Îsmaîl Beşîkçî/ Du birayên Bedirxanî; Celadet û Kamiran (1913-1923)

0
2409

Pirtûka Seîd Veroj a li ser Celadet û Kamûran Bedirxan, xebateke pir hêja ye. Herweha Xebata wî ya li ser Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî jî wisa bû. Pirtûka li ser Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî, ji alîyê WÎB ve hate weşandin. Di van xebatan de, nivîsîn di nav Serbestî û rojnameyên din de, ji alfabeya Arebî hatine wergerandin ji bo alfabeya Latînî û herweha beşekê wan ê girîng jî wergerandine bi tirkîya îro. Em dibînin ku di her du pirtûkan de jî, beşek nivîsan bi kurdî ye û beşekê din jî bi Osmanî-Turkî ne.

Lêkolîner Seîd Veroj, di vê xebata nû de, nivîsên Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan ên di navbera salên 1913-1923an de dane hev ku di rojname û kovarên cûr bi cûr ên wê demê de hatine weşandin. Beşekê girîng ê nivîsên Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan ên salên 1913, 1918 û 1919an hatine wergerandin ji bo tirkîya îro ku di rojnameyên Serbestî, İctihad û Turkçe Îstanbulê de hatine weşandin. Di vê dosyayê de, derbarê Kurd û Kurdistanê li ser hev 37 meqeleyên Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan hatine wergerandin ji bo tirkîya îro.

Celadet Bedirxan, hinek bîranînên xwe yên dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê tîne ziman ku wê demê li alîyê Iraq, Acemistan û Azerbeycanê wek zabite îhtiyatê kar kirîye. Hinek meqeleyên wan bi sernivîsên Ber bi Kurdistanê ve, Meseleya Îtifaqê di nav Kurdan de, Ji bo Kurdistanê Memûrên Kurd, Edebîyata Kurdî, Zimanê Kurdî, Meseleya Mîlliyetê, Dewlemendîya Xwezayîya Kurdistanê, Ewên ku Derbarê Kurdistanê Nexwedî Selahiyet in, Rewşa Fikrî di Kurdistanê de, Kurd û Dengûbasê Sulhê, Ewên ku Çav Berdane Kurdistanê, Hîssiyata Kurdan…hatine  belavkirin. Di nav meqeleyên wan de, nivîsên li ser meseleya Kurd-Ermena jî hene.

Dema ku min ev nivîs xwendin, bi min re hinek pêjn û fikir peyda bûn. Dixwazim beşekê wan bînim ziman.

Serbestî rojnameyeke rojane ye. Hinekê van meqeleyan, wek rêzenivîs hatine lêkirin û di rojnameyê de ji çend rojan carekî hatine weşandin. Nivîsên Rojnameya Turkçe Îstanbulê bi vê awayê hatine weşandin. Em dikarin bêjin ku di van salan de li Îstenbolê rewşeke erênî û dînamik hebûye. Dema ku em bala xwe bidin rojnameya Kurdistanê ku di dawîya sedsala 19an de dest bi weşanê kirîye, damezirandina Cemîyeta Teavûn û Teraqîya Kurdan û bi wê ve girêdayî weşandina Rojnameya Tevûn û Teraqîya Kurdan di sala 1908an de, rêxistinê wekî Cemiyeta Neşriyat û Mearif a Kurdan, di sala 1910an de damezirandina Hêvî, çapkirina kovarên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, piştî salên 1918an weşandina rojname û kovarên wekî Jîn û Kurdistanê…. dîyar dibe ku rewşa fikrî ya wê demê erênî û dînamîk bûye… Em ji nêzîk ve dizanin ku ev weşanên navborî, bi rêya postayê digihîşt bajarên Kurdistanê yên mîna Bedlîs, Mûş, Erzerom, Diyarbekir, Wan, Hekarî, Mahabad, Kerkûk, Mûsil û Sulêmaniyê. Tê zanîn ku hem li Kurdistanê û hem jî li Anatolyayê gelek abone û kiryarên van weşanan hebûne.

Pirsgirêka bingehîn ev e: Di rewşeke fikrî ya weha aktîf de, Cimhurîyetê piştî salên 1923an, çawa kariye Kurd û Kurdî înkar bike, tune qebûl bike? Rewşenbîrên Tirk, Unîversîteya (Darûlunun) Tirk û çapemenîya Tirk…. Ji ber çi li hemberê înkarkirina Kurd û Kurdî dengê xwe dernexistine? Ez wisa bawer dikim ku divê ev fikiriyat bête îzehkirin.

Bi tevî damezirandina Komara Tirkiyê, înkar û redkirina Kurdan û zimanê Kurdî jî dest pê kirîye. Polîtîkaya bingehîn a dewletê ev bû ku Kurdan bi asîmîlasyonê bikin Tirk. Bi zilm, zordestî û terora dewletê operasyon pêk anîn. Sala 1924an li Beytûşebabê, serhildana gewre ya sala 1925an (Şêx Seîd), di navbera salên 1925-1932 an de Agirî, di navbera salên 1937-1938an de Dêrsim… Di dema pevçûnên van hemû serhildanan de, beşekê rewşenbîrên Kurd hatine kuştin, beşekê wan hatine destgîrkirin û hepiskirin, beşekê wan ê girîng jî mecbûr mane ku birevin. Wateya vê yekê ev e; dema ku dibêjin “Her kes Tirk e, xelkek bi navê Kurd nîne, bi navê kurdî zimanek nîne. Zimanê ku ji wî re dibêjin Kurdî, devokek kevnare yê Tirkî ye…” wd. Wê demê ew ên ku bipeyvin û bibêjin, “Em Kurd in, zimanê kurdî heye. Rojname û kovarên me yên kurdî û pirtûkên me yên kurdî jî hebûn…” nemane. Di sala 1928an de li şûna alfabeya Arebî bikaranîna alfabeya Latînî, vê pêvajoyê berfirehtir, kûrtir û sexttir kirîye. Bi vê awayê pevgirêdanîya îro û rabirdûya kurdan hatîye qutkirin. Guhartina alfabeyê, ji alîyê Kurd û Tirkan ve manayê gelek cihê tîne ziman. Lewra diviya di vê nuqteyê de rewşenbîrên Tirk, unîversîteyên Tirk, çapemenîya Tirk û wd. li hemberê vê propagandaya dewletê ku dibêje “Zimanek bi navê kurdî nîne, kurdî ne zimanê nivîsandinê ye, bi vî zimanî nehatîye nivisandin û berhemên wê yên edebî tune ne….” bigotana “Nivîsa kurdî jî heye, rojname, kovar û pirtûka wî jî heye…” û nimûneyê wan jî nîşan bidana. Bi vê awayê dijberîya xwe ya li hemberê pêvajoya înkar û îmhayê dîyar bikira. Ji ber ku di rojname û kovarên wekî İçtihad, Serbestî û Turkçe Îstenbulê de, digel kurdan nivîskarên tirkan jî nivîsandine. Bêguman di pirtûkxane û malên wan de jî ev berhem hene. Lê belê ew, di şûna ku li hemberê van kiryarên dewletê rawestin, piştgirî dane helwesta dewletê, rola wan jî di înkarkirin û îmhakirina Kurd û zimanê kurdî de çêbûye. Dema ku mewzû fikiryata Tirkan be, divê di pêvajoya înkar û îmhayê de helwesta van şexis û sazîyan neye jibîrkirin. Ev helwesta rewşenbîr, unîversîte û çapemenîya Tirkan, bi kurtayî pirsgirêka esasî ya fikiryata Tirka ye. Digel ev hemû kirinan, hinek dibêjin destpêkirina rewşenbîrî û pêşketina wî bi Cimhurîyetê bûye. Pirsgirêka bingehîn a rewşenbîrîya Tirkan jî ev e. Ji alîyê Tirk û Kurdan ve wateya pêvajoya vê rewşenbîrîyê pir pir cihê ye.

Ew rewşenbîrên Tirkên alîyê Qafkasyayê ku ji ber nasnameya xwe ya neteweyî ji zixt û zordestîya Çarê Rusyayê reviyabûn û xwe li dewleta Osmanî girtibûn, di tetbîqkirina ev cûre polîtîkayên Îtihad-Teraqî û Cimhuriyetê de rolên girîng girtine ser milê xwe. Ew rewşenbîrên Tirk ên ku gazinda ji politikayên Ruskirina Çar dikir, di politikaya tirkkirina kurdan de rolê girîng girtine ser milê xwe… Qet gazind û hewara Kurdan nebihîstin… Ev jî alîyekê îronîk ê pirsgirêkê ye…

Di operasyonê hêzên ewlekarî yên li Kurdistanê de ku ev cûre kovar û rojname bihata dîtin, dihatin desteserkirin û tunekirin. Kurd ji her tiştî bêtir ji nivîsê ditirsin. Ji çekên xwe zêdetir, ji ev cûre nivîsan ditirsiyan… Beşekê girîngê van nivîsan ji alîyê malbatên Kurdan ve hatine îmhakirin û mimkune ku hatibin şewitandin jî… Ji destgîrkirina çekên wan bêtir destgîrkirina ev cûre nivîs, pirtûk, kovar û rojnameyan hîn zêde wan ditirsîne. Di pêvajoya înkar û îmhakirina Kurdan de, ji bo ku tu şopekî ji Kurdan û zimanê kurdî nemîne û pevgirêdanîya Kurdan bi rabirdûya wan ve bête birrîn, tunekirina weşanên kurdî bi awayeke sîstematîk hatîye pêkanîn. Lêbelê operasyon û lêgerînên ewlekarî, bi awayeke gelemperî bi ser nivîskarên Tirk, unîversîteya Tirk û çapemenîya Tirk nehatine kirin. Wan dikarî ev cûre weşanan di kutibxaneyên xwe de biparêzin. Digel vê yekê, divê em ji bîr nekin ku di berxwedana gewre ya 1925an a Kurdan de, hinek endamên çapemenî û sîyasetmedarên bi girêdayî Partîya Komarî ya Teraqîperwer jî hatin girtin û li Hepisxaneya Elezîzê xistin zîndanê.

Cimhurîyet, tenê li ser tuneqebûlkirina Kurdan nehatîye damezirandin, herweha li ser tuneqebûlkirina Ruman, Pontusan, Ermenan, Suryanîyan, Kurdên Êzidî û Alewîyan jî hatîye damezirandin.

Ji ber vê yekê, divê em bi kurtayî li unîversîteyên Tirk, Zanistên Civakî û bi xusûsen jî li Sosyolojîyê binêrin. Sosyolojî, zanista lêgerîna li ser civakê ye. Lêbelê Sosoyolojî, di Tirkiyeyê de wek zanista lêgerîna li ser civakê nehatîye damezirandin. Wek zanista parastin û raçavkirina berjewendiyên dewletê hatîye damezirandin û xwestine li ser vê xetê bi pêşkeve. Dewletê, bi tevî damezirandina Cimhurîyetê, hebûna Kurd û kurdî înkar kirine. Di vê pêvajoya înkar û tunekirinê de, ji bo ku tu şopekî nemîne, her cûre tedbîr hatine girtin û tetbîqkirin. Armanca bingehîn a şîddeta fîzîkî (ordu, polîs, îstixbarat, dadgeh…) û sembolîk (dibistan, çapemenî, leşkerî, aîle, dîn û peydakirina rizayê) a dewletê ev e. Dewletê çarçoveya berjewendîyên xwe bi vê awayê dîyar kirine, bi xusûsen jî xwestine sosyolojî û zanista civakî ji vê yekê re xizmetê bike. Ev, pirsgirêka bingehîn a fehma zanista civakî ya Tirk e.

Ji ber van hemû sebeban, hetanî salên 2000an li ser babetên Kurd/Kurdistan, zimanê kurdî lêgerîn û lêkolînên dirûst çênebûne. Qedexeya fikrî hebû. Armanca bingehîn a qedexeyê ev e. Dema ku ev helwesta îdeolojîya dewletê bihata rexnekirin, dijraberê îdeolojîya dewletê fikir bihata beyankirin, ev xweragirtin û radan, rûbirûyê pêkirinên gelek giran ên îdarî û cezayî dibû. Di pirsgirêkên Alewî û Ermenan de jî pêvajoyeke mîna vê kar dikir.

Unîversîteyên Tirkan li şûna ku li hemberê qedeqeya fikrî têbikoşin, berdewamî bûne parastvanê wê. Gotine ji me re “Azadîay Akademîk bes e”. Lêbelê, li ciyê ku azadîya fikrî tune be, tu qîmeteke azadîya akademûk tune ye. Îsbateke herî girîng ê vê nêrînê ev e. Di salên 1950, 1960, 1970ê û 1980an de… Dema ku doz û daweyên nivîsanadina li ser meseleya Kurd û Kurdistanê, li ser fikrên çepgirîyê dihatin rêvebirin, dadgehan ji beşên Sosyolojî, Tarîx, Zanistên Civakî, Antropolojî, Aborî, Hiqûqa Cezayê, Hiqûqa Zagonê, Felsefê û hwd. di derheqê wan nivîs û pirtûkan de raport û nêrîna beşê mamosteyên unîversîteyê dixwestin. Dixwestin mamosteyê unîversîteyan wan nivîs û pirtûkan bixwînin û destnîşan bikin ku di naveroka wan de suc heye yan tune ye. Mamosteyên unîversîteyê, ji bo tesbîtkirina hebûn û tunebûna sucê (tawan), wan nivîs û pirtûkan dixwendin û li ser wan raport pêşkêşê dadgehê dikirin. Di unîversîteyê de mamosteyên Marksîs, mamosteyên rastgir û çepgir, mamosteyên liberal jî raportên bi vî awayî dinivîsandin….  Îro jî mirov dikare navê 40 profesorên weha li pey hev rêz bike.

Bêguman profesorek û mamosteyek unîversîteyê, dikare bi her awayî rexne li nivîsek û pirtûkekî bigre, dikare rastîyên xwe bibêje û biparêze. Lêbelê profesorek, ji bo dîyarkirina sucê naveroka nivîs û pirtûkê wê bixwîne, di fikra nivîskar de suc bigere, li wê derê ji xwe unîversîte nîne. Digel wê têgehîştina zanistî, rewş û exlaqa zanistî qet nîne.

Di rewşeke wisa de li ûnîversîteyê, tiştên ku bi navê zanistîyê tête meydanê îdeolojîya fermî ye, dûrê zanistî ye. Lewra zanist, dikare li ser dînamîzma fikra azad û rexneya azad geş bibe. Azadîay fikrî, rexnekarîya azad şertên bingehîn ê afirandina zemîna zanistê ye, dest ji van şertan nayê berdan û bêyî wan nabe. Lêbelê li Tirkiyeyê, kontroleke xurt a îdeolojîya fermî li ser unîversîteyê, jiyana fikrî, çapemenî, dadgeh û mueseseyên wd. heye. Di ew civakên ku zixt li ser azadîya fikrî hebe, rexneya azad bi kirinên îdeolojîya fermî bête astengkirin de, nemimkune jiyaneke normal a unîversîteyê li wê dere hebe. Divê em vê yekê bizanin ku îdeolojîya fermî, ne deolojîyeke ji rêzê ye, bi pêkirinên îdarî û cezayî yên dewletê tête raçavkirin û parastin.

Di sala 1933an de çêbûna reforma unîversîteyê, ji Darûlfunûnê derbasbûna unîversîteyê qonaxeke girîng e. Ev, bi îxrackirina hinek mamosteyên Darûlfunûnê pêkhatîye ku bi nêrînên wekî Têza Tarîxa Tirk û Teorîya Ziman a Rojê dewletê re ne di nav ahengê de bûn. Wê demê ji 151 mamosteyên Darûlfunûnê 92yê wan hatine îxrackirin û dibêjin unîversîteya otonom hatîye damezirandin. Ev, nêrîneke netekûz e. Eger li Tirkiyeyê unîversîteyên tekûz hebûna, di sala 1982an de nemimkun bû mueseseyên wekî YÖKê çêbin. Ku li Tirkiyeyê unîversîteyên tekûz hebûna, darbeyên leşkeri jî çênedibûn. Hemû darbeyên leşkerî, ji nêzîk ve bi pirsgirêkên Kurd/Kurdistanê re eleqeder in. Hinek dikarin bibêjin ev dîtina te îdea ye. Lêbelê di hemû darbeyên (kudetayên) leşkerî de, mînak; di pêkanîna darbeya 27ê Gulana 1960î, darbeya 12yê Adara 1971ê, darbeya 12yê Îlona 1980ê û e-muxtiraya 28ê Sibata 1997ê de îsbatên gelek aşkere yên vê yekê xuya dibin. Lêbelê di Tirkiyê de Zanistên Civakî balê nekişandine li ser vê babetê. Têgihîştina vê nexemxurîyê mimkûn e. Lewra ku hun waqeayekê tune qebûl bikin, înkar bikin, nexwazin bibînin û nexwazin bizanin, wê demê hun li ser wê babetê nafikrin. Eger hun waqeayekê tune qebûl bikin, înkar bikin, red bikin, pêvajoya peydabûna wê waqeayê neşopînin, hun li ser wê waqeayê û dînamîkên pêvajoya wê waqeayê, tesîrên wê yên li ser dînamîkan jî naxebitin… Baş tê zanîn ku unîversîteyan di dema çêbûn û pêkhatina darbeyên leşkerî û piştî pêkhatina wan de, piştgirîya pir mezin daye wan. Bêguman di unîversîteyê de, mamosteyên ku li ser rêbaza zanistê dimeşin û li gor wê tevdigerin jî hene. Lêbelê hejmara wan kêm e.

Êşte, divê pirtûka Seîd Veroj a bi navê Du Birayên Bedirxanî; Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923), di vê çarçoveyê de bête nirixandin.

Ev 25-30 salên dawî, ji bo Kurdan dema ronahîbûnê ye. Helbet di vê warî de xebatên mamoste Mehmed Emîn Bozarslan, mamoste Malmîsanij, mamoste Mehmed Bayrak û hinek weşanxaneyên din pir girîng e. Divê xebatên Seîd Veroj jî, wek berdewamîya van xebatan bête nirixandin. Ji ber vê keda wî, em ji mamoste Seîd Veroj re sipas dikin.

06.05.2018