S. Veroj: Berêz Kemal KERKÛKÎ, em dizanin ku Kerkûk bajarekê qedîm e û ji Hurrîyan vir de Kurd li vê mintiqeyê dijîn, wek endamê meclîsa rêvebirina Kerkûkê û komîta navendî ya PDK, hun dikarin ji mêj ve heta îro bi kurtî û bi giştî basa Kerkûkê bikin?

Bersiv: Belê raste, Kerkûk bajarekê qedîm ê Kurdistanê ye, îro jî ew şopa ku di nav pêvajoya dîrokî da kurdan li Kerkûkê hiştîye, bi her awayê xo ve dîyare û şahidê Kurdistanîyetîya kerkûkê ye. Di tarîxê da gelek basê ev mintiqê û ev bajarî tête kirin, hîç kesekî negotîye ev bajarekî kurdî nîye, yanî Kurdîstanî nîye.

Di tarîxê da, di gelek kevin da pirî caran serjimêr çêbûye, her carê nifusa kurdan zêdetir derketîye.

Wextê ku Împeratorîya Osmanî li mintiqê bû, deshelatê mezin ew bûne û di çavkanîyên nivîskarên wan da basê kerkûkê dikin; di Kamus-ül Alem da (pirtûka Şemseddîn Samî) dibêje: “Kerkûk di nav wîlayetê Kurdistanê da ye”.

Ji xeynê wî serjimêr hene ku dibêjin 69% nifusa bajarê Kerkûkê kurd e. Eva yek. Her çend hikumetên Iraqî hatine, ji damezirandina dewleta Iraqê heta evro serjimêrên ku hatine çêkirin, hemû dibêjin pirranîya nifusa bajarê Kerkûkê kurd e. Serjimêrên ku di salên 1937, 1947, 1957 da li bajêrê Kerkûkê çêbûne, nifusa kurdan ji hemû neteweyên din zêdetir derketiye.

Paşan rejîm û hikumeta Beasî lijneyek çêkirin û serpereştîya ew lijneyê li jêr çavdêrîya Sedem Huseyn bûye. Sedem Huseyn bi xo serpereştîya wê lijneyê kirîye. Dibêje lazime em kurdan li Kerkûkê kêm bikin. Û dibêje lazime li Kerkûkê hejmara kurdan bibe 20%-î û bo vê divê qewmîyet bête gorîn, yanî kurd liser ereban bêtin nûsîn, turkmen liser ereban bêtin nûsîn. Bi berdewamî dibêje ew nûsîn ew nîye ew ên ku rewşa wan başe bi dilê xo bigorin, ev qerarekî sîyasî ye, divê nîsbetê nifusa kurd bête jêr 20%-î.

Lê mixabin nikarî evê bike. Tehrîb kir, enfal kir, kîmyabaran kir lê kurd her pirranî ye li bajarê Kerkûkê. Ez dikarim hinek belge bidime te ku di hemû wextê hikumetên Iraqî da kurd li vî bajarî ekserîyet bûne.

Yê sisê, eger tev Kurdistanê bigerî, tê bibînî ku ji layê topografya ve mintiqe yek e. Sinorê Kurdistan ji çîyayê Hemrîn biçî xwarû ferqe, jêrê wî sehra ye.

Çiwar, li zemanê Împeratorîya Osmanî Kerkûk di nav wîlayetê Musil da bû. Heta hinek şehrezayên tirkî yên nûka jî basê wîlayetê Musil dikin, dibêjin Kerkûk parçeyekê mûhîm ê wîlayetê Musil bû. Li vî bajêrî qewmê turkman û ereb jî hebûne, kildanî û asûrî jî hebûne bes eqlîyet bûne û hîç wextekê jî kurd hewl nade ku wan bêheq bike, em dixwazin heqê wan jî hebe û wekû însanek li nav axa Kurdistanê biserberzî bijîn. Divê hemû mafê wan hebe; mafê rojnamenûsî ya wan hebe, mafê xwendina bizimanê zikmakî hebe, biazadî bîr bikine, zilim li wan neyête kirin. Bes hîç wextêk em amade nînin bêjin Kerkûk ne Kurdistane.

S. Veroj: Dîyar e îro bala hemû kurdên dinyayê û kurdên çar parçeyên Kurdistanê li ser Kerkukê ye. Herweha qasê ku Kerkûk di rojeva hemû dewletên herêmî da ye, ewqas jî di rojeva dewletên rojavayî -YA (Yekîtîya Awrupa)-DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka)- da ye. Bi raya cenabê we, mesela Kerkûkê çima ewqas di rojeva dewletên rojavayî û rojhelatî da cî digre? Girîngîya Kerkûkê çiye?

Bersiv: Girîngîya Kerkûkê gelek e, yek û du nîye. Yek jê, mintiqeyek stratejîk ê mezin e bo Rojhelatanavîn. Ji alîyê çavkanî- yên jêrax(binerd) û serzemîn(sererd) ve zor dewlemend e: serwetê çandinî zor başe, ava wî zêde ye, hewayê wî baş û pakiş e, serzemînê wî pirr bixêr e. Jêraxê wî: kanzayê wî pirr zêde ne; neft û her cûre madden têda heye. Yanî Kekrûk yek ji dewlemendtirîn bajarê serzemînê ye, bo vê yekê hemû wext ewên li mintiqê biqewet bûne, çavê wan li dewlemendîya Kerkûkê bûye, ku jê îstîfade bikin.

Ji alîyê ekserî ve jî mintiqeyek ekserî yê serbazî ye. Herêmek wesa ye ku ji Tirkîyeyê pirr nizîk e, ji Îranê pirr nizîk e, ji xwarûyê Iraqê pirr nizîk e. Lewra Kerkûk bo kontrolkirina herêmê cîyekî eskerî yê stratejîk e.

Heta êsta jî Kurd bêxudan bûye, li mintiqeyê dostekê wî yê heqîqî nebûye. Ne Xerb dostê kurd bûye û ne jî Şerq dostê wî bûye. Tenya milet û ew partiyên ku yek li du yekê hatîye çêkirin, pêşmerge û sîlehê xo û şoreş, wekî dî hîç kesekî bi heqîqet ligel evê miletê nebûye. Jiber vê her kesî xwestîye ev mintiqe ji destê xudanê wî bitsîne û bêje ê min e.

Mesela Beasîyan bizor, bidîktatorî, bi sîyasetekî dagirkerî dixwes bêje ev axe, axa ereb e û ev miletê liser vê axê jî ne kurd in, ew qewmekî dî  ye. Bes neşîyan, sipas bo miletê kurd ku xebata xo kir û nehêla

Li dawîya Cengê Cîhanî yê Yekemîn zulim li miletê kurd hate kirin bo menfetê xelkekî din.

S. Veroj: Hun dibêjin Kerkûk bi awayekî plankirî hatîye erebandin, heta nûha di derbarê vê yekê da we serlêdanekî fermî bo sazîyên navnetewî (herwekî Yekîtîya Miletan û sazîyên dî) kirîye gelo?

Bersiv: Liser tehrîba Kerkûkê yanî erebandina Kerkûkê ji roja destpêkê heta îro miletê kurd, bi taybetî jî PDK û hîzbên dî yên Kurdistana Başûr dengê xo bo hemû dinyayê birîye. Bi pirtûkên xo, bi şikayetên xo, bi nûsînên xo, bi îlamê xo, bi mufewezadê ligel rejîmê Iraq. Îro weku PDK hemû hewildana me ji holê rakirin û helweşandina hemû tesîrên sîyaseta tehrîbê ye. Jiber vê, erebên hawêrde ku bi minasebetê sîyaseta erebkirnê hanîne Kurdistanê lazime vegerin cîyê xo. Bo vê mebestê ligel Amerîka, ligel Îngiliz, ligel her dewletêk ku peywendîya me bi wan ra heye, em liser vê meselê gelek sekinîn.

Êsta jî gelek pîlan hene, ku erebên tehrîbê li vira bimînin em qet qebûl nakin. Wexta ew hatin gelek zilim li kurdan kirin: yek, malê kurdan bizor zeft dikirin; du, zarokên kurdan kuştin û tehda li pîrekên kurdan kirin; sisê, axa Kurdistanê bigiştî tehrîb kirin û bitaybet jî Kerkûk, Sencar, Zemmar, Musil, Xaneqîn û wd. Bes em naxwazin wek wan şovenî bikin û dîktator bin, zalim bin, biçin zarok û pîrekên wan bikujin. Em dibêjin lazime ew erebên tehrîbê vegerin biçin. Em naxwazin zarokên wan bavêjin ser cadan, pîrekên wan enfal bikin û bikujin. Em dibêjin divê hevkarî bo erebên aware bête kirin da ku ji nav sînorên Kurdistanê derkevin. Heqê wan nîye erebê tehrîb liser zemînê Kurdistanê bijîn. Eger em eqabê wan bikin, divê ji wan her yekî deh caran bêne îdamkirin.

S. Veroj: Em dizanin sîyaset û pîlana Enfalê bo hemû Kurdistanê bû, bi taybetî di çarçova enfalê da li Kerkûkê çi hatiye kirin?

Bersiv: Enfal li bajarê Kerkûkê gelek bitund pêkhatîye; zarokên wan, piçukên wan, pîrê wan, pîrekên wan hatine destgîr kirin û birin. Pirranîya wan, çal kolîn bizindî xistin bin axê û qismekê wan jî gulebaran kirin. Li vê mintiqê gelek zarokên enfalkirî hene ku heta nûha em nizanin li kîjan qebristanê ye. Heta nûha 167 qebristanên enfalkirîyan hatine dîtin û gelek ji wan jî wenda ne, em nizanin li ku ne. Ew ên mayî her  gav li du wan in, da ku em bizanin zaroyên me, xuşkên me, birayên me li kîjan bajarî hatine veşartin bi destê rejîma dîktator. Armanca van hemû kirinan ew bû ku kurd li vê mintiqê nemînin, ereb bînin li vira bicî bikin û navê Kurdistanê jî bigorînin.

Pîlanê dijmin ew bû kurd hindek bikujin, hindek ji tirsan birevin û biçin, hendek jî biderxînin. Pîlanê dijmin gelek giran bû. Li sala 1963, di yek roj da 2000 xanî li nav bajarê Kerkûkê li taxa Şorceyê bi boldozeran bi erdê ve yek kirin. Wan bi pêxwasî siwarê seyareyan kirin û şandin berve Îran û cîyên din. Pîlan ew bû ku kurdan ji axa wan biqetînin û piştre bêjin ev axa Iraqê ye, axa ereban e.

S. Veroj: Her wekî cenabê we jî di destpêkê da dîyar kir; nivîskar û gerokê Tirk Şemseddîn Samî di pirtûka xwe ya bi navê “Qamusûl Alem” da dibêje: “Nifûsa Kerkûkê ji çaran sisê kurd e, ji çaran yek jî ew ên dî ne”. Îro dîyare ku hinek dixwazin hebûna tirkman, ereb û miletên din li Kerkûkê wek pirsgirêkek netewî ya girîft pêşkêş bikin. Gelo mesela turkmen, ereb û yên miletên din li Kerkûkê dê çawa çareser be?

Bersiv: Bi rastî li Kerkûkê pirsgirêka turkmenan nîye. Eve bi destê dijminên mintiqê tête peydakirin. Eleqa me gelek ligel turkmanan xoş e. Turkmenê pakiş hene, welatparêz in û li vira kar dikin. Bes li nav turkmenan hindek aletên destê derve hene, bikirê girtîyê welatekî dî ne. Ew dixwazin bo Kurdistanê probleman çêbikin.

Berê mûdetek heyetêk Tirkîya li vira bû û basê turkmenan kirin, min gote wan: “Turkmen ne tirkî ne, ewan Iraqî ne, eger problemên me hebin em ligel hevdu weku du milet dişên problemên xo çareser bikin”. Bes bi kirêgirtîyên hêzên derve problem çareser nabin. Vêga weku Cepheyê Turkmenî. Sîyaseta Cepheyê Turkmenî pirr çewt e, ne diruste û ne li berjewendîya miletê turkmen da ye. Mîsal çend roj berê me li meclîsa Kerkûkê da basê hiquqê însanî kir û me xwest komîtekî li Kerkûkê bête çêkirin û parastina mafê mirovî bike, mixabin Cepheyê Turkmenî dijî wî derket. Îca bizanin ku Cepheyê Turkmenî amade nîye li Kerkûkê komîteyekî mafê mirov bête çêkirin. Çima? Çunke bes dixwaze problem bo kurd çêbe. Me xwest komîteyek bête çêkirin ku piştevanî li mafê ziman; bi kurdî, bi turkmenî, bi erebî û bi sûryanî bête çêkirin. Ewan dijî wî jî sekinîn. Cepheyê Turkmenî dijîtîya perwerdeyî ya bi zimanê turkmenî dikin, ew dixwazin erebî bête xwendin.

-Çima?

:Naxwazin, çunke ev sîyaseta derveyê sînor e, yanî ne yê nava wan e. Ev jî ne ligor berjewendîyên turkmena ye. Pirranîya turkmenan jî ne ligel Cepheyê Turkmenî ye.

Ew ên ku dibêjin turkmen, turkmen! Eve ne raste, ev virr e. Li Kerkûkê turkmen hene, lêbelê pirranî kurd e, turkmen eqlîyet e (kêm e). Me kurdan her wext heqê turkmenan parastîye. Di wexta Barzanîyê nemir da, li salên 1970-an wextê hukmê zatî ligel hikumeta Bexda hate îmzekirin, wê wextê me xwest hikuqê roşinbîrî bo turkmenan jî bête dayîn. Bo vê yekê çend roj munaqeşe çêbû, Barzanî îsrar kir got na, lazime mafê roşinbîrî yê turkmenan jî hebe.

Peywendîya me bi çend partî û rêxistinên turkmenî ra pirr xoş e, em hevalên hev in. Em alîkarî û piştevanîya wan jî dikin, dixwazin mafê wan jî hebêt. Em kurd li Kurdistanê pirranî(ekserîyet) in, em dibêjin bawerîya me bi demokratîyetî heye, em dibêjin eqleyetên li vira hebin weku tirkmen, ermen, kildanî û asûrî em dixwazin serbest bin, azad bin û îhtiramê li hev bigrin. Bes pirsgirêka mezin ev e, sîyasetek ji dervayê sînor bi navê turkmen problem bo Kurdistanê çêbikin, ev nayête qebûlkirin.

S. Veroj: Em dizanin ku bala hemû dewletên herêmê liser Kerkûkê ye û bêtir jî yê Tirkîyê; bi egera parastina mafê turkmen û mafê desthelatîya dîrokî (yê dema Osmanîyan) ya liser wîlayetê Musil -ku wê demê Kerkûk jî di nav sînorên wîlayetê Musil da bû- liser Kerkûk û nefta wê, ne rasterast be jî heq îdîa dike. Em dizanin ku di Kanuna 1926-ê da, di navbera Brîtanya û Tirkîyeyê da peymanekê hatibû îmzekirin, ligor wê peymanê Tirkîye dev ji hemû îdîayên xwe yên liser Musilê berdide. Îro hun ev îdîayên Tirkîyê çawa şirove dikin, çawa têdigehin?

Bersiv: Du-sê sebeb hene ku Tirkîye liser turkmen û Kerkûkê problem çêbike. Yek, Tirkîye xewnek dibîne, li xîyal dijît. Hindek ji sîyasetmedarên wan nexweş û ne sax in, dixwazin împeratorîya Osmanî bi şiklekî nû çêbikin. Ewan dixwazin li Rojhelatanavîn texîrat çêbe, ewan wesa bîr pê dikin dibêjin belku piçek Tirkîye mezin bikin, biguhere.

Ya duyem, li nav dewleta Tirkîyê problemên wan bi xo hene; problemên îqtîsadî, sîyasî û meşakilên dînî hene. Problemên di navbera esker û sîyasîyan da hene. Her wextê ku ew meşakîl zêde dibin, mihewele dikin û meşakîlê xo diênin derve. Basê Kerkûkê dikin, basê turkmenan dikin, basê wîlayetê Musil dikin bo problemên hindir kêm bin yan jî serê wan bête girtin. Û her wextê ku şer hebe, problem hebe esker jê fayde dibînit, bo wê naxwazin li nav Tirkîyê aramî hebe.

Problemên netewî jî hene, ji wê alî ve jî tirsa wan heye ku dewletek federal û demokrat li Kurdistanê çêbe û di nav ew federalîyê da her neteweyek bijît azad bin; bi axaftina xo azad be, bi sîyaseta xo azad be, bi dînê xo azad be, rojnameyê wê azad be, televîzyona wê azad be û wd. li mintiqê her tişt azad be… Ew naxwazin ew neqlê layekî dî be.

Eve ye, tirsa wan heye. Em dibêjin wan, şaşin. Wextê kesek tirsa wî ji azadî, demokrasî û serbestî hebê, bizanin ku ew şaş e(xelet e). Sîyaseta me ev e, em dibêjin her dewleta ku mafê her neteweyek têda hebe, azad be, ew dewlet dê xurt be. Êsta Iraqek Federal çêbe dê pirr xurt be.

Eger sîyaset weku berê, weku wexta Sedam ji alîyê malbatekê ve bête dirustkirin û ewên dî hemû teswîye bin, eve çend xurt bê, piştre weku Sedam tête pêşîya wan. Eger dixwazin bi zorê sîlehê xo xurt  bikin dawîya wan weku Sedam Huseyn dibe; sîlehên wî pirr hebûn êsta em dibînin zarokên kurd liser tank û teyareyên wan dileyzin, parçeyên wan tênin bazarê difiroşin. Yanî fikrekê bi zorê sîlehê nikare dewam bike.

S. Veroj: Dema mirov li sîyaseta navnetewî temaşe dike, dîyare ku mesele ne tenê dewletên hawîrdor in, berê deh-panzdeh rojan di rojnamekê Tirkîyê da demeca rêvebirekî almanî hebû û digot “Kurdistanek Federal a bi Kerkûk, li Rojhelatanavîn da dê bibe Îsraîlek duyemîn”, her weha ev fikir û raya dewletên herêmî ye jî. Bi raya we mebesta ev demeca rêvebirê Almanî çiye? Hun bitaybetî liser mesela Kerkûkê û bigiştî jî liser mesela Rojhelata navîn ferqa sîyaseta YA(Yekîtîya Awrupa) û DYA(Dewletên Yekîtîya Amerîka) çawa şirove dikin?

Bersiv: Min bi xo ew demec nexwendîye û ez nizanim. Bes îro li Kurdistana Başûr xudanê ev axê heye, miletê Kurd li vira bi xebat û xwîna xo, bi sîyaseta sîyasetme- darên kurd me dikarî federalî li Kurdistanê çêbikin. Xudanê ev federalî nûka jî amadeye bi sîyasetekê bi hêmin û biaqilane ev federalîya Kurdistanê biparêzin. Eger her axek, her neteweyek xudanê wî hebe, mafê wê nayête wendakirin.

Ez dizanim êsta sîyasetê DYA, Îngiliz û Awrupa hemû li Iraqê ne. Çunke Iraq di wezhê guhartinekê mezin da ye. Birojane giftûgoyên me hene. Îhtimale liser mintiqê pîlanên DYA hebe, yê Îngiliz hebe, yê Fransiz û Alman hebe, yê Rus hebe, yê Sîn hebe, … Bes hîç kesêk neşêt bi sersê xo sîyasetê mintiqê dîyar bike, eger ku xudanê wê hebêt.

Em kurd li Kurdistanê kar dikin, sîyaseta me ya nizîk heye û sîyaseta me ya dûr heye. Sîyaseta me ya îro ev e: Kerkûk jî di nav da, di nav sînorên Iraqa Federal da bo Kurdistan Federalî. Bê Kerkuk mimkun nîye em qebûl bikin.

-Sîyaseta dûr çiye?

:Sîyaseta dûr belî ye çîye? Em dibêjin, em kurd îro jiber rewşa navnetewî û herêmî(îqlimî) û navxoyî dikarin federalî bidest bênin û bû diwazde salan li qismekê Kurdistanê Federalî hebû. Ême bi nav federalî bû bes weku dewletekê serbixwe bû. Me şîyan îdareya wezhê Kurdistanê bikin.

Piştî ruxîna rejîma Sedam mintiqe hemû azad bû, me îlanê serbixweyî nekir. Çunke rewşa mintiqê zor pêşîde(miweqet) bû. Me xwest ev federalî berdewam bike û ev mintiqeyên taze azad bûyî jî bixêne ser herêma hikumeta Kurdistanê. Heta nûha mişkile heye, ev problem çareser nebûye. Vê gavê rewşa başûrê Iraqê jî dîyare. Eger alîyê ereb federalîzmê qebûl bike û tehamil pê bike, em amadene, ehlen we sehlen. Na, eger qebûl nekin, ev car rêkî dî heye, bo pêngavekî pîroztir heqê miletê me heye.

S. Veroj: Başe, Pol Harbî di meclîsa rêvebirina Kerkûkê da gote: em Kerkûkê wek bajarekî Kurdistanê nabînin û nafikrin ku di nav sînorên Kurdistanê da bimîne. Ji ber vê endamên kurd nizîkê meh û nîvekê tevî civînên meclîsê nebûn, wî protesto kirin. Ew protestoya we bo çi bû û vêga çi guherîye hun tevî civînan dibin?

Bersiv: Bi raya min Pol Harbî mirovekî dîn bû, ne kamil bû, ne saxlem bû. Mîsal bi pêlavên xo av  vedixwar. Resmê wî ligel min heye. Ez dikarim bidime cenabê te. Ev yek. Ya duyemîn, tesîr lê hatibû kirin. Ji bo vê yekê piştevanîya kevne Beasîyan û Cepheyê Turkmenî dikir. Ji sînorên qanunî û îhtiramê mafê mirov derketibû. Em jî dijî wî sekinîn û me gote ev nayête qebûlkirin.

Ne tenê em, her kesekî kurd Kerkûk bo wan xetek sor e. Di sîyaseta hemû kurdan da Kerkûk xetek sor e, mimkun nîye Kerkuk ji Kurdistanê bête cûdakirin.

S. Veroj: Demek berê berêz Mam Celal hatibû Tirkîyeyê û di gotarek xwe digot “em dixwazin mesela Kerkukê bi statuyekî taybetî çareser bikin”. Weku alîyê sîyasî yê kurd û endamê rêvebirina meclîsa Kerkûkê, hun ev gotara Mam Celal çawa şirove dikin, bi vê gotarê di derbarê mesela Kerkûkê da dixwaze çi qest bike?

Bersiv: Ev pirsyar divê ji cenabê berêz Mam Celal bête pirsîn. Çunke ew dizane mexsedê wî çi bû, ez nizanim. Bes ewê ez dizanim sîyasetê me yê kurd, sîyasetê PDK, sîyasetê hemû hîzbên Kurdistanî û hemû miletê Kurd li nav Kurdistan yek e; Kerkûk dilê Kurdistane û mirov jî bêdil neşê bijît. Eve heqîqetek e û em hîç deqîqeyek û ji ber hîç tiştekî amade nîne Kerkûk ji Kurdistanê veqete.

S. Veroj: Baş e, di Yasa Katî ya Iraqa Federal da bendê liser mesela Kerkûkê bi kurtî weha tîne ziman: “Awareyên Kerkûkê dê vegerin û piştre jî dê serjimêrek giştî çêbe û li piştê wê jî dê referandomek ji bo dîyarkirina qedera Kerkûkê bête çêkirin. Di vî referandomê da xelkê Kerkûkê îradeya xwe çawa dîyar bike dê mesela Kerkûkê jî bi vê awayê çareser bibe”. Serkirdayetîya kurd bi qebûlkirina vê bendê, liser mesela Kerkûkê xwe girê nedaye? Eger sibê roj referandom çêbû û pirranî nexwestin beşdarê Kurdistanê bibin, wê gavê dê çawa bibe? Ev bend nayête wata bazarîkirina Kurdistanîyetiya Kerkukê?

Bersiv: Li vira tiştek heye, wextê ew qanun hate qebûlkirin dibêje “lazime erebên hawîrde (erebên tehrîbê) vegerin ew şûna jê hatine, hemû awareyên kurd vegerin Kerkûkê, ew qeza û nehiyeyên ku ji Kerkûkê hatine veqetandin [pirdê(Altun Koprî), Çemçemal, Kifrî, Tellar, Duz] divê cardin vegerînin ser Kerkûkê da”. Wextê ew qeze û nehîye vegerînin ser Kerkukê, wê demê her jimartinek çêbe nifusa Kerkûkê ji zêdetir 60% kurd dibe.

-Ev lênêrîna we çakbînî nîye?

:Na, weku em dibînin ji sedî sed kurd pirranî ye.

Ez tiştekî dî bêjim te, bawer bike yek kurd jî lê nemîne Kerkûk Kurdistan e. Kurd qebûl nakin. Çunkî Kerkûk endamekî ji laşê Kurdistanê ye, parçeyek ji Kurdistanê ye, bi sînorên cografî û tarîxen ligel Kurdistan e. Raste wextê ew qanun hate danan rewşekî taybet hebû. Nûnerên me jî dilnîya bûn, mutmeîn bûn ku dê miletê Kerkûk sedî sed ligel Kurdistan bê. Bo vê ew qebûl kirin. Weku cenabê te got, serjimêr çêbe û kurd piranî nebin dê rewşekî xerab çêbe.

S. Veroj: Heta nûha ji bo vegerîna kurdên aware çi hatîye kirin, çiqas kurd vegeryan Kekûkê û çiqas ereb çûne ser cîyê xwe?

Bersiv: Bi heqîqet ew SPI, sîsetê wan ê çewt û xerab hebû. Ji ber wê vegerîna awareyên Kerkûkê dereng ket. Lê hefteya çûyî bihezaran xelkê Kerkûkê, ew ên derbeder bûbûn, hemû hatin ketin Kerkûkê. Sebrê wan xelas bûbû. Gotine em întizar bikin, li benda biryara mahkemê û dewletê bin, ewê şixulê me çênekit. Em diçine welatê xo û bajarê xo, em amadene li bin çadirek jîyan bikin ne ku qesrêk bo me çêbikin. Ewên li Hewlêrê bûn, li Silêmanî bûn û li şûnekî dî bûn jiyana wan hindekan xoş bû û yê hinekan jî nexoş bû, bes hemû hatin. Êsata abuqatê me hatiye, mamostayê me hatiye, mihendîsê ma hatiye, diktorê me hatiye. Hemû hatine. Mala xo di çadiran da bicî kirine, dibêjin em dixwazin liser axa xo bin.

S. Veroj: Ji bo piştgirîkirina wan biryarekê meclîsa Kerkûkê heye?

Bersiv: Belê heye. Li meclîsa Kerkûkê hevdîtin çêbû, ji xeyrê çend kesên Cepheyê Turkmenî, hemû gotin bila awareyên kurd vegerin ser cîyê xo û me qerar pê da sendin. Heta mişkileyêk awareyên turkmenan jî hebû(du gundê wan; Beşîr û Yahçî) ku ereb têda bicî kiribûn, me xwest ew jî vegerin ser cîyê xo, turkmen dijî wê derketin. Gotin xem nake bila ereb li wê gundî bimînin û bila turkmen aware bin. Liser wê mişkile çêbû û heta temsîlcî Cepheyê Turkmenî ji layê turkmenan ve hate kevirbaran kirin.

Di dawîya vê hevpeyvînê da tiştê ku hun wek gotina dawî bêjin çiye?

Zor sipas bo cenabê te. Em umîdwarin ev axaftinên me kirin, zor bi saxlemî û emanet bête ser pirtûkên we, qezeteyên we. Bidaxeve gelek rojnamevanê tirk rastî nabêjin, umîdê min ew e ku wesa nebêt.

Û umîdê min bo sercem kurd û hemû parçeyên Kurdistanê serbestî û azadî ye.

Umîdê min bo hemû însanêk biserbestî û azadî li welatê xo bi aşitî bijî û bi demokrasî piştevanîya hevûdu bikin.

Umîdê min ewe ye dewletên cîran destên xerabî nexêne nav problemên me. Iraq birîndar e, Kurdistan birîndar e. Dijmin gelek zilim li kurd kirîye û li Kurdistan kirîye. Kurd zilim li kesek nake, naxwaze heqê kesekî dî ji dest bigre. Dixwaze weku însanek serbest li mala xo biserbestî bijî.  Û em dawa ji hemû însanên azadîxwaz ên dinyayê dikin ku piştevanî li miletê kurd bikin.

-Zor sipas.

:Sipas bo cenabê te.

Kovara War, hejma: 16