Vîrusa koronayê di dawiya sala 2019an de li Çînê dest pê kir. Di destpêkê de gelek dewletan wusa fikirîn ku vîrusa koronayê nayê welatê wan. Tehluke biçûk dîtin. Gotin ku “Ev vîrusa dê bi Çînê bê sînor kirin.” Lewma jî, ji bona ku pêşiya vîrusê bigrin xebat nekirin, ji bona hemwelatîyên xwe xeterîyeke mezin qewimandin.

Dîyar e ku Emerîka wek dewleteke emperyal û super, Engilîstan li hemberî vîrusê ji ezmûnê derbas nebûn. Engilîstanê piştî ku vîrus hat welatên wan jî, hezar mixabin gor baweriya minsiyasete qirkirina însanan pêşî pejirand. Ew tewaneke mirovatî bû. Got ku “ev nexweşiya, nexweşiya temenzêdê ye. Loma jî divê em vîrusê azad bihêlin. Encam dê ji bona me baştir be. Lê dema ku dîtin ciwan û berpirsiyarên dewletê jî, serokwezîr û wezîr jî; nexweş ketin, wê demê siyaseta xwe guhertin.

Vîrusa koronayê di sala 2020an de bi taybetî jî di meha Adarê de li hemû dinyayê belav bû. Boniya mirovatî bû xeteriyeke mezin. Wê demê Rêxistina Tenduristîya Dinyayê (RTD) îlan kir ku “Ev vîrusa pandemî/navneteweyî ye. Divê hwemû dewlet tevbigerin û ji hev re alîkar bin.”

Dema ku vîrus li hemû dinyayê belav bû çend mijarên girîng hatin rojevê. Mijara girîngtir ya hatiye rojevê û derkete pêş jî, Globalîzm e.

Ez dixwazim van mijiran analîz bikim.

Gelek lêkolîner di wê baweriyê de ne ku “dinya nexweş e, xwezayî nexweş e, gezegen nexweş e. Di encamê de şik tuna ye însan jî nexweşiyê in.”

Lewma divê mirovatî û dewlet xwezayîyê biparêzin, avê biparêzin, daristana biparêzin û zê de bikin.

Yekemîn mijar, derket xolê ku çanda xwarin û tenduristiya însanan problemekî mezin e. Bi taybetî jî însanên welatên seyemîn di vê pirsê de xwediyê pirsgirêkeke mezin in. Divê ku çanda xwarin û babeta jiyanê bê guhertin.

Duyemîn mijar,  derket holê ku sîstema tenduristî ya dewletan ji bona ku pêşiya vîrus bigre organîzekirî nînin û têrê nakin. Ew dewletan, dewletên paşvemayî û dewletê pêşdikevî nînin. Dewletên emparyalîst jî û bi taybetî jî dewleta mezintirîn emperyalîst û super Emerîka jî li hemberî vîrûsê eciz e.

Vê encamê jî siyaseta dewletan ya tendurîstî anî rojevê. Ew niqaşeya dom dike. Ez jî dibêjim ku dewletên emperyalîst û hemû dewletan ji bona çekan zêde meserîf kirin, loma jî tenduristaya gelên xwe nefikirîn. Sîstemên xurt yên tenduristî ava nekirin.

Di hemandem de derket holê ku ji bona dewletan însan xwediyê qiymeteke bilind nînin.  Xebat ji bona însanan ne û ji bona ku dewlet xurt bibin tên meşandin.

Ev pirsgirêke, ji berê ve pirsgirêkek girîng e. Ev yeka taybetî ji bona dewletên otorîter, faşîst, totalîter wek nexweşiyeke mezin dihat tespît kirin. Girêdayî vîrusa koronayê derket holê ku dewletên ji bona xwe dibêjin “em demokrat in”, an jî wûsa tên terîf kirin jî, qiymet nedana însanan.

Ev wek pirsgirêke mezin ya mirovetî diyar dike. Di demên pêşî de ev mijara jî dê ji bona dewletan bibe pirsgirêkeke girîng.

Divê baş bê zanîn ku piştî ku dinya ji vîrusê xelas bû, ev mijara dê bibe stratejîk û bê minaqeşe kirin. Lewra dema ku dewletek zêde çek biafirîne, divê ku wan çekan bifroşe dewletên din jî. Ji bona ku dewletên din jî çekan bikirin, divê ewlewiya wan di bin xeteriyê de be, şer hebin. Loma jî ev siyaseta çek afirandin û mesrîfên mezin ji bona arteşan/leşkerî veqetandin, dibe sedema şerên dijwar.

Li hemberî neteweya kurd Dewleta Tirk, Sûriye, Iraq, Îran  şera didomînin. Loma divê zêdê pere bidin çekan.

Li Rojhilata Navîn û li dinyayê  herêmên din jî loma şer didomînin.

Lê hîç şik tune ye ku ev vîrûsa dê serê dewletan, berpirsiyarên wan, serok û hikûmetên wan dê gelek biêşîne.

Piştî vîrûsê derket holê ku platform û rêxistin û yekıtiyên navneteweyî jî xizmetî tenduristiya însanan nakin.

Beriya her mijarekê, sîstemeke tendurîstî ya navneteweyî û global jî tune ye ku xizmetî tenduristiya însanan bike. Bes Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (RTDê) heye. Ew jî ne xurt e, bê îmkan û bê fonsîyon e.

Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li hemberî vîrûsê siyasetek nikarî tespît bike, Ew yekîtiya ji bona hemû neteweyên seyemîn wek hêviyeke dihat terîf kirin, nikarî ji endamên xwe re, ji Îspanyayê, îtalyayê,Fransayê, Engilîstanê û dewletên din re alîkarî bike.

Ez di wê baweriyaê de me ku piştî vîrusa koronayê hebûn û nebûna YE dê bê qada niqaşeyê. Beşek berpirsiyarên YE jî di wê baweriyê de ne.

Neteweyên Yekgirtî (NY),  platfotrma mezintir ya dewletan e. NYê, Di pirsa vîrusê de biryarek nikarî bigre. Bawer dikim ku piştî vîrusê NY jî dê wek yekîtî û dezgeheke nevnateweyî niqaşe bibe, jinûve avakirina wê dê bê rojevê.

Ji aliyê din de dihat gotin ku piştî şerê sar (1989) ku bi xirabûna Duwarê Berlînê wek mîlad tê qebûlkirin, globalîzm dê pêk bê û êdî dinya malek e. Lê piştî vîrusê derket holê ku globalîzm pêk nehatiye û navneteweyîbûn jî derew e.

Qewimandin nîşan dide ku piştî zora vîrus hat, globalîzm dê ji gelek aliyan de bê rojevê. Globalîzm ji aliyê naverok û çarçeweyê de dê dîsa jinûve bê terîf kirin.

Hîç şik tune ye ku piştî vîrusa koronayê dinyayeke nû dê ava bibe. Ew dinya divê zêdetir xizmetî berjewendiya însana û tendûristaia însana bike.

Lê li dinyaya nû jî diyar e ku dewletên milî dê dom bikin. Lê dewletê milî bi ev qerekter û naverokên xwe yên heyî nikarin bidomînin. Ew dewletan divê xwe biguherînin û ji bona ku xizmetî însanan bikin xwe ji nûve ava bikin.

Neteweya kurd jî dê ji bona dewleta xwe ya milî têkoşîn bide, ji dewletên kolonyalîst û dinyayê mafên xwe bi awayekî radîqaldaxwaz bike.

Dîyarbekir, 03. 04. 2020

([email protected])