Kurtejiyana nivîskarî

Maruf Yilmaz, di sala 1961an de, li gundê Xosorê, nêzîkê Amedê ji dayîka xwe bûye. Lê di nasnameya wî de 1958 hatiye nivîsîn. Ew endamê komeleya akademîkerên Swêdê û Yekitiya mamosteyên Swêdê ye. Maruf, wekî lêkolîner, lektor, perwerdekar û mamosteyê zimanê zikmakî û pedagojiyê kar kiriye. Maruf Yilmaz hindava “Bachelor of Arts, Child and Youth Studies“ (bi swêdî Filosofie Kandidatexamen” Barn-och ungdomsvetenskap, bi kurdî ”Zanistiya Zarok û Ciwanan”)”, Stockholms universitet (2006) û Pedagogî, ”Degree Of Master In Science In Education”, Södertörn University“ (2015) kuta kiriye. Ji bilî van her du examenên bingehîn jî, beşa Mamosteyiya Xwendegeha Bilind “Lärarutbildning, Lärarhögskolani Stockholm“ xwendiye û di sala, 2005an de kuta kiriye. Maruf Yilmaz ji bilî Examêna jorîn, gelek kursên lêkolînî, di derbareya Pedagojiyê de, li “Stockholms Universitetê” xwendiye. Maruf Yilmaz, lêkolîner, nivîskarê perwerdekarê pedagojiyê û mamosteyê zimanê swêdî – kurdî ye. Ew di redaksiyona kovara Rastî û xwediyê Kovara Şano û Sînema, Kovara Jîndanê de ye. Kovara Jîndan û Şano û Sînemayê bi amatorî hatibûn weşandin (hatin çapkirin). Maruf avakarê saziya ”Barn-och ungdomsvetenskaps och kunskapstolkning”, bi kurdî ¨Şîrovekirina Zanistiya 10 Zarok û Ciwanan û Wateya Têgihîştina Zanyariyê” ye. Maruf Yilmaz, dibistana destpêkê û lîseyê, beşa perwerdeya zarokên 1-6 salî ya ”Barnskötare-linjen“ (Lîse) li Swêdê” kuta kiriye. Paşê, piştî lîsê, beşa avakirina birêvebiriya zarokxaneyê (birêvebirê pêşdibistanê) li xwendegeha şaredariya Stockholmê (2000)” xwend û dîplomê wergirt. Maruf Yilmaz ji bo vê xebata xwe wiha dibêje; Gava ku Dr. Rênas Temo ji Almanyayê hate Swêdê, hingê ew bû mêvanê min û wî ev pirtûk xwend. Wî û Lokman Polat xwestin ku ez vê pirtûkê bidim çapê. Mamoste û Doktorandê “Stockholms universitetê” Farhad Jahanmihan daxwaz ji min kir, ez peyvên akademîk şîrove bikim da ku xwendekarên Kurd têgihîjin. Ji bilî wî, Dr Rênas Temo jî, daxwaz ji min kir ku peyvên dijwar şîrove bikim. Maruf Yilmaz, pirtûkên xwe bi kurmancî, zazakî û swêdî nivîsîne:

  1. Maruf Yilmaz (1985), Alfabeya kurdî, Stockholm: Weşanxana Jîndan
  2. Maruf Yilmaz (1991), Gur û heft karik; (wêne: Lena Lindqvist), Stockholm: weşanên Sara, (Gur û heft karik yek ji wan navdartirîn, çîroka kurdî ye. Bi sedan fîlmên Gur û heft Karik hatine kopyekirin û dizîn).
  3. Maruf Yilmaz (1991), Çend têbîniyên li ser rêzimanê kurdî, Hägersten/Stockholm: Weşanên Jîndan
  4. Maruf Yilmaz (1996), Ahmey Temî, fistonikê dimilkî, Stockholm: Weşanxana Jîndan
  5. Maruf Yilmaz (1992), Qedera Nivisandi dramatik- şano, Stockholm: Weşanên Jîndan
  6. Maruf Yilmaz (2007), Pedagogogî, Stockholm: Weşanxana Jîndanê.
  7. Lärarhögskolan (Universitet) i Stockholm Institutionen för individ, omvärld och lärande Av: Maruf Yilmaz Modersmålslärares och deras elevers uppfattningar om modersmålsundervisningeni skolan, 2006
  8. Södertörns högskola/Institutionen för kultur och kommunikation Hur blev jag den jag är? Södertörns högskola/Södertörn University 2015

 

MEHMED UZUN

Kurtejiyan 

Mijara naveroka pirtûkê, di navbera Romana Kurdî û edebiyata dunyayî de ye. Girîngbûna kurtejiyana Mehmed Uzunî, ji ber vê yekê ye. Mehmed Uzun di sala 1953yan de li Siwêreka Rihayê ji dayîka xwe dibe. Ew ji sala 1977an û pê ve ji Tirkiyê derdikeve, tê Swêdê û heta mirina xwe, li Swêdê dimîne. Di kesayetiya Mehmed Uzunî de; Komel, Rizgarî, Ala Rizgarî û demokrasiya Swêdê roleke mezin leyîstine. Mehmed Uzun bi demokrasiya Swêdê ya pirçandî, pirhizrî û pirzimanî ve dibe yek û ew dikeve bin bandora Edebiyata Ewropî. Bi navê Rizgariyê, kovarek derdiket û Mehmed Uzun jî, berpirsê wê kovarê bû. Divê em bînin bîra xwe, ku Mehmed Uzun, hê di 1970yî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berpirsê weşanên kovara Rizgariyê bû. Mehmed Uzun di sala 1976an de, ji ber birêvebirina kovara Rizgariyê dozek ji hêla dewleta Tirkiyê ve lê tê vekirin. Di wê demê de Îsmaîl Beşikçî jî, bê îmze nivîsek nivîsîbû. ”Dadwerê” leşkeriyê DGM´ê di doznameyê de nivîsîbû, ku tu ziman bi navê zimanê kurdî tune ye. Mehmed Uzun di ”darbeya 12ê Adarê ya sala1971an de tê girtin û berê wî didin girtîgeha leşkeriyê. Di wê demê de, ew xortekî 18 salî bû. Wî li Sivêreka Rihayê digrin û tevî 28 kurdên din jî, dibine girtîgeha leşkeriyê ya Diyarbekirê. Hingê, Mehmed Uzun girîngbûna zimanê kurdî, di girtîgehê de fêr dibe 14 û nasmaneya xwe nas dike. Gava Mehmed Uzun dibine girtîgehê, li wir Mehmed Emîn Bozarslan, Musa Anter, Îhsan Aksoy, Mehdî Zana, Tarik Ziya Ekincî û gelek kesên navdartirîn jî, li girtîgehê bûn. Dîsan Mehmed Uzun di sala 1972yan de jî, tê girtin û tevî ronakbîrên Kurd, xwendekar û hem jî gundiyên Kurd re dibe bira, heval û dost. Mehmed Uzun ji ber xebatên xwe yên edebî û siyasî, di sala 1981an de, ji nasnameya Tirkî jê tê kişandin (ji hevwelatiyê Tirkiyê tê derxistin). Nivîskariya Mehmed Uzunî, nivîskariyekî rastgot e, lewre jî dihate gotûbêjkirin. Ew nivîskarekî neteweyî û navneteweyî ye. Mehmed Uzun ne nivîskarekî çîneke civakî yan jî, siyasisekî civakê ye. Lê ew ”individ” û serbixwe ye. Ji ber hingê jî, çend nivîskar, serokên partî û rêkxistinên Kurd ên wekî Kemal Burkay, Murad Ciwan jî, ji pênûsşoriya Mehmed Uzunî ”aciz” dibûn, ditirsiyan, didîtin ku roj bi roj pênûsa Mehmed Uzunî xurttir, bihêztir û bilindtir dibe û cihê wan jî tengtir dibe, ji ber ku romanên Mehmed Uzunî yên dawîn ji yên berê herikbartir (wekî ava li herik) û binaveroktir bûn. Ev tişt bû sedema gotûbêjîyan (gengeşekirin). Di kesayetiya Mehmed Uzunî de KOMEL, RIZGARÎ û ALA RIZGARÎ roleke mezin leyîstine. Rizgarî kovarek e, ku li Swêdê derdiket û Mehmed Uzun jî, berpirsê wê bû. Divê em bînin bîra xwe ku Mehmed Uzun hê di sala1970yî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berpirsê weşana kovara Rizgariyê bû. Mehmed Uzun endamê Pen Klûba Swêdê, Yekitiya Rojnamevanên Swêd û Yekitiya Rojnamevanên Cîhanê ye. Ew rêvebirê Yekitiya Nivîskarên Swêdê bû. Herwisan ew li Wezareta Çandê ya Swêdê, wekî pisporê wêjeyên biyanî xebitiye û di amadekirina semînerên navneteweyî yên wêjeyî de jî wekî amadekar 15 beşdar bûye. Mehmed Uzun, di sala 1992yan de bûye endamê Yekitîya Nivîskarên Swêdî yê birêvebirê. Ji bilî vê saziyê jî, bû endamê Pen Kulûba Swêdê û di qada navneteweyî de jî çalak xebitiye. Mehmed Uzun bûye endamê Yekitîya Rojnamevanên Swêdê û yê Dunyayê jî. Mehmed Uzun endamê Yekitiya Nivîskarên Swêdê bû. Wî di sala 2001an de xelata “Torgryê Segerstedtê” wergirt. Mehmed Uzun, di sala 2005an de vegeriyaye Tirkiyê. Di eynî (Heman) salê de jî, ji alîyê Wezareta rewşenbîriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate xelatkirin. Wî roman û pirtûkên xwe, bi kurdî, swêdî û tirkî jî nivîsîbûn, li bîst-sih zimanên cûda hatine wergerandin. Li Paytexta Swêdê, li Stockholmê bi nexweşiya xwe ya penceşêrê ”kanserê” dihese. Mehmed Uzun li nexweşxaneyê, di derbareya lênêrîn û tedawiya (dermankirin) xwe de agahdariyê ji doktorên xwe werdigire, ku hêvîyên doktorên wî ji bo rihetbûna wî tune ne. Di 29ê gulana 2006an de hate zanîn, ku nexweşiya Mehmed Uzunî giran û bêhêvî ye. Mehmed Uzun pê hesiya ku nexweşiya wî ”penceşêr” e. Ew di 11ê cotmeha 2007an de li Amedê çû ser dilovaniya xwedê. Mehmed Uzun, di navbera salên 1980 û 1985an de dest bi xebata edebeyata kurdî kiribû û di wê demê de romana xwe ya bi navê ”Tu” nivîsîbû. Romana ”Tu” di sala 1985an de hate çapkirin, lê Mehmed Uzunî berê vê dîrokê (tarîx) dest bi nivîsîna edebiyata kurdî kiribû. Di wê demê de li Bakurê Kurdistanê tu romana kurdî tune bû. Ev tê wateya ku romana Mehmed Uzunî yekem romana kurdî ye, li Bakurê Kurdistanê. Gotina romanê koka xwe ji peyva ”Romanus” ya latînî werdigire û tê wateya ”çîroka bûyera rasteqîniyê”. Romana yekem a ku bi kurmancî hatiye nivîsîn,”Şivanê Kurmancan” a Erebê 16 Şemo (1935) ye. Wî bi kurmanciya Kurdên Sovyeta berê nivîsîbû. Ev roman bi naverok, teknîk, huner û naveroka xwe ve jî, romaneke sosyalrealîst (rastiya civakê) û siyasî ye. Romana Erebê Şemo ya duyem ”Dimdim” jî, di sala1966an de hatiye weşandin. Avakarê romana kurdî ya sosyalrealîst û siyasî Erebê Şemo ye. Lê Mehmed Uzun bavê Romana Kurdî ya nûjen û piştnûjen (postmodern) e. Romana kurdî ya duyem, ji aliyê Îbrahîm Ehmed ve, bi soranî ”Jana Gel” wekî roman tê afirandin û derdikeve qada wêjeya kurdî. Ev roman di sala 1956an de hat çapkirin û ev romaneke siyasî ye. Elîyê Evdirreman jî, sê roman nivîsîne. Du roman ji wan sê romanan, ev in: ”Şer di Çiyan de”(1989) û Gundê Mêrxasan (1968). Romana Hecîyê Cindî ya bi navê Hewar (1967) hat weşandin. Di van salên dawiyê de sê romanên Firat Cewerî hatin weşandin. Romana Firat Cewerî ya yekem “Payîza dereng” (2005) e. Ev roman ji aliyê Nûdemê ve hatiye weşandin. Romana wî ya nû ”Ez ê yekî bikujim” jî ji alîyê weşanên Avesta ve hate weşandin. Zimanê Firat Cewerî wekî zimanê Mehmed Uzunî ne xurt be jî, lê zimanekî zelal û wêjeyî ye. Mehmed Uzun zimanekî ”kosmopolîtîk” hezkerê hemû netewe, welatên dunyayî û zimanekî edebî bi kar tîne, wekî hevwelatiyekî dunyayê ye. Firat Cewerî zêdetirîn di warê ”mentalîtet”, mantikwerî û bikaranîna zimanê gelemperî de nêzikê van kesên jêrîn e: Fawaz Husen, Hesenê Metê, Helim Yûsiv, Jan dost, Şener Ozmen… Romanên Mehmed Uzunî yên bi navên ”Siya Evînê” (1989), Kalekî Rind (1987) û ”Bîra Qederê” rewşenbîrî û Jînenîgarî (otobiyografîk) ne. Romana Mehmed Uzunî; ”Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê” nûjen e. ”Hawara Dicleyê” jî, piştnûjen (postmodern) e. Piranîya 17 romannivîskarên Kurd, li Swêdê dîjiyan û romanên xwe li virnivîsîne, wek: Bavê Nazê, Firat Cewerî, Hesenê Metê, Mehmed Uzun, Lokman Polat û Mahmûd Baksî, lê niha piraniya romannivîskarên Kurd li welatê xwe dijîn. Mehmed Uzun giraniya xwe dida ser jiyanname, rewşenbîrî, vegotin, dengbêjî, mîtolojiyên cûda yên Mezopotamiya, Hindistan, Yûnanistan, Çîn, Misir û Tirkiyê û ji wan sûd werdigirt. Mehmed Uzun nivîskarekî Kurd bû, lê ew xwendekarekî baş ê wêjeya cîhanê bû jî. Wî girîngiya berhemên Shakespeare, Nietzsche, Balzac, Flaubert, Joyce, Proust û gelekî nivîskarên dunyayê yên din jî, dixwend. Nûmûne: Avesta, Gilgamêş, Hezar û rojek, Îlîaden, Odyseen (Yûnistan), Pirtûkên Weda, Manus Mahabharrata (Hindistan), Încîl, Tewrat, Şahname, ”Tristan û Isolde”, ”Divina Commedia” ”Romeo û Julia”, ”Hamlet”, Don Quijote”, ”Tartuffe”, ”Robinson Crusoe”, Destana Mem û Zîn, Memê Alan… Ez bi xwe hezkerê pedagojî, felsefe û edebiyata cîhanê me û ez ne tenê berhemên Mehmed Uzun dixwînim, ez bi şadî berhemên kesên din jî, dixwînim. Hin ji wan kesên ku ez ji romanên wan an jî, ji berhemên wan hez dikim ev in: Balzac, Dostoyevsky, Pestalozzi, Mortaigne, Firdewsî, Shakesperare, Viktor Hugo, Cervantes, Tolstoy, Gogol, Voltaire, Rousseau, Aristoteles, Goethe, Horatius, Nietzsche, Mark Twain, Erasmus, Dante, Gobert Frost, Tacitus, Vygotsky, Frued, Mead, Piaget û ne tenê ev jî… Dadgeha Ewlekariya Dewletê û Mehmed Uzun Dadgeha ewlekariya dewletê ya tirk, li Stembolê doz li du pirtûkên Mehmed Uzun vekir. Yek jê romana Mehmed Uzunî bi navê ”Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirînê” û 18 duyem jî, ya bi navê “Gulên Hinarê” ye. Dadgeha tirk, li Stembolê, li gorî xalên zagona cezayê yên 169, 3713, 3, 31 û 33-36an biryar dide, ku Mehmed Uzun bê tawanbarkirin. Ji bo pirtûka Mehmed Uzunî ya bi navê ”Gulên Hinarê (Nar Çîçeklerî)” jî, li gorî xala 3713an a zagona cezayê, Mehmed Uzun bi cûdaxwaziyê ve tê tawanbarkirin (sûcdarkirin). Yan jî tê destnîşankirin ku, Mehmed Uzun dixwaze dewleta tirk perçe bike. Xwediyê Weşanxaneya Gendaşê, Hasan Oztoprak, helwesta dadgehê li gor hiquqa Ewropayê nirxand û biryara ”DGM´ê” wek neheqiyekê dît. Di eynî demê de jî dewleta tirk ”sûcdar” kir. Rojnameya Swêdî ya herî mezin, ”Afton Bladet”, jî nivîsek li ser helwesta dadgeha tirk nivîsand û helwesta dewleta tirk neyînî (negativ) nirxand. Medya navneteweyî piştgiriya xwe nîşanda ji bo Mehmed Uzunî û helwesta xwe bi fermî nîşan da. Protestoyên (şermezarkirin) navneteweyî hatin organîzekirin. Bi qasî ku tê zanîn, nivîskarên mezin, saziyên hunermend û rojnamevanan jî, ketin hereketê. Herwisan wezîrê dewleta Norwêçê û hin wezîrên dewletên Ewrupayî yên din jî, helwesta Tirkiyê (şermezar) protesto kirin. Mehmed Uzun danûstandina xwe digel nivîskar û saziyên navneteweyî hebû û ew wekî hevwelatiyekî dunyayê bû. Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê, ku wê di sala 1987an de dest bi xebata xwe kiribû, Mehmed Uzun jî, di wê demê de piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê dikir, lê paşê dît ku cihê wî, ne di nav kesên ku beşdariya Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî li Parîsê dibin. Di Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî de Mehmed Uzun û Reşo Zîlan nêzikî hevûdu bûn û gelekî 19 ji hevûdu hez dikirin. Lê paşê Mehmed Uzunî dît ku di ”Koma Kurmancî” de zimanzan û nivîskarên dunyayî tune ne. Ji ber vê yekê jî, Mehmed Uzunî hêdî-hêdî dev ji ”Koma Kurmancî” berda, lê dostaniya wî digel Reşo Zîlan berdewam kir. 2. TEORÎ 2.1 Teorîyên cûda û rexnegirên literaturê Teoriyên cûda ”berçavkên min in, ez pê ber xwe dibînim û peyvên akademîk pê şîrove dikim û wan peyvan watedartirîn dikim, wekî rênîşandêr bi kar tînim. Ji bo ku mirov têgihîje û rastiyê şîrove bike, divê mirov teoriyekê an jî modelekê ji xwe re hibijêre. Di vê pirtûkê de, ez teoriya postmodernîzmê ya Jean Baudrillad (2001), teoriya sembolîtiya înteraktionîzm û întersubjekteta Mead (1934/1974), konstruktîvîzma Pîaget (1970), teoriya postkolonîzma Frantz Fanon (1961), teoriya hînbûniya sermayeya çand, sermayeya sembolîk û sermiyaniya civakî ya Pierre Bourdieu (1994), teoriya Martin Heidegger (1996) û teoriya postmodernîzma Habermas (1990) bi kar tînim. Lê ji gelekî teoriyên din jî, sûd werdigirim. Di dawiya pirtûkê de, ez dê behsa teoriya pragmatîzm, ”teoriya korrespons”, ”teoriya konsensus”, funksiyonalîzma Durkheîm, ”teoriya rastiya konstruktîvîzm” û ”teoriya koherensê jî, dikim, da ku ez bikaribim rastiya romannivîskarên Kurd eşkere bikim. Çend postmodernîst û rexnegirên literatura cîhanê: Donna Haraway, Gerard Genette, Giannina Braschi, Gilles Deleuze, Guy Debord, Helene Cixous, Jean Baudrillard, Jacques Lacan, Jacques Derrida, Judith Butler, Julia Kristeva, Jean Françis Lyotard, Lev Manovich, Michel Foucault, Pierre Bourdieu, Roland Barthes… 20 Pirtûka Fanon (1961) ”Çermê Reş Maskên Spî”, çawan nasname çêdibin, ava dikin û çawan gelên bindest nasnameyên xwe diafirînin (çêdikin). Fanon bi çavekî întersubjektê li têkiliyên navbera nasnameyên cûda mêze dike. Li gorî wî, mirovên bindest, xwe di çavên mirovên serdest (mirovên spî) de dibînin. Li gorî Fîlozofê Almanî Martin Heideggerî (1996) nasnameya mirovî/ê mîrasa zimanekî ye. Ev mîras xwediyê dîroka xwe, bi xwe ye. ”Hizra poststrukturalîzmê” ji aliyê Friedrich Nietsche, Martin Heidegger û Jacques Derrida ve biserkeftiye û pêşve çûye. Derrida (1988) dekonstruktîfa xwe li ser hizra Heideggerî ya ”hebûn” wekî “tiştekî di hundirê xwe de heye” avakirîye, lê gumana Nietscheyî li ser zanyariya heyî, ol û zanyariyan heye. Gumana Freudî jî, li ser ruhê tevayî û giştî heye. Li gorî hizra hunermend Tom Sandqvist(1998), Derrida û Gilles Deleuze dixwazin pişta felsefeya Rojavayî bişkênin û wê qels bikin. Habermas (1990: 42), dinivîse, dibêje; ”nûjentî” projeyeka ku hê temam nebûye. Habermas di nivîsa xwe ya di derbareya postmodernîzmê de, ew postmodernîzmê wekî berdewama modernîzmê dibîne. Ji bo Habermas (1990) peyvmendî, ”argumentasiyon”, peyvên azad, hisên azad, hisên serbixwe, dîyaloga vekirî ji bo danûstandmendiyê (kommunîkatîfbûn) ne. Gava mirov behsa postmodernîzmê dike, hingê navê Jûrgen Habermas jî, tê bîra mirovî. Lê li gorî yên wekî Jean Baudrillad, Gilles Deleuze û Jacques Derrida jî postmodernîzmê wekî berhem û zanîna demekê, dibînin. Postmodernîzm giraniya xwe dide ser peyvên curbecur ”diversitet”, anarşî (bêdewletî), beşdarbûn, dekonstruksiyon, kombînasiyon, zimanekî taybet, bêbiryarbûn, ”diskontinuite,” hawîrdorhez, lê modernîzm 21 giraniya xwe dide seryekitiya neteweyî, distans, tevahîbûn, seleksiyon, zimanê neteweyî, monokultur, biryarhez, ”kontinuite”… Mehmed Uzun (1998) wekî Pierre Bourdieu (1994) behsa reproduksiyona sistema perwerdeyaTirkiyê dike û Pierre Bourdieu jî, behsa ”reproduksiyona sistema dibistana Fransî” dike. ( Mehmed Uzun – Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Weşanên Avesta, roman, 1998). ”Teza ku ziman bîryara rast-têgihîştinê, dide, jê re dibêjin” hîpoteza Sapir – Whortî. Lêkolînên Sapir li ser zimanê reşikan e. Ew hizr, kultur, hawayên jiyana wan bi zimanê wan ve girê dide (Maruf Yilmaz, 2007:7). Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser takekesî/ê (îndîvîd) ye. Ziman ji ser yektayî/ê re û li her cihî jê zêdetir rola xwe dileyîze. Biesta (1998) dinivîse, dibêje întersubjekteta Geoge Herbert Mead (1934/1974) tê wateya ku mirov perçekiriye û ”ezbûn” digel kesên din û bi civakê ve dijî. Bi întersubjektê ”ezbûn” bi serboriyên xwe, xwe nû dike û tiştên nû hîn dibe. Peyva întersubjektê bi gelek hawayan tê bikaranîn. ”Ez hatime perçe kirim û kesitiyên din, ji bo min girîng in, ketine hundirê min.” Li gorî Mead peyva ”Ez” (subjekt, bi îngilîzî ”I”) nasnameya hundirî ye. Ev nasnameya hundirî subjekt e. Lê ”a/ê min” (objekt) nasnameya social (objekt, bi îngilîzî ”my”) e. Li gorî Mead (1974) ji teoriya sosyalpsîkolojiyê re dibêjin sembolîtiya înteraktionîzmê. Danûstandin (relation) di navbera subjekt û objektê de pêk tê.

Maruf Yilmaz

Weşanên AR 2017