Reşbelek[1]

Piştî wacibatên li ser me, ez dibêjim ku heta îro, her çiqas zanyar, fazîletdar/dilpak, edebîyatvan û nivîskar, ji cins û qewmê Kurdan hatine jî, eger tu komek zehf hindik jê derxînî, ew jî wek Ehmedê Xanî, Ehmedê Batê, Feqîyê Teyran, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî (Xwedê, wan bi rehma xwe şa bike) ji vana pê ve, ewên din hemûyan jî, xizmeta wan ji xeynî Kurdan ra (ji Tirk û Ereb û Farisan ra) çêbûye[2].

Merivê ku ji hemwelatîyên xwe ra “xizmet”ê neke, ji xeynî (Ji Tirk û Erebû Farisan ra) wan ra çiqas dike bila bike; li ba Xwedê, nabe xwedîyê xêr û sewabê. Ev kesana, li ba merivan jî qenc û pîroz nayên qebûl kirin. Her wekî merivek maldar be, digel vê, eqreba û xizm û cîranê wî muxtacê alîkarîyê û sedeqan bin, ew kes rabe û sedeqe û zekatê xwe nede wan, wê sedeqe û zekatê bibe û bide merivên xerîb û kesên ji wî dûr. Gelo, ew meriv li gorî şerîeta Xwedê, dibe xwedîyê xêr û sewabê ya nabe?

Ew merivê ku eqreba û xizmê xwe birçî bihêle û here zikê têran têr bike, gelo hukmê şerîeta pak û paqij, di derheqê wî da çawa ye û şerîet dibêje çi?

Ewê ku qewmê wî muxtacê xizmetê bin, ew kes here xizmetê ji xelkê ra bike, ferqa navbera wî û ewê ku malê xwe bibe û bide hinek kesan ku rojê sed meriv mal didin wan. Hal ew hal e, di mala wî da hezar kes hene ku bi şîddet muxtacê alîkarîyê ne. Nexwe, ji hêla şer‘î ve/dînî ve, urfî ve, adetî ve, aqlî ve; nifqeyê wan, li ser wî kesî ferz û wacib e.

Kurd, “şeş milyon” hene. Eceba heta niha “şeş însan” rabûne û qencîtî ji bo Kurdan kirine? Bêguman na û dîsa na!!!

Yahû! Qencîtî ne lazim bû, xwezî xerabî nekirana, dîsa bes bû. Hela di mijara perwerdehîyê da, qesda ruhê Kurdan bûye. Bi şikl û awayekî wisa, ku kafiran dide girîn. Lewra bi zimanê Kurdan sankî qet kitêb nehatine meydanê. Her çiqas çend xwedîxîretan, eserek, du eser, bi zimanê Kurdî çê kiribin jî, lê heyf û mixabin di nabeyna Kurdan da bi temamî belav nebûne. Lewra, belavbûna îlmê, di serê ewwil da, digel fedakarîya mal û milk, gerek her qewmek, bi zimanê wî, ev tişt çê bibe. Wekî din, belavkirina îlmû perwerdehîyê ji bo qewman derew e, îftîra ye û buxtaneka mezin e. Her çi qewmê ku îlmû perwerdehî bi zimanê û wan di nabeyna wan da bi awayekî giştî belav nebe, bi şiklekî sirûştî (xwezayî) ji seadet û ronahîya îlm û marîfetê, bêpar dimîne, hêdî hêdî têk diçe û wenda dibe, nav û nîşanê wan, namîne.

Ez dikarim bêmubalexe, navê hezar alim û dilpak û edebîyatvanên Kurdan bijimêrim. Ji wan, hinekan ji Ereban ra, hinekan ji Tirkan ra, hinekan ji Eceman/Farisan ra xizmet kirine! Yanî eserên hêja û meqbûl, bi zimanê wan anîne meydanê. Niha Ereb, Ecem û Tirk; ji wan berheman îstîfade dikin. Ji îro û pê ve jî ew ê ji wan berheman feydeyê bigirin. Mêze bikin, ji Kurdan hatine, ji kê ra xizmet kirine? Kurd, di hal û rewşa şîn û huzn û nezanî û belengazîyê da hiştine; bi berhemên xwe, xelkê xerîb xwedînîmet û kêfxweş kirine. Feqet ez nikarim navê wan bidim; çimkî xelk wan wek “ewlîyayên pîroz” dizanin. Qudreta min tune ye ku ez di ser wan sifatan ra navê wan bibêjim; lewra bi bawerîya min, eger wan merivan bixwesta, wan dê karibûna “men‘a (dûrxistina) jehra cehaleta qatil’’ ji qewmê xwe bikin. Madem men‘ nekirine, ew jî şirîk û sebebên vê cehaletê ne.

Edebîyatvanên Kurdan, îro jî hene. Ji sedî sed, bi gotin û qelemên xwe ne Kurd in, ji sedî nodê wan jî dibêjin ku bi esl û xwîna xwe jî em ne Kurd in; Xwedê me ji wan kesan mihafeze bike; çimkî heramzade eslê (koka) xwe înkar dike, yanî eslê xwe wenda dike!

Ey Ehmed Ramîz! De tu were memire, mebehece û mebêje sebr û tehemmul bike! Bi esl û neslên xwe, ji pişta Kurdan xwarin, vexwarin û ji Kurdan wergirtin; lê seyd û nêçîra wan ne ji bo Kurda ye.

Welhasil, berdana ferzan û kirina sinetan eger caîz be, kirinên wan jî caîz e. Bi nan û nîmetê Elî meriv perwerde bibe û xizmeta Welî bike, gelo baş e? Dibe ku hinek ji we bixeydin û bienirin ji min; lewra gotina rast, tehl e.

Ya Malik (ey Mulkdarê her tiştî, Xweda)! Malikê, li Kurdan ava bike! Aqil bide wan, da ku pê dost û neyarên xwe nas bikin!

Ya Semî‘ (ey Xweşbihîstkarê her tiştî, Xweda)! Guhê bihîstinê bide wan, da ku ew pê bibihîsin!

Ya Besîr (ey Xweşdîtkarê her tiştî, Xweda)! Çavên dîtinê kerem bike ji bo wan, da ku xweş pê bibînin!

Ya ‘Elîm (ey Qenczanayê her tiştî, Xweda)! Derîyê îlm û mearîfetê ji Kurdan ra jî veke. Her wek ku Te ji qewmên din ra vekirî ye.

 Ya Sanî‘ (ey Başçêkiroxê her tiştî, Xweda) Rîya sinhet û ticaretê, ji Kurdan ra jî çêbike.

Ya Rehman û Ya Rehîm (Ey Xwedayê ku hezkirin û merhameta wî gelek e), Ya Şafî‘ (Şîfakar) û Kafî (ê ji her tiştî ra bes), Ya Şefîq (Rebbê merhemetdar) û Refîq (Rebbê dostyar), Ya Qadir (Rebbê Hêzdar) û Qeyyûm (Rebbê Pîyadar) li ser her tiştan însaf, yanî di her mijarê da merhamet û şefqetê, ji lutf û îhsan û kerema xwe bide alim, dilpak, edebîyatvan û mezinê Kurdan jî. Wek ku Te daye mezinên qewmên din, bide mezinên Kurdan jî….

Heyhat!

Ey Kurdno! Ey birçî û tîyên îlm û mearîfetê! Rind bizanin zarokê ku negirî, şîr nadinê.

Ey edebîyatvanên Kurdan! Hûn baş bizanin; kesê ku ji bo seadet û bextewarîya qewm û eşîra xwe cehd û xeyretê neke, lehnetlêbarîyê herî mezin e; çimkî evîya xîyanet e. Mirin, ji xîyanetê çêtir e, sed hezar caran. Kurdno! Qenc guhê xwe bidin min, ezê ji we ra behsa hîkayeteka tarîxî bikim. Wexta ku du dewlet hebûn, ji wan yek Îran, yek jî Yûnan bû. Dewleta Yûnan, ji qûmandanekî xwe xeyidîye û emir bi kuştina wî kirîye. Qûmandan revîyaye, daxwaza îltîca û parastinê, ji dewleta Îranê kirîye. Pişt ra, di nabeyna herdu dewletan da, herb çêbûye. Padîşahê Îranê, ew qebûl kirîye, hetta xwestîye ku qûmandanîya qolordîyekê bike bin emrê qûmandanê Yûnanî. Lê wî qumandanî, ev yek qebûl nekirîye û red kirîye. Padîşahê Îranê zor dayê, bi şîddet israr kirîye. Wî, israr red kirîye. Di dawîya dawî da, wî, mirina xwe tercîh kirîye. Li ser xîyaneta qewmê xwe, jehr vexwarîye. Wî, bi destê xwe, xwe kuştîye. Em Kurd, neyartî û dujmintîya hevûdu baş dikin. Em, xîyaneta ji qewm û eşîrên xwe ra zehf baş dizanin. Mêr, leheng, xazî, însanê şehîd û welîyê miqeddes/pîroz; ew meriv e ku mirina xwe tercîh dike û mirina xwe çêtir dibîne di ser xîyaneta qewmê xwe ra. Edebîyatvanên Kurmancan, ji Kurdîtîyê der dikevin. Zenn dikin ku derketina wan a ji Kurdîtîyê, ji wan ra şeref û payebilindî ye; nizanin ku ehmeqtî û rezaletî ye. Çimkî heramzade ew e ku koka xwe wenda dike. Dereceya heramzadeyan, “esfele’s-safilîn” e, yanî dereceya herî rezîl û sefîl û xerab e.

Ez, hemd û sena û spasîyên bêsînor, ji wî “Xellaqê/Çêkiroxê ezelî û ebedî û şan û şerefmezin ra dikim ku Wî ez Kurd çê kirime.

Lewra ez; kurê Kurd im, kurê Kurd im, kurê Kurd im ………………, …………………, ………………, ………………, ………………, …………………, …………………, ………………, ………………, hettanî Adem ‘Eleyhîsselam, kurê Kurd im! [3]

Ez, ezelî (ji berîya berê da) Kurd hatime, înşallah ezê ebedî (heta û hetayê) jî Kurd herim. Ezê Kurd bimirim, ezê Kurd rabim. Înşallah ezê hebûna Kurdîtîyê, di hizûra Rebbê Îzzetê da îsbat bikim. Ezê kêf û zewqa ebedî, di cennetê da, bi Kurdî bikim. Ezê li hember kirinên wan merivên ku bi esl û nesl û fesla xwe ji Kurdan hatine, bi nan û nîmeta Kurdan xwedînîmet bûne û saya Kurdan mezin bûne û dibin; lê ji xeyrê Kurdan ra xizmetkarî kirine û dikin, meydanê bixwînim

“Fikrekî Tarîxî”

Gelê Kurdan! Ez fikrekî tarîxî ji bo we bibêjim? Qenc û baş, guhê xwe bidin min, li ser we lazim e ku hûn bizanibin.

Berîya pêxemberîya Resûlê Ekrem sellellahu te‘ala ‘eleyhî wesellem (silava Xwedê li ser be), pirranîya qewm û miletan pûtperest bûn. Bav û ecdadê we, wê wextê dîsa “muwehhîd” [bawermendê bi yekbûna Xwedê] bûn.

Qesem û sond! Bav û bapîr, wê wextê (bawerîya wan) bi Xwedayê şev û rojan bû.[4] “Ayîn”ê wan ê dînî, yanî îbadeta wan, wê wextê cûreyek reqsê (dans) bû.

Ya Rebb! sed hezar car hemd û şikir ji te ra ku em ji bav û bapîran da, tu carê nebûne muşrîk, yanî me şirîk ji Xwedayê xwe ra çê nekirine. Hemd û şikir, bav û ecdadê me bi bihîstina pêxembertîya ‘’Resûlê însan û cinan’’, bi şerefa Îslamê ra, muşerref bûne… Elhemdulîllah em jî ewlad û nevîyên wan in. Li ser me lazim e ku li pişt wan, em ji wan ra bibin neslekî bi xêrûbêr. Nebin wekî wan merivên ku piştî bav û kalên xwe yên baş û qenc, bûne Xwedîyê şer û xerabîyê.

Ewên ku ji cins û qewmê (ji Kurdîtîya) xwe derdikevin, sed hezar (car) ji heywanan xirabtir in. Bi qurbana heywana bin. Lewra kesî nedîtîye zar û çêlikê cûreyek heywanan, ji cinsê xwe derketîye û daxilê cûreyek din bûye. Min ev edet di Kurdan da dît, sebeb cehalet e. 

“Qureyşî ji ku hatine”

Madem cenabê Resûlê Ekrem sellellahu te‘ala ‘eleyhî û sellem (silava Xwedê li ser be), pêxemberê me ye û ji qebîleya Qureyşan e, emê behsa Qureyşan jî bikin.

Ji ku hatine..?

Qureyş, Erebê “muste‘rebe” ne. Muste‘reb, di eslê xwe da ne Ereb in; lê (paşê )bûne Ereb. Ceddê macidê Qureyşan, yanî bapîrê wan, Hezretî Îbrahîm Xelîlu’r-Rehman “Selatullah ela nebîyyina ‘eleyhî we sellem” (silava Xwedê li ser be) e. Îbrahîm Xelîlullah (dostê Xwedê), welatê wî yê eslî, derûdora Urfayê ye, “Urfa” ji zemanê Tofana Nûh û heta niha, welatê Kurda ye. Li Urfayê, Xelîlullah avêtine nav êgir. Cenabê Mewla Xwedê Te’ala, bi qudret û ezamet û kerema xwe, agirê wan kafiran ji Xelîlê xwe ra kirîye gul û gulîstan. Piştî wê hingê, ew çûye alîyê Şamê, ji wê jî çûye Misrê. Ji Misrê vegerîyaye, hatîye erdê Ken‘an (Filistîn); li wê derê, cenabê Ekreme’l- Ekremîn (Xweda), ji dîya me ya Hacer, Îsmaîl Eleyhîsselam, daye.

Dayika me Sara, bi hesabê exlaqê beşerîyetê û jintiyê, hesûdî kirîye. Lewra jina wî ya mezin, ew bû ye. Lê wê wextê ewlad ji wê tune bûne.[5]

Îbrahîm Eleyhîsselam; Îsmaîl û dîya wî Hacer, girtîye û çûye Wad[î] xeyr[î] zî zer‘ (gelîyê ku zipûzuha ye û tiştek lê şîn nabe )[6]. Îsmaîl, lawê wî yê mezin bûye. Ew, ji Ereban zewicîye, ewlad û nevîyên wî bûne Erebê muste‘reb (asîmîle bûye, bûye Ereb).

Eceba? Eslê Qureyşîyan ne Tirk be? Naxêr (na). Lewra wê wextê, Mawerayê Nehr[7] (ji sînorê Îranê) vir da, Tirk tûne bûne. Hetta di hinek kitêbên tarîxî da, dibêje; Îbrahîm bîn Azeru’l-Kurdî (Îbrahîmê kurê Azerê Kurd).

Îbrahîm û Îsmaîl; navên Ecemî (ê ku ne ji Ereban) ne[8], yanî ne Erebî ne. Lewra wê wextê, her qewmekî navê zarokê xwe li gorî ‘urf û adetên qewmê xwe, li zarokên xwe dikirin. Ewlad û nevîyên Îsmaîl jî, dema ku bûne muste‘reb, navê Erebî li zarokên wî hatîye kirin. Hetta hatina dînê Îslamê.

Ji hatina Îslamîyetê û vir da, navên Ecemî (hemû navên ku ne Erebî ne), Ereban jî bi kar anîne. Madem ku wiha reng e (wuha ye), eslê Qureyşan dibe Kurd. Silava Xwedê, li ser wan kesan be ku ew li ser rîya rast in.

Li ser vê meseleyê, ez bi gellek kesan ra ketime nav minaqeşeyan, ew di dawîyê da, teslîm bûne.

Bi eslê û neslê xwe, Kurd xwedî şan û şeref in û pîroz in. Feqet, bi şan û şeref û pîrozîyê, fexir nabe. Lewra her ferd, şan û şeref û pîrozîya wî, gerek di exlaq û nefsa wî da hebe.

Gelî Kurdan! Bixebitin! Fezla bav û bapîran qezenc bikin; çimkî fezîlet û kemalat, ne genetîk e, wek mal û mulk… Bi xebatê ye, bi xebatê ye, bi xebatê ye, bi xebatê ye.

Gotineke pêşîyên Kurdan heye, dibêje: “Ji perîyan welî, ji welîyan perî (çê dibe)”

Di “Qesîdeya Lamîyye” da[9]  

لا تــقـــل أصـــــلي وفـــــصلـــــي أبــــــدا

إنـــــمــــا أصـــــل الفــــتـــى ما قد حصل

Qet nebêje ku esl û feslê min ev e

Çimkî esl û feslê meriv, bi cehd û xebatê ye

قــــــد يـــــسود المـــــرء مــــــن دون أب

وبـــــحســـــن السبـــــــك قد ينفا الزغـل

Meriv bêyî bavê xwe jî dibe xwedîyê şan û serefê

Bi xweşeyarkirinê, qisûra pereyê qelp (sexte) jî wenda dibe.

وكذا الورد من الشوك وما

يطلع النرجس الا من بصل

Û herwiha, gul ji nav dirrîkan derdikeve

Nêrgiz jî, ji xeynî pîvazê, ne ji tiştekî ye.

Şecaeta [Mêrxasîya] Bav û Bapîran

Pehlewanên meşhûr, ji ecdadên Ristemê Zal, Behramê Çûbîn, Ferhadê aşiqê Şîrînê û hwd… zehf bi navûdeng hatine. Tarîxê, evîya ispat kirîye, hetta ku Kurd digel Îranîyan bûne, her çiqas ku Îranîyan bi Yûnanîyan ra ceng û herb û qewxe/pevçinîn kirine, Eskerê Yûnan daîma di bin ling û pîyê eskerê Îranê da maye. Bi saya cesaret û mêrxasîya Kurdan; Îran serfiraz û xalib, Yûnan mexlûb û perîşan bûye û têk çûne. Kurdan, Yûnanî wek hevîr diecilandin/dieciqandin; Îranîyan, digotin qey ew dikin.

Wexta ku Kurd ji Îranîyan cihê bûne, rewşeka berovajî vê rewşê çêbûye; yanî Yûnanîyan zora wan birîye. Feqet bi mêrxasî û cesaretê jî mexrûr mebin û qurretîya xwe pê nekin. Zemanê mêrxasî û cesareta bêîlm û merîfetê, çûye. Tu kes ji “şêr” bi qewettir û cesarettir, tune ye. Bi saya îlm û merîfetê, “şêr” digrin, zincîrê diavêjin stûyê wî û wî diavêjin hefsan. Dibe her wekî kûçik û tajîyan; lewra şecaet û cesareta wî, bêîlm û mearîfet e.

Qewmê ku xwedîyê îlm û îrfanê ye, wek însanan dijîn; qewmê cahil jî, wek kerîyek pez e. Însan ji pezan şîr vedixwin, hirî û mû û çermê wan li xwe dikin, paşîya paşî jî serê wan jê dikin û goştê wan mubarekan kebab dikin.

Eger em nexwînin, aqûbeta me jî wek a pez e. Eger em bixwînin, em jî wek wan kesên xwende, dibin sahibê îlm û mearîfetan. Eger em bixwînin, em li wan kesên ku îro çavê xwe berdane me ku me bixwin, nebihurin jî bi saya Xwedê emê bigihên sewîyeya wan. Eger em nedin pêşîya wan, emê li kêleka wan, bimeşin…

Rohnîya her du çavên min, gelî Kurdan! Em zehf cahil in, em bêxwedî ne. Ji bo Xwedê, Ehmedê Xanî “rehmetullahî ‘eleyh rehmeten wasi‘e”(rehma Xwedê, gelek lê bibare) gotîye:

Enwa‘ê milel, xudankitab in

Kurmanc, tenê di bêhisab in

Kurmanc, ne pir di bêkemal in

Emma di yetîm û bêmecal in

Bilcumle ne cahil û nezan in

Belkî di sefîl û bêxudan in.

Gelî Kurmancan! Carekê bifikirin! Di derheqê zanebûn û nezanebûnê da, Xwedê Te‘ala, bi zimanê xwe yê şîrîn ferman kirîye, bi pirseka ku bersiva xwe di xwe da dehewîne, gotîye: “هل يستوي الذين يعلمون والذين لايعلمون”[10] “Ewên ku dizanin û ewên ku nizanin, qet dibin wek hevûdu?

Elbette û elbette, ku tu carê nabin yek.

Reca min ew e ku hûn ji bo zanebûnê, bixebitin. Ez sed hezar carê, recaya xebata zanebûnê ji we dikim; feqet ji me Kurdan ra tesîra nesîhet û şîretan, heyhat!

لقد اسمعت لو ناديت حياً

ولكن لاحياة لمن تنادي

(Bi gazîyê be jî ez dengê xwe digihînim kesên sax

Lê kesên ku hewceyê gazîyê ne, ne sax in, mirî ne.)

Pênc sal berê, li Misrê, min “Mewlîda Kurdî” pênc hezar heb çap kir. Di paşîya wê da jî min îlan kiribû ku bila Kurd ji me re kitêb û meqaleyên Kurdî bişînin, da ku ez wan çap û neşir bikim. Heyf û mixabin heta vê gavê tu kesekî kitêbek Kurdî neşandîye.[11]

Gelî kek û birayê min! Ji bo hişyarkirina bira û bavên xwe bixebitin, da ku hûn îlm û mearifetê bi zimanê xwe bikin.

Fedakarî lazim e. Bibin xwedîxeyret û xîreta mezin. Pêşîyê, rêzimana zimanê xwe çêbikin. Kitêbên dinyayê tercume bikin. Kitêbên (eser) kêrhatî yên her cûre îlmê, bixin zimanê xwe.

Xwedayê her îxtîyacan, emr û îrade kirîye û gotîye [12]“ليس للانسان الاما سعي” (ji bo însan, ji xeynî cehd û xebata wî, tu tiştek jê ra tune ye.)  Pêxemberê me, sellellahû te‘ala ‘eleyhî we sellem (silava Xwedê li ser be) jî gotîye “اطلب العلم من المهد الي اللحد” (Ji dergûşê heta mirinê, bi dû îlm û zanistê bikeve.) Di hedîseka din da gotîye: “اطلب العلم ولو بالصين” (Bi dû îlm û zanistê bikevin, ku ew li Çînê be jî.) Di hedîseka din da jî gotîye “طلب العلم فريضة على كل مسلم ومسلمه”. (Li ser her jin û mêrî, talebkarî û hînbûna îlm û zanistê, ferz e.)

Ji bo raxbet û teşwîq û hewesa Kurdan li ser xwendinê, min bîst û penc zêr ji bo ser çapa Mewlida Kurdî xerc kir. Hetta îro, min pêncî quriş girtîye; min ew jî ji bo heqê postexaneyê xerc kirîye.

Ji pênc hezar kitêban, aniha li cem min tevda sed û çil adet mane. Mal û mulkê min tune ye. Hemd ji Xwedê ra, heta îro min meaş jî negirtîye.

Eger, emrê min bihata firotin, bêtereddud minê bifirota û di rîya Kurdan da xerc bikira.

Çimkî, xelk aşiqê mal û mulkê dinê ye; ez aşiqê lefzê Kurmancî me.

Xelk, nexweşê derd û kul û mereza ye; ez nexweşê sefîlî û feqîrî û ceheleta Kurda me.

Însan; yek, ji bona ku bigihê hezkirîyê/ya xwe; dudu, ji bo ku xwe ji nexweşîyên wucûda xwe xelas bike, bêtereddud û bêyî ku bifikirin, hemû mal û mulkê xwe çawa xerc dikin, ez jî di derheqê Kurdan da wisa me.

Feqet, kar û adetê dergistîyan; perîşankirin û kuştina aşiqan e. Derd û nexweşîya ku hekîmê wê tunebe, ew nexweşî dibe qatil.

Esîrê navbeyna du canîyan ez im, meqtûlê/mirîyê navbeyna du qatilan dîsa ez im.

Feqet canî (qatil) jî nekarin zirarê bigihînin ‘ezma (qerara li ser rîya min) min.

Dinya û yên têda, hemû bibin yek, tucarê ji bo min bêhêvîbûn û bêumîdî, çênabe û nabe û nabe…

Eger tu bibêjî ey bûdellah (ji bo Xwedê)! te çi kirîye, tu yê çi bikî? Ez dibêjim ku her kes, li gorî halê wî, li ser wî ferz e ku qesd û nîyeta xêr û xweşîyê, ji bo qewm û eşîra xwe bike. Herwekî ku şairê Ereb gotîye:

علي المرء ان يسعي الى الخير جهده

وليس عليه ان تتم المقاصد

‘’Li ser meriv ferz e, ku meriv cehda xêrûbêrê bike

Lê, bidestxistin û temamkirina meqsedan, ne ferz e.’’

Gelî Kurdan! Baş bizanin ku lezzeta îlm û zanistê, zehf xweş e û fêkîyên wê dereng in. Hûn îlm û mearîfetê, li ser ceh û garis û genim û tirî, qîyas bikin? Meriv, ji ceh û garis, piştî nod rojî; ji genim, piştî du sed û heftê rojî; ji tirî jî, piştî hezar rojî dikare jê bixwe.

Qewmê ku zimanê edebîyata wî tune be, ji heyata medenîyetê mehrûm û bêpar e. Ji parastin û mudafakirina hiqûqê xwe, dîsa mehrûm e. Lewra, însanê cahil, nizane ku xwedîyê çi hiqûqî ye, nizane parastin û mudafeya heqê xwe bike. Em Kurd hemû jî, wexta ku em derkevin cem memûrekî, yan cem merivekî ku navê wî bi mezintî hatîye zanîn, em nefsa xwe wek esîrê wan, yan jî wek koleyê wan dizanin.

Însan, nabe kole û evde (qûlê) însanan. Însan, nabe esîrê însanan. Însan, dibe evdê Xaliqê (Çêkiroxê) xwe. Bi taybetî jî dînê Îslamê, xelasîya însanan e. Çawa koletîya mexlûqan qebûl dike? Em Kurd jî, bi kerem û comerdîya Xwedê, musliman in. Tucarê, zelîlî û heqîrî û esîrî, ne caiz e; yanî xwe piçûkdîtin û bejintewandin, ne tiştekî rast e.

Ji me ra, bi teorîken “zanebûn”, bi pratîken “bicîanîna pênc ferzê Îslamê, terka derewan, terka fîtne û bêtifaqitîyê, jêdûrketin û xweparastina ji qetl û qitalan, digel terka kirinên xerab û nebaşên yên din, muhebbet û merhameta me ya li ser qewmê me.”

Xizmet, bi navê Kurdî, lazim e. Çimkî ku navêkî giştî ye û tiştên din ên ku hene, ew (Kurdî) mehneyan wan di xwe da dihewîne…

Şêx, mela, paşa, beg, axa heta bigêhê şivanên me, hemû jî daxil in; di bin vî navê muqeddes da, piştî Xwedê û Hezretî Pêxemberê me (ku ew Kurd e) û lefzê Kurdî, miqeddes/pîroz û muhterem e.

Muhterem Seyyid Taha[13] Efendî! Ez dixwazim van çend rêzan, ji zatê te ra îthaf bikim. Çimkî, li derûdora Kurdistanê, ez te wek parastvanê îlm û mearîfetê, dibînim. Belavkarê fikra azadîyê, li derûdora Kurdistanê, dîsa tu yî. Rebbê min ê Baqî! Reca ji min û qebûl ji te, efendim!

Xizmetkarê Kurdmancan

Ehmed Ramiz

Çavkanî: Weşangêrekî Xwbexş û Aşiqê Lefzê Kurmancî: Kurdîzade Ahmed Ramiz, Weşanên Sîtav, Wan 2019

[1] Ev metn, ji alîyê Q. S. ve, bi Kurmancîya îro hatîye sadekirin.

[2] Di vê noqteyê da, teorîya qewmperestîyê, teorîya min e. Çimkî, fitreta ezelîyye, Xwedê, di çêkirina min da ez Kurdperest çê kirime…

Carnan, di sohbetan da ji bo “letîfe” dipirsin û dibêjin: “Tu Kurd î yan Misilman î?” Her tim cewaba min ev bûye: “Ez Kurd im û Misilman im.

[3] Ev bend di orîjînalê metnê de jî bi vî rengî xal xal e.

[4] Li vê dera, qesda Ahmed Ramîz her hal ev ê ku dibêje; bav û kalikên me, di zemanê berê da jî, dîsa bi Xweda bawer bûn. Çimkî Zerduştîyan bi Xwedayê şev û rojê, îman anîbûn. Yanê ne muşrîk bûn.

[5] Paş hingî, Xweda, ji Sarayê ra jî Yeqûb daye. (E. R.)

[6] JI Mekkeyê ra, Cenabê Mewla di Qur’ana ‘Ezîmu’ş-şan da, “Wad[î] xeyr[î] zîzer‘” gotîye; lewra di ev erdê pîroz da, baran nabare, nebat hêşîn nabe. (E. R.)

[7] Paşîya hudûdê Ecemistan e. (E. R.)

[8] Ji navê ji bilî Ereban ra dibêjin Ecemî. (E. R.)

[9] Qesîda Lamîyye, helbesteka şairekî Ereb ê bi navê Ibnu’l-Werdî ye. Ev helbest bi pend û şîretên Îslamî meşhûr e. Bo agahîyên zêdetir û wergera wê ya bi Tirkî bnr. Tacettin Uzun, İbnu’l-Verdî ve El-Kasîdetu’l-Lâmîyye’si, Kovara Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Sakaryayê, J. 10/2004, r. 17-26.

[10] Ev ayeteka Qur’anê ye. Ji Sûreya Zumerê, ayeta 9’an.

[11] Xulasa Eqaîd, sahibê himmeta ‘alîmuhibb û hamîê me‘arif “tahiru’n-neseb” necl, merhûm Şêx Muhemmed Siddîq Efendî “Seyyid Taha” Beg Efendî şandîye. (E. R.)

[12] Ji sûreya Necmê, ayeta 39’an e.

[13] Di çavkanîyeke balkêş de ku ji alîyê îstîxbarata Înglîzî ve hatîye amadekirin, derbareyê Seyyid Taha de hin agahî hene. bnr. Personalities in Kurdistan, Government Press, Bexdad, 1919, r. 141