Şehab ed-Dîn Ehmed Ibn Fedlullah el-´Umerî (1301-1349) vê berhema xwe ya berfireh ya bi navê Mesalik el-Ebsar we Memalik el-Emsar[1] nêzî 650 sal berê weke ansiklopediyeke wêjeyî, dîrokî, erdnîgarî (coxrafya), dînî, zagonî (qanunî) siyasî û bireveberî nivîsiye. Şehab ed-Dîn Ehmed, piştî derketina ji zindanê û mirina bav û birayê xwe ketiye cihê wan û bûye katibê taybetî yê Siltanê Memlûkiyan, en-Nasir Mihemed ibn Kelawûn.

Îbn Fedlullah di hezîrana sala 1301ê de li bajare Şamê ji malbateke ku di ber xizmeta Memlûkiyan de bûye hatiye dinê. Destpêka xebata wî li Qahireyê bûye, lê pişt re ew çûye Şamê û li wê derê karê xwe domandiye. Wî li ser birêkxistin û birêvebirina dewleta Memlûkiyan gelek agahdarî dane û berhemên hêja li pey xwe hiştine. Ji bilî vê kitêba Mesalik el-Ebsar we Memalik el-Emsar berhemên wî yên et-Te´rif bi Musteleh iş-Şerîf  û Kitabet ut-Sir Lî s-Selatîn we l-Umera Fî l-Qahîre we Dimeşq navdar in. Herweha wî kitêbeke mêjû û agahdariyê ku li ser malbata xwe nivîsiye û hinek helbest jî li pey xwe hiştine.[2]

Încar weke gelek nivîskarên îslamê Ibn Fedlullah el- ´Umerî jî di kitêba xwe ya Mesalik ul-Ebsar we Memalik el-Emsarê de li ser hinek eşîrên kurdan yên serdema xwe û welatê wan gelek agahdariyên hêja dane. Lê pir heyf e ku tevahiya Mesalik ul-Ebsarê di destê min de nîne, bi tenê kopiyeke destnivîsa wê ji beşa çaran ku tê de qala kurdan dike, ji aliyê Malmisanij ve giha destê min. Çawa ez dizanim ew van salên dawî hatiye çapkirin, lê mixabin ku ji ber xilbeyiya wê (30 cild) min ew hê bi dest nexistiye.

Lê belê el-Qelqeşendî jî ev beşa ser kurdan a di destê me de, ji Mesalik ul-Ebsarê vegugaztiye û di berhema xwe ya Subh ul-E´şa` fî Meqam il-Înşa´ê di cildê çaran de weşandiye ku M. Emin Zekî Beg jî ew beş ji Subh ul-E´şa`ê wergirtiye.

Incar dema M. Eli Ewnî jî Tarîxa M. Emîn Zekî Beg ya bi navê Xulaset Tarîx il-Kurd we Kurdistan wergerandiye erebî, hingê ew daye ber eslê wê. Wî li gorî lêkolînên xwe kêmasiyên wê deranîne, ew li hev rast kirine û hinek agahdariyên din jî lê zêde kirine. Herçendî ku di destnivîsa cem min de çend cih û hinek bêjeyên ku qenc nedihatin xwendin hebûn jî lê bi alîkariya van berhemên jorî min ew xwendin. Bi hêviya leborînê ji bo kêmasiyan.

Emîn Narozî

 ***

 Beşa çaran li ser welatê  Cibal e (Çiya ye)  ku ew jî çar babet in 

Babeta yekemîn di behsa kurdan de ye; ew rewşa xelkê Çiya (Cibal) hemî digire nav xwe. Babeta duyemîn li ser luriyan/loriyan e,[3] ya sêyemîn qala şûliyan û ya çaremîn jî li ser şenkariyan/ şebankariyan e.[4] Welatê wan hemî welatekî belawela, pir berhemdar, bi çandinî û cotyarî bi hatinî û bi deramet e. Gelek çandiniyên çê yên dexl û dan û fekiyên pir î bêhempa û pircûre lê hene. Ew hemî dewlemend î şad, bi xweşî û şahî, bi parastin û xwedî keleyên asê yî mehkem  in.

Babet I

Babeta pêşî di behsa wan kurdan de ye ku bi alikariya Xwedê em dê bibêjin. Her çendî ku ew kesên di vê beşê de hemî dikevin ber hejmara kurdan jî lê dîsa evên ku em dê li vê derê behsa wan bikin pareke taybetî ye ji tevahiya wan. Ew jî ew kurd in ku nêzîki Iraqê û diyarê ereban in, ji bilî yên ku li welatên biyanî belavbûne: mina wan malbatên li Şam û Yemenê û wan êlên ku li nav welatan, li hawîrdorên Iraqê û li nav hemî welatên ereban belavbûyî mane.

Di vê dema me de ew li nezîkî Mardinê zêde bûne ku Ibrahîm ibn Eliyê navdarê bi “Xersî/Xerzî Balû[5] jî ji wan e. Gava bextê wî xweş lê anî û hêza wi jî xurt bû, hingê kom û civat jî li dora wî civiyan. Serrim u zirxên wi diçirisîn, xelk bi navê wî dihat gazîkirin û ji bo amanca xebat û tevgerê xwe pê ve girêdidan. Pişt re gava ew mir kurê wî  ket cihe wi, lê kur cihê bavê negirt û tu carî nebû cewrê ku ketibû cihê şêr.

Heçî babeta ku rewşa wan niştecihên Çiya û yên din diyar dike, bi destûra Xwedê em dibêjin: Bêguman mebest ji Çiya, li gorî raya giştî, ew çiyayên ku dikevin navbera diyarê (welatê) ereban û yê eceman e. Destpêka wan ji Çiyayên Hemezan/Hemedan û Şehrezorê ne û xilaseka wan jî digihîje kele û girên wî gundê kafiran ku dikeve welatê Tekfûrê [mebest jê Iperatoriya Bizansî ye – Emin Narozî]. Yanî ew welatê Sisê[6] û cihên pê ve girêdayî heyanî wan herêmên ku di destê malbata Lawin/Lion de ne.

Min ji eşirên wan hew yên ku ez serwextê bi wan im daye û min ji wan jî hew navê malbatên şah û mîran gotiye. Em dê bi çiyayên Hemezan/Hemedan, Şehrezor û Erbilê dest pê dikin û bi wîlayetên Cczîreya Dîcleyê heya bigihê herêma Mûsile biqedînin. Em dê dest ji herêma pişt çemê Dicle û heya Firatê berdin ji ber ku zêde ne giring in. Digel vê jî tiştê ku min gotiye jî bi tenê kurtasiya mebestê ye, ne zêde ku ew jî hew kurdên Cezîreyê [navbera herdu çeman] û gundên Mardînê ne.  Ew bi hemî hawîrdorên xwe re neyartiyeke dijwar dikin, çendî ku ciyên wan ne asê ne û ji bo serîhildanê jî ne ewçend bi keys in.

Hozeke/Zomeke wan li çiyayên Hemedan û Şehrezorê cihwar in ku ji wan re Goranî dibêjin. Ji wan him serbaz û him alî (re´ye) hene ku hemî xwedî hêz û bi xiret in û li cihekî bi navê “Rayedeşta Mîr Mihemed”[7] rudinên. Ji ciyê wan ê duyemîn re jî Derteng[8] tê gotin ku mezinê wan Mir Mihemed e. Hejmara wan ji penc hezarî zedetir e[9] ku hemî li hev in û di nav wan de tu nakokî tuneye.

Li du wan kelali/gelalî[10] tên, ew jî eşîreke pir bi hêz û xwedî hejmareke pir e. Ew bi navê koma Seyfedîn Sebûr jî têne nasîn û ciyê wan Damerk/Damerg,[11] Nehawend[12] û heya nêzîkî Şehrezorê ye. Ew bi qasî hezar mêrên cengawer î mêrxas in û serokê wan jî mina wî fermandarê ser serbazan bandorî li ser cînarên xwe yên Kurdnîjad hemî dike. Ji ber rastgoyî û xuyxweşiya serokeşîr, temamê rîspî û zanayên eşîrê qedrê wî digrin û cihekî bilind didinê.

Ji eşîra kelaliyan/gelaliyan/celaliyan du bavikên din ji hene: yek ji wan li dorhêla Deqûqê[13] ciwar bûye ku hejmara wan li dora hezar kesî ye. Ya din jî li Uşnuya [Şinoya][14] hêla Azerbaycanê rûdinê ku hejmara wan jî dused kes in. Hejmara wan ji ewqasî bêhtir bû jî lê dema zilamekî Tatar î ne misilman, serekê Erbilê Melik Şerefedîn ibn Selar kuşt. Hingê xelkê wî dijî gawiran [ne misilman] serî hilda û pişt re hinek ji wan bi bal Şamê ve, hinek jî bi bal Misrê ve koç kirin. Kurê wî, Mir Mihemed bû mezinê yên Eşneyê [Şinoyê] û kurê wî Mir Osman jî bû serokê yên ku li ser axa xwe mabûn, le mirina kurê wî bû mirina yên mayî jî.

Piştî kelaliyan/gelaliyan/celaliyan, li derûdora çiyayê Hemezanê/Hemedanê bavikekî bi navê “Zenkele/Zengele”[15] jî heye. Ew pir mêrxas û dekbaz in ku hejmara wan bi qasî du hezarî ye. Ji wan re xelkê Cemaledîn Balan[16] jî tê gotin. Ew bi xurtî li ser diyarê Kenkûriyan/Kingoriyan[17] û li ser çol û kozên hawirdor jî hikim dikin.

Berî xerabûna Şehrezorê, eşîr û malbatên kurdan ên mezintir û dewlemendtir jî li wir dijiyan. Ew du ber bûn, yek ji wan jê re “el-Lûset” dihat gotin û ya din jî bi navê Babîrî[18] dihat nasîn. Ew merxasên şer, yên serîhildan û ledanê bûne ku piştî bûyera Bexdayê hejmareke pir ji wan bi jin û zarokên xwe ve [ji cihên xwe] bar kirine.

Wan welatê xwe vale hiştiye û rabûne çûne li welatên Misrê û Şamê bicih bûne. Ji wan hêz û komikên cuda derketine, gelek bûyer û qisûmatên giran (belayên mezin) bi ser wan ve hatine. Serpehatî û bûyerên ku li wan qewimî ne ewqas mezin bûne ku her yek ji wan pirtukekê tije dike. Di şûna wan de eşîreke bi navê el-Xerlîse[19] cihwar bûye, lê ew ne ji kurdên xalis in.

Li bajarê Şehrezorê, di navbera wê û Eşneyê de azbateke din bi navê “Siyûliye”[20] heye. Hejmara wan digihije du hezar kesî, ew gelekî mêrxas, camêr û pir bi xîret in. Ew du ber in: berek jê li ser benda kurê Izedîn/Ezedîn Mehmûd e û bera din jî ya Mîr Dawid e ku bi navê    Dawid Bedran jî tê nasîn.

Li dû wan jî qebîleya Qeryawî[21] tê, ku li hinek bajarên herêma Lîstarê[22] ciwar in û hinek ciyên din ji Erbile jî di destê wan de ne. Hejmara wan ji çar hezaran zahftir e ku mezinê wan Ebûbekir e û je re Seyfedîn jî tê gotin. Pistî wî jî, Şehabedînê kurê wî mezinatiya êlî dike.

Li pey wan jî êleke mezin bi navê Hesnaniye[23] tê, ku xwedî gelheyekî (nifuseke) xurt î pir e. Ew dibin sê bavik û di dora hezar kesî de ne. Bavikê mezin bera Îsayê kurê Şehabedînê Reyî ye û diza Cefrê ku dikeve Reyê û ya Hamiye jî yên wan in.[24] Bavikê duyemîn jî du komik in: yek el-Benlite[25] û ya din ji Balcakî ye.[26] Mezinê van herdu malbatan jî Ebdullah ibn Şehabedînê Zengî ye.

Bavikê sêyemîn jî yê Fexredîn e ku serekekî pir qewî û xurt e. Niha birayê wî Ixtiyaredîn Emerê kurê Ebûbekir li şûna wî ye. Eşira Hesnanan bi Diyarê/Welatê Kerkarê tê nasîn û weke hemî ciyên din, di parastina Derbenda Qerayeli/Karabeli[27] de jî bi Qeryawiyan re hevbeş e.

Pişt re welatê Keri`hîn û Deqmuqa Safîh[28] tên ku hejmara wan di ser heftsedî de ye û serokê wan Şuca´edîn Babekir e ku xwe ji bo dînê xwe dixe zehmetê û ji bo êla xwe jî şer dike. Ew li navçeya Erbilê, li qezaya Beyn el-Cebeleynê (navbera herdu çiyan) dijî û malbatek e ku ji herdu dewletan re xizmet dike û herdu beran jî bi hev re idare dike.

Ew di zivistanan de bi teteran/tataran re xweş derbasdikin û havînan jî bi Seraya Şamê re qenc li hev dikin. Hejmara wan mîna ya kelaliyan/celaliyan e û serokê wan jî Tacedîn Xidir ibn Sileyman bû ku nivîskarekî rewanbej û zarşêrîn bû. Ew bi balyozî bi bal dergehê Melik Mensûr Seyfiyê Qelawûn yê Misrê ve hat şandin.

Lê dû re gava mirinê ew bir helakê, herçar zaroyên wî di dema [dewleta] Adiliyê Zeynî[29] de ji her tiştî bêxeber bûn ku êdî cihekî bi rûmet ji wan re nema û bêsiyanet jî bûn. Hingê ew rabûn bi Izedîn/Ezedîn Senqerê Şehrezorî, Mibariz ibn Şuca´udînê Erexî û Behaedîn ibn Cemaledîn Exwoşê Himeydî re vegeriyan welatê xwe.

Li dû wan li hêla Erbilê hoza Mazencaniyan[30] tê ku eslê wan Himeydî[31] ne û xeyn ji mîrekên Himeydiyan tu mîrekên wan nemane. Ew di tahlî û tengiyê tev de li ser Himeydiyan tên hisab kirin ku hejmara wan tevî ya Himeydiyan ji hezar çekdarî ne kêmtir e. Heçî Mazencanî ne ew têkiliyan pir girîng digrin û bi cil û bergan xwe dişibînin merivên din.

Lewra mîrê wan yek ji mîrekên xelîfetiya dewleta ebasiyan bûye û di diwana xelîfetiyê de bi Mubarizedîn hatiye nasnav dan. Navê wî Kek bûye, lê jê re Selah jî hatiye gotin ku ji bo wî qurban dihatin serjêkirin. Dema ku gazî (nezir) jê re diçûn wî ew dipejirandin, ewqasî jî datanî ser û hemî bi hev re dida xêr û xêratan.

Dema şarezayê qenc, Şemsedîn Ebu Ebdullah Mihemed ibn Se´idê Ensarî,[32] qala wî [Kek] dikir. weha pesnê wî dida: “Kek merivekî egîd û mêrxas, bi aramî û bi tebat, bi himet û tevdir, jîr û bikerhatî, xweyşexsiyet û bi raman bû. Çawa ku serekekî hêzdar û siyasetmedarekî xurt bû. Wi tu carî neyarên xwe piçûk nedidit û ew di ser guhê xwe re nediavîtin. Dijminên wî çiqas mezin û zordar bûna jî dîsa wî serî ji dijminên xwe yên xerab re danetanî”.

Ji Ibn Selaya (r.) hatiye veguhastin ku: “Gava wi [Ibn Selaya] xebera mirina Seyfedîn Mihemedê bavê wî [Kek] dabûyê û serxweşî tê dabû hingê dilgeşiyeke wisa di vî xortî [Kek] de dîtibû ku wî [Ibn Selaya] hê di tu kesên din de ev kêfxweşî nedîtibû.

Ew tiştê ku heval Ibn Selaya ditibû, di vî warî de eynî tişt dema Ibn Yafes/yafisî [ne Misilman] ketibûn erdê Ibn Sam/samiyan [Misilmanan] jî di nav teteran de jî çêbûbû û hatibû dîtin.[33]

Hingê Misilman ji hev belawela bûn, rêkûpêkî û serûberiya sîstemê pelişî bû û ji bilî xelkê serê çiya tu kesên ku karibin şer bikin jî nemabûn. Çi dema ku kafiran nikaribû xwe bigihandina wan [kesên serê çiya] û bawer kir ku tîrên wan jî nagihîjin wan, rabûn dest bi gerefenan kirin û ji bo ku bigihîjin cem wan bi wan re bi ceweta rakirina bacê ku ji bo çandiniyan asteng bû, li hev hatin.

Ji nav wan du meriv anîn û ji du aliyan ve li ser wan kirin mezin. Wan ji bo mezinahiya dorhêla welatê Ecem, Kek Mubarizedîn hilbijart û ji bo nava bajarên Ecem û hawîrdoran jî Şêr ibn Mekakîn kir mezin. Wan ew kirin mezin û du darên desthilatê dane wan.

Pişt re wan Mubariz Kek kir cihgirê desthilata Erbilê û cihên pê ve girêdayî. Wan birêveberiya  leşker û malê Erbilê sparte wî, wan ´Eqresûsê [Aqre û şuşê][34] hemî digel Hera[35] û Tilxeftûnê[36] jî bi mîrgehî danê. Çawa ku wan ew kir serdarê hêzeke bi qasî pencsed mêrxasên siwarî û behtirê wê jî. Gelê wî bi dilgeşiya wi şad bû û roja wî ya iroyin ji ya doyin xweştir bu. Di nav eşîra wî de gelek mîr hebûn ku bi neseba xwe digihanê û ew bi çavdêriya [gotina] “dewlet û dinya ji yê serkeftî re ye” bi ser hemdemên xwe ketibû.

Ew not salî bû jî, lê hê mîna xortekî li ser xwe û çist bû ku di bîstsaliya xwe de bûbû mezinê vî welatî. Çi neyarê ku qesta welatê wî kiribû, Xwedê ew neyar bi xwe xistibû cihê Kek û kîjan melik ji milûkên teterî/tatarî ku li kuştina wî geriyabû berî pêkanîna vê mebesta xwe, ew bi xwe çûbû helakê. Milk û mêrên tu kesi weke yên wi ne pir bûn û çiyayên wî jî jê re nedibûn asteng, lê belê ew hew jê re dibûn dilxweşî û şadîmanî.

Piştî mirina wî [Kek] kurê wî ´Izedîn ket cihê wî ku ew jî bi xuyên ku ji bavê xwe girtibûn û tiştên ku jê hîn bûbû dihat nasin û pesindan. Li pey wî jî birayê wî Necmedîn Xidir hat şuna wî ku ew jî di hebûn û bereketê de, li ser textê bilind rûniştîbû, piyale jî li ber bûn û li ber pala wî jî nazbalgivên rêzkirî û li binî jî xalîçe û lopên raxistî hebûn. Ew der û dor, dost û xizim û aqar û terş, digel bextiyarî û kamîraniya kevn û nû çi tiştne xweş bûn ku bav ji miratxwirên xwe re hiştibû.

Ew li cem dewleta Islamî û ya Teterî tev xwediyê cihekî bêhempa bû û payeya wî ya bilind li bal herduyan jî nedihat guhartin. Xweşî û rûmeta wî jî her ku diçû li nav gel zêdetir belav dibû. Tevlî vê jî wî tu kêmasî nedixist edeb û terbiyeya xwe û bi gihiştina ewqas gencîneyên zîv û zêr jî nedipesinî û guhê xwe nedida wan.

Name û bersîvên wi, bi awayekî rewanbêjî, fena taviyên baranê dibariyan û digihan ber dergehe sultanê Misrê û cihgirê wî yê Şamê ku ezepên ereban timî li hawîrdorên wî digeriyan. Pişt re ew mir (r.) û kurê wî kete şûna wî ku wî rêçika bavê xwe ajot û bi vê re jî hizkirin û başiya wî di nav gelê wî de zêde bû.[37]

Di pey de Bisyar/Pisyar[38] û deverên ser û Tilheftut tên; ev diyar ên wan Sehriyan[39] e ku bi diziyê navdar in. Ew ji Şeqlabad[40] heya Xeftiyana[41] Ebû ‘Eli ye ku bi Xeftiyana Piçûk jî tê nasîn digel deşt û derbenda mezin ya navbera wan.

Ew bavikekî ku hejmara wan ji hezarî nabuhûre, çiyayên wan gelekî asê ne û rêbiwara (derbenda) wan dikeve nav du çiyayên bilind. Zabê Mezin wan çiyayan qet dike û bi dengekî xurt î bihêt û borîneke şêrane di ser wan çol û pesaran de diqelibe. Sê pirên bi rêzekemer li ser wan hatine danin; dido ji wan bi kevir û kixs û cixsê  hatine avakirin, le ya navîn ji darhesîrên honayî hatiye sazkirin.

Ji aliyê avê ve bilindiya pirê sed gaz li hewa ye û dirêjiya wê ya navbera herdu çiyan jî pêncî gaz, li ser berahiya du gazan e [gaz: 60-75 cm ye]. Carna jî cihê wê diguhire, hingê yan ji dirêjahiya wê tê kêm kirin yan jî li firehiya we tê zêdekirin. Dewar tevî barên xwe û hesp jî digel siwarên xwe di ser re derbas dibin. Ew pir, bilind dibe, nizim dibe, teng û fireh jî dibe; rêwiyê ku di ser re diçe dikeve xetera canê xwe û ji hişê xwe diçe.

Ji bo parastinê herdem li ber pirê nobet tê girtin û çi kesê bivên wî bi paş ve dizivirînin. Ew derbend dikeve cihekî teng î asê û raserî çemekî kur e. Xelke wê derê jî bi ger û fen, bi dek û dolab in û pir xirabî ji wan çêdibe. Li wê derê mêvan nikarin xwe bispêrin parastina wan û divê ew bi xwe xwe biparêzin. Şemsedîn Mihemed ibn Sa´idê rêzan û şareza, gotiye: “Ger hinek kurd ji azbata cinan hebin wê evên han bin”.

Her çiqas ku derbasbuna geliyên wê tev zor û asê ne jî lê ev der hê zortir û asêtir e. Serokê wan Husamê kurapê Qemyan bû, tiştên ku wî ew li pey xwe hiştin man, lê yên din çûn. Ji cinarên wan re Zerzarî tê gotin; peyva zerzarî peyveke  biyanî ye û bi maneya cewrikên guran e. Hinek diroknasan qala wan kirine û gotine: “Ew ji wan biyaniyên ku bûne Kurd in, lê hê jî bi navê serokên xwe tên binavkirin”.

Pirên wan debirvan û cotarî ne (cotyar in), lê ji wan mîrek, dewlemend û feqîr jî hene. Nêzîkî pênc hezar zilamên wan hene û hemî li hev in, di nav wan de dijîtî pir kern e. Ji wan, merivên zahidên (xelwetnişînên)[42] ku bi tilîyan tên nîşandan û şerietmedarên ku bi fetwa wan te bawerkirin, hene. Cih û malên wan ji Meretê heya çiyayê Cencerînê ku ji aliyê rastê ve dikeve raserî Uşneyê[43] [Şinoyê] rêz dibin.

Ev [çiyayê Cencerînê] ji çiyayên hawîrdorên xwe hemî bilindtir û sermatir e eynî mîna ye Zemherîrê ku weke miqnatîsê ewran bi ser xwe ve dikişîne. Ji bo balkêşî sê qûçên mezin li serê çiya hatine çikandin, dirêjahiya her qûçekê deh bihost e û firehiya wê jî çarîka (çaryeka) dirêjahiya wê ye. Ew kêlik ji kevirên çarguş hatine çêkirin û ji çaralî ve bi qandi dupayên (ji sisêyan dido) gazekê, belki zêdetir jî, hatine şehkirin (verotin).

Li ser her yek ji van kêlikan nivîsareke kevnare heye ku ji şûna nivisê pê ve tiştek jê nemaye. Ev qûç ji kevirê hişk î kesk in ku serma u germ zû bi zû tesîr li wan nakin û wan naguhirinin. Ew ancax bi hezar salan karibin şopekê li ser bihelin, lê ew jî şopeke ku qenc lê naxwiyê. Qûça navîn li navsera çiya hatiye danîn, herduyên din jî dikevin sêyeka çiya.

Li gor salixdanan ew ji bo balkeşiyê hatine çikandin û nivîsa ser wan jî agahdariyê derbarê wan kesên ku ji ber berf û seqemê di havînan de telef bûne, dide. Xelk di bin wî de nobetdarî dike ji bo bigihîjin wan kesên ku li wê derê ji serma qerisîne û kesên miribe jî li wir veşêrin.

Bajarê Melazkirdê/Melazgirê[44] û yê Hetaqê/Ristaqê [Hetaxê ?][45] jî tevî kele, mezra û gundên xwe hemî di destên Zerzariyan de ne ku bihostek jî ji hatina wê ji tu kesî re nabin. Mîrekî wan bi navê Necmeddin ibn Basak[46] hebû ku hemî pê diciviyan ser hev û pê jî disekinîn. Piştî mirina wî kurê wî Ceyde/Ceydî ket cihê wî ku piştî mirina wî jî kurê wî Ebdullah cihê wî girt.

Serokekî wan ê din jî bi navê Hisamşêrê Piçûk hebû ku pir merxas î qenc, xweyray, bi tevdîr û xweparistî bû. Eşîra wî li dora wî bû û hemî pê re yekdev bûn. Herweha serwerekî wan ê baş î xuyxweş, bi navê Basakê/Başakê kurê Hisamşêrê Mezin jî hebû.

Yekî din jî, ji yên bavikxurt, bi nave Behaedîn ibn Cemaledîn Ebû Elî hebû. Ji bili wan, hinek serek û mirekên din jî ku beremriya wan dihat kirin di nav wan û civata wan de hebûn. Lê ji ber ku hêz û fermandariya wan ewqas ne xurt bû me bi dayîna navê vanên bihurî tenê bes kir û dest ji wan berda.

Grubeke hindik ku bi navê gundê xwe Balikan[47] tê binavkirin jî heye ku li ser Zerzariyan[48] tên hesabê. Ew hindik in le ji Zerzariyan re mina piştekeke hêja ne. Gundê wan Balikan, bi tena serê xwe li ser ciheki bilind, raseri xaneke rêasê dimine,[49] ew bi hêzeke xurt li xanê nobet digrin û di nav Hesnaniyan [navê eşirekê ye ku li pêş bihurî] de digerin. Mezinê wan Feto Beg, bi Necmedîn [yek ji serokên eşîra Zerzariyan e] re hat kuştin û eşîra wî jî bû bavikek ji eşîra Zerzariyan; hejmara wan digihîje sêsed zilamî.

Colemergî jî ji wan [kurdan] in, ew eşîreke ku ne bi navê kesên xwe, le bi navê ciyên xwe tê nasin. Tê gotin ku ew ji qebîleya hukemî/hekemî[50] ya emewiyan in ku di şer [ê bi ebasiyan re] de meriv pir hatine ser wan û ew têk çûne. Hingê wan xwe avêtiye çiya ji bo ku di dema hatina xelkê bi ser wan ve û zordana wan ew jî xwe têxin ser rêça kurdan. Ew xwe bi xêra çiyayê [kurdan] ji neyarên xwe biparêzin û ji şerê wan dûr bikevin.

Her bi vî awayî ew parastî man û ji neyarên xwe filitîn. Niha hejmara wan gelek zêde bûye û bi ser sê hezaran ketiye. Serokê wan Imadedînê kurê Esededîn ê kurê Mengelan e.[51] Pişt re kurê wî Esededîn ket cihê wî û bû serokê wan. Di bin destên wan de madena zirnîxê heye ku ew ji bo firotinê dibin hinek ciyên din.

Ligorî gotinan, madenê lazwerd jî li wir derdiket, lê wan ew vedişart da ku paşayên tataran pê nehisin û ew wê ji wan nestînin[52]

Kele û sitarên/parêzgehen wan, ku ji yên asêtirîn û pêbawertirîn in, dikevin ser çiyayekî bilind ku ew bi xwe ji qurma wan çiyayên din veqetandiye. Ev çiya di nav wan de, lê ji wan cuda çik bi hewa ve hildikşe; ev çiya di nav wê ava hawîrdorê xwe de rind cihdayî ye. Çemê Zabê mezin hawîrdorê wî digre û wî û wan çiyayên din, ji hev vediqetîne. Ne cihê ku leşker derkeve ser heye û ne jî tîr digihîjinê.

Serê wî ji bo çandiniyan fire ye û di kêlekan de jî şikefteke bilind heye, kesê bivê dikare here ser û astengiyê ji bo çûyin û hatinê derîne. Bingehê çiya di nav avê de ye û berf jî timî rêya hilkişîna serê wî digire. Ji bo derketina ser vî çiyayî, di hin rêyan de divê meriv -ger ku karibe- di ser hinek singên kutayî re derbasbibe. Le ew kesê ku nikaribe derkeve ser, bi werisên daleqandî ve tê kişandin. Herweha hesp û hêstir jî ji bo aşê û zexireya pêwîst di wê rê re derdikevin ser.

Mezinê wan, ku li cem wan gelekî bi rumet û pêbawer bû, Behaedînê kurê Qutbedîn (Beha ed-Dîn ibn Qutbe d-Dîn) bû. Kurê wî jî bi mezinayiyê ve rabû, ket cihê wî, bû serekê wan û li ser rêya bavê xwe domand. Kurapekî wî jî bi navê Şemsedîn Dawid hebû, wî demeke dirêj zordarî li ser welatên dijmin kir. Ji ber vê ew gelek jê aciz bûn û wan bi her dek û dolabê qesta kuştina wi kir, lê bi ser neketin.

Di pey de wan, bi hêviya daxistina wî ji serê çiyan, azadbûna ji ber êş û belayên wî û lêewlebûnê, pê re dest bi qenciyeke zêde kir. Vê nêzîkbûn û qenciyê, gihîştina wi hêsantir kir û weha kir ku ew li hinek bajaran bi cih bibe.

Dema ku wî, ji bo xaniyekî ku ji Siltan re hatibû avakirin û li dora wî jî bostanekî bendbilind û xweyfekiyên cûrbicûr hebû ku bihayê berên wî jî bist hezar dinaren hingê bû, biryara rûniştinê da. Hingê wan gelek diyarî danê û fêkî û berên wî baxçeyî giş pêşkêşî wî kirin. Ew xanî, di temamê axa padişahiyê de mezintirîn û bi xalîçe û alavên nav malê jî hêjatirîn xanî bû.

Ew heya mirina xwe li wê derê ma. Lê pişt re kurê wî dev ji wan û xaniyê wan berda û li şerê wan geriya, çunkî xeraca welatê wî ew bi ser xwe ve dikişand. Biraxwe [merivên nêzîk] û mêrxasên wî kudera wî welatî bixwestina wî ew der dida wan. Wi li rêya Azirbeycanê, yaTewrezê (Tebrîzê) heya bigihê ya Xoy û Nexçîvanê (Neqşîwanê) tev nobet digirt û wan diparast.

Her yek ji karker û xizmetkarên wî diviya li gorî hunerên xwe berpirsiyarê hinek kesan buya: Mina niviskar, şa´ir, cihgirê siltaniyê, muteserrif û nûneran. Taştiya wan heya nezîkî nivro nedihat ber mêvanan, herweha şîva wan jî heya sêyeka sevê nedihat ber mêvanan. Wan xwê jî qet nedixist nanê xwe, da ku merivên şerûd û aştîxwaz hemî karibin jê bixwin.

Bavikekî kurdan ku li hêla çiya li herêmeke bi navê Merkewanê[53] dimîne, cînariya Colemergiyan dike. Berf û barana wê helê pir e, bihara we rengîn e, curbicur giya û kulîlik lê hene û havîna wê jî ji deng û teraneyên (xwendina) teyr û tilûran têkel û hevaheng dibe.

Zivistana wê jî pir bi şîr û goştê xweş î pirtexlît e ku ji hêla Azerbaycanê ve ji bajarê Ormiyê tê. Li wê derê du mîrên wan hene: Bedredîn û Mîr Hesen, ev herdu birayên hev ên ji dê û bavê ne û hevkarê hev ên birevebirinê ne jî. Hejmara wan digihîje sêhezar kesî û di nav wan û cinarên wan yên Zerzarî û Colemergî de soz û peyman heye. Ew bi hev qenciyê dikin û ji hev re gelekî mihrîvan in.

Ji aliyê welatê Romê [Bizansê] ve hinek çiya û welatên din ên cinarên Colemergiyan hene ku ji wan re Kîwar[54] tê gotin. Ew navçeyeke gelekî mezin e, ji bo heywanan ku kozeçêr (çêregeh) û pawanên baş tê de hene û hertim bi dar û şînahî ye. Kesên ku li wê derê rûdiniştin tev bi wê navçeyê dihatin binavkirin û ji wê qebileyê dihatin dîtin. Mezinê wan Mir Şemsedîn e û sê hezar merivê wî hene.

Piştî colemergiyan navçeyên Aqreşuş/Akre[55] û Şûş,[56] `Imadiye/Amêdî,[57] Zîbar/Zêbar[58] û Hekarî tên. Hejmara zêbariyan digihîje dora pêncsed kesî; ew xwedî cawxane û çirçirxane [pemûjenîngeh] ne ku çarşî û bazarên wan jî hene. Demeke dirêj di nav wan û mazincaniyan de qirêneke (şerekî) gelekî dijwar hebû, lê demek pişt re piyê wan erd girt, ew bi cih û rêzdar bûn.

Yek ji mezinên wan Mîr Ibrahîmê kurê Mîr Mihemedê Zabî bû. Ew merivekî giran ku xwediyê tecrûbeyên dema xelifetiyê bû û bi biryardarî dihat nasin. Pişti mirina wî, kurê wi ket cihe wî, lê ew piçûk bû û pêwîstiya wî bi alîkarî û piştgiriya Kek Mubariz hebû da jê re bibe piştek.

Mezinê wan ê diduyan Şehabê kurê Bedredîn (Berş/Nerş)[59] bû, dema ku bavê wî mir û ew ket cihê wî, hingê ew mezin bû. Ger ne ji ber mazencaniyan bûya jê pêve kesî din ji bo wan doza mirîtiyê nedikir, lê gava ew bû mîr wî bi her awayî bandoriya xwe danî ser xelkê û ew xistin bin destê xwe.

Heçî hekarî ne, ew li hêla ´Imadiye/Amêdiyê bi cih bûne, hejmara wan ji çar hezar şervanî zêdetir e. Mirîtiya wan ji aliyê du birayan ve tê birêvebirin; yek ji wan Mir Ebû Bekir û yê din jî Mîr Elî ye. Bavê wan bi navê Tarawsî tê naskirin. Ebû Bekir bi zilamên xwe, bi pirbûna xap û dekên xwe, bi zorî û asêbûna tengavî û çiyayên xwe, bi hêza leşker û hevalbendên xwe gelekî xurt bû ku tu kes nedigihîşt cem.

Demekê weha ma, lê pişt re çendî ku wan leşkerekî pir şand ser û ji gelek fêlbaz û hilekaran jî alîkarî wergirtin. Dîsa wî tu girîngî bi wan û hêza wan neda û ji bo bindestkirina wî jî nikaribûn tiştekî bikin. Heya ku yekî Xiristiyan (Nesranî) bi navê Mesûd el-Berqûtî bû mezinê Musilê û wî Mir Radiyedîn Babayê Qezwîniyê Bekri -rehma Xwede le be-, ji ser kar avêt.

Hingê wî bi alîkariya hinek bavikên din dest bi kirina her dek û hileyî li Mir Ebû Bekir kir. Wan bavikan ji bo ku Ebû Bekir bibin cem wî [Mesûd el-Berqutî] jê re gelek xweşekî û şelaqî kirin, pesnê wî dan û ew ji bo baweriya pê dilbicih kirin. Lê dema bi vî awayî jî çênebû, ew rabûn wan çar zarok di gerewa wî de girtin û birin ba Siltan: Yek ji wan Mubarekşah bû, yê duyem Seyfedîn ibn Mubariz Kek [Kek Mubariz] bû ku bavê wî ew li Akreşûşê danîbû cihê xwe. Herduyên din jî Ehmed û Curr bun ku bavên herduyan jî kitim bûn.

Gava nûçeya vê bûyerê gihabû guhê Bekredîn ku hingê li Erbilê/Hevlêrê cihgiriya [Siltan] dikir. Ew bi vê yekê pir êşiya û hahakê rabû xwe berda ber dergehê Siltan û demeke dirêj li cem wî ma ta ku dema itîrazê qediya. Hingê gotin em zaro û ehlên wî nayinin, lê ka itîraza wî li ser çi ye? Dema wan weha got û ev bersiv jê xwest, hingê ew rabû ji bo ku dakeve cem wan meriv şand, lê wan hevdîtina pê re qebûl nekir.

Dû re wî [Bekredîn] ji bo daxwaza wan eseyî bike careke din qasid şand, lê qasid ji gihîştina cem wan bi derengî ket. Wê gavê Siltan jî – ku hingê bi grubên xwe ve berê wî li ser rêya Himsê bû -, li rewşa wan ket gumanê û ferman kir ku li wî û hevalê wî haydar bin. Wextê ew gihan Meraxeya Azerbaycanê,[60] siwarekî ku Siltan ew xwestibû û li wê derê li nik wî pêbawer bû, çû pêşiya wan.

Wî ev çûna siltan ji bo xelasbûna ji bend û qeydê fersend dit û di cih de xwe avête ser pişta hespê tazi û tevî hevalê xwe ve reviya. Wan bi hêviya ku çiya nêzîk in û tarîtiya şevê dê wan veşêre hespên xwe bi çargavî ajotin. Dema ku ew bi reva wi hisiyan, ew ji xezeba siltanê xwe gelekî tirsiyan û ketin pey rêça wî, wan kir gazî û bû “olam olam”a wan.[61]

Hingê gelekî bi navê Ixtacî[62] ku siwarine heja bûn, pê hisiyan û ew [Ebu Bekr] jî ji bo êmê hespê xwe li bajarekî bi navê Kezelkê daketibû. Yeki ji wan [ixtaciyan] tirekî avêt wî û lêxist; hevalên wî jî xwe avêtin ser da wî biparêzin lê ji yek merivekî ku dema revê ketibû bajêr pê ve tu kes ji wan nefilitî.

Pirên rehîneyan, dema ku Mibarizşêr[63] êrîşî ser yên ku kurê wî revandibûn kir, ew reviyan û Mibariz Kek jî giha kurê xwe. Pişt re birayê wî [birayê Ebû Bekir] Mîr Elî, bi tena serê xwe bû mezinê Hekariyê û heya mirina xwe jî li wê derê ma. Li pey wî jî xwediyê Keleya Hiruzê,[64] Xersedînê kurê Mîr Elî ket cihê wî.[65]

Paşê Mîr Mihemedê kurê Mîr Ebû Bekir mezin bû, bû fêrisek û qesta keleya Çiyan (Cibal) kir. Wî dest danî ser wê, geliyên der û dorên wê şewitandin û xwest ku ger çarenusa wî bihêle, ew tê de rûnê. Hekariyan jî ji herêma Buxarayê heya bigihê çiyayên Cizîrê xefîrtiya gelek deran dikir û ew diparastin.

Li kêleka wan ji aliyê deştê ve çiyayê Qemeraniyê û Şikefta Dawid tên. Ev der jî welatê Sibkiyan[66] e. Çendî ku ew bavikekî hindik in jî lê dîsa axa xwe pir baş parastine. Xwarina wan jî yeke taybetî ye  û tê dayin. Ew ji pêncsed kesî ne zahftir in, serokê wan li Qemeraniyê rûdinê û je re……[67] tê gotin.

Li hêla Mûsilê li pêşberî Colemergiyan eşîra boxtiyan[68] dimine. Ew mîna ye eşîra himeydiyan, lê gelhê wan pirtir û bavikên wan jî xurttir in. Gelek rîspî û giregirên wan hebûn, lê piştî mirina serekên wan, giregirên wan jî ji hev belav bûn û xelkê wan yê mêrxas jî tev ji ber hev ketin. Ji komeke piçûk pê ve kesekî wan nemaye û ew li nav gel û bavikên din belav bûne.

Yek ji mîrên wan ên mayî Fexredîn e ku xizmeta mezinê Mardinê dikir, lê ji ber hinek gotinan wî ew ji ba xwe derxist. Gelê/gelheyê wan [eşîra boxtiyan] pir bûn û hozên wan ên cuda cuda hebûn. Yek ji wan hoza sindi bû ku bi hejmara xwe eşîra bêhtirîn û bi leşkerê xwe jî zahftirîn bû. Nêzîkî sih hezar çekdarên wan ên siwarî û dekbazên şerûd hebûn.

Êleke wan jî ya Mehmedî bû ku mîrê wan Şerwîn (Şêrwîn) bû û hejmara wan ji şeşsed mêrî bêhtir nînbû. Yek ji wan jî eşîra rasinî[69] bû û heya dema ku mîrê wan Bedirê kurê Keya Beg tevlî kulfet û zarokên xwe ji bo hêz û şerefê ji wê heremê dûr nebûbû, hejmara wan, cebilxane, spah û leşkerê wan zêde bû.

Lê dema ew ji nav wan çû, koma wan belvabû û hemî ji hev veqetiyan. Ji ber vê yekê jî niha li bajarê Mûsilê hejmara wan ne zêdeyî ser hezar mêrî maye û mîrê wan jî Elaeddin Kûrk ibn Ibrahîm e. Ew li bajarê ´Eqrê/Akrê jî ji pêncsed kesî ne kêmtir in û mîrên wan jî Emer ibn Ebû Eli û Mûsa ibn Behaedîn in.

Eşîreke wan [boxtiyan] jî ya dunbilî[70] ye ku li çiyayên Meqlûb dimînin û xelk ji bo nobedarî û parastina xwe gazî mêrxasên wan ên qenc î jehatî dikin. Navê mirê wan Keltî ye ku hejmara wan ne zêdeyî ser hezar kesî ye. Ew li herêmên cuda cuda û li geliyên cihê cihê belavbûyî ne.

Babet II

Ev babeta duyemîn li ser “luriyan/loriyan” e

Evên han tîreyeke ku hejmara wan pir e û hozên wan li gelek welatan belav bûne. Di nav wan de padişah, mîr, pêşengên zîrek û çeleng jî hene; ew gelek cansivik, xweşliv, rastgo û xwedî soz in. Gelek tîreyên wan li Misir û Şamê hene, lê bêhtirên wan li welatên Şamê ne. Welatê wan yekî asê ye ku ew jî [du beş in] Loranê/Lûranê Mezin û Loranê/Lûranê Piçûk. Mêrxasên wan li ber xaniyên bilind radiwestin, zikên xwe bi quncikekî dîwerê xanî ve dizeliqînin û pişt re hin bi hin pê ve hildikişin heya ku derdikevin ser serê avahiyan.

Di nav wan de hinek hene ku malê xelkê didizin, wan dişêlinin û ew bi xwe pê jî nahisin. Carina hinek ji pêxwasên wan tên girtin, ew bi qamçiyan lêdan dixwin û bi dijwartirîn işkenceyê tên îşikdan jî lê disa ew li xwe mukir nayn û tu tiştî li xwe danaynin. Pes dema ew bi perda Xwedê [perda mizgefrtê] yan jî bi Xwedê tên sonddan, hingê ew li xwe mikur tê û erê dikin.

Hinek ji tîreyên wan li Misrê jî hene, lê pirên wan li Şamê ne. Di derbarê wan de gelek buyerên bi nav û deng û rewşên kesnedî ji wan hatine ditin:

Tê gotin ku zilamek ji wan rojekê tê ba Selaheddîn Ebu l-Muzaffer Yusuf Ibn Eyyûb [Selahedînê Eyûbî] (r.)  û hinek ji cansivikî û tevgerên xwe yên spehî pêşkêşî wî dike. Ew li ber avahiyeke bilind radiweste, xwe pê ve dizeliqîne û ber bi jor ve hildikişe, heyani diçe serê xanî.

Selahedîn (r.) li cansivikî, xweşlibatî û çalakiyên wî yên kesnedî heyrî û matel dimîne. Dema ku ew ji jor tê xwar, Selahedîn wi perû dike, qedrekî baş didê û gelek qencî pe dike. Ew wî li hespekî siwar dike, mîrgeheke mezin didê û jê re weha dibêje: “Ez dixwazim hinek ji we li cem me bin, çunkî ji bo derketina ser kele û surên neyaran alîkariya kesên wek we pêwist e”.

Yê lurî/lorî, radibe yeko yeko ji wan kesên ku dikarin vî karî bikin dikişîne cem Selaheddîn. Kijanê ku tê Sellahedîn qencî pê re dike, diyarî didê û hinek erd disipêre wî. Demek pişt re, gava ku êdî kesekî din ji wan nema tê cem Selahedîn, hingê ew pirs dike:

– Gelo çima kes ji wan êdi nema tê cem me? Yê lorî/lurî dibêje:

– Serwerê min, bi Xwedê, ji van pêştir kesekî din ku karibe vî karî bike êdi nemaye.

Wextê Selahedîn dilbicih bû ku ji van peştir kesî din nemaye, şa bû û rabû wan da girtin, ew kom kirin û her yek ji wan merivekî danî pişt wan. Bi îşareta wî re her yek ji wan derbekê li stuyê yekî lorî/lurî xist û serê wan birrî.[71]

Sedemê kuştina wan jî ew bû ku Selahedîn ditirsiya ku ew ji aliyê neyaran ve, li dijî wî bên bikaranîn. Încar ger wî yê peşî tenê bidana kuştin, hingê dê yên din bihatina heyfa wî û bi vê canbaziyê ew bikuşta. A ji ber vê yekê, ew bi delalî çû wan ew xapandin û bi vê dek û dolabê ew ji holê rakirin.[72]

Dîsa ji wan tê saloxdan ku: “Ev merivên han li ser werîsên bi qandî çend bejnan bilind dimeşiyan, pişt re xwe qulopanî dikirin diavêtin hewa ta ku serê wan digiha erdê û piyên wan bi werîsî ve daleqandî diman. Pişt re ew radibûn ser piyên xwe û bi qapqapikan li ser wî werîsî digeriyan, wan leystikên wer ecêb û nebînayî dikirin ku aqil nedigihayê û dev ji wan re vekirî diman”.

Herweha jinên wan jî hespên xwe zengo dikirin, didan cirîd û xaraniyan; paşê xwe bi şid ber bi erdê ve berdidan. Carina wan xwe dixist bin zikê hespan û dû re xwe li ser rast dikirin, dîsa xwe bi bin zikê hespê ve digirtin û dibûn wek beşek ji hespê. Lê dû re destên xwe ji zîn û manekiyan berdidan û geh ji jor ve û geh jî ji xwar ve xwe diavêtin stuyên hespan û gelek tiştên weha yên cansivikî û ecêb î neditî dikirin.

Li Şamê, kesê ku qeweta wan bigihijê û bikeve ber lepê wan çû jê. Ji ber ku semaxa wan a ber derban tê zanîn, dema girtinê êdî kes li wan naxe. Lê ji pêl ve ew wan bi Xwedê û perdeya wî didin sondê ku hingê ew li xwe mukur tên û tiştên ku birine bi paş ve didin. Gava ew wan tiştan bi paş ve didin jî weha dibêjin: “Em bêkêrê wan dibin û başê wan bi paş ve didin.”

Me ev herdu axaftin ji devê wan girtin û rewşa wan, digel buyerên wan diyar kirin ku li welatê xwe ew xwediyê hêzeke xurt î qewî ne. Çawa ku bihurî, ew du lur/lor in: Lora/Lura Mezin û ya Piçûk, ji wan kesên fermandar û fermanber hene û dizên wan qet nikarin dev jê berdin. Di welatê me de ev adetê wan ji ber û paşê ve her weha hatiye.[73]

Babet III

Babeta sêyem li ser şûlan e ku ew jî mîna şenkariyan/şabankariyan in cudahî û dûriya wan ji hev bi tenê hevsengiya hiş û aqil e. Lê digel vê jî di navbera wan de xwînrêjî û kîndarî dirêj diajo ku ji ber vê jî peymanên navbera wan dipelişin. Ew camêr û xweşbîn in ku gelek feqîr qesta wan dikin, xwe li wan digirin û li gundên wan dibin mêvanê wan.

Ew herdem dilpaqij in ku gava feqîr tên cem wan, ew wan li mala xwe dadixin û li cem wan û di nav jinên wan de roj û şeva xwe derbas dikin. Lê ger ew bi yekî ji wan bihisin ku bêbextî kiriye yan jî li deriyê maliyên wan daye, ew wan ji malên xwe derdixin û didin pey wan. Ger xelas bibin jixwe dibn û ger bên girtin jî ew tên kuştin. Ew di malên xwe de tu kesî bi dizî nakujin, ji bo ku navê wan dernekeve û berê feqîran ji ber dilnepakiya wan ji ser wan neguhire.

Babet IV

Babeta çaran li ser şenkareyan/şebankareyan e ku rêya wan ji ya loran/lûran/lûriyan çêtir e û komên wan jî êmintir in. Li cem wan rûmeta desthilatê heye û xwe bi zagonên xwedîhêz yên desthilatê ve digirin. Ew mêrxas û bi tirs û bizd in û di ber fermana mîr û serdarên xwe de ne. lê digel vê jî gava hêrs dibin ji mar dijwartir in û dema êrîş jî dikin ji birsukê siviktir û bileztir in. Gava mêrek ji wan li binê çiyakî bilind be û dest bi hilkişînê bike û li hindava wî pê re tîr jî bê avêtin hima çi bigir ew dê ji tîr derbas be û bigihê armanca xwe.[74]

Wergerana ji erebî: Emîn Narozî

[1] Bi rastî ez hinekî di gumanê de me ku ev destnivîsa ser eşîrên kurdan ji Mesalik ul-Ebsar we Memalik el-Emsarê ye, çunkî çawa ku wê bê, ew di agahên ku Qelqeşendî û Mihemed Emîn Zekî ji Mesalik ul-Ebsarê vediguhêzin de hinek cudahî hene û hinek cihên destxetê ji yên ku veguhastine zêdetir dixwiyên. Ji ber vê jî dibe ku ev destxet ji kitêba wî ya bi navê et-Te´rif bi Musteleh iş-Şerîf be, lê mixabin ku çawa dixwiyê ew hê jî destxet e û nehatiye weşandin yan jî negihaye destê me. Lê ger ew ji Mesalik el-Ebsarê be jî hingê divê wan ew bi temamî veneguhastibe, çunkî heman agah di Mesalik ul-Ebsarê de jî hene lewra di cildê 1ê de ku bi naverokê dest pê dike “beşa çaran li ser eşîrên kurdan e” heye, lê ew di cildê çaran de ye ku hê ew berg bi destê min neketiye ku ez wan bidim ber hev.

[2] Ferdinand Tulu, el-Muncid Fi-Luxe we l-E´lam, Dar ul-Meşriq, Beyrut, 1973, çap 7, beşa dîrok û agahan, r. 528; The Encyclopaedia of Islam, University of Manchester, England, 1982, new edition, vol. Ill, r. 758

[3] [Lûrî/Lur/Lorî: tofekî/beşeke kurdan e ku li çîyayê navbera Isfehan û Xûzistanê dimînin; wê herêmê navê xwe yê Loristan/Lûristan jî ji wan wergirtîye, lê jê re Lûr jî tê gotin. Yaqûtê Hemawî, Mu´cem ul-buldan, Dar el-Kutub el-´Îlmîye, Beyrût, bêtarîx., 5/18. Herweha mesûdî jî gava eşîrên kurdan rêz kiriye lûrîyan (el-Lurîye) jî weke eşîreke kurdan daye. Bnr. Ansiklopediya Ialamê, 7/85. Mesûdî, et-Tenbîh we l-Îşraf, Daru Mektebet il-Hilal, Beyrût, 1993, r. 96.

[4] Li gor M. Eli Ewni -ku ji pirtuka Farisnameyê vediguhêze-, ev şenkare xerakiriyê ji şebenkare, yan şebankare yan ji şewankare ye. Ew navê eşireke kurdan e ku di navbera salên 421-756 /030-1355an de li Îrane miritiya Şebankareya navdar ava kiriye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulasetu Tarix el-Kurd we Kurdistan Min Eqdem el-‘Usur et-Tarixiye ‘Hett el-An, wergere ji zimane Kurdî bi bal erebî ve: M. Elî Ewnî, (çapxaneya Selahedin, Bexdad 1961, çap: 2, cild: 1/360.

[5] el-Xersi Balû: li gorî M. Elî Ewnî, ev “Balû el-Xerzî” ye û ji “Xerzan”a ku bingehê wê “Erzen”a dirokî ya ser herêma Diyarê Bekr bû hatiye xirakirin. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/360, [niha di nav xelkê navçeyê de ji Erzenê re Xirebajar tê gotin.

[6] Li gorî Mu´cem ul-Buldanê navê wê yê eslî Sîsîyet e, lê xelkê wê giş jê re Sîs dibêjin, ew dikeve navbera Antaqya u Tersûsê. Saraya siltanê ermeniyên wê herêmê Ibn Lawin/Leyun/Lion li wir bûye. Di sala 1374an de Dewleta Memlûkî ew vegirtiye û ruxandiye. Bnr. Şehab ed-Dîn Ebû Ebdullah Yaqût el-Hemewî, Mu´cem el-Buldan, Dar Beyrut, Beyrut, 1957, 3/297; el-Muncid Fî l-Luxe we l-E´lam, b. n., r. 377.

Sis: Navê kevn ê Kozan a ku niha qezaya Edenê ye. Dibe ku jê mebest ev Sis be. (M. Malmisanij).

[7] Li gorî M. Emîn Zekî “Deyaweşt” e, li cem M. Elî Ewnî ku ji el-Mesalikê bi xwe veguhastiye, “Yadest” e, lê li gorî wî herdu jî xerakiriyên ji “Mahideştê” ne, yan jî mîna ku di Mu´cem ul-Buldana Yaqûtê Hemawî de jî hatiye ji “mayedeştê” ne, çawa ku Yaqût jî gotiye: “Mayedeşt”: keleyek û bajarekî dora Xaniqînê ye”. Bnr. M. Emîn Zekî, Xulaset, b. n., 1/361, not 1; Şehabedîn Yaqût Hemawî, Mu´cem ul-Buldan, Dar ul-Kutub el-´Ilmiye, Beyrût, bêtarîx, 5/59.

[8] Li gor M. Emin Zeki “Derateng” e, lê li cem M. Eli Ewni ew ji “Derteng”ê hatiye xerakirin û di El-Mesalik û kitêb û xeriteyên nûjen de jî wisa ye”, bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/361, not 2.

[9] Di Xulaseya M. Emin Zeki de weha ye: “Ew cihwarê tîreyeke duyem ya goraniyan e ku xwedî mîrekên xwe yên xisûsî ne û hejmara herdu beran ne zedeyî ser pênc hezarî ye” bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/ 361.

[10] Li gor M. Emin Zeki mebest jê eşîra Celalî ya navdar ya niha ye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/361.

[11] M. Emin Zeki ev weke “Datzirk” nivisiye, lê li gorî M. Elî Ewnî, di Mesalik ul-Ebsarê de “Datsirk” e û ew dibêje ku “Ez di tu ferhengan de rastî navekî wisa nehatime”. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/361, not 3. [Lê di Futuhu l-Buldana Belazûrî de bi navê Damir/Damer keleyeke nav deverên kurdan heye ku belkî ew be bi demê re bûye Damerg/Damerk. Bnr. Ehmed ibn Yehya ibn Cabir el-Belazûrî, Futuh ul-Buldan [el-Buldan we Futûhuha we Ehkamuha], Mektebe el-´Esriye, Beyrût, 2008, r. 306.]

[12] Nehawend: bajarekî mezin yê Hemedana Îranê ye ku pêşiktirîn bajarê welatê Çîya ye û di nav wê de dizeke ava yî ecêb heye, bnr Ibn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, Daru kutub ul-´Ilmîye, Beyrût, 1987, 2/411, sal 21, not 1

[13] Deqûqa/Daqûq: bajarekî navbera Erbil/Hevlêr û Bexdayê ye û navenda qezaya Deqûqayê (wîlayeta Kerkûkê) ye, bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., 279; Yaqût, Mu´cem ul-Buldan, b. n., 2/523.

[14] Eşnû/Şino

[15] Li gor M. Eli Ewni, ev der di Mesalik ul-Ebsarê de “Rengele” ye, lê herdu jî xirabûyîyên ji “Zengene”ya kurdi ya niha ne. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/361.

[16] Bi vî navî nihha eşîrek jî li hêla Torê (Kercewsê/Gercewsê) heye ku ji wan re Balanî tê gotin ku dibe vemayên wan bin.

[17] Di kteba M. Emin Zeki de “Keykûr” e, lê li gorî M. Eli Ewni ew ji “Kenkor/Kengor”ê xera bûye û je re Qesr ul-Lusûs/Qesra Dizan jî tê gotin,. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/362. [Ya rastî ew Kengiwer/Kingor yan jî Qesra Kengiwer/Kingor e ku keleya havîngeh û nêçîrgeha Şah Perwîz ya navdarê bi Qesra Şêrîn e jî. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/412-413.]

[18] Li gorî M. Emin Zeki ku ji Dairet ul-Me´arif el-Islamiye veguhastiye “Kusadmabîr” e, lê wî bi xwe “Basiriye” nivîsiye û M. Eli Ewni jî li gorî el-Mesalikê “Babîrî” daye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/362,  not. 2.

[19] Li gor M. Emin Zeki “el-Hûse” ye, le li gor M. E. Ewni di el-Mesalikê de “el-Xûle” yan ji “el-Xûlse” ye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/362, not 3. Lê min tu agadarî li ser yekê ji van jî nedît.

[20] Li gor M. Eli Ewni di el-Mesalikê de “Siyûliye” yan jî “Sibûliye” ye, lê ne dûr e ku herdu jî xerakiriyê ji “eş-Şulê” bin. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, 1/362, not 4.

[21] Rastiya wê yan Qertawî yan jî Kertawî ye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/362, not 6.

[22] Li gorî M. Emin Zeki “Bisqad” e, lê ew dibêje di Ansiklopediya Islamê de Sabûlî û Kartawî hatine dayin. Li gorî M. Eli Ewnî ev “Lîstara” ku di el-Mesalikê de hatiye, xirabûyê ji “Alîstar”ê ye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/362, not 5.

[23] Li gorî M. Emîn Zekî Beg ku ji Dairet ul-Me´arif el-lslamiye veguhastiye, ew eşira xoşnawa/xoşnava niha ye, ew jî sê bavik in: yek ji wan li bajare Kartawî û Derbenda Qereboylî/Qarabelî ye ku li gorî Hofman dikeve çiyayên nêzîkî Zabê Piçûk. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/362, not 8.

[24] Li gorî M. Emîn Zekî, xefîrtiya keleyên “Berî û el-Hamî” bi destê wan e. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/363.

[25] Li gorî M. Emin Zeki “et-Teliye” ye, bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/363.

[26] Li gorî M. Emin Zeki “el-cakiye” ye, bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/363, lê min tu agahdarî li ser wan nedît.

[27] Li gor M. Emin Zeki “Derbendi Qerayir” e, le li gor M. E. Ewnî, hem di el-Mesalikê û hem ji di Dairet ul-Me´arifê de “Qerabeli” ye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/363 û not 1.

[28] M. Emin Zeki “Dequq un-Naqe” nivisîye û diyar dike ku di Ansiklopediya Islamê de “Navê wê eşirê Têrkarîn e û dikeve navbera Kerkûk û Tawuqê” Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/363.

[29] Dewleta Adilî yî Zeynî: mebest jê dewleta Siltanê Misrê Melik Adil Ketbuxa ibn Ebdullah el-Mensûrî Zeyn ed-Dîn (639-702/1241-1303) e ku ji kolemenên deryayî bû û bi eslê xwe moxilî bû. ji ber ku di dema wî de rewşa abûrî xerab bûbû ew ji ser desthilatê hatibû daxistin. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 584.; Xeyredîn Ziriklî, el-E´lam, Dar ul-´Ilm li l-Melayîn, Beyrût, 1998, 5/219.

[30] Barincanî/bazincanî/Badincanî/Mazincanî: ev hozeke kurdan e ku berê li hêla Faris diman, lê dû re derbasî hêla Isfehanê bûne. Ew xwedî Rem/zem/zom bûne ku bi navê Rema/Zema/zoma bazincanî bi navûdeng e û hinek ji wan li Rema/Zema/Zoma Şehrîyar jî hene ku ew jî li Faris xwedî gund û cewlîk bûne. Di dema Istexrî de ji nav kurdan yên xwedî hesp hew ev badincanî/bazincanî bûne. Çawa ku dixuyê ev navê Bazincan yan jî Badincan di Ibn Fedlulahê ´Umerî de bûye Mazincan, dibe ku ev hinek ji bazincanîyên Isfehanê yan jî yên Faris bin ku hatibin nêzîkî himeydîyan. Bnr. Istexrî, Mesalik ul-Memalik, Dar Sadir, Beyrût/Leydin, 1927, r. 113-115; Ibn Hewqelê Nisîbî/Nisêbînî, Sûret ul-Erd, Daru Sadir, Beyrût, b. t., ç. 2, r. 370-71; M. E. Zekî, Xulasetu Tarîxi Kurd we Kurdistan, wergera erebî, M. Elî Ewnî, Metbe´e es-Se´adet, Misr, 1961, ç. 2, 1/363-64.

[31] Himeydî: navê eşîreke kurdan e ku li hêla Akrê dimînin û di dema dewleta merwanî/dostikî û eyûbîyan de rolekî girnîg lîstine. Ji nav wan serdar û mêrxasên hêja derketine, heya li gorî Ibn Esîr Bad ji eşîra himeydî ya kurd bûye. Bnr. Ezedîn Mihemed Ibn Şedad, el-E´laq ul-Xetîre fî Zikri Umera uş-Şam we l-Cezîre, Wezaret us- Seqafe we l-Îrşad il-Qewmî, Dimeşq, 1978, Beş 2, par 1, r. 129.

[32] Şemsedîn Ebu Ebdullah Mihemed ibn Se´idê Ensarî: mixabin ku min tu agahhdarî li ser peyda nekir.

[33] Di vê derê de hinek tevlîhevî di destxetê de heye ku divê bi eslê deqê re bê rûbarkirin. Çawa dixwiyê ev ne ji Mesalik ul-Ebsarê ye lê ji kitêba nivîskar ya et-Te´rîf ul-Mustelihê hatiye qopîkirin. Çûnkî bi veguhastinên ku M. Emîn Zekî û Qelqeşendî kirine re tam li hev nake, tê de hinek cihên zêde hene.

[34] Li gor M. Emin Zekî û Qelqesendi “Eqreşûş” e, bnr.  M. Emin Zeki, b. n., 1/364; Ehmed El-Qelqefendi, Subh ul-E´şa fî Meqam il-Inşa`, b. n., 4/ 375. Ya rastî diviya ku “Akre û Şûş” bûya ku du dever û keleyên cuda ne.

[35] Li gor M. E. Ewni, di Mesalik ul-Ebsar û el-Kamil Fi et-Tarixê de ev nav “Herar” e, lê M. Emin Zeki “Herat” nivîsiye. Bnr. M. Emin Zeki, b. n., 1/364. Lê di destnivisa nik min de ji “Hera” ye.

[36] Li gor M. Emin Zeki “Til´heftun” e, Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/364.

[37] Di kitêba M. Emin Zekî de, li vê derê di gotin û  hevokan de tevlîhevi û guhartin hene. Ji ber vê jî ez bawer im ku M. Emin Zekî ev ne yekser ji “Mesalik ul-Ebsar”ê, lê ji beşa wê ya  Sub`h ul-E´şayê veguhastiye ku yan herduyan jî destêwerdan tê de kiriye. yan jî çawa min li jor jî got, ev destxeta ku ez werdigerînim ne ji Meslik ul-Ebsarê bi xwe ye, lê ji et-Te´rîf ul-Musteliha Fedlu l-Lah el-´Umerî ye. Bnr. M. Emin Zeki, Xulaset, b. n., 1/364; Ehmed el-Qelqeşendî, Sub`h ul-E´şa, b. n., 4/375. Lê mixabin ku min et-Te´rîf ul-Musteliha wî hê peyda nekiriye ku ez sed dersed bibêjim ew e.

[38] Bisyar/Pisyar: ev wilayeteke herêmên berfireh yên Kohistanê/Qûhistanê/Herêma Çîya ye ku digihê tixûbê Loristanê û çiyayê Cîleweyh jî di nav sînorê wê de ye ku  hewa wê jî hênik û ava wê sar e. Bnr. Hemdulah Mistewfî Qezwînî, Nizhet ul-Qilûb, b. n., r. 127. [Bi navê Pisyarê gundekî nêzîkî bajarê Hezoya navbera Sason, Farqîn, Batman û Bayqan jî heye ku çemek tê re derbas dibe û pirek jî li ser e û jê re Pira Pisyarê tê gotin.]

[39] Li gor M. Emin Zeki “eş-Şehrî” ye, lê M. Eli Ewni dibêje “Di Dairet el-Me’arifê de “es-Surî” ye û mebest jê kurdên soran (suhran, suhrani) yên navdar in”. Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/365, not 1.

[40] Li cem M. Emin Zekî û el-Qelqeşendî “Şe´labad” e, lê li gorî M. Eli Ewni ew ji “Şeqlabad”ê xerabûye û mebest jê jî “Şeqlawe”ya niha ya giredayi bi Erbilê [Hevlerê] ve ye. Ew ji Mesalik el-Ebsarê bi xwe jî rêzekê digire û van navan weke “Şeqlawet” û “Heftiyani Ebi Eli” dinivîse ku ew weha ye: “Hevokê el-Mesalikê weha ye: ´Welatê suhrî yê navdarê bi diziyê ku ew ji herêma Seqlawe û Heftiyana Ebû Elî ku bi Heftiyana Piçûk jî tê nasîn digel deşt û derbendên mezin yên navbera wan.”  Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/364, not 3; Ehmed el-Qelqqendi, Sub`h ul-E´şa, b. n., 4/375.

[41] Ev “Derbenda Heftiyan” e ku nêzikî Rewandiza niha ya wê navçeyê ye, bnr. M. E. Zekî, Xulaset, b. n., 1/364, not 4.

[42] Zahid: Kesê ku ji bo rêya Xwedê bi tena serê xwe dikeve xenî yan odeyekê û xwe ji xwarin û her cûre kêf û xweşiyê digre.

[43] Li gorî M. Emin Zeki û el-Qelqeşendî “Uşne[Şino]” ye. Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/365; Ehmed el-Qelqeşendî, Subh ul-E´şa b. n., 4/376.

[44] M. Emin Zeki “Mazkird” nivisiye, le ji Dairet ul-Me´arifê “Rubarê Berazkird” vediguhêze, yanî Çemê Berazgirdê/

Berazcirdê Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/365

[45] Li gorî Daîret ul-Me´arifê Ristaq dikeve başûrê Şemdîna niha”, bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/365

[46] M. Emin Zeki “Başak” nivisiye, lê li gorî M. Eli Ewni “Masak” e. Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/366.

[47] Balikî/Balikan: hem gundek e li herêmeke asê li pişta çîyayê Qendîlyan/Qendîlan li ser sînorê Uşno û Lahîcanê dikeve. Hem jî navê eşîreke kurdan e ku di dema xwe de yek ji xurttirîn eşîrên kurdan bûye û bi deh hezaran malên wan hebûne.. Bnr. M. E. Zekî, Xulaset, b. n., 1/371.

[48] Zerzarî; Ev eşîra kurdên zerzarî şaxekî hoza mezin ya Hezbanîyan e ku warên wan li çîyayê Cencerîn, Melazgir, Lahîcan, Sincar û Xeftîyana Zerzarîyan bûn. Ev hoza hezbanîyan ji çar – pênc şaxên mezin pêk tên yanî konfederasyoneke ku ji çar – pênc eşîrên mezin pêk hatîye ku ew jî ev in: zerazarî, rewadî, hekemî, şedadî, maranî/ mihranî. Hinek himeydîyan jî dixin nav wan lê ne eseyî ye. Bnr. Ehmed Ebdulezîz Mehmûd, Ehmed Ebdulezîz Mehmûd, Îmaret ul-Hezbanîye l-Kurdîye, Mekteb ut-Tefsîr, 2016, Erbil/Hevlêr, r. 67-74

[49] Çawa dixwiyê ew Derbenda Rewandiza navdar e. Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/366, not 2.

[50] Hekemî: bi vî navî yanî navê Hekemî şaxekî hoza hezbaniyên kurd jî heye. Bnr. Ehmed Ebdulezîz Mehmûd, el-Îmere el-Hezbaniye l-Kurdiye, Hewlêr, 2002, çap 1, r. 44. [Li gorî Ibn Ezreq di dema şerê emewî û ebasiyan de du bavikên ereb ên hevalbendên emewiyan reviyane ku yek ji wan çûye hêla Tiflîsê û ya din jî çuye çiyayên dora Mûsilê. Lê dû re çûna wan ya wê derê hatiye bihîstin û bi pey wan hatiye xistin ku ji wîr jî reviyane, çûne derûdorên Senasînê/Sasona niha û li gundê Hergemo bi cih bûne. Bnr. Ibn Ezreq, Tarîxu Meyafarqîn, Nûbihar, 2014, Istanbul, r. 272-273.]

[51] Li gorî M. Emin Zeki “Esed ibn Meklan” e, Imadedîn kurê wî ye û Esededîn jî hê dibe kurê wî. Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/366.

[52] [lazwerd: kevirekî şîn e ku jê rnorîk û xişrên cuda çêdibin, ji xişrên wan re şînok, çavik û pirozî/fîrûzî jî tê gotin.]

[53] Li gorî M. E. Ewnî “Rastiya wê Merkewar e û mebest jê herêma Mergewera xuşka ‘Tergewerê ye” Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/367,  not 1.

[54] Herçendi M. Emin Zeki nivisiye “Kurdat” jî, lê ew ji Dairet ul-Me´arifê vediguhêze û dibeje “Di Dairetê de Gewera (Cewera/Gevera) navdar e” Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/367,  not 2.

[55] ´Eqre/Akrê:  li çend ciyan heye: ´Eqra Babîlê ku nêzîkî Kerbelaya Kûfeyê ye, w navê gundekî navbera Tikrît û Mûsilê ye jî û gundekî ser rêya Bexdad û Deskereyê ye jî. Herweha ew keleyeke asê ye jî li çîyayên Mûsilê ku dikeve rojhilatê Mûsilê û ya kurdên himeydî ye û navê wê jî ´Eqra/Akrêya himeydîyan e ku li vê derê jê ev e. Yaqût, Mu´cem ul-Buldan. b. n., 4/153-154.

[56] Şûş: hem devereke nêzîkî Cizîra Botan e, hem jî navê taxeke Curcanê ye lê ya vê derê keleyeke mezin î pir bilind e ku nêzîkî Akra Himeydîyan e, jê bilindtir û mezintir e, lê weke wê girîng nîne. Yaqût, Mu´cem ul-Buldan, b. n., 3/422.

[57] `Imadiye/Amêdî: ew keleyeke navdar î asê ye ku dikeve Bakurê Mûsilê û [berê] li ser Mûsilê bû, lê niha dikeve Başûrê Kurdistanê û li ser Dihokê ye. Yaqût, Mu´cem ul-Buldan b. n., 4/168.

[58] Zîbar/Zêbar: Hem navê herêmeke Başûrê Kurdistanê ye û hem jî navê eşîreke nezin e ya wê herêmê ye.

[59] Ev peyva dawiya vî navî baş nehat xwendin, lê ev paşnav di Tarîxa M. E. Zekî û ya Qelqeşendî de tune. Bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/367; Ehmed el-Qelqeşendî, Subh ul-E´şa b. n., 4/378.

[60] Meraxe: herêmeke navdar î mezin e ku navdartirîn û mezintirîn herêma Azerbaycanê ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/109.

[61] Olam olam: Dibe ku mana wê “wan gazi kir u kir qîreqîr” be, le mixabin min eseyiya wê dernexist.

[62] Min tu agahdari li ser “ixtaciye/ixtaciyan” nedit.

[63] Mibarizşêr: Mebest jê Mibariz Kek (Kek Mibariz) e ku li jor bihurî.

[64] Li gorî M. Emin Zeki “Harun” e, lê çawa ku M. Eli Ewni ji Mesalik ul-Ebsarê û Ibn Esir veguhastiye “Hirur” e. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/367 û not 4.

[65] Di erebiya van çend paragrafên jorî de tevlîheviyek heye ku ew baş nayê xwendin; jixwe ev nîvrûpel di Sub`h ul-E´şaya  Ehmed Qelqeşendî û Xulaseya M. Emin Zekî de jî tune.

[66] Li gorî M. Emin Zekî “Tenbekî” ye, lê li gorî ku ji Dairet ul-Me´arifê veguhastiye dibe ku “Bestîkî”ya nav çiyayên ermeniyan û şikefta Dawid be. bnr. M. Emin Zekî, Xulaset, b. n., 1/368, not 1. Bi ya min rastiya wê “Sibki” ye û armanc jê jî eşîra Sipkiyan a ku niha jî heye û dikeve dora ciyayê Agrî, ye.

[67] Li vê derê dewsa navê mîr vale maye, ew yan jê çûye yan jî nehatiye nivîsîn.

[68] Li gorî Xulaseyê “tehtiye” ye, lê ew erebîzekirina buxtiye/buxtan e, bnr. M. Emîn Zekî, Xulaset, b. n., 1/368 not 2.

[69] M. Emîn Zekî jî “rasine/rasinî” daye, lê wi ji Dairet ul-Me’arifê veguhastiye ku “ew eşîra dasinî ye û mezinê wê jî Bedredîn e”. Li gor M. Eli Ewnî jî “rasini/rasine” xerakiriyê ji “Dasini”yê ye û li gorî Mu’cem ul-Buldanê, 2/538 jî “Dasin” navê çiyayekî mezin e ku ji aliyê rojhilatê Dicle ve dikeve bakurê Mûsilê û gelek bavikên kurdan yên dasinî li wê derê dijîn.” Bnr. M. Emîn Zekî, Xulaset, b. n., 1/368, not 3.

[70] M. Emîn Zekî “Deyneki” nivîsiye, lê li gorî M. Eli Ewnî ku ji Mesalik ul-Ebsarê veguhastiye, rastiya wê her mîna vê derê “Dunbilî” ye û ew li çiyayên Meqlûb û Muxtar dimînin; dunbiliye û denabil, piraneya dunbil û dunbilî ne”. Herweha ew ji kitêba bi nave el-Qamus jî vediguhêze ku “dunbil li wezna qunfiz e ku ew jî cîlek/nifşek ji neteweyê kurd e û niha ji wan re zaza û dunbilî jî tê gotin” (M. Emîn Zekî, Xulaset, b. n., 1/368, not 4.

[71] Ya rastî di nav ewqas kitêbên ser Selahedîn û jiyana wî de, çi yên dostan û çi jî yên neyaran bin me ageheke wisa bêwijdanî derbarê wî ku bi mihrîvanî û dadmendiya xwe navdar e, nedît û nebihîst jî. Ez bawer im ku ev nebûkariyeke ku ji hêla hinek derewînên bêwijdan ve hatiye derxistin. Çunkî çawa tê zanîn Selahedîn çi bigir hima hemî jiyana xwe bi cengê derbas kiriye, vêca ger hinekî weha cansivik î xweşlibat hebin jê re ji bo şer û derketina ser kele û sûran bi zêran in. Ew dê wan di hemî cengê xwe de bi kar bîne çira bê sûc û sedem bide kuştin. Jixwe Selahedîn ne yekî wisa tirsonek bûye ku rojekê ew dê dijî wî rabin, yan jî herin hêla neyarên wî, çunkî wî gelek caran neyarên ku zanibû dê dû re şerê wî jî bikin ew bexişandine û şansekî din daye wan.

[72] Bi rastî ev ji binî derew û îftîrayeke mezin e li Selahedîn. Çawa ku min li jor jî diyar kir ev iftîra ji bo yekî mîna Selahedînê navdarê bi dadmendiyê nayê bawerkirin. Bi taybetî jî di dema ku di cengên xwe hemî de pêwîstiya wî bi kesên weha jêhatî, mêrxas û cansivik hebûye ne karê hişmendan e ku hêzeke weha çalak rabe ji holê rake ji dêla ku wan li pêşberî neyarên xwe bi kar bîne.

[73] Ji berhema Fedlullah el-´Umerî, ya Mesalik ul-Ebsar fi Memalik el-Emsar, yan jî Kitab ut-Te´rîf bi l-Mustelih iş-Şerîf, destnivîs, kopiya, 4/124-135.

[74] Bêguman ev deqên han eseyî dikin ku ev lûr/lor, şûl/şol û şenkare/şebenkare ji berê ji dema kevnar ve beşên bingehîn yên miletê kurd in. Ew ne mîna ku hinek lêkolîner û seyahên vê dawiyê texmîn dikin ku lûr/lor û şebankare faris in û şûl/şol jî tirkman in. Bnr. wergêr M. Elî Ewnî, nota ser Xulasetu Tarîxi l-Kurd we Kurdistan M. Emîn Zekî, wergera erebî, 1/360, not 1.