Mahmut Begik/ Jiyana Mihemed Arifê Cizîrî (Bulbulê Kurdistanê) (1912-1986)

0
3403

Mihemed Arifê Cizîrî, di sala 1912an de li Cizîra Bota hatiye dinyayê. Dema di sala 1914an de Şerê Yekem ê Cîhanê dest pê dike, Mihemed Arifî 2 salîye. Weke ku di nav xelkê de jî tê gotin şer û xelayê bi hev re dest pê dikin. Ne tenê halê malbata Mihemed Arifî her weha halê hîç malbeteke Kurd xweş nîne. Di vî şerê dijwar de bavê Mihemed Arifî ji alîyê dewleta Osmanî ve tê şandin ji bo cepheya şerî. Lê mixabin em nizanin bê ew çûye kîjan cepheyê. Ji bo ku di ew demê de cepheya Rûs û Qafqasyayê, ya Fîlîstînê, ya Yemenê û hwd. hene. Lê çi heyfe ku bavê Mihemed Arifî ji şerî venagere û ew dimîne sêwî.

Mihemed Arif hêj 13 salî ye, Şerê 1925an dest pê dike. Ev şer şerê rêxistina Komîteya Îstîqlala Kurdistanê (AZADÎ) ye. Bi deh hezaran Kurd di vê serhildanê de têne kuştin. Lê yên ku serpereştiya bizava (hereketa) Kurdistanê dikin, piranîya wana tînin zîndana Diyarbekirê. Hin ji wana jî direvin Îranê û Agirîyê. Serokê serhildanê Şêx Seîdê Paloyî ango Pîranê ye.

Di wê demê de, di ew temenê(emrê) xwe yê 13 salî de Mihamed Arifî digrin û tînin zîndana Dîyarbekirê. Ji 4 salan zêdetir di zîndanê de dimîne. Di vir de em nizanin ka çend sal ceza didine Mihemed Arifî. Lê bi sedema ku emrê wî biçûke, ji îdamê xelas dibe. Di sala 1928an de, di mabeyna serfermandarê hereketa Agirîyê Îhsan Nûrî Paşa û dewleta Tirkîyê de hevdîtinên dûqolî dest pê dikin. Dewlet ji bo ku xwe ji Kurdan re samîmî û dostane  nîşan bide lêborîneke (efû) derdixe. Di vê lêborînê de hemû Kurd ji zîndanê derdikevin.

Ji zîndanîyan yek jê Mihemed Arif e ku serbest tê berdan. Lê ew ji 2 saliya xwe û vir de tu rehetîyeke ji dil û canê xwe nedîbû. Li ber çavên wî Seyîd Ebdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî ku serokê Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bû, bi kurê xwe û 4 hevalên xwe ve hatibû dadgehkirin û îdamkirin. Her weha Şêx Seîd û 46 hevalên xwe, li ber çavên Mihemed Arifî hatibûn mehkemekirin û îdamkirin. Ev bûyerên han hemû Mihemed Arifî kiribûn şahidê xwe.

Dîya M.Arifî Edlê Xan, stranbêjeka bi nav û deng ya Cizîra Botan bû. Ew li ber destê dayîka xwe mezin bûbû. Edlê Xan bi hevalên xwe re diçû mewlûd û qesîde û şahîyan. Ji xwe di nav Kurdên Cizîrê de meşhûr e, dibêjin di wextê de Mîrê Botan gotiye ‘ew kesê ku di Cizîra Botan de qesîdeyek an stranekê nizanibe bibêje bila li Cizîra Botan nemîne.’  Ev tê wateya ku dengê xelkê Cizîrê zahf xweşe.

Mihemed Arif, piştî van bûyeran diçe bajarê Dihokê. Li wir dest bi sineta zarokan dike.  Dengbêjîya xwe berdewam dike. Paşî ji xwe re xwaringeheke vedike û aboriya mala xwe pê dike.

Di sala 1932an de bi keçeke Colemêrgî re dizewice û ji ev zewacê 2 zarokên wî têne dinyayê.

Di sala 1934-35an de li Bexdayê Sêlikekê (plaq) bi Meryem Xanê re dadigre. Di wê demê de hêj radyoya Bexdayê nehatiye sazkirin.

Di sala 1946 û 1947an de, tevî Remezan Cizîrî û çend kesên din komeke olî (dînî) ava dikin. Li Kerkûk û Dûzxwurmatû û Germîyan û gelek cihên din mewlûd û îlahîyên dînî dixwînin.

Mihemed Arif, di salên 1940an de Elmas Xanê dinase. Mala Elmas Xanê weke mêvanxana hunermendan bûye. Li wir bi Elî Merdan, Teyar Tewfîq, Resûl Gerdî re têkilî datîne.

Elî Merdan dibe pireke di mabeyna Mihemed Arifî û radyoya Bexdayê de. Di vir de, divê em rola Elî Merdan ya hunerî û pêwendî danîna di mabeyna dengbêjên Kurmancên Jorîn û Jêrîn (Soran) de jibîr nekin. Di sala 1949an de diçe radyoya Bexdayê û di beşa Kurdî de strana dibêje û tomar dike.

Di sala 1961an de, bi Hesenê Cizîrî û Îlyas Hacîn re diçe radyoya Kirmanşahê ya Îranê. Li Kirmanşahê seredana ozanê bi nav û deng Hesen Zîrek dike. Bi hev re stranan tomar dikin. Bi tembûra xwe tevlî stranên Hesen Zîrek dibe. M. Arifî ji tembûra xwe re zahf jêhatî bû.

Di sala 1966an de, li ser daxwazîya Asûrîyan diçe Kuweytê. Li Kuweytê bi dengbêjên Ereb re çend konseran dide. Ev jî nîşan dide ku xelkên ne misilman jî çendîn jê hez dikirin.

Li gorî ku nivîsarê Kurd yê hêja Konê Reş dibêje di sala 1968an de diçe Qamîşloyê. Li Qamîşloyê, li Seyrangeha Gerbîs konserek dide. Kurd û Ermenî her yek ji wan dixwazin ew ji xwe re bikin mêvanê xwe. Hetta ev dibe sedema nexweşiyeka mabeyna Kurd û Ermenan. Lê paşî Mihemed Arifî dibe mêvanê Ermenan.

Di sala 1973an de, bi Gulbahar û Îsa Berwarî re diçe Lubnanê û li wir dibe mêvanê Seîd Yusifî  û di konseran de stranan dibêje. Xaseten di konsera Sinemaya Rîvolî de.

Her weha di sala 1970an de, tevî ahengên niştîmanî dibe. Di heman salê de, di Newrozê de bi rêvebiriya radyo û televisyona Bexdayê re, bi Elî Merdan, Teyar Tewfîq, Hesen Cizrawî, Îlyas Xizir, Husên Nîmet û kesên weke wan re diçe Newroza Kerkûkê, Silêmanî û Hewlêrê. Xelk wan bi germî pêşîwazî dike. Di ew salê de, peymana 11ê Adarê hatibû îmzekirin û Kurd gelek mafên xwe bi dest xistibûn. Di Kurdistanê de azadîyeke temam hebû. Ew tevgerîya bi serbestî, ji ber otonomiya Kurdistanê bû.

M. Arifî di sala 1974an de, xaneşîn(teqawud) dibe. Di sala 1979an de diçe Hecê. Lê piştî ku ji hecê dizivire, dev ji tembûr û hunera xwe bernade. Di van salan de, Eyşe Şan diçe Dihokê û bi hev re gelek strana tomar dikin. Di sala 1986an de li Dihokê diçe ser dilovanîya xwe. Gora wî li Goristana Şêxika, li Dihokê ye.

Ordûxanê Celîl dibêje; Mihemed Arifî gelek stranên herêmî ji kirasên herêmî derxistiye û kiriye kirasên Kurdistanî. Ev rast e. Zahf caran stran bi Mihemed Arifî dibe stran.

Em di nava stranên Mihemed Arifî de, car cara stranên Tirkî jî dibihîzin. Dengê Mihemed Arifî ne tenê di Kurdistanê de lê di hemû cîhanê de hatiye bihîstin. Dibêjin ko UNESCOyê çend stranên wî, weke kelepûrên cîhanê bijartîye û xistiye bin parastina xwe.