Kek Ehmed demeke li nexweşxaneya Unîversîteya Dîcleyê radiza. Nexweşiya wî gelek giran bû. Ez û hemû dostên wî em dem-dem diçûn nexweşxaneyê. Lê me nedikarî bi wî re hevdîtin bikin. Bes ji malbatê kesekî seredaniya wî dikir. Wî qise nedikir. Me jî ji wan kesên malbatê agahdarî digirt.

Rewşa wî em diqahirandin. Tehemmulê rewşa wî mimkun nebû.

Hezar mixabin Kek Ehmedê delal roja(13.05.2019) di saet 03.30ê de jiyana xwe ji dest da.

Dema ku min agahdarî ji daxuyaniya Kek Seîd Veroj wergirt, min bi lez têlefon kir. Kek Seîd ji min re têlefon kiriye. Lê negihîştiye min.

Min tespît kir ku ew li nexweşxaneyê ne û wê hereketê Bîngolê/Çewlikê gundê Çilkanîyê bikin.

Ez bi lez çûm nexweşxaneyê.

Ji bona biryar hatibû girtin ku bi lez Kek Ehmedê Dirêhî binax bikin, ji derveyî çar dostên wî (Ez, Seîd Veroj, M. Emînê Botî, Halûk Yildizhan, Roşan Lezgîn) kesî derfet nedîtibûn ku werin nexweşxaneyê û li gundê wî di binaxkirina Kek Ehmed de beşdarî bikin.

Ev lezkirin li Kek Ehmed neheqiyeke mezin bû.

Dema ez gihîştim nexweşxaneyê xemgîniyeke mezin hebû. Êşeke giran li hewirdor digeriya. Dilê min diêşiya.

Dema ku em gihîştin gund, hemû dost û hevalên li Çewlîkê hatibûn gund.

Me di bin êşeke mezin de Kek Ehmed binax kir.

Kek Seîd Veroj dimilkî û min jî kurmancî di derheqê Kek Ehmed de axevtin kir. Em hatin ciyê şînê.

Wê demê, gor agahdariyên min duho kurdperwerên Kurdistanê wek lehêyê ji bona ziyareta Kek Ehmed herikîn.

Min, Kek Ehmed di sala 1975an de li Çewlikê nas kir.

Dema min ew nas kir, tevger û rêxistinên Kurdistanê hîn xurt nebibûn. Lê li Çewlikê ew û Şehîd Şakîr Elçî di bin pêşengiya serok Seîd Elçî de navende kurdîtî bûn.

Ew wê demê endamê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDKT) bû.

Hevalê serok û şehîd Seîd Elçî bû.

Ew dostekî Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û malbata Barzaniyan bû.

Ew kesekî kurdperwer bû.

Ew di doza neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê de kesekî qerardar bû.

Ew aşiqê zimanê kurdî bû.

Wî her dem bi kurdî û bi du zaravên kurdî (zazakî û kurmancî) qise dikir.

Ew nivîskar û lêkolîner bû.

Bi taybetî jî di zaravaya zazakî de qerardar û xebatkar bû. Bi qerardariya wî li Kurdistanê xwendin û nivîsandina zazaki fireh û belav bû.

Ew qerardariya wî ya di derbarê zazakî de rewşenbîrên kurd yên kurmanc guhert.

“Ehmedê Dirihî (Ahmet Kasimoglu) ku bi xebata xwe ya di warê zaravên Zazakî (Kirmancî) û Kurmancî de dihat nasîn.

Ehmedê Dirihî, endezyarê çandinîyê bû; loma xebatên xwe yê di derbarê ziman de, bi giranî li ser gul û gîha û pincarên Kurdistanê meşand.

“Piştî lêkolîna 14 salan, berhema xwe ya girîng bi navê ‘‘Ferhenga Navê Nebatan A Kurdî‘‘ çap kir û weşand.

 “Di ferhenga Ahmed ya nebatan de, zêdetirî bîst hezar gotin hene. Di ferhenga xwe de, bi navên Kurdî re, navên Latînî û Tirkî jî nivîsandîye. Pirtûk ji alî Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ve hat çapkirin.

“Ehmed Dirihî, di nava koma xebatê ya Vate û Ziwan Komê kar kir û di kovara Vate û Newepel de ku bi zaravê Zazakî (Kirmancî-Kirdkî) weşanê dikin de zêdetirî bîst salan nivîsand.”

Em wek malbat jî gelek nêzikî hev in. Loma em gelek gelek xemgîn in.

Hezar mixabin Wî bê wext ji nav me koç kir.

Hîn karên milî yên girîng li benda wî bûn.

Bila serê neteweya kurd, malbata Qasiman, dost û hezkirîyên wî, rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê sax be.

Tespîta ciyê şehîdbûna Yadoyê Dimilî

Yadoyê Dimilî, serleşkerekî Serhildana Milî ya Kurdistanê ya 1925an e.

Piştî serokê serhildanê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî tên îdam kirin jî Yado û  grûbek hevalên wî li çiya dimînin û şerê milî didomînin.

Piştî demekê ew li gundekî Licêyê piştî şerekî dijwar tê şehîd kirin.

Lê di derbarê Yadoyê Dimilî de agahdariyên zêde tune bûn.

Kek Ehmed Kasimoglu biryar dabû ku li ser jiyana Yado Paşa xebat û lêkolîn bike. Dem-dem jî xebata xwe bi min re jî parve dikir.

Rojekê ji min re got ku “Min mirovek tespît kiriye ku ev mirov ji gundekî Licê ye û ewê ji bona ciyê Yadoyê Dimilî ku hatîye şehîdkirin, dê ji min re bibe alîkar.”

Vê agahdariyê bala min jî kişand. Ew bi xwe jî kelecanî bû.

Min ji Kek Ehmed re got ku “dema tu ji bona Yado Paşa biçî Lîcê, ez  jî amade me ku bi te re bêm.”

Rojekê wî agahdarî da min ku dê biçe gundê Liceyê. Min jî bê îtiraz got ku “ezê jî bi te re bibim heval.”

Wusa jî bû.

Ez û Kek Ehmned em rojekê çûn gundê Licê. Lê, gundiyê ku ji me re bibe alîkar ne li gund bû.

Wê demê me biryar da ku em bi xwe mijarê çareser bikin.

Em çûn herêma ku Yado Paşa li şêhîd bûbû.  Di destpêkê de  gundiyekî xaniyekî nû çê dikir. Min xwe û Kek Ehmed da nasandin.  Sedema ku em hatine gundên wan min/me diyar kir. Lê wan bi me bawer nekir.

Pişt re me fahm kir ku gelek kes hatine gundê wan. Sedema hatina wan zêrên Yado Paşa bûne!!!

Piştî demekê me danûstandina xwe pêş xist. Gundî bi me bawer bûn. Gundiyek diyar kirin ku ew temen mezin e. Gotin ku ciyê ku Yado Paşa şehîd bûye ew baş dizane.

Malên gundiyan ji hevûdu belav bûn. Piştî demekê ku em meşiyan, em çûn mala wî gundiyî. Ew gundiya nexweş bû. Lê dîsa jî daxwaza me pêk anî û ji me re pêşengî kir. Her çiqas ew nexweş bû jî, zehmet bû ku em bigihîjin wî gundiyî.

Di encamê de em çûn ciyê ku Yado Paşa şehîh bûye.

Ew ciya di quntira çiyê de bû. Ciyekî daristanî bû. Em li wir sekinîn. Gundî agahdarî da me. Me wêne kişand û em vegeriyan Diyarbekîrê.

Dema ku em vegeriyan Diyarbekîrê, Kek Ehmed gelek bextewar bû.

Piştgiriya Kek Ehmed Qasimoglu ji bona komelaya kurd a Diyarbekirê (Kurd-Komê)

 Li Bakurê Kurdistanê bi nasnameya kurd û Kurdistanê komele ava kirin di salên 2005an de qedexe bû.

Lê min û grûbek hevalên kurdperwer bi helwesta bê îtiatkariyê bi nasnameya kurd me komeleyek ava kir.

Avabûna Komelaya Kurd gaveke girîng bû û ji aliyê hemû kurdperweran de jî bi kêfxweşî pêşiwazî hat kirin.

Navê komelê, “Komelaya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOM)” bû.

Di Komelaya Kurd a Diyarbekîrê de zimanê komeleyê ya fermî kurdî bû û hem jî bi du zaravên kurdî (kurmancî û dimilkî) bû.

Kek Ehmed bi vê yekê gelek kêfxweş bû.

Lewma jî heta ku komele ji aliyê dewletê de hat girtin û hate qedexe kirin, piştgiriyeke xurt da komeleyê.

Beşdarî gelek çalakiyên komeleyê bû.

Ew kesekî xebatkar û bi disiplîn bû. Lewma her dem di wextê xwe de dihat xebata komeleyê.

Amed, 24. 05. 2019

([email protected])