Eger neteweyek, welatek, di qonaxekê dîroka xwe de, rûbirûyê operasyonên wekî dabeşkirin, parçekirin û parvekirinê hatibin, ev rewş, êdî li ser wê netewe û li ser wî welatî, tesîreke (bandoreke) wisa peyda dike ku ev bandor berdewamî xwe diafirîne, zêde dike, berfireh dike û kûr dike. Ev operasyonên bi vî awayî, êdî ji bo wê netewe û ji bo wî welatî, rewşeke mirinî dihênin meydanê. Hemû sehayê jîyana wê neteweyê, dîroka û kultura wê, êdî dikeve bin hukmê neteweya serdest, dihête astengkirin û rûbirûyê dejenerasyonê dibe. Ew netewe û welatê ku rûbirûyê van operasyonan be, êdî nikare xwe bide hev û li xwe vegere. Zihnîyeta wê dixeripe (aloz dibe). Kûd (kûng) dibe. Ji wê şûn ve jî, bi tevî bedêlên gelek gewre nekare li xwe vegere, zindî bibe.

Tenê xak (welat) nehatîye dabeşkirin û parçekirin û parvekirin, eşîret jî parçe bûne, malbat jî parçe dibin û peyderpey jî siyaset parçe dibe. Di nava malbatekê de bira jî jihev dibin. Xweragirtin, zihniyet û her tişt parçe dibin. Di Pêvajoya van operasyonan de, hêzên dijberê kurd/Kurdistanê, nakokîyên herî piçûk ên navbera Kurdan jî pirr mezin dikin, kûr û berfireh dikin. Ji bo ku kurd careke din neyên ber hev û hêzek pêk nehênin, çi tedbîr pêdivî be, ev hêzên dijberê Kurdan wan cî bi cî dikin. Kurd û Kurdistan mînakekê pirr balkêş ê vê pêvajoyê ye. Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn jî vê teşwîq dike. Zeafiyetên heyî dibin sebebê dubarebûna van pêvajoyan.

Kurd/Kurdistan, di çaryeka sedsala 16an de, di dema Şerê Çildêranê de, di navbera Împeratorîya Osmanî û Împeratorîya Sefawîyan de hatîye dabeşkirin û parvekirin. Ev dabeşkirin û rewşa pêkhatî, di sala 1639an de bi çêbûna Peymana Qesrê Şêrîn, li ser kaxiz hatiye dariştin. Ji van salan şûn ve, hemû şerê di navbera Osmanî û Îranîyan de, li ser xaka Kurdistanê çêbûne. Berdewamî Kurdistan hatîye şewitandin û xerakirin. Di dema van pevçûnan de, artêşa her du alîyan jî, ji Kurdan pêk hatibû. Ev artêşên ku ji Kurdan pêk hatibûn, yek li ser navê Osmanîyan û yek jî li ser navê Îranîyan bi hev re şer dikir. Ji alîyek ve şerê Osmanîyan-Îranîyan li Kurdistanê çêdibû, ji alîyê din ve jî, di bin serkirdayetîya qumandarên Osmanî û Îranî de, bi berdewamî Kurd bera hev dane. Her du alî jî Kurdistanê wek herêmeke tampon bikartînin. Ew eşîrên ku li ser sînorê Osmanî û Îranîyan de niştecî ne, ji bêgavîyê geh piştgirîya vê alîyê û geh piştgirîya wê alîyê dikin, ev rewşeke pirr trajîk e. Ji ber vê, têgihîştina Ehmedê Xanî pirr girîng e.

Di destpêka çaryeka sedsala 19an de, di dawîya şerê Rus û Îranîyan ên salên 1804-1813 û 1826-1928an de, Peymana Gulîstanê çêbû û bi vê peymanê beşekê bakurê Kurdistana Îranê, kete bin hukumdarîya Împeratorîya Rus. Di van salan de Rusiya Çar, dixwest herêma Qefqasyayê bixe bin bandora xwe.

Di dawîya Şerê Yekem ê Cîhanê de Cemîyeta Milletan (CM) hate damezirandin û di dema vê Cemîyetê de Kurdistana Osmanî careke din hatîye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Di vê demê de, rola herî girîng, ya hêzên emperyal ên wekî Brîtanyaya Gewre û Fransayê bû. Di vê demê de, em dibînin ku ev her du hêzên emperyal ên wê demê, bi du dewletên kevnare yên Rojhelata Navîn û Rojhelata Nêzîk re, di nav têkilîyên pirr nêzîk û gurr de ne. Ev çar hêz, yanî Brîtanyaya Gewre, Fransa, Cimhurîyeta Turkiyê ya berdewamîya Împeratorîya Osmanî û Şahîtîya Îranê ya berdewamîya Împeratorîya Îranê, bi hevkarî û tevkarîyê êrîşê Kurd û Kurdistanê kirine.

***

Bi vî awayî meseleyek Ermenîyan jî hebû; Ermenîstana Osmanî, Ermenîstana Rusî, îskeleta Ermenîstanê jî hatîye parçekirin. Ciyawazîya di navbera Kurdistan û Ermenîstanê de ev e; ku di salên 1920an de bi piştgirîya Bolşewîkan, di rojhelatê Ermenîstanê de dewleteke Ermenîyan çêbûye. Eger rewşeke wisa çênebûya, bi îhtimaleke mezin dê rojhelatê Ermenîstanê jî biketa bin bandora Îtihadçiyan.

***

Em dema dawîya Şerê Yekem ê Cîhanê û dewra Cemîyeta Milletan bînin bîra xwe. Herî zêde di vê demê de Mafê Dîyarkirin Çarenûsîya Neteweyan hatîye axaftin û gengeşekirin. Di Yekîtîya Sovyetan de Lenîn, Stalîn, Trocky û li Amerîkayê jî Serok Wilson ji bo tetbîqkirina vî presnsîbê esasî gelek têdikoşiyan.

Em dizanin ku Cemîyeta Milletan, ji bo parastina aştîya navneteweyî hatîye damezirandin. Pirr balkêş e ku Kurd û Kurdistan jî, di wê demê de hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Pêkhatina vê rewşa hanê, ji bo Kurd û Kurdistanê neheqîyeke pirr gewre ye, darbeke mirinê ye. Dabeşbûn, parçebûn û parvebûna Kurd û Kurdistanê, berûvajî têgehîştin û armanca damezirandina Cemîyeta Milletan e.

Divê li ser bandora dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê jî bête rawestandin. Vê rewşa hanê, di navbera Kurdan de encameke wisa derxistîye holê ku her wekî îskelet û mejîyê mirovekî belav bibe. Bêguman ev encam, wekî darbeke mirinê, pirr giran bûye ji bo Kurdan. Ev neheqîya li hemberê Kurdan, bi destê civaka navneteweyî pêk hatîye, divê li ser vê babetê jî lêkolîn bête kirin. Herweha di pêkhatina van neheqîyan de, rola tesîra hebûna zeafîyetên Kurdan jî pirr girîng e. Divê ev zeafîyet bêne zanîn û xwe ji van zeafîyetan xelas bikin.

Mînak; Kurd bi nifûsa xwe ya qasê 50 mîlyonan, hîn jî nebûne endamê koma neteweyên cîhanê. Hinek gel û dewletên ku nifûsa wan bi qasê mîlyonekî jî nîne, dixebitin ku dahatûya Kurdan destnîşan bikin. Ev dewletên ku nifûsa wan qasê mîlyonekê jî nîne, di derheqê Kurdan de biryaran digrin an jî îmze dikin; dibêjin ev dibe yan ew nabe. Ji bo ku Kurd mafê çarenûsîya xwe dîyar nekin, her cure xebat tête kirin. Em hevdîtinên Lozanê yên salên 1922-1923yan bînin bîra xwe. Alîyekê pirr girîng ê hevdîtinên Lozanê jî, biryarên li ser dahatûya Kurdan hatin girtin û tetbîqkirin. Lêbelê di pêvajoya van hevdîtinan de Kurd bi xwe tune bûn. Ji bo ku Kurd tevlî van civînan nebin û neyên temsîlkirin, çi tedbîr pêdivî bûn, hatibûn girtin.

Eger dewleta we tune be, hun nikarin ji bo xwe muzeyek jî ava bikin. Nikarin pêşî li xespkirin û talankirina nirxên kulturî jî bigrin. Cîyê gornekî we û herweha yê bav û kalê we jî nabe.

Bîrewerîya (hişyarîya) dîrokî û bîrewerîya civakî

Lêbelê beşeke gîrîng ê Kurdan, vê rewşê û van têkîlîyan tênagîjîn. Em nekarin bibêjin ku bîrewerîya dîrokî û bîrewerîya civakî ya Kurdan di derbareyê têgehîştina dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê de pêş ketîye. Ji ber ku bîrewerîyeke dîrokî û civakî ya bi hêz peyda nebûye, hîn jî di navbera Kurdan de birakujî heye.

Di havîna sala 1978an de li Hekarîyê, li çiyayên Şemzînan pevçûn û şerê pêşmergeyan, pirr bi aşkerayî dide nîşandan ku di Kurdan de bîrewerîya dîrokî û civakî geşnebûye.

Li herêma Kurdistanê hilbijartinên giştî di 30ê Eylûla 2018an de pêk hatin. Hikumeta Kurdistanê, bû çend mang e ku ji bo damezirandina hikumetê hevdîtinan pêk dihêne, peymanan çêdike, lêbelê hetanî rojên nivîsandina vê nivîsê jî (Di dawîya Hezîran 2019an de), hikumet nehatîye damezirandin. Peymanên pêkhatî jî, bi hêsanî dikarin di nav saetekê de hilweşînin, em jî wan peymanan wek metnên ku karibin bêne îhlalkirin dixwînin.

Ji salên 1960an vir ve şer berdewam dike û bedêlên giran hatine dayin, lêbelê vê yekê nekarîye bi Kurdan re hestên neteweyî, hestên Kurdistanî peyda bike, nekarîye hestên yekîtîyê pêş bixe, herweha ev bedêlên pirr giran, nekarîye kultura lihevkirinê peyda bike, ev rewşeke pirr balkêş e. Bi tevî ku dewra berîya salên 1960î yên vê têkoşînê jî hebû. Em dikarin bibêjin 200 sal in ku ev têkoşîn berdewam dike. Cîyên ku ji Kurdistanê hatine veqetandin, li van deran zilm û zordarîya li ser Kurdan hîn zêdetir dibe. Li ber çavên hêzên ewlekarî, artêş û polîsan erd û dexlê Kurdan têne şewitandin. Bi terora dewletê gundên Kurdan têne valakirin û li şûna wan Erebên hawirde têne bicîkirin. Erebîzekirina herêmên Kurdan, bi awayekî xurt û berfireh tête domandin. Rêvebirîya Herêma Kurdistanê jî nedikare li hemberê vê pêvajoyê tiştekî bike. Nêzîkê neh mehan e, ku Hikumet jî nehatîye damezirandin. Vana hemû, bi kêmbûna hestên neteweyî re pirr têkildarin. Berjewendîyên rêxistinî, bi berdewamî di pêşîya perjewendîyên giştî yên Kurdistanê de têne girtin.

Jenosîda li Helebçeyê, Abdurehman Qasemlo û Vedat Aydin

Di salên 1980yî de li Başûrê Kurdistanê Kurd rûbirûyê jenosîdê bûn, di 16ê Adara 1988an de pêkhatina bûyera Helbçê, zîrweya jenosîdê bû.

Di 13ê Temûza 1989an de, serokê PDK-Î Abdurehman Qasemlo û hevalên wî Fadil Resûl û Abdulah Qaderî Azar, li Vîyanayê ji alîyê ajanên Îranê ve hatin qetilkirin. Kesên navbihûrî, berpirsyarên PDK-Î bûn li Awropayê.

Di 5ê Temûza 1991an de Vedat Aydin hate qetilkirin. Em dikarin bibêjin ku di bakurê Kurdistanê de “Cinayetên Faîl Meçhûl”, bi qetilkirina Vedat Aydin dest pê kir.

Piştî qetilkirina Abdurehman Qasemlo, di sala 1992yan de, serokê nûyê PDK-Î Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Abdolî, Homayoun Ardalan û Nûrî Dehkurdî jî li Berlînê, ji alîyê ajanên Îranê ve hatin qetilkirin.

 Di dawîya salên 1992yan de li başûrê Kurdistanê, di navbera pêşmergeyên PDK û YNK û gerîlayên PKKê de pevçûnên demdirêj çêbûn. Divê em vana wek birakujîyê bi nav bikin.

  Di salên 1996-1998an de, di navbera pêşmergeyên PDK û YNKyê de pêvçûn çêbûn. Ev jî birakujî bû. Di van hemû pevçûnan de bi hezaran kuştî çêbûn.

Evan hemû pêvajo û rûdanan nekarî di nav Kurdan de yekîtîyê pêk bihêne. Di nav Kurdan de geşnebûna hestên yekbûnê, peydanebûna kultura lihevkirinê, babetên pirr girîng in, divê li ser van babetan bête rawestandin. Di Qerargaha Ewlekarî ya Navendî ya Silêmanî de, tiştên ku hatine jîyandin nekarîye hestên yekbûnê di navbera Kurdan de peyda bike. Divê li ser vê jî bête rawestandin….

Di van bîst salên dawî de, ji alîyê PKK/KCKê ve pêşxistina dijberîya Barzanî û ala Kurdistanê jî, pêvajoyeke balkêş e û divê li ser wê jî bête rawestandin. Pêşketina têkilîyên çepgirên Tirk û PKKê, vê pêvajoyê bêtir gurr kirîye. Bûyerên wekî 49an, 23yan, DDKO, Kurdên 1978an, PKKê bi tevgera Mele Mistefa Barzanî û Partîya Demokrata Kurdistanê ve girêdayî nirixandin pirr girîng e.

Ev hemû nakokî, pevçûn û pêvajoyên neyînî yên ku hatine peydakirin û dixwazin bidin domandin, tenê bi kêrê dijminên Kurdan tên, xizmeta berjewendiyên wan dikin, ji Kurd û Kurdistanê re tu feydeya wan nîne û herweha em dizanin ku bêtir jî Kurdan mexdûr dike.

***

Di vê nivîsê de, dixwazim ji hîn nêzîk ve bêtir li ser qetilkirina serokê PDK-Îyê rawestim.

Abdurehman Qasemlo, di 13ê Temûza 1989an de, li Vîyanayê, di malekê de, di xanîyê şuqeyekê de ji alîyê ajanên hikumet û dewleta Îranê ve hate qetilkirin ku ew ji bo muzakereyê hatibûn. Qetlîam, çend deqîqe piştî destpêkirina hevdîtinan çêbû.

Kujerên Abdurehman Qesimlo û hevalên wî, di nav demeke pirr kurt de terka wî xanî û şuqeyê kirin. Dema ku terka şuqeyê kirin, rastê tu astengî û şopgerîyê nehatin. Polîsên Viyanayê, hîç hewldanek nedan ji bo derdestkirina van qatilan. Kujer di nav demeke pirr kurt de ji Viyanayê û Awustiryayê derketin, gihîştin Îranê. Li Îranê, ji alîyê dewlet û hikumet û çapemenîyê ve wekî qehremanan hatin pêşwazîkirin. Dema ku van kujeran ji Viyanayê derketin û ji Awusturyayê derketin, rastê (tûşê) tu astengî û şopandinê nehatin.

Polîsên Vîyanayê, hîç hewldanek ji bo derdestkirina qatilan neda, dozgerê Vîyanayê jî li ser vê qetlîamê mehkemeyek cezayê saznekirin. Ji bo ku li ser vê qetlîamê lêpirsîn bête kirin, doza cezayê bête kirin û kujerên wê bêne mehkemekirin, ji layê Kurdan ve gelek hewldan (têkoşan) hatin kirin. Digel van hemû hewldan û daxwaz û zixtan, dozgerê Viyanayê, doza cezayê ji mehkemê nekir.

Hêlena Krulich a hevjîna Dr. Qasimlo, ji bo ku di sazkirina mehkemeya cezayê de bibin alîkar, bi Serokomarên Fransa, Almanya, Îtaliya, Swed û yd. re û herweha bi Serokê Amerîka û Serokwezîrê Brîtanyayê re hevdîtin kirin, daxwaza piştgirîyê ji wan kirin. Bi tevî van hewldanan, li ser vê bûyerê li Viyanayê mehkemeya cezayê nehat sazkirin. Sebebê sereke yê saznekirina mehkemeya cezayê, têkilîyên ticarî û dîplomatîk ên Awustirya û Îranê bûn. Awustiryayê weha fikir dikir ku di derbarê vê qetlîamê de derdestkirin û hepiskirin çêbe, mehkemeya cezayê bête sazkirin, dê bi Îranê re pêwendîyên wan ên ticarî û dîplomatîk têkbiçin. Azadî û heqê Kurdan, neheqîya li hemberê Kurd û Kurdistanê, qet ji wê re ne xem bû. Jenosîda li ser Kurdan jî, nedikarî dewletên demokratîk ên rojavayî bixe nav hereketê.

Evana hemû, nîşanê vê yekê ne. Salên 1920an, di dema Cemîyeta Milletan de, li Rojhelata Navîn û li Rojhelata Nêzîk statuqoyek hatiye damezirandin. Di vê statuqoyê de statuyekê Kurd û Kurdistanê nîne. Kurd û Kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Li ser Kurdan di her yek parçeyê de polîtîkayên wesa têne tetbîqkirin ku dixwazin navê kurd, zimanê kurdî, kultur û dîroka wan ji rûyê erdê bête hilanîn. Operasyonên ku li jorê hatin behskirin, weha nîşan didin ku neheqî hîn jî berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de, referanduma 25ê Eylûla 2017an, bi beşdarîya ji %72 û êrêkirina ji %93yan pêk hat, digel vê, divê darbeya 16ê Oktobira 2017an jî neye jibîrkirin. Herweha divê helwesta antî-Kurd a hêzên navneteweyî û dewletên cînarên Kurdistanê jî neyê jibîrkirin, bîrpêbirin û têgihîştina vê helwestê pirr girîng e.

Gelek aşkere ye ku ev polîtîkayên ku li hemberê Kurd û Kurdistanê têne meşandin, neheqîyeke pirr gewre ye. Vê polîtîkayê encameke wisa derxistîye meydanê; her wekî parçebûna îskeleta (kakûta) mirovekî ye û belavbûna mejîyê wî/wê ye.

Qetilkirina Abdurehman Qasimlo û hevalên wî, di roja 13ê Temûza 1989an de pêk hatibû. Roja 16ê Adara 1988an jî li Helebçeyê jenosîda Kurdan pêk hatibû. Piştî qetilkirina A. Qasimlo, roja 17ê Eylûla 1992yan, li kafeyekê bajarê Berlînê, serokê wê demê yê PDK-Îyê Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî jî ji layê ajanên hikûmet û dewleta Îranê ve hatin qetilkirin. Vana hemû didin nîşandan ku hîn jî neheqîya li hemberê Kurd û Kurdistanê berdewam dike. Helwesta demokrasîyên rojavayî, hîn jî di xêza van neheqîyan û domandina vê pêvajoyê de ye. …. Hîn jî berdewambûna neheqîyên li ser Kurd û Kurdistanê, helbet divê tiştekî bîne bîra Kurdan, Kurdan bide fikirandin. Bi tevî van hemû qetlîaman, ger ku hîn jî di navbera Kurdan de birakujî çêbe, ev, zeafîyeteke pirr gewre ya Kurdan nîşan dide. Hêzên dijraberên Kurdan, ji vê zeafîyeta Kurdan îstifade dikin, dixwazin Kurdan ji bo berjewendîyên xwe yên aborî û sîyasî bi rê ve bibin û bi kar bînin. Pêşîlêgirtina birakujîyê girîng e. Çawa ku pêşîlêgirtina birakujiyê girîng e, divê pêşî li tehrîqên pêvajoya rêxweşkirina vê birakujîyê jî bête girtin û astengkirin.

***

Gelo ev rewşa neyînî û rûdan çawa têne bihûrandin? Berîya her tiştî, divê neheqî û rûdanên di derbarê Kurd/Kurdistanê de bêtin zanîn û têgihîştin. Zeafîyet û lawazî bêtin tewawkirin. Ew ên ku neheqî û pêvajoya dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê têbigihîjin, zeafîyet û lawazîyên xwe jî tewaw (telafî) bikin, wê demê dê teawiz nedin dijminên xwe û pêdivîya teawizdayina hevûdu têbigîjin. Dê bixebitin ku bi hev re tevbigerin û bibin hêzek. Kurdek teawiz bide Kurdekî din, Kurdek bi Kurdê din re li hev bike, di encama wê de Kurd mezin dibin û Kurdistan mezin dibe. Lêbelê ku Kurdek teawiz bide dijminê xwe û xençera xwe li pişta birayê xwe yê Kurd biçikîne, ev di ruhê hemû Kurdan de birîneke bêderman vedike. Di derbarê van hemû babetan de, hewldana pêşxistina bîrewerîya (hişyarîya) civakî û bîrewerîya dîrokî, xebata pêşxistina kultura lihevkirinê, di vê çarçoveyê de amedekirina bernameyên perwerdeyî pirr girîng e.

Ji bo Rêvebirîya Herêma Kurdistanê jî tiştê ku bête gotin ev e: Divê di nav demeke kurt de yekgirtina ordu (artêş) û malîyeyê çêbe, artêşeke merkezî û malîyeyek merkezê bête damezirandin. Kurdistan, bi artêşên girêdayî partîyên sîyasî û bi malîyeyên girêdayî partîyên sîyasî, nekare destkevtiyên ciddî bi dest bixe.

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*