewe “Hemedanî”yan pê wutiwe. Hemedan şarî gewrey nejadî Kurd e, Baba Tahirî Hemedanî wajebêjî zor payebllind û xawen dîwanî kurdî ye ke weha bê Îbin Sîna, Sineyî û goran e, Hemedanîy Lûrr e û her dû tîrey Kurd in, Ereb û Turk nîye.

Le Êran da nejadekanî “Farsanî kurrî dehaw” heye, we hemûyan “Arî”n, hêndêk nejadî “Turk” heye, ke Arî nîn, zimanî Arî nazanin, be Turkî dediwên, dekewine lay çepî şîmalî Êran, Îbin Sîna le berzî berxûy (cinub, başûr) Êrane, ke weha bê eger Hemedanî bê le tîrey Lûrr e, wek Baba Tahirî Hemedanî, eger sineyî bê gorane wek “Seydî” (Helbestvanekî Goran e).

3- Lenaw nejadî Ereb de hezar kes piyawî be agadarî “be çakî” we le nejadî Turk le sed hezar kes yekêk we le nejadekanî dî “Farisan” piyawêk Îbin Sîna nanasêt. Lenaw nejadî Kurd da, we be taybetî le xakî Sine û Silêmanî û le naw tîrey “Hewramî” da jin û piyaw û pîr û ciwan, nexwêndewar û xwêndewar hemû Îbin Sîna denasin, nawî namekanî çîrokekanî dezanin, we agayan le jiyan û doktorî û mamostayî ew heye, we her kes zor zîrekî Îbin Sînay pê dellên.

Îbin Sîna 3 namey bê wêney heye: Qanûn, Şifa, Hikmet Al’în û Nalî nawî em sê namaney le wajeyekî zor şîrîn da kokirdotewe, wekû:

Çawute ‘eynî şîfam boçî ‘elî Sîna bê

Xeste qanûnî hekîmêke heta sî nabê

Pîrejinî Hewraman dellên: Demêkî daykî Îbin Sîna zawe û ew bûwe be çeşne “adet”î goran bêjînyan dawe be serda û alltûnêkyan nawete ser bêjîngeke û paşan wind bûwe. Îbin Sîna ke bûwe be sî salle be dayikî wituwe: Min le bîrim dê asman kun kun bû, le jêr ew asmane kunkune dirêj bûbûm, şitêkî gewre û laq (ling) sûr û ball şorr (nizim) hat le asmane kunkuneke da şitêkî zerd û zor ciwan bû û birdî û ballî girt (Wî ew bir û bale wî girt), çû lew dare billinde da rûnîşt. Daykî Îbin Sîna em watey bo babî gêrawe û ewîş bawerrî kird û çû le dare billindeke da hêlaney teyrî leqleqî dîwe, gerrawe be hêlaneke da alltûnekey dozîwetewe û zanîwye ke asmanî kunkun bêjînge û Laqsûr hacî leqleqe û miştî zerd alltûne û Îbin Sîna ew demeş şeş hewt roj bûwe hêşta le jêrî bêjîng dernehênrawe. Eger Îbin Sîna goran nebê pîrejinî Hewraman lenaw ew şaxane da em çîrokane çon dezanî?”[2]

[1] Kovarî Hetaw, Jimar: 55, 20ê Sibata 1956

[2] Kovarî Hetaw, Jimar: 56, 20ê Sibata 1956