Dr. Kamal Soleimani ji zanîngeha Kolombiyayê mezûn bûye û mamoste ye li zanîngeha City University of New York Queens College.

Qada xebatên Soleimani, Îslam, siyaset, dîroka Rojhilata Navîn bi taybet pirsa Kurd e. Di van waran de xwedî gelek lêkolîn e û di sala 2016an de jî kitêba wî ya bi navê Islam and Competing Nationalisms in the Middle East, 1876-1926 (Îslam û Neteweperweriyên Reqîb li Rojhilata Navîn, 1876-1926) ji aliyê weşanxaneya navdar Palgraveyê ve hatiye çapkirin. Di demeke nêz de wê bi zimanê Tirkî ji aliyê weşanxaneya Peywendê bê çapkirin. Soleimani di vê kitêba xwe de li ser bingeha epîstemolojiya netewe-dewletê bi îsrar li ser rola serekî û girîng a Îslamê di serhildana netewe-dewletan de xistiye ber lêkolînê û bi ya wî têkelbûn û têkiliya hemberane ya nasyonalîzm û fikra dînî dîroka modêrn a Rojhilata Navîn çêkiriye. Hemû gotarên Soleimani bi navê wek pirtûk Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteweperweriya Kurdî bi zimanê Kurdî ji aliyê  weşanxaneya Peywendê de hatin çapkirin  (Îlon-2018).

Birêz Diktor Soleimani, li ser têkiliya dîn û siyasetê şîroveyên cuda cuda hene. Bi berçavgirtina têgeha aqlê giştî (public reason), têkiliya siyaset û dîn dikare çawa bê şîrovekirin?

Wek pêşferzek bi dîtina min ti dîn ne dûr e ji siyasetê; îcar ev yek çi bi şêweya sazgehî be çi bi şêweya çandî be. Mebest ji şêweya çandî, yanî diyarkirina nirxên civakî. Heta dînên Rojhilata Dûr jî wekî bûdîzm û konfîçyonîzm ne dûr in ji siyasetê û têkiliya wan li gel siyasetê heye. Lê belê têkildarî vê pirsê ku di serdema modêrn de gelo Îslam û xrîstiyanî û bi giştî dîn mijara bi navê eqlê giştî qebûl dikin yan na? Ez dikarim bi vî awayî bersivê bidim: Her wekî tê zanîn siyaset li ser bingeha aqlê giştî bi rê ve diçe û rewabûna siyasetê di serdema modêrn de bi serweriya giştî ve hatiye girêdan. Îcar eger mirovên dîndar rewabûna reftar û nêrîna xwe di kar û barên siyasetê de vegerînin Xwedê, kêşe çêdibe. Eger na, her cure baweriyeke dînî dema ku biçe perlemanê, bingeheke wê ya mêtafîzîkî hebe jî, dibe mijareke sekuler çêdibe. Lê belê dîsan bi eqlê giştî di nav saziyên rêvebirin û perlemanê de dikeve nav proseya qanûnbûnê. Tiştekî din ku wan dike sekuler û neteweyî ew e ku dewleta modern rê nade ti pirsekê ku li derveyî sînorê neteweya xwe be û her cure pêwendiyeke navxweyî û derveyî sînorên neteweyî divê di çarçoveya qanûnê de be. Têkiliya dîn jî çênabe ku bikeve derveyî çavdêrî û îzna dewletê. Ev yek demekê girîngiya xwe nîşan dide ji ber ku mirovên dîndar divê di heman demê de faîlên neteweyê jî bin, mirovên dîndar nikarin bêjin ku ez têkiliya xwe li derveyî qanûnê dibime pêş, eger na kêşe çêdibe. Mirovên dîndar ku karê siyasî dikin, di heman demê de mirovên neteweyî ne jî; faîlên neteweyî ne jî. Paradoksa bingehîn di vir de çêdibe ku li gorî mirovên dîndar ên modern, çavkaniya pîrozî û metafîzîkî ya nêrîna wan heye. Lewma wan ew maf heye ku forma siyasî diyar bikin bêyî ku bizanin bi xwe jî faîlên neteweyî ne û beşek in ji proseyên neteweyî. Îcar bi baweriya min ev yek dibe kêşe.

Bi fikra we ji bo welatên Îslamî jî ev eqlê giştî bi kar hatiye? Bo nimûne berhemên Reşîd Reza û Elî Ebdulrezaq an nimûneya hilweşana xîlafeta osmanî û guherîna wê ber bi dewletê ve, gelo dikare bi vê metodê bê xwendin?

Jidayikbûna xîlafeta Îslamî di bin bandora peywenda xwe ya dîrokî û civakî de ye. Ku wisa be çêdibe ku bi zelalî îşaret bi bandora çanda eşîrî û hegemonyaya Qureyşîyan a ser xîlafetê bê kirin. Pêwîst nake ku tu li dijî dîn bî ji bo ku tu van bibînî. Dîndarên rasteqînbîn jî vê rastiyê dizanin û dibînin. Ji riwangeheke dîrokî ve em dikarin bandora peywenda civakî li ser dîn bibînin. Bi wateya giştî ti cure dîn li derveyî bandorên peywenda siyasî, civakî û çandî nîne. Ew kesên ku behsa wan hat kirin, xwedî riwangehên ciyawaz in. Bo nimûne Mihemed Reşîd Reza li kitêba xwe ya bi navê El-Xîlafe wel-Îmam el-Ezem ciyawaziya wî li gel Elî Ebdulrezaq heye. Reşîd Reza dixwest xîlafeta Erebî zindî bike. Lê belê her wekî we îşaret kir, Ebdulrezaq dibêje ku xîlafet mijareke dîrokî ye û bingeha wê di Qur’anê de nîne.

Ji aliyekî din ve pirsa xîlafetê di vê serdemê de vedigere bo rewşa Dewleta Osmanî ya dawiya sedsala nozdehem. Abdulhemîd di salên 1880yan de xîlafet vejand. Siltên piştî jidestdana zêdetirî %20 reiyeta xeyrî-misilman û rûbirûbûna bi hesta neteweyî ya misilmanên neTirk û fişara kolonyalîzma ewropî dest da çeka xîlafetê. Zanîna vê peywendê ji bo me pir girîng e ji bo ku em bizanin tefsîra modern ji Îslamê, tefsîreke siyasî ye û bingeheke wê ya nasnameyî heye û bi nasnameyê ve hatiye girêdan. Îslam wekî amraza mobîlîzekirinê li dijî kolonyalîzmê hate bikaranîn. Berî sedsala nozdehem hejmara wan kitêban ku sernavê wan Îslam e nagihê 10 kitêban. Lê belê niha tu li her pirtûkxaneya gundekî dûr mêze bikî, dehan û sedan kitêbên bi navnîşana Îslamê dibînî; ji ber ku Îslam zêdetir wek îdeolojiyekê tê dîtin û famkirin. Îcar ew Îslama ku li hember “ewa-din” an li hember xeyrî-Îslamê tê pênasekirin, pirseke modêrn e. Radîkalîzma Îslamî yan Îslamîzm bizaveke siyasî-dînî ye û bi bandora cîhana modern pêk hatiye.

Yanî berî her tiştî radîkalîzma Îslamî bertekek e li hember peywenda xwe ya civakî. Di bingehê de îsrarkirina li ser Hikumeta Îslamî bertekek e li hember kolonyalîzmê. Hikumeta Îslamî li hember Rojava ku bi mesîhiyetê tê pênasekirin, eger wekî elternetîf lê bê nêrîn, ev yek ji bo wê yekê ye ku umeta Îslama yekgirtî wek bûnewerekî siyasî bê pênasekirin. Îcar ev û her wiha dijayetiya navbera osmanî û Ereban bûye sedema wê yekê ku xîlafeta Îslamî bi temamî bibe mijar û pirseke siyasî û rengê ênternasyonalîzma Îslamî li xwe bigire.

Çêdibe em vê mijarê wek rûbirûbûna van her du dînan bizanin yan têkiliya wê bi çêkirina neteweyê ve hebûye?

Mêze kin, ji ber ku osmaniyan dixwest Împaratoriya Osmanî bi vê tefsîra nû li ser piyan ragirin û biparêzin, her ji ber vê yekê Ereban jî dijayetiya xîlafeta osmanî dikir. Ji ber ku nedixwestin serweriya wan ji dest biçe û biçine bin desthilata osmaniyan. Di heman demê de li dijî Rojava hevkariya wan hebû. Ev mijar û pirsên pêwendîdar bi vê yekê di nivîsên Reşîd Reza de gelek bi zelalî hatine behskirin. Heta kesekî wekî Seîd Nûrsî behsa wê yekê dike ku xîlafeta Îslamî wek sêmbola yekîtiya misilmanan divê bimîne. Bo nimûne, Mela Seîdê Kurdî ku bi Nûrsî tê naskirin, behsa neteweperwerî û mafê serweriya neteweyî jî dike. Îcar ji ber vê rewşê bi taybetî hêrişa dewletên kolonyalîst bo ser cîhana Îslamê, sekn û dijayetiya cîhana Îslamê wek binyad(structure)eke yekgirtî li hember vê hêrişê ket warê karên siyasî yên ciddî. Lê belê helbet di rastiyê de gelek serkeftî nebû. Wekî din di sedsalên deh û yanzdehem de sê navendên xîlafetê hebûn: Bexda, Endulus û Fatimî li Misirê. Di wê serdemê de behsa fikra hikumeta Îslamî û navendek bo umeta Îslamê li meydanê tunebû û ev yek di nivîsên kesên wekî Xezalî û Teftazanî û Îbnî Tîmyew de heye û bi zelalî jî behsa wê hatiye kirin. Ev fikra hikumeta Îslamê gelek modêrn e û berî sedsala nozdehem ev tefsîr û riwangeh tunebû. Lê belê xaleke girîng ew e ku heta dema Mistefa Kemal Ataturk komara nû damezirand û paşê jî qet dijayetiya dîn nekir û tenê di meydana giştî de hin asteng bo wê derxistin. Heta Mistefa Kemal pir bi germî dîn wek amrazek bo vejandina fikra neteweyî bi kar anî.

Ew mijara cenabê we ya li ser Mistefa Kemal gelek kêm behsa wê hatiye kirin û min di wê kitêba xwe de bi berfirehî behs kiriye. Mistefa Kemal heta sala 1923ya alîgirê xîlafetê bûye û di sala 1923yan piştî Peymana Lozanê bo yekem car dest ji pirsa xîlafetê berda. Ev destberdana ji xîlafetê gelek pirsgirêk tê de hene ku ez ê li vir bi kurtî behsa wan bikim. Destberdana Mistefa Kemal ji xîlafetê ji bo dijayetîkirina Îslamê nebû. Di axaftinên xwe yên sala 1924a de dibêje, “Xîlafet bi wî awayê ku niha şîrove û teswîrê wê tê kirin di Îslamê de nîne û behsa wê nehatiye kirin. Îslam xwedî formeke taybet a hikumetê nîne û damezirandina hikumetê kiriye peywira rewa ya misilmanan, ne ku cureya hikumetê.”

Kemalîstan di perlemanê de digot xîlafet beşeke biçûk e ji hikumetê. Melayên navdar ên nav perlemanê gelek berî Mistefa Kemal dest bi diijayetiya xîlafetê kiribûn û digotin: “Cumhuriyet (Dewleta Komarî) daxwaza şerî’ mubîn e ne ku xîlafet.” Roja ku perlemana Tirkiyeyê betalkirina xîlafetê ragihand, piraniya şêwirmendan, melayan û fikirmendên Îslamî ev kar wek mezintirîn kar di dîroka Îslamê de ragihandin. Ya ecêb ew e, eniya Îttîhat û Teraqî berî Mistefa Kemal û piştî wî jî xwendineke wan a dewlet-navend a Îslamê hebû. Betalkirina xîlafeta Îslamê ji aliyê Mistefa Kemal ve bi mebesta dijayetîkirina Îslamê nebû û kêşeya wê li gel dîn tunebû. Berevajî vê yekê kêşeya wê li gel pirbûn û curbecurbûna xwendin û tefsîrên li ser Îslamê bû. Kemalîstan, her wekî Siltan Ebdulmecîd, Îslameke yekgirtî ya dewletê dixwest. Bi taybetî piştî serhildana Şêx Seîdê Pîranî û dijayetiya wî li gel hikumetê, Mistefa Kemal dixwest bi mebesta xizmeta desthilatê cure tefsîreke dînî ya yekgirtî pêk bîne.

Mistefa Kemal bo nasnameya Îslamê kêşe çênekirine û ev yek di serdemên piştre de jî her wisa bû. Heta ji bin ve nasnameya faîlbûna neteweyî ya mirovên Tirk li ser bingeha Îslamê damezirand. Li welatên din jî hikumetan dijayetiya dîn nekirin; heta ev yek di Şoreşa Frensî ya 1789a de jî tê dîtin. Desthilatên neteweyî dînî yan sekuler, berî hemû têkilîyên moralî û dînî û civakî yên navbera hemwelatiyan li derveyî çarçoveya qanûn û serwerî û hikumetê digirin. Her cure nasnameyek li derveyî çarçoveya qanûn û hikumetê be qebûl nakin. Her cure nasnameyek ku ji bo desthilata yekgirtî kêşeyê çêbike pêşî lê digire. Îcar ew xwendin bi temamî li dijî dîn nînin. Lê belê netewe-dewlet tefsîr û xwendinekê ji Îslamê hildibijêre ger li gel berjewendiyên hikumetê lihevkirî be. Hikumet dîn daneynîne aliyekî, bîlekis hikumetan dîn bi kar anîne; hem hikumetên dînî û hem hikumetên sekuler.

Em pirsiyaran hinekî din şênbertir bikin. Bi taybetî li ser nimûneyeke wek Şêx Mehmûd, em dibînin dema ku brîtaniyan soza hikumetê dabûn Şêx, hingî Şêx Mehmûd ji ber hest û soza wî bo dîn bi dizî li gel Ozdemîr peywendî digirt. Heta hin belge hene ku daxwaza erd jî bo desthilata nîvçe-hilweşiyayî ya osmanî dike. Em vê yekê çawa şîrove bikin?

Min li ser Şêx Ubeydullahê Nehrî û Şêx Seîdê Pîranî û Şêx Seîdê Nûrsî lêkolîn kirine. Lê belê li ser Şêx Mehmûd min gelek kêm kar kiriye. Lê bi giştî dikarim bêjim ku çend xwendinên ciyawaz li ser Şêx Mehmûd hene. Şêx Mehmûd di sala 1918a de haziriya wê yekê kiriye ku li gel îngilîzan hevkarî û levkirinê bike. Lê belê ji ber siyaset û berjewendiya wan a kolonyalî şêweya tevgerîna wan li gel Kurdan guherî û bi Kurdan re li hev nekirin. Nexwe eger brîtaniyan Kurd bi fermî nas bikirana û hevkariya Kurdan bikirana, kêşeya Şêx Mehmûd li gel wan nedibû. Tirkan wek amrazekê ji dîn sûd wergirtin di pirsa Mûsilê de; ji bo berjewendiyên xwe Kurd li gel brîtaniyan berdan şer. Ew yek jî tê zanîn ku di salên destpêkê de têkiliya brîtaniyan li Silêmaniyê li gel xelkê hebû. Lewma pirs ji wê yeke aloztir e ku em bi bîr û boçûna Şêx Mehmûd û bi rika wî, li ser brîtanî û nemisilmanan şîrove bikin.

Lê nimûneyeke wek Şêx Seîdê Nûrsî bi temamî dikeve nav xaneya xwendineke Tirkane ji Îslamê. Ev yek jî tenê ji ber ku dewleta Kurdan tunebûye, çawa tê nirxandin? Gelo xwendina wî li ser pirsa Îslamê û welatparêzî û neteweperwerîyê çawa bûye?

Me li Tirkiyeyê du Şêx Seîd hene. Mela Seîdê Kurdî naskirî bi Nûrsî û Şêx Seîdê Pîranî ku di sala 1926a de hat îdamkirin. Mela Seîdê Kurdî eger mezintirîn zilamê dînî yê sedsala bîstem li Tirkiyeyê nebe, bi piştrastî yek e ji mezintirîn kesayetiyên Îslamî yên Tirkiyeya sedsala bîstem. Ez di lêkolînên xwe de gihîştime wê encamê ku Mela Seîdê Kurdî di nivîsên xwe de heta salên 1925a ku tê sirgunkirin, ti dijayetiya nasyonalîzmê nekiriye. Ji riwangeha Mela Seîdê Kurdî ve du cure neteweperwerî hene: neteweperwerîya erênî û neteweperweriya nerênî.

Bi baweriya Mela Seîdê Kurdî, neteweperweriya nerênî ew e ku yek netewe bixwaze neteweyeke din bi şêweya fîzîkî, siyasî, zimanî û dînî ji nav bibe. Dema ku behsa neteweperweriya erênî dike, bi boçûna wî neteweperwerî derman e bo gelê Kurd. Divê Kurd ji Ermeniyan fêrî hesta neteweperweriyê bibin. Bi boçûna Nûrsî, fikra neteweyî bo gelan dibe sedema tealî(bilindbûn)a exlaqî û bilindbûna kesayetiya takekesî û civakî ya wî gelî; ji ber ku mirov ji hesta xweperestiyê ku berjewendiya giştî û neteweyî ber çav nagire derdixe. Li gorî wî, neteweperwerî kesayetiya mirovên Kurd bilind dike. Bi baweriya wî, nasnameya neteweperweriya Kurd wek hebên tizbiyê ne ku mixabin bi bendekî parçekirî û riziyayî ve hatine girêdan. Bi baweriya wî sê cure serhişkî di nav Kurdan de hene: serhişkiya dînî, serhişkiya siyasî û serhişkiya civakî. Li gorî Mela Seîdê Kurdî ji bilî serhişkiya siyasî ku li derveyî civaka Kurd li ser hatiye ferzkirin. Serhişkiya civakî û dînî di nav civaka Kurd de çavkanî girtiye û Kurd di bin nîrê van her du serhişkiyan de dijîn. Mebesta wî ji serhişkiyê ew bûye ku mela û şêxên Kurdan qet xizmeta Kurdan nakin û gotar(discourse)a wan di berjewendiya neteweya Kurd de nîne. Serhişkiya civakî jî bi wateya serdestbûna çanda eşîrî û herêmperestîyê ye.

Piştî sala 1925a ku tê nefîkirin, bi berdewamî bi zimanê Tirkî li ser Îslamê dinivîse û diaxive. Helbet ew cihê ku li wir mişext e tu Kurd nînin. Lewma ev yek dibe hokarek bo dûrketina ji pirsa Kurd û di encamê de Şêx Seîdê Nûrsî tenê dikarîbû li ser Îslamê binivîse. Heta piştî deh sal nefîbûna wî ku Ebdulmelîk Firat yanî neviyê Şêx Seîdê Pîran dibîne, jê re dibêje min bi nasandina Îslama rasteqîn heyfa Şêx Seîdê Pîranî girtiye û min ew ji nefamiya Îslama Tirk derxistine û anîne ser Îslama rasteqîn. Yanî bi fikra wî Kurd li ser Îslama rasteqîn in. Mela Seîdê Nûrsî piştî deh salan ku kurên Şehîd General Xalid Begê Cibran, ku navborî zavayê Şêx Seîdê Pîranî ye û damezrînerê Komîteya Îstîqlala Kurdistanê ye, dibîne dest bi girî dike û nerehetiya xwe derdibire ku çima wî ew şanazî nebûye ku li gel Şêx Seîdê Pîranî û Xalid Begê Cibran û hevalên din bihatana kuştin. Tirk gelek li pey wê yekê bûn wisa nîşan bidin ku Şêx Seîdê Nûrsî hatiye guhertin û dest ji bîr û hizrên xwe yên pêşîn berdaye. Lê ew tiştên ku paşê rû dane û ew çîrok û serpêhatiyên dîrokî ku li ser tên gotin, derdixe ku ew her li ser bîr û baweriya xwe bi îsrar bûye û tenê derfet û muxatabên wî yên Kurd tunebûne.

Bi qenaeta we pirsa dîn û netewe çawa tê şîrovekirin?

Wek em dizanin salên piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê, xelk gelek têkilî pirsên dînî bû. Lê ew kesên bîr û baweriya wan a dînî hebû, du mijarên girîng bûne sedema dûrketina wan kesan ji pirsa neteweyî. Yek; têkilî û girêdayîbûna pirsa Kurd bi marksîzmê ve û xwendineke çepî û marksîstî ji pirsa Kurd bi taybetî ji aliyê partiyan ve. Xala duyem ew e ku li wan welatên ku desthilatdariya dînî serdest e, derfet bo karên neteweyî sînordar e û piraniya hucre û medreseyên dînî yên sunî tên girtin an astengî li ser wan dibe. Dewleta Pehlewî ku rewabûneke dînî bo xwe pênase nedikir, nedikarî pir bi hêsanî dest li karûbarên sazî û rêxistinên nerîtî werde. Lê niha guhertineke mezin di rewşa heyî de çêbûye. Beşeke mezin ji hucre û navendên dînî yên welêt ji nav çûn. Hokara wê jî diyar e ji serdema Pehlewî ve li Rojhilat li navçeyên sune-nişîn sunebûn yek ji fakterên dijayetiya li hember desthilatdariyê bûye. Îcar ev yek ji serdema Simko Axayê Şikakî bigire heta serdema Qazî Mihemed her wisa bûye.

Niha wek pirsa dawîn em vegerin ser pirsa yekem. Bi serpêhatiya ku heta niha dîn li Rojhilata Navîn derbas kiriye, gelo çêdibe dîn ji wê fandamêntalîzma niha rizgar bibe û rewşeke nermtir di qada siyasetê de bigire? Û her wiha hûn vê yekê ji bo Kurdan çawa dibînin?

Bi giştî bîr û baweriya dînî li welatên misilman bi qeyraneke mezin re rû bi rû ye. Baweriya dînî bi awayekî ecêb desthilat-navend e. Dewleta modern di hundirê xwe de neteweyî ye, ji ber bandora Îslama siyasî gelek kes nikarin Îslama bê dewlet qebûl bikin. Gelek takekesên dîndar baweriya wan bi vegera bo destpêka Îslamê heye û li cem wan vegereke wiha mumkin e. Ev xeyala destpêka Îslamê bi xwe modern e, dîrokî ye. Berî sedsala bîst û nozdehem jî li gorî misilmanan destpêka Îslamê çavkaniya îlhama exlaqî û me’newî ye. Lê belê wan nedigot derfeta vejîna wê yekê heye. Ev cure nêrînên li ser rabirdûya dûr wek çavkaniyeke îlhambexş ji bo birêvebirina civakê, wek cureyek ji nostaljiya misilmanên modern e ku tefsîra xwe ya dîrokî-dînî li gel dîn bi xwe kiriye yek. Ev tiştekî wiha ye ku dîndar çi misilman çi ne-misilman nikarin li derveyî paradîgmaya netewe-dewlet bifikirin.

Sebaret bi beşa duyem a pirsê, ew şert û merc bo Kurdan gelek bi xisar temam bûye. Ji ber ku dîndarên Kurd di bin bandora xwendinên dînî yên gelên serdest de meseleya neteweyî ya Kurd wek diyardeyeke li dijî dîn û li dijî yekgirtîbûna umeta Îslamê dîtine. Lê belê dîndarên gelên serdest ne dijminatiya ziman û çanda xwe kirine û ne jî ji bo vê yekê hewl dane. Dijminiya gelên serdest li dijî Kurdan di van çend salên borî de heta radeyekê bûye sedema cure hişyariyekê di nav dîndarên Kurd de jî. Ji ber ku em dibînin helwesta dîndar û bêdînên neteweya serdest li dijî Kurdan yek bûye. Ev yek wexta Referandûm û hêrişa ser Efrîn û  Kobaniyê bi zelalî hat dîtin. Hat dîtin ku di navbera reftarên Erdoganê Îslamxwaz û Sedam Hisênê sekuler ti cure ciyawaziyek nîne. Her du alî bê ciyawazî dikevine kuştina xelkê Kurd û bi zindî şewitandina wan; li Helebceyê an li Cizîrê…

Hevpeyvîn: Azad Hacî Aqayî

Ji Soranî: Eyyüp Subaşı

(Ev hevpeyvîn di hejmara 8-9a ya kovara Bîr û Hizrê de hatiye weşandin)

Lînka bi zaravayê Kurmancî: http://blog.kovarazarema.com/index.php/2018/09/21/kamal-soleimani-dindar-ci-misilman-ci-ne-misilman-nikarin-li-derveyi-paradigmaya-netewe-dewlete-bifikirin/