Pêşekî

Cemîyeta Hêvî, yek ji wan cemiyetan e ku di destpêka salên 1900-an de ji layê xwendevanên Kurd yên li Îstenbolê hatiye damezirandin. Di nav rêza endamên wê yên dameziranêr de ev lawên Kurd hebûn: Xelîl XEYALÎ(Mutkî), Qedrî CEMÎLPAŞA(Dîyarbekir), Fuat TEMO(Wan), Zekî Efendî (Dîyarbekir) û Memduh Selîm(Wan). Kovara Rojî Kurd ji layê Cemîyeta Hêvî ve tête weşandin.

Di derbarê damezirandina Cemyeta Hêvî de lêkolîner Hesen YILDIZ wisa dibêje: “Bi navê Hêvîya Kurd rêxistineke veşartî/îlegal hatibû damezirandin. Di encama xebata legal a vê rêxistinê de, ji alîyê xwendevanên Kurd ve li Îstenbolê di sala 1912-an de bi navê Hêvî cemyetekê tête damezirandin.”[1] Û di nav demeke kurt de “Li Erzrom, Dîyarbekir û Lozana Îswîçrê de şubeyên Cemîyeta Hêvî têne sazkirin.”[2] “Bi tevî destpêkirina Şerê I. yê Dinyayê di sala 1914-an de Hêvî belav dibe.”[3]

Bi rêvebirîya Komeleya Hêvî di sala 1913 de çar hejmarên Rojî Kurd têne weşandin.  Hinek mijar û pirsgirêkên girîng di nav rûpelên vî kovarê de hatine gengeşîkirin, ku îro jî ew gengeşî berdewam dikin.

Rojî Kurd, di hejmara xwe ya yekem de digel yê xwe jî, peywira cemîyetan weha tîne ziman: “Wezîfa pêşîn a cemîyetan ev e ku bi meqama xalîfetî ra pevgirêdanîya qewman bihêztir û payîdar bike.”[4] Di hejmara duyem û nivîsara bi navê “Kurdîtî û Mûsûlmantî” de weha tête gotin: “Her wekî miletên misliman ên din ji bo Kurdan jî -program ev e-: Berê Îslamîyet piştra Kurd, Kurdî ji ber ku dê ji îslamîyetê ra xîzmet bike divê bête belavkirin, tevayîkirin,…”[5]

Di nav rûpelên Rojî Kurd de mijareke herî girîng jî gengeşîya di derbarê ziman û pirsgirêkên wî de ye. Gengeşîya “alfabeya Arebî yan Latînî”, tunebûna “îmla-rênivîs”, “alfabeyeke yekgirtî ya navxwe” û “qamusek-luxatek” giştî yê Kurdî,  îro jî berdewam dike.

Kovara Rojî Kurd 90 sal li berîya  îro derketiye. Tiştê herî balkêş ev e ku di derbarê ziman û çareserîya mesela Kurd de gengeşî û helsengandinên ku wê demê hatine kirin, îro jî bi rengekî din berdewam dikin, her wekî ku di vê dema dûr û dirêj de û bi tevî ewqas bûyer, ceribandin û guherînên giştî û herêmî, wêne nehatiye guherîn. Ji vî pratîka sedsalî ders nehatiye derêxistin û girtin. Ji ber vê yekê bûyerên bextreş ên dîrokî bi rengekî din ji nû ve ducar dibin an jî tekerûr dikin.

Di nav rûpelên Rojî Kurd de ji alîyê kulturî ve hinek gotinên kurdewarî hebin jî , di fahm û feraseta kovar û nivîskarên wê de İslamîyetî û Osmanîparêzî mefhumên destnîşankar in. Di derbarê Kultur û perwerdeyîya bi zimanê Kurdî de gotinên bikirp bête kirin jî, lênêrîna weşangerîya kovarê ev e ku bi girêdayî têgeyên Îslamîyetî û Osmanîparêzî têkilîyên nav civakî bête bihêztirkirin. Yanî daxwazên kulturî û perwerdeyîya bi zimanê Kurdî wekî unsurên jibo pêşxistina hişyarîya neteweyî nayin dîtin, jibo bihêztirkirina binyata van têgeyan wekî xarcekê tête dîtin. Ev fahm û lênêrîn bi vî dirûşmê tête dîyarkirin: “Berîya her tişt mûsûlmanî, pişt ra Areb, Tirk, Kurd an jî Acem. …”[6]

Di destpêkê de sê hejmarên Rojî Kurd bi alîkarîya lêkolîner Suleyman Azad  geheştin ber destê me, ku di sala 1981-an de ji layê Cemal XEZNEDAR ve li Bexdayê ji nû ve hatibûn çapkirin. Belkî jî ev cara duyemîn bû ku Rojî Kurd ji nû ve di nav rêza pirtûkên xwendevan û kultura kurdî de ciyê xwe digirt. Lêbelê bi agadarî û alîkarîya lêkolînerê Kurd berêz Malmisanij, hejmara çaremîn a Rojî Kurd jî gehîşte ber dest me. Bi vî awayî her çar hejmarên kovara  Rojî Kurd temam bûn; gengeşîya di derbarê “sê hejmar an jî çar hejmar” de zelal bû.  Orjînalên kovara Rojî Kurd bi alfabeya Arebî û bi zimanê Osmanî û Kurdî(bi Soranî û Kurmancî) hatine çapkirin. Me her çar hejmarên kovara Rojî Kurd bi tevayî wergerandine ser alfabeya latînî û Osmanîya wê jî wergerandiye ji bo  Tirkîya  îroyîn. Eger di vî xebatê de hinek kêmasî hebin jî, ji nûha ve me divê hun bibuhûrin.

Em bawer dikin ku nivîsar û gengeşîyên  di nav rûpelên Rojî Kurd de rastîyeke me ya dîrokî û civakî li ber çavê xwendevanan radixîne. Divê carekî din em tefekûr bikin. Çi guherîye li piştî ev 90 salan, îro em li kîjan qonaxê ne, em çiqas pêşve çûne, me çi mewzî bidestxistine?

 

Seîd VEROJ

[1] Kurd Ji Eşîrîyê Berve Netewetîyê -Ji alîyê Polîtîk û Felsefî ve Krîtîkekê Komeleya Kurd, r. 83, Weşanên Dîcle-Firat, Îlona 1991

[2] Jêdera berê. r. 84

[3] Martin Van Bruinesse: Axa, Şêx û Dewlet, r. 343, weş. Öz-Ge.

[4] Rojî Kurd, hej:1 r. 18

[5] Rojî Kurd, Hejmar: 2, r. 51

[6] Rojî Kurd, Hejmar: 2, r. 52