Heyder Beg û Elîşan Begê Qoçgîrî û …

Qumandanê alayîyê Mîralay Xalid Begê Cibrî ku serokê eşîra Cibran a li herêma Xinis û Mûşê akincih bû, di sala 1921ê de li Erziromê komeleyeke pinhan (îlegal), “Komîteya Îstîklala Kurdistanê” ava kir. Ev komele di demeke kurt de li Kurdistana Tirkiyê li her şeş bajarên mezin belav bû û dest bi xebatê kir. Komeleyên eşkera û nihênî (legal û îlegal) yên Kurdistanê, wek Komela Tealî ya Kurdistanê, Teşkîlata Îctîmaî, Hêvî, demokrat û sosyalîstên Kurdistanê xwe gihandin hev û ji bilî vana jî, li Enqerê Yusif Zîya Beg* ku mebûsê Bedlîs û serokê Mehkemeya Îstîklalê ya Tirkiyê bû, wî jî di sala 1922an de komeleyeke pinhanî ya bi navê “Îstîklala Kurdistanê” ava kiribû û şaxên wê li bajarên Wan, Bedlîs, Enqere û Stenbolê çêbûbûn. Dîsa, vê komeleyê jî bi Komîteya Îstîklala Kurdistanê re têkilî danîbû. Bi vî awayî li salên 1921-1922yan, çi eşkera çi nihênî, hemû partî û komeleyên siyasî yên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê xwe dan bin alaya “Komîteya Îstîklala Kurdistanê” û bi hev girtin. Ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê peyman girê dan û bi kontr-partiyên tirk ku li dijî kemalîstan bûn re, dest bi xebatê kirin.

Di vê heyamê de du hoyên girîng li ser rêxistinên gelê kurd ê Kurdistana Tirkiyê tesîr kirin. Hoya yekem ev bû, ku “Kongreya Rojhilat a Îslamî” di sala 1921ê de li Baku (Qafqasya) çêbû. Vê kongreyê bi carekê Kurdistanê hişyar kir û xeber şand ji Şêx Seîdê mezin û qehreman re da ku ji bo behsa derbarê meseleya Kurdistanê de xwe bigihîne civînê. Ji bilî kurdan neteweyên Hindistan, Îran, Tirkiye û qewmên musluman ên Rusyayê dê beşdarî vê kongreyê bûbûna. Lêbelê, ji bo ku li vê kongreyê ji ber lebata nûnerên rasteqîn ên gelê kurd şik û guman dernekevin, qumandanê Artêşa Cebheya Rojhilatê (Şark Cephesî Ordusu) general Kazim Qere Bekir Paşa li Qersê û Erziromê heyetek ji çend kesên tirk bi navê “Kurd û Kurdistanê” amade kiribû û şandibû wir da ku destketinên têkoşîna wan nekevin nav xetereyê!

Hoya duyem a ku li ser rêxistinên gelê kurd tesîr kir jî ev bû, ku guftugokirin û têkiliya bi meclisa Quwayî Mîllîye ya li Enqerê re bû. Çunke, herçendî ku li Konferansên Mîllî (Konferansa yekem a Erziromê ku di Temûza 1919an de pêk hatibû û ya duyem, di Tebaxa 1919an de li Sêwasê pêk hatibû), ku li gor van konferansan Teşkîlata Esasî (Destûra Kemalî) di 23ê Nîsana 1920an de Komara Tirkiyê hate danîn û ev komar a du gelan bû; kurd û tirk tê de hebûn. Ev du milet divêt di nav sînorên xwe yên etnografîk de serbixwe bin û dê li hember dijmin Komara Tirkiyê bi hev re biparêzin. Dîsa li gor biryarên van konferansan, ji bilî îdareya leşkerî, ango artêş û siyaseta li hember derve, divêt ku ev du gel serbixwe bijîn; gelê kurd bi ziman û çanda xwe ya netewayetiyê û li gor baweriya xwe ya dînî û kurdayetiyê dê Kurdistanê îdare bike û aboriya xwe jî cihê be, eynî mînanî Awusturya û Macarîstanê, wek konfederasyoneke kurd û tirk dê bi hev re bijîn û wek du bira qedrê hev bizanin.

Tirkiyê li gor van şertan mafê gelê kurd qebûl kiribû, lêbelê piştî ku di 29ê Cotmeha 1923an de ku Komara Tirkiyê (Türkiye Cumhuriyeti) hate îlankirin, wan ehd û peymanên ku dabûn gelê kurd bi carekê re daqurtandin û bi carekê xwe ji kurdan cihê kirin û Kurdistanê ji bo Tirkiyê kirin wek koloniyek. Her wiha komara Tirkiyê dest bi berberiya gelê kurd kir û hemû peyman şikandin û xwe xweş kir ku li gelê kurd bide ku di netîceya vî karî de Peymana Sewrê ya ku tê de biryara danîna xweîdarekirina gelê kurd hebû, dane hilweşandin.

Li ser vê veguherîna Peymana Sewrê bi Peymana Lozanê re şoreşa Xalid Begê Cibrî di bin serkirdayetiya Komîteya Îstîklala Kurdistanê de rabû piyan.

Di encama van hoyan de ku bi serê gelê kurd de hatin, kurd ji siyaseta Quwayî Mîllîye-Hukumeta Kemalî ketin şikê. Ji du tiştî guman peyda bûbû. Tiştê yekem ev bû ku hukumetên Îngilîz û Fransa bi kemalîstan re li ser van şertan bi hev kiribûn: Tirkiye dê dev ji wîlayetên Mosil, Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê berde, lêbelê di şûna wan de dê bajarên Edirne, Stenbol, Dardanel, Ezmîr û Bursa bidine dewleta Tirkiyê ya nuh. Dê hukumetên Îngilîz û Fransa hukumeta Kemalî nas bikin û dê seltenet û xîlafeta Osmanî êdî neyête naskirin. Û di encamê de berevaniya mafên gelê kurd jî dê neyête kirin.

Tiştê duyem ku gelê kurd jê guman dikir jî ev bû, ku di salên piştî Şerê Cîhanê yê yekem de divêt derbarê meseleya gelê kurd de metirsiyek ji derve de li ser Tirkiyê çênebe, ew peymanên ku di navbera gelê kurd û tirk de pêk hatine dê Tirkiye bide hêlekê û çawa ku selteneta Osmanî gelê kurd bindest kiribû û peymanên xwe şikandibû, dê kemalî jî di wê riyê de bimeşin; serê sungû û devê şûr bidine ser singê kurd!

Gelê kurd ji ber van metirsiyan bi hemû rixistinên xwe ve li bin alaya komeleya Komîteya Îstîklala Kurdistanê kom bû. Di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî de hemû tevgerên kurdayetiyê xwe organîze kirin û bi hengameyeke mezin xwe bi pêş ve birin.

Xalid Beg ji aliyê hemû kurdperweran ve dihate nasîn û her wiha ji aliyê hemû kurdan ve, çi bajarî û çi gundî, çi xwedî zevî û çi hejar, li bal her kesî qedrê wî dihate girtin. Gelê kurd bi hemû rêlên xwe ve; bi welatperwer û roşinbîrên xwe ve di vê komeleyê de gihabû hev. Vê komeleyê hewl dida xwe ku gelê kurd bi carekê de ji kemalîstan rizgar bike da ku awat û merama Ehmedê Xanîyê navdar ê ku di nav dil û cergê hemûyê kurdan de bû, bicih bînin.

Îsmail Heqî Şaweys- bi cil û bergê leşkerîKomîteya Îstîklala Kurdistanê li hemû deverên Kurdistana Tirkiyê bi awayeke nihênî hate damezrandin. Xalid Begî li ser mebestên komîteyê bi Simko û Cemîlpaşazadeyên Diyarbekir û nevîyên Şêx Ebdilqadirê Şemzînan re li hev kiribû. Di sala 1921ê de li Erziromê navenda Komeleya Îstîklala Kurdistanê hate danîn ku 24 qehremanan tê de cih digirt. Di vê komeleyê de bi tenê têkiliya 12 têkoşeran bi hev ve hebû, lewre ji aliyê rêxistinbûnîyê ve di navbera vê komeleyê û komeleyên din ên Kurdistanê de cîyawaziyek hebû, çunke ev rêxistin şêweyeke xwe ya taybet hebû. Komele, li ser esasê hucreyan (hêlane) saz bûbû ku her hucreyek 12 kes bûn. Van 12 têkoşeran hev nas dikir lêbelê endamên her hucreyek bi navgîniya serokê hucreyê pêwendî bi hucreyeke din re datanî. Endamenên hucreyek endamên hucreyeke din nas nedikirin.

Navnîşana hucreyan jî wisa bû: Her hucreyek navekî xwe yê nihênî hebû ku bi navê gul û giyayek an jî bi navê dever û deviyeke Kurdistanê dihate navkirin. Wek hucreyên Beybûn, Rebenok, Sorgul, Leylak, Guleşevîn an jî hucreyên Çiya, Şax, Kew, Zevî, Çem û hucreyên Gulecot, Yaregul, Gezîne, Nêrgiz û Lûleper…

Bi vî awayî gundî û bajarî; hemû çîn û tebeqeyên gelê kurd ketin nava tevgera rizgariya gelê kurd û ji bo serxwebûna kurdan peyman bestin û sond xwarin.

Arme (Dirûşm û sembolên komeleya Komîteya Îstîklala Kurdistanê) jî wisa bû: Qelemeke dirêj li ser huburdankekê, li ser paçek weşiya pembû û simbila genim, di nav wan de jî xencerek, di nav qada hemûyan de jî roj hebû. Ev remz û nîşana Komîteya Îstîklala Kurdistana Tirkyê bû.

Di encamê de Komîteya Îstîklala Kurdistanê ku bi serokatiya Xalid Begê Cibrî hatibû danîn, di sala 1924an de li navendên Bedlîs û Wanê dest bi amadekariya şoreşê kirin. Lêbelê, di Sibata 1925an** de Xalid Begê Cibrî bi Yusif Zîya Beg re, ku di nav cergê xebatê de bûn, ji aliyê kemalîstan ve hatin gulebarankirin û bi vî awayî ew jî bi giyanê xwe î pak û bi qehremaniya xwe çûn nav rêza karwanên şehîdên nemir ên Kurdistanê. Lêbelê, piştî girtin û kuştina van her du serokên gelê kurd Şêx Seîdê Pîran dewsa wî girt. Di encamê de li hemû deverên Kurdistanê, li navbera salên 1917-1919 şoreşa wan her li piya bû. Li dû wan jî bi giştî ev raperîn û şoreş navdar in:

  1. Li Îranê şoreşên Carî û Urmiyê (Simko), Ciwanro, Qedemxêr û Loristan.
  2. Şoreşên Qoçgirî û Meletî û Baybûrdê, Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Ararat (Agirî), Dêrsim (1920-1938).
  3. Şoreşên Silêmaniyê, Barzan ên li Kurdistana Iraqê.

Bi tenê di nav van tevgerên gelê kurd de li Kurdistana Tirkiyê li ser kurdayetiyê 2 milyon kurd giyanê xwe pêşkêş kir û ji bo serxwebûna Kurdistanê bûn şehîd. Dîsa, milyonek kurd jî surgunî rojavayê Anadolê û bajarên Stenbol û Edirne û heta bi sînorên Bulgarîstanê bûn û ji welatê xwe dûr ketin.

Komeleya Kurdistanê

Di sala 1908an de ji aliyê komeleya “Ittihad we Teraqî” ya tirk ve li Tirkiyê meşrûtîyet hate îlankirin û Ebdulmecîd bû siltan. Wê demê komeleyeke gelê kurd a bi navê “Komeleya Kurdistanê” hebû. Gelek serkirde, general, efser û roşinbîrên kurd, dîsa gelek ji serokên êl û eşîrên kurd ên ji navendên Dêrsim, Xarpêt, Erzirom, Diyarbekir, Bedlîs û Wan, her wiha ji navendên Mosil û qismek ji Babanan jî di nav vê komeleyê de bûn. Bêguman, efser, amir û xwendayên kurd ku li Stenbolê û navendên din ên tirk de bûn, ew jî tevlî vê komeleyê bûbûn. Bi şêweya ku neteweya kurd li ser xaka Kurdistanê di bin desthilatiya xîlafeta Osmanî de otonomiyê (xodmuxtarî ) werbigire, Şêx Ebdilqadirê Şemzînî ku neviyê Nehrîzade ye, ligel Bedirxaniyan di serkirdayetiya vê komeleyê de ji bo azadiya Kurdistanê di nav têkoşînê de bûn. Vê komeleyê ji bo gihîştina vê amaca gelê kurd li Stenbolê di sala 1908an de du komele ava kir:

  1. Hêvî (Hîwa).
  1. Kurd Telebe Cemîyetî (Komeleya Qutabîyên Kurd) ku ev komele li du mektebên Stenbolê vebûbû.

Çawa ku me got, ev her du komele bi Komeleya Kurdistanê ve girêdayî bûn. Navenda wan li Çemberlîtaş bû û şubeyeke mezin ya din jî li Stenbolê hebû. Kovereke bi navê “Kurdistan” derdixist ku bi giştî li ser jiyana siyasî, aborî û komelayetî (civakî) ya neteweya kurd bû. Kuncikên xwe ji bo ronakbîrên dîrokî yên kurd, zimanê kurdî, lêkolînên derxistina hoya kurd, lidûketina pêşandan û çareyan terxan dikir û her wiha gelek gotar jî li ser jinên Kurdistanê belav dikir. Komeleya Kurdistanê tenê bi vê xebata ku me behsa wê kir nedisekinî, belkî gelek dilsozane û bi dilgermiyê ji bo van amacên li jêr hewl dida xwe:

  1. Komele dixwaze ku li van şeş wîlayetan; Erzirom, Xarpêt, Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs û Wanê mekteb vebin û tê de bi zimanê kurdî perwerde bête kirin.
  2. Fermandarên (amir) navendên Kurdistanê divêt kurd bin û di dayreyên fermî de zimanê kurdî bête karanîn.
  3. Li Kurdistanê mekteb û zanîngehên bilind bêne avakirin.
  4. Ji bo deranîna kovar û rojnameyên siyasî yên kurdî, rê bête dayîn.
  5. Dadgeha Şer’î bi zimanê kurdî bête rêvebirin, muftî û qazî kurd û ji mezhebên sunî û elewî bin.
  6. Li gor nufûsa (jimartin) xwe gelê kurd di Meclisa Mebûsan de bi nûnerên xwe bête temsîlkirin.
  7. Di pêşveçûnê de girîngî bi Kurdistanê bête dayîn.
  8. Li Kurdistanê fabrîqe bêne avakirin.

Divê demê de komeleya Ittîhat we Teraqî bêhêz bû, lewre dewleta Osmanî ji derve de di bin xetereyê de bû û talûkeyeke din jî hîn nuh meşrûtiyet hatibû îlankirin; ew desteya xîlafeta Siltan Ebdilmecîd hîn jî bihêz bû ku li dijî Ittîhad we Teraqî her di nav çalakiyê de bû û li ber xwe didan ku dewra seltenet û dîktatoriya xelîfeyên Osmanîyan zindî bikin. Lewre jî, ji bo ku Ittîhad we Teraqî xwe bi hêz bike, bi komeleya ermenan Taşnaqê re ket nav têkiliyên alîkarî û piştgirtina hev û din.

Komeleya Ittîhad we Teraqî li ser baweriya Turanîzmê hatibû danîn û xwedî baweriyeke şovenîst bû, lewre neteweyên ku ne ji nîjada tirk bûna, nabe ku mafê wan ê jiyanê hebe, lêbelê ew têkiliya ku wan bi Taşnaqê re danîbû li ser hesabê bihêzkirina Turanîstiyê cureyek pîlan (taktîk, R.L.) bû!

Ev komele xwedî rêgezeke tirkperest bû û dijminê hemû neteweyan bû. Her ku bihêz dibû, li hember Komeleya Kurdistanê kîn berhev dikir û nedihişt ew karek bike. Ji ber vê yekê Komeleya Kurdistanê di sala 1912an de ket nav xebateke nihênî (îlegal) û gelek têkoşerên wê jî çûn nav komeleya “Hurrîyet we Itîdal”. Çunke, ev komele (Hurrîyet we Itîdal) mafê xweîdarekirina neteweyan nas dikir, ku ev jî berjewendiyên gelê kurd tê de hebû û her wiha, vê komeleyê li dijî komeleya Ittîhad we Teraqîyê xebat dikir.

Komeleya Ittîhad we Teraqî li Stenbolê komeleyeke din a Turanîzmiyê damezrand û kovareke Turanîstiyane bi navê “Türk Yurdu” (Nîştimana Tirk) derxist ku vê kovarê dest bi êrîşbirina neteweyên ku ne tirk bûn kir. Vê kovarê di nivîsên xwe de bi şanazî behsa “Altın Devre” (Serdema Zêrîn) dikir ku serdema selteneyên “Altay” û “Cengiz Xan” bûn! Neteweyên ku ne ji nîjada tirk bûn, xwestina wan ev bû ku divêt bi darê zorê bindest bibin û bibine tirk! Bi vî awayî Ittîhad we Teraqî rûyê xwe yê rastîn nîşan dida û hewl dida ku dewra Hulagû û Cengiz Xan ji nû ve zinde bike. Kurd jî, ji bilî ku di nav komeleya Hurrîyet we Itîdal de bi eşkerayî dixebitîn, bi nihênî jî di têkoşîna xwe de her berdewam bûn û li nav Komeleya Kurdistanê jî dixebitîn.

Di sala 1912an Komeleya Kurdistanê kovara “Rojî Kurd” deranî. Demek bi şûn de ev kovar hate qedexekirin lê xwendevanên zanîngehan di şûna wê de kovara “Hetawî Kurd” deranîn. Lêbelê piştî Şerê Balqan, di sala 1913an de ev kovar jî ji aliyê hukumetê ve hate girtin û xwendevanên ku Komeleya Kurdistanê danî bûn, ew jî ji aliyê hukumetê ve hatin girtin.

Helwesta Ittîhad we Teraqî ya li hember gelê kurd û Komeleya Kurdistanê û zanayên gelê kurd heta sala 1913an ev bû. Lêbelê di sala 1913an de ermenan li Kurdistanê doza xweîdarekirinê kirin. (Goya ermenan daw li wan dikir ku dewleteke ermenî ava bikin, bi wî şertê ku li ser xaka Kurdistanê be.) Û ev tevger jî bi handana (teşwîk) Brîtanya û Rûsyaya qeyser çêdibû. Dema ku ermen mijûlî viya bûbûn, Ittîhad we Teraqî xwe bi nêzîkî kurdan kir û hate gotin ku ew mafên derbarê jiyana gelê kurd de ku têkoşerên kurd di Komeleya Kurdistanê de doz kiribûn, dibêjin ku dê bêne dayîn, bi wî şertê ku kurd pişta hukumeta tirk bike!

Rewşa gelê kurd heta destpêka Şerê Cîhanê yê yekem ev bû. Lêbelê di sala 1914an de dema ku tirk ketin nav şerî, ermenan li dijî dewleta Osmanî bi aliyê Birîtanya û Rûsyayê girtin. Gelê kurd ku nîjada wan di nav tengasiyê de bû û gelek netewe û hukumetan dixwest welatê wan wêran bikin, gelek ji dil û bi dilgermî ji bo parastina welatên kurd û tirk li dijî îngilîz û rûsên dagîrker dest bi alîkariya hukumeta tirk kir.

Bi giştî dîroka Komela Kurdistanê û çalakiyên vê komeleyê jî ev bûn. Şayanî behsê ye ku divêt bête gotin, li dû şerê Balqan û têkçûna tirkan a di wî şerî de, li Stenbolê komeleyeke jinan jî hate damezrandin ku ji bo mafên jinên li Kurdistan û Tirkiyê dixebitî. Gelek endamên vê komeleyê jinên ji Kurdistanê bûn û navê komeleyê jî “Qadinler Cemîyetî” bû.***

Jêder: Kovara BÎR, Hejmar: 2, r. 35

______

Nota wergêr: Yusif Zîya Beg li Bedlîsê hatiye dinê. Mebûsê (nûner) bajarê Bedlîsê bû. Bi organzekirina serhildana Beytuşebabê tê îthamkirin û di Cotmeha 1924an de ji aliyê hêzên hukumeta kemalîst ve tê girtin û wî dikin zindana Bedlîsê. Di 14ê Nîsana 1925an de tê îdamkirin.
Gotinên wî yên dawî ev bûn, “Min guman dikir ku hûnê bixebitin da ku bi bertîldayîna mewkî û rutbeyan me bixapînin. Lêbelê şikur ji Xwedê re ku hûn bi kindir û guleyan me pêşwazî dikin û ji ber viya em qet jî ne poşman in. Bi saya vê dersa ku hûn didine me, dê neviyên me tola me ji we hilînin.” (Çavkanî: T. SEVER, 14 Nîsan 2005, http://www.nasname.com/)
**Nota wergêr: Xalid Begê Cibrî di sala 1882an de li Gimgimê (Varto) hatiye dinê. Bavê wî Mehmûd Beg serokê eşîra Cibran bû. Di sala 1892an de li Stenbolê di Mekteba Eşîran de dest bi xwendina sereta kir. Herbîye û li dû wê jî Herbîyeyî Şahane kuta kiriye û bi rutbeya yuzbaştî tevlî artêşa Osmanî bûye. Di Cebheyên Filîstîn, Ruha û Îranê de kar kiriye lê dû re bi rutbeya Mîralay (albay) bûye qumandanê Alayîya Siwarî ya eşîra Cibran. Xalid Beg piştî ku tê welatê xwe dest bi xebata rêxistinkirina tevgera kurdayetiyê dike. Jixwe, dema ku li Stenbolê xwendevan bû, bi komeleyên kurd re têkiliya wî hebû. Endamê komeleya “Kurdistan Tealî Cemîyetî” bû. Piştî ku di warê “Serxwebûn an otonomî?” ya ji bo Kurdistanê de di navbera rêvebirên Cemîyetê de cihêtiyên fikrî derketin, Xalid Beg û hevalên xwe jê vediqetin û di sala 1921ê de li Erziromê “Komîteya Istîklala Kurdistanê” (AZADÎ) ava dikin.
Mîralay Xalid Begê Cibrî di 20ê Mijdara 1924an de li Erziromê ji aliyê hukumeta kemalîst ve tê girtin û wî dibin Bedlîsê. Li dadgeha Dîwanî Herb qaşo tê darizandin û di 14ê Nîsana 1925an de li zindana Bedlîsê bi fermana M. Kemal tê gulebarankirin ku di heman rojê de Yusif Zîya Beg jî li wir tê dardekirin.
Dema ku Mîralay Xalid Beg hate gulebarankirin, gotinên wî yên dawîn ev bûn: “Li hember we ez ne bi tenê me. Li pey min hemû neteweya kurd ya mezin heye. Hûn îro min gulebaran dikin, lê qet gumana min nîn e ku dê neviyên me we tune bikin!” (Çavkanî: T. SEVER, 14 Nîsan 2005, http://www.nasname.com/)
*** Ev gotara Îsmaîl Heqî Şaweys ji kitêba “Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003” hatiye wergirtin.
Wergerandina ji Soranî: Roşan Lezgîn